Husein Muhammed
Paşgirên kesî yên lêkeran ew paşgir in ku dikevin dawiya lêkeran û pê diyar dibe ka kirdeyê/bikerê (subject) wê lêkerê kî ye:
- dibêj-im (”im”a dawiya lêkerê diyar dike ku biker ”ez” im: ”ez dibêjim”, ne ”*tu dibêjim” yan ”*ew dibêjim”…)
- dibêj-î (”î” diyar dike ku biker ”tu” ye: ”tu dibêjî”, ne ”*ez dibêjî”, ”*em dibêjî”…)
Di kurmanciya nivîskî de du desteyên paşgirên kesî yên lêkeran hene. Yek ji wan hingê li kar e gava ku rehê lêkerê bi konsonantekê bi dawî bê. Desteya din ya paşgiran wê gavê tê xebitandin dema ku li dawiya rehê lêkerê vokalek (a, e, ê, i, î, o, u, û) hebe. Di zimannasiyê de rehên ku bi vokalekê bi dawî tên bi navê ”tematîk” tên nasîn û rehên bi konsonantan jî bi dawî tên wek ”atematîk” tên binavkirin.
Paşgirên atematîk di kurmanciya standard de (gava ku li dawiya rehê peyvê yek yan çend konsonant hebin)
Kes | Paşgir | Nimûne (dema niha, dema borî) |
ez | -im | dibêjim, hatim |
tu | -î | dibêjî, hatî |
ew | -e[1], –[2] | dibêje, hat_ |
em | -in | dibêjin, hatin |
hûn | -in | dibêjin, hatin |
ew | -in | dibêjin, hatin |
Paşgirên tematîk di kurmanciya standard de(gava ku li dawiya rehê peyvê vokalek hebe)
Kes | Paşgir | Nimûne |
ez | -m | dicûm, çûm |
tu | -yî[3] | dicû(yî), çûyî |
ew | – | dicû_, çû_ |
em | -n | dicûn, çûn |
hûn | -n | dicûn, çûn |
ew | -n | dicûn, çûn |
Anku di zimanê nivîskî de paşgira kesî ya her yekê ji ”ez, tu, ew (yehjemar)” cuda ne lê paşgira ”em, hûn, ew” anku cînavên pirhejmar eynî ne: atematîk ”-in” û tematîk ”-n”.
Di hemû devokên kurmancî de paşgirên kesî ne wiha ne. Di hemûyan de paşgira cînavên ”ez”, ”hûn” û ”ew” yê pirhejmar wek di zimanê nivîskî de ye:
ez | -im | dibêjim |
ez | -im | dibêjim |
hûn | -in | dibêjin |
ew | -in | dibêjin |
ez | -m | dicûm |
hûn | -n | dicûn |
ew | -n | dicûn |
Di kurmanciya rojhilatî de cînavê ”em” paşgireke ji ya cînavên ”hûn, ew (pirhejmar)” cuda heye.
kurmanciya rojhilatî | kurmanciya navendî (forma standard) | ||
paşgir | nimûne | paşgir | nimûne |
-în (atematîk) | em dibêjîn | -in (atematîk) | em dibêjin |
-yn (tematîk) | em çûyn | -n (tematîk) | em çûn |
Paşgirên cînavê ”tu”
Piraniya herdu komdevokên rojhilatî û navendî bo cînavê ”tu” li gel rehên atematîk (konsonant li dawiyê) paşgira ”-î” bi kar tînin. Lê hin devokên kêmîne jî paşgirên wek ”-e, -ê, i” dixebitînin.
