PEYVSAZÎ BI DARIŞTINÊ

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 2

Ev beşa duyem ya li ser peyvsaziyê ye. Dikarî herwiha beşa yekem bixwînî.

Husein Muhammed

HuseinHS

Di peyvsaziyê de mebest ji dariştinê (derivation) çêkirina peyvan ji peyvên xwerû/sade bi alîkariya gireyan (afîks, qertaf, affix) e.

Gireyên dariştinê dikarin pêşpirtik (pêşgir, pêşqertaf, pêşbendik, prefîks, prefix) bin ku dikevin pêşiya peyva bingehîn:

  • hêvî > bihêvî
  • hêvî > hêvî
  • rehet > nerehet

Gireyên dariştinê herwiha dikarin paşpirtik (paşgir, paşqertaf, paşbendik, sufîks, suffix) bin ku dikevin dawiya peyva bingehîn:

  • hêvî > hêvîdar
  • rehet > rehetî

Pêşpirtik û paşpirtik dikarin bikevin gel peyvên serbixwe (wek “hêvî” yan “rehet” li jor) yan jî rehên neserbixwe yên lêkeran:

  • -zan- > nezan
  • -zan- > zana

Du paşpirtik dikarin bikevin dûv hev jî:

  • birîn > birîn-dar > hêvî-darî

Herwiha pêşpirtik û paşpirtik dikarin di heman demê de li gel eynî peyvê peyda bibin:

  • hêvî > -hêvî-
  • ket > der-ket-î

Gire herwiha dikarin navpirtik (navgir, navqertaf, navbendik, infîks/interfîks, infix/interfix) bin ku dikevin nava peyva bingehîn:

  • vekirî > venekirî
  • veşartî > veneşartî
  • derketî > derneketî

Di kurdî de tenê –ne– wek navpirtika peyvsaz heye lê navpirtikên çemandinê / tewandinê zêdetir in jî lê ew peyvên nû çênakin, tenê karê çemandinê dikin:

  • derkevin > derdikevin / dernakevin / dernekevin / derbikevin

Navpirtik dikarin herwiha wek cûreyeke pêşpirtikan jî bên hejmartin:

  • ketî > ne-ketî > derne-ketî

Lê di hin peyvan de forma xwerû peyda nabe. Bo nimûne, em dizanin ku peyva ve-şart ji ve-şart-in pêk hatiye (bidin ber forma devokî ber-şartin û hevwateya wê ya soranî şardin-ewe) lê peyva *şartin wek peyveke serbixwe di kurdî de peyda nabe. Loma em neçar in ku ve- beşek bingehîn ji peyva veşartin hesab bikin. Loma gava ku em gireya –ne- li wê zêde dikin û dixin navbera ve- û –şartin, hingê –ne- bi zerûrî navpirtik e, ne pêşpirtik e. Lê li gel gelek peyvên din, ew dikarin wek pêşpirtika duyem bê hejmartin:

  • wer-ne-girtin

CUDAHIYÊN GIREYAN JI HEV

Gire dikarin bi kêmî bi van awayan ji hev cuda bin:

  • Gire dikarin li gor cihê xwe ji hev cuda bin: Hin gire dikevin berî peyva bingehîn (pêşpirtik), hin dikevin dûv peyva bingehîn (paşpirtik) û hin jî dikevin navbera du beşên peyveke pêkhatî (navpirtik).
  • Gire dikarin li gor maneya xwe ji hev cuda bin: Bo nimûne, pêşpirtika “bi-“ maneya hebûna tiştekî dide lê “bê-“ dijwateya wê ye anku maneya nebûna tiştekî dide.
  • Gire dikarin li gor “birrgiriya” xwe ji hev cuda bin: hin gire tenê li gel rengdêran li kar in, hin li gel navdêran, hin li gel lêkeran û hwd. Bo nimûne “bê-“ li pêşiya navdêran li kar e (wek “bêav, bêxwê, bêkes”) lê li gel rengdêran nayê bikaranîn (ji bilî hingê gava ku rengdêr bi guhastinê hatibin navdêrkirin anku wek navdêran bên bikaranîn).

 

1. RENGDÊRSAZÎ

 

Mebest ji rengdêrkirinê (adjectivization) çêkirina rengdêran (sifet, adjective) ji birrên din yên peyvan e. Di kurdî de rengdêr dikarin bi alîkariya gireyan ji navdêran (ism, substantîv, noun), lêkeran (fiil, verb), hejmarnavan (numeral), hokeran (zerf, adverb) û cînavan (zemîr, pronoun) bên dariştin. Bo nimûne:

  • rengdêr ji navdêran: av > avî, xwê > bêxwê
  • rengdêr ji lêkeran: kuşt > kuştî, zan-în > nezan
  • rengdêr ji hejmarnavan: yek > yekem
  • rengdêr ji hokeran: paş > paşîn, > îro > îroyî
  • rengdêr ji cînavan: xwe > xweyî, ez > ezî
  • rengdêr ji rengdêran: rast > rastîn, kevn > kevnar

 

1.2.    RENGDÊRKIRINA NAVDÊRAN

Navdêr dikarin hem bi alîkariya pêşpirtikan û hem jî paşpirtikan bibin. Berbelavtirîn pêşpirtikên kurdî yên rengdêrsaz (rengdêran çêdikin) bê- û bi- ne.  Mişetirîn paşpirtika rengdêrsaz –î ye lê herwiha –dar û –în jî berbelav in. Ji bilî wan, çendîn paşpirtikên din jî dikarin navdêran bikin rengdêr.

1.2.1.BI PÊŞPIRTIKAN

 

BÊ-

  • Wate: ya/yê ku tiştek nîne, tiştek tine ye, ji tiştekî mehrûm e
  • Hevreh: soranî, kurdiya başûrî û zazakî bê-, farisî bî-
  • Hevber: inglîzî -less, tirkî –siz[1], erebî bila-[2]
  • Nimûne: bêav, bêheval, bêhêvî, bêkes, bêmal, bêxêr

BI-

  • Wate: ya/yê ku tiştek heye, xwedî tiştekî ye, tiştek pê re ye, tiştek li gel e
  • Hevreh: zazakî bi-, soranî be-, kurdiya başûrî we-, farisî ba-
  • Hevber: inglîzî –ful, tirkî –li, erebî żû-, -î
  • Nimûne: bihêvî, bimal, bikar, bixêr, bişeref

NE-

  • Maneya “neyînî, menfî, negatîv” dide peyvê
  • Hevreh: soranî, kurdiya başûrî, farisî na-, ne-
  • Hevber: inglîzî un-, in-, tirkî olmayan, erebî la
  • Nimûne: nemêr, nemirov, nemerd, neyar[3]

PÊŞPIRTIKÊN DIN

Ji bilî bê- û bi- jî çendîn pêşpirtikên kêmtir berbelav hene ku mirov dikare navdêran pê bike rengdêr:

  • berguman, berdest
  • hev: hevbend, hevpar, hevxem
  • dij: dijber, dijwar
  • bin: binerd
  • ser: sererd

Lê peyvên wiha di zimannasiyê de adeten ne wek pêşpirtik lê wek peyvên serbixwe tên hesibandin û peyvên wiha çêkirî jî ne wek peyvên dariştî (bi pêşpirtikan yan paşpirtikan çêkirî) lê wek peyvên pêkhatî (bi hevgirtina du yan zêdetir peyvan peyda bûyî) tên hejmartin. Bo nimûne, peyva hevpar ne wek pêşpirtik + navdêr lê wek cînav + navdêr tê analîzekirin.

Di farisî de carinan na- dikeve berî navdêran û wisa rengdêran çêdike. Ev diyarde ji tesîra farisî carinan di soranî de jî tê dîtin. Lê ji bilî çend nimûneyên farismancî yên wek naumêd (bêhêvî, bêumêd), di kurmancî de bi pêşpirtikên na-, ne- mirov nikare navdêran bike rengdêr.

Hev- – pêşpirtik yan ne?

Di kurmanciya navendî û ya nivîskî de cînavê hev (each other, birbirini, yekdîger, be’dha be’den) wek peyveke serbixwe heye[4]. Loma mirov dikare bibêje ku gotinên wek hevkar, hevling, hevbîr ne bi pêşpirtika hev- lê ji du peyvên serbixwe pêk hatiye. Lê hev wek peyveke serbixwe di kurmanciya rojhilatî de ne li kar e. Li cihê wê û varyantên wê hevdu, hevdin, hevûdu, hevûdin di kurmanciya rojhilatî peyvên wek yekûdu, êkûdu, yekdu, êkdu hene. Lê hev- dîsa jî wek pêşpirtik di kurmanciya rojhilatî de jî heye: heval, hevling, hevrê, hevrik. Di soranî de jî hevreha hev ya kurmancî  haw- e lê wek peyveke serbixwe peyda nabe. Di farisî de hevreha hev ya kurmancî hem e ku wek hem, him di kurdî de jî cih digire. Hem di farisî de wek peyveke serbixwe jî li kar e lê ji hevreha xwe ya kurmancî zêdetir maneya jî, herwiha dide.

