Husein Muhammed
Mebest ji cînavên pêvekirî (yan girêdayî) ew cînav in yan pirtikên cînavan in ku bi birrên din yên peyvan ve tên girêdan û cihê cînavên xweser û xwerû digirin. Lê mebest li vê derê ne paşpirtikên kesî yên lêkeran in, wek bo nimûne di kurdî de ”dik-im” ku ”-im” diyar dike ku kesê dike ”ez” im.
Cînavên pêvekirî bi taybetî li gel navdêran li kar in. Bo nimûne, di van her sê zimanan de mirov dikare xwedîtiyê bi cînavên pêvekirî diyar bike. Beşa qelewkirî ya van peyvên nimûne maneya ”-a te” (kitaba te) dide:
- erebî: kitabek
- farisî: kitabet
- tirkî: kitabın
Sîstema cînavan di kurmancî û zazakî de ji vê pergalê cuda ye. Di kurmancî û zazakî de du desteyên cînavên kesî yên serbixwe hene ku yek jê “xwerû” yan neçemandî (netewandî) ye û yek jî “oblîk” anku çemandî (tewandî) ye.
Lê dîsa jî kurmancî ji cînavên pêvekirî ne bêpar e.
Cînavên pêvekirî veke û bixwîne!
Heman awayê cînavên pêvekirî yên cînavên din jî di van zimanan de hene. Bo nimûne, bi tirkî:
- kitabım (kitêba min)
- (onun) kitabı (kitêba wê/wî)
- kitabımız (kitêba me)
- kitabınız (kitêba we)
- (onların) kitabı (kitêba wan)
Berevajî van zimanan, di kurmancî de bi zerûrî cînav xweser û ji peyva serekî cuda tên nivîsîn. Di zazakî de jî rewş wek kurmancî ye. Bi heman awayî di inglîzî de jî cînavên pêvekirî nînin.
Lê di rastiyê de cînavên pêvekirî ne tenê xusûsiyeteke tirkî û erebî ye. Di zimanên îranî de jî bikaranîna wan berbelav e. Bo nimûne, bi farisî
- kitabem (kitêba min)
- kitabet (kitêba te)
- kitabiş (kitêba wê/wî)
- kitabiman (kitêba me)
- kitabitan (kitêba we)
- kitabişan (kitêba wan)
Bi heman awayî, mirov dikare nimûneyan ji hin zimanên din jî yên îranî bide.[1]
Kurdî bi xwe jî ne bi temamî ji van cînavên pêvekirî bêpar e. Di kurdiya navendî (soranî) û kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) de ev cînav bi berfirehî tên bikaranîn. Bo nimûne, bi soranî:
- serim (serê min)
- serit (serê te)
- serî (serê wê/wî)
- serman (serên man)
- sertan (serên we)
- seryan (serên wan)
Heman nimûne bi kurdiya başûrî jî:
- serim (serê min)
- serid[2] (serê te)
- serî (serê wê/wî[3])
- serman (serên man)
- serdan[4] (serên we)
- seryan (serên wan)
Sîstema cînavan di kurmancî û zazakî de ji vê pergalê cuda ye. Di kurmancî û zazakî de du desteyên cînavên kesî yên serbixwe hene ku yek jê “xwerû” yan neçemandî (netewandî) ye û yek jî “oblîk” anku çemandî (tewandî) ye.[5]
cînav | neçemandî | çemandî |
|
ez | min |
|
tu | te |
|
ew | wê / wî |
|
em | me |
|
hûn | we |
|
ew | wan |
Di zazakî de jî sîstemeke cînavan ya nêzîkî kurmancî heye. Tek cudahiya kurmancî û zazakî di vê meseleyê de ew e ku kurmancî di rewşa neçemandî de cudahiyê naxe navbera cins û hejmarê (“ew” ya hem bo jinan û hem jî bo mêran e, hem yekhejmar û hem jî pirhejmar e) lê zazakî wan ji hev cuda dike:
Cînavên zazakî[6] | ||
cînav | neçemandî | çemandî |
1. yekhejmar | ez | mi(n)[7] |
2. yekhejmar | ti | to |
3. yekhejmar | o (nêr) / a (mê) | ey (nêr) / aye (mê) |
1. pirhejmar | ma | ma |
|
şima | şima |
|
ê | înan |
Di soranî, kurdiya başûrî, farisî û zimanên din jî yên îranî de cînavên serbixwe hene. Lê di van ziman û zaravayan de ne du lê yek desteyê cînavên xweser li kar e. Ew beramberî cînavên xwerû / neçemandî yên kurmancî û zazakî ne.