Bikaranîn | Paşgir | Nimûne |
piranî, standard | -î | tu dibêjî, tu hatî |
hin devok | (dema niha) -e, (demên borî) – |
tu dibêje, tu hat_ |
hin devok | -ê | tu dibêjê, tu hatê |
hin devok | -i | tu dibêji, tu hati |
Paşgirên cînavê ”ew” yê yekhejmar
Paşgira cînavê ”ew” yê yekhejmar di demên borî de di hemû devokên kurmancî de sifir e anku ev cînav bê paşgir e:
- ew hat_ (bide ber ”ez hat-im”, ”tu-hat-î”, “em/hûn/ew hat-in”)
- ew çû (bide ber ”ez çû-m”, “tu çû-yî”, ”em/hûn/ew çû-n”)
Di kurmanciya nivîskî de di demên niha û bên de jî li gel lêkerên tematîk ev cînav bê paşgir e:
- ew dicû_ / didirû_ / digurû_ / dişê_ (bide ber “ez dicû-m / didirû- / digurû-m / dişê-m”)
Di demên niha û bên de vî cînavî jî li gel lêkerên atematîk (konsonant li dawiyê) paşgir heye. Di zimanê nivîskî de ev paşgir “-e” ye:
- “ew dibêj-e, ew diken-e, ew dixw-e” (bide ber “ez dibêj-im / diken-im / dixw-im” û “tu dibêj-î / diken-î / dixw-î”)
Ev paşgira zimanê nivîskî di heman demê de wek paşgira kopulayê (lêkera “bûn”ê ya statîv di dema niha de) ye. Herwiha ew wek paşgira fermanî ya yekhejmar e:
Paşgir | nimûne |
paşgira cînavê “ew”: -e | ew dikene |
kopulaya cînavê “ew”: e | ew kurd e |
paşgira fermanî ya yekhejmar: -e | biken-e |
Wek din jî paşgirên kesî yên atematîk yên cînavên din jî li gel kopulayê eynî ne:
paşgira kesî | kopula |
ez dikenim | ez kurd im |
tu dikenî | tu kurd î |
ew dikene | ew kurd e |
em dikenin | em kurd in |
hûn dikenin | hûn kurd in |
ew dikenin | ew kurd in |
Di kurmanciya rojhilatî de hem paşgira cînavê ”em” û hem jî kopulaya wî ”în” e:
em dibêjîn | em kurd în |
Wek ku me got, cînavê ”ew” yê yekhejmar li gor devokan çendîn paşgirên cuda hene.
ATEMATÎK | TEMATÎK | ||||
paşgira kesî | nimûne | paşgira kesî | nimûne | ||
-e | ew dibêje | – | ew dicû | ||
-ê | ew dibêjê | – | ew dicû | ||
-i | ew dibêji | – | ew dicû | ||
-it | ew dibêjit | -t | ew dicût | ||
-itin | ew dibêjitin | –tin | ew dibêjitin | ||
-î | ew dibêjî | – | ew dicû | ||
-ît | ew dibêjît | -t | ew dicût | ||
-îtin | ew dibêjîtin | -tin | ew dicûtin | ||
Ji van paşgira ”-e” forma standard ya nivîskî ye û ew di gelek devokên kurmancî yên navendî û rojavayî de peyda dibe. Paşgirên ”ê” û ”-i” jî dîsa di hin devokên rojavayî û navendî de hene.
Paşgira ”-it” ya atematîk û hevbera wê ”-t” ya tematîk herî zêde li Botan û li deverên rojava yên Behdînan (bo nimûne Zaxo) li kar in. Heman devok yan bi kêmî hin ji wan paşgirên ”-itin, -tin” wek alternatîva sekunder bi kar tînin: mirov dikare her peyva bi paşgira ”-it, -t” di van devokan de herwiha bi paşgira ”-itin, -tin” bibêje.
Ev paşgirên ”-it, -t” di klasîkên kurmancî de baş tên dîtin: Xanî û Cizîrî bi piranî di berhemên xwe de ev paşgir li gel cînavê sêyem bi kar anîne. Herwiha ew di hin berhemên li devera Behdînan çapkirî (bi taybetî bi alfabeya kurdî-erebî lê carinan jî bi kurdî-latînî) ev paşgir tên xebitandin.
Paşgira ”-ît” ya atematîk û hevbera wê ya tematîk ”-t” li Dihokê û derdorên wê serdest in. Medyaya kurmanciya bi alfabeya kurdî-erebî bi piranî vê paşgirê li gel cînavê ”ew” yê yekhejmar bi kar tîne. Ev paşgir herwiha wek ”-ît, -t” yan jî bi forma sivikkirî ”-î” li Hekariyan û deverên din yên bakur yên devokên kurmanciya rojhilatî peyda dibin. Şairê kurd Cegerxwîn di helbestên xwe de bi piranî ev paşgirê bi cînavê ”ew” yê yekhejmar re xebitandiye.