Ji ber sebebên diyarkirî statuya paşpirtikiya hev- û varyantên wê hem-, him- di kurdî de ne bi temamî zelal e. Di kurmanciya rojhilatî de hev- û di soranî de haw- bê şik paşpirtik in ji ber ku ew wek peyvên serbixwe di wan lehceyan de peyda nabin. Lê di kurmanciya navendî de û di farisî de rola hev-, hem-, him- wek ya paşpirtikan e lê di rastiyê de ew peyvên serbixwe ne.

1.2.2.BI PAŞPIRTIKAN

Navdêr dikarin bi çendîn paşpirtikan bibin rengdêr. Mişetirîn paşpirtika rengdêrsaz [5] ye:

  • Wate: ji tiştekî, xelkê deverekê, têkilî, tiştekî, tiştek di nav de heyî, ji tiştekî çêkirî
  • Hevreh: soranî û farisî –î, kurdiya başûrî –ig û –î, zazakî –î û –ij, pehlewî –eg, avestayî û hexamenişî ye-eke-
  • av > avî
  • evîn > evînî
  • zivistan > zivistanî
  • şev > şevî
  • pirteqal > pirteqalî

Ev paşpirtik di erebî de jî heye û erk û wezîfeya wê jî çêkirina rengdêran ji navdêran e. Paşpirtika erebî û ya îranî têkilî hev bûne û di kurdî de êdî ne herdem diyar e ka ew ji îranî yan jî ji erebî ye. Di peyvên ji erebî wergirtî yan bi rêya erebî wergirtî de, peyva xwerû hatiye kurtkirin

  • Fransa > fransî
  • Îtalya > îtalî (herwiha îtalyayî)
  • Almanya > almanî (herwiha almanyayî – lê ev nadir e)
  • Kanada / > kanadî / kenedî (herwiha kanadayî / kenedayî)

Di peyvên ji erebî wergirtî de –et yan –iyet / -iyat tê avêtin gava ku –î lê tê zêdekirin:

  • siyaset > siyas-et > siyasî
  • hikûmet > hikûm-et > hikûmî
  • cimhûriyet > cimhûr-iyet > cimhûrî
  • edebiyat > edeb-iyat > edebî

Di herdu nimûne dawiyê de di rastiyê de formên navdêr (cimhûriyet, edebiyat) ji formên rengdêr (cimhûrî, edebî) hatine çêkirin û formên rengdêr ji formên din yên navdêr (cimhûr, edeb) hatine çêkirin.

-YÎ

Eger navdêr bi vokalekê (a, e, ê, o, u, û) bi dawî bê, hingê Y dikeve navbera wê û paşpirtika Î

  • çiya > çiya-y-î
  • qehwe > qehwe-y-î > qehweyî
  • Zaxo > zaxo-y-î > zaxoyî (têkilî Zaxoyê, girêdayî Zaxoyê)
  • mû > mûyî

Eger ji xwe peyv bi Î bi dawî bê, hingê Î-yeke din lê zêde nabe:

– du+alî > dualî (ne *dualiyî / *dualîyî)

-DAR

  • Wate: ya/yê ku tiştek heye, xwedî tiştekî ye, tiştek pê re ye, tiştek li gel e
  • Hevreh: soranî -dar, kurdiya başûrî -dar, farisî –dar, pehlewî –dar, hexamenişî dare-
  • Hevber: inglîzî –ful, tirkî –li, erebî żû-, -î
  • Nimûne: dikandar, deyndar, birîndar, hêvîdar

Ev paşpirtik bi eslê xwe ji rehê dema niha –dar– (heye) ya lêkera farisî maneya daşten (hebûn, xwedî bûn) ketiye kurdî û maneya wê ya bingehîn ”ya/yê ku tiştek heye, xwedî tiştekî ye, tiştek pê re ye, tiştek li gel e” dide.

Ew bi eslê xwe hevwateya pêşpirtika ”bi-” ye lê di hin peyvan de ji maneya bingehîn dûr ketiye:

  • guhdar (itaetker, kesa/ê ku guh dide gotinên xelkê, kesa/ê ku bi gotina xelkê dike – ne “kesa/ê ku guh hene”)
  • xwîndar (”kesa/ê ku dixwaze tola kuştina mirovekî xwe hilîne” – ne “kesa/ê ku xwîn heye”)

Wek ku nimûneyên li jor yên wek dikandar, deyndar, birîndar diyar dikin, ev paşpirtik ji mêj ve di kurdî de heye. Lê ew vê dawiyê di nûpeyvan (neolojîzman) de jî pir tê bikaranîn:

  • dengdar
  • rayedar
  • fermandar
  • mijdar

Di peyva “kirdar” (pratîk, kirin) de “-dar” ne ji vê “-dar”ê ye lê di rastiyê de ji soranî “kird-ar” e anku “kir-ar” lê di kurmancî de beramberî wê “kiryar” (emel, kirin, kar, herwiha “tawan, xirabî, guneh”) ji zû ve li kar e.

-ANE

Ev niha yek ji çalaktirîn paşpirtikên dariştinê yên kurdiya nivîskî ye. Lê ew vê dawiyê bi rêya soranî ji farisî hatiye wergirtin û ji kurmancî derbazî zazakî jî bûye. Di hemû lehceyên kurdî de ew bi forma –ane ye, di farisiya klasîk de jî –ane bû lê êdî bi farisiya tehranî bûye –anê wek ku E di peyvên din jî li dawiya peyvan di wî zimanî de bûye Ê. Bi pehlewî –aneg bû lê G ji vê paşpirtikê wek ji paşpirtikên din jî di zimanên nû yên îranî ketiye.

Ev paşpirtik xaseten hokerên demî (temporal adverbs) ji navdêrên demî çêdike lê ew bi hoker bi guhastinê (conversion) wek rengdêr jî tên bikaranîn:

  • roj > rojane (her roj, her roj carekê) > rojnameya rojane
  • meh > mehane (her mehê, her mehê carekê) > destheqê mehane
  • sal > salane (her sal, her salê carekê) > teftîşa salane

-YAR, -IYAR

Paşpirtika –yar bi eslê xwe varyanteke paşpirtika –dar e û maneya ”ya/yê ku tiştek heye, ya/yê ku xwedî tiştekî ye” dide:

  • hişyar (bihiş, hişmend, aqildar, aqilmend, biaqil, kesa/ê ku aqil heye
  • bextiyar (kesa/ê ku bext û şansê baş heye)

Paşpirtika –yar herwiha li gel çend lêkeran jî li kar e û pê navdêran çêdike (li jêrtir binêrin).

-ÎN

Hevreha wê di soranî de jî –în e, di farisî –gîn, bi pehlewî –gên. Di soranî û zazakî de ew herwiha bi forma –in (ne –în) jî heye. Ew çendîn navdêran dike rengdêr, xaseten madenan:

  • zêr(r) > zêr(r)în
  • zîv > zîvîn

Gelek carinan forma bi –în tenê varyanteke forma bi –î ye:

  • bingehîn – bingehî
  • agirîn – agirî

Carinan forma bi –în tek alternatîv e:

  • şermîn
  • rengîn
  • zengîn

Lê hin caran maneya forma bi –în ji ya bi –î cuda ye:

  • şîrîn: têrşekir, ne tehl
  • şîrî: ji şîr(î) çêbûyî / hatî çêkirin

-GÎN

Ev paşpirtik ji farisî hatiye wergirtin û di farisî de hevreha –în ya kurdî ye (li jortir binêrin). Ev paşpirtik di çend peyvan de heye:

  • xemgîn
  • lezgîn
  • mizgîn

Ji bilî van peyvan, wisa diyar e ku di kurdî de peyvên din yên bi paşpirtika –gîn peyda nabin. Peyvên wek rengîn, zengîn, bengîn ne bi paşpirtika –gîn in lê ji reng-în, zeng-în, beng-în in.

