Dengên H di kurdî de

images

Piraniya kurdîzanan bi hêsanî dibînin ku H di peyvên ”her, heval, hêvî, hestî, Hacer, bihar, guh” de (koma 1) ji H di peyvên ” hal, herf, heram, hekîm, hefs, hez (kirin), (pê) hesîn, hîle, Hesen, Hisna, Ehmed, Mihemed, rehm, behs, ruh” (koma 2) cuda ye.[1]

Dengê H wek di koma 1 de bi alfabeya alfabeya kurdî-erebî bi herfa  û dengê H wek di koma 2 de jî bi herfa ‍ح tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de (IPA) dengê koma 1 bi [h] û yê koma 2 jî bi [ħ] anku h û xetek raketî li serê wê tê diyarkirin. Di gelek tîpguhêzî û transkrîsyonan de dengê koma 1 wek “h” û yê koma du jî bi “ḥ” anku h bi nuqteyek li binî tê destnîşankirin.

Di nivîsîna standard ya kurdî-latînî de ev herdu H ji hev nayên cudakirin. Lê ji dema kovara Hawarê ve hin caran bo rêgirtina li ber xelettêgihiştinê dengê koma 2 bi herfa ḧ anku h-ya du nuqte li ser ji dengê koma yek anku h-ya xwerû tê cudakirin. Di vê nivîsê de em ê jî li ser vî bingehê kurdî bimînin anku em ê ji van bijarteyan h-ya bi du nuqte bo H-ya koma 2 binivîsin, wek “ḧeram, ḧekîm, Ḧesen…”

dengekî erebî ye?

Peyvên ku me li jor di koma 2 de anku wek nimûneyên bi dengê Ḧ / ḧ dane, hemû ji erebî ne. Mirov dikare lîsteyeke gelek dirêj ya peyvên wan wisa bide ku hemû ji erebî hatine:

“ḧazir, ḧakim, ḧeq, ḧed, ḧidûd, ḧurr, ḧemd, ḧedad, Ḧisên, Ḧemîd, beḧr, meḧel, metḧ…”

Lîste hema bêje bêdawî ye. Berevajî hin dengên din yên erebî, wek S-ya navdidanî anku “S-ya fis” ( ث  ), D-ya navdidanî  anku “D-ya fis” anku “zal” ( ذ) yan jî S/D/T/Z yên emfatîk anku “qelew” ( ص   | ض   | ط | ظ ), Ḧ-ya erebî xwe baş di kurdî de diparêze.

Lê dîsa jî ne herdem.

Veguhastina bi H

Di çend peyvên ji erebî wergirtî de Ḧ-yê cih daye H-ya “normal”. Ya rasttir, di wan peyvan de jî H-yê neşiyaye bi temamî serî ji Ḧ-yê bistîne lê di wan peyvan de du guharto, du varyant anku du awayên cuda yên gotina wan peyvan hene.

Ji peyvên wisa ez bi çend liban hesiyame: “heq/ḧeq, heta/ḧeta, hêrs/ḧêrs, hewce/ḧewce”. Herwiha mirov dikare “hewał” (nûçe, dengûbas) ya soranî lê zêde bike ku ji “eḧwal” ya erebî ye. Dîsa mirov dikare “hest” ya vê dawiyê ji soranî derbazî kurmancî bûyî bide ku eslê wê “ḧiss” ya erebî ye. Ji navên mirovan, bi kêmî Ḧemze di kurdî de bûye Hemze.

Lê min nebihîstiye ku ti kesî di kurmancî “hêcet” ya ji erebî acet e bi Ḧ gotibe tevî ku hevreha wê “hewce/ḧewce” bi du awayan heye û dîsa hevrehên wê “muḧtac, iḧtiyac” di kurdî de tenê bi dengê Ḧ hene, bi dengê H peyda nabin.

Ji navên mirovan yên esil-erebî bi Ḧ bi kêmî Ḧemze û Ḧazim di kurdî de veguherîne Hemze û Hazim yan jî bi herdu awayan peyda dibin. Lê bi awayekî giştî mirov dikare bibêje ku veguhastina Ḧ bi H diyarde û fenomeke gelek sinordar maye: Ḧ bi piraniyeke berçav her Ḧ dimîne, nabe H.

Hejmara kêm ya guherîna Ḧ bi H tenê wê dipeyitîne û diselmîne ku Ḧ di rastiyê de niha cihekî xurt û qayîm di kurdî de heye li gel wê rastiyê jî ku serekaniya wî dengî eslen erebî ye.

di peyvên ne-esil-erebî de jî heye

Di seranserî kurmancî de hejmara 7 wek “ḧeft” tê gotin. Di soranî de jî ew bi awayê “ḧewt” e tevî ku ew peyv bi ti awayî ne ji erebî ye. Di peyvên ji wê çêkirî de, wek “ḧefte/ḧeftî” (heyama heft rojan) û “ḧeftê” (70) dîsa Ḧ diyar e. Lê bi kêmî di devokên kurmanciya rojhilatî[2] de di peyva “hevde(h) / hivde(h)” de Ḧ nîne tevî ku bêguman e ku ew ji peyva “ḧeft” hatiye çêkirin.

