Bide pey xewnên xwe!

Husein Muhammed

simyager

”Sîmyager” çîroka xortekî endelûsî yê şivan e ku mal û maliyeta xwe bi cih dihêle û bi pey xewn û xeyalên xwe dikeve. Ew ji Spanyayê ber bi Bakurê Afrîkayê bi rê dikeve û dixwaze xwe bigihîne gencîne û xezîneyekê ku ketiye serê wî ku li ber pîramîdên Misrê li benda wî veşartî ye.

Bi ser ve, di asta fizîkî de, Santiago, lehengê serekî yê romanê, ji Spanyayê xwe digihîne Mexrîbê, piştî demeke dirêj ya karkirinê li wê derê, ji wir jî ber bi Misrê bi rê dikeve û demekê jî neçar e ku bi rê ve li şêngeheke deştê (weha) asê dimîne. Lê di bin ve, di asta felsefî de, ew berdewam di xwe de li xwe digere. Sîmyager, lehengê ku Santiago lê digere û peyda dike, me fêr dike ku gencîneyên zêr û zîvan ne li deşt û çolan, lê di kûraniyên û çalên dilan de veşartî ne. Evîn ew hêz e ku canê cîhanê dixemilîne û dikemilîne. Ger em qenciyê bikin, her tiştê derdora me jî dê qenctir bibe.

Nivîskarê brezilyayî Paulo Coelho bi leza bayekî cihekî bilind ji xwe re di nav hezkirîtirîn nivîskarên cîhanê de girtiye. ”Sîmyager” (O alquimista, 1988) navdartirîn romana wî ye û heta niha tek pirtûka wî ye ku li kurdî hatiye wergerandin. Di heman demê de ew wergerandîtirîn berhema nivîskarek hê zindî ye jî. Lê Coelho (bixwîne: Koêlyo) bi gelek romanên xwe yên din jî tê hezkirin, bi taybetî (Li ber çemê Piedra rûniştim û girîm” (Na margem do rio Piedra eu sentei e chorei, 1994), ”Veronika birryar dide bimire” (Veronika decide morrer, 1998), ”Şeytan û sitî” (O demônio e a srta, 2000), Zahir (O Zahir 2005) û ”Yê biserketî bi tenê ye” (O vencedor está só, 2008).

”Sîmyager” ji aliyê Zeynel Abidîn [Han] (ku divê bi Zeynel Abidîn Zinar/Kaya re neyê tevlihevkirin!) ve li kurdî hatiye wergerandin û ji Weşanên Evra li Almanyayê belav bûye (çapa yekem 2003, ya duyem 2004). Nehatiye diyarkirin ka pirtûk, ku bi portugalî (portekîzî) hatiye nivîsîn, bi rêya kîjan zimanî hatiye kurdîkirin. Lê ji zimanê romanê dixwiye ku ew ji ber wergera tirkî hatiye wergerandin. Ji awayê nivîsîna navê hin kes û cihan jî herwiha diyar dibe ku wergera tirkî jî ne yekser ji portugalî lê bi rêya frensî hatiye kirin û wan navan (ku bi pirranî erebî ne) li gor rastnivîsîn frensî di wergera tirkî û ya kurdî de cih girtiye.

Wergerandina romana ”Sîmyager” li kurdî hewldaneke hêja û hejî pesndanê ye. Wergêr Zeynel Abidîn bi karê xwe eşkere kiriye ku zimanê kurdî bêasteng bi kêrî ramanên felsefî û alegorîk jî tê. Mixabin wergêr carinan zêde daye pey mentiqa zimanê tirkî û bi taybetî jî di peyvên ji erebî deynkirî de li cihê ku di tirkî de dengê ”ü” tê nivîsîn wî ”û” ya kurdî bi kar aniye (*mûmkûn, *mûkemmel, *mûhteşem, *mûşawir) tevî ku ew dengê tirkî û yê kurdî gelek ji hev cuda ne û di kurdî de ”u” dê pirr maqûltir ba (mumkun, mukemmel, muhteşem, muşawir). Lê ji ber hin kêmasiyên rêzimanî û bi taybetî rastnivîsiyê divê mirov xwe ji xwendina vê romana bihagiran venedize û bêpar nehêle.

Paulo Coelho: Sîmyager. Werger: Zeynel Abidîn [Han]. Evra, Berlîn 2004. 160 rûpel.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s