-WÎ, -EWÎ, -AWÎ

Ev paşpirtik bi forma xwe ya – ji erebî hatiye wergirtin lê êdî li hin peyvên kurdî jî tê barkirin. Di kurdî de ew li gel çend peyvan rengdêran ji navdêran saz dike û bi yek ji van her sê formên xwe berpê dibe. Bi piranî maneyeke negatîv û neyînî dide û maneya wê ji ya ”-yî” tengtir û taybettir e anku ew ne hemû maneya xwe ya peyva bingehîn dide:

  • ba (romatîzmî) – bidin ber “ba” (her tiştê têkilî “ba”)
  • kîmya[6]
  • [7]
  • jehrewî
  • xwînawî[8]

Lê eger vokala dawiyê Ê, herfa kelijandinê dikare –W be:

  • rê > rêwî

Eger herfa dawiyê Î be û –WÎ bikeve pey wê, Î dikare bibe E:

  • Elî > elewî

Herwiha –A ya dawiyê jî dikare bibe E yan jî wek xwe bimîne:

  • Îsa > îsawî / îsewî (file, xiristiyan, mesîhî)
  • Mûsa > mûsawî / mûsewî (cihû, yehûdî)

-OK, -OKE

Paşpirtika –ok berbelav e lê kêm rengdêr pê ji navdêran tên çêirin, ew jî zêdetir bi forma –oke ne:

  • şerok, şeroke

-EKE, -EKÎ

Ev paşpirtik nadir e, pê tenê ev peyva berbelav tê çêkirin:

  • sereke, serekî (bi inglîzî main)

-NAK

Vê dawiyê bi rêya soranî yan jî yekser ji farisî hatiye wergirtin, di wan de jî bi heman forma –nak e. Çend rengdêrên negatîv/neyînî jê tên çêkirin:

  • xeternak
  • tirsnak
  • xemnak

-BAR

“Bar” wek peyveke serbixwe û watedar heye. Lê hin hene ku –bar li dawiya wan e û mirov bi temamî nikare bibêje ka ew bi rastî ji “bar” ya bi maneya “tiştên hilgirtinê/rakirin”ê ye yan jî paşpirtikeke serbixwe ye. Ev –bar di kurdiya nivîskî ya nû de pir li gel lêkeran (rehê niha) li kar e (li beşa “Rengdêrkirina lêkeran” binêrin). Di rengdêrkirina navdêran de ew nadir e:

  • xembar (xemgîn)

Ihtimalen ev ji peyva “bar” ya bi wateya “tiştên hilgirtinê/rakirin”ê hatiye çêkirin bi armanca “kesa/ê ku barê xeman hildigire, kesa/ê ku xem li ser wê/wî bar in” yan wek baran giran in.

1.2. RENGDÊRKIRINA LÊKERAN

Di kurdî de rengdêr dikarin li ser her sê rehên demên niha û bên (R1), demên borî (R2) û forma ferhengî yên lêkeran (fiil, verb) bên çêkirin. Di çêkirina rengdêran ji lêkeran hem pêşpirtik û hem jî paşpirtik dikarin bên bikaranîn.

1.2.1. RENGDÊR JI R2

Di kurdî de rengdêrên ji lêkeran xaseten li ser rehê demên borî tên çêkirin. Di çêkirina rengdêran ji rehê demên borî de bi gelemperî paşpirtika –î li kar e (hevreha zazakî “-e”, farisî “-e / -ê”, pehlewî “-eg”, avestayî û hexamenişî “e-ke”). Di çend nimûneyan de “-e” ya bi eslê xwe ji farisî li kar e. Hem lêkerên gerguhêz (transitîv) û hem jî yên gerneguhêz (intransitîv) wiha dibin rengdêr.

  • girt+î > girtî (gerguhêz)
  • keland+î > kelandî (gerguhêz)
  • hat+î > hatî (gerneguhêz)

Eger rehê dema borî bi vokalekê bi dawî were, hingê paşpirtik – ye:

  • bû > bû
  • ma > ma
  • çû > çû
  • jiya > jiya

Eger rehê demên borî yê lêkerê bi –î bi dawî bibe, hingê rengdêr li ser bingehê forma dirêjtir ya rehê demên borî (“-iya” li cihê “-î”) tê avakirin

  • vegerr-î / veger-iya > veger-iya-yî (ne *vegeriyî)
  • ken-î / ken-iya > keniyayî (ne *keniyî)

Adeten rengdêr ji lêkera “anîn” bi rehê wê yê demên borî ”anî” nayê çêkirin. Lê rengdêr dikare ji forma wê ya kurmanciya rojhilatî ”îna” (rehê demên borî ”-îna-”) yan jî ji forma wê ya soranî ”hênan” (-hêna-) bê avakirin:

  • înayî
  • hênayî

Herwiha lêkerên pêkhatî jî bi heman awayî dibin rengdêr:

  • amade bû > amadebûyî
  • hez kir > hezkirî
  • dest pê kir > destpêkirî

Hêjayî bibîranînê ye ku hemû beşên rengdêrên wiha çêkirî bi hev ve tên nivîsîn

  • hezkirî (ne *hez kirî)
  • destpêkirî (ne *dest pê kirî)

Wek prensîp, hemû lêkerên kurdî dikarin wiha bibin rengdêr.

PAŞPIRTIKA –E

Di çend peyvan de li cihê “-î”, paşpirtika “-e” heye:

  • bijare, bijarte, bijarde
  • xwende, xwande

Ev paşpirtik bi eslê xwe ji farisî ye û hevreha “-î” ya kurmancî ye. Di farisiya klasîk de ew bi forma “-e” lê di farisiya niha ya tehranî de bûye “-ê”. Lê van çend peyvên wiha di kurdî de hin maneyên taybet û tengtir ji maneya hevrehên xwe yên kurdî yên bi wateyên giştî wergirtiye û çêtir e ku ev peyv wek xwe bên bikaranîn û neyên “kurdîkirin”.

NEYÎNÎKIRINA RENGDÊRÊN JI R2

Rengdêrên ji rehê demên borî yên lêkeran çêkirî bi pêşpirtika ”ne-” dikarin bên neyînîkirin anku negatîvkirin:

  • çûyî > neçûyî
  • gotî > negotî

Eger lêker pêkhatî be, ”ne-” di zimanê nivîskî de yekser dikeve gel beşa lêkera bingehîn:

  • hezkirî > heznekirî
  • jikarketî > jikarneketî

Hin caran di axiftinê de û kêm caran di nivîsînê de jî “ne-“ dikeve destpêka hemû peyva pêkhatî:

  • nehezkirî
  • nejikarketî

 

 

MANEYA RENGDÊRÊN JI R2

Rengdêrên ji R2 (rehê demên borî) yên lêkerên gerneguhêz (intransitîv) aktîv e û diyar dike ku kesekî bi xwe tiştek kiriye yan tiştek bûye:

  • çûyî (bi xwe çû)
  • mayî (bi xwe ma)

Ev rengdêr diyar dikin ku di demên borî de tiştek bûye lê encama wê dikare bigihe dema niha jî:

  • mayî (berî niha biryara manê da lê niha jî hê li vir e)
  • amadebûyî (hat lê belkî niha jî hê li vir e)

Rengdêrên li ser R2 yên lêkerên gerguhêz avakirî tebatî anku pasîv in. Ne wan bi xwe tiştek kiriye lê tiştek li wan hatiye kirin. Ew dikarin behsa demên borî bikin lê dikarin behsa niha jî bikin:

  • kuştî (hatiye kuştin – kiryar di demên borî de bûye û êdî nayê kirin)
  • hezkirî (hatiye hezkirin yan jî tê hezkirin – kiryar di demên borî de bûye lê dikare di dema niha de jî be yan jî di herdu deman de)

1.2.2. RENGDÊR JI R1

Di kurdî de rengdêr dikarin herwiha ji R1 (rehê demên niha û bên) yên lêkeran jî bên çêkirin. Berevajî çêkirina rengdêran ji rehê demên borî yên lêkeran (R2), li gel R1 çendîn paşpirtikên ji hev cuda li kar in:

 

 

PÊŞPIRTIKA BI-

Ev pêşpirtik di çêkirina rengdêr an navdêran ji rehê demên niha û bên yên lêkeran de kêmdîtî ye û tenê çend peyvan ava dike:

– bi+wêr-în >  biwêr (wêrek, bisteh, bicuret, bicesaret)

Ew herwiha hin navdêran ji R1 ava dike, wek: bikuj (kujer, qatil, mirovkuj) û bikirr (kirryar, xerîdar, mişterî) – bo van li beşa navdêrsaziyê binêrin.

PÊŞPIRTIKA NE-

Ev pêşpirtik rengdêrên neyînî çêdike lê di pratîkê de di avakirina rengdêran ji R1 de pirr nadir e:

– nemir

– nezan

Di soranî û farisî de di vî haletî de zêdetir paşpirtika na- li kar e, ne wek kurmancî ne-:

  • farisî: nadan (nezan)

PAŞPIRTIKA -A / -E

Paşpirtika “-a” nadir e anku tenê çend peyv li ser R1 jê tên çêkirin:

  • zan-a (kesa/ê ku pirr dizane)
  • bez-a (kesa/ê ku bo bezînê zîrek e)
  • rew-a (biheq, legîtîm, mafdar)
  • reh-a (rizgar, azad, filitî, serbest)
  • dar-a (kesa/ê ku tiştek heye, zengîn e, maldar û hwd.)
  • tiwan-a, kar-a (bişiyan, bitaeqet, kesa/ê ku dikare / dişê tiştan bike, jêhatî)

Ji van peyvan tenê “zana” di kurmancî de berbelav e. ”Beza” kêm li kar e, “dara, rewa, reha, tiwana” bi rêya soranî ji farisî hatine wergirtin û û di farisî de ew ji “dar-, rew-, reh-, tiwan-“ hatine çêkirin ku rehê van lêkeran in: “daşten” (hebûn, xwedî bûn), “reften” (çûn, meşîn), “risten” (filitîn, revîn, xwe xilas kirin), “tiwanisten” (karîn, şiyan, taqet hebûn). Peyva “kara” ya nadir jî wergera yekser ji “tiwana” ya farisî / soranî ye.