Heman devok yan bi kêmî hin ji wan paşgirên ”-(i)tin, -(î)tin” wek alternatîva sekunder bi kar tînin: mirov dikare her peyva bi paşgira ”-ît, -t” di van devokan de herwiha bi paşgira ”-îtin, -tin” bibêje:
- ew dibêjit, ew dibêjitin
- ew dibêjît, ew dibêjîtin
Dîsa klasîkan de ev forma ”-(i)tin” jî tê dîtin. Bi taybetî Xanî wê bi kar tîne lê bi marjinalî ew li di berhemên Melayê Cizîrî û heta di klasîkên vê dawiyê de anku jî bo nimûne li ba Cigerxwîn û Seydayê Tîrêj.
Melayê Cizîrî di helbesteke xwe de wiha dibêje:
Saqî ku dêm mehweş bitin
Kagul ji şêva reş bitin
Qerqef bila ateş bitin
Em dê bi wê dil kîn ‘ilac
Ehmedê Xanî jî di çend şi’rên xwe de wiha dinivîse:
Saqî, tu ji bo Xudê kerem ke
yek cur‘eê mey di cam-i Cem ke
da cam bi mey cihannuma bit
herçî me irade ye xuya bit
da keşf bibit li ber me ehwal
kanî dibitin muyesser iqbal
idbara me wê giha kemalê
aya bûye qabilê zewalê
ya her wehe dê li ’stiwa bit
hetta weku dewr munteha bit
qet mumkin e ev ji çerxê lewleb
tali‘ bibitin ji bo me kewkeb
bextê me ji bo me ra bibit yar
carek bibitin ji xwabê hişyar
rabit ji me jî cihanpenahek
peyda bibitin me padişahek
şîrê hinera me bête danîn
qedrê qelema me bête zanîn
derdê me bibînitin ‘ilacê
‘ilmê me bibînitin rewacê
…
da xelq nebêjitin ku ekrad
bême’rîfet in, bê’esl û bunyad
Cigerxwîn jî di helbesteke xwe de wiha dirêse:
Ger ne bilbil dilbijokê sorgula rûgeş bitin
Rûmeta wî bilbilê bê sorgula rûgeş çi ye
Seydayê Tîrêj jî di helbesta xwe ya navdar ”Bilbilê Dilşadî” de wiha kerem dike:
Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan
Derdê me giran e ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûr e
Paşgirên kesî yên soranî
Di soraniya nivîskî de bi piranî ev paşgir li kar in. Li vir em nimûneyên atematîk (rehê dema niha ”-xwên-” ji ”xwêndin = xwandin, xwendin” û rehê demên borî ”hat” ji ”hatin = hatin”) û nimûneyên tematîk (rehê dema niha ”-lê-” ji ”wutin = gotin” û rehê dema niha ”çû” ji ”çûn = çûn”) wek mînak bidin.
KES | ATEMATÎK
|
TEMATÎK
|
||||||
min (ez) | -im | dexwên-im, hat-im | -m | delê-m | ||||
to (tu) | -î | dexwên-î, hat-î | -y | delêy | ||||
ew (ew) | -ê, (demên borî) – | dexwên-ê, hat-_ | – | delê- | ||||
ême (em) | -în | dexwên-în, hat-în |
-yn | delê-yn | ||||
êwe (hûn) | -in | dexwên-in, hat-in | -n | delê-n | ||||
ewan (ew) | -in | dexwên-in, hat-in | -n | delê-n |
Cînavê ”ew” yê yekhejmar dikare wek hin devokên kurmancî ”-t” û di hin devokan de ”-tin” jî bigire:
- dexwên-êt, dexwên-êtin
Cînavê ”to” (tu) dikare herwiha ”-t” jî bigire:
- dexwên-ît, delê-yt
Eger rehê lêkerê bi “e” bi dawî bibe, cînavê “ew” yê yekjimar wê diavêje û paşgira “-a” (bi hin devokan “-at, -atin”) lê zêde dike:
- “min deke-m”[4] (ez dikim) lê “ew dek-a / dek-at / dek-atin” (ew dike)
- “min dede-m” (ez didim) lê “ew de-da / ded-at / ded-atin” (ew dide)
Berevajî kurmanciya navendî û nivîskî lê wek kurmanciya rojhilatî, di soranî de jî paşgira kesî ya cînavê “ême” (em) ji ya cînavên “êwe” (hûn) û “ewan” (ew – pirhejmar) cuda ye.
