Pirhejmariya ducarî

husein

Husein Muhammed

Di kurmanciya nivîskî de forma çemandî ya pirhejmariyê bi ”-an” bi dawî tê:

  • (li) gund-an
  • heval-an (dibînim)
  • kitêb-an (bixwîne)

Heke eslê peyvê bi vokalekê bi dawî bê, hingê ”y” jî dikeve navbera rehê peyvê û paşpirtika pirhejmariyê anku ”-an”:

  • (di) rojname-y-an (de)

Di zimanê devkî de ”-n” ji dawiyê dikeve dikeve:

  • (li) gund-a
  • heval-a (dibînim)

Herwiha di zimanê devkî de, heke ”e/a” li dawiya peyva xwerû hebe, ew dikeve û paşî paşpirtika pirhejmariyê ya devkî anku ”-a” cihê wê digire:

  • rojnam-e > (di) rojnam-a (de)
  • bir-a > li gel herdu bir-a

Di rewşa girêdayî de navdêrên pirhejmar di zimanê nivîskî de paşpirtika “-(y)ên” digirin:

  • heval-ên min
  • rojname-y-ên kurdî

Di hin devokan de li cihê ”-(y)ên” paşpirtika ”-(y)êt” yan jî ”-/y)êd” yan jî tenê ”-(y)ê” heye:

  • heval-êt mi(n)
  • heval-êd mi(n)
  • heval-ê mi(n)

Wek di rewşa çemandî de, di rewşa girêdayî de jî “-e / -a” ya dawiya rehê peyvê dikeve û paşpirtika pirhejmariyê werdigire:

  • rojnam-e > rojnam-ên kurdî
  • bir-a > herdu bir-ên

Di rewşa xwerû de navdêrên pirhejmar di kurmancî de bênîşan in anku ti paşpirtikeke pirhejmariyê wernagirin. Lê ji paşpirtika lêkera hevokê diyar dibe ka navdêr yekhejmar e yan jî pirhejmar e:

  • heval hat (yekhejmar) / heval hat-in (pirhejmar)
  • Heval dibêj-e (yekhejmar) / heval dibêj-in

Lê di kurdî de hin peyvên ji erebî wergirtî hene ku bi xwe pirhejmar in. Bo nimûne, mirov dikare van nimûneyan bide:

  • eshab: heval û hogirên Mihemed pêxemberî (ku di erebî de pirhejmara peyva ”sahib” e)
  • ecdad/ejdad: nijad, binemal (ji ”ecdad” ku pirhejmara peyva ”cedd” e)
  • erazî: erd, milk (ji erebî ”eradî” ku pirhejmara ”erd” e)
  • ehwal/hewal: halûmal (ji erebî ”ehwal” ku pirhejmara ”hal” e)
  • emlak: mal û milk (ji erebî ”emlak” ku pirhejmara ”mulk” e)
  • esbab: sebeb, sedem (ji erebî ”esbab” ku pirhejmara ”sebeb” e)
  • êxbar/exbar: nûçe, dengûbas (ji erebî ”exbar” ku pirhjemara ”xeber” e)
  • ekrad: kurd (ji erebî ”ekrad” ku pirhejmara ”kurdî” ye)

Bi dehan peyvên wiha hene ku hin jê kêm û hin jî zêde di kurdî de tên bikaranîn.

Lê gelo çemandin û girêdana van peyvên ji xwe pirhejmar çawa ye. Bo nimûne, eger em li cihê ”hevalên Mihmed pêxemberî” peyva ”eshab” bi kar bînin, em ê wê çawa biçemînin?

Em dizanin ku di rewşa normal de nîşana pirhejmariyê li vê derê ”-ên” e, wek ”heval-ên Mihemedî”. Bi wê paşpirtikê diyar dibe ku peyva ”heval” pirhejmar e, berevajî:

  • heval-ê Mihemedî (heval yekhejmar, nêr û diyar e)
  • heval-ek-î Mihemedî[1] (heval yekhejmar, nêr û nediyar e)
  • heval-a Mihemedî (heval yekhejmar, mê û diyar e)
  • heval-ek-e Mihemedî[2] (heval yekhejmar, mê û nediyar e)

Herwiha di halê çemandî de mirov dibêje ”heval-an got” anku ”heval” bi paşpirtika ”-an” dibe pirhejmar.

Awayê giştî û berbelav yê bikaranîna peyva ”eshab” wiha ye: ”eshab-ên Mihemedî”, wek ”heval-ên Mihemedî” û ”eshab-an got”, wek ”heval-an got”. Anku ev peyvên ji xwe pirhejmar, dubare tên pirhejmarkirin.