Peyva “zana” di hin devokan de sivik bûye û bûye “zane”. Heman pêşpirtika “-a” peyva “xwenda / xwende” ji rehê demên borî yê lêkera “xwendin / xwandin” çêdike.

PAŞPIRTIKA –EK

Paşpirtika –ek çend rengdêran ji R1 yê lêkerên gerguhêz (transitîv) ava dike:

  • -wêr- (wêrîn, wêriyan) > wêr-ek
  • -kuj- (kuştin) > kuj-ek

Lê hevkariya R1 û paşpirtika –ek nadir e û tenê di hejmareke pirr kêm ya peyvan de tê dîtin.

PAŞPIRTIKA -OK

Paşpirtika –ok li gel rehê demên niha û bên yê lêkerên gerneguhêz (intransitîv) dikare rengdêran çêke. Ev diyarde bi piranî çalak û berhemdar e anku peydabûna qalibê R1 (gerneguhêz) + -ok têra xwe berbelav e û peyvên nû jî dikarin li ser wî bingehî bên sazkirin:

  • -gerr- (gerrîn) > gerrok
  • -rev- (revîn) > revok
  • -hej- (hejîn) > hejok
  • -hejhej- (hejhejîn) > hejhejok
  • -recif- (reficîn) > recifok
  • -leriz- (lerizîn) > lerizok
  • -biriq- (biriqîn) > biriqok
  • -tirs- (tirsîn) > tirsok

PAŞPIRTIKA -ONEK

Paşpirtika –onek varyanteke paşpirtika –ok e û li gel du-sê R1 yên lêkerên gerneguhêz rengdêran çêdike:

  • -tirs- (tirsîn) > tirsonek
  • -bizd- (bizdîn) > bizdonek

Wek ku ji nimûneyên me (tirsonek, bizdonek) jî dixuye, ev paşpirtik bi awayekî negatîv û heqaretî tê bikaranîn. Bikaranîna –onek di kurdî de gelekî bisinor e û wisa diyar e ku tenê ev peyv bi vî awayî ne.

PAŞPIRTIKA –INDE, -ENDE

Ev paşpirtik di farisî de bi forma –ende / -endê bi berfirehî li kar e, di pehlewî de jî wek –endeg hebû. Bi heman awayî di zimanên ewropî de jî paşpirtika –ent, -ant roleke wek vê paşpirtikê heye, bo nimûne inglîzî student (xwandekar, ya/yê ku dixwîne) û assistant (alîkar, ya/yê ku alîkariyê dike/dide). Ev paşpirtik bi dengê xwe yê fransî wek –an ketiye kurdî jî: asîstan, faşîzan.

Di kurdî de ev paşpirtik di çend peyvan de peyda dibe û bi zelalî vê dawiyê bi rêya soranî ji farisî ketiye kurmancî. Ew dikare rehê demên niha û bên yên hem lêkerên gerguhêz û hem jî yên gerneguhêz bigire:

  • firrinde (ya/yê ku difirre > teyr)
  • bexşinde (ya/yê ku dibexşe, efûker, dilovan, dilnerm, birehm)
  • dirrinde (ya/yê ku didirrîne, hov, wehşî)
  • mayinde (ya/yê ku dimîne, ya/yê ku naguhere yan naqede)[9]

PAŞPIRTIKA -BAR

Paşpirtika –bar li gel rehê demên niha û bên (R1) yên lêkerên gerneguhêz dikare rengdêran çêke. Paşpirtika –bar li gel navdêran û hin tiştên din jî li kar e û di wan e maneya “bar, li bin barê” dide, bo nimûne xembar, gumabar. Lê bi R1 yê lêkerên gerguhêz ve ew di kurdî de nû ye û bi piranî tenê aidî zimanê nivîskî ye. Texmînen Celadet Bedirxan ew ji almanî neqil kiriye kurdî. Di almanî de jî ew dikeve pey rehê lêkeran û maneya “ya/yê ku dikare bibe tiştek” yan “ya/yê ku dikare tiştek lê bê kirin” dide. Di inglîzî de hevbera wê –able yan –ing e.

Tevî ku ev qalibê R1 + -bar di kurdî de nû ye jî lê di zimanê nivîskî de hatiye çalakkirin û bi rêjeyî pir tê bikaranîn:

  • guherbar (ya/yê ku diguhere yan dikare biguhere): rewşa guherbar
  • mirbar (ya/yê ku dimire yan dê bimire, ne nemir, be ebedî): mirov mirbar in
  • şkêbar (ya/yê ku bi hêsanî dişkê, dikare bişkê): amanên şkêbar
  • xwer-bar[10] (tiştên ku tên xwarinê yan dikarin bên xwarinê, tiştên bo xwarinê bikêrhatî): nebatên xwerbar

Peyvên dîtbar (bi inglîzî visual) û bihîstbar (audial, audio-) li ser rehê demên borî (R2) hatine avakirin. Formên wan yên li ser R1 çêkirî jî hene:

  • bînbar
  • bihîzbar

“PAŞPIRTIKA” -BER

”Paşpirtika” –ber wek di peyvên wek dilber, peyamber/pêxember, nameber de yan jî di peyvên wek nûber, pîrber, mezinber yên nûçêkirî de di rastiyê de bi maneya teng ne paşpirtikek e. Di nimûneyên pêşîn de ew R1 yê kevnar ji lêkera birin e:

  • peyamber (ya/yê ku peyamekê dibe)
  • dilber (ya/yê ku dilê mirovî dibe, dilê mirovî jê distîne)

Di nûpeyvên wek nûber, mezinber, kevnber de ew ji rehê lêkera bûnê –b- ye û paşpirtika –er ya bikersaz (avakera navdêrên biker, bi inglîzî agent noun) e.

PAŞPIRTIKA -ER

Paşpirtika –er vê dawiyê pir bo çêkirina navdêrên biker (agent noun – bo çêkirina wan û herwiha etîmolojiya vê paşpirtikê ya pirr-rehî li jêrtir li beşa Navdêrsazî binêrin) tê bikaranîn. Lê di heman demê de gelek ji wan peyvan wek rengdêr jî li kar in. Paşpirtika –er dikeve gel rehê demên niha û bên yên lêkerên gerguhêz:

  • -kuj- (kuştin) > kujer: jehra kujer (jehra ku dibe sebeba mirina kesan an heywanan yan nebatan)
  • -recifîn- (recifandin) > recifîner: taya recifîner (taya ku mirovî direcifîne)
  • -cemidîn- (cemidandin) > cemidîner: ava cemidîner
  • -şewitîn- (şewitandin) > şewitîner: agirê şewitîner
  • -soj- / -sojîn- (sotin / sojandin) > sojer: agirê sojer / sojîner

Bi taybetî li gel lêkerên bi paşpirtika –andin / -endin, paşpirtika –er çalak û berhemder e. Li gel gelek lêkerên din jî yên gerguhêz dikare bê bikaranîn lê bi hinan re ne mimkin e:

  • -gir- (girtin) > *girer (bi maneya “ya/yê ku tiştekî” digire lê ti gotineke wiha di kurdî de peyda nabe).

Gava ku lêker bi berkara (biresera, object) xwe vet ê girêdan, hingê tenê rehê lêkerê li kar e, -er lê nayê zêdekirin:

  • “jehra kujer” lê “jehra mirovkuj”
  • “agirê sojer” lê “agirê leşsoj”

1.2.3. RENGDÊR JI FORMÊN FERHENGÎ YÊN LÊKERAN

Rengdêr ne tenê li ser rehên demên niha û bên (R1) û rehên demên borî (R2) lê li ser forma ferhengî ya lêkeran jî dikarin bên çêkirin. Mebest ji forma ew şiklê lêkeran e ku di ferhengan de wek peyvên serekî tên dîtin û li gor deman û kesan nehatine çemandin anku tewandin. Di kurmancî de ew ji R2 + -n yan R2 + -in pêk tên:

  • çû-n, ma-n, vegerî-n…
  • hat-in, keland-in, bir-in…

Di kurmancî, soranî û farisî de paşpirtika –î dikare bikeve pey hin lêkerên wiha û rengdêrên bi maneya “têkilî filan karî/kirinê” jê çêke:

  • çandin (ziraet, bi inglîzî to cultivate, agriculture) > çandinî (ziraî, agricultural)
  • ragihandin (medya, pres, çapemenî) > ragihandinî[11]

Wek prensîp ev awayê çêkirina rengdêran dikare çalak û berhemder be lê di pratîkê de heta niha di kurdî de kêm hatiye bikaranîn.

