Dengê “i” – peydabûn û windabûna wî

Husein Muhammed

herfa-i

Di nivîsên kurmancî de”i” herfa herî mişe ye yan jî piştî herfa ”e” ya herî mişe ye. Ev vokalekî bilind û pêşî ye anku di devî de li nêzîkî banê devî û li pêşiya devî (ne lip aşiya wî) tê çêkirin. Ew dengekî ne-gilor (ne-girovir) e anku lêv di dema derxistina wî de pehn in, ne dudikî ne.

Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) bi nîşana [ɪ] Mirov dikare li vê derê guh bide wî dengî:

http://en.wikipedia.org/wiki/File:Near-close_near-front_unrounded_vowel.ogg

Ev deng di alfabeya kurdî-erebî de li nava peyvê nayê nivîsîn. Bo nimûne, peyvên ”kirin, bir, sifir, rind” wek ”krn, br, sfr, rnd” tên nivîsîn. Bi alfabeya kurdî-krîlî ew wek ь dihat nivîsîn.

Veke û bixwîne!

Berhevdan li gel ”ɪ”ya tirkî û ”kesre” ya erebî

Dengê ”i” yê kurdî nêzîkî lê ne wek dengê ”ɪ” (i-ya bênuqte) ya tirkî. Cudahiya wan ew e ku ”i” ya kurdî li pêşiya devî lê ”ɪ” ya tirkî li paşiya devî çê dibe. Dengê wek ”ɪ” ya tirkî bi alfabeya IPAyê wek [ɯ] tê nivîsîn. Mirov dikare li vê derê guhdariya wî bike:

http://en.wikipedia.org/wiki/File:Close_back_unrounded_vowel.ogg

Mirov dikare vê cudayê bi alîkariya peyvên wek ”kir, kirin” yên kurmancî û ”kɪr, kɪrɪn” (bişkîne, bişkînin) yên tirkî vê cudahiyê bibîne. Hinek ji cudahiya wan ji ber dengê K ye: K-ya di van peyvên kurdî de bêpif/nerm e, wek ”kevn, kiras, kund”. K-ya tirkî bipif/req e, wek ”kar, kesp, kaş”. Ji ber vokala di peyvê de, K-ya tirkî nêzîkî Q ya kurdî jî dibe. Heçku mirov bibêje: ”qɪr, qɪrɪn”.

Lê cudahiya din ji ber vokala wan e. Hemû peyva kurdî ”kir” ji peyva tirkî ”kɪr” di devî de li pêşvetir tê çêkirin.

Cihê ”i” ya kurdî ji ”ɪ” ya tirkî zêdetir nêzîkî wî cihî di devî de peyda dibe ku ”i” ya tirkî jî jê tê. Cudahiya ”i” ya kurdî û ”i” ya tirkî ya bingehîn dirêjahiya wan e: ya kurdî ji tirkî kurttir e. Loma mirov dikare ”kir” ya kurdî ji ”kɪr” (bişkîne) zêdetir bişibîne ”kir” (pîsî, qirêj) ya tirkî bi şertê ku cudahiya pifdariya K-ya tirkî û dirêjahiya ”i” ya tirkî ji bîr neke.

Dengê ”i” yê kurdî nêzîkî ”kesre” ya erebî ye lê ne bi temamî wek wê ye jî. Kesre ew vokal an ”hereket” e ku wek xetikekê ye ku li bin konsonanta berî wî dengî tê nivîsîn. Kesre dikeve navbera ”i” û ”î”: ji ”i” dirêjtir e lê ji ”î” kurttir e. Lê dengê ”kesre” yê di peyvên erebî de, gava ku ew peyv dikevin kurmancî, ew di devê xelkê de dibe ”i”. Di nimûneyên li jêr de em ê kesreyê bi xetikeke jêrîn diyar bikin:

erebî              –>                  kurdî

  • k_tab >                  – kitêb
  • m_llet >                  – milet,millet
  • Tah_r >                  – Tahir

Peydabûna herfa ”i” di peyvê de

Dengê ”i” mişetirîn yan yek ji mişetirîn dengên kurmancî ye. Ew bi berfirehî li nava peyvan peyda dibe:

  • agir, bizin, cih, çist, didan, êzing, filan, giran, hirî, jin, kil, livîn, mirov, nazik, pir, ristin, sist, şivan, tifek, vir, wisa, xistin, ziman…

Li dawiya peyvê ew tenê di hejmareke bisinor ya peyvan de heye ku em dikarin li vê derê rêz bikin:

  • bi, çi, di, ji, li, mi, ti

Ji van ”bi, di, ji, li” daçek in. ”Çi, mi, ti” cînav in. ”Mi” tenê di zimanê devkî de heye, di zimanê nivîskî de forma ”min” serdest û standard e. ”Çi” hin caran wek ”çî” tê nivîsîn lê ”çi” serdest û standard e.

