Kanîzar 1: Peyvsazî di zimanê kurdî de

Ev beşa yekem ya vekolîna li ser peyvsaziyê ye. Dikarî herwiha beşa duyem jî bixwînî.
_____

Husein Muhammed

Husein

  1. EV VEKOLÎN Û YÊN BERÎ WÊ

Di zimannasiyê de peyvsazî (bi inglîzî word formation) tê maneya çêkirina peyvan.[1] Ev ne yekem car e ku lêkolîn li ser peyvsaziya kurdî tê kirin. Di gelek kitêb û ferhengên kurdî de pêşpirtik (prefiks) û paşpirtik (sufiks) tên rêzkirin û – eger bi kurtî jî be – behsa erk û wezîfeyên wan hatiye kirin û hin nimûne ji wan hatine dan. Mirov dikare Rêzimana kurdî[2] ya Celadet Bedirxan û Roger Lescot (1971) ya bi fransî wek yekem rêzimannameyê bide ku bi rêjeyî bi berfirehî (bi qasî 10 rûpelan) behsa peyvsaziya kurmancî tê de hatiye kirin. Berfirehtirîn xebata çapkirî heta niha li ser peyvsaziya kurmancî hatî kirin, kitêboka Amed Tîgrîs Pêşkît û parkît[3] e. Giringtirîn berhema li ser vê mijarê bi soranî, kitêba Kamiran Rehîmî Binemakanî wişesazî û wişeronan le zimanî kurdî da[4]. Peyvsaziya kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) bi nisbî bi berfirehî ji aliyê Ismaîl Kemendar Fettah ve di kitêba wî ya rêzimana kurdiya başûrî bi fransî de hatiye vekolîn.[5] Ne haydar im ku ti xebateke berfireh li ser peyvsaziya zazakî hatibe kirin lê di gelek kitêbên rêzimanî yên zazakî de bi kurtî behsa peyvsaziyê tê kirin û xaseten paşpirtik û pêşpirtik tên rêzkirin û nimûne jê tên dan.[6] Dirêjtirîn lîsteya paşpirtik (nêzîkî 200 lib) û pêşpirtikên (zêdeyî 70 pêşpirtik) kurdî di Wîkîferhengê de hatine rêzkirin û ji aliyê nivîserê vê vekolînê ve hatine berhevkirin.[7]

Ev xebatên hêja ne û di vê vekolînê de jî me sûd û feydeyekî mezin ji wan wergirtiye. Lê çendîn kêşe û pirsgirêkên cidî di van berhemên behskirî de hene:

  • Gelek ji wan (bo nimûne ya Amed Tîgrîs) bi qasî ku jê tê hewl didin hejmareke mezin ya paş- û pêşpirtikan didin lê erk û wateya wan yan qet nayê dan yan jî bi awayekî zêde giştî tê diyarkirin. Bo nimûne, Tîgrîs li ber hejmareke pir mezin ya ”parkît”ên (paşpirtikên) xwe dibêje ”rewş û taybetiyê dide diyarkirin”. Lê ji xwe her tişt rewş yan taybetiyekê dide diyarkirin!
  • Bi piranî pirtikên dariştinê (yên ku peyvên serbixwe çêdikin, derivational) û yên çemandin û girêdanê (inflectional) ji hev nayên cudakirin.
  • Di piraniya xebatên heyî de sinorê paşpirtik û pêşpirtikan nayên diyarkirin anku nayê gotin ka ev paşpirtik li gel çi birrên peyvan tên bikaranîn û bi kîjan re bikaranîna wan ne mimkin e, ka tesîra dengnasî (fonolojî) yan dengrêzî (fonotaksî) li ser guherîna wan çi ye, bi wan paşpirtikan peyv ji kîjan birrên peyvan diçin kîjan yên din û hwd.
  • Gelek ji vekolerên peyvsaziya kurdî hewl daye ku heta jê bê hejmara pêş- û paşpirtikan zêde bikin û wisa “kurdî dewlemendtir” bikin. Hin ji wan kesan ev yek rasterast gotiye, hinan jî ev yek ji dizîkî ve kiriye. Lê zêdekirina pirtikan yan giştîkirina hin ji wan ne illeh tenê dikare zimanê kurdî zengîn bike lê dikare wî tevlihev jî bike, bo nimûne bi afirandina çendîn formên cuda bi heman maneyê, wek nivîskar, nivîser, nivîsevan, nivîsende, nûser, nûskar, nûsevan…
  • Di piraniya berheman de, rehên lêkeran jî wek “paşpirtik” hatine hesibandin. Bo nimûne, ji 138 “parkît”ên (paşpirtikên) xwe hejmareke pir mezin di rastiyê de lêker in, wek “-bêj, -gir, -zan”. Di zimannasiyê de peyvên wiha adeten ne wek paşpirtik lê wek lêker (yan rehê lêkeran) tên hejmartin û peyvên ji wan çêkirî (bo nimûne stranbêj, masîgir, kurdîzan) ne wek peyvên dariştî (bi paşpirtikan yan pêşpirtikan çêkirî) lê wek peyvên pêkhatî (hevedudanî, compound anku peyvên ji du peyvan navdêr+lêker çêkirî) tên hesibandin.
  • Berhemên heyî bi piranî tenê behsa pirtikên ”kurdiya resen” dikin. Bo nimûne, Tîgrîs di kitêba xwe de rexneyeke dijwar li hin kesên din dike ku paşpirtika ”-çî” ya esil-tirkî di berhemên xwe de daye. Tîgrîs çend pirtikên ji zimanên ewropî wergirtî di kitêba xwe de rêz dike lê behsa yek pirtikên esil-erebî yên di kurdî de berbelav jî nake. Bo nimûne, pêşpirtikên -ayetî, -et, -iyet yan pêşpirtikên me-, mi-, mu-, xêr- / xeyr-. Li aliyekî din, piraniya van berheman gelek ji pirtikên bi zelalî farisî (û di kurdî de ne di nav xelkê de ne peyda) bê dudilî wek ”kurdiya resen” bi şanazî rêz dikin.
  • Gelek ji nivîsînên li ser peyvsaziyê ne li ser hindê radiwestin ka di zimanî de çi heye lê dixwazin wê bidin pêş ka li gor wan nivîseran divê mirov peyvan çawa çêke yan jî çawa çêneke. Anku ew ne li ser peyvsaziya heyî lê li ser awayên “meqbûl” yan “nemeqbûl” yên peyvsaziyê ne. Mixabin Rehîmî, ku berhema wî ya li jor behskirî berfirehtirîn û piralîtirîn vekolîna li ser peyvsaziya kurdî ye, ji vekolîna zimanê heyî zêdetir serê xwe bi rexnekirina neolojîzman anku peyvên nûçêkirî ve diêşîne û wan bi dijwarî rexne dike – gelek caran bi temamî bê heq.
  • Ji berhemên behskirî tenê kitêba Ismaîl Kemendar Fettahî ya rêzimana kurdiya başûrî bi fransî hewl dide ku bi awayekî objektîv nêzîkî meseleyê bibe û peyvsaziya kurdî wek heyî pêşkêş bike, ne wek “divê wiha bibe”. Kêşeyeke serekî ya vê berhemê ew e ku ew bi zimanekî hatiye nivîsîn ku piraniya kurdan nikarin jê sûdê wergirin: eger ew bi kurdî, erebî, farisî yan inglîzî bûya, rewşa dê baştir bûya. Pirsgirêka wê ya din jî sinordariya wê ye: ew behsa herdu zaravayên kurdî yên serekî û yên xwedî zimanên nivîskî yên standard (kurmancî û soranî) nake lê mijara wê tenê kurdiya başûrî ye ku heta niha ne xwedî zimanekî nivîskî yê gihiştî ye.

Tevî kêmasiyên behskirî jî, vekolînên berî niha kereste û materyalên bihagiran in bo vekolîna me ya di destê we de. Lê em ê bi vê vekolînê hewl bidin sentezekê di navbera wan de û lêkolînên peyvsazî yên navneteweyî de pêk bînin. Çavkaniyên me yên navneteweyî yên serekî Word-Formation in the World’s Languages[8] (Peyvsazî di zimanên dinyayê de) ya P. Štauker, S. Valera û L. Körtvélyessy û herwiha Word-formation (Peyvsazî) ya P. Müller, I. Ohnheiser, S. Olsen û R. Rainer e.[9] Di Peyvsazî di zimanên dinyayê de behsa kurdî û zimanên nêzîk (ji aliyê binemalî ve anku farisî û zimanên din yên îranî yan jî ji aliyê cografî ve anku erebî û tirkî) nayê kirin[10] lê nimûneyên ji zimanên cuda-cuda rê û rêbazên giştî yên peyvsaziya kurdî û zimanên cîran (lê ne peyv û pirtikên wan) jî diyar dikin.

Ji aliyê peyvsazî ve kurdî û farisî di gelek nuqteyan de wek hev in tevî ku hin nuqte hene ku di yekê ji wan de hene û di yê din de peyda nabin û di hin xalan de jî ji hev vediqetin. Berevajî kurdî, vekolînên berfireh li ser peyvsaziya farisî hatine kirin. Ev hem bi farisî[11] û hem jî bi çend zimanên ewropî hatine nivîsîn.[12] Ji ber ku gelek ji rê û rêbazên peyvsaziyê di kurdî û farisî de hevpar in, me sûd ji wan berheman jî wergirtiye lê tenê bi şertê ku ew rê û rêbaz bi rastî di zimanê kurdî de (bi devkî yan nivîskî) hebin.

Ev lêkolîn dê hewl bide ku dîmenekî berfireh û piralî yê peyvsaziya kurdî bixe ber çavên xwandevanan. Armanc ew e ku em ji gelek hêlan ve li peyvên aloz anku kompleks (pêkhatî, dariştî, veguhastî û hwd.) binêrin. Armanca vê vekolînê ne ew e ku diyar bike ka ”divê kurdî çawa be” lê aşkere bike ka ”kurdî çawa ye”. Ev ne dîtinên vî vekolerî ne bo ku bibêje filan peyv yan awayê peyvê rast e û bêvan jî xelet e lê bi piranî diyar bike ka peyvên kurdî bi çi rê û rêbazan çêbûne û çawa çêdibin.

Ev vekolîn û vekolerê wê herwiha xwe ji idia û armancên ”petîperistî” û ”paqijkirina zimanî” didin alî û ne alîgirên wan in. Em ê behsa hemû rêbazên peyvsaziyê yên di kurdî de heyî û pirtikên wê bikin bêyî ku hin pirtikan tercîh bikin ji ber ”reseniya” wan û hinan jî paşguh bikin ji ber eslê wan (bo nimûne –çî ya ji tirkî yan me- ya ji erebî). Di heman demê, wek yekem carê, ev vekolîn dê hewl bide ku etîmolojiya pirtikên peyvsaz (pêşpirtik û paşpirtik) pêşkêşî xwandevanan bike û hevrehên (cognate) wan anku ”xizmên wan” di zimanên lêzim û peywendîdar de jî bide.

 

  1. PEYVÊN SADE Û YÊN ALOZ

Peyv (bêje, kelîme, wişe, bi inglîzî word) di zimannasiyê de ew şiklên gotinê ne ku ji yek yan zêdetir dengan (herfan) pêk tên û dikarin bi tenê bên gotin yan bên nivîsîn. Peyv dikarin watedar û binaverok bin, wek agir, hinar, muzîk. Lê ew dikarin bênaverok lê wezîfedar bin: hin erk û wezîfeyên rêzimanî pêk bînin, wek bi, ji, na.

