Rêzimana soranî bi kurmancî

Husein Muhammed

Hewler

Van salên dawiyê têkiliya navbera kurdên parçeyên cuda yên Kurdistanê û herwiha yên li derveyî welat jî zêde bûye. Bi taybetî teknolojiya nû, di serî de televizyon û Internetê, ev danîna têkiliyê hêsan kiriye. Lê mixabin ji ber zaravayên cuda û alfabeyên cuda kurd hê jî hinekî dûrî hev dimînin.

Bo baştir nasandina kurdan bi hev, em hewceyî agahiyên pirralî yên derbarê hev in. Di xurtkirina têkiliyan de cihekî serekî jî di ziman de ye. Ji ber wê giring e ku jihevfehmkirina kurdên ku bi zaravayên cuda diaxivin were hêsankirin. Ev kurtelêkolîn hewl dide di çend rûpelan de bingehê rêzimana zaravayê soranî bi kurmancîaxivan bide nasîn.

Ev bi salan e ku ji bilî zaravayê kurmancî, ez li ser soranî jî dixebitim. Heta niha min hin kitêbên edebî jê wergerandine kurmancî. Herwiha ferhengeke soranî-kurmancî amade dikim ku niha heta herfa S amade ye.

Lê bi qasî ku ez bi xwe agadar im, ev yekem car e ku rêzimaneke soranî bi kurmancî hatibe nasandin. Ji ber ku ev destpêk e, ev lêkolîn bi ti awayî îdia nake ku bêkêmasî ye. Loma hêvî dikim ku xwendevan bi dîtin, rexne, pêşniyaz û pirsiyarên xwe bikin ku ev lêkolîn were kemilandin û berfirehkirin.

Veke û bixwîne!


Husein Muhammed, havîn 2012

  1. Dengnasî

Di kurmancî û soranî de deng/herf bi giştî eynî ne. Giringtirîn cudahî belkî ew e ku di soranî de tenê cûnekî dengên “ç, k, p, t” heye anku awayê wan yê hewadar/req. Bo nimûne, di soranî hem “çend” û hem jî “çaw” (çav) bi “ç”ya req tên xwendin lê di kurmancî de “çav” bi “ç”ya nerm û “çend” bi ya req tê xwendin.

Di soranî de du cûnên “l” hene ku herdu jî fonem in (dengên serbixwe), yek “l”ya zirav ku wek di kurmancî de di peyva “li ser” de tê xwendin. Ya din jî wek “l”ya qelew e ku di peyvên kurmancî yên wek “welat” yan “wê salê” de jî heye lê di kurmancî de ne dengekî serbixwe ye. Bi alfabeya kurdî-erebî “l”ya qelew bi nîşaneke wek “۷” li ser herfa “l” tê diyarkirin. Di alfabeya kurdî-latînî ya bo nivîsîna soranî de carinan ew nayê diyarkirin, hin caran bi du “ll”yan tê nivîsîn û hin caran jî bi yek ji van “l”yan tê nivîsîn: ł, ľ, ĺ. Di vê kurterêzimanê de em ê “ł” bi kar bînin. Di gelek peyvên ku bi kurmancî “l” zirav e de, di soranî de “ł” heye anku qelew tê xwendin: bi kurmancî “dil”, bi soranî “dił”, kurmancî “mal”, soranî “mał”.

Di alfabeya kurdî-erebî de “r-ya req” wek di peyvên “rast, şerr” de bi nîşankeke li jêr herfê ji “r-ya nerm” tê cudakirin. Di soranî de jî wek di kurmancî de “r” li destpêkê herdem req e û wek din bi giştî nerm e. Ji bilî li destpêka peyvê, di vê rêzimanê de “r-ya req” bi du “r”yan (rr) hatiye diyarkirin.

Di alfabeya kurdî-erebî de du herfên cuda ji “h” û ji “x” re hene: “H”ya wek di peyva “heval” û “h”ya wek di peyva “Hesen, Ehmed” de. Ew “h”ya duyem ne tenê di peyvên ji erebî de peyda dibe lê herwiha di çend peyvên xwerû kurdî de jî heye, wek “heft” (bi soranî “hewt”). Lê ne di nivîsîna kurmancî û ne jî ya soranî ya bi alfabeya kurdî-latînî ev herf ji “h-ya normal” nayê cudakirin loma me jî li vê derê cuda nekiriye.

Herwiha “x”ya di peyvên wek di peyvên “xezal, xerb” û hin peyvên din de jî ji “x-ya normal” bi alfabeya kurdî-erebî cuda ye. Lê ji ber ku ew di alfabeya kurdî-latînî de ji “x-ya normal” nayê cudakirin, me jî li vê derê cuda nekiriye.

Dengê li destpêka peyvên wek “Elî, ewr” jî di alfabeya kurdî-erebî de bi herfeke bêdeng tê diyarkirin. Lê ew jî di alfabeya latînî de nayê nivîsîn yan jî bi ‘ tê diyarkirin, wek: ‘Elî, ‘Emer, ‘ewr.

Di alfabeya kurdî-erebî de dengên “î, y” û “u, w” bi eynî herfê tên nivîsîn lê cihê wan diyar dike ka ew “î” yan “y” ye yan jî “u” yan “w” ye. “Û” bi du “u”yan tê nivîsîn. Lê di alfabeya kurdî-latînî de ew li gor dengên xwe wek “î, y, u, w, û” tên nivîsîn. Hêjayî gotinê ye ku peyva “û” (bi maneya “and” ya inglîzî ya hem di soranî û hem jî di kurmanciya bi alfabeya kurdî-erebî de wek “w” yan “u” tê nivîsîn: “nan w av” yan “nan u av” yan jî carinan “nanu av, nanw av, nan wav”. Lê di di alfabeya kurdî-latînî de, wek bo kurmancî, ji soranî re jî “û” baştirîn form e loma em ê jî wê bi kar bînin.

Di soranî de bi gelemperî “v” nîne û li hemberî “v”ya kurmancî pirranî caran “w” ye: “aw” (av), “naw” (nav) lê carinan jî “v”ya kurmancî di soranî de “m” ye, wek bi soranî “em” ku maneya “ev” ya kurmancî dide (“em”a kurmancî bi soranî “ême” ye) û “dem=dev” (“dem”a kurmancî bi soranî “kat” e). Lê di peyvên ji kurmancî yan jî ji zimanekî biyanî deynkirî de “v” bi gelemperî tê parastin: “mirov, dever, hevał, govar (kovar), evîn, rojev…” ku hemû ji kurmancî hatine deynkirin yan jî “televizyon, vîze, vîdyo…” ku ji zimanên din hatine deynkirin.

