Husein Muhammed
Di dîroka zimanî de bi pirranî meyla peyvan ew e ku kurttir dibin. Bo nimûne: Muhemmed > Muhemed > Mihemed > Miheme > Meme(d) > Mem.
Lê diyardeyeke/fenomeneke berovajî jî heye: carinan peyv bi herfekê yan çend herfan dirêjtir dibin.
Deng dikare bi piranî li nava peyvê zêde dibin. Lê carinan li destpêka peyvê yan jî li dawiya wê.
EPENTEZ Û SÎNKOP – GUHERÎN LI NAVA PEYVÊ
Zêdebûna dengî li nava peyvê di zimannasiyê de bi navê epentez (bi inglîzî ”epenthesis”, ji yûnanî ἐπένθεσις /êpênthesis).
Ev diyarde di zimanê kurdî de jî heye:
- firset > firsend (ji erebî furse[t])
- tac > tanc
- çok > çong
- daxwaz > darxwaz
- amanc armanc (ji tirkî ”amaç”)
- ”mindal (ji erebî menal)
- şar +-dar > şaredar
- hat+bû > hatibû (bide ber: çû+bû > çûbû)
Di kurdî de bi piranî dengê ”i” wek herfa duyem ya destpêka gelek peyvan hatiye zêdekirin li cihê ku di gelek zimanên din yên hindûewropî de ew ”i” nîne:
- kurmancî: ”bira”, rûsî ”brat”, inglîzî ”brother”
Herwiha di kurmancî de mirov dibêje ”kevn e” wek ku ew peyveka dukîteyî ”kev-ne” be. Lê gava ku em ”e” ji dawiya wê biavêjin, hingê ”kevn” dibe ”kevin” û wek peyveka dukîteyî ”ke-vin” tê gotin. Peyvên wisa pir in: ”germ/gerim, nerm/nerim, şerm/şerim, nizm/nizim…
Diyardeya dijberî epentezê bi navê sînkop (inglîzî: ”syncope” ji yûnanî συγκοπή /sunkopê/) tê nasîn. Di wê de yek yan çend deng ji nava peyvê winda dibin. Naskirîtirîn nimûneya kurdî “nizanim > nizam” e.
Di hin peyvên ji erebî de yekem vokala peyvê pêşî ji “e” kurt dibe û dibe “i”, paşî jî hema teqrîben dikeve: “selam > silav > slav”, “kelam > kilam > klam”.
Yek ji diyardeyên giştî yên epentezî di kurdî de ketine dengên ”-iw- / -wi-, -iy- / -yi-, -ih- / -hi-” in:
- aniha > ana
- giyan > can
- niyan > nan
- ciwan > can
- ciwanmêr > ciwamêr > camêr
- ciwanega > canega / conega
- duwanzdeh > dozde / dazde
Heke peyva xwerû bi ”-e” bi dawî bê, di zimanê nivîskî de ”y” + paşpirtik (qertaf, sufîks) lê tê zêdekirin. Lê di axiftinê de Y lê zêde nabe lê E jî cihê xwe dide paşpirtikê:
- rojname > rojnameyê (nivîskî) > rojnamê (devkî)
- mase > maseya me (nivîskî) > masa me (devkî)
Gelek caran jî F ji berî T dikeve:
- keftin > ketin (bide ber rehê dema niha ”-kev-” yan soranî ”kewtin”)
- şkeft > (bi devokî) şket
- mizgeft > (bi devokî) mizget
AFEREZ Û PROTEZ – GUHERÎN LI DESTPÊKA PEYVÊ
Zêdebûna dengî li destpêka peyvê anku protez (prothesis): Bo nimûne kurmancî “stêr” lê soranî “estêre”, zazakî “astare”. Di eslê peyvê de li destpêkê ne “e” heye, ne jî “a”: avestayî “ster”, pehlewî “sterik”, farisî “sitarê”, latînî “stella”, inglîzî “star”…
Gelek peyvên ewropî yên ku bi ”st-” dest pê dikin, di tirkî de ”î” tê pêşiya wan û bi rêya tirkî ew wisa ketine kurdî jî: tirkî ”istatistik, istasyon” ji frensî ”statistique, station” > kurdiya di bin tesîra tirkî de ”îstatîstîk, îstasyon” – bi kurdiya ji tesîra tirkî der dê ”statîstîk, stasyon” bin ji ber ku kurmancî ”st” li destpêka peyvê qebûl dike (stêr, stewr, stran…)
Dijwateya protezê aferez e, bi inglîzî ”apheresis”, ji yûnanî ἀφαίρεσις (afeîrêsis: jêbirin, jêdûrxistin). Aferez tê maneya ketina yek yan çend herfan ji destpêka peyvê.
