Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 2
_________________________________
Dilyar Amûdî
Navdêr di soranî de ji çend aliyan ji kurmancî cuda ne lê herwiha çend taybetmendiyên hevbeş jî hene lew ta ku em bikarin ravekan di soranî de fêm bikin, ya baş ew e ku em pêşî li ser van cudahiyan bisekinin û dûre dest bi ravekan bikin:
Navdêr ji aliyê mêjerê ve:
Navdêr di soranî de ji aliyê mêjerê ve dibin du beş:
- Yekhejmar: ew rewş e ya ku yek kesî an yek tiştî nîşan dide û di qertafê nagire.
Mînak:
Soranî | Kurmancî |
Kur | kur |
Kiç | Keç/keçik |
Jin | Jin |
Çeqo | kêr |
- Pirhejmar: ew rewş e ya ku ji bo komekê ji duduyan an jî zêdetir ya kes an tiştan dihê bikarhanîn lê cudahiya wê ji kurmancî ku rewşa xwerû wek kurmancî tune anku her divê qertafa “an”ê bigire: mînak:
Soranî, yekjimar | Soranî, pirjimar |
Kur | Kur+an =kuran |
Kiç | Kiç+ an=kiçan |
Jin | Jin+an=jinan |
Çeqo | Çeqo+an=çeqoyan |
Nîşe: Eger navdêr bi dengdêrekî bi dawî bibe wê çaxê tîpa kelijandin an alîkar “y” pêwîst e lê di hin rewşan de eger navdêr bi “e”yê bi dawî bibe, dibe ku “e” bê avêtin û pêdivî bi tîpa alîka
Mînak:
Mamosta: Mamosta + an = mamostayan
Qutabxane: Qutabxane + an= qutabxanan
Çeqo: Çeqo + an = çeqoyan
Nîşe: Di hin rewaşn de û li gel hin peyvan paşgirin cuda digirin, ew paşgir(at, hat, cat, wat, gel û eha) in. Mînak:
Bax (Bi kurmancî bax): Bax + at= baxat.
Dê(Bi kurmancî gund): dê + hat= dêhat.
Sewze(Bi kurmancî sebze): sewze+ wat= sewzewat
Mêwe(Bi kurmancî fêkî): mêwe+cat=mêwecat
Kur(Bi kurmancî kur): kur + gel=kurgel
Sall(Bi kurmancî sal): sal+eha= saleha
Navdêr ji aliyê nasîn an binavkirinê ve:
Navdêr ji aliyê nasînê ve dibin du beş:
- Navdêrên naskirî an binavkirî û awayên wê
Di soranî de navdêr bi du awayan dibe naskirî(nasraw)
- bi zêdekirina qertafa “eke” yan hin caran jî “e” û li dawiya navderî zêde dibe:
navdêr | qertaf | navdêrê naskirî |
kurr | eke | kurreke |
çira | eke | çirayeke/çirake |
bira | eke | birayeke/birake |
Nîşe: eger navdêr bi dengdêrekî bi dawî bibe, ew dengdêr him dikare bimîne eger tîpa kelijandinê lê zêde bibe, him jî dikare bê avêtin û tenê “ke” lê zêde dibe.
- Di van rewşan de jî pêdîvî bi qertafa naskirinê tune,
- Bi navên taybet, wek “Ehmed, Şiyar û Dilyar”, navên ajalan wek “şêr, gurg”, navên welat “Êraq, Êran…” û navên herêman wek “Bask, bakur…” û navên bajar û navçeyan “ Amed, Mêrdîn…” jî
- bi cînavkên diyarker ”em…e, ew…e, em…ane, ew…ane” [1] , mînak:
soranî: Em kurre zîrek e, kurmancî: Ev kur(ik) zîrek e.
û wisa ew navdêr dibe navdêrekî naskirî û pêdiviya wî bi qertafa naskirinê çênabe.
- Navdêrên nenaskirî an nebinavkirî/nediyar
Ev bi zêdekirina qertafên wek “êk” an “ek” pêk dihê û wek kurmanciyê wateya nebanvkirinê dide peyvê anku wek çawa di kurmancî de em “ek” li navdêrî zêde dikin:
Mînak:
Soranî: Kurr + êk/ek: kurrek
Kurmancî: Kurr + ek: kurek
Soranî: Kurêk hate mallman
Kurmancî: Kurek hat mala me.
Navdêr ji aliyê zayenda rêzimanî ve:
Di soraniyê de zayenda rêzimanî tune, anku navdêr wek nêr an jî mê nayên hesibandin.
Ravek
Ji ber ku di soranî de zayenda rêzimanî tune lew yek veqetandek tenê heye û ew jî “î” ye.
Mînak:
Kurmancî: Jina kurd
Soranî: Jinî kurd
Kurmancî: Kurê qenc
Soranî: Kurrî çak/baş
Nîşe: Eger raveber bi dengdêrekî bi dawî bibe, wê çaxê berevajî kurmancî, tenê tîpa “y” li ser navdêrî zêde dibe û wisa ravek pêk dihê.
Kurmancî: birayê biçûk
Soranî: biray biçûk
*Em ê niha gav bi gav li ser awayên ravekan di soranî de bisekinin:
Yekjimariya nediyar: ev şêweya ravekê wek kurmanciyê bi “yek, ek” yan jî “yêk,êk”ê tê duristkirin:
Mînak
- Kur + êk + î + baş: kurêkî baş(kurmancî: ew(filan) kurê baş=
- Rojname + y + êk + î + kurdî: rojnameyêkî kurdî(kurmancî ew (filan) rojnameya kurdî)
Teşeya diyar
Raveber + eke + y + raveker
soranî: piyawekey baş, rojnamekey be kurdî
kurmancî: (ew/filan) mêr(ik)ê baş, (ew/filan) rojnameya baş
Anku ev têşe bi tena serê xwe di kurmanciyê de tune lê wek wate, encex bi awayê li jorê diyarkirî were wergerandin.
Pirjimariya teşeya diyar
Ev teşe bi zêdekirina “ekan” û “î” li ser navdêrî pêk dihê û wateya wê dîsa şêweyeke diyarkirî lê pirjimar e.
Mînak
- Jin + ekan + î + baş: jinekanî baş (ew jinên baş)
- Kur + ekan + î +çak: kurekanî çak ( ew kurên qenc)
Pirjimariya giştî
Ev şêwe yê ravekê di kurmancî de bi veqetabdeka “ên/yên” tê duristkirin lê belê di soranî de ew bi “an/yan”ê tê duristkirin
Mînak
- Jin + an+ î + baş: jinanî baş (jinên baş)
- Kur + an + î +çak: kuranî çak (kurên qenc)
- Kitêbanî xoş: kitêbên xweş
- rojnameyanî kurdî: rojnameyên kurdî
Nîşe: Di soraniyê de tewang tune lew raveber çi navdêr çi rengdêr be, her di rewşa xwe ya xwerû de dimîne û ti carî nayê tewandin.
Çavkanî:
Nerîman Xoşnaw: Rêzimanî kurdî
Husein Muhammed: Kurterêzimana soranî bi kurmancî
_________________________________
Têbînî
[1] Ev cînavk di kurmanciyê de wek “ev, ew, ev(pirjimar),ew(pirjimar), vî,vê, wî, wê, van, wan tên bikarhanîn:
Ev heval hat
Ew zilam çûn
Lê di soranî de beşê duyem yên cînavkan li navdêrê diyarkirî zêde dibe: mînak:
em sêwe: ev sêv, em sêwane: ev sêv(pirjimar)
[…] Dilyar Amûdî: Ravek di soranî de […]
LikeLike