Di kurdî û zimanên din de jî peyv adeten ji çend dengan (herfan) pêk tên lê çend peyvên kurdî yên yekdengî jî hene:[13]

  • a: wek di gotina ”a min” anku ”ya min” de
  • e: wek di gotina ”e” anku ”erê” de yan di hevoka “ew kurd e” de
  • ê: wek di gotina “ê te” anku “yê te” de
  • î: wek di gotina ”tu kurd î” de
  • û: wek di gotina “ez û tu” de

Peyv dikarin sade yan jî aloz bin. Peyvên sade (yan xwerû, bi inglîzî simple) peyvên wisan in ku ti beşên wê nikarin jê bên avêtin bêyî ku ew bibe peyveke bêmane.

  • mezin, gul, ji, zû…

Adeten peyvên sade di kurdî de ji 2 – 5 dengan yan herfan pêk tên. Lê, wek ku li jor hat gotin, hin yên yekdengî jî hene. Herwiha yên 6-dengî jî peyda dibin, bo nimûne:

  • derman, mercan, ceyran…

Peyvên aloz (pêkhatî, dariştî, çêkirî, hevedudanî, bi inglîzî complex) dikare ji du yan zêdetir peyvên sade pêk hatibe. Ew herwiha dikare ji peyveke sade û yek yan çend paşpirtik yan pêşpirtikan ava bûbe. Çend nimûne ji peyvên aloz:

  • nîvro (ji du peyvên sade: nîv + ro[j])
  • mezinahî (ji peyveke sade û paşpirtikekê: mezin+ahî)
  • bêhêvî (ji pêşpirtikekê û peyveke sade: bê+hêvî)
  • bêhêvîtî (pêşpirtik + peyveke sade + paşpirtik)
  • birîndarî (peyveke sade + 2 paşpirtik: birîn+dar+î)
  • bernedan (du pêşpirtik + peyveke sade: ber+ne+dan)

Mijara vê vekolîna me li ser peyvsaziyê ye anku çêkirina peyvên aloz ji peyvên sade ye. Wek prensîp, peyvên aloz parvebar in anku beşên wan dikarin ji hev bên cudakirin yan jî yek yan çend beş jê bên avêtin û dîsa beşa mayî watedar be.

  • mezinahî à mezin
  • birîndarî à birîndar à birîn
  • bêhêvîtî à bêhêvî à hêvî

Wek ku tê dîtin, piştî parvekirinê jî peyvên mayî bimane û beraqil in. Loma mirov dibêje ku peyvên aloz parvebar in anku dikarin bên parvekirin.

Peyvên sade parvenebar in anku mirov nikare tiştekî ji wan bixe yan biavêje bêyî ku ew peyv xirab bibin û bêwate bibin. Bo nimûne, mirov nikare peyva mezin bike mezi/mez/ezin/zin ji ber ku ev peyv di kurdî de bêwate ne.

Carinan peyvên sade jî wek prensîp dikarin bên parvekirin û dîsa jî wek peyvên xwerû û serbixwe kar bikin. Bo nimûne:

  • hêvî à hê (hê jî, hêşta, heta niha)
  • hêvî à vî (evî, ev)
  • derman à der (cih) + man (mayîn, sekinîn, rawestîn)
  • dar à da

Lê peyvên wiha dîsa jî parvenebar in ji ber ku ev imkana parvekirinê tenê tesadifî ye: peyva “hêvî” ji aliyê etîmolojî û dîrokî ve ti têkilî bi peyvên “hê” û “vî” ve nîne, peyva “derman” jî tarîxiyen ne ji peyvên “der” û “man” peyda bûye.[14]

Carinan du peyvên pir şibî hev jî yek jê aloz û parvebar e û ya din jî wek prensîp parvebar e lê dîrokiyen peyveke xwerû û sade ye û nikare were parvekirin:

  • gulav (ji gul+av anku ava gulan)
  • kulav (ne ji kul+av anku “ava kulan”)[15]

Berevajî nimûneyên li jor, hin peyv hebûn ku tarîxiyen aloz û parvebar bûn lê niha êdî bûne peyvên peyvên sade û parvenebar. Bo nimûne, baş tê zanîn ku paşpirtikeke bi şiklê -van di kurdî de heye ku navdêrên biker (agent nouns) çêdike anku navdêrên bi maneya ”kesa/ê ku tiştekî dike” dide. Ew paşpirtik xwedî gelek maneyan e lê ji hemûyan zêdetir wateya ”nobedar, parêzvan, çavdêr” dide, wek di van peyvan de:

  • gavan, pasevan, şivan…

Niha em bi hêsanî dikarin bibêjin ku gavan peyveke aloz û parvebar e: ga+van anku parêzvanên gayan (û heywanên din yên garanê: manga, golik). Ji vê, em bi hêsanî dikarin bibînin ku –van ya di peyva şivan de jî heman paşpirtik e. Madem wisa ye, şivan di rastiyê de peyveke aloz e. Lê gelo ew dikare were parvekirin?

Tarîxiyen şivan peyveke parvebar bû. Bo nimûne, di avestayî de ew bi şiklê pşupane bû ku ji peyvên pşu- (pez) û pane- (-parêz) anku pezparêz pêk dihat û bi zelalî peyveke aloz û parvebar bû.[16] Lê di kurdî de ti peyveke serbixwe bi şiklê şi nîne û ti maneyê nade. Paşpirtika “-van” jî nikare bi tenê wek peyveke serbixwe be[17] loma peyva şivan di kurdî de êdî peyveke sade û parvenebar e.

Şiklê aloz ji hin peyvên din jî diyar e lê mirov parvekirina wan dijwar e. Bo nimûne:

  • hêlîn: Bi hêsanî mirov dikare bibêje ku têkilî peyva hêk Eger ne wisa hêsan be jî, dîsa bi lêhûrbûneke zêdetir mirov dikare pê bihese ku lîn ya wê hevreha peyva lan, lane ya bi maneya kunc, qunc, cih, war e.[18] Lê parvekirina wê wek hê+lîn ne mimkin e: bi tenê wek peyveke serbixwe ti maneyên têkilî peyva hêk nade.[19] Em peyva lîn jî ne wek peyveke serbixwe û û ji bilî di peyva hêlîn de wek paşpirtik jî nas nakin.
  • golik, goşt, guhan: Ji aliyê dîrokî ve ev hemû têkilî peyva ga ne, bi farisî gav, berê gaw, bi îraniya kevn gew-.[20] Berevajî kurdiya niha, di îraniya kevn de û heta niha jî di gelek zimanên îranî de, ga ne tenê maneya çêlekên nêr lê ya hemû wî cinsê heywanan (nêr û mê) dide, wek ku ji peyvên kurdî gar(r)an û manga/mange (gayên mê) jî diyar e. Paşpirtika –han di peyva guhan de bi eslê xwe –dan(k) e wek di peyvên guldank, şekirdank Lê di peyvên kevnar de d ji nava vokalan de ji kurdî ketiye (bo nimûne kurdî ba, bû, za û farisî bad, bûd, zad) yan jî bûye h (meselen kurdî bahîv/behîv/be’îv û farisî badam)[21]. Lê dîsa jî golik, goşt, guhan di kurdiya niha de bûne peyvên sade û parvenebar.[22]

Mirov dikare lîsteyeke dirêj ya peyvên niha sade û parvenebar lê tarîxiyen aloz û parvebar bide.[23] Bo nimûne:

  • mirov, mêr: ji rehê mir- anku “mirin”, bi gotineke din = kesên mirbar, dimirin, ne nemir, ne xweda
  • stûn: ji rehê st- bi maneya “sekinîn, li ser piyan/lingan bûn, neketî” ku di peyva ra-we-stîn, ra-we-standin yên kurdî de jî maye
  • bext: avestayî bexte- ji beg+te ji beg- = parve kirin, dabeş kirin, lêk vekirin
  • ferman: fre- = pêş, ma- = pîvan, wek di peyva “peyman” de, paşî di kurmancî de “ey” bûye “ê”, wek soranî “pêwan” û taliyê bûye “î” û “m” jî bûye “v” û wisa “pîvan” ji “peyman” peyda bûye
  • embar: ji hem+bar anku “[cihê] birin ber hev”

Hin peyv ji zimanên din ketine kurdî ku di wan zimanan de aloz û parvebar in lê di kurdî de peyvên sade û parvenebar in:

  • rewş: ji farisî reviş ji rev- ku rehê peyva reften = çûn, meşîn, bi rê ve çûn e û –ş jî di farisî de paşpirtikek e.[24]
  • birnût: ji tirkî burunotu yan burun otu anku giyayê pozê/difinê/kepiyê ku ji burun = poz û ot = giya)
  • mekteb: ji erebî me+k-t-b. Pêşpirtika me- cihan diyar dike, wek ”-geh” ya îranî û bo heman pêşpirtik di peyvên wek mekan, mesken, mehel, medrese de jî heye. “-kteb” ji rehê k-t-b yê maneya nivîsîn e ku di peyvên wek kitab, katib de jî heye.
  • demokrasî: ji yûnanî demos (gel, xelk, milet) û kratos (hêz, qiwet) anku demokrasî = hêza gel, hukimraniya xelkê.

Hin peyvên xwemalî jî hene ku wek peyvên aloz û parvebar dixuyin lê di rastiyê de nikarin bên parvekirin anku divê wek peyvên sade bên hejmartin. Di van nimûneyên me de xetika – ya nav peyvê diyar dike ku wek prensîp parvekirin dikare wiha be lê di pratîkê de ne mimkin e:

  • kûçik (*kûç-ik), kitik (*kit-ik), pisîk / pisîk (*pisî-k), pişîk (pişî-k)

Carinan peyv dikare li gor hin devokan were parvekirin ji ber ku forma sade di wan devokan de heye lê li gor hin devokên din ew ne mimkin e. Bo nimûne, di kurmanciya navendî de jî û di ya rojhilatî de jî peyva çêtir heye. Ew li gor kurmanciya navendî peyveke aloz û parvebar e ji ber ku mirov dikare wê bike çê+tir. Di kurmanciya rojhilatî de jî paşpirtika –tir heye lê ti peyveke serbixwe ya bi şiklê çê di kurmanciya rojhilatî de nîne yan nemaye. Loma peyva çêtir di van devokan de bûye peyveke parvenebar.[25] Bi heman awayî di hemû kurmancî de peyvên bi maneya zêdetir, zehftir yên bi şiklê bêhtir, bêtir, bihtir, pêhtir, pêtir, pitir êdî parvenebar in ji ber ku ti peyvên têkilî wan yên serbixwe (*bê, *bêh, *pê, *pêh, *pi) nînin tevî ku mirov bi hêsanî dikare bibêje ku –tir ya dawiya wan paşpirtik e.

Peyva mezintir aloz û parvebar e (mezin+tir) lê hevwateya wê ya devokî mestir êdî nikare were parvekirin. Tarîxiyen mestir parvebar bû ji ber ku mes-/mez- bi xwe peyveke sade bû derengtir –in lê hatiye zêdekirin.[26] Anku di dîrokê de peyva mezin jî aloz û parvebar bû (mez+in). Lê ji ber ku forma mez-/mes- wek peyveke serbixwe nemaye, hem mezin û hem jî mestir êdî peyvên sade û parvenebar in.

  1. NASANDINA MIJARÊ Û PEYVNASIYA WÊ

Di zimannasiyê de peyvsazî (bi inglîzî word formation) tê maneya çêkirina peyvan. Çendîn rê û rêbazên çêkirina peyvan anku peyvsaziyê di kurdî û zimanên din de jî hene. Li vê derê em ê tê bikoşin wan bi awayekî tedarikî û sîstematîk peyvsaziya kurdî bidin nasîn. Piraniya van rê û rêbazan di peyvsaziyê de gerdûnî ne anku di gelek zimanên din de jî – lê ne hemû di her zimanî de – hene.