Di kurdî de “e” ji destpêka cînavên çemandî (tewandî, oblîk) “wê, wî, wan, vê, vî, van” ketiye. Ew berê “ewê, ewî, ewan, evê, evî, evan” bûn, ji cînavên xwerû (neçemandî, netewandî) “ew, ev” hatine çêkirin. Berevajî vê, di soraniya mukriyanî de “e” dikeve pêş “min, to” (ez, tu) û dibe “emin” (ez) û “eto” (tu) tevî ku formên wiha di zaravayên din yên kurdî û di zimanên din yên îranî de peyda nabin.
Dengê “e” ji destpêka gelek peyvên îranî ketiye:
- pehlewî: “eyar”, kurdî û farisî “yar”
- pehlewî: “evêran”, kurdî “wêran”, farisî “vîran”
Gelek ji peyvên dînî yên ji yûnaniya kevn yên ku ji berê ve ketine zimanên Rojhilata Navîn yek yan çend herf ji destpêka wan winda bûne. Di heman demê de :
- ”Iblîs” ji yûnanî Διάβολος (Diabolos)
- ”Incîl” ji yûnanî εὐαγγέλιον (Êvangêlion)
- “isqûf / usqûf” ji yûnanî ἐπίσκοπος (êpîskopos) ku herwiha vê dawiyê bi forma xwe ya “pîskopos” jî ketiye kurdî
APOKOP Û PARAGOJ – GUHERÎN LI DAWIYA PEYVÊ
Ji nimûneyên li jor yên yûnanî diyar dibe ku ne tenê ji destpêka peyvê lê ji dawiya peyvê jî hin deng dikevin:
- ”Incîl” ji yûnanî εὐαγγέλιον (Êvangêlion)
- “isqûf / usqûf” ji yûnanî ἐπίσκοπος (êpîskopos)
Navê ketina dengan ji dawiya peyvê di zimannasiyê de apokop e, bi inglîzî ”apocope”, ji yûnanî ἀποκοπή (apokopê: jêkirin, birrîn).
Tarîxiyen D jî ji dawiya gelek peyvên kurdî ketiye:
- farisî: bad, bûd, damad
- kurdî: ba, bû, zama (zazakî) / zava (kurmancî)
- kurmancî: bir, kir, mir; soranî: bird, kird, mird; zazakî: berd, kerd, merd; farisî: burd, kerd, murd
Yek ji giştîtirîn diyardeyên apokopîk ketina ”n” di zimanê axiftinê de ji dawiya peyvên pirhejmar e:
- du kesan > du kesa
- du hevalên min > du hevalê mi
Dijwateya apokopê bi navê paragoj tê nasîn, bi inglîzî ”paragoge”, ji yûnanî παραγωγή (paragogê: jêçêkirin). Paragoj zêdebûna yek yan çend dengan li dawiya peyvê ye:
- qalind / qaling (ji tirkî “kalın”)
- ‘elind (ji erebî ‘elen)
- hest (erebî hiss ku herwiha serekaniya ”his, hes” yên kurdî ye jî).
[…] [30] Bo guherîna hejmara dengan di peyvan de, binêrin nivîsareke me ya xas: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/09/guherina-hejmara-dengan-di-peyve-de/ […]
LikeLike