Gelek caran “h”ya kurmancî bi soranî dibe ”w”, wek ”wirç” (hirç). Carinan li cihê “h”ya destpêka peyva kurmancî di soranî de “vala” ye, wek “esp” (hesp), “asan” (hêsan). Lê carinan jî “h” di soranî de heye lê di kurmancî de nîne, wek “herzan” (erzan) û “hênan” (anîn), “hewar” (war).

Ji aliyê dengrêziyê (fonotaksî) ve jî kurmancî û soranî hinekî ji hev cuda ne. Kurmancî çend komdengên konsonantî li destpêka peyvê qebûl dike ê soranî na:

  • kurmancî: stêr, şkeft, standin/stendin
  • soranî: estêre, eşkewt, sendin
  1. Navdêr

Zayend

Di soranî de zayend (mê û nêr) nîne. Dema ku di kurmancî de navdêrên yekjimar yên mê bi qertafa  “–a” û yên nêr bi “–ê” bi peyva li pey re tên girêdan, di soranî de herdu bi “–î” ne:

Kurmancî: keça mezin, kurrê baş

Soranî: kiçî gewre, kurrî baş

Di kurmancî de eger herfeke bideng (a, e, ê, i, î, o, u, û) li dawiya peyvê hebe, “-y-“ ya kelijandinê lê tê zêdekirin. Di soranî de ew “y” cihê “î” ya qertaf digire:

Kurmancî: bira-y-ê biçûk, rojname-y-a rojane

Soranî: bira-y biçûk, rojname-y rojane

Di kurmancî de eger herfa “-î” li dawiya peyvê be û qertafa “-y-” lê were zêdekirin, hingê “-î” dibe “-i-“: azadî > azadiya Kurdistanê. Di alfabeya kurdî-erebî de “i” nîne loma yan “î” wek xwe dimîne û “y” lê zêde dibe (“azadîy Kurdistan”) yan jî “y” lê nayê zêdekirin (azadî Kurdistan). Lê di soraniya bi alfabeya kurdî-latînî jî baştirîn çare ew e ku “î” bibe “i” û “y” lê were zêdekirin: “azadiy Kurdistan”.

Yekhejmariya nediyar

Forma yekjimara nediyar di soranî de bi “-êk, -yêk” yan jî wek kurmancî bi “-ek, -yek” tê diyarkirin:
kurmancî: kurr-ek, bira-yek

soranî: kurr-êk/kurr-ek, bira-yêk/bira-yek

Ew forma nediyar bi qertafa “-î” bi peyva li pey xwe ve dikare were girêdan
soranî: kurr-êk-î baş, rojnameyêkî kurdî

kurmancî: kurrekî baş, rojnameyeke kurdî (yan kurrekê baş, rojnameyeka kurdî)

Forma diyar

Di soranî de formeke diyarkirî jî heye ku bi alîkariya “-eke, -ke” tê çêkirin. Hembera wê di kurmancî (zazakî, farisî û tirkî) de nîne lê di hin zimanên din de peyda dibe: erebî “el-“, inglîzî “the”, fransî “le, la”, almanî “der, das, die”, swêdî “-en, -et”. Ev form hingê tê bikaranîn dema ku behsa wî kesî yan wî tiştî hatiye kirin yan bi giştî tê zanîn ka mebest kî yan çi ye. Ew dikar bi kurmancî wek “ew, filan” were wergerandin:

soranî: Piyaweke baş e. Rojnameyeke be kurdî ye.
kurmancî: (Ew/filan) mêr(ik) baş e. (Ew/filan) rojname bi kurdî ye.

Ew form jî bi qertafa “-y” bi peyva li pey xwe ve tê girêdan:

soranî: piyawekey baş, rojnamekey be kurdî

kurmancî: (ew/filan) mêr(ik)ê baş, (ew/filan) rojnameya baş

Carinan jî ev form dikare bi “ya/yê” were kurmancîkirin:

soranî: Dû kes bûn, erebêk û kurdêk. Min kurdeke denasim.

kurmancî: Du kes bûn, erebek û kurdek. Ez yê/ya kurd dinasim.

Pirrjimariya vê forma diyar “-ekan, -kan” e:

soranî: jin-ekan, bira-kan

kurmancî: (ew/filan) jin, bira (pirrjimar)

Ew jî bi qertafa ”-î” bi peyvên li pey xwe ve tên girêdan:

soranî: jin-ekan-î baş, bira-kan-î biçûk

kurmancî: (ew/filan) jinên baş, birayên biçûk

Pirhejmariya giştî

Forma giştî ya pirrjimar bi ”-an, -yan”:

soranî: Ew kitêb-an dexwênê. Min rojname-yan dexwênim. (kitêbên/rojnameyên ku tên xwendin nehatine diyarkirin)

kurmancî: Ew kitêban dixwîne. Ez rojnameyan dixwînim.

bi qertafa ”-î” bi peyvên li pey xwe ve tên girêdan:

soranî: kitêb-an-î xoş, rojnam-eyan-î kurdî

kurmancî: kitêb-ên xweş, rojname-yên kurdî

  1. Rengdêr

Di soranî de, wek di kurmancî û bi zimanên din jî bi giştî, rengdêr di sê rewşên berhevdanê de ne: pileya sade, pileya berhevdanê, pileya raserî.

 

Pileya sade

Di soranî de, wek di kurmancî de jî, di pileya sade de rengdêr bi ti awayî natewe:

  • jinêkî baş (jineke baş) / mêrdêkî baş (mêrekî baş)
  • jinî baş (jina baş), mêrdî baş (mêrê baş)
  • jinekey baş ([filan] jina baş), mêrdekey ([filan] mêrê baş)
  • jinekanî baş (jinên baş), mêrdekanî baş (mêrên baş)

 

Pileya berhevdanê

Bi pileya berhevdanê mirov taybetmendiyên du yan zêdetir kesan yan tiştan dide ber hev. Ew bi zêdekirina qertafa ”-tir” li rengdêrê tê çêkirin:

  • kitêbî baş-tir (kitêba baştir)
  • kurrî biçûk-tir (kurrê biçûktir)

Di kurmancî de berhevdan bi alîkariya daçeka ”ji”, di soranî de bi daçeka ”le” tê kirin:

  • Em kitêbe le ew kitêbe baştir e? (Ev kitêb ji wê kitêbê baştir e?)
  • To le min gewretir ît. (Tu ji min mezintir î.)