Em ê pêşî van awayên cuda bi kurtî bidin nasîn û paşî bi kûrahî herin nav her yekê ji wan û bi hûrî behsa bikaranîna wan rê û rêbazan di peyvsaziya kurdî de bikin. Rêbazên peyvsaziyê li gor giringiya wan di kurdî de hatine rêzkirin: yên destpêkê di peyvsaziya kurdî de (û gelek zimanên din de jî) pir giring in, yên dawiyê roleke kêm heye yan hema-hema tine ye. Lê bila hejmarkirina van rêbazan ne wek tiştekî mutleq û absolut were hesibandin. Dibe ku, bo nimûne, di kurdî de niha wergirtin ji guhastinê giringtir be.

  1. Pêkanîn (bi inglîzî compounding) di peyvsaziyê de tê maneya çêkirina peyvan ji peyvên heyî bi girêdana du yan zêdetir peyvên serbixwe bi hev ve, bo nimûne serok+wezîr à serokwezîr, dest+pê+kirin à destpêkirin. Ji peyvên wiha re di kurdî de pêkhatî tê gotin (carinan hevedudanî/hevdanî/lêkdayî).

 

  1. Dariştin (derivation) çêkirina peyvan e ji peyveke serbixwe bi pêvekirina yek yan çend pirtikên (morfemên) girêdayî (neserbixwe) bi peyveke serbixwe ve, bo nimûne: kurd+î à kurdî yan bê+hêvî+tî à bêhêvîtî.

Pêkanîn û dariştin di kurdî û piraniya zimanan de gelek giring in. Di rastiyê de, gava ku behsa peyvsaziyê tê kirin, piranî caran zimannas û xaseten jî rêzimannas, tenê li ser pêkanîn û dariştinê radiwestin û behsa awayên din yên peyvsaziyê nakin. Lê çendîn awayên din jî yên peyvsaziyê hene ku rola wan jî di çêkirina peyvan de di kurdî û zimanên din de ne biçûk e.

  1. Guhastin (bi inglîzî conversion) neqilkirina peyvan ji birrekî peyvan (word class, part of speech) bo bikaranînê wek endamên birreke din ya peyvan e. Peyv wek xwe dimîne lê bergeha bikaranîna wê tê berfirehkirin yan jî guherandin.

Bo nimûne, peyva mezin di kurmancî de rengdêr e (sifet e, bi inglîzî adjective), wek Kurik mezin bûye. Lê bi guhastinê peyva mezin dikare bibe navdêr jî (bi inglîzî noun): Ew mezinê malê ye. Peyva gotin di eslê xwe de lêker e (fiil, bi inglîzî verb), wek Te çi got? Lê bi guhastinê mirov dikare peyva gotin bike navdêr jî. Bo nimûne, Ez gotinekê jî bi çînî nizanim. Di vê hevokê de gotin maneya peyv, kelîme dide anku dibe navdêr.

  1. Dubarekirin (reduplication) di peyvsaziyê de tê maneya çêkirina hin peyvan bi dubarekirina peyvekê bi temamî yan bi peyveke nêzîkî wê bi awayekî ku encama wê dubarekirinê peyveke yan gotineke bi maneyeke xweser bide. Bo nimûne, car-car bi maneya “hin caran, carinan”, zû-zû bi wateya “pir zû”, heta-heta yan herûher (bi edebî, bê dawî), tiştûmişt bi armanca “tişt û yên wek wan” ji hin awayên dubarekirinê ne. Dubarekirinê di kurdî de roleke giring heye.
  1. Zarvekirin (onomatopoeia) di peyvsaziyê de tê maneya çêkirina hin peyvan li ber dengan. Bo nimûne: teqe-req, dinge-ding, nale-nal, xuşîn, gurmîn, qîrrîn, qîjîn hin ji nimûneyên peyvsaziya bi zarvekirinê ne.
  1. Wergirtin (borrowing) yan deynkirin di peyvnasiyê de tê maneya neqilkirina peyvekê ji zimanekî din bo nav zimanê xwe. Bo nimûne, kurdî vê dawiyê peyvên wek televizyon, Internet, radyo ji hin zimanên ewropî wergirtine (yekser yan jî bi rêya tirkî, erebî yan farisî). Peyvên wergirtî dibe ku li gor rastnivîsîn, rêziman û dengnasiya kurdî bên eyarkirin (bo nimûne televizyon ji fransî télévision yan inglîzî television) yan jî wek orijînala wan bên hiştin, bo nimûne [27]
  1. Wergerandin yekser (calque, loan translation) çêkirina peyvan li gor hevwateyên wan yên bi zimanekî din e. Anku peyva nû ji peyvên heyî yên xwemalî tê çêkirin lê li gor hevwateya wê peyvê ya bi zimanekî din tê avakirin. Bo nimûne, peyva çande, çand ya bi maneya kultûr ji peyva heyî ya xwemalî ya çandin hatiye çêkirin lê ew wergerandina peyva culture ya zimanên ewropî ye ku ji peyva cultūra ya latînî ya bi maneya çandin [28] Peyva pêvajo (prose, proses) ya vê dawiyê di medyaya kurmancî de berbelav, wergerandina peyva süreç ya tirkî ye ku ji peyva sür-mek (ajotin) ya tirkî hatiye çêkirin. Peyva zanîngeh (unîversîte) wergerandina peyva farisî danişgah e, hevwateya wê ya soranî zanko wergerandina cami’e ya erebî ye…

 

  1. Wergirtina wateyê (semantic loan) tê maneya berfirehkirina (yan guherandina) maneya peyvên xwemalî li ber modela zimanên din. Bo nimûne, di kurmancî de lê gerîn tê maneya hatin û çûn û nêrîn bi armanca peydakirina tiştekî, bi inglîzî to search, to look for, bi tirkî aramak. Lê di tirkî de aramak herwiha maneya bi telefonê axivîn jî dide. Di inglîzî de ev herdu peyv maneya axivîna bi telefonê nadin. Di nav kurdên ne ji Bakurê Kurdistanê de, mirov bi mexseda axivîna bi telefonê, bi gotina lê gerîn bi kar naîne. Adeten mirov dibêje telefon kirin, bi soranî jî telefon kirdin, bi farisî têlêfûn kerden. Lê kurdên Bakurê Kurdistanê adeten li gor modela tirkî bi vê maneyê dibêjin lê gerîn. Ev nimûneyeke ji wergirtina wateyê
  1. Lihevanîna dengî-wateyî (phono-semantic matching) tê maneya wergirtina hin peyvên biyanî û eyarkirina wan li ber peyvên xwemalî heçku ew peyvên xwemalî bin. Bo nimûne, peyva bombebaran û hevwateya wê bombedûman[29] di kurdî de tên xebitandin heçku ew ji peyvên “bombe+baran” yan “bombe+dûman” bin. Lê di rastiyê de ev peyv ji fransî bombardement (bixwîne: bombardman) hatiye wergirtin lê li gor peyvên xwemalî hatiye eyarkirin. Ji vê diyarde û fenomenê re lihevanîna dengî-wateyî tê gotin.

 

  1. Qusandin (clipping) yan kurtkirin tê nameya avêtina yek yan çend dengan/herfan ji peyvekê. Qusandin dikare li destpêkê, navê yan dawiyê peyda bibe yan jî aloz be. Bo nimûne Miho ji Mihemed (kurtkirin li dawiyê), Aqûb ji Yaqûb (kurtkirin li destpêkê), bên ji bêhn (kurtkirin li navê) û Mem ji Mihemed (kurtkirina aloz).[30]

 

  1. Paşvesazî (backformation) çêkirina peyveke nû bi kurtkirina peyveke heyî. Bo nimûne, nivîs ji peyva nivîsîn yan ajo[31] ji ajotin. Peyvên ajotin û nivîsîn ji mêj ve di nav gel de hebûne lê peyvên nivîs û ajo vê dawiyê ji wan hatine çêkirin.

 

  1. Têkilkirin (blending) tê maneya çêkirina peyvên nû ji hin beşên lê ne hemû beşên du yan çend peyvan. Di peyvsaziya kurdî û zimanên din de jî ev metod kêm li kar e yan qet peyda nabe. Lê vê dawiyê çend nimûneyên balkêş yên têkil di kurdî de hatine çêkirin. Ji wan yên herî navdar tirkmancî (têkilkirina tirkî û kurmancî) û sormancî (têkilkirina soranî û kurmancî) ne. Mirov dikare herwiha peyva inglîzî brunch (taşta dereng yan firavîna zû) wek nimûne bide ku ji têkilkirina breakfast (taşt) û lunch (firavîn) hatiye çêkirin. Belkî di kurdî de mirov bikare peyva paşîv wek têkilkirineke peyva paş û şîv hesab bike lê dikare wê wek sivikkirina du dengên Ş bi Ş-yekê jî rave bike. Herwiha peyva devokî nîro dikare wek têkilkirina nîv+ro(j) were hejmartin. Lê têkilkirin adeten wek peyvsaziyeke bi zanîn tê hesibandin loma hejmartina van peyvên kurdî wek nimûne ji têkilkirinê hinekî biguman e.

 

  1. Sernavî (acronym) di peyvsaziyê de peyvên wisan in ku ji serherfên navê dezgehekê yan tiştekî pêk tê lê ne herf bi herf lê wek peyvekê tên gotin. Bo nimûne, radar ku kurtkirina peyvên inglîzî radio detection and ranging yan Hadep ku kurtkirina peyvên tirkî Halkın Demokrasi Partisi Di kurdî de hin sernaviyên di zimanên din de çêkirî tên bikaranîn lê sernaviyên xwemalî hema-hema peyda nabin.

 

  1. Saznavî (eponym) di peyvsaziyê de ew peyv in ku ji navê kesekî yan dezgehekî hatine çêkirin. Adeten hin keşf û îcadên nû bi navê wan kesan yan şirketan tên nasîn ku wan ew tişt afirandiye yan vedîtiye. Bo nimûne, aspîrîn peyveke saznavî ye ji ber ku şirketeke almanî ya bi navê Aspirin aspîrîn yekem car saz kiriye. Ev awayê peyvsaziyê jî di kurdî de kêm li kar e yan qet peyda nabe.
  1. CUDAHIYÊN PEYVSAZIYÊ Û ÇEMANDINÊ

Di zimannasiyê de du beşên serekî yên nêzîkî hev peyvsazî (word-formation) û çemandin/tewandin (inflection) in. Di herduyan de peyv û şiklê wê diguhere (ji bilî peyvsaziya bi awayê guhastinê). Lê encamên peyvsaziyê û çemandinê ne wek hev in:

Di peyvsaziyê de peyvên nû yên bi maneyên nû ji peyva serekî cuda tên afirandin. Bi çemandinê mirov peyvên nû yên bi maneya ji peyva bingehîn cuda çênake lê bo nimûne cinsê peyvê (mê yan nêr), hejmara wê (yek yan gelek), dema wê (niha yan berê), erênî yan neyînî (dike/nake, kir/nekir, bûye/nebûye…) diyar dike.

Bi çemandinê birrê peyva bingehîn naguhere. Bo nimûne, “hat, nehat, hatiye, hatibû” bi çemandinê demên cuda diyar dikin lê dîsa jî ew hemû wek rehê bingehîn “hat” lêker in. Lê bi peyvsaziyê gelek caran (lê ne herdem) birrê peyva bingehîn jî diguhere. Bo nimûne, “azad” rengdêr e lê “azadî” navdêr e anku bi zêdekirina “î” li peyva bingehîn, peyveke ser bi birreke din yan peyvan peyda dibe. Ji heman peyvê mirov dikare “azadî-xwaz” jî çêke ku mebest jê ew kes in ku azadiyê dixwazin. Anku maneya peyvê diguhere, “azadî” tiştek e lê “azadîxwaz” mirov in. Anku maneya peyvê guheriye lê vê carê birrê peyvê her eynî dimîne.

