Husein Muhammed
Di dengnasiya kurdî de Ç / ç nîşana dengê ”paşpidûyî-xişok-nevizok yê bêlerz” e. Mebest ji ”paşpidûyî” ew e ku di dema gotina vî dengî de ziman bi paşiya pidûyan dikeve. Mebest ji ”xişok” e ku pêşî deng bi temamî tê sekinandin û paşî hêdîka tê vekirin û loma deng xişînek ji hewayê dengî derdikeve. Mexsed ji ”bêlerz” ew e ku di dema derketina vî dengî de perdeyên dengî di gewriyê de nalerizin.
Ji bilî kurdiya bi alfabeya latînî, herwiha di tirkî û albanî de jî ev deng bi vî Ç / ç tê nivîsîn. Lê wek din piraniya zimanên latînînivîs herfeke din bi kar tînin: gelek ziman vî dengî bi C / c dinivîsin (bo nimûne îtalî, polonî, romanî), hin ziman bi č / ĉ (bo nimûne çekî û sirbo-xirwatî), hin bi cotherfên ”ch” (bo nimûne inglîzî û spanî) û hin bi ”tsch” (bo nimûne almanî). Li aliyekî din, herfa Ç di hin zimanan de (bo nimûne fransî, portugalî, spanî) wek dengê S tê gotin.
Di alfabeya kurdî-erebî de û di nivîsîna farisî û hin zimanên din yên erebînivîs de ev deng bi herfa چ tê diyarkirin. Di erebiya standard de ev deng nîne û nayê nivîsîn lê di hin devokên erebî de K-ya standard (bo nimûne li Iraqê) û li hin deveran jî C-ya standard (wek mînak li Mexrebê) wek Ç tê gotin. Di alfabeya kurdî-krîlî de ev deng bi Ч (gir) yan ч (hûr) dihat nivîsîn.
Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de ev deng bi cotherfên [t͡ʃ], [t͜ʃ] yan [tʃ] tên diyarkirin. Berê ew wek [ʧ] dihat nîşankirin.
Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:
https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_palato-alveolar_affricate.ogg
Eynî herf – du fonem
Herfa Ç / ç bi du dengên hinekî ji hev cuda derdikeve. Li nav û dawiya peyvên xwerû yên xwemalî ew bêpif e anku bêhilm e anku ”nerm” e (bi inglîzî ”unaspirated”):
- parçe, biçûk, perçiqandin
Li destpêka peyvê Ç / ç bi piranî bipif e anku bihilm e yanî req e (bi inglîzî “aspirated”). Mebest ji vê ew e ku di dema derketina vî dengî de pifek yan hilmeke bihêz ji devî derdikeve. Eger mirov perrekê / kaxezekê nêzîkî devê xwe bike, dema ku mirov Ç-ya bipif dibêje, hingê ew perr dê biheje. Lê eger mirov Ç-ya bêpif bibêje, hingê kaxez naheje.
Niha kerem bikin Ç-ya van peyvan bidin ber Ç-ya nimûneyên li jor daku hûn bibînin ku Ç-ya van nimûneyên li jêr ji ya yên li jor xurttir e:
- çend, çar, çandin…
Lê hemû Ç-yên destpêkê di kurmancî de ne bipif in anku ne req in. Kerem bikin li van nimûneyan binêrin:
- çerm, çav, çîrok…
Di kurmancî de ev herdu awayên Ç-yê du fonem in anku du dengên serbixwe ne ji ber ku hin ”cotên kêmîn” (minimal pairs) hene ku eger mirov Ç-ya nerm bi Çya req biguherîne, hingê maneya wan jî diguhere:
- çil (bi Ç-ya req / bipif maneya ”40” dide)
- çil (bi Ç-ya nerm / bêpif wateya ”tema, xwazok, nemerd” dide)
- çare (bi Ç-ya nerm maneya “çareserî, hel” dide)
- çar e (bi Ç-ya req wateya “4 e” dide)
Peydabûna Ç di peyvan de
Ç dikare di kurdî de li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe:
- destpêk: çem, çi, çawa
- nav: biçûk, nûçe, parçe
- dawî: maç, qaç, lîç
Lê lêkolînên me yên berî niha diselmînin ku rêjeya Ç di nivîsên kurmancî de tenê 0,59 % e.[1] Di nav hemû herfên ku di alfabeya kurdî-latînî de tên nivîsîn de tenê F, Q û C ji Ç kêmtir di nivîsên kurmancî de peyda dibin.
Lê gelek ji peyvên pirsiyarkî bi Ç dest pê dikin: ”çi, çend, çawa, çima, çira, çiqas, çilo, çito…” Herwiha paşpirtika biçûkker ya îranî ”-çe” (parçe, baxçe) û paşpirtika bikerî ya esil-tirkî ”-çî” (çayçî, qumarçî) rêjeya herfa Ç zêde dikin. Wek din peydabûna vî dengî yekcar kêm e.