Cînavên serbixwe di soranî û farisî de:
Cînavên serbixwe di farisî û soranî de | ||
cînav | soranî | farisî |
1. yekhejmar | min | men |
2. yekhejmar | to | tû |
3. yekhejmar | ew | û |
1. pirhejmar | ême | ma |
|
êwe | şoma |
|
ewan | anan, anha, îşan |
Li cihê cînavên çemandî yên kurmancî û zazakî, di ziman û zaravayên din yên îranî de cînavên pêvekirî li kar in.
Bo nimûne, bikaranîn cînavên neçemandî yên kurmancî li gel cînavên serbixwe di soranî de:
kurmancî | soranî |
ez kurd im | min kurd im |
tu nivîskar î | to nûser î(t) |
ew kar dike | ew kar deka |
em hatin | ême hatîn |
hûn nebûn | êwe nebûn |
ew çi dikin? | ewan çî deken? |
Lê gava ku di kurmancî de cînavên çemandî tên bikaranîn, di soranî de li cihê wan cînavên pêvekirî tên xebitandin:
kurmancî | soranî |
min got | wut-im |
destê te | dest-it |
babê wê/wî | bawk-î |
dayika me | dayik-man |
mala we | mal-tan, mal-eke-tan |
çavên wan | çaw-yan |
Di soranî de, cînavên pêvekirî ne herdem li dawiya peyvê ne lê gelek dikevin berî rehê lêkerê lê piştî pêşpirtikên din:
kurmancî | soranî |
te dibînim | de-t-bînim |
min bibîne | bimbîne |
wê/wî bide | bi-y-de / b-î-de |
me bibin | bi-man-ben |
we dibim | de-tan-bem |
wan nekujin | ne-yan-kujin |
Ji aliyê rêzimanê ve, hebûna cînavên pêvekirî di soranî de û peydanebûna wan di kurmancî de belkî mezintirîn û dijwartirîn cudahiya navbera van herdu lehceyên serekî yên kurdî ye ku têgihiştina ji hev zehmet dike.
Lê gelo bi rastî cînavên pêvekirî di kurmancî de peyda nabin?
Cînavên pêvekirî di kurmancî de
Ji lêkolînên D. N. MacKenzie ve[8] di nav zimannasên biyanî de tê dubarekirin[9] ku di kurmancî de cînavên pêvekirî peyda nabin. Heman idia heta vê dawiyê jî serdest e. Bo nimûne, Korn idiaya Windfuhr dubare dike û dibêje “di nav zimanên îranî yên rojavayî de, ti ji cînavên wisa [yên pêvekirî] di sengiserî, zazakî û kurdiya bakurî (=kurmancî) de peyda nabin.”[10]
Rast e ku bergeha cînavên pêvekirî di kurmancî û zazakî de ne wek farisî yan soranî berfireh e. Bo nimûne, di kurmancî yan zazakî de ti cînavên pêvekirî li cihê “-it” ya soranî yan “-et” ya farisî ya bi maneya “te” ya kurmancî peyda nabin. Herwiha li cihê “-man” (me) ya farisî û soranî di kurmancî yan zazakî de ti cînavên pêvekirî nînin. Wek ku li jor hatiye diyarkirin, kurmancî û zazakî li şûna cînavên pêvekirî yên farisî yan soranî, cînavên serbixwe yên çemandî bi kar tînin.
Lê dîsa jî kurmancî ne bi temamî ji cînavên pêvekirî bêpar e.
Rast e ku di kurmancî de ti formên pêvekirî ji cînavê duyem yê yekhejmar (tu, te) yan pirhejmar (hûn, we) re nînin. Herdem ev cînav bi zerûrî serbixwe li kar in.
Herwiha di kurmancî de ti cînavên pêvekirî bo cînavê yekem yê pirhejmar (em, me) jî peyda nabin. Ew jî bi zerûrî bi rêya cînavên serbixwe tên ifadekirin.