Herwiha di peyvên kurdî de “teḧl, taḧl” û “zeḧf, zaḧf” heman dengê Ḧ heye tevî ku ew ne ji erebî ne jî.

Peyvên “hemî, hezar, hirç, hiş, heşt, hejde” di kurmanciya rojhilatî de bi H-ya “normal” in. Lê di kurmanciya navendî de hevberî wan “ḧemû, ḧezar, ḧirç, ḧiş, ḧeyşt, ḧijde” yên bi Ḧ hene tevî ku ti ji van peyvan ne ji erebî ne. Wek din jî, di kurmanciya navendî de rola Ḧ di peyvên xwemalî de ji kurmanciya rojhilatî gelek zêdetir e. Lê carinan di bin tesîra tirkî de hin Ḧ di peyvên esil-erebî de jî wek H tên gotin. Li aliyekî din, di kurmanciya rojhilatî de peyva “ḧinêr” heye ku maneya “hêz, şiyan, pêçêbûn, jêhatin”ê dide û hevreha “huner”ê ye lê min ew di kurmanciya navendî de nebihîstiye.

Herwiha carinan hin  devok “a” ya kurmanciya giştî jî dikin “eḧ / ḧe”, wek “çeḧv” li cihê “çav” û “ḧesin” li cihê “asin”.

Bi kêmî di peyveke esil-ewropî de jî di kurdî de Ḧ li kar e: “ḧal” (sûk, bazar – bi taybetî yên sergirtî) bi rêya tirkî “hal” ji frensî “halle” ji almanî “Halle”, hevreha inglîzî “hall” (hol, salon, avahî). Veguhastina H-ya wê bi Ḧ mimkin e ku ji ber tesîra hevdenga wê ya erebî “ḧal” (rewş, wez’,weziyet) be.

Di soranî û farisî de jî ev peyvên kurdî/îranî yên li jor rêzkirî – heke peyda bibin – bi H-ya “normal” in yan jî bi dengekî din in lê ti ji wan ne bi Ḧ ne. Lê li aliyê din, di soranî de 17 jî wek dengê 7ê “ḧevde” ye, ne “hevde”. Herçi farisî ye, hemû Ḧ-yên peyvên esil-erebî jî bi deng dike H tevî ku bi Ḧ dinivîse jî.

Em çawa binivîsin?

Ji bilî çend awarte û istisnayan, kurdî dengê Ḧ di peyvên esil-erebî de diparêze. Lê di çend peyvan de diguhere yan jî du formên yek bi H û yek jî bi Ḧ peyda dibe.

Di peyvên xwemalî de parvebûneke berçav di navbera kurmanciya rojhilatî û navendî de heye: Di kurmanciya rojhilatî de di peyvên berbelav de ji bilî “ḧeft, teḧl, zeḧf” û peyvên ji wan çêkirî, Ḧ peyda nabe. Di kurmanciya navendî de gelek peyvên xwemalî jî bi Ḧ tên gotin: “hemû, ḧezar, ḧeyşt, ḧijde, ḧirç…”

Di ferheng û kitêbên dengnasiyê de giring e ku mirov cudahiya wan dengan bi awayekî diyar bike daku hînber (fêrber, kesên ku hîn/fêr dibin) baş bizanin ka ew peyv çawa tên gotin.

Lê di nivîsîna normal de çêtir e ku mirov bikaranîna tenê herfekê anku H biparêze. Wisa nivîsîna gelek peyvên xwemalî dê hevgirtî û standard be (bo nimûne ”hezar, hirç, hiş”) tevî ku di hin devokan de ew bi H û di hin yên din de jî Ḧ tê gotin. Wisa zimanê nivîskî zêdetir nêzîkî hev dimîne û di heman demê de her kesek dikare li gor devoka xwe wan peyvan bibêje lê dîsa jî hemû kurmancîaxiv ê wan wek hev binivîsin û bi hêsanî jê fehm bikin.

Husein Muhammed


[1] Bo xwandevanên ku ev cudahî di devoka wan de tine be û li gel van dengan ne şareza bin, dikarim guhdarîkirina van dengan ji vê derê pêşniyar bikim:

– H-ya koma 1: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_glottal_fricative.ogg

– H-ya koma 2: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_pharyngeal_fricative.ogg

[2] Bo parvekirina kurmancî li ser devokan li gor rêzimana wan, binêre:http://kurdigeh.com/details.aspx?an=501

Advertisements

One thought on “Dengên H di kurdî de

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s