”Ti” bi maneya ”tu” (inglîzî ”you”, tirkî ”sen”, erebî ”ente, entî” di zimanê standard de wek ”tu” tê nivîsîn. Bi wateya ”hîç” gelek caran jî ew wek ”tu” tê nivîsîn. Di hin devokan de ew wek ”çu” yan ”çi” tê gotin û ev awayê nivîsînê jî carinan tê dîtin.

Li destpêka peyvan ”i” di peyvên xwemalî de di zimanê nivîskî de peyda nabe. Lê di hin devokan de ”i” li destpêkê heye – yan li cihê ”î” yan jî li cihê ku di zimanê standard de nîne:

  • iro (îro)
  • istêrk (stêr, stêrk)
  • istiran (stran, stiran)

Di peyvên ji erebî û ji zimanên ewropî de

”Elîf kesre” ya erebî li destpêka peyvê di gelek nivîsên kurdî de wek ”î” tê nivîsîn. Hin ji van peyvan bi rastî jî di kurdî bûne ”î”. Bo nimûne, peyvên ”îslam”. Lê di piraniya peyvên din jî ew bi ”î” tê nivîsîn:

  • îmla, îmtîhan, îhtîmal, îmkan…

Lê di rastiyê de ev peyv bi kurdî jî ne wek ”î” dirêj tê gotin. Ew – ne bi temamî wek ”i” bên gotin jî – dîsa ji “î” zêdetir nêzîkî ”i” ne û kurt in:

  • imla, imtihan, ihtimal, imkan…

Ji ber ku kesre ya erebî di nava peyvê de jî di kurdî de dibe ”i”, ne ”î”, mirov dikare li destpêka peyvê jî ”i” pêşniyar bike, ne ”î”. Anku formên wek ”imla, imtihan, imkan…” ji formên ”îmla, îmtîhan, îmkan…” çêtir in.

Di peyvên ji ewropî de ”i” gelek caran li destpêka peyvan di kurdî de bi ”î” tê guherandin: ”înternasyonal, împeryalîzm, îzotop”. Hin caran jî ev peyv – bi taybetî yên di zimanên ewropî de bi ”in-, im-” dest pê dikin – li gor dengnasiya frensî wek ”em-” tên nivîsîn: ”emperyalîst, enternasyonal, enformasyon…” Lê di frensî de jî ew ne bi ”e” lê bi ”i” tên nivîsîn. Dengê wan di frensî de nêzîkî ”e” ya kurdî be jî, bi rastî bi temamî wek wê ye.

Di piraniya rewşan de – heke ne herdem – ew bi ”i” bên nivîsîn, gelek ji ”î” û bi taybetî jî ji ”e” çêtir e: ”internasyonal, informasyon, imperyalizm…”

Me di nimûneya dawiyê de – ”imperyalizm” – ne tenê li destpêkê lê herwiha li nava peyvê jî ”i” nivîsiye: ”imperyalizm”, ne ”imperyalîzm”. Bi rastî mirov dikare li nava peyvê jî herdem parastina herfa ”i” pêşniyar bike anku wê bi ”î” neguherîne: ”diktator, film, televizyon, rehabilitasyon, komunist…”, ne ”dîktator, fîlm, televîzyon, rehabîlîtasyon, komunîst…”

Lê li dawiya peyvê çêtir e ku ”î” di peyvên ji ewropî de bê nivîsîn ji ber ku – ji bilî çend daçek û du-sê cînavan – ”i” li dawiya peyvê nîne. Loma formên pêşniyarkirî bo nimûne ”paparazî, spagetî, çilî…” ne, ne ”paparazi, spageti, çili…”