 

Pileya raserî

Bi pileya raserî tê diyarkirin ku taybetmendiyeke kesekî yan tiştekî di ser wê taybetmendiya hemû kesên yan tiştên din re ye. Di soranî de ew qertafa ”-tirîn” ya li pey rengdêrê tê avakirin. Di kurmancî de jî ew qertaf heye lê herwiha mimkin e ku bi vê formûlayê were çêkirin: ”herî/here” + rengdêr di pileya sade de” yan jî bi formûlaya ”ji hemûyan + rengdêr di pileya berhevdanê de”.

  • ”baştirîn kitêb” (baştirîn kitêb, kitêba herî baş, kitêba ji hemûyan baştirîn, kitêba baştirîn)
  1. Daçek

Di soranî de sê daçekên serekî hene: be, le û bo. Berevajî kurmancî, di soranî de navdêr li gel daçekan natewin. Lê hem cînavên bi maneya cînavên kurmancî yên netewandî û hem jî cînavên pêvekirî yên bi maneya cînavên kurmancî yên tewandî dikarin li gel daçekan werin bikaranîn:

  • le Kurdistan_ (li Kurdistan-ê)
  • bo min yan jî bo-m (bo min, ji bo min, ji min re)

”Be” wek ”bi” ya kurmancî ye: ”be kurdî” (bi kurdî), “be dest” (bi destî/destan).

”Le” wek daçekeke bi tenê maneya ”li” ya kurmancî dide: “le Kurdistan” (li Kurdistanê), “le mał” (li male). Ew herwiha li ser peyvên wek ”le ser, le jêr, le jor, le nizîkî …, le dûrî …, le … dewrî … (li dora…)” tê bikaranîn.

Di soranî de daçeka ”ji” ya kurmancî nîne. Lê di soranî de ew bi alîkariya daçeka ”le” û paşdaçeka ”–(e)ewe” tê çêkirin: ”Le mał-ewe hatim.” (Ji malê hatim, ji malê ve hatim).

Hemberî daçeka kurmancî ”di … de” di soranî de ”le … da” ye: ”le kitêb-êk da” (di kitêb-ek-ê de).

”Bo” hem maneya ”bo” (ji bo, ji bona, ji boy) ya kurmancî dide û hem jî wateya ”jê re, ji … re”: ”Bo azadiy Kurdistan” (bo azadiya Kurdistanê). ”Diyariyêk bo Jiyan bikirre!” (Diyariyekê ji Jiyanê re bikirre.)

Di soranî de dema ku daçek bi cînavan re tên bikaranîn, daçek formên xwe yên wek daçekên serbixwe yên kurmancî digirin:

  • pê (pê, bi wê/wî):
  • lê (lê, li wê/wî)
  • lê … -(e)we (jê, jê ve, ji wê/wî, ji wê/wî … ve)
  • bo (bo, ji bo; jê re, ji wê/wî re)

Nimûne:

  • Hesp-êk-man heye. Ême lê-y siwar debîn. (Me hespek heye. Em lê [=li wî] siwar dibin.)
  • Pê-t çon e? (Bi te çawa ye?)
  • Lê-m bibure. (Li min bibore.)
  • Bo-man xoş e. (Bo me xweş e. Ji me re xweş e.)
  1. Cînav

Cînavên kesî

Di kurmancî de du cûn cînavên serbixwe hene:

netewandî/xwerû: ez, tu, ew, em hûn, ew

tewandî: min, te, wê/wî, me, we, wan

Cînavên kesî yên serbixwe

Di soranî de tenê komeke cînavên serbixwe heye. Bi ser ve ew pirr dişibin cînavên kurmancî yên tewandî lê ji aliyê mane û bikaranînê ve ew hemberî cînavên netewandî yên kurmancî ye:

min (ez), to (tu), ew (ew), ême (em), êwe (hûn), ewan (ew)

Nimûne:

  • Min kurd im. (Ez kurd im.)
  • To denûsît. (Tu dinivîsî.)
  • Ew naka. (Ew nake.)
  • Ême dên. (Em tên. Yan: em ê bên.)
  • Êwe çî dellên. (Hûn çi dibêjin.)
  • Ewan kurd nîn. (Ew ne kurd in.)

Cînavên kesî yên pêvekirî

Bi erk û maneya cînavên tewandî yên kurmancî, di soranî de cînavên pêvekirî/zeliqandî (cênawî likaw) tên bikaranîn:

-(i)m (min), -(i)t (te), -î/-y (wê yan wî), -man (me), -tan (we), -yan (wan)

Nimûne:

  • wut-im (min got), rojname-ke-m (rojnameya min)
  • wut-it (te got), rojname-ke-t (rojnameya te)
  • wut-î (wê/wî got), rojname-ke-y (rojnameya wê/wî)
  • wut-man (me got), rojname-ke-man (rojnameya me)
  • wut-tan (we got), rojname-ke-tan (rojnameya we)
  • wut-yan (wan got), rojname-ke-yan (rojnameya wan)
  • min de-t-bînim (ez te dibînim), na-t-bînim (te nabînim)
  • de-m-bînî (tu min dibînî), na-m-bînî (tu min nabînî)
  • de-y-bînim (wî dibînim), na-y-bînim (wî nabînim)
  • ew de-man-bînê (ew me dibîne), ew na-man-bînê (ew me nabîne)
  • de-tan-bînim (we dibînim), na-tan-bînim (we nabînim)
  • de-yan-bînî (tu wan dibînî), na-yan-bînî (tu wan nabînî)
  • min-î birdim (wî ez birim), min-î nebirdim (wî ez nebirim)
  • min-yan hênam (wan ez anîm), min-yan nehêman (wan ez neanîm)

Wek ji nimûneyên me diyar dibe, ev cînavên pêvekirî dikarin hem bi navdêran, hem bi lêkeran û hem jî bi cînavên serbixwe ve bizeliqin.

Cînavên nîşandanê

Çînavên nîşandanê di kurmancî de yên netewandî “ev” (nêzîk) û “ew” (dûr) in ku hem yekjimar û hem jî pirrjimar in. Cînavên nîşandanê yên tewandî jî di kurmancî de “vê” (yekjimar, nêzîk, mê), “vî” (yekjimar, nêzîk, nêr), “van” (pirrjimar, nêzîk) û herwiha “wê” (yekjimar, dûr, mê), “wî” (yekjimar, nêzîk, nêr) û “wan” (pirrjimar, dûr) in.

Di soranî de cînavên nîşankirinê ev in:

  • em (nêzîk – hemberî ”ev” ya kurmancî)
  • ew (dûr – hember).

