Ya ku bihar û dar bi hev re dikin

Pablo Neruda

tumblr_mh4xr4Zzk11rgao3jo1_500

Hez dikim wê li gel te bikim ya bihar û dar bi hev re dikin
Spêdê ta êvarê bi her ronahiyê dilîzî.
Tu bi nazikî tê, xwe radipêçî nav gul û gulavê.
Pirrtir î ji vî serê spî
yê mîna wîşiyek tirî her roj di dest min de.

Ji gava min ji te hez kiriye êdî naşibî ti kesî.
Ka ez te danim nav gurzên gulên zer.
Kî navê te bi tîpên mijî
li nav stêrên başûr dinivîse?
Wey, ka rê bide bînim bîra te ka çawan bûyî
dema hê nebûyî.

Ji nişkê ve ba dest bi zûrînê dike û li pencereya min ya girtî dide.
Esman torrek tijî masiyên tarî ye.
Li vir hemî ba hevrikiyê dikin, hemî.
Baran xwe vedişelîne.

Firrindene revok zû diborin.
Ba. Ba.
Ez dikarim tenê dijî hêza mirovan tê bikoşim.
Babelîsk peline tarî radike zivirrokê
û dipiçîne hemî keştiyên êvarê bi esmanî ve hilawîstî.

Tu li vir î. Narevî, na.
Bersiva banga min ya dawîn jî tu didî.
Xwe daçemîne hemberî sînga min mîna bitirsî.
Çiku siyek seyr carekê di çavên te re borî.

Dîsan jî, delalê, qeftek beybûnan tînî
û sînga te bi bênên xweş dagirtî ye.
Dema bayê xembar bi çargaviya xwe pelatînkan dikuje,
ji te hez dikim, û şadiya min hilûka devê te digire.

Çi janek e bo te ko nasî min bibî,
şarezayî canê min yên bitenê û biyan, aşnayî navê min
yê her kes jê direve.
Me pirr car dîtiye stêra bakur diçirise
û çavên me maç dike
û tarîtiyê mîna baweşînkê xwe li dor serê me alandiye.

Peyvên min bi mizdanî li te barîn.
Ji mêj ve ye min ji bejna te ya mercanî hez kiriye.
Ya rast, tu ji min re serdara hemiyê yî.
Ez ji te re ji çiyayan sosinên dilşad,
gûzên gewr, bi zembîlan maçên daristanê tînim.
Dixwazim li gel te wê bikim
ya bihar û dargilyaz bi hev re dikin.

Xemgîntirîn helbest

Îşev dikarim xemgîntirîn helbesta xwe binivîsim.

Bo nimûne binivîsim: “Şev sahî û stêrîn e
û dinyayên dûr şînve dilerizin.”

Bayê şevê li esmanan digerre û distire.

Îşev dikarim xemgîntirîn helbesta xwe binivîsim.
Min ji wê hez dikir, û carinan wê jî ji min.

Şevên wiha min ew digirt hemêza xwe.
Çendî çend car min ew li bin esmanê bêdawî maç dikir.

Wê ji min hez dikir, û carinan min jî ji wê.
Ma çawan ji çavên gir yên xweragir neyê hezkirin.

Îşev dikarim xemgîntirîn helbesta xwe binivîsim.
Bipûnijin ko min ew nemaye. Hest pê bikin ko min ew ji dest daye.

Guh didim şeva bêqam, ya bêyî wê hê bêqamtir.
Û helbestek xwe berdide canê min mîna xunav nav mêrgê.

Ma çi ye ger evîna min nikarî wê bigire.
Şev sahî û stêrîn e û ew ne li bal min e.

Çîrrok tev ev e. Li dûr kesek distire. Li dûr.
Canê min qîma xwe bêyî wê naîne.

Awirên min lê digerrin mîna xwe nêzîk bikin.
Dilê min lê digerre, û ew ne li cem min e.

Heman şev ya heman daran spîve dike,
em, yên hingê, êdî ne yên berê ne.

Jê hez nakim êdî, belê rast e, lê min çend jê hez dikir.
Dengê min şerrê bayan dikir da xwe bigihîne guhên wê.

Jê hez nakim êdî, belê rast e, lê pa belkî hez dikim.
Evîn wisan kurt e û jibîrkirin wa dirêj.

Ji ber van şevên wiha min ew digirt hemêza xwe;
canê min qîma xwe bêyî wê naîne.

Ta ger ev dawîn jan be ya ew bide min
û ev dawîn peyv bin yên bo wê binivîsim

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s