  1. GUHASTIN

Guhastin (conversion) yek ji awayên serekî yên peyvsaziya kurdî û hin zimanên din e. Mebest ji guhastinê bikaranîna peyvên bi eslê xwe endamên birreke peyvan wek endamên yek yan hin birrên din yên peyvan e.

Di guhastinê de di rastiyê de ti peyvên nû ji peyva heyî nayên çêkirin. Tenê maneya peyvê û bergeha bikaranîna wê tê berfirehkirin yan jî guherandin.

Di kurdî de, bi guhastinê her lêkera bi forma ferhengî (rader, infinitîv) dikare bibe navdêr.  Gelek navdêr dikarin bibin rengdêr. Rengdêr bi berfirehî dibin hoker lê gelek rengdêr dibin navdêr jî.

 

 

 

  • Navdêr ji lêkeran

Hemû lêkerên (fiil, verb) kurdî bi forma xwe ya ferhengî/rader (infinitîv, mesder) dikarin yekser bêyî ti guherînan wek navdêr (ism, noun, substantîv) bên bikaranîn. Gava ku ew wek navdêr tên bikaranîn, ew dikarin hemû taybetmendiyên navdêrên kurdî bigirin ser xwe (yekhejmar/pirhejmar, cins[32], diyarîtî/nediyarîtî, çemandina wek navdêrên din, girêdan/qertaf/izafe).

Bo nimûne, gotin (wek min got) bi eslê xwe lêker e lê di van nimûneyan de ew wek navdêr û bi taybetiyên çemandina navdêran li kar e:

  • Gotin xweş in lê kirin xweştir e.
  • Bi gotinê û bi kirinê.
  • Gotina wî xweş bûn lê kirinên wan qirêj bûn.
  • Çend gotinên xweş
  • Gotineke bêwate.

Eger lêker pêkhatî (hevedudanî, compound) be, hingê wek lêker beşên wê ji hev cuda tên nivîsîn lê wek navdêr bi hev re.

Bo nimûne:

  • lêker: kar kirin, dest pê kirin, ji bîr bûn, wêne girtin
  • navdêr: karkirin, destpêkirin, jibîrbûn, wênegirtin.

Ev diyarde di zimannasiyê de bi navê navdêrkirin (substantivization, nominalization) tê nasîn.

Ji bilî lêkerên bi forma ferhengî, herwiha carinan rehê dema niha yan rehê dema borî jî yê lêkeran dikare wek navdêr bê bikaranîn:

  • rehê dema niha: ger(r) ji gerrîn, veger ji vegerîn, rev ji revîn, nivîs ji nivîsîn: Di nivîs-a wî de.
  • rehê dema borî: destkeft, hilkeft, kir (ji bi dest keftin, hilkeftin, kirin): kir û kiryar (kirin, tiştê ku hatiye kirin yan tê kirin, bi inglîzî deed, act, action)
  • Navdêr ji rengdêran

Gelek rengdêrên (sifet, hevalnav, adjective) kurdî jî dikarin bi guhastinê anku bêyî ti pirtikên rêzimanî, ji rengdêriyê veguhezin navdêriyê. Gava ku ew wek navdêr tên bikaranîn, ew dikarin hemû taybetmendiyên navdêrên kurdî bigirin ser xwe (yekhejmar/pirhejmar, cins[33], diyarîtî/nediyarîtî, çemandina wek navdêrên din, girêdan/qertaf/izafe).

Bo nimûne, biçûk û mezin (wek fîl ji mişkan mezintir in) bi eslê xwe rengdêr in lê di van nimûneyan de ew wek navdêr û bi taybetiyên çemandina navdêran li kar e:

  • Biçûk şîrîn in. (= Zarok şîrîn in.)
  • mezina wan dehsalî ye.
  • mezinê malê
  • bilêtên biçûkan bi 10 ewro ne, bilêtên mezinan bi 20 ewroyan
  • Tenê mezinek û du biçûk li malê bûn.

Ev diyarde jî di zimannasiyê de bi navê navdêrkirin (substantivization, nominalization) tê nasîn.

  • Rengdêr ji navdêran

Gelek navdêr jî dikarin wek rengdêran bên bikaranîn. Hingê ew jî dikarin xusûsiyetên rengdêran bigirin ser xwe. Ker heywanek e lê gelek caran bi maneya bêaqil, bêhiş wek rengdêr tê bikaranîn.

  • Filan kes ker e. (bêaqil e)
  • Bêvan kes ji filan kesî kertir e. (hê jî bêaqiltir e.)
  • Ew kertirîn mirov e. (ji hemû mirovan bêaqiltir e.)

Navê gelek heywanên din jî wek rengdêr di kurdî û hin zimanên din de li kar e:

  • şêr: wêrek
  • rovî/rûvî: 1) tirsok, tirsonek, newêrek 2) hîlebaz, xapîner

Gelek peyvên hewayî yên navdêr jî bêyî ti guherînan bi guhastinê wek rengdêr di hevokan de cih digirin. Bo zelalkirina cudahiya erkê wan, em ê maneyên wan yên bi inglîzî jî li gel wan bidin:

  • ewr (navdêr – cloud) à bikaranîna wek rengdêr: Îro ewr e. (It’s a cloudy day.)

Ev diyarde di zimannasiyê de bi navê rengdêrkirin (adjectivization) tê nasîn.

  • Rengdêr ji lêkeran

Lêkerên partîsîpî (rehê demên borî + -î/-yî) dikarin wek rengdêr û navdêran jî bên bikaranîn

  • ew girtî ye (girtî = rengdêr)
  • yê girtî hat berdan (girtî = navdêr)

Adeten formên din yên lêkeran bi guhastinê nabin rengdêr. Lê bo nimûne peyva saz ya rengdêr (çêkirî, eyarkirî, tamîrkirî, dirist, likar, ava, tişta/ê ku baş kar dike, ne xirab, ne xirabe) bi eslê xwe lêker e, ew di farisî de rehê dema niha yê lêkera saxten (çêkirin, saz kirin) e lê wek peyveke serbixwe bi veguhastinê bûye rengdêr.

  • Hoker ji rengdêran

Gelek ji rengdêrên kurdî bêyî ti guherandinê, bi guhastinê dibin hoker (zerf, adverb):

  • Dengê wê xweş e. (xweş = rengdêr)
  • Ew xweş stranan dibêje. (xweş = hoker)
  • Karê te baş bû. (baş = rengdêr)
  • Te baş kar kir. (baş = hoker)

Ev diyarde di zimannasiyê de bi navê hokerkirin (adverbialization) tê nasîn.

  • Daçek ji navdêran

Gelek ji daçekên (adposition, preposition) kurdî yekser ji nav navdêran hatine guhastin.

  • Serê wî reş e. (ser = navdêr)
  • Kitêb danî ser maseyê. (ser = daçek)
  • Binê xanî riziye. (bin = navdêr)
  • Av ketiye bin. (bin = daçek)

Navdêrên daçekkirî dikarin li gor qeyd û bendên navdêran bi çemandin yan jî – bi piranî – neçemin:

  • nava malê / gundî (nav = navdêr)
  • li nav / nava gundî (nav / nava = daçek)

Ev diyarde di zimannasiyê de dikare bi navê daçekkirin (prepositionalization, adpositionalization) were nasandin.

  1. PÊKANÎN

Pêkanîn tê maneya hevgihandina du yan zêdetir peyvên serbixwe û çêkirina peyveke pêkhatî ji wan. Maneya peyva pêkhatî dikare pêşbînîkirî be yan jî tiştekî bi temamî jê cuda be yan jî tiştekî di navbera wan de be.

Bo nimûne:

  • pêşbînîkirî: por-zer (mirov yekser jê fehm dike ku mebest jê “por” e û rengê wî porî zer e.)
  • nepayî: destpêkirin (tenê bi hînbûnê mirov dizane ku maneya wê çi ye – ji peyvên pêkhatî ne yekser diyar e – ji peyvên wiha re îdyom/biwêj tê gotin)
  • Navdêr û navdêr

Peyvên pêkhatî dikarin ji du navdêran pêk bên. Me li jor peyva serokwezîr daye ku ji du peyvên navdêrî (serok û wezîr) pêk hatiye. Ji heman mijarê mirov dikare peyvên wek serokdewlet, serokkomar, serokeşîr bide.

Di kurmancî de bi giştî peyvên pêkhatî yên du-navdêrî bi qalibê raveber + raveker pêk tên. Anku peyva yekem peyva bingehîn e ku peyva duyem peyva yekem şirove dike. Bo nimûne: jinbab/jinbav jinek e anku peyva yekem peyva bingehîn e û bab/bav jî tenê wê şirove dike anku diyar dike ku ew jin ya babê/bavê kesekî ye.

Ev qeydeke giştî ya formûlaya raveber + raveker ya peyvrêziya zimanê kurdî ye: jina bab(ê filan kesî). Anku di peyvên pêkhatî de tenê girêdek (jin-a) û tewang (bab-ê) hatine avêtin û tenê jinbab maye.

Mirov dikare hin peyvên din jî yên malbatî yên bi vî qalibî bide:

  • jinmam/jinap, pismam/kurap, dotmam/keçap…

Lê ev qeydeya giştî ne bêawarte ye. Di hin peyvên pêkhatî de peyvrêzî berevajî ye:

  • kitêb-xane ne kitêba xaniyan e lê xaniyê kitêban e anku raveker berî raveberê ye
  • kar-geh ne karê cihekî ye lê cihê karekî ye anku raveker berî raveberê ye
  • Kurd-istan ne kurdên welatekî (”stanekê”) ne lê welatê (”stana”) kurdan e anku raveker berî raveberê ye
  • xwarza/xwarzî ne xweha/xuşka zarokekî ye lê zarokê xuşkê ye anku raveker berî raveberê ye

Çend sebebên dîrokî yên vê berojavîtiyê hene:

  • Beşên duyem yên van peyvan (-xane, -geh, -istan, -za) rêzimanî bûne (grammaticalized) anku êdî ne wek peyvên serbixwe lê wek paşpirtikan tên hejmartin loma em wek qeyda giştî nabêjin *xanekitêb, *Stankurd. Hêjayî gotinê ye ku bi kêmî *(i)stan û *xane di kurmancî de wek peyvên serbixwe di zimanê rojane de ne li kar in.
  • Ev dikare ji tesîra zimanên din, xaseten tesîra farisî be. Di gelek zimanên din de peyvrêziya komika navdêrî berevajî kurdî ye. Bo nimûne:
    • kurmancî: karta telefonan
    • tirkî: telefon kartı
    • inglîzî: telephone card

Wek ku tê dîtin, di van zimanan de peyvrêzî berevajî kurdî ye. Di farisî de peyvrêzî carinan wek kurdî lê hin caran jî wek van zimanên din e. Tesîra vê carinan li ser kurmancî heye lê hê jî zêdetir li ser soranî heye. Bo nimûne, peyva kurmancî jinbira (jina birayî) li gor qeyda giştî ya kurdî ya raveber + raveker e. Lê hevwateya wê ya soranî tam berevajî wê ye:

  • kurmancî: jinbira (jina birayî)
  • soranî: birajin (jinbira, jina birayî)

Li gor mentiqa giştî ya peyvrêziya kurdî, “birajin”a soranî dê maneya “birayê jinê” bidaya lê di rastiyê de wateya “jina birayî” dide.