Di heman demê de, di hin devokan de û carinan di zimanê nivîskî de jî “çandinî” ne wek rengdêr (ziraî, agricultural) lê wek navdêr bi maneya “ziraet” (agriculture) tê bikaranîn.[12]

Wek ku ji peyva wergera li vir ya peyva “çandin”ê diyar e (ziraet, agriculture), ew peyv li vir ne wek lêker lê bi guhastinê (li pêştir li beşa Guhastin binêrin) wek navdêr (ism, noun) hatiye bikaranîn. Anku di rastiyê de ev qalib ne çêkirina rengdêran ji lêkeran lê çêkirina rengdêran ji navdêran e.

Çêkirina rengdêran ji formên ferhengî yên lêkeran di kurdî de bi rêjeyî tiştekî nû ye û heta niha kêm hatiye bikaranîn lê hêdî-hêdî ber bi zêdebûnê ve ye. Li şûna vê bikaranîn, bikaranîna qalibê xwedîtiyê zêdetir serdest e:

  • berhemên çandinê (li cihê “berhemên çandinî” ya nû)
  • dezgehên ragihandinê (li cihê “dezgehên ragihandinî” ya nû)

1.3. RENGDÊRKIRINA HEJMARNAVAN

Hejmarnav anku navên hejmaran (numeral) bi çend paşpirtikên ji hev cuda ji hejmarên sade yan bingehîn (cardinal) dibin hejmarên rêzî (ordinal). Di heman demê de ev hejmarên rêzî dibin rengdêr jî.

PAŞPIRTIKÊN –EM Û –EMÎN

Ev paşpirtik di kurmanciya nivîskî de hejmarên bingehî dikin hejmarên rêzî:

  • yek > yekem(în)
  • deh > dehem(în)
  • sed > sedem(în)

Eger hejmara bingehîn bi vokalekê bi dawî bê, hingê Y-yek dikeve navbera wê û paşpirtikê:

  • du-y-em(în)
  • sê-y-em(în)

Peyva “duyem” herwiha varyantên wek “duwem(în), diwem(în), duhem(în)” jî hene.

Wek prensîp formên bi “-em” hejmarên rêzî yên li cihê navdêran in û formên bi “-emîn” jî li şiklên wan yên rengdêrî ne. Lê di pratîkê de herdu form wek hevwate û hevwezîfe tên bikaranîn.

Bikranîna paşpirtika –em(în) di kurmancî de niha belav e lê tarîxiyen ew nû ye. Ew vê dawiyê ji soranî yan jî bi rêya soranî ji farisî hatiye wergirtin. Di soranî ew jî wek kurmancî –em(în) û di farisî de jî bi forma “-om(în)” li kar e. Herwiha bidin ber fransî –ième û latînî –imus yên heverk (hevwezîfe).

PAŞPIRTIKA –AN

Di kurmanciya navendî de bo çêkirina hejmarên rêzî tarîxiyen paşpirtika –an (kurtkirî –a) hatiye bikaranîn û niha jî çalak e tevî ku di zimanê nivîskî de êdî li cihê wê gelek caran –em(în) ya li jor behskirî tê xebitandin.

  • roja çara(n) = roja çarem(în)
  • cara sisiya(n) / diduya(n) = cara sêyem(în)
  • sala 2015an

Wek ku ji nimûneyan dawiyê diyar dibe, hejmara salan jî wisa tê diyarkirin wek ku rengdêr be, berevajî hin zimanên din, bo nimûne inglîzî the year 2015 (ne 2015th) an tirkî 2015 yılı (ne 2015:nci yılı).

PAŞPIRTIKA –Î

Hejmarên sade herwiha bi alîkariya paşpirtika –î dibin hejmarên rêzî û di heman demê de rengdêr jî. Ev forma hejmarên rêzî li gel navê mehan tê bikaranîn:

  • yekî gulanê (roja karkerên cîhanê)
  • bîstûyekî adarê (roja newrozê)
  • 16î tebaxê (roja damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê)

Wek din ev forma hejmarên rêzî ne li kar e, bo nimûne mirov li cihê ”yê çarem/çaran” nikare bibêje ”*yê çarî”.

PAŞPIRTIKA –Ê

Di kurmanciya rojhilatî hejmarên rêzî û hejmarên rengdêrkirî bi paşpirtika –ê tên çêkirin:

  • cara yekê / êkê (cara yekem)
  • roja çarê (roja çarem, roja çaran)

Anku ”ê” di kurmanciya rojhilatî de cihê ”-em” ya soranî û kurmanciya nivîskî û herwiha ”-an” ya kurmanciya navendî ya rengdêrsaz digire. Lê di kurmanciya rojhilatî de heman ”ê” dikare herwiha rola ”-î” ya kurmanciya navendî ya rengdêrsaza ji hejmaran jî bigire:

  • yekê gulanê = yekî gulanê
  • bîstûyekê adarê = bîstûyekî adarê

Lê di kurmanciya rojhilatî de forma ”-î” li kar e:

  • pazdeyî tebaxê (roja damezrandina Partiya Karkerên kurdistanê), ne ”*pazdeyê tebaxê”

1.4. RENGDÊRKIRINA HOKERAN

Hoker jî dikarin bi alîkariya çend paşpirtikan bibin rengdêr. Di kurmancî de hokerên cihî xaseten bi paşpirtika –în dibin rengdêr:

  • jêr > jêrîn
  • jor > jorîn
  • paş > paşîn
  • pêş > pêşîn

Herwiha varyanta bi paşpirtika –î jî heye:

  • jêr > jêrî (wek ”kurmanciya jêrî”)
  • jor > jorî (bo nimûne ”kurdiya jorî” anku kurmancî)

Lê forma bi –î di heman demê de wek navdêr jî li kar e:

  • pêş > pêşî (pêşiya wan)

Hokerên demî adeten bi –î yan –în dibin rengdêr. Eger hoker bi vokalekê bi dawî were, hingê Y dikeve navbera wê û paşpirtika –î:

  • îro > îroyî / îroyîn

1.5. ÇÊKIRINA RENGDÊRAN JI RENGDÊRAN

Rengdêr ne tenê ji birrên din yên peyvan (navdêr, lêker, hoker) çêdibin lê dikarin herwiha ji rengdêran bi xwe jî bên avakirin. Sazkirina rengdêrên nû ji yên heyî hem bi alîkariya pêşpirtikan û hem jî paşpirtikan mimkin e.

1.5.1. RENGDÊR JI RENGDÊRAN BI PÊŞPIRTIKAN

Di kurmancî de mirov dikare bi pêşpirtika ne- rengdêrên dijwate ji rengdêrên heyî çêke:

  • baş > nebaş (xirab)
  • xweş > nexweş (êşewî, bîvêr, xeste, nesax, bîmar, merîz, ne saxlem, biêş, elemdar)
  • nas > nenas
  • rehet > nerehet

Berevajî kurmancî, di soranî û farisî de bi piranî paşpirtika “na-“ di vê rewşê de tê bikaranîn, ne wek kurmancî “ne-“. Li gel peyva “xoş” (xweş) di soranî de maneya peyva bi na- ji ya bi ne- cuda ye:

  • naxoş (ne xweş, ne bi dilê mirovî)
  • nexoş (nexweş, xeste, bîvêr, biêş)

1.5.2. RENGDÊR JI RENGDÊRAN BI PÊŞPIRTIKAN

Çend rengdêrên nû bi alîkariya paşpirtikan ji rengdêrên heyî peyda dibin. Hin caran maneya peyvan eynî ye, carinan jî piçekê ji hev cuda ye, hin caran jî yên ji hev cuda jî di pratîkê de gelek caran li şûna hev tên bikaranîn. Li vê derê em ê bo zelalkirina wan maneyên wan yên ji hev cuda bi inglîzî bidin. Ev nayê wê maneyê ku ev tek wateyên wan in:

  • rast (right) > rastîn[13] (real, true, actual)
  • rast > rasteqîn[14] / rasteqîne[15] (real, true, actual)
  • kevn (old) > kevnar / kevnare (antique, ancient)
  • nû (new) > nûjen (modern)
  • pîroz (holy) > pîrozwer[16] (sacred)

Ti ji van paşpirtikan di çêkirina rengdêran ji rengdêran ne berdar e anku gelek rengdêr pê ji rengdêran nayên çêkirin. Di rastiyê de ev paşpirtik di çêkirina rengdêran ji rengdêran de yekane ne anku tenê li gel peyvekê peyda dibin. Bo nimûne, paşpirtika “-eqîn / -eqîne” tenê di peyva “rasteqîn / rasteqîne” de heye. Paşpirtika “-în” ji bilî “rast > rastîn” herwiha wek prensîp di “nerm > nermîn” de jî heye. Lê “nermîn” di pratîkê de wek rengdêr nayê bikaranîn. Ew tenê wek navê jinan Nermîn li kar e lê hingê ew ne rengdêr lê navdêr e.