Paşgirên kesî bi hin zimanên din
Paşgirên kesî yên atematîk di farisî de wiha ne[5]:
Kes (kurmancî di kevanan de) | Paşgir (kurmancî di kevanan de) |
men (ez) | -em (-im) |
to (tu) | -î (-î) |
o (ew – yekhejmar) | -ed (-e, devokî: -it, -ît), – (di demên borî de) |
ma (em) | -îm (-in) |
şoma (hûn) | -îd (-in) |
anha (ew – pirhejmar) | -end (-in) |
Di kurmanciya navendî de paşgira her sê cînavên pirhejmar wek hev e (-in), di kurmanciya rojhilatî û di soranî de tenê paşgira cînavên ”hûn” û ”ew” ya pirhejmar wek hev e anku ”-in” e lê paşgira cînavê ”em” wek ”-în” e. Di farisî de paşgira ti ji van her sê cînavan ne eynî ye.
Bi heman awayî pehlewî jî paşgirên ji hev cuda didan gel her sê cînavên pirhejmar. Lê li aliyekî din paşgirên cînavê ”ez” û ”em” wek hev bûn û yên cînavê ”ew” yê yekhejmar û cînavê ”hûn” gelek caran eynî bûn:[6]
Paşgirên kesî di pehlewî de | Kurmancî |
-êm, -em, -om | (ez) -im |
-ê, -êh | (tu) -î |
-êd, -ed, – | (ew) -e (devokî: -it, -ît),- ( demên borî de) |
-em, -êm, -om | (em) -in |
-êd | (hûn) -in |
-ênd, -end | (ew) -in |
Avestayî bo her cînavekî paşgireke serekî ya ji yên din cuda hebû:[7]
Paşgirên kesî di avestayî de | Kurmancî |
-mi | (ez) -im |
-hi | (tu) -î |
-ti | (ew) -e (devokî: -it, -ît),- ( demên borî de) |
-mehi | (em) -in |
-the | (hûn) -in |
-nti, -eti | (ew) -in |
Wek ku tê dîtin, di avestayî jî li gel cînavê ”ew” yê yekhejmar ”-ti” heye ku pir dişibe ”-it, -t” ya hin devokên kurmancî û soranî. Ew heman pirtik di farisî û pehlewî de wek ”-ed, -êd” tê dîtin. Ew di zimanên din jî yên kevn yên hindûewropî de diyar e. Bo nimûne, di sanskrîtî de jî ”-ti” bû:[8]
Paşgirên kesî di sanskrîtî de | Kurmancî |
-mi | (ez) -im |
-si | (tu) -î |
-ti | (ew) -e (devokî: -it, -ît),- ( demên borî de) |
-ma | (em) -in |
-tha | (hûn) -in |
-nti | (ew) -in |
Eger em paşgirên kesî yên avestayî û sanskrîtî bidin ber hev, em ê bibînin ku cudahiyên wan pir biçûk û kêm in:
Paşgirên kesî di sanskrîtî de | Paşgirên kesî di avestayî de |
-mi | -mi |
-si | -hi |
-ti (devokî: -it, -ît) | -ti (devokî: -it, -ît) |
-ma | -mehi |
-tha | -the |
-nti | -nti, -eti |
Sebebê ku paşgira cînavê duyem (tu) di hîtîtî de ”-si” û di avestayî de ”-hi” ye, ew e ku S-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de bûye H. Loma *”septm” ya hindûewropî di sanskrîtî de ”septan”, di latînî de ”septem”, di frensî de ”sept”, di almanî de ”sieben”, di inglîzî de ”seven” e, lê di avestayî de ”hepte-” ye û di kurmancî de ”heft” e. Heman guherîna S bi H di yûnanî de jî peyda bûye loma eynî hejmar bi wî zimanî ”hêpta” ye.