Vê dawiyê gelek peyvên li gor vî qalibî hatine çêkirin wek wergerên yekser yên ji zimanên din:

  • malper (li ber inglîzî homepage ji home = mal, page= pel, perr, rûpel)
  • serleşker, serfermandar (ji tirkî başkomutan ji baş = ser, komutan = fermandar)
  • makezagon[34] (bi maneya qanûna bingehîn li ber tirkî anayasa ji ana = mak, dayik, yasa = qanûn)

Wek ku tê dîtin, carinan du navdêr dikarin bi alîkariya navpirtika e jî bigihin hev. Mirov dikare wê herwiha bo nimûne di dest-e-bira de jî bibîne. Navpirtikên din yên ku dikarin du navdêran bigihînin hev ev in (li gor giringiya xwe di peyvsaziya kurmancî de):

  • û: karûbar, serûçav, devûlêv (rû, bi inglîzî face), dêûbab/dêûbav (parents), avûhewa (climate)…
  • bi: karbidest, darbidest, destbikar, destbişol, xwelîser…
  • an/a: sera(n)ser, bera(m)ber[35], şahinşah/şahînşah[36]
  • o: serobin, taromar…
  • aw: rengawreng (rengîn, pirrengî), corawcor (ji pir coran/cûnan/çeşîtan)…

Ya yekem nimûneyek ji formûlaya navdêr + girêder + navdêr e. Ya duyem mîsalek ji forma navdêr + daçek + navdêr e. Ya sêyem mînakek ji qalibê navdêr + pirhejmar + navdêr e. Ya çarem varyanteke ji ya yekem e (û à o) û ya pêncem jî varyanteke ya duyem e (ji farisî ba à va à soranî wa/aw à kurmancî -aw- (tenê di herdu nimûneyên dayî de).

Adeten di kurdî de di peyvên pêkhatî de tenê du navdêr li pey hev hene. Lê zêdetir navdêr li pey hev jî mimkin in. Bo nimûne

  • gulberoj (gul+ber+roj anku “gula berê wê li rojê”, bi inglîzî sunflower)
  • Navdêr û rengdêr

Di kurdî de di çêkirina peyvên pêkhatî de herwiha qalibê navdêr + rengdêr jî bi berfirehî li kar e. Adeten ji wan rengdêrên nû tên çêkirin:

  • ser-bilind, mêr-xas, ser-reş, kezî-zer, rû-geş…

Wek ku tê dîtin, ev peyv bi maneya we ya bingehîn rengdêr in. Lê ew herwiha dikarin bi hukmê guhastinê wek navdêr jî bên bikaranîn:

  • mêrxas-ên kurd, kezîzer-eke swêdî…

Peyvrêziya komika “navdêr + rengdêr” jî wek peyvrêziya giştî ya kurdî adeten raveber berî raveker tê anku peyva serekî (bo nimûner “ser”) pêşî tê û peyva diyarkirina çawaniya peyva serekî (bo nimûne “reş”) li dûv peyva serekî ye. Dîsa ev jî ji ber wê ye ku peyva sereke di kurdî de di komikên girêdanê de jî yekem e û çawaniya wê li pey wê tê:

  • serê reş (ne “reş ser”)

Bi hin zimanên din dîsa berevajî kurdî ye. Bo nimûne:

  • kurdî: por-reş / ser_reş
  • tirkî: siyah saçlı (peyv bi peyv “reş por-î”)
  • inglîzî: dark-hair-ed (“tarî-por-î”)

Di kurdî de jî di çend peyvan de peyvrêzî wek inglîzî û tirkî ye anku rengdêr berî navdêrê tê. Ev rengdêr dikevin berî navdêran:

  • xweş: xweşmirov, xweşheval, xweşmêr, xweşxeber…
  • têr: têrxwê, têrmû, têrşekir…
  • kêm: kêmxwê, kêmşekir…
  • pirr/pir: pir-rengî, piralî, pir_kultûrî…[37]

Mirov peyva bihagiran gelek caran bi forma giranbiha/giranbuha ya bi qalibê rengdêr + navdêr jî dibîne. Herwiha vê dawiyê peyva bedbext jî ya dîsa rengdêr + navêr di kurmancî de dibîne. Ji ber ku bed (xirab, nebaş) ji xwe di kurdî de di zimanê de ne li kar e û wergirtineke ji farisî ye, divê formên giranbiha û bedbext jî wek neqilkirinên ji farisî bên hejmartin. Ji xwe berevajî bedbextê, hevwateya wê bextreş li gor qeyda giştî ya navdêr + rengdêr e.

Herwiha hejmareke biçûk ya rengdêran heye ku bi alîkariya navpirtika “-e-“ dikeve berî navdêran. Wiha ne rengdêr lê navdêr tên çêkirin:

  • pîrejin, pîremêr, *pîrebûk à pîrebok à pîrevok à pîrhevok
  • kurteçîrok (kurt-e-çîrok)
  • kevnepêşmerge (kevn-e-pêşmerge: pêşmergeyên berê yan kesên ji mêj ve pêşmerge)

Lê çend rengdêr jî wiha hatine sazkirin:

  • dûredest (dûr-e-dest: ne berdest)
  • Navdêr û hoker

Me li jor diyar kiriye ku peyvên wek têr, kêm, pir(r) dikevin berî rengdêran. Di rastiyê de ew dikarin ne rengdêr lê hoker jî bin. Ji xwe pir, kêm adeten zêdetir wek hoker li kar in, tevî ku wek rengdêr jî mimkin in.

Herçi hoker in, ew peyvsaziya pêkhatinê de dikevin berî navdêran, ne pey wan.

  • Navdêr û cînav

Peyvên pêkhatî yên bi qalibê navdêr + cînav di kurdî de peyda nabin. Lê yên bi qalibê cînav + navdêr hene. Xaseten cînavên hev- (û varyantên wê hem-, him-) û xwe-[38] di pêkanîna peyvan de tên xebitandin:

  • hevkar, hember, hevpeyman, heval (yên li aliyê hev)
  • xwehez

Lê bi parawêzî û marjinalî herwiha hin cînavên din jî di pêkanîna

  • ezperistî (xweperistî, li ber egoîzmê ku ji latînî ego = ez hatiye darıtin)
  • bêtuyî, bêtuyîtî (bê hebûna te, dûrîtiya/xerîbiya ji te)
  • Navdêr û nîşanker

Di nav nîşankeran (determiners) de xaseten her, ev, ew dikarin li gel navdêran peyvên pêkhatî çêkin:

  • herdem, hergav, hero (her roj), herkes (her kes), hertişt (her tişt)
  • evqas (hinde), evro (îro)
  • ewqas (hind), ewende (bi soranî, ji “ew hende” bi maneya “ewqas, hind”)
  • Navdêr û lêker

Giringtirîn qalibê çêkirina peyvên pêkhatî di kurdî û zimanên din yên îranî de bi formûlaya navdêr + lêker e. Di van qaliban de navdêr neçemandî anku xwerû ye lê lêker dikare bi forma xwe ya ferhengî (rader, mesder, infinitive), bi rehê xwe yê dema niha yan jî – kêm caran – bi rehê xwe yê dema borî be.

  • Navdêr û lêkera bi forma ferhengî

Piraniya lêkerên ku di hin zimanên din de bi peyvekê ne, di kurdî û zimanên din yên îranî de adeten bi navdêrekê û yek ji van lêkeran in (li gor mişetiya peydabûna xwe hatine rêzkirin):

  • kirin
  • bûn
  • dan
  • girtin
  • ketin
  • xistin

Bo nimûne:

kurmancî soranî inglîzî erebî tirkî
kar kirin kar kirdin work ‘emele çalışmak
nîşan dan nîşan dan show ‘eredhe göstermek

Wek ku tê dîtin, di kurdî (kurmancî û soranî) de, ev lêkerên bi zimanên din yekpeyvî ji peyvên pêkhatî ne. Peyvên pêkhatî yên wiha dikarin ji navdêrên xwemalî yan jî biyanî bin:

  • stran gotin (stran ji kurdî)
  • fehm kirin (fehm ji erebî)

Ji hin lêkeran hem peyveke xwerû û hem jî peyveke pêkhatî heye:

pêkhatî xwerû
nas kirin nasîn
şuxil kirin şuxilîn

Carinan maneya wan hinekî ji hev cuda ye:

  • xebat kirin – xebitîn

Hin caran maneya peyva xwerû û ya pêkhatî teqrîben bi temamî ji hev dûr ketiye:[39]

  • helîn (bo nimûne berf/befr)
  • hel bûn (kêşe, pirsgirêk)

Li gor rastnivîsîna kurmancî, gava ku peyvên pêkhatî yên navdêr + lêker ji hev cuda tên nivîsîn, encama wan lêker in. Bo dîtina cudahiya maneya wan, em ê nimûneyên xwe li inglîzî û tirkî jî wergerînin:

  • fehm kirin (to understand, anlamak)

Lê gava ku ew bi hev ve bên nivîsîn, hingê ew dibin navdêr:

  • fehmkirin (understanding, anlama/anlayış)

Herwiha cînavê pêvekirî (-ê) jî dikare li qalibê navdêr + lêker were barkirin anku bibe navdêr + lêker + cînav:

  • agir berdanê (agir + berdan + -ê)

Qalibê navdêr + lêker herwiha dikare bibe navdêr + daçek + lêker:

  • temaşe-yî [televizyonê] kirin (temaşe = navdêr, -yî = daçek, kirin = lêker)

Daçek û cînav dikarin di heman demê de jî li navdêr û lêkerê bên zêdekirin anku peyva pêkhatî ji qalibê navdêr + daçek + cînav + lêker were sazkirin:

  • dest pê kirin (dest = navdêr, pê = bi wê = daçek-cînav, kirin = lêker)
  • agir vêketin (agir = nd, vê = pê = bi wê = dç cn, ketin = lk)
  • Navdêr û lêkera bi rehê dema niha

Ji bilî forma ferhengî/raderî, herwiha forma dema niha di kurdî û zimanên din yên îranî de bi berfirehî bo çêkirina peyvên pêkhatî tê bikaranîn:

  • gulfiroş (ji gul = navdêr û firoş = rehê dema niha ji lêkera firotin)
  • stranbêj (ji stran = navdêr û bêj = rehê dema niha ji lêkera gotin)
  • welatparêz (ji welat = navdêr û parêz = rehê dema niha ji lêkera parastin)

Wiha adeten navdêrên biker (agent nouns) tên çêkirin anku navên pîşeyan û bikerên wan. Lê carinan navê amûr yan makîneyan yan cihê kirina tiştekî jî ji wan tê çêkirin:

  • serşo (dûş, hemam) ji ser = navdêr û şo = rehê dema niha ji lêkera şûştin
  • guldan (vazo, amana gul tê de ji gul = navdêr û dan = rehê dema niha ji lêkera danîn

Lê di kurmancî de adeten paşpirtika “-k” jî li peyvên wiha tê zêdekirin gava ku mebest jê ne mirov lê amûr yan aman bin:

  • guldank
  • serşok

Wiha mirov dikare maneya mirovan ji ya amûran yan amana jî cuda bike:

  • cilşo (kesa/ê ku cilan dişo)
  • cilşok (makîneya ku cilan dişo, makîneya cilşûştinê)

Wek prensîp, hemû lêkerên gerguhêz (têperr, transitîv) yên kurdî dikarin bi rehê xwe yê dema niha bikevin dûv navdêran û peyvên pêkhatî yên bi merema pîse_ yan biker (kesa/ê ku tiştekî dike) çêkin. Lê çend lêkerên giştî ji bilî rehê dema niha herwiha hewceyî paşpirtika “-er” in jî daku bikarin navdêrên biker pêk bînin:

  • karker (ji kar-k-er ji kar = navdêr, -k- = rehê dema niha ji lêkera kirin û –er = paşpirtik)
  • peyamber (ji peyam-b-er ji peyam = nd, -b- = rehê dema niha ji birin û –er = paşpirtik)
  • nander (ji nan = nd, -d- = rehê dema niha ji birin û –er = paşpirtik)
  • mirovxwer (ji mirov = nd, -xw- = rehê dema niha ji birin û –er = paşpirtik)

Tarîxiyen ev “-er” ne paşpirtikek e ku dikeve pey van lêkeran lê beşek ji rehê lêkerê ye. Di kurmanciya rojhilatî û di soranî de “-e-” jî di rehê van lêkeran de maye (-ke-[40], -be-, -de-) û di zazakî de di rehê raweya bilanî (subjunktîv) de “-er-“ bi temamî hatiye parastin (-ker-, -ber-, -der-, -wer-). Di farisî de jî “-er-“ li gel lêkera x(w)arden (xwarin) hatiye lê “-we-” bûye “o”: -xor- (ji -xwer-).