Lê carinan, bi taybetî jî di tekstên dînî de, bo girêdana peyvên wek ”eshab”, ne paşpirtika pirhejmariyê ”-ên” lê ”-ê” ya yekhejmariyê nayê bikaranîn. Bo nimûne:

”Hemd ji Xweda re selat û selam jî li pêxember û al û eshabê wî be.”[3]

Heke ev awayê bikaranîna peyva ”eshab” tenê di tekstên dînî de bê dîtin jî (ji xwe ew peyv jî bi piranî tenê ji aliyê dîndaran ve tê xebitandin), peyvên wek ”ecjad/ejdad, erazî, ehwal, êxbar” gelek caran jî forma ”-ê” di girêdanê de werdigirin:

  • Hemû ejdadê te nikare wisa bike!
  • Hal û ehwalê we çi ye?
  • Wan eraziyê xwe firot.
  • Min êxbara mirina wî nebihîstibû.

Wek ku diyar e, ev peyvên bi eslê xwe pirhejmar di van nimûneyên dawiyê de wek ku yekhejmar bin hatine bikaranîn. Bo zelalkirina meselê, mirov dikare wan bi hin gotinên din bibêje:

  • Hemû eşîra te nikare wisa bike!
  • Hal û rewşa we çi ye?
  • Wan zeviya xwe firot.
  • Min nûçeya mirina wî nebihîstibû.

Bi gotineke din, êdî piraniya kurdan – bi taybetî yên erebînezan – peyvên wek ”ejdad, ehwal, erazî, êxbar…” wek peyvên yekhejmar dihesibînin û wan wisa qebûl dikin. Loma ew wan peyvan bi mebesta yekhejmariyê jî bi kar tînin, wek di van nimûneyan de:

  • ”Wan eraziyê xwe firot” anku ”wan zeviya xwe firot”
  • ”Min êxbara mirina wî nebihîstibû” anku ”min nûçeya mirina wî nebihîstibû”.

Hem peyva bi eslê xwe pirhejmar dikare hem wek pirhejmar û hem jî yekhejmar bê bikaranîn:

  • ”Wan eraziyê xwe firot” anku ”zeviya firot
  • Wan eraziyên xwe firotin” anku ”zeviyên xwe firotin

Heta peyva ”eshab” jî carinan wek yekhejmar jî tê bikaranîn:

  • Selmanê Farisî eshabekî pêxemberî bû.

Di kurmancî de yekhejmara peyva ”eshab” anku ”sahib” bi maneya ”heval, hogir, dost” nayê bikaranîn. Heke ew di bin tesîra tirkî yan farisî de li hin deverên kurmancî hebe jî, ew bi maneya ”xwedî, xudan” ve girêdayî ye û tenê wê wateyê dide. Loma mirov nikare bibêje:

  • * Selmanê Farisî sahibê/sahibekî pêxemberî bû.

 

Pirhejmariya dubare di peyvên xwemalî de

Carinan pirhejmairya dubare di hin peyvên xwemalî de jî diyar dibe. Bo nimûne, peyva ”malxalan” (mal û malbata xal û xwarzayên kesekî) ji xwe pirhejmar e. Lê wê êdî wek îdyomekê cihê xwe girtiye û dikare bi paşpirtikên pirhejmariyê ”dubare” bibe pirhejmar:

  • li malxalan-an
  • malxalan-ên

Di rastiyê de peyva ”malxalan” di rewşa çemandî û girêdayî de tenê bi pirhejmariya dubarekirî mimkin e. Ew nikare li gel daçekan neçemandî bimîne yan jî bi alîkariya girêdekên yekhejmariyê bi peyva pey xwe ve bê zeliqandin. Loma formên wiha ne mimkin û ne rast in:

  • * li mal-xalan
  • * malxalan-a

Me nimûneya ”malxalan” di bin sernavê ”peyvên xwemalî” de daye. Helbet herdu peyvên ”mal” û ”xal” ji erebî hatine wergirtin anku bi eslê xwe ne xwemalî ne. Lê gotina ”malxalan” ya ji wan çêkirî bi xwe di kurdî de hatiye çêkirin. Bi wî awayî ew peyveke xwemalî ye.

 

Di peyvên esil-ewropî de

Ji bilî peyvên ji erebî wergirtî, di hin peyvên ji zimanên din jî hatî de eslê peyvê pirhejmar e. Yek ji peyvên niha herî zêde li kar ”medya” ye ku di latînî de pirhejmara peyva ”medium” e. Ev peyd di kurdî de, wek di inglîzî û gelek zimanên din de jî, wisa tê bikaranîn wek ku yekhejmar be:

  • medyaya kurdî, di medya de

Lê mirov dikare wê bi pirhejmarî jî bi kar bîne:

  • medyayên cuda-cuda: radyo, televizyon, Internet, rojname, kovar…
  • bi rêya medyayan

Anku tenê paşpirtikên peyvê diyar dikin ka ew yekhejmar yan jî pirhejmar e, ne eslê peyvê yê pirhejmar.