Peydabûna dîrokî ya dengê Ç
Dengê Ç di hemû zimanên niha û berê yên îranî de he(bû)ye. Ew herwisa di zimanên cîranî tirkî, ermenî, azerî û gurcî de jî peyda dibe. Lê di zimanên samî (erebî, aramî) de ew tenê di devokan de heye û ji zimanê standard kêm e.
Lê di maka zimanên hindûewropî de jî ev deng peyda nedibû. Piraniya Ç-yên destpêkî yên kurdî û zimanên din yên îranî ji K-ya proto-hindûewropî peyda bûne. Em dikarin hin cînavên pirsiyarkî yên kurdî û zimanên din bidin berhev:
- kurdî: çi
- latînî: quis, qui (bixwîne: kîs, kî)
- sanskrîtî: kim
- rûsî: kak
Li gor peyva ”çi” yan jî ji wê herwiha peyvên ”çawa, çend, çima, çira, çilo, çito” peyda bûne.
Lê di kurdî de jî hin cînavên pirsiyarkî hê jî bi K mane: ”kî, kê, kengî, kîjan / kîşk, (li/ji) kû…”
Ç-ya devokî ji K
Niha jî di hin devokên soranî û zazakî de – lê ne di kurmancî de – K dibe Ç. Çend nimûne ji soranî:
- kê (kî, kê) di hin devokan de wek ”çê” tê gotin
- kwê (kû, li kû) di hin devokan de wek ”çwê” tê gotin
- kêr (kîr) di hin devokan de wek ”çêr” tê gotin
Ç û lêzimên wê yên din
Me heta niha behsa peydabûna dengê Ç ji dengê K kiriye. Lê ji aliyê dengnasî ve çendîn dengên din jî têkilî Ç ne.
CIH à AWA: | du-lêvî | lêvî-didanî | pidûyî | paş-pidûyî | ban-devî | paşdevî | ser-gewrî | zima-nokî | qirrikî |
BÊVILÎ | m | n | |||||||
SEKNÎ – bêlerz – bilerz |
p b |
t d |
k g |
q |
ʔ (eyn) |
||||
XIŞOKÊN VIZOK – bêlerz – bilerz |
s |
ş |
x |
||||||
XIŞOKÊN NEVIZOK – bêlerz – bilerz |
f |
ç |
ḧ |
h |
|||||
JENOK | r | ||||||||
TENGAV | w | l | y |
Tabloya konsonantên kurdî bi diyarkirina taybet ya Ç (sor) û lêzimên wê (şîn)
© Husein Muhammed 2014
Ç / C
Li gel Ç dengê herî nêzîk C ye: ew wek din mîna hev in, tenê lerza wan cuda ye: di gotina Ç de lerz nakeve perdeya dengî anku Ç bêlerz e lê cota wê ya bilerz C ye anku di dema gotina C de perdeyên dengî di gewriyê de dilerizin. Ji ber nêzîkiya dengê C û Ç, mirov li dawiya peyvan gelek caran C wek Ç dibihîze: Bo nimûne, gelek caran peyva ”pênc” wek ”pênç” tê nivîsîn. Lê gava ku mirov li peyvên ji wê çêkirî (pêncî, pêncem, pêncê, pêncan, pênca) dinêre, mirov dibîne ku di rastiyê de C ye, ne Ç. Tirkî û hin zimanên din C qet li dawiya peyvê qebûl nakin loma C ya peyvên erebî û îranî li dawiya peyvê di tirkî de herdem dibe Ç.
Di devokên kurmancî de bi taybetî jî bihevguherîna C / Ç li destpêka peyvê diqewime:
- cixare / çixare
- çante / cante
- cizdan(k) / çizdank
Ç û S
Hin caran ev herdu deng bi hev diguherin. Bo nimûne:
- kurmanciya navendî: birçî
- kurmanciya rojhilatî û soranî: birsî
Heman veguherîn di zimanên din de jî tê dîtin:
- fransî: cent(bixwîne: ”san” anku ”sed, 100”)
- îtalî: cento (bixwîne: çênto)
- (herduyên jor ji) latînî: centum (bixwîne: kêntum)
Ç / Ş
Ev herdu deng jî carinan bi hev diguherin. Nimûyek:
- çelqîn / çelqandin û şilqîn / şilqandin
Ç / T
Mirov dikare bi kêmî nimûneyeke kurdî bide:
- pate û paçe
Di zimanên din de gelek nimûneyên zêdetir jî yên vê guherînê peyda dibin.
Ç / J
Ev herdu deng jî dikarin bi hev biguherin lê berî ku yek ji wan bibe ya din, di navberê de dibe C:
- avestayî: reoçe
- zazakî: roc
- – kurmancî: roj
Ç / Z
Ev herdu deng jî dikarin bi hev biguherin lê berî ku yek ji wan bibe ya din, di navberê de dibe C:
- avestayî: reoçe
- zazakî: roc
- farisî: rûz
[1] Husein Muhammed: Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de.
[…] [9] NIvîsareke me ya berfireh li ser Ç: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/10/denge-c-peydabun-u-guherina-wi-2/ […]
LikeLike
[…] Dengê Ç: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/10/denge-c-peydabun-u-guherina-wi-2/ […]
LikeLike