Di soranî de cînavên nîşandanê wisa tesîrê li navdêra pê re jî dikin ku di yekjimariyê de “-e” û di pirrjimariyê de jî ”-ane” li navdêrê zêde dibe:

  • “Em kitêb-e baş e.” ku bi kurmanciya nivîskî dibe “Ev kitêb baş e.” (Lê li gor devokên kurmancî dikare herwiha “-e/-a” yan “-a han/ha/he/-hanê/-henê” jî li peyva “kitêb” were zêdekirin: “Ev kitêbe baş e.”, “Ev kitêba baş e.” “Ev kitêba han baş e.” “Ev kitêba ha baş e.” “Ev kitêba he baş e.” “Ev kitêba hanê baş e.” “Ev kitêba henê baş e.”)

Bi heman awayî “ew” jî herfa “-e” li navdêrê zêde dike:

  • “Ew kitêb-e baş e.” ku bi kurmanciya nivîskî dibe: “Ew kitêb baş e.” (Lê li gor devokên kurmancî dikare herwiha “-e/-a” yan “-a han/ha/he/-hanê/-henê” jî li peyva “kitêb” were zêdekirin: “Ew kitêbe baş e.”, “Ew kitêba baş e.” “Ew kitêba han baş e.” “Ew kitêba ha baş e.” “Ew kitêba he baş e.” “Ew kitêba hanê baş e.” “Ew kitêba henê baş e.”)

Nimûneyên pirrjimar: ”Em kitêb-ane baş in.” ku bi kurmanciya nivîskî dibe: “Ev kitêb baş in.” (Lê li gor devokên kurmancî dikare herwiha “-e/-a” yan “-ên han/ha/he/-hanê/-henê” jî li peyva “kitêb” were zêdekirin: “Ev kitêbe baş in.”, “Ev kitêba baş in.” “Ev kitêbên han baş in.” “Ev kitêbên ha baş in.” “Ev kitêbên he baş in.” “Ev kitêbên hanê baş in.” “Ev kitêbên henê baş in.”)

Wek navdêran jî, di soranî de cînavên nîşandanê di rewşa bireserî de jî natewin:

  • Em kitêb-e bixwêne.” (Vê kitêbê bixwîne.)
  • Ew kes-e denasît? (Tu vî kesî / vê kesê dinasî?)
  • Em kitêb-ane naxwênim. (Van kitêban naxwînim.)
  • Ew kes-ane nanasît? (Wan kesan nanasî?)

Eger cînavên bêyî navdêran anku werin bikaranîn, hingê ”-e” yan ”-ane” bi cînavî bi xwe ve tê girêdan:

  • Em-e baş e. (Ev baş e. Ev-e baş e. Eva han baş e…)
  • Ew-e baştir e. (Ew baştir e. Ewa han baştir e…)
  • Em-ane baş in. (Ev baş in. Evên han baş in…)
  • Ew-ane baştir in. (Ew baştir in… Ewên han baştir in…)

Cînavên pirsînê

Di soranî de cînavên pirsînê yên bingehîn ev in:

  • çî / çi (kurmancî: çi)
  • kê (kî / kê)
  • çon (çawa)
  • çend (çend, çiqas)
  • key (kengî)
  • kwa (ka, li kû ye)

Nimûne:

  • Çî baş e? (Çi baş e?)
  • Çî-t kird? (Te çi kir?
  • Ew kê ye? (Ew kî ye?)
  • To kê denasît? (Tu kê dinasî?)
  • Eme pê-t çon e? (Ev bi te çawa ye?)
  • Çon hatît? (Tu çawa hatî?

Cînavê ”xo” (xwe)

Cînavê ”xwe” di kurmancî de natewe. Di soranî de ew li gel cînavên pêvekirî tê bikaranîn:

  • (min be) xo-m (ez bi xwe; min bi xwe)
  • (to be) xo-t (tu bi xwe; te bi xwe)
  • (ew be) xo-y (ew bi xwe; wê/wî bi xwe)
  • (ême be) xo-man (em bi xwe; me bi xwe)
  • (êwe be) xo-tan (hûn bi xwe; we bi xwe)
  • (ewan be) xo-yan (ew bi xwe [pirrjimar]; wan bi xwe)

Nimûne:

  • Be xo-m hatim. (Ez bi xwe hatim.)
  • Xo-t binase! (Xwe binase!)
  • (Be) xo-y wut. (Wê/wî bi xwe got.)
  • Ba xo-man baştir binasîn. (Bila em xwe baştir binasin.)
  • Xo-tan zehmet meden. (Hûn xwe zehmet nedin. Hûn zehmetiyê nekêşin.)
  • (Be) xo-yan baştir amade kirdûwe. (Wan xwe baştir amade/hazir kiriye.)
  1. Lêker

 

DEMA NIHA Û BÊ

Di soranî de dema niha û dema bên eynî ne, bi gotineke din: dema niha rola dema bê jî digire:

Soranî: Min dêm.

Kurmancî: Ez têm/dihêm yan jî: ez ê bêm/werim

Dema niha bi gelemperî bi bi vê formûlayê tê çêkirin:

de-/e- + rehê lêkerê yê dema niha + qertafa kesî

Di devoka Silêmaniyê de pêşqertafa demi “e-“ (min e-zan-im) ye lê di gelek devokên din de “de-“ ye (min de-zan-im).

QERTAFÊN KESÎ

Qertafên kesî bi gelemperî ev in:

  • min –(i)m (kurmancî: ez –(i)m)
  • to –ît/-yt (kurmancî: -î/-/-yî)
  • ew –ê/-/-êt-/-t/-a/-at* (kurmanciya standard: -e/-)
  • ême –în/-yn (kurmancî: -(i)n)
  • êwe –(i)n (kurmancî: -(i)n)
  • ewan –(i)n (kurmancî: -(i)n)

Nimûne

  • min de-bîn-im (ez di-bîn-im), min de-łê-m (ez di-bêj-im)
  • to de-bîn-î (tu di-bîn-î), to de-łê-yt (tu di-bêj-î)
  • ew de-bîn-ê/de-bîn-êt (ew di-bîn-e), ew de-łê/de-łê-t
  • ême de-bîn-în (em di-bîn-in), ême de-łê-yn (em di-bêj-in)
  • êwe de-bîn-in (hûn di-bîn-in), êwe de-łê-n (hûn di-bêj-in)
  • ewan de-bîn-in (ew di-bîn-in), ewan de-łê-n (ew di-bêj-in)