Tek paşpirtikên piçekê berdar di çêkirina rengdêran ji rengdêran de “-ok” û “-ik” yên biçûkkirinê (diminutîv) in:

  • hûr > hûrik
  • biçûk > biçkok

Herdu paşpirtik dikarin di li gel hev jî bên bikaranîn anku dubare diminutîv bin:

  • hûr > hûrik > hûrkok

Tarîxiyen peyva “biçkok” jî diminutîva dubare ye “biç-k-ok” lê forma “*biç” wek peyveke serbixwe (êdî) peyda nabe.

2. NAVDÊRSAZÎ

Di kurdî de navdêr dikarin bi dariştinê ji rengdêran û hokeran û ji navdêrên heyî bên çêkirin. Bi marjinalî herwiha navdêr dikarin ji hejmarnavan, cînavan û daçekan jî bên dariştin. Dariştina navdêran di kurdî de tenê bi paşpirtikan mimkin e anku mirov nikare bi pêşpirtikan navdêran darêje.[17]

2.1. ÇÊKIRINA NAVDÊRAN JI RENGDÊRAN

Wek prensîp, hemû rengdêrên kurdî dikarin bi yek yan çend paşpirtikan bibin navdêr. Di pratîkê de jî çêkirina navdêran ji rengdêran di kurdî de diyardeyeke berbelav û çalak e. Paşpirtika herî biber anku produktîv di çêkirina navdêran ji rengdêran de –î ye.[18] Wek prensîp, hemû rengdêr dikarin bi –î bibin navdêr. Lê di pratîkê de hejmareke paşpirtikên din jî heye ku her yek ji wan li gel hin rengdêran tê bikaranîn bo çêkirina navdêran.

PAŞPIRTIKA –Î

Ev paşpirtik ji bilî kurmancî di lehceyên din yên kurdî de jî heye. Ew herwiha di farisî û hin zimanên din jî yên îranî de bi heman awayî ye. Di pehlewî û partî de ew bi awayê –îh bû, di avestayî û hexamenişî de –ye-vehye-.[19]

Wek prensîp ev paşpirtik dikare her rengdêrî bike navdêr:

  • rast > rastî
  • pak > pakî
  • pîs > pîsî
  • hejar > hejarî

Rengdêrên bingeh dikarin xwemalî yan jî biyanî bin:

  • feqîr > feqîrî (ji erebî)
  • şaş > şaşî (ji tirkî)
  • dilawer > dilawerî (ji farisî)
  • gernas > gernasî (ji ermenî)
  • notir > notirî (ji fransî)

Ne tenê rengdêrên ji peyvên sade (ne pêkhatî) lê herwiha rengdêrên pêkhatî yan dariştî jî dikarin dikarin bi –î bibin navdêr:

  • ser-firaz > serfirazî
  • birîn-dar > birîndarî
  • bê-kes > bêkesî

Lê di çêkirina navdêran ji rengdêran de di kurdî de çendîn paşpirtikên din jî hene. Hin ji wan wek alternatîvên paşpirtika –î ne lê bi hin rengdêran re ew ji –î zêdetir li kar in. Carinan heta –î li gel wan peyvan pirr nadir e yan heta mirov dikare bibêje nayê bikaranîn jî. Li jêr em ê hewl bidin paşpirtikên din yên ku li navdêran ji rengdêran saz dikin li gor berdariya wan (çend biber in anku mişe ne) rêz bikin.

PAŞPIRTIKÊN –YÎ Û –HÎ

Eger rengdêr bi vokalekê bi dawî were, hingê li cihê paşpirtika –î, paşpirtika –hî yan jî –yî dikare were bikaranîn:

  • amade (hazir) > amadehî / amadeyî (hazirî)

Ev herdu paşpirtik jî bi eslê xwe ji paşpirtika –î ne, tenê bo rêgirtina du vokalan li pey hev, Y yan jî H dikeve navbera wan. Lê gelek caran jî ne –hî / -yî lê paşpirtika –tî dikeve pey vokala rehî (li jêrtir binêrin).

PAŞPIRTIKA –AHÎ / -AYÎ

Paşpirtika –ahî di hin devokên kurmancî de û herwiha di soranî bi awayê –ayî peyda dibe. Ew paşpirtikeke îranî ye û di pehlewî de jî bi forma –ay hebû lê di farisiya niha de peyda nabe. Ev paşpirtik di kurdî de li gel çend rengdêrên kevnar li kar e bo navdêrkirina wan:

  • bilind > bilindahî / bilindayî
  • dûr > dûrahî / dûrayî
  • kûr > kûrahî / kûrayî
  • mezin > mezinahî
  • ron > ronahî

Paşpirtika –ahî / -ayî êdî di kurdî de ne çalak e anku mirov nikare navdêrên nû ji hin rengdêrên din jî çêke. Tenê hejmareke bisinor ya rengdêran vê paşpirtikê bi kar tîne û mirov nikare ji bilî wan vê paşpirtikê bide gel hin rengdêrên din. Lê mirov dikare li cihê vê paşpirtikê carinan yek yan çend paşpirtikên din yên navdêrsaz bi kar bîne:

  • ron > ronî
  • bilind > bilindî
  • mezin > mezinatî / mezintî / mezinî

Bi taybetî jî gava ku ev rengdêr beşek ji peyveke pêkhatî bin, hingê paşpirtika –î ya giştî tê tercîhkirin:

  • ser-bilind > serbilindî (ne *serbilindahî)

PAŞPIRTIKÊN -TÎ, -ÎTÎ, -ATÎ, -YATÎ, -AYETÎ, -YETÎ, -ETÎ, -ITÎ

Tarîxiyen ev hemû eynî paşpirtik in. Ew ji du rehên cuda peyda bûne. Î-ya dawiya wan hevreha –î ya kurdî-îranî ye ku me li jor behs kiriye. T û herfên din yên berî wê ji paşpirtika –ye(t) ya erebî ne. Anku di van paşpirtikan de du reh gihiştine hev û paşpirtikek (bi çend varyantan) jê peyda bûye.

Paşpirtika –îtî di kurmanciya navendî de xaseten li gel hin rengdêrên kurd tê bikaranîn bo çêkirina navdêran:

  • şaş > şaşîtî
  • hov > hovîtî

Li cihê van, herwiha varyantên bi paşpirtika –î jî mimkin in: şaşî.

Varyanta –tî xaseten hingê li kar e gava ku rengdêrê bingeh bi vokalekê bi dawî tê:

  • zana / zane > zanatî / zanetî
  • bajarî > bajarîtî
  • mişe > mişetî

Paşpirtika –atî hin caran wek varyanteke paşpirtika –ahî / -ayî (li jortir binêrin) tê gotin:

  • mezinahî / mezinatî
  • dûrahî / dûratî

Lê ne herdem:

  • ronahî / *ronatî[20]

Varyantên -ayetî, -yetî, -etî, -itî zêdetir di çêkirina hin navdêran ji hin navdêrên heyî de cih digire – li jêrtir binêrin.

PAŞPIRTIKA -ANÎ

Bi paşpirtika –anî di du-sê peyvên navdêr tên çêkirin:

  • dost > dostanî
  • mêr > mêranî
  • xort > xortanî

Bi eslê xwe ”dost” û ”mêr” ne rengdêr lê navdêr in. Lê ew herwiha wek rengdêr jî li kar in, xaseten mêr bi maneya wêrek, bicesaret, bicuret. Loma mirov dikare bibêje ku –anî jî paşpirtikeke çêkirina navdêran ji rengdêran e. Lê mirov dikare herwiha wê wek paşpirtikeke çêkirina navdêran ji navdêran jî bihesibîne. Lê çawa be jî, ew paşpirtikeke nadir û kêmpeyda ye. Herwiha bide ber –înî ya çêkirina navdêran ji navdêran li jêrtir.

PAŞPIRTIKA –VAN

Di nûpeyva (neolojîzma) çalakvan[21] de paşpirtika –van bo çêkirina navdêrekî ji rengdêrekî hatiye bikaranîn. Ew hevwateya peyva navneteweyî aktîvîst e. Çalakvan li ber modela inglîzî activist hatiye çêkirin ku ew jî ji rengdêr active (çalak, aktîv) û paşpirtika –ist hatiye avakirin.

Ti nimûneyên din yên çêkirina navdêran ji rengdêran bi rêya paşpirtika –van peyda nabin.

2.2. ÇÊKIRINA NAVDÊRAN JI HOKERAN

Çend hokerên (adverb) cihî di kurdî de bi dariştinê dibin navdêr. Di dariştina wan de paşpirtika –î tê bikaranîn:

  • paş > paşî: paşiya tirimpêlê
  • pêş > pêşî: pêşiya malê
  • ber > berî: beriya xwe nedidît
  • daw > dawî: dawiya çîrokê
  • jor > jorî: joriya gundî
  • jêr > jêrî: jêriya çiyayî
  • der > derî: deriyê xanî

Ev formên dariştî bi xwe di heman demê de wek hoker jî li kar in. Ew carinan wek rengdêr jî tên bikaranîn lê wek rengêr formên bi –în (paşîn, pêşîn, dawîn, jêrîn, jorîn…) zêdetir serdest in.