Lê cînavê sêyem yê yekhejmar (ew, wê/wî) û pirhejmar jî (ew, wan) di kurmancî de, ji bilî du desteyên serbixwe (çemandî û neçemandî) herwiha bi formên xwe yên pêvekirî jî li kar in. Ev cînavên pêvekirî dikarin li gel daçekan, lêkeran û navdêran bên bikaranîn:
Cînav bi daçekan ve
- jê (ji wê/wî/wan)
- jê ve (ji wê/wî/wan)
- jê re (ji wê/wî/wan re)
- jê de (ji wê/wî wan de)
- lê (li wê/wî/wan)
- pê (bi wê/wî/wan)
- pê re (bi wê/wî/wan re)
- pê ve (ji wê/wî/wan ve)
- pê de (bi wê/wî/wan de)
- tê (di wê/wî/wan)
- tê de (di wê/wî/wan de)
- tê re (di wê/wî/wan re)
- tê ve (di wê/wî/wan ve)
Wek ku tê dîtin, cînavê sêyem (yekhejmar yan pirhejmar) dikare bi daçekan ve girêdayî be. Lê cînavên yekem û duyem (yekhejmar yan pirhejmar) di kurmancî de nikarin bi daçekan ve bên girêdan. Anku cînavên pêvekirî di kurmancî de hene lê bo nimûne ji soranî yan farisî bisinortir in. Bide ber soranî:
- pêm (bi min)
- pêt (bi te)
- pêy (bi wê/wî)
- pêman (bi me)
- pêtan (bi we)
- pêyan (bi wan)
Herwiha cînavê pêvekirî di kurmancî de tenê dikare bi van çar daçekên bingehîn yên li jor rêzkirî ve bê girêdan, ew nikare daçekên din yên kurdî bigire. Bo nimûne, ew nikare daçeka “bo, ji bo” ya kurmancî bigire. Lê di soranî de dikare wê jî bigire:
- bom (bo min), bot (bo te), boy[11] (bo wê/wî), boman (bo me), botan (bo we), boyan (bo wan)
Cînav bi lêkeran ve
Di kurmancî de herwiha mimkin e ku cînav bi lêkerê ve bê girêdan. Dîsa tenê cînavê sêyem (yekhejmar yan pirhejmar) dikare were girêdan:
- hatê (hat wê/wî/wan)
- çûmê (çûm wê/wî/wan)
Wek ku tê dîtin, girêdana cînavê sêyem jî tenê bi lêkerên wisa ve mimkin e ku liv û hereketa ber bi cihekî yan tiştekî ve diyar dikin.
Cînav bi navdêran ve
Di kurmancî de girêdana cînavê sêyem (yekhejmar yan pirhejmar) herwiha bi komeke navdêrên bisinor ve jî mimkin e:
- kevir bi serî ket (bi serê wê/wî/wan)
- derbe li piştê da (li pişta wê/wî/wan)
- ji zikî ve nexweş e (ji zikê xwe ve)
Paşpirtika ”î” ya dawiya peyva ”serî” yan ”ê” ya dawiya peyva ”piştê” ne tenê ji ber çemandina ji encama daçekan (bi/li) ne. Di rewşên wiha de ”î” dikeve gel peyva ”ser” û “zik” di wan devokan de jî ku adeten navdêrên nêr bi paşpirtika ”î” naçemînin. Anku ”î” û ”ê” li vê derê ne (bi tenê) paşpirtikên çemandinê ne lê ew (di heman demê de) cînavên pêvekirî ne (jî) û maneya ”wê/wî/wan” didin.
Li gel daçekan û lêkeran, me dît ku ”-ê” wek cînavekî pêvekirî cihê ”wê, wî, wan” digire. Ew hem bêcins e (hem li cihê ”wî” jî û “wê” jî li kar e) û hem jî bêhejmar e (dikare bi bi maneya ”wê/wî” yên hejmar yan jî bi wateya ”wan” yê pirhejmar be).
Lê em li gel navdêran dibînin ku carinan cînav bi awayê ”î” ye (”saet li destî”) û carinan jî wek ”ê” ye (”ristika zêrî li gerdenê”). Gelo di nimûne yekem de ”î” maneya ”wî” û di ya duyem de jî ”ê” wateya ”wê” dide?