* Bi giştî qertafa kesî ya cînavê ”ew” ”-ê” yan jî – eger rehê lêkerê bi herfeke bideng bi dawî were – vala ye: ”ew de-zan-ê” (ew di-zan-e) û ”ew de-łê-” (ew di-bêj-e). Yan jî di hin devokan de ”-êt” yan ”-t”: ”ew de-zan-êt” û ”ew de-łê-t”. Lê eger rehê lêkerê bi ”-e” yan bi ”-o” bi dawî were, li gel cînavê ”ew” qertafa ”-a/-at” li kar e. Eger dawiya rehê peyvê ”-e” be, ew dikeve. Eger ”o” be, dibe ”-w-”:

– kirdin (kirin) > -ke- > ”min de-ke-m”, ”to de-key-t” lê ”ew de-k-a / de-ka-t”

– dan (dan) > -de- > ”min de-de-m”, ”to de-de-yt” lê ”ew de-d-a / de-da-t”

– xwardin (xwarin) > -xo- > ”min de-xo-m”, ”to de-xo-yt” lê ”ew de-xw-a / de-xwa-t”

REHÊ DEMA NIHA

Rehê dema niha bi giştî wek kurmancî ye heta eger forma lêkerê ya rader ne bi temamî wek kurmancî be jî:

kurmancî: girtin > -gir- > ez di-gir-im
soranî: girtin > -gir- > min de-gir-im yan e-gir-im

kurmancî: mirin > -mir- > ew di-mir-e

soranî: mirdin > -mir- > tu de-mir-ê(t)

kurmancî: gerrîn > -gerr- > em di-gerr-in

soranî: gerran > -gerr- > ême de-gerr-în

kurmancî: bijartin > -bijêr- > hûn de-bijêr-in

soranî: bijardin > -bijêr- > êwe de-bijêr-in

Ji lêkerên pirr tên bikaranîn hêjayî gotinê ye ku rehê van di soranî de ji kurmancî cuda ye:

  • wutin/gutin (bi kurmancî ”gotin”) > -łê-* (bi kurmancî ”-bêj-”) > min de-łê-m (ez di-bêj-im)
  • kirdin (bi kurmancî ”kirin”) > -ke- (bi kurmanciya standard –k-) > min de-ke-m (ez dikim)
  • birdin (birin) > -be- (kurmanciya standard ”-b-”) > min de-be-m ( ez di-b-im)
  • dan (dan) > -de- (kurmanciya standard “-d-“), > min de-de-m (ez di-di-m)

* Bi devoka Hewlêrê –rê- ye: “min de-rê-m”. Bi hin devokan jî yan wek kurmancî ”-bêj-” e yan jî ”-wêj-” e: ”min de-bêj-im” yan ”min de-wêj-im”. Lê bi soraniya nivîskî -łê- ye.

FORMA RADER

Forma rader ya pirraniya lêkerên soranî yên gerneguhêz (intransitîv) bi ”-an” bi dawî tên (di kurmancî de bi “-în”): “gerran” (gerrîn). Rehê wan yê dema niha wek yê kurmancî ye anku herdu herfên dawiyê jê dikevin: -gerr-:

  • min de-gerr-im (ez di-gerr-im)

Forma rader ya ya pirraniya lêkerên soranî yên gerguhêz (transitîv) wek di kurmancî de jî bi ”-andin” bi dawî tên: “gerrandin”. Ji rehê dema niha “-andin” dikeve û –ên” lê tê zêdekirin: gerrandin > -gerr- > -gerrên-. Di kurmancî jî “-andin” dikeve lê “-în” lê tê zêdekirin: gerrandin > -gerr- > -gerrîn-:

  • min de-gerrên-im (ez di-gerrîn-im)

Neyînîkirin herdem bi pêşqertafa ”na-” ye (heta eger bi kurmancî carinan ”ni-” yan ”ne-” be jî):

  • na-bîn-ê (na-bîn-e)
  • na-zan-im (ni-zan-im)
  • na-wêr-ît (tu na-wêr-î/ne-wêr-î)

Lêkera BÛN

Lêkera bo di dema niha û rewşa statîk/neguhorr de wiha ye:

  • min … im/ …’m (kurmancî: ez … im/me)
  • to … ît/ …’yt (tu … î/ye)
  • ew … e/ye (ew … e/ye)
  • ême … în/ …’yn (em … in/ne)
  • êwe … in/ …’n (hûn … in/ne)
  • ewan … in/ …’n (ew … in/ne)

Dema ku kurdî bi kurdî-latînî tê nivîsîn, lêkera ”bûn” di dema niha û rewşa statîk de ji peyva li pêş xwe cuda tê nivîsîn, wek ”ez kurd im, tu mezin î, ew biçûk e…” Lê bi alfabeya kurdî-erebî ew bi peyvê ve tê girêdan, wek ”ez kurdim, tu mezinî, ew biçûke…” lê di demên borî de yan jî di rewşa dînamîk de wek bi alfabeya kurdî-latînî ”bûn” ji peyva pêştir cuda nivîsîn (dema borî ya sade: ”ew kurd bû”, rewşa dînamîk: ”ew mezin dibe.”)

Di kurmancî de tercihkirina cudanivîsînê hêsan e ji ber ku ”bûn” di hemû rewşan de dikare wek peyveke serbixwe were hesibandin ji ber ku bi kêmî herfeke bideng tê de heye: ”Tu kurd î? Tu kî yî?” Lê di soranî de, eger mirov herdem lêkera ”bûn” ji peyva pêştir veqetîne, hin formên bêyî ti herfên bideng ê bi tenê bimînin: ”Ewan kê n?” (Ew kî ne?) ”To kê yt?” (Tu kî yî?) Di van rewşan de baştir e ku ew bi peyva pêştir ve bên girêdan lê apostrof di navbera wan de were danîn:

  • Min kurd im. (Ez kurd im.) Min le êre’m. (Ez li vir im.)
  • To baş ît? (Tu baş î?) To kê’yt? (Tu kî yî?)
  • Ew çak e. (Ew çê ye.) Ew gewre ye. (Ew mezin e.)
  • Ême kurd în. (Em kurd in). Ême le êre’yn. (Em li vir in.)
  • Êwe kurd in. (Hûn kurd in.) Êwe le êre’n. (Hûn li vir in.)
  • Ewan kurd in. (Ew kurd in.) Ewan le êre’n. (Ew li vir in.)

Forma neyînî wiha ye:

  • min … nîm
  • to … nît
  • ew … niye
  • ême … nîn
  • êwe … nîn
  • ewan … nîn.

Nimûne:

  • Min gewre nîm. (Ez ne mezin im.)
  • To kurd nît? (Tu ne kurd î?)
  • Ew le êre niye. (Ew ne li vir e.)
  • Ême ereb nîn. (Em ne ereb in.)
  • Êwe le mał nîn. (Hûn li malê ne.)
  • Ewan le ewê nîn. (Ew ne li wir in.)