Ji bilî paşpirtika –î, herwiha çend peyvên bi paşpirtika –ahî(k) / -ayî(k) jî hene, bi taybetî di kurmanciya rojhilatî de:

  • ber > berahî(k) (pêşî): berahiya xwe nedidît
  • *dûm (dûv) > dûmahî(k) (dawî, xilasî): dûmahiya çîrokê
  • pêş > pêşahî

2.3. ÇÊKIRINA NAVDÊRAN JI LÊKERAN

Lêker dikarin bi rehê xwe yê dema niha, bi rehê demên borî û herwiha bi forma ferhengî (rader, mesder, infinitîv) bi dariştinê bibin navdêr. Dariştina navdêran ji lêkeran bi piranî bi alîkariya paşpirtikan çêdibe lê herwiha pêşpirtika bi- jî hin peyvên wiha saz dike.

2.3.1. Ji rehê dema niha

Rehê dema niha piraniya lêkerên gerguhêz (transitîv) û hin lêkerên gerneguhêz (intransitîv) dikare bo çêkirina navdêran were bikaranîn. Bi piranî peyvên wiha çêkirî dibin navdêrên biker (agent nouns) anku kesên yan aletên ku tiştekî dikin. Bo nimûne:

  • bêjer (ya/yê ku tiştekî dibêje, spîker) ji bêj-er (-bêj- rehê dema niha yê lêkera “gotin” e)
  • gerrok (ya/ê ku digere, aware, derbider) ji gerr-ok (-gerr- rehê dema niha yê lêkera “gerrîn” e)
  • wêr-ek (ya/yê ku diwêre, bicesaret, cesûr) ji wêr-ek (-wêr- rehê dema niha yê lêkera “wêrîn” e)
  • bikuj (qatil, mirovkuj, ya/yê ku kesekî yan heywanekî dikuje) ji bi-kuj (-kuj- rehê dema niha yê lêkera “kuştin” e)

PAŞPIRTIKA –ER

Paşpirtika –er bo çêkirina navdêrên biker ji rehê dema niha yê lêkeran vê dawiyê di kurdî (xaseten kurmancî û soranî) de pirr çalak bûye. Tarîxiyen ev diyardeyeke nû ye û têkilkirina çend paşpirtikên xwemalî û biyanî ye:

–er di paşpirtikên kevnar yên xwe malî de –ker (wek “karker”), -ber (wek “pêxember, peyamber”) û “-der” (wek “avder = ya/yê ku avê dide kesekî yan tiştekî”) de heye. Lê di rastiyê de ev her sê paşpirtik rehê dema niha yên lêkerên “kirin, birin, dan” bûn û –er tarîxiyen di wan de ne paşpirtik bû lê beşeke wan ya bingehîn bû. Lê di kurmanciya navendî de “–er” ji rehê van lêkeran ketiye û tenê –d-, -k-, -b- mane (di-d-im, na-d-î, di-k-im, na-k-î, di-b-im, na-b-î). Di kurmanciya rojhilatî de û herwiha di soranî de –E- maye lê ji wan jî R ketiye (bi kurmanciya rojhilatî: -di-de-m, na-de-y, di-ke-m, na-ke-y, di-be-m, na-be-y).

Lê di çêkirina bikerên ji navdêr/rengdêr + rehê dema niha de van peyvên “kirin, dan, birin” (û hewiha “xwarin”) rehê xwe yê dema niha yê kevnar parastiye:

  • kar-k-er, peyam-b-er, av-d-er, nan-xw-er (ne *kark, *peyamb, *avd, *nanxw) lê bide ber “stran-bêj, av-rêj, mirov-kuj…” (ne *stran-bêj-er, *av-rêj-er, *mirov-kuj-er…)

Ev paşpirtik herwiha li gel rehê dema niha yê lêkera “anîn” (bi devokî “hanîn, înan, hînan, înadin, hînadin”) anku –în- (bi soranî “-hên-“ ji “hênan”) jî tê bikaranîn tevî ku tarîxiyen di wî rehî de –er ne beşeke bingehîn ji wî rehî ye:

  • der-în-er / der-hên-er
  • bi-kar-în-er / bi-kar-hên-er

Heman paşpirtika –er di inglîzî û hin zimanên din yên ewropî de jî navdêrên biker çêdike. Bo nimûne:

  • kill (kuştin, -kuj-) > killer (kuj-er, bikuj, qatil)
  • sing (strîn, stran gotin) > singer (stranbêj)

Di tirkî de jî paşpirtika –er heye û bi maneyeke nêzîkî lê ne tam wekî inglîzî heye. Di rastiyê de peyva kurmancî koçer ji tirkiya kevn köçer e ku bi tirkiya niha bûye göçer û maneya “koçker, barker” dide.

Paşpirtika –er ya niha bi çalakî li rehê dema niha yê lêkeran tê barkirin û pê navdêrên biker tên çêkirin, dikare wek encama hevgihandina van her sê rehên îranî, inglîzî û tirkî bên dîtin.

Bergeha bikaranîna vê paşpirtika –er li gel rehê dema niha yê lêkerên gerguhêz wek prensîp bêsinor e tevî ku gelek ji van peyvan heta niha kêm hatine bikaranîn yan qet nehatine bikaranîn jî lê bikaranîna wan mimkin e:

  • avêj-er (< avêtin)
  • bêj-er (< gotin)
  • çemîn-er (< çemandin)
  • dirrîn-er (< dirrandin)
  • hejîn-er (< hejandin)
  • jenîn-er (< jenandin)
  • kelîn-er (< kelandin)
  • livîn-er (< livandin)
  • mirin-er (< mirandin)
  • nivîs-er (< nivîsîn)
  • perçiqîn-er (< perçiqînandin)
  • revîn-er (< revandin)
  • sekinîn-er (< selixandin)
  • şidîner (< şidandin)
  • tewizîn-er (tewizandin)
  • zivirîn-er (< zivirandin)

Lê –er li gel lêkerên gerneguhêz nayê bikaranîn. Bo nimûne, bikaranîna van peyvan di kurmancî de ne li kar e û nikare bê bikaranîn jî:

  • *ç-er (< çûn)
  • *gerr-er (< gerrîn)
  • *rev-er (< revîn)
  • *sekin-er (< sekinîn)

PAŞPIRTIKA -OK

Paşpirtika –ok rehê dema niha yê lêkerên gerneguhêz (intransitîv) dike navdêrên biker (yên ku tiştekî dikin):

  • rev-ok (< rev-în)
  • gerr-ok (< gerr-în)
  • hej-ok (< hej-în)
  • kenok (< ken-în)

Lê hin lêkerên gerneguhêz yên sade nikarin wiha bibin navdêrên biker û peyvên wiha di kurdî de peyda nabin:

  • *ç-ok (< ç-ûn) anku “ya/yê ku diçe”[22]
  • *ê-y-ok /hê-y-ok (< hatin)

PAŞPIRTIKA –KAR

Paşpirtika –kar li gel rehê dema niha yê çend lêkeran navdêrên biker çêdike:

  • nivîskar (nivîsevan, nivîser, edîb)
  • ajokar[23] (ajovan, şofêr)

PAŞPIRTIKA –VAN

Çend nûpeyv bi paşpirtika –(e)van li gel rehê dema niha hatine çêkirin:

  • parêz-van[24] (parêzer, parêzgar, mihafiz)
  • nivîs-e-van[25] (nivîskar, edîb, kitêbnivîs)
  • ajo-van[26] (ajokar, şofêr)

Paşpirtika –(e)van herwiha li gel rehê demên borî jî hin peyvan çêdike (li jêrtir binêrin).

PAŞPIRTIKA –GAR

Paşpirtika –gar peyva parêzgar ji rehê dema niha –parêz- yê lêkera “parastin” çêkiriye.

Paşpirtika –gar herwiha di peyva rizgar de ye. Ew wek rehê dema niha ji lêkera “risten” (revîn, filitîn, xwe xilas kirin, xwe rizgar kirin) ya farisî dixuye lê di rastiyê de rehê wê lêkerê bi farisî –reh- e. Di rastiyê de rizgar forma sivikkirî ji ristgar ya farisî ye ku ji rehê dema niha –rist- + -gar peyda bûye. Bo guherîne -STG- bi –ZG- bidin ber dest+geh > dezgeh.