Bi hîtîtî paşgira cînavê ”ew” yê yekhejmar ”-zi” bû wek ku ji tabloya jêr tê dîtin:
Paşgirên kesî di hîtîtî de | Kurmancî |
-mi | (ez) -im |
-si | (tu) -î |
-zi | (ew) -e (devokî: -it, -ît),- ( demên borî de) |
-weni | (em) -in |
-teni | (hûn) -in |
-ezni | (ew) -in |
Ji camêriya xwe careke din jî paşgirên hîtîtî bidin ber yên avestayî daku hûn nêzîkiya gelekan ji wan bibînin:
Paşgirên kesî di hîtîtî de | Paşgirên kesî di avestayî de |
-mi | -mi |
-si | -hi |
-zi | -ti |
-weni | -mehi |
-teni | -the |
-ezni | -nti, -eti |
Sebebê ku paşgira cînavê duyem (tu) di hîtîtî de ”-si” û di avestayî de ”-hi” ye, ew e ku S-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de bûye H. Loma *”septm” ya hindûewropî di avestayî de ”hepte-” ye û di kurmancî de ”heft” e.
Di latînî de M-ya paşgira cînavê ”ez” ketiye lê S-ya paşgira cînavê ”tu” û T-ya paşgira cînavê ”ew” yê yekhejmar hatine parastin. Herwiha M-ya paşgira cînavê ”em”, T-ya paşgira cînavê ”hûn” û NT-yên paşgira cînavê ”ew” yê pirhejmar mane:[9]
cînav bi kurdî | paşgirên latînî | nimûne bi latînî ”st-” (rawestîn) |
paşgir bi avestayî | paşgir bi kurmanciya nivîskî |
ez | -o | st-o | -mi | -im |
tu | -as | st-as | -hi | -î |
ew (yekhejmar) | -at | st-at | -ti | -e, (devokî: -it, -ît) |
em | -amus | s-tamus | -mehi | -in |
hûn | -tatis | st-atis | -the | -in |
ew (pirhejmar) | -ant | s-tant | -nti, -eti | -in |
Tevî ku M di dema niha de ji paşgira cînavê ”ez” di latînî de ketiye jî lê dîsa jî di demên borî de M maye.[10]
Spanî, ku yek ji zimanên ji latînî çêbûyî ye, piraniya paşgirên kesî mîna latînî yan nêzîkî diparêze:[11]
cînav (bi kurdî) | paşgirên latînî | paşgirên spanî | paşgirên kurmancî |
ez | -o | -o | -im |
tu | -as | -as | -î |
ew (yekhejmar) | -at | -a | -e (devokî: -it, -ît) |
em | -amus | -amos | -in |
hûn | -atis | -áis | -in |
ew (pirhejmar) | -ant | -an | -in |
Wek ku tê dîtin, T ji paşgira cînavê ”ew” yê yekhejmar dike: latînî ”-at” > spanî ”-a” tam wek ku ew ji kurmancî jî ketiye: kurmanciya devokî ”-it, -ît” > kurmanciya nivîskî ”-e”, bi hin devokan ”-î, -ê, -i”. Di spanî de herwiha T ji paşgira cînavên ”hûn” û ”ew” (pirhejmar) jî ketiye:
- latînî ”-atis” (hûn … -in) > spanî ”-áis”
- latînî ”-ant” (ew … -in) > spanî ”-an”
Heman guherîn di kurdî de jî li gel cînavê ”ew” yê pirhejmar peyda bûye
- “-in”, bide ber avestayî “-nti”
Di nav zimanên germenî de, bi taybetî almanî ji paşgirên kesî yên hindûewropî S-ya paşgira cînavê “tu” û T-ya paşgira cînavê “ew” yê yekhejmar diparêze. Almanî herwiha “-en” ya hindûewropî ya bi eslê xwe paşgira cînavê “ew” (sie) yê yekhejmar bi li gel wî cînavî lê herwiha li gel cînavê “em” (wir) û cînavê “hûn” (Sie) yê ihtiramê dixebitîne:
cînav (bi kurdî) | paşgir bi almanî | nimûne | paşgir bi kurmancî |
ez | -e | sage (dibêjim) | -im |
tu | -st | sagst (dibêjî) | -î |
ew | -t | sagt (dibêje) | -e (devokî: -it, -ît, -t) |
em | -en | sagen (dibêjin) | -in |
hûn | -t | sagt (dibêjin) | -in |
Hûn (ihtiramî) | -en | sagen (dibêjin) | -in |
ew | -en | sagen (dibêjin) | -in |
Yekbûn yan ketina paşgirên kesî
Berevajî gelek zimanên nêzîk û yên hinekî dûrtir, di kurdî de (bi taybetî di kurmanciya navendî de) hevgirtinek di navbera paşgirên kesî de çêbûye. Di zimanê nivîskî de, li gel şeş cînavên cuda tenê çar paşgirên cuda tên bikaranîn:
- ez … -im (tematîk: -m)
- tu … -î (temamtîk: –)
- ew … e (tematîk: –)
- em / hûn / ew … -in (tematîk: -n)
Wek ku diyar e, hemû cînavên pirhejmar (em, hûn, ew) eynî paşgirê bi kar tînin. Di zimanên kevn yên hindûewropî de (avestayî, sanskrîtî, latînî…) de rewş ne wisa bû: her cînavekî pirhejmar, wek yên yekhejmar jî, paşgirên xwe yên cuda hebûn. Heta di gelek zimanên niha (bo nimûne di farisî de) jî rewş wisa ye. Lê di kurmancî de paşgira cînavê “ew” yê pirhejmar bergeha bikarhatina xwe berfireh kiriye û wî cih ji paşgira cînavên “em” û “hûn” jî standiye. Em heman guherînê di tabloya paşgirên almanî de jî dibînin.