Carinan ev “-er” bi zêdehî li rehê hin lêkerên din jî yên sazkerên peyvên pêkhatî tê siwarkirin:

  • “roman-nivîs-er” ku forma wê ya rasttir ”romannivîs” e

Lê rehê dema niha yê gelek lêkerên gerguhêz (yên ku formên wan yên raderî/ferhengî bi –andin / -endin bi dawî tên) hevşiklên forma lêkerî ya heman lêkera gerneguhêz (têneperr, intransitîv) in:

  • hejîn: rehê dema niha ji lêkera ”hejandin” (bo nimûne: di-hejîn-im, na-hejîn-î, di-hejîn-e, bi-hejîn-in…)
  • hejîn: hevwateya lêkera ”hejandin” lê gerneguhêz

Ji ber vê sebebê, bo nimûne peyva “darhejîn” dikare bi du awayan were fehmkirin:

  • kesa/ê (yan tişta/ê) ku daran/darekê dihejîne
  • hejîna daran/darekê

Bi heman awayî ”bombeteqîn”

  • kesa/ê (yan tişta/ê) ku bombeyan/bombeyekê diteqîne yan teqandine/teqandiye
  • teqîna bombeyan/bombeyekê

Bo rêgirtina li ber şaşfehmkirinê, mirov dikare “-er” li van peyvan zêde bike bi merema çêkirina navdêrên biker. Wiha mirov maneyên cuda bi peyvên cuda ifade dike:

  • darhejîner: kesa/ê (yan tişta/ê) ku daran/darekê dihejîne
  • darhejîn: hejîna daran/darekê
  • bombeteqîner: kesa/ê (yan tişta/ê) ku bombeyan/bombeyekê diteqîne
  • bombeteqîn: teqîna bombeyan/bombeyekê

Wek din jî bikaranîna ”-er” vê dawiyê di kurdî de çalak bûye û bi berfirehî bo çêkirina navdêrên biker tê bikaranîn. Bo vê, li beşa dariştinê binêrin.

Herwiha cînavên pêvekirî (yan daçek û cînavên pevheliyayî) jî dikarin bikevin navbera bikevin navbera navdêr û lêkera bi rehê dema niha:

  • destpêker (ji dest = navdêr, pê = daçek-cînav, k = rehê dema niha, -er = paşpirtik)
  • Navdêr û lêkera rengdêrkirî

Di kurdî de herwiha bi berfirehî navdêr li gel lêkerên rengdêrkirî jî bo pêkanîna peyvên nû tên bikaranîn. Hem lêkerên gerguhêz û hem jî yên gerneguhêz dikarin vê erkê bigirin:

  • hezkirî (ji hez = navdêr, kirî = lêkera gerguhêz ya rengdêrkirî)
  • ziyanlêbûyî (ziyan = navdêr, bûyî gerneguhêz ya rengdêrkirî)

Di nimûneya duyem de herwiha daçek-cînava “lê” (li wê/wî/wan) jî heye anku mirov dikare wê wiha rave bike:

  • ziyan-lê-bûyî (ziyan = navdêr, lê = daçek-cînav, bûyî = lêkera gerneguhêz ya rengdêrkirî)
  • Navdêr û lêkera bi rehê dema borî

Ji bilî forma ferhengî ya lêkeran, rehê wan yê dema niha û lêkerên rengdêr kirî (rehê dema borî + -î/-yî, wek ”kir-î, bû-yî”), herwiha bi parawêzî anku marinalî rehê dema borî yê xwerû jî yê çend lêkeran bo çêkirina peyvên pêkhatî yên bi qalibê navdêr + lêker tên bikaranîn:

  • bira-za (bira = navdêr, -za = rehê dema borî ji lêkera zan/zayîn)[41]
  • agirperist / agirperest (agir = navdêr, perist = rehê dema borî ji lêkera peristin)

Wek din, rehê xwerû yê dema borî yê lêkeran di çêkirina peyvên bi qalibê navdêr + lêker ne li kar in. Formên wek karkir, [bi]rêvebir tenê varyantên xerabkirî yên peyvên karker, birêveber in.

  • Lêker berî navdêran

Adeten di peyvên pêkhatî yên ji navdêr û lêkeran wisan in ku navdêr berî lêkerê ye. Lê bi taybetî vê dawiyê hin peyv hatine çêkirin ku lêker dikeve berî navdêrî (axlebe peyva “kar”)

  • firoşkar, nivîskar
  • nivîsgeh
  • xwandingeh / xwandegeh

Statuya “nivîsgehê” hinekî biguman e. Gelo ew ji rehê lêkerê –nivîs- yan jî ji peyva xwerû “nivîs” hatiye çêkirin? Herwiha gelo “geh” li vir navdêreke serbixwe ye yan jî tenê paşpirtik e? Lê nimûneyên me yên din, “firoşkar, nivîskar” bê guman diyar dikin ku çêkirin pêkanîna peyvan bi qalibê lêker + navdêr jî mimkin e tevî ku mirov “-kar” ya li vir ne wek navdêrekî serbixwe lê mîna paşpirtikekê jî fehm bike.

Ji nimûneya “xwandingeh / xwandegeh” yan jî varyantên wan “xwendingeh / xwendegeh” aşkera dibe ku lêker dikare ne tenê bi rehê xwe yê dema niha (di nimûneyên me de “-firoş-, -nivîs-) lê herwiha formên xwe yên din jî beşdarî vê peyvsaziyê bibe:

  • xwandingeh / xwendingeh ( xwandin/xwendin = lêker bi forma raderî/ferhengî, -geh = navdêr yan paşpirtik)
  • xwandegeh / xwendegeh (xwand / xwend = lêker bi forma dema borî, -e- = navpirtik anku infiks, -geh = navdêr yan paşpirtik)
  • Navdêr û hejmarnav

Navdêr û çend hejmar jî dikarin peyvên nû pêk bînin. Bi taybetî jî hejmara “du” di van peyvan de cih digire. Endam dikare rengdêr yan jî navdêr be. Bo nimûne:

  • dudil (ji du = hejmar, dil = navdêr) anku kesa/ê bêbiryar, kesa/ê ku nikare yan newêre biryara xwe li ser tiştekî bide
  • ducan / dugiyan: bihemle, girane, bizarr, zarok di zikî de
  • çarriyan / duriyan (çar / du + rê + yan): cihê ku du rê di ser hev re derbaz dibin anku mirov dikare bi çar aliyan ve biçe
  • dupê (bo nimûne mirov), çarpê (gelek heywan), sêpê (maseya / mêzeya agir li bin hilkirî)
  • Daçek di pêkanîna peyvan de

Daçek jî bi çend awayên ji hev cuda beşdarî pêkanîna peyvan dibin. Ew dikarin li gel cînavan, lêkeran, navdêran, rengdêran û hejmarnavan peyvan pêk tînin.

  • Daçek û cînav

Daçek û cînav hin daçek-cînavên pêkhatî çêdikin. Ji cînavan hev û cînavê pêvekirî –ê (wê, wî, wan) û hejmara yek bi forma xwe ya pêvekirî –êk (di kurmanciya rojhilatî û di soranî de bi maneya “hev” ya kurmanciya navendî) dikarin beşdar bibin:

  • jê (ji wê/wî/wan)
  • lê (li wê/wî/wan)
  • pê (bi wê/wî/wan)
  • tê de (di wê/wî/wan)
  • jêk (ji yek = ji hev)
  • pêk (bi yek = bi hev)
  • lêk (li yek = li hev)
  • têk (di yek = di hev)
  • vêk (varyanteke devokî ya ”pêk”ê)
  • jev (ji hev)
  • lev (li hev)
  • pev (bi hev)
  • tev (di hev)

Mirov carinan hin peyvên pêkhatî yên ji daçek + cînav yên wek jixwe (ji xwe) û bixwe (bi xwe) jî dibîne. Lê piraniya nivîskaran wan wek ji xwe û xaseten bi xwe anku wek du peyvên serbixwe dinivîsin.

  • Daçek-cînav + lêker

Daçek-cînav dikarin li gel lêkeran beşdarî sazkirina peyvan bibin.

  • jê kirin / jêkirin[42]
  • lê dan /
  • pêk anîn / pêkanîn
  • pev çûn / pevçûn

Ji bilî formên raderî, lêker dikarin herwiha bi rehê xwe yê dema niha (+ -er ya mihtemel) û herwiha bi forma xwe ya rengdêrkirî (rehê demên borî + -î/-yî) peyvan pêk bînin:

  • jêker / jêkirî
  • lêder / lêdayî
  • pêkîner / pêkînayî
  • pevçûyî

Nimûneyên aliyê çepê (jêker, lêder, pêkîner) biker û aktîv in anku ew tiştekî dikin lê mînakên aliyê rastiyê berkirî pasîv in anku tiştek li wan hatiye kirin yan tê kirin.

Ji nimûneya dawiyê diyar dibe ku lêkerên gerneguhêz (“çûn”) tenê dikarin bibin berkirî anku armanc û endama kirinê, ne biker anku armancgir û encamderên kirinê. Loma forma “pevçûyî” heye lê forma “*pevçer” peyda nabe.

  • Daçek + cînav + lêker

Ji bilî daçek-cînavan (cînavên pêvekirî wek jê, lê, pê, tê) herwiha hin cînavên serbixwe jî dikarin bikevin navbera daçek û lêkeran:

  • li hev kirin / lihevkirin
  • ji hev veqetandin / jihevveqetandin
  • bi hev ketin / bihevketin
  • ji xwe çûn / jixweçûn (ji hal çûn)

Herwiha paşdaçek jî dikare lê were zêdekirin:

  • bi xwe ve mîstin, bi xwe ve rîtin / bixwevemîstin, bixweverîtin
  • Daçek + navdêr + lêker

Daçek dikarin li gel navdêran û di heman demê de bi lêkeran re jî peyvan pêk bînin:

  • bi cih hiştin / bicihhiştin[43]
  • ji nav birin / jinavbirin
  • ji kar ketin / jikarketin

Adeten navdêr di peyvên wiha pêkhatî de di dema çemandina lêkeran de jî neçemandî dimînin:

  • Makîneya me ji kar ketiye (êdî kar nake, naxebite…)
  • Ew hatin jinavbirin (qirrkirin, nehiştin, birandin, qedandin, hilweşandin…)

Lê di hin biwêjan de navdêr dikare çemandî be:

  • ji holê rakirin / jiholêrakirin
  • Pêşdaçek + navdêr + daçek + lêker

Ne tenê pêşdaçek (daçekên berî peyva serekî, preposition) lê herwiha paşdaçek (daçekên li pey peyva serekî, posposition) jî beşdarî avakirina peyvên nû dibin. Paşdaçek adeten hevdem li gel pêşdaçekan li kar in:

  • bi rê ve birin (meşandin – lêker), birêvebirin (karê meşandinê – navdêr), birêveber (meşîner, kesa/ê ku tiştekî bi rê ve dibe, dimeşîne – navdêrê biker, agent noun), birêveberî (karê birêveberan), birêvebirî (meşandî, hatî birêvebirin – lêkera rengdêrkirî, past participle)

Di axiftinê de û carinan di nivîsînê de jî pêşpirtik dikeve:

  • rê ve birin, rêvebirin, rêveber, rêvebirî

Pêşdaçekên bê paşdaçek jî carinan dikevin:

  • serke(f)tin (< biserke(f)tin)

Di hin gotinan de ne di zimanê devkî de û ne jî yê nivîskî de pêşdaçek nemaye:

  • berxwedan (ji *liberxwedan ji lêkera “li ber xwe dan”, micadele kirin, tê koşîn)
  • Daçek-cînav + navdêr

Adeten daçek yan daçek-cînav li gel navdêran lê bêyî lêkeran peyvan pêk naînin. Lê bi kêmî peyva nûçêkirî jêder (çavkanî, serekanî, bi inglîzî source, resource) bi qalibê daçek-cînav + navdêr e. Di rastiyê de ew kurtkirinek e, bo nimûne ji jêderketin, jêderxistin, jêderhatin –û hwd.