Dîsa di peyva ji tirkî wergirtî ”begler” (ji binemala began) ji xwe ”-ler” ya pirhejmariyê heye. Lê di kurmancî de, ew dîsa jî bêhejmar e anku dikare hem wek yekhejmar û hem jî wek pirhejmar bê bikaranîn. Mirov dikare nimûneyan ji hejmaran jî di heman helbesta Melayê Cizîrî de bibîne:

  • ”Wê beg-ler-ê pir kuştine / enguşt bi xwînê riştine” (yekhejmar)
  • ”Textê di mîr û beg-ler-an / meydanê coqa goygeran”[4] (pirhejmar)

 

Di zimanên din de

Ne tenê kurdî lê zimanên din jî yên misilmanan gelek ji van peyvên behskirî bi forma wan ya pirhejmar ji erebî wergirtine. Kerem bikin, em bi kurtî lê binêrin ka du zimanên din – tirkî û farisî – çawa van peyvan diçemînin.

Di tirkî de, wek di kurmancî de jî, paşpirtika pirhejmariyê ya xwemalî li peyva bi eslê xwe pirhejmar tê barkirin anku pirhejmarî tê dubarekirin:

  • Muhammed’in ashap-ları
  • çeşitli medyalar (medyayên cuda-cuda)

Herçi farisî ye, ew bi piranî peyvên erebî yên bi eslê xwe pirhejmar êdî bi paşpirtika pirhejmariyê ya xwemalî ”-ha” dubare pirhejmar nake:

  • “eshab-i Muhemmed” (eshabê Mihemed), ne *”eshab-ha-y Muhemmed”

Lê di peyvên ewropî de farisî jî ”-ha” ya xwemalî dixebitîne:

  • mîdya-ha-y moxtelif (medyayên cuda-cuda

 

Encam û pêşniyar

Navdêrên kurmancî di haletê xwerû ne yekhejmar û ne pirhejmar in. Ji bilî çend peyvên cins-diyar, piraniya peyvan herwiha cinsê xwe jî diyar nakin. Yan jî mirov dikare bibêje ku yekhejmarî, pirhejmarî, mêyîtî û nêrîtî di eynî demê de di wan de mimkin e. Bo nimûne, peyva ”heval” ya xwerû dikare li gor kontekstê yekhejmar, pirhejmar, mê yan nêr be:

  • Heval hat. (heval = yekhejmar; mê yan nêr)
  • Heval hatin. (heval = pirhejmar; mê yan nêr yan jî herdu)
  • Selîm heval e. (heval = yekhejmar, nêr)
  • Selma heval e. (heval = yekhejmar, mê)

Hin peyvên esil-biyanî di bingeh de pirhejmar bin jî, kurmancî hejmara wan notralîze dike anku dike yekhejmar û pirhejmar, bo nimûne ”erazî, ejdad, eshab, êxbar, ehwal, medya”.

Lê bi alîkariya paşpirtikên cuda yên yekhejmarî û pirhejmariyê, mirov dikare diyar bike ka ew di filan rewşê de yekhejmar yan jî pirhejmar e.

Ti ziyan ji dubarekirina pirhejmariyê nîne. Lê bikaranîna paşpirtikên yekhejmariyê li gel peyvên bi eslê xwe pirhejmar bi mebesta bikaranîna wan ya pirhejmar dikare bibe sebebê xelettêgihiştinê. Loma ev bikaranîn nayê tercîhkirin. Bo nimûne,

  • ”Hemû eshabên pêxemberî” ji ”hemû eshabê pêxemberî” çêtir e.

Ji xwe formên wek ”*medyaya cuda-cuda” ne mimkin in û mirov neçar e bibêje ”medyayên cuda-cuda”.

[1] Di kurmanciya rojhilatî de ”heval-ek-ê Mihemedî”.

[2] Di kurmanciya rojhilatî de ”heval-ek-a Mihemedî”.

[3] http://www.baweri.com/modules.php?name=News&file=print&sid=1053

[4] Melayê Cizîrî: helbesta 106. Îro ji nû pir ateş im. http://kurdkulturu.blogspot.fi/2008/11/anasayfa.html

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

One thought on “Pirhejmariya ducarî

Leave a comment