Zêdebûn û kêmbûn

Dengê ”i” bi nesabitiya xwe navdar e. Ew bi hêsanî li peyvan zêde dibe daku rê nede ku çend konsonant bên pey hev. Bo nimûne, em dibêjin:

  • ”germ e” – bi gotinê ”ger-me”
  • ”kevn e” – bi gotinê ”kev-ne”
  • ”nizm e” – bi gotinê ”niz-me”

Anku di wan de ti ”i” nînin. Lê heke em peyvên “germ, kevn” bi tenê bibêjin, hingê ”i” di wan de bi zerûrî tê gotin (lê bi piranî nayê nivîsîn):

  • ge-rim
  • ke-vin
  • ni-zim

Di hin peyvan de ”i” heye lê gava ku vokaleke din tê pey wan, îcar ”i” di axiftinê de – lê ne di nivîsînê de – dikeve:

  • gotin > got-nên wê
  • ketin > ket-na wî

Hem di rewşa zêdebûna ”i” de û hem jî di haletê ketina ”i” de, avaniya kîteyên(hece, syllable) diguhere. Bo nimûne, di gotina ”germ e” de kîteya yekem ”ger-” e anku ji sê herfan pêk tê. Lê gava ku ”germ” bi tenê be, ew wek ”gerim” tê gotin û bi kîteyan dibe ”ge-rim”. Anku R ji kîteya yekem neqlî kîteya duyem dibe û di kîteya yekem de tenê ”ge-” yanî du herf dimînin. Di peyva ”gotin” ya xwerû de du kîte hene (go-tin). Di kîteya yekem de du herf anku ”go-” heye. Lê gava ku mirov li gor axiftinê bibêje ”got-nên wî”, hingê kîteya yekem dibe sêherfî (got-).

Di peyvên xwemalî de tarîxiyen ”i” di kurmancî de (û gelek caran di soranî de) gelek caran cihê ”e” ya îranî girtiye:

  • kurmancî: bihar, kirin, xwandin, min…
  • soranî: behar, kirdin,xwêndin, min…
  • farisî: behar, kerden, x[v]anden, men…
  • zazakî: wesar, kerden, wenden, mi

Di peyvên ji erebî de jî gelek caran dengê ”i” cihê dengê ”e” girtiye. Bo nimûne, peyvên kurmancî ”kilam, silav” ji erebî ”kelam, selam” in. Lê carinan jî ”i” ya erebî bûye ”e”, wek forma kurdî ”sehet” (li gel forma ”sihet”) ji erebî ”sihhe[t]” e.

Lê ”i” ya di peyvên esil-erebî de hê jî zêdetir ji ”u” tê:

  • bilbil < (ji erebî) bulbul
  • cindî < (ji erebî) cundî
  • dinya < (ji erebî) dunya

Me di nivîseke cuda de behsa wê kiriye ka kengî ”u” dibe ”i” û kengî nabe.

Nivîsîn li gor şertên etîmolojîkî?

Gelek caran gazin tê kirin ku ”i” di gelek peyvên kurdî de tê nivîsîn ku li gor etîmolojiyê divê tê de tine bûya. Yek ji nimûneyên herî baş peyva û pirr behskirî ”bira” (kurê dêbabên kesekî) ye. Heke em zimanên lêzimî kurdî binêrin, em ê bibînin ku di gelekan de ”br-” bêyî ti vokalan tê nivîsîn: rûsî ”brat”,sanskrîtî ”bhrat”, latînî ”frater”, latviyayî ”bralis”, inglîzî ”brother”, almanî ”Bruder”, swêdî ”bror”…

Li ser esasê van nimûneyan û hinên din, alîgirên nivîsîna li gor etîmolojiyê doz dikin ku em bi kurdî jî binivîsin ”bra”, ne ”bira”. Lê ev daxwazker dûr diçin û ji bîr dikin ka di zimanên zêdetir nêzîkî kurdî de çi li vê peyvê û yên wek wê de hatiye. Heke em xizmên kurdî yên nêzîk binêrin – ku zimanên din yên îranî ne – em ê bibînin ku ”br-” ne bê vokal e: belûçî ”berat”, farisî ”berader”, tacikî ”barador”… Madem ku van xizmên nêzîk yên kurdî koma konsonantan bi vokalekê sivik kiriye, çima ev guherîn di kurmancî de ne mimkin e yan nabe ku bê nivîsîn?