Mirov bi tabloya li jêr dibîne ku ev paşgira kurdî “-in” yan almanî “-en” bi eslê xwe tenê li gel cînavê “ew” yê pirhejmar li kar bû:
ziman | paşgir | li gel cînavê(n)… |
kurmanciya navendî | -in | em, hûn, ew (pirhejmar) |
kurmanciya rojhilatî | -in | ew, hûn (bo cînavê “em”: -în) |
soranî | -in, -n | hûn, ew (bo cînavê em: -în) |
farisî | -end | ew yê pirhj. (bo cînavê ”em”: ”-îm” û bo cînavê “hûn” jî “-îd” |
avestayî | -nti | ew yê pirhj. (bo cînavê ”em”: ”-mehi” û bo cînavê “hûn” jî “-the”) |
sanskrîtî | -nti | ew yê pirhj. (bo cînavê ”em”: ”-ma” û bo cînavê “hûn” jî “-tha”) |
latînî | -ant | ew yê pirhj. (bo cînavê ”em”: ”-mus” û bo cînavê “hûn” jî “-tatis” |
Ji bilî yekbûna paşgirên cînavên pirhejmar, di hin devokan de herwiha paşgira cînavên ”tu” û cînavê ”ew” yê yekhejmar bûne yek. Di hin devokan de bergeha paşgira cînavê ”ew” yê yekhejmar berfireh bûye û bûye paşgira cînavê ”tu” jî:
cînav | standard | hin devok |
ew | -e (tu dibêje), – | -e (ew dibêje, ew hat_) |
tu | -î (tu dibêjî, tu hatî) | -e (tu dibêje, tu hat_) |
Di hin devokan de jî ji ber ketina T-ya paşgira cînavê ew yê yekhejmar (-ît à -î), ew paşgir jî di demên neborî de (lê ne di demên borî de) bûye wek paşgira cînavê ”tu”
cînav | standard | hin devok |
tu | -î (tu dibêjî), -î | -e (dibêjî, ew hatî) |
ew | -e (ew dibêje), – (ew hat_) | -î (ew dibêjî, ew dibêjît) |
Di hin devokan de heta nêzîkbûnek di navbera paşgirên cînavên yekhejmar û pirhejmar de jî peyda bûye. Hin devok “-in” ya cînavên pirhejmar herwiha li paşgirên devokî “-it, -ît-, -t” yên cînavê “ew” yê yekhejmar jî zêde dikin anku wan dikin “-itin, -îtin, -tin”:
cînav | nivîskî | hin devok | hin devok | hin devok | hin devok |
ew | -e (dibêje) | -it (dibêjit) | -itin (dibêjitin) | -ît (dibêjît) | -îtin (dibêjîtin) |
Li gor van devokên ku “-itin, -îtin, -tin” bi kar tînin, tenê li dawiya paşgirên cînavên “ez” û “tu” paşgira “-in” nine:
cînav | nivîskî | hin devok | hin devok |
ez | -im (dibêjim) | -im (dibêjim) | -im (dibêjim) |
tu | -î (dibêjî) | -î (dibêjî) | -î (dibêjî) |
ew | -e (dibêje) | -itin (dibêjitin) | -îtin (dibêjîtin) |
em | -in (dibêjin) | -in (dibêjin) | -în (dibêjîn) |
hûn | -in (dibêjin) | -in (dibêjin) | -in (dibêjin) |
ew | -in (dibêjin) | -in (dibêjin) | -in (dibêjin) |
Di rastiyê de ev ne guherîneke xerîb e. Di inglîzî de ji paşgirên kesî yên hindûewropî tenê şopek di paşgira cînavê “ew” yê yekhejmar de maye: “-s” yan “-es” ji forma inglîziya navîn û kevn “-th, -eth” (wek kurmanciya devokî “-t, -it, -ît”). Wek din paşgirên kesî yên hemû cînavên din ketine. Di zimanên skandinavî danmarkî, norwecî û swêdî de ew tek pirtik jî nemaye. Bo nimûne inglîzî “do” (kirin) û swêdî “göra” (kirin):