Lêkera HEBÛN

Hem di kurmancî û hem jî di soranî de lêkera ”hebûn” hem du maneyên cuda dide û hem jî bi du awayên cuda ditewe. Nimûne

  1. Ez heme. (ez dijîm.)
  2. ”Min sêvek heye.” yan ”Sêveke min heye.” (Ez xwediyê sêvekê me.)

Dema ku ”hebûn” maneya ”jîn” yan ”peyda bûn” tê bikaranîn, cînavên li gel wê serbixwe ne:

  • Min hem (ez heme)
  • To heyt (tu heyî)
  • Ew heye (ew heye)
  • ême hen (em hene)
  • êwe hen (hûn hene)
  • ewan hen (ew hene)

Lê dema ku bi maneya ”xwedî bûn” tê xebitandin, hingê bi alîkariya cînavên pêvekirî ye û cînav li gor tiştê heyî ditewe:

  • (Min) defter-êk-im heye. (Defter-eke min heye. Min defterek heye.)
  • (Min) dû defter-im hen. (Du defterên min hene. Min du defter hene.)
  • (To) kitêb-êk-it heye? (Kitêb-eke te heye? Te kitêb-ek heye?)
  • (To) çend kitêb-it hen? (Çend kitêbên te hene? Te çend kitêb hene?)
  • (Ême) to-man heyt. (Tu yê me heyî. Me tu heyî.)
  • (Êwe) kitêb-tan heye? (Kitêba we heye? We kitêb heye?)
  • (Êwe) kitêb-tan hen? (Kitêbên we hene? We kitêb hene?)
  • (Ewan) sitêk_-yan heye? (Tiştekî wan heye? Wan tiştek heye?)

Eger hevok bê navdêr be, hingê cînavên zeliqandî bi lêkerê ve tên girêdan, li gor vê formûlayê:

he- + cînavê pêve + qertafa kesî li gor tiştê heyî

  • he-m-e (min heye) / he-m-in* (min hene)
  • he-t-e (te heye) / he-t-in (te hene)
  • he-ye-tî (wê/wî heye) / henetî (wê/wî hene)
  • he-man-e (me heye) he-man-in (me hene)
  • he-tan-e (we heye) / he-tan-in (we hene)
  • he-yan-e (wan heye) / he-tan-in (we hene)

* Formên pirrjimar pirr kêm tên bikaranîn. Li cihê wan jî formên yekjimar tên tercihkirin: “hemin > heme”.

Neyînîkirina “hebûn”a bi maneya “xwedî bûn” jî bi eynî formûlayê ye lê tenê li cihê “he-“ peyva “nî-“ heye:

  • nî-m-e (min nîne) / nî-m-in* (min nînin)
  • nî-t-e (te nîne) / nî-t-in (te nînin
  • nî-ye-tî > ni-ye-tî (wê/wî nîne / nî-ne-tî (wê/wî nînin)
  • nî-man-e (me nîne) / nî-man-in (me nînin)
  • nî-tan-e (we nîne) / nî-tan-in (we nînin)
  • nî-yan-e > ni-yan-e (wan nîne) / nî-yan-in > ni-yan-in (wan nînin)

* Formên pirrjimar hema bêje qet nayên bikaranîn. Li cihê wan jî formên yekjimar tên tercihkirin: “hemin > heme”.

RAWEYA FERMANÎ

Raweya fermanî ya yekjimar di soranî de, wek di kurmancî de jî, bi vê formûlayê tê avakirin:

bi- + rehê dema niha + -(e)

Nimûne:

  • bi-zan-e! (bi-zan-e!)
  • bi-gir-e! (bi-gir-e!)
  • bi-firoş-e! (bi-firoş-e!)
  • bi-ke-! (bi-k-e! – di soranî de rehê lêkerê ”-ke-” ye, di kurmanciya standard de ”-k-”)
  • bi-łê! (bi-bêj-e! bêj-e!)
  • bi-rro! (bi-çe, herr-e!)

Raweya fermanî ya yekjimar, wek di kurmancî de jî, bi vê formûlayê tê avakirin:

bi- + rehê dema niha + -(i)n

Nimûne:

  • bi-zan-in! (bi-zan-in!)
  • bi-gir-in! (bi-gir-in!)
  • bi-firoş-in! (bi-firoş-in!)
  • bi-ke-n! (bi-k-in! – di soranî de rehê lêkerê ”-ke-” ye, di kurmanciya standard de ”-k-”)
  • bi-łê-n! (bi-bêj-in! bêj-in!)
  • bi-rro! (bi-ç-in, herr-in!)

Wek di kurmancî de, di soranî de jî forma fermanî ya lêkera ”hatin” peyvin ”were” (yekjimar) û ”werin” (pirrjimar) in. Lê di soranî de formên neawarte ”b-ê!” (bê, were!) û ”bên!” (werin!, bên!) ji kurmancî zêdetir tê bikaranîn.

Neyînîkirina raweya fermanî bi rakirina ”bi-” û danîna ”me-” li cihê wê tê çêkirin:

me- + rehê dema niha + -(e) /-(i)n

  • me-gir-e! (ne-gir-e! me-gir-e!)
  • me-ke-! (ne-k-e! me-k-e!)
  • me-łê! (ne-bêj-e! me-bêj-e!)
  • me-rro! (ne-ç-e, me-ç-e, ne-rr-e, me-rr-e!)
  • me-gir-in! (ne-gir-in! me-gir-in!)
  • me-ke-n! (ne-k-in! me-k-in!)
  • me-łê-n! (ne-bêj-in! me-bêj-in!)
  • me-rro-n! (ne-ç-in, me-ç-in, ne-rr-in, me-rr-in!)

DEMA BORÎ YA SADE

Di soranî de, wek di kurmancî de jî, rehê demên borî bi avêtina ”-(i)n”ê ji dawiya forma rader ya lêkerê tê peydakirin:

  • kirdin (kirin) > kird-in (kir-in) > -kird- (-kir-)
  • zanîn (zanîn) > zanî-n (zanî-n) > -zanî- (-zanî-)
  • çûn (çûn) > çû-n (çû-n) > -çû- (-çû-)

Wek di kurmancî de, di soranî de jî li gel lêkerên gerneguhêz (intransitîv) qertafên kesî li gor kirdeyê tên bikaranîn:

  • min çû-m (ez çû-m)
  • to çû-yt (tu çû-yî)
  • ew çû- (ew çû-)
  • ême çû-yn (em çû-n)
  • êwe çû-n (hûn çûn)
  • ewan çû-n) (ew çû-n)

Li gel lêkerên gerguhêz (transitîv) di kurmancî de cînavên tewandî yên bikaranîn: ”min kir, te, kir, wê, kir, me kir, we kir, wan kir”. Qertafa kesî ne li gor kirdeyê (subject) lê li gor bireserê (object) ye: ”dît-im” ne maneya “min dît” lê wateya ”hatim dîtin, kesekî ez dîtim” dide.