Wek din jî gelek ji komên konsonantan hatine sivikkirin, yan bi zêdekirina vokalan yan bi avêtina konsonantan. Bo nimûne, navê dema tarî rojê bi zimanên îranî yên kevn (bo nimûne avestayî) ”xşep-”  bû lê di farisî de bûye ”şeb” û di kurmancî de jî bûye ”şev”.

Bo kesên ne-etîmolog ne mimkin e jî bizanin ka kengî bi etîmolojîkî ”i” divê hebe yan ne. Li gor dengnasiyê gotinên ”germ e” û ”kevn e” herdu jî tam wek hev bêyî ”i” ne lê heke ”e” ji wan bê avêtin, hingê herdu wek hev bi ”i” wek ”gerim” û ”kevin” tên gotin.

Lê heke em li etîmolojiya ”germ” binêrin, em ê bibînin ku ”i” bi rastî jî di ”germ” de nîne. Bide ber farisî ”germ”, sanskrîtî ”gherma-”, ermenî ”cerm”, inglîzî ”warm”, swêdî ”varm”, latînî ”formus”, yûnanî ”thermos”… Anku di ti ji wan de ”i” di navbera ”r” û ”m” de nînin.

Lê herçi ”kevn” e, tevî şibîna wê di meseleya hebûna yan nebûna ”i” de wek ya peyva ”germ” e, dîsa jî ji aliyê etîmolojîkî ve vokalek di navbera ”v” û ”h” de hebû. Bide ber farisî ”kohen” û zazakî ”kihan”. Ji peyvên din em dizanin ku di farisî de H dikare li cihê V ya kurmancî hebe, bo nimûne kurmancî ”kulav”, farisî ”kulah”.

Bi gotineke din, heke etîmolojî û dengnasî li hev nekin yan jî heke dengek di awayê gotina niha de hebe yan tine be, divê em guh bidin dengnasiya kurdî ya niha. Zimanê me yê nivîskî ku niha tê standardkirin, divê li ser dengnasiya heyî û nihayî ya kurdî be, ne li ser hin texmînên etîmolojîkî bin ku dijberî rastiya niha ne. Wek din jî, zanîna mirovî herdem têra wê nake bizane ka kîjan form bi etîmolojîkî rasttir e û xeletiyên mezin jî dikarin bên encamdan. Loma divê giringiya serekî herdem li ser dengên niha heyî be. Tenê heke çend form mimkin û berbelav bin û li kar bin, mirov dikare bipirse ka gelo kîjan ji aliyê etîmolojiyê ve rasttir e.

Zêdekirin li peyvên ewropî?

Di nivîsîna kurmancî de niha bi awayekî serdestî tenê cotkonsonantên ”xw-, sp-, st-, şk-…” di peyvên xwemalî bê ”i” tên nivîsîn. Bo nimûne, ”xwarin, spas, standin,şkestin…”

Di peyvên ji erebî û tirkî wergirtî de du yan zêdetir konsonant li destpêka peyvê nînin. Lê carinan vokala yekem tê avêtin. Bo nimûne, peyvên ”kelam, selam” yên erebî pêşî di kurmancî de bûne ”kilam, silav” û paşî hin caran ew bi awayê ”klam, slav” di nivîsînê de tên dîtin. Lê awayê serdest yê nivîsîna wan ”kilam, silav” e û em jî vî awayê dawiyê pêşniyar dikin.

Di peyvên ji zimanên ewropî de gelek komên konsonantan li destpêkê hene. Hin ji wan ji du konsonantan pêk tên:

  • blond, Brîtanya, flora, Frensa, glas, gramer, klasîk, krîz, plan, skelet, slavî, statîstîk, sprey, Swêd, traktor…)

Berê koma konsonantên hin ji van peyvan dihat sivikkirin, bi taybetî ji ber ku ew bi rêya zimanên wek farisî, tirkî û erebî diketin kurdî: plan > pîlan, glas > gelas, statîstîk > îstatîstîk, Swêd > Îsweç, traktor > terektir…

Di çend peyvekan de heta sê konsonant jî li destpêkê hene. Bo nimûne ”stratejî, stratûm”. Herwiha di hin peyvan de sê konsonant li pey hev li dawiya peyvê jî hene, bo nimûne ”tekst”.