  • Daçek + cînav + rengdêr

Di kurdî de çend peyv hene ku ji qalibê daçek + cînav + rengdêr pêk hatine. Ji aliyê watenasî ve jî ew pir nêzîkî hev in:

  • jixwerazî (ji + xwe + razî)
  • bixwebawer (bi + xwe + bawer)

Herwiha qalibê navdêr + daçek-cînav-rengdêr bi kêmî di peyvekê de peyda dibe:

  • xwedêjêrazî
  • Daçek bi pey lêkeran ve

Daçek –e (li cihê “bo, ji bo, ji re, jê re, ber bi … ve, heta) dikare dikeve pey lêkeran. Lêker di demên cuda de be:

  • wî got à wî got-e min (ji wî min re got, wî bo min got)
  • ez dibêjim à ez dibêjim-e wî (ji wî re dibêjim, bo wî dibêjim)
  • ew hat à ew hat-e malê

Daçeka pêvekirî “e” di vê rewşê de ne zerûrî ye anku mirov dikare wiha jî bibêje:

  • wî got min
  • ez dibêjim wî
  • ew hat malê

Eger ji xwe “e” li dawiya lêkerê hebe, ew êdî nayê dubarekirin:

  • ew diçe à ew diçe malê (ne *diçe-ye malê)

Carinan bikaranîna “e” dikare dema borî ya sade û dema borî ya dûdar bike yek:

  • dema borî ya sade: ez hatim à ez hatime malê
  • dema borî ya dûdar: ez hatime à ez hatime malê

Bo rêgirtina li ber xeletfehmkirinê, mirov dikare daçeka “e” ya nezerûrî di dema borî ya sade de bi kar neîne:

  • ez hatim malê
  • Daçek bi pey navdêran ve

Daçeka –î (-yî) dikeve pey hin navdêrên beşa yekem lêkerên pêkhatî yên bi qalibê navdêr + lêker:

  • temaşe-yî televiyonê dikir
  • zar-î / zehr-î xelkê (ve) nekin
  • lêvên wê maç-î dike

Wek ku ji nimûneya yekem diyar e, ev daçek liv û hereketa ber bi tiştekî ve diyar dike. Lê wek ku ji herdu mînakên din tê dîtin, ev wate ne herdem berçav û zelal e.

Di hevoka yekem de “yî” dikare bi daçeka serbixwe “li” were veguhastin. Di heman demê de jinûverêzkirina peyvan di hevokê de pêwîst e:

  • li televizyonê temaşe dikir

Di hevoka duyem de daçeka pêvekirî “î” di heman demê de li gel paşdaçeka ”ve” hatiye bikaranîn. Di hin devokan de ev ne zerûrî ye anku mirov dikare wiha jî bibêje:

  • zarî xelkê nekin

Di hevoka sêyem de li gor hin devokan girêdana “maç”ê bi daçeka “î” ve zerûrî ye. Di hin devokên din de ev ”î” nayê bikaranîn û mirov dibêje:

  • lêvên wê maç dike
  • Daçek-cînavê ”ê” bi pey lêkeran ve

Daçek-cînavê pêvekirî –ê (-yê) dikare bikeve pey lêkerên liv û hereketê:

  • got-ê (ji wê/wî/wan/wir re got)
  • biçim-ê (biçim wê/wî/wan/wir)
  • hatibûn-ê (hatin wê/wî/wan/wir)
  • nedin-ê (nedin wê/wî/wan/wir)

Wek ku tê dîtin, “ê” wek cînav cihê “wê/wî/wan” digire. Lê ew herwiha dikare cihê “wir, wê derê” jî bigire:

  • nehatin-ê: bo nimûne 1) nehatin bûkê (= wê) 2) nehatin malê (= wê derê)

Di heman demê de “ê” daçek e jî ji ber ku liv û hereketa ber bi cihekî yan tiştekî yan kesekî ve diyar dike:

  • hat à hat-e malê à hat-ê

Mirov dikare bibêje ku “e” ya daçek bi cînava pêvekirî “ê” ve heliyaye.

Eger ji bilî “e” ya daçek, “e”-yeke din bi lêkerê ve hebe, hingê “e” di zimanê nivîskî de nahele lê “e” + “ê” dibin “-iyê”:

  • dibe + ê à dibiyê (dibe wir)
  • daye + ê à dayiyê (daye wî)
  • hatine + ê à hatiniyê

Lê di zimanê devkî de “e” bi “ê” ve dihele û “iyê” nayê bikaranîn:

  • daye + ê à dayê
  • hatine + ê à hatinê

Parastina “iyê” di zimanê nivîskî de giring e çunkî di zimanê devkî de du demên cuda dibin ye:

têxistin encam bi nivîskî encam bi devkî
da + ê dayê da(y)ê
daye + ê dayiyê da(y)ê
hatin + ê hatinê hatinê
hatine + ê hatiniyê hatinê
  • Rengdêr û rengdêr

Di kurdî de du rengdêr dikarin peyvên pêkhatî çêkin. Adeten ew du rengdêrên dijwate anku antonîm in. Ew axlebe bi alîkariya navpirtika “-û-” yan jî “-e-“ bi hev ve tên girêdan:

  • reşûspî: televizyoneke reşûspî (ne rengîn)
  • reşûşîn: şopa lêdanê li ser leşî
  • têrûtesel
  • kevnenû: hinekî kevn, hinekê nû
  • Rengdêr û navdêr

Li jortir, di beşa navdêr û rengdêr de behsa peyvên bi qalibê rengdêr + navdêr jî hatiye kirin. Ji qenciya xwe, li wê beşê binêrin.

  • Rengdêr û lêker

Di peyvsaziya bi pêkanînê de, li gel qalibê navdêr + lêker, şiklê rengdêr + lêker giringtirîn awayê çêkirina peyvên pêkhatî ye. Hem lêkera gerguhêz kirin û hem jî lêkera gerneguhêz bûn di vê peyvsaziyê de çalak in:

  • xweş bûn
  • xweş kirin

Maneya van peyvan di zimanên din de carinan bi lêkereke xwerû û carinan jî bi qalibekî wek kurdî rengdêr + lêker tê ifadekirin. Bo nimûne:

kurdî inglîzî bi lêkereke xwerû inglîzî bi rengdêr + lêker
mezin bûn grow become bigger
mezin kirin grow make bigger

Di rastnivîsîna kurmancî, eger peyvên pêkhatî yên rengdêr + lêker ji hev cuda bên nivîsîn, encama wan lêker e. Bo têgihiştina meremê, em ê nimûneyên xwe li inglîzî û tirkî jî wergerînin:

  • tercime kirin (to interpret, tercüme etmek)

Lê eger ew bi hev re bên nivîsîn, encam dibe navdêr (yan lêkerên navdêrî):

  • tercimekirin (interpretation, tercüme etme, tercüme)

Ne tenê forma ferhengî ya lêkeran, lê herwiha rehê dema niha û forma lêkeran ya rengdêrkirinê jî dikarin li gel rengdêran peyvên pêkhatî çêkin:

  • ji rehê dema niha: xweşbêj, mezinker, hînber, pirrxwer[44]
  • ji lêkerên rengdêrkirî (rehê dema borî + -î/-yî): xweşgotî, mezinkirî, hînbûyî

Rehê demên borî yê xwerû li gel rengdêran ne li kar e. Lêkera “-go” di peyvên wek “rastgo, bilindgo” de ne forma devokî ya rehê dema berê ya lêkera “gotin” (bi giştî “got”) ye lê forma farisî ya rehê dema niha ji lêkera “goften” (gotin) e.

Carinan mirov peyvên wek amadebûyên / tevlîbûyên civînê di nivîsên medyayê de dibîne. Li gor vê mentiqê, divê ev peyv di haletê girênedayî wek amadebû / tevlîbû bûna anku ji rengdêr + rehê dema borî yê xwerû pêk hatibin. Lê di rastiyê de peyvên wiha çêkirî nînin, eslê wan amadebûyî / tevlîbûyî ne anku di dema girêdayî de divê amadebûyiyên / tevlîbûyiyên civînê bûya lê ew hatine “sivikkirin”.[45]

  • Rengdêr û hoker

Rengdêr dikarin li gel çend hokeran jî peyvên nû pêk bînin:

  • pirçandî / pirkultûrî / pirzimanî (pir[r] = hoker, beşên duyem jî rengdêr in)

Li cihê “pir(r)” ya kurmancî, mirov carinan “fire” jî dibîne ku bi rêya soranî ji kurdiya başûrî yan jî ji hewramî hatiye:

  • firekultûrî
  • Hoker û lêker

Peyvên nû dikarin ji girêdana hoker û lêkeran bi hev ve jî bên pêkanîn. Ew bi qalibê hoker + lêker in anku hoker berî lêkerê tê. Lêker dikare bi forma xwe ya ferhengî, ya rehê dema niha yan jî ya rengdêrkirî be:

  • zûmeşîn (meşa bilez)
  • hêdîliv (ya/yê ku hêdîka dilive)
  • zûçûyî (ya/yê ku hê ji zû/mêj ve çûye)
  • Nîşander û hejmarnav

Nîşander û hejmarnav jî dikarin bi hev re peyvan pêk bînin. Ji nîşanderan axlebe peyva “her” beşdar dibe:

  • heryek, herdu, hersê, herçar…
  • Cînav û lêker

Cînav nemaze li gel lêkeran peyvan pêk tînin. Ji cînavan axlebe xwe yan hev beşdar dibin. Bo destnîşankirin guherîna maneyê bi pêkanînê, em ê nimûneyên xwe li inglîzî û tirkî wergerînin:

  • kuştin (kill, ölmek) > xwekuştin (suicide, intihar)
  • dîtin (see, görmek) > hevdîtin (meet, görüşmek)

Ji bilî forma xwe ya ferhengî, lêker dikare herwiha bi rehê dema niha yan jî ya rengdêrkirî be.