Li cihê cînavên tewandî yên kurmancî, di soranî de cînavên pêvekirî/zeliqandî (cênawî likaw) tên bikaranîn:

  • zanî-m (min zanî)
  • kird-it (te kir)
  • wut-î (wî got)
  • bird-man (me bir)
  • xward-tan (we xwar)
  • hêna-yan (wan anî)

Carinan cînavên soranî yên serbixwe jî lê tên zêdekirin (wek ”min zanî-m”, ”to kird-it”) lê ew ne hewce ne yan heta zêde ne jî.

Eger di hevokê de bireser jî hebe, cînavê zeliqandî bi bireserê ve tê girêdan:

  • Kesêk-im bird. (Min kes-ek bir.)
  • Nan-it xward? (Te nan xwar?)
  • Aw-î hêna. (Wî av anî.)
  • Kitêbeke-man xwênd. (Me [filan] kitêb xwend.)
  • Min-it dît/bîna. (Te ez dîtim.)
  • To-m wîst. (Min tu viyayî. Min ji te hez kir.)

Neyînîkirin, wek di kurmancî de jî, bi ”ne-” ye. Lê cînavê pêvekirî tê navbera wê û rehê lêkerê:

  • ne-m-zanî (min nezanî/nizanî)
  • ne-t-kird (te nekir)
  • ne-y-wut (wî negot)

Lê eger di hevokê de bireser jî hebe, cînav bi wê ve tê girêdan:

  • Kesêk-im ne-dît/ne-bîna (Min kesek nedît)
  • Nan-it ne-xward (Te nan ne-xwar)
  • Min-î ne-dît/ne-bîna. (Wê/wî ez nedîtim.)
  • To-man ne-wîst. (Me tu neviyayî. Me ji te hez nekir.)

DEMA BORÎ YA BERDEWAM

Dema borî ya berdewam bi pêşqertafa ”de-” ye (bi kurmancî ”di-). Lê cînavê pêvekirî tê navbera wê û rehê lêkerê:

  • de-m-kird (min di-kir)
  • de-t-bird (te dibir)
  • de-y-wut (wî di-got)
  • de-man-kird (me di-kir)
  • de-tan-hêna (we di-anî)
  • de-yan-dît / de-yan-bîna (wan di-dît)

Lê eger di hevokê de bireser jî hebe, cînav bi wê ve tê girêdan:

  • Kesêk-im de-dît/de-bîna (Min kesek didît)
  • Nan-it de-xward (Te nan di-xwar)
  • Min-î de-dît/ne-bîna. (Wê/wî ez didîtim.)
  • To-man de-wîst. (Me tu diviyayî. Me ji te hez dikir.)

Neyînîkirin, wek di kurmancî de, bi ”ne-” ye. Lê cînavê pêvekirî tê navbera wê û rehê lêkerê:

  • ne-m-de-kird (min ne-di-kir)
  • ne-t-de-bird (te ne-di-bir)
  • ne-y-de-wut (wî ne-di-got)
  • ne-man-de-kird (me ne-di-kir)
  • ne-tan-de-hêna (we ne-di-anî)
  • ne-yan-de-dît / de-yan-bîna (wan ne-di-dît)

Lê eger di hevokê de bireser jî hebe, cînav bi wê ve tê girêdan:

  • Kesêk-im de-dît/de-bîna (Min kesek nedidît)
  • Nan-it ne-de-xward (Te nan ne-di-xwar)
  • Min-î de-ne-dît/ne-bîna. (Wê/wî ez ne-didîtim.)
  • To-man ne-de-wîst. (Me tu ne-diviyayî. Me ji te hez ne-di-kir.)

DEMA BORÎ YA DÛDAR

Dema borî ya dûdar ya lêkerên gerneguhêz bi vê formûlayê tê avakirin:

rehê dema borî + -û- + qertafa kesî

Nimûne:

  • min hat-û-m (ez hatime)
  • to hat-û-yt (tu hatî, hatiyî)
  • ew hat-û-e > hatûwe yan hatuwe* (ew hatiye)
  • ême hat-û-yn (em hatine)
  • êwe hat-û-n (hûn hatine)
  • ewan hat-û-n (ew hatine)

* Di alfabeya kurdî erebî de bi du “ww/uu” tê nivîsîn anku “hatwwe” yan “hatuue”. Lê “hatûwe” ê bi alfabeya erebî bûbûya “hatwwwe” yan “hatuuue”. Lê daku “û” veneguhere “u”, em maqûltir dibînin ku wek “hat-û-w-e” biparêzin.

Eger rehê lêkerê di dema borî de jixwe bi ”-û” bi dawî were, hingê êdî “û”yeke din lê nayê zêdekirin. Lê bo cudakirina wê ji dema borî ya sade “-e” dikare li cihên pêdivî were zêdekirin:

  • çû > min çû-m-e (ez çû-me), to çû-yt (tu çû-yî), ew çû-w-e, ême çû-y-n-e, êwe çû-n-e, ewan çû-n-e.

Neyînîkirina wan bi pêşqertafa ”ne-” ye: ne-hat-û-m (nehatime), ne-hat-û-yt (tu nehatî, nehatiyî), ne-hat-û-we (ew nehatiye), ne-hat-û-yn (em nehatine), ne-hat-û-n (hûn/ew nehatine).

Dema borî ya dûdar ya lêkerên gerguhêz bi vê formûlayê tê avakirin:

rehê dema borî + (-û-) + cînavê pêvekirî + -e

Nimûne:

  • kirdin > kird > kird-û-m-e (min kiriye)
  • xwardin > xward > xward-û-t-e (te xwariye)
  • hêştin > hêşt > hêşt-û-e > hêştûwe yan hêştuwe (wî hiştiye)

Eger rehê lêkerê bi ”-î” bi dawî bibe, ”-û-” lê nayê zêdekirin

  • zanî-man-e (me zaniye)
  • kirrî-tan-e (we kirriye)

Eger rehê dema niha bi “-a” bi dawî bibe, ”-û-” dibe ”w”:

  • hênan (anîn) > hêna > hêna-û-yan-e > hêna-w-yan-e (wan aniye)

Lê eger di hevokê de bireser jî hebe, cînav bi wê ve tê girêdan:

  • Kesêk-im dît-û-e > Kesêk-im dît-û-w-e /bîna-û-e > bîna-w-e (Min kesek dît-i-y-e)
  • Nan-it xward-û-e > Nan-it xward-û-w-e (Te nan xwar-i-y-e)
  • Min-î dît-û-e > Min-î dît-û-w-e /ne-bîna-û-e > bîna-w-e. (Wê/wî ez dît-i-me.)
  • To-man wîst-û-e > to-man wîst-û-w-e. (Me tu be-viya-y-î. Me ji te hez kir-i-y-e.)