PÊŞPIRTIKA BI-

Pêşpirtika bi- çend navdêrên biker ji rehê dema niha yê çend lêkeran çêdike:

– bikuj (< -kuj-, kuştin) anku “qatil, kujer, ya/yê ku kesekî dikuje yan kesek kuştiye)

– bikirr (< -kirr-, kirrîn) anku “kirrya, mişterî, bayî, ya/yê ku tiştekî dikirre yan tiştek kirriye)

– bi-k-er (< -k- < -ker-, kirin) anku “fail, aktor, kesa/ê ku tiştekî dike yan tiştek kiriye)

Bikaranîna vê pêşpirtikê li gel rehê dema niha yê lêkeran bo çêkirina navdêrên biker diyardeyek nadir û neçalak e.

PAŞPIRTIKA -YAR

Bi kêmî peyva kirryar ji rehê dema niha yê lêkera kirr-în û paşpirtika –yar pêk hatiye. Wek din bikaranîna vê paşpirtikê li gel rehê dema niha yê lêkeran bo çêkirina navdêrên biker diyardeyek nadir û neçalak e.

2.3.2. Ji rehê demên borî

Hejmareke kêm ya navdêran ji rehê demên borî + paşpirtikekê dibin navdêr. Paşpirtikên li kar lê -ar, -er, -ok, -ox, -(e)van in lê ti ji wan ne zêde çalak in. Hema-hema di nav gel de li gel rehê demên borî ne li kar in jî û çend peyvên bi wan çêkirî jî zêdetir nûpeyv anku neolojîzm in, vê dawiyê di zimanê nivîskî de hatine çêkirin. Belkî tek awarte û istisna peyva mirar ya berbelav û gelêrî ye.

PAŞPIRTIKA –AR

Çend rehê demên borî yên lêkeran bi alîkariya paşpirtika –ar dibin navdêr:

  • got > gotar
  • kuşt > kuştar (qetliam, qeleço, komkujî)
  • mir > mirar

Ji bilî van rehê di kurdî de heyî, herwiha peyva “reftar” (tevger, miamele, behavior/behavior) heye ku ji lêkera farisî “reft-en” hatiye çêkirin. Ev peyv ne di kurdî de hatiye çêkirin lê yekser ji farisî hatiye neqilkirin. Wek din jî peyvên wiha – ji bilî “mirar” – di kurdî de (bi kêmî di kurmancî de) nû ne û tenê aidî zimanê nivîskî ne.

Peyva nivîsar (meqale, article) ji rehê dema niha yê lêkera “nivîsîn” (-nivîs-) û paşpirtika –ar hatiye çêkirin. Cudahiya vê peyvê ji peyvên wek “got-ar, reft-ar, kuşt-ar” ew e ku “nivîsar” ne li ser rehê demên borî ya peyva “nivîsîn” (-nivîsî-) lê li ser rehê dema niha (-nivîs-) hatiye avakirin.

Herwiha peyva “mir-ar” jî wek prensîp dikare ji rehê dema niha yan jî ji rehê demên borî be ji ber ku di kurmancî de herdu reh “-mir-“ (ew di-mir-e, ew mir). Lê gava ku mirov li hevrehên wê di zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî de dinêre, mirov dibîne ku ew bi rastî ne li ser rehê dema niha lê li ser rehê demên borî ye. Di soranî, farisî û gelek ziman û zaravayên din de ew bi şiklê “mirdar, mordar, murdar…” e anku D di wan de heye. Ev D tenê di rehê demên borî de di van ziman û zaravayan de heye, ne di rehê dema niha de. Lê ji ber ku D ji kurmancî ketiye, mirov dikare bibêje ku “mirar” ji rehê dema niha yan jî ji rehê demên borî ye lê tarîxiyen ew bêguman ji rehê demên borî ye.

Peyva “nivîsar” nûpeyveke (neologism, peyveke nûçêkirî) û mirov dikare wê tenê wek istisna bibîne û bibêje ku paşpirtika –ar ji bilî wê navdêran ji rehê dema niha yê lêkeran pêk naîne.

PAŞPIRTIKA –OK

Di nav gel de û di zimanê nivîskî de jî paşpirtika –ok li gel rehê dema niha li kar e (li jortir binêrin). Lê –ok bi rehê demên borî re di nav gel de peyda nabe. Çend hewlên peyvsazî bo çêkirina hin peyvan ji rehê demên borî + -ok hatine dan lê bi ser neketine:

  • bihîst-ok (telefon yan berguhk)

PAŞPIRTIKA –OX

Paşpirtika –ox li gel rehê demên borî di zazakî de hin peyvan çêdike:

  • wendox (xwandevan), vatox (bêjer), rotox (firoşer, firoşkar)[27]

Ne diyar e ka çend ji peyvên wiha di zazakî de bi rastî bi çalakî di nav xelkê de li kar in û çend jî tenê çêkiriyên rêzimannivîsan in.

Di kurmancî de jî hewl hatiye ku ev paşpirtik bê nasandin û aktîvkirin. Li gor Amed Tîgrîs “ajotox, çêkirox, firotox, gotox, kirox, kuştox, şîretkirox, vegirtox… Ji zaravayê dimilî derbasî kurmancî bûye. Mirov him di kovara Hawar û him jî di berhemên Cigerxwîn de rastî vê parkîtê tê. Li herêma Licê kurmanc di axaftina xwe ya rojane de bi kar tînin.”[28]

Ji nimûneyên zazakî jî û yên kurmancï jî diyar dibe ku ew li gel rehê demên borî yên lêkerên gerguhêz li kar e. Ne diyar e ka ew dikare herwiha bi lêkerên gerneguhêz re jî bê bikaranîn yan na. Lê heta niha ev paşpirtik di pratîkê de di kurmanciya nivîskî de pir kêm hatiye bikaranîn û di nav gel de jî li piraniya beşên Kurdistanê nenas e.

Ji aliyê etîmolojî ve ev paşpirtik dikare ji ermenî be. Lê li aliyekî din, di belûçî – ku zimanekî îranî – de jî peyda dibe. Loma mimkin e ku ew paşpirtikeke îranî be û mimkin e ku hevreha paşpirtika –ok ya kurmancî be.

PAŞPIRTIKA –YAR

Di peyvên kiryar (emel, deed) û biryar (qerar, decision) de rehê lêkerên “kirin, birin” û paşpirtika “-yar” hene. Di peyva “kiryar” de –kir- rehê dema niha ji lêkera “kirin” e lê di peyva “biryar / birryar” de –birr- wek rehê dema niha ji lêkera “birrîn” dixuye. Di rastiyê de “biryar” ji “birrî+ar” e anku anku ew jî ji rehê dema borî ya lêkera “birrîn” (birrî) ye.

PAŞPIRTIKA –ER

Wek ku li jor hat behskirin, paşpirtika –er li gel rehê dema niha yê lêkerên gerguhêz çalak e yan hatiye çalakkirin. Li gel rehê demên borî ew adeten ne li kar e.

Lê nûpeyva bûyer (rûdan, rûdaw, miqeder, qewimîn) de –er- li gel rehê dema borî yê lêkera “bûn” hatiye xebitandin: bû-y-er (Y herfa kelijandinê ye, tenê bo rêgirtina li ber hevgihiştina du vokalan hatiye bikaranîn).

Peyva “bûyer” bi çend awayan ji peyvên bi rehê dema niha + -er cuda ye:

  • ew ji rehê demên borî hatiye çêkirin (peyvên din ji rehê dema niha)
  • ew ji lêkereke gerneguhêz hatiye dariştin (peyvên din ji lêkerên gerguhêz)
  • ew maneya “ya/yê ku tiştekî dike” nade anku ne navdêrek biker e (peyvên din navdêrên biker in anku tiştekî dikin)

PAŞPIRTIKA –VAN

Li jortir me behs kiriye ku paşpirtika –van hin peyvan ji rehê dema niha çêdike. Lê di peyva xwand-e-van / xwend-e-van de ew vê peyvê ji rehê demên borî yê lêkera “xwandin / xwendin” çêkiriye. Navpirtika –e- bo sivikkirina xwandinê ye daku sê konsonant ND+V nekevin pey hev.

Peyva xwandevan / xwendevan di kurmancî de berbelav e lê wek din dijwar e ku mirov peyvên ji rehê demên borî û paşpirtika –van çêkirî peyda bike. Hin caran peyva ajotvan[29] (şofêr, ajokar) dibîne ku ji rehê demên borî yê lêkera “ajot-in” + “-van” hatiye çêkirin. Lê wek ku li jor hatiye diyarkirin, peyva “ajovan” jî heye ku ji rehê dema niha ye.

PAŞPIRTIKA –WAR

Di peyva xwandewar / xwendewar (kesa/ê ku dizane bixwîne) de navdêrê biker ji rehê demên borî –xwand- / -xwend- yê lêkera xwandin / xwendin + paşpirtika –war hatiye çêkirin. Navpirtika –e- bo sivikkirina xwandinê ye daku sê konsonant ND+V nekevin pey hev.

2.3.2. Ji forma ferhengî

Lêkerên bi forma ferhengî (rader, mesder, infinitîv) dikarin bi paşpirