Bijartin û wergerandin: Husein Muhammed
Aleksis Kivi
Tê bîra min ew geliyê evînê
Tê bîra min ew geliyê evînê
– ma dê çawan ji bîrê biçe –
geliyê ez û zeriya xwe lê
di himêza hev de rûniştî
wê roja nerm ya havînê
ya di ber me re dilezî.
Li ber sîbera gûzê
em di nav giyayî de rûniştî bûn
û robarê em li hindavê
li ber tîrojan diteyisî.
Li rexê din yê beravê
pesnelawij bi dengekê bilind
ji peristgehê berz dibûn
û çeng ji warê xwedayan dizengîn.
Û çiyayê dûr
yê li pişt baniyên jorîn
wek biheştê dixwiya
– hemû xewn û xeyalên evînê bûn
ji ber ku yara min
di himêza min de bû
û dengê çengan
ji warê yezdanan dizengî.
Lê bêpêjn bû yara min a şermîn
û berê xwe dida bilindahiyan û rondikek
li gepa wê dibiriqî dema destê min
winda bû nav şeva tarî ya pirça wê.
Wisan bextiyarane me roja xwe
ya evîndaran li geliyî borand,
li ber sîbera gûzê
di himêza hev de rûniştî
û êvara payizê
bi lez di ber me re lezî,
êvara yekşemeka nerm û hênik.
——————–
William Shakespeare
Sonet 18
Ma te bidim ber rojeka havînê?
Tu nerm û narîntir î:
hireba bişkojên delal yên biharê direcifînin
û hevpeymaniya li gel havînê jî kurt e,
çavê esman, roj, jî carinan zêde kel e
û pirî car geşiya wê jî tarî dibe…
Ji bêdestî yan jî li ber çerxa siruştê
wisa kêm dibe bedewiya her tiştî carekê.
Tenê havîna te herdemî ye,
ne diçe û ne jî spehîtiya wê jê dibe
û Mirin nikare bibêje ku li ber sîbera wê
digerî madem di helbesta herherî yî:
Hindî çav bibînin yan dil lê bide,
ev helbest dê bijî û te jî vejîne.
——————–
Torquato Tasso
Çi dema ku mirov ne bi evînê re derbas bike, ew dem pûç tê derbaskirin.
——————–
Henry von Dyke
Dem bo bendewaran zêde hêdî,
bo tirseran zêde bilez,
bo xemgînan zêde dirêj,
bo zewqkeran kurt e
lê bo evîndaran, evîndaran
dem ebedî ye.
——————–
Leo Tolstoy
Evîn di pêşerojê de nabe. Evîn tenê niha heye. Eger mirov bi kiryarên xwe yên niha evînê neke, qet evînê nake.
——————–
Friedrich Schlegel
Evîn yan di bîskekê de peyda dibe yan qet peyda nabe. Her tiştê delal û yezdanî lezgîn û sivik e.
——————–
Stendhal
Ew hin bîskên bilez in ku felek wek dermanê êşên berdewam dide mirovan. Evîn di dilî de dileze, her tiştî dide ji bîr kirin, ti tişt wek wê ne yezdanî ye û çend bîskên ku mirov li gel wê ye, mirov ji hemû heyaman dirêjtir dijî.
——————–
Alexandre Dumas
Hemû jiyan dibe bîskek. Hê wê baş dest pê nekirî, mirov hest pê dikin ku ew herdem hebûye û her tiştê berê ji bîr mirovî diçe. Em neçar in qebûl bikin ku ew ecêbî ye.
——————–
Ovidius
Dest ji difinbilindiyê berde eger mereqdarê evîneka berdewam bî.
——————–
William Shakespeare
Lê dizanim ku evîn zaroka dema xwe ye
û ji tecrûbeyên xwe dizanim ku dem
dikare agir û çirîskên wê yên har kedî bike.
——————–
Markî de Sade
Ma em dikarin gelek nimûneyên têkiliyên evînî yên ebedî bidin ku qet neçilmisîbin? Piştî çend mehên zewqkirinê, evînê bi me baş dide nasîn û dike ku em ji findên ku me li ber mînbera evînê şewitandine şerm bikin. Gelek car em hema qet nikarin tê bigihin jî ka wê çawa karî me wisa bixirîne.
——————–
André Maurois
Li destpêka evînê, evîndar behsa pêşerojê dikin. Lê li dema ku evîn ber bi dawiyê ve diçe, ew behsa rojên borî dikin.
——————–
La Bruyère
Dem dostaniyê xurt lê evînê lawaz dike.
——————–
Pendine frensî
Dem evînê û evîn jî demê diborîne.
Evîna pîr û têzava pîr çi demsal be jî, dîsa agirekê gurr pê dikeve.
——————–
Publilius Syrus
Mirov nikare evînê ji xwe verevîne lê ew bi xwe direve.
Şatirî û konetî rewiştê rûreş vedişêrin lê dem wî diyar dikin.
——————–
Henri de Regnier
Evîn ebedî ye – hindî ku mabe.
Ne mirov lê dem evînê bi dawî dike.
——————–
Gaston de Lévis
Yê ku ji dilsoziya xwe soza evîna ebedî bide û yê baweriya xwe bi wê sozê bîne, dê herdu jî bibin qurbanên xwexapandinê.
——————–
Andrew Marvell
Niha ku hê gencatî
wek xunava spêdê li leşê te ye
û çirîskên giyanê te jî geş in,
were em hindî ku bikarin, bi hev şad bibin
û wek çivîkên evîndar, nêçîra bazan,
em hemû jiyana xwe niha bidin
û nekevin bin bendiyên bêzewqiyê.
Were, em hemû şiyan û şirîniya xwe bikin
gogeka hevpar ya mezin û pêhnekê
deriyên asinî zindana evîn tê de bişkînin.
Ger em nikarin roja xwe rawestînin,
were, em li gel wê bigerin.
——————–
Kalîdaşa: Şakuntala
Carekê dilê min yê nefretî nivistibû
tevî ku yara min ya çavxezal
dixwest ku şiyar bibe.
Niha dilê min şiyar e
û tijî jana poşmaniyê ye.
——————–
Bernhard von Bülow
Yê ku zêde demê bide hemêzkirinê, dê ji trênê dereng bimîne.
——————–
Ferdinand Freiligrath
Hindî ku bikarî evînê bikî, evîndar be.
——————–
Theognis
Were em evîndar bin hindî ku evîn mabe.
——————–
Paul Toulet
Evîn wek wan kevnehotêlan e ku tek xweşiya wan hewşa ber deriyê wan e.
——————–
Oscar Wilde
Ji wan mêran hez dikim yên ku pêşeroj heye û ji wan jinan yên ku paşeroj heye.
——————–
Pendine ewropî
Evîn temenî napirse.
Evîna pîr jengarî nabe.
——————–
Johann Wolfgang von Goethe
Mêrê genc ew mêr e
yê ku berdiliyê jineka genc be.
——————–
William Shakespeare
Lê evîna dereng
wek efûya dereng e,
peyamberê xwe lome dike
û diqîre: “Pûç e!”.
——————–
Anakreon
Erosê porzêrîn careka din jî
gogeka sor avêt ber min
daku li gel keçikê bilîzim.
——————–
John Donne
Evîn herdem wek xwe ye; ne demsalan, ne keş û seqayan, ne deqe û seetan, roj û mehan, ti rebenên demê nanase.
——————–
Kasimir Leino
Çima te her wek berê dibînim?
Çima li ber çavên min her ter î
Madem ku sorgulên gumên te çilmisîne,
tevî ku agirê geş yê çavên te vemiriye,
dirîkên ser lêvên te sirewî bûne?
Ji ber ku di kela evînê de rojekê
bi ber çavên min ketî
û ji hingê ve herdem wek periyekê
spêde û êvaran di mejiyê min de digerî.
Loma te her bi wê rûkeniyê dibînim
dema ku min cara pêşî dilê te dît,
gava ku çavên te geş bûn,
gepên te kulîlk dabûn
gula sor ya lêvên te dipistî guhê min:
De min biçine!
——————–
Tomasê Kempî
Ew hesta şirîn û xweş ya ku carine pê dihesî, ji bandora dilovaniya yezdanî û esmanî û bêhna biheştî ye.
——————–
William Shakespeare
Wisa ceng, mirin yan êş êriş dike
û dilşadî tenê dengekê demkî ye.
Wek siya guherbar, wek xeweka kurt,
wek çirîskeka lezgîn di nav şeveka tarî de
ku bîskekê erd û esmanan ron dike
lê hê te nikarîbe bibêjî: ah!
kuna tarîtiyê wê dadiqurtîne;
evîn jî wisa bi lez dikare tarî bibe.
——————–
Henri-Frederick Amiel
Jiyan kurt e û me ti car
têr dem bo dilê wan nîne
yên ku li gel me dimeşin.
Ax, bileze evînê!
Bileze karê qenc!
——————–
Martin Opitz
Oy yar, were em bilezin
û me niha dem heye:
ger xwe gîro bikî,
belayek dê bi ser me de bê.
——————–
Algernon Charles Swindburne
Wiha ye û herdem wiha bûye:
evîn deynekê demê ye,
wê bide ber hemêza xwe
daku kes nebîne:
bêrîkirina hesta hevpar e
lê bi dîtinê re sar dibe!
Bi lez evîn vedireve
Lê şopa xwe di bîranînan de dihêle.
——————–
Alphonse de Lamartine
Were em evînê bikin! Çi dema kurt
ya bikeve destê te, dest jê bernede!
Ne me derav û ne jî demê berav heye,
em dikevin ber pêlên wê!
Dem hinda dibe, ev kêlîk me mest dikin
dema ku evîn bextiyarê bi pêlên xwe re tîne.
wisa pê re xemên me jî li deryayê vedigerîne.
——————–
Nenas
Zewqê bike, bilezîne!
Gencatî dide, pîrî dibe!
——————–
Husein Muhammed
Li benda yarê,
Bi xem rûniştî me,
Yar dirêj li dûr dimîne,
dem hêdîka dibore
de bileze, demo, bileze!
Niha yar hatiye,
li ber milê min e;
hemû dinya ji bîr bûye
nelive, demo, nelive!