Lê vê dawiyê kurdî êdî van komên konsonantan tên parastin. Anku mirov di kurdî de ti vokalan li wan zêde nake û wisa çêtir e jî. Wisa diyar e ku gotina du yan heta sê konsonantan jî li destpêkê û li derên din jî yên peyvê bo kurmancîaxivan – heke ne bo hemû kurdîaxivan – hêsan û bêzehmetî ye.

Herfa ”i” ya têrneker û kîtekirin

Wek qeyd û bendeke giştî mirov dikare bibêje ku her vokala kurdî bi tenê yan li gel konsonantên li dora xwe kîteyekê pêk bîne. Vokala ”i” jî wisa ye. Lê dîsa jî hin peyv hene ku ”i” tê de heye û vokaleka din jî heye lê dîsa jî ew ne dukîteyî lê yekkîteyî ne. Bo nimûne, di peyvên ”bira, jiyan, ziman” de di her yekê de du vokal hene lê dîsa jî her yek ji wan peyveka yekkîteyî ye. Anku di axiftinê de mirov divê wan bi derbekê bibêje (bira, jiyan, ziman) wek ku ”i” di wan de tine be (bra, zman). Tenê bi zor û tadeyeka nesiritî mirov dikare bibêje ”*bi-ra, *ji-yan, *zi-man”. Herwiha di peyvên wek ”siyaset, xiyanet” de jî sê vokal hene lê dîsa jî ew di axiftinê de peyvên dukîteyî ne, ”siya-set, xiya-net”, ne ”*si-ya-set, xi-ya-net”.

Herfa ”i” yan ”î” li berî ”y”?

Demeke dirêj e ku gengeşeyeke berdewam li ser hindê heye ka gelo gava ku ”y” bê dûv ”î”, ”î” bibe ”i” yan jî ne. Niha di piraniya nivîsîna kurmancî de ”î” berî ”y” wek ”i” tê nivîsîn. Lê dîsa jî dem-bi-dem hin kes serî dijî vî awayê nivîsînê derdixin û daxwaz dikin ku ”divê ’î’ wek xwe bê parastin û neyê guherandin. Yek ji sebebên neguherandina wan ya serekî ew e ku bi texmîna wan hiştina ”î” li berî ”y” wek ”î” hêsantir e û ”lojîktir e”.

Li gor îy-parêzan, divê mirov binivîse: ”çîya, dîyar, jîyan, sîyaset, kirîye, gotîye, xwarîye…”, nenivîse ”çiya, diyar, jiyan, siyaset, kiriye, gotiye, xwariye…”

Gelo îy-parêzî çendî mentiqî û lojîkî ye?

Ka em ji çend nimûneyên hêsan dest pê bikin. Em dizanin ku ”î” di peyvên wek ”diyar/dîyar, jiyan/jîyan” de heye ji ber ku rehê wan ”dî-” (dî-tin) û ”jî-” (jî-n) in. Heke mirov neguherandina ”î” li berî ”y” biparêze, divê mirov bi rastî jî wan peyvan wek ”dîyar, jîyan” binivîse.

Lê heke em daxwaza neguherandina ”î” ya berî ”y” bikin, gelo em ê ji kû bizanin ka di peyva bi maneya devera bilind de bi rastî ”î” heye yan jî ”i”? Anku divê em binivîsin ”çiya” yan jî ”çîya”? Di meseleya ”diyar/dîyar”ê û ”jiyan/jîyan” de rehê peyvê rêber û alîkara me bû di dîtina forma ”rast” de. Lê kî dizane ka di peyva ”çiya/çîya” de eslen ”i” yan jî ”î” hebûye?

Mijareke din jî peyvên ji erebî ne. Li gor îy-parêzan divê em wan wek ”sîyaset, xîyanet, ehlîyet…” binivîsin. Di alfabeya erebî de (hem bi zimanê erebî û hem jî bi alfabeya erebî ya li gor zimanê kurdî yan jî li gor zimanê farisî eyarkirî) ”i” nîne. Lê dîsa jî di wan zimanan de ev peyv ne wek ”sîyaset, xîyanet, ehlîyet” lê wek ”syaset, xyanet, ehlyet” anku سیاسه‌ت، خیانه‌ت، ئه‌هلیه‌ت tên nivîsîn, ne wek “sîyaset, xîyanet, ehlîyet anku  سییاسه‌ت، خییانه‌ت، ئه‌هلییه‌ت.