Nexêr, cînavê pêvekirî dîsa jî bêcins e: ”saeta li destî” dikare li destê ”wê” jî be ank xwediya saetê jin be. Herwiha ”ristika li gerdenê” wek prensîp dikare li gerdena ”wî” be. Herwiha dîsa jî cînavê pêvekirî bêhejmar e jî: ”li destî” dikare maneya ”li destên wan” jî bide, ”li gerdenê” dişê bi wateya ”li gerdenên wan” jî be.
Anku cudahiya cînavî ne li gor cînavî bi xwe (wê, wî, wan) e lê li gor cinsê peyvê ye: ”li destî” ji ber ku ”dest” nêr e (ne ji ber ku qest jê illeh destê mêrekî ye) û ”li gerdenê” ji ber ku ”gerden” peyveke mê ye (ne ji ber ku illeh gerdena jinekê ye).
Me li destpêka vê beşê got ku girêdana cînavê sêyem tenê bi komeke bisinor ya navdêran re mimkin e. Gava ku em dibêjin ”derbe li piştê da”, em jê fehm dikin ku illeh behsa ”pişta wê/wî/wan” tê kirin. Lê gava ku em dibêjin ”derbe li kitêbê da”, em vê illehiyê di peyva ”kitêbê” de nabînin. Belkî wî kesî derbe li ”kitêba te, kitêba min, kitêba xwe, kitêba we”yan jî kitêbeke bêxwedî yan xwedînediyar jî dabe.
Sebebê vê cudahiyê ew e ku ”pişt, ser, zik, gerden” hin ji peyvên wisan in ku di zimannasiyê de jê re tê gotin neguhêzbarî yan xwedîtiya neguhêzbar (bi inglîzî inalienability yan alienable possession[12]). Navdêrên neguhêzbar navên wan tiştan in ku mirov nikare ji kesekî neqlî kesekî din bike. Bo nimûne, endamên leşê mirovan peyvên wisan in. Mirov nikare ”ser, pişt, zik, sîng”ê xwe bide kesekî din anku ji wan re raguhêze yan neqil bike. Lê mirov dikare ”kitêb, sêv, cil”ên xwe bide kesekî din anku wan ji kesekî din re raguhêze loma peyvên wiha guhêzbar in, berevajî ”ser, pişt, zik, sîng” ku neguhêzbar in.
Xwedîtiya tiştên guhêzbar ne zerûrî ye: mimkin e ku kesekî kitêb yan sêv tine bin. Lê ne mimkin e yan jî dijwar e ku kesekî ser, zik, pişt, dest… tine bin.
Di rêzimana gelek zimanan de peyvên wiha xwedî hin taybetmendiyan in ku li gel navdêrên din nînin. Di rêzimana kurmancî de cudahî ew e ku cînavê sêyem yê pêvekirî ji navdêrên neguhêzbar diyar dibe lê ji navdêrên guhêzbar xuya nabe.
Di rêzimana kurdiya navendî (soranî) û kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) de jî xwe bi awayekî diyar dike. Gava ku mirov behsa tiştekî xwedîdar ya guhêzbar dike, di van herdu lehceyan de paşpirtika diyarker (li cihê ”the” ya inglîzî yan ”el” ya erebî) tê bikaranîn, bi forma xwe ya yekhejmar di soranî de ”-eke-”, di kurdiya başûrî de bi piranî ”-ege-”, carinan ”-eke-”:
soranî | başûrî | kurmancî |
kitêb-eke-m | kitaw-ege-m | kitêba min |
kitêb-eke-t | kitaw-ege-d | kitêba te |
kitêb-eke-y | kitaw-ege-y | kitêba wê/wî |
kitêb-eke-man | kitaw-ege-man | kitêba me |
kitêb-eke-tan | kitaw-ege-dan | kitêba we |
kitêb-eke-yan | kitaw-ege-yan | kitêba wan |
Lê gava ku navdêr neguhêzbar be, bo nimûne endamekî leşî be, hingê “-eke-/-ege-“ nayê bikaranîn:
soranî | başûrî | kurmancî |
ser-im | ser-im | serê min |
sik-it | zig-id | zikê te |
pişt-î | pişt-î | pişta wê/wî |
des(t)-man | des-man | destê(n) me |
bawk-tan | bawg-dan | bavê/babê we[13] |
dayk-yan | dalêg-yan | dayika wan |
Cînavê yekem yê pêvekirî
Ji bilî cînavê sêyem, herwiha cînavê yekem yê yekhejmar jî mimkin e ku bi navdêran ve were girêdan:
- cana-m (cana min)
- dilê-m (dilê min)
Ev girêdan tenê bi navdêran ve sinorkirî ye, berevajî cînavê sêyem, ew li gel birrên din yên peyvan (daçekan yan lêkeran) nayê girêdan. Herwiha tenê cînavê yekem yê yekhejmar (min) dikare were pêvekirin, ne cînavê yekem yê pirhejmar (me). Berevajî vê, cînavê sêyem hem yekhejmar (wê, wî) û hem jî pirhejmar (wan) dikare bê girêdan.