  • xwefiroş (xaîn yan bênamûs)
  • hevgirtî (kesên yan hêzên ku bûne yek yan pişta hev girtiye)
  • Lêker û lêker

Behsa beşdarbûna lêkeran di pêkanîna peyvan de li gel birrên din yên peyvan li jortir hatiye kirin. Du lêker bi hev re jî dikarin peyveke nû çêkin ku maneyeke taybet dide. Ev pêkanîna adeten bi rêya girêdana bi navpirtika “û” tê çêkirin. Ew axlebe lêkerên dijwate ne:

  • danûstandin (dan-û-standin: muamele, mizakere, têkilî…)
  • hatinûçûn (hatin-û-çûn: liv, tevger, trafîk…)
  • rabûnûrûniştin (rabûn-û-rûniştin: reftar, irf û edet…)

Carinan peyva yekem ne bi forma xwe ya ferhengî lê bi rehê xwe yê dema borî tê bikaranîn:

  • hatûçûn

Heta herdu lêker jî dikarin bi rehê dema borî bin:

  • hatûçûya tirimpêlan (= trafîk)

Awayê rastnivîsîna van peyvan – nivîsîna bi hev re yan ji hev cuda – hê cihê xwe negirtiye. Ew bi temamî ji hev cuda, bi alîkariya xetika girêder û hem jî bi temamî bi hev re jî tên dîtin:

  • hatin û çûn
  • hatin-û-çûn
  • hatinûçûn

Peyva gotûbêj (suhbet, hevpeyivîn) ji rehê dema borî + rehê dema niha yê heman lêkerê (gotin) hatiye çêkirin. Ew navdêr e tevî ku herdu peyvên ew jê çêbûyî rehên lêkerê ne. Heman peyv bi awayên guftûgo û giftûgo jî heye. Ev form ji farisî hatine wergirtin: guft/gift ji farisî goft (rehê demên borî ji lêkera goften = gotin) û -gû- (rehê demên niha û bên ji heman lêkerê, hevberî -bêj- ya kurmancî). Ev diyarde di farisî de di çend peyvên din de jî heye, bo nimûne xerîd û firoş (“kirrî û firoş” anku kirrîn û firotin, “danûstandin”[46]) û poxt û pez (“peht û pêj” anku karê pehtinê, xwarinçêkirinê). Di rastiyê de gotûbêj bi xwe jî kurmancîkirina forma goftûgû ya farisî ye, yekser yan jî bi rêya witubêj/wituwêj yên soranî yên bi heman awayî li ber modela farisî pêkhatî.

 

Ev vekolîna li ser peyvsaziya zimanê kurdî dê di hejmara bê de bidome

[1] Di nivîsên kurdî de carinan peyvsazî bi xeletî bi maneya morfolojî hatiye bikaranîn. Bo nimûne, Samî Tan di kitêba xwe ya Rêzimana kurmancî de wiha dike û peyva bêjesazî bi wateya word formation dixebitîne. Bi dîtina min, peyvsazî û bêjesazî hevwate ne ji ber ku peyv û bêje hevmane ne. Peyvsazî bi maneya morfolojî şaş e ji ber ku morfolojî ne (tenê) çêkirina peyvan e lê hemû awayên çemandin û girêdanên peyvan û eyarkirina wan ya li gor dem û rewşên rêzimanî ye jî. Wek din jî –lojî ne –sazî (çêkirin) ye lê –nasî (nasîn, zanîn, zanist, ilm) ye. Herwiha morf jî ne tenê peyv in lê her pirtika rêzimanî ye ku peyv jî tenê yek ji wan in. Min heta niha di nivîsên xwe de pirtiknasî bi wê maneyê bi kar aniye. Di soranî de jî wişesazî anku peyvsazî/bêjesazî (ji wişe = peyv, bêje) bi wateya word formation li kar e, ne bi maneya morfolojî. Bi heman awayî di farisî de wajesazî (waje = peyv, bêje, wişe) maneya word formation dide.

[2] Orijînala fransî û wergera wê ya tirkî û ya erebî li vir tên xwandin: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/27/c-bedirxan-u-r-lescot-rezimana-kurdi-bi-fransi/

[3] Mirov dikare naveroka vê kitêbê li vê derê bixwîne: https://ku.wikibooks.org/wiki/P%C3%AA%C5%9Fk%C3%AEt_%C3%BB_Park%C3%AEt:_%C3%87end_gotin

[4] Ev kitêb li ser vê girêdanê berdest e: http://www.ku.shafaaq.com/pdf/books/binemaka-gotar_1388.pdf

[5] Ismail Fattah Kamandar: Les Dialectes kurdes méridionaux (devokên kurdî yên başûrî) 2001: http://www.amazon.ca/Les-Dialectes-Kurdes-Meridionaux-Dialectologique/dp/9042909188

[6] Nimûneyek ji rêzkirina paşpirtikên zazakî: http://www.kirmancki.com/index.php/dersen-kirmancki/item/148-k-rmancca-da-yap-m-ekleri-qertafen-virastene

[7] Paşpirtik: https://ku.wiktionary.org/wiki/Kategor%C3%AE:Pa%C5%9Fbendik_(Kurd%C3%AE) û https://ku.wiktionary.org/wiki/Kategor%C3%AE:P%C3%AA%C5%9Fbendik_(Kurd%C3%AE).

[8] http://www.degruyter.com/view/j/lity.2013.17.issue-00003/lity-2013-0022/lity-2013-0022.xml

[9] http://www.amazon.com/Word-formation-International-Handbook-Languages-Europe/dp/3110375664

[10] Tenê du nimûne ji erebî û yek jî ji tirkî û yek ji farisî hatine dan. Ji aliyê cografî ve nêzîktirîn zimanên bi berfirehî nimûne jê dayî îbrî / îbranî û gurcî ne.

[11] Çavkaniya me ya serekî ya farisîziman Iştiqaqê pesvendî der zibanê farisiyê êmrûz (Dariştina paşbendî / paşpirtikî di zimanê farisiya îro de, Tehran 1992) ya Xosrow Kişanî ye.

[12] Berfirehtirîn vekolîn li ser dîroka peyvsaziya zimanê farisî bi zimanên ewropî bawernameya doktorayê ya Sedîqe Elîzade Lemcîrî (Sedigheh Alizadeh Lemjiri) ya bi almanî Historische und vergleichende Untersuchung der Wortbildung im Persischen (Lêkolîna dîrokî û berhevder ya peyvsaziya farisî) ye. Herwiha kitêba Gilbert Lazard Grammaire persane contemporain, ku wek A Grammar of Contemporary Persian jî hatiye inglîzîkirin, bi berfirehî behsa peyvsaziya farisî dike. Ji bilî van herdu vekolînên serekî, me herwiha çav li çend rêzimannameyên bi inglîzî û farisî gerandiye.

[13] Bo lîsteyeke peyên kurt di kurdî de, binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/P%C3%AAvek:Peyv%C3%AAn_kurd%C3%AE_y%C3%AAn_kurt

[14] Bo etîmolojiya van peyvan, binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/h%C3%AAv%C3%AE û https://ku.wiktionary.org/wiki/derman.

[15] Bo etîmolojiya kulav, binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/kulav.

[16] Berevajî ku bi gelemperî tê bawerkirin, ne têkilî peyva ”şiv” e anku ”şivan” ne sivikkirina ”şiv+van” e. Bi heman awayî forma farisî ”çûban” jî bi ser ve wisa dixuye wek ku ji ”çû” (şiv, çîv, şivtan, ço, çov, dardest) be lê tarîxiyen ne wisa ye.

[17] Helbet peyveke bi şiklê ”van” (pirhemariya çemandî ji cînavê ”ev”) di kurdî de heye lê ji aliyê etîmolojî ve ti têkiliya wê li gel ”-van” ya di peyva şivan de nîne.

[18] Bo guherîna ”a” bi ”î”, bide ber kadîn ji ka+dan (cihê danîna kayê), hevreha agirdan(k), şekirdan(k), guldan(k)…

[19] Tarîxiyen peyva hêk ji * (hêk) û paşpirtika diminutîv (biçûkkirinê) –k peyda bûye lê êdî wek peyveke biçûknekirî bi maneya hêk  nemaye. Li jêrtir li nimûneyên kûçik, kitik, pisîk/pişîk binêrin.

[20] Bo guherîna ”-ew-” bi ”-o-”, bidin ber xox, dor ji erebî xewx, dewr.

[21] Bo guherîna ”a” bi ”î”, bide ber nimûneyên me yên li jortin: hêlîn ji hêk+lan û kadîn ji ka+dan(k). Herwiha bidin ber guherîna ”a” bi ”î” di rehên lêkeran de: çand à di-çîn-im, man à di-mîn-im.

[22] Helbet di kurdî de wek prensîp mimkin e ku mirov golik û goşt parve bike û go (gog, gilovir, gurovir) jê bihêle lê ti têkiliya wan bi vê peyvê ve nîne. Herwiha guhan jî dikare wek prensîp bi hêsanî bibe guh+an lê ti peywendiya peyva guhan bi peyva guh re nîne û ew ne peyveke pirhejmara çemandî (paşpirtika -an) e jî.

[23] Xwandevanên hêja dikarin zêdetir agahiyan li ser etîmolojiya van peyvan di Wîkîferhengê de bibînin: https://ku.wiktionary.org

[24] Heman rehê farisî –rev- bi rêya soranî wek –rew- di peyvên tundrew, peyrew de jî ketiye kurmancî.

[25] Di kurmanciya rojhilatî de jî peyva “çê” di peyvên “çêbûn, çêkirin” de heye lê tenê wek pêşlêkerekê (preverb), ne wek peyveke serbixwe.

[26] Bo etîmolojia peyva mezin, binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/mezin

[27] https://ku.wiktionary.org/wiki/out

[28] Ya kurdî ihtimalen ne yekser ji zimanên ewropî ye lê bi rêya tirkî ekin (kultûr, çande) ji ekmek (çandin) e ku ew bi xwe jî wergerandina peyva ewropî ye.

[29] Bo bikaranîn peyvê bi forma bombedûman, binêrin bo nimûne: http://ku.hawarnews.com/36778/

[30] Bo guherîna hejmara dengan di peyvan de, binêrin nivîsareke me ya xas: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/09/guherina-hejmara-dengan-di-peyve-de/

[31] https://ku.wiktionary.org/wiki/ajo

[32] Hemû navdêrên bi guhastinê ji lêkeran çêkirî di kurmancî de mê ne.

[33] Hemû navdêrên bi guhastinê ji lêkeran çêkirî di kurmancî de mê ne.

[34] Zagon ya li gor texmîna hinan “kurdî” di rastiyê de ji rûsî “zakon” yan zimanekî din yê slavî “zagon/zakon” e.

[35] “an” di peyva “beramber” de ji ber tesîra B bûye “-am-“

[36] Bi eslê xwe “şahan-şah” bû.

[37] Herwiha hevwateyên wê fire-, heme-, gele-. Heme- cînav e.

[38] Li gel varyantên devokî xo, xu, xwa, xa.

[39] Herdu ji heman eslê erebî ne.

[40] Rehê “-ke-“ tenê di kurdî de hatiye parastin, ne di farisî de. Di farisî rehê dema niha yê lêkera kerden (kirin) –kon- e.

[41] Di hin devokan de ”birazî” ku ”-zî” yaw ê kurtkirina “zayî” ye.

[42] Li gor rastnivîsîna kurmancî, formên ji hev cuda nivîsandî (jê kirin, lê dan…) lêker in, formên pêkvenîsandî (jêkirin, lêdan…) lêkerên navdêrkirî ne.

[43] formên ji hev cuda nivîsandî (bi cih hiştin, ji kar ketin…) lêker in, formên pêkvenîsandî (bicihhiştin, jikarketin…) lêkerên navdêrkirî ne.

[44] Li gel lêkerên “birin, dan, kirin, xwarin”, rehê kevnar yê bi forma rehê dema niha ya nû + “-er” li pey rengdêran li kar in.

[45] Yan jî helbet dikarin wek “amadeyên civînê” hê jî siviktir bibe. Xistina kîteya “yi” ji berî kîteya “yê” ya şibî wê, di zimannasiyê de wek diyardeyeke bi navê haplolojî tê nasîn.

[46] Li aliyekî din, ”danûstandin” jî li ber modela tirkî alışveriş hatiye pêkanîn.

Advertisements

3 thoughts on “Kanîzar 1: Peyvsazî di zimanê kurdî de

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s