Bi heman awayî, ji ber nebûna ”i” di alfabeya kurdî-erebî de, peyvên xwemalî yên wek ”çiya, diyar, jiyan” wek ”çya, dyar, jyan” (چیا، دیار، ژیان) tên nivîsîn, ne wek ”çîya, dîyar, jîyan” anku چییا، دییار، ژییان. Mirov dikare delîlên vî awayê nivîsînê hema-hema di her nivîsa kurdî ya bi alfabeya kurdî-erebî de bibîne.

Yek ji îy-parêzên dengbilind, Bahoz Baran li destpêka nivîseke[1] xwe dipirse, gelo meseleya ”îy” û ”iy” di alfabeya erebî de çawa ye. Lê ew bi xwe bersiva pirsa xwe nade – belkî bi qest ji ber ku bersivdana wê pirsê dê idiayên wî yên îy-parêziyê pûç kiribûna.

Pirseke din jî ya giring ew e ku heke mirov îy-parêziyê bike, gelo divê mirov binivîse ”hatîye gotîye, kirîye…” yan jî tevî îy-parêziyê jî binivîse ”kiriye, gotiye, xwariye…”?

Îy-parêz di vê meseleyê de ne hevgir in. Bo nimûne, Rozan Hazimê îy-parêz dinivîse ”hatîye,  gotîye…”[2] Lê Baran Rizgarê îy-parêz dinivîse ”hatiye, kiriye, gotiye…”[3]

Heke em ”îy” qebûl bikin û li gor reh û rîşên peyvê biçin, em ê bibêjin ku Hozanî xwe şaş kiriye û Rizgarî rast nivîsiye: ”kir-i-ye, got-i-ye, hat-i-ye” rast in ji ber ku heke em forma dema borî ya dûr/çîrok bidin, em ê bibînin ku ”i” di eslê wê de heye, ne ”î”: ”(wî) kir-i-bû, (wî) got-i-bû, (ew) hat-i-bû”, ne ”(wî) kir-î-bû, (wî) got-î-bû, (ew) hat-î-bû”.

Lê dîsa heke em îy-parêz bin, divê mirov binivîse ”(wî) kirr-î-ye, (ew) vegerr-î-ye”, ” (wî) kirr-i-ye, (ew) vegerr-i-ye”, ji ber ku di eslê wan de ”î” heye, ne ”i”, wek ku ji dema borî ya dûr diyar e: ”(wî) kirr-î-bû, (ew) vegerr-î-bû”, ne ”(wî) kirr-i-bû, (ew) vegerr-i-bû”…

Lê ya giring ne ew e ka kê ji îy-parêzan rast û kê jî xelet nivîsiye. Ya giring ew e ku parastina ”îy” sergêjiyeke gelek mezin peyda dike. Kurdînivîsên normal bi taybetî lê heta zimannas jî nikarin herdem bi esehî bizanin ka ”îy” kengî bi rastî di rehê peyvê de heye û divê bê parastin û kengî jî rehê peyvê bi rastî ”iy” e.

Li aliyekî din jî, herdem nivîsîna ”îy” li cihê ”iy” argumenta serekî ya îy-parêzan bi xwe pûç dike: ew doza parastina dengan dikin lê heke mirov herdem binivîse ”îy”, hingê ”iy” bi rastî jî di eslê peyvê de nayê parastin. Heke mirov carinan jî doza nivîsîna ”îy” bike, wek di peyva ”jîyan” de lê li derên din jî doza nivîsîna ”iy” bike, wek di peyva ”gotiye” de, hingê mirov bi temamî serê kurdînivîs û kurdîxwînên normal gêj dike.

______________________________________

[1] http://www.amidakurd.net/qunciknivis/ser%C3%AA%C5%9F%C3%AEya_%C3%AE_ya_ber%C3%AE_y_y%C3%AA

[2] Bo nimûne, li vê nivîsa Rojan Hazimî binêrin: http://xweza.com/TC%20u%20pusula.htm

[3] Bo nimûne, li vê nivîsa Baran Rizgarî binêrin: https://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/netew

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s