Herwiha girêdana cînavê yekem di kurmancî de tenê devkî yan helbestkî ye. Di zimanê nivîskî de ew hema-hema nayê bikaranîn û li cihê wî cînavê serbixwe ”min” serdest e. Berevajî wî, girêdana cînavê sêyem hem devkî û hem jî xaseten nivîskî ye.
Ji aliyê tarîxî ve, tê texmînkirin ku cînavên pêvekirî kevn in û cînavên serbixwe yên çemandî dikare nûyîtiyeke (înovasyon, innovation) kurmancî û zazakî be.[14] Lê di meseleya cînavê yekem yê yekhejmar yê pêvekirî de, ihtimalen berevajiya vê rast e: cînavê pêvekî (-m) di kurmancî de tenê kurtkirina ”min” e. Ihtimalen lê ne bi esehî ew ji tesîra tirkî yan jî soranî be lê dikare nûyîtiyeke xwemalî jî be.
____________________
TÊBÎNÎ
[1] Bo cînavên pêvekirî di zimanên îranî yên rojavayî de, binêrin bo nimûne: Agnes Korn Western Iranian Pronominal Clitics.
[2] Di çend devokên kurdiya başûrî de jî li cihê “-id” forma “-it” (serit) heye.
[3] Di soranî de cinsê rêzimanî peyda nabe loma “serê wê” û “serê wî” herdu jî “serî” ne.
[4] Di hin devokan de wek soranî “-tan” e: “sertan”.
[5] Li vê derê tenê formên kurmanciya nivîskî ya standard hatine pêşkêşkirin û bo dirêjnekirina meseleyê formên devokî hatine paşguhkirin.
[6] Kitêba Gramera Kirdkî ya Roşan Lezgîn û nivîsara Veracêkerdişê Gramerê Dîyalekta Dimilî (Zazakî, Kirdkî) û Kurmancî – VIII ya Seîd Veroj (Kovara Bîr) wek çavkaniyên van cînavan hatine bikaranîn.
[7] Herdu berhemên binavkirî cînavê yekem yê çemandî yê zazakî bi forma “min” didin lê bi qasî ku ez haydar im, forma “mi” di zazakî de serdesttir e. Heman form di kurmancî de jî heye lê di nivîsînê de nayê bikaranîn. Dibe ku bo nêzîkkirina peyva zazakî û kurmancî, herdu lêkoleran forma “min” tercîh kiribe.
[8] D.N. MacKenzie 1961a Kurdish Dialect Studies I. London: Oxford University Press.
[9] Bo nimûne: Michiel Leezenberg Gorani Influence on Central Kurdish.
[10] “Among the WIr. languages, no such clitics are found in Sangesari, Zazaki, and Northern Kurdish (WINDFUHR 1975: 462).” Agnes Korn Western Iranian Pronominal Clitics.
[11] Di kurmancî de jî forma ”boy, boyî, ji boy(î)” di hin devokan de heye lê ew tenê varyanteke hevwate ya “bo” ye, cînav bi wê ve nehatiye girêdan. Lê “boy” ya soranî ji “bo-y” pêk tê ku maneya “bo wî/wê” dide.
[12] Binêrin: Inalienable possession di Wikipedya inglîzî de.
[13] Çunkî bi zerûrî her kesî babek/bavek heye yan hebûye.
[14] Bo nimûne: Michiel Leezenberg Gorani Influence on Central Kurdish.