inglîzî | swêdî | kurdî |
I do | jag gör | ez dikim |
you do | du gör | tu dikî |
he/she does | han/hon gör | ew (jin) / ew (mêr) dike |
we do | vi gör | em dikin |
you do | ni gör | hûn dikin |
they do | de gör | ew dikin |
Gava ku mirov vê vê çemîna sade ya inglîzî û swêdî bide ber ya kurdî, mirov dê bibêje ku çemîna kurdî pir diguhere û formên cuda hene. Lê di rastiyê de çemîna lêkerên gerguhêz (transitîv) yên kurdî di demên borî de hê jî hêsantir e:
inglîzî | swêdî | kurdî |
I did | jag gjorde | min kir |
you did | du gjorde | te kir |
he/she did | han/hon gjorde | wî /wê kir |
we did | vi gjorde | me kir |
you did | ni gjorde | we kir |
they did | de gjorde | wan kir |
Helbet di demên borî de lêkerên gerguhêz yên kurmancî li gor berkarê / bireserê (object) diçemin:
- min sêvek xwar
- min du sêv xwarin
Lê bi kirdarî û di pratîkê de berkara hevokê yekhejmar e û di demên borî de paşgira kesî ya cînavê “ew” yê yekhejmar sifir anku ew bi temamî bê paşgir e.
____________________________________________________
TÊBÎNÎ
[1] Demên neborî anku demên niha û bên
[2] Di demên borî de li gel kesê sêyem yê yekhejmar (”ew”ê yekhejmar) paşgir sifir e anku nîne.
[3] Di demên niha û bên de ne zerûrî ye, di demên borî de zerûrî ye.
[4] Rehên lêkerên ”birin, dan, kirin” di kurmanciya navendî û kurmanciya nivîskî de atematîk in (-b-, -d-, -k-) lê di soranî û kurmanciya rojhilatî de ew tematîk in (-be-, -de-, -ke-).
[5] Tabloyeke paşgirên kesî di farisî de (latînîzekirin li gor rastnivîsîna inglîzî, li vir me ew li gor nivîsîna kurdî-latînî adapte kirine.): http://theocraticpersian.blogspot.fi/2012/11/ch-3-l3-personal-pronouns-their-related.html
[6] Tabloyeke paşgirên kesî di pehlewî de (latînîzekirin li gor rastnivîsîna inglîzî, li vir me ew li jor nivîsîna kurdî-latînî adapte kirine.): http://www.iranicaonline.org/uploads/files/Persian_Language/persian-language-01-enp-tab5.jpg
[7] Tabloyeke paşgirên kesî di avestayî de (latînîzekirin li gor rastnivîsîna inglîzî, li vir me ew li jor nivîsîna kurdî-latînî adapte kirine.): http://www.languagesgulper.com/eng/Avestan.html
[8] Tabloyeke paşgirên kesî di sanskrîtî de (latînîzekirin li gor rastnivîsîna inglîzî, li vir me ew li jor nivîsîna kurdî-latînî adapte kirine.): http://www.languagesgulper.com/eng/Pali.html
[9] http://www.netplaces.com/learning-latin/time-and-tense/forming-the-future-indicative.htm
[10] http://www.slu.edu/colleges/AS/languages/classical/latin/tchmat/grammar/whprax/w1v-end.html
[11] http://www.outerspanish.com/learn-spanish-how-to-conjugate-verbs-present-tense.htm