Neyînîkirina dema borî ya dûdar, wek bi kurmancî jî, bi pêşqertafa ”ne-” ye. Lê cînavê pêvekirî tê navbera wê û rehê lêkerê:

  • ne-m-kird-û-e > ne-m-kird-û-w*-e (min ne-kir-i-y-e)
  • ne-t-bird-û- > ne-t-bird-û-w-e (te ne-bir-i-y-e)
  • ne-y-wut-û-e > ne-y-wut-û-w-e (wî ne-got-i-y-e)
  • ne-man-dît-û-e > ne-man-dît-û-w-e (me ne-dît-i-y-e)
  • ne-tan-hêna-e >ne-tan-hêna-w+e (we ne-anî-y-e > ne-ani-y-e)
  • ne-yan-xward-û-e > ne-yan-xward-û-w-e (wan ne-xwar-i-y-e)

* Li vê derê ”w” herfa kelijandinê ye daku herfên bideng (”û” û ”e”) nekevin pey hev.

Eger di hevoka neyînî de bireser jî hebe, hingê cînav bi wê ve dizeliqe:

  • Kesêk-im nedît-û-e > Kesêk-im ne-dît-û-w-e /ne-bîna-û-e > ne-bîna-w-e (Min kesek ne-dît-i-y-e)
  • Nan-it ne-xward-û-e > Nan-it ne-xward-û-w-e (Te nan ne-xwar-i-y-e)
  • Min-î ne-dît-û-e > Min-î ne-dît-û-w-e /ne-bîna-û-e > bîna-w-e. (Wê/wî ez ne-dît-i-me.)
  • To-man ne-wîst-û-e > to-man wîst-û-w-e. (Me tu ne-viya-y-î. Me ji te hez ne-kir-i-y-e.)

DEMA BORÎ YA DÛR

Dema borî ya dûr ya lêkerên gerneguhêz bi vê formûlayê tê avakirin:

rehê dema borî + -bû- + qertafa kesî

Bi kurmancî bi vê formûlayê ye: rehê dema niha + (-i-) + bû- + qertafa kesî

  • min hat-bû-m (ez hat-i-bû-m)
  • to hat-bû-yt (tu hat-i-bû-yî)
  • ew çû-bû- (ew çû-bû)
  • ême çû-bû-yn (em çû-bû-n)
  • êwe gerra-bû-n (hûn gerrî-bû-n yan gerri-y-a-bû-n)
  • ewan ma-bû-n (ew ma-bû-n)

Neyînîkirina wan bi pêşqertafa ”ne-” ye: ne-çû-bû-m (ne-çû-bû-m), ne-çû-bû-yt (tu ne-çû-bû-y-î), ne-hat-bû- (ew nehat-i-bû-), ême ne-hat-bû-yn (em ne-hat-i-bû-n), êwe ne-a-bû-n (hûn ne-ma-bû-n), ewan ne-gerra-bû-n (ew ne-gerrî-bû-n yan ne-gerri-y-a-bû-n).

Dema borî ya dûr ya lêkerên gerguhêz bi vê formûlayê tê avakirin:

rehê dema borî + bû- + cînavê pêvekirî

Nimûne:

  • kirdin > kird > kird-bû-m (min kir-i-bû)
  • xwardin > xward > xward-bû-t (te xwar-i-bû)
  • hêştin > hêşt > hêşt-bû (wî hişt-i-bû)

Eger rehê lêkerê bi ”-î” bi dawî bibe, ”-û-” lê nayê zêdekirin

  • zanî-bû-man (me zanî-bû)
  • kirrî-bû-tan (we kirrî-bû)
  • hêna-bû-yan (wan anî-bû)

Lê eger di hevokê de bireser jî hebe, cînav bi wê ve tê girêdan:

  • Kesêk-im dît-bû /bîna-bû > (Min kesek dît-i-bû)
  • Nan-it xward-bû (Te nan xwar-i-bû)
  • Min-î dît-bû > (Wê/wî ez dît-i-bû-m.)
  • To-man wîst-bû (Me tu viya-bû-y-î. Me ji te hez kir-i-bû.)

Neyînîkirina dema borî ya dûr, wek bi kurmancî jî, bi pêşqertafa ”ne-” ye. Lê cînavê pêvekirî tê navbera wê û rehê lêkerê:

  • ne-m-kird-bû (min ne-kir-i-bû)
  • ne-t-bird-bû (te ne-bir-i-bû)
  • ne-y-wut-bû (wî ne-got-i-bû)
  • ne-man-dît-bû (me ne-dît-i-bû)
  • ne-tan-hêna-bû (we ne-anî-bû)
  • ne-yan-xward-bû (wan ne-xwar-i-bû)

Eger di hevoka neyînî de bireser jî hebe, hingê cînav bi wê ve dizeliqe:

  • Kesêk-im nedît-bû (Min kesek ne-dît-i-bû)
  • Nan-it ne-xward-bû (Te nan ne-xwar-i-bû)
  • Min-î ne-dît-bû (Wê/wî ez ne-dît-i-bû-m.)
  • To-man ne-wîst-bû (Me tu ne-viya-bû-y-î. Me ji te hez ne-kir-i-bû.)

3 thoughts on “Rêzimana soranî bi kurmancî

  1. […] Na xebate, xebata Mamosta Husein Muhammedî ya ke bi nameyê “Kurterêzimana soranî bi kurmancî” ra xercê çend leteyan ra bi îzahatanê xo ya açarîyaye dimilî ser û seba dimilî adapte bî. Heme îzahî û nimûneyê soranî xebata Husein Muhammedî ra gêrîyayî labelê nimûneyê dimilî û îzahê seba dimilî hetê mi ra ameyî zêdekerdiş. Seba xebata Mamosta Husein Muhammedî nê lînkî ser o bitiknên: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/09/rezimana-sorani-bi-kurmanci/ […]

    Liked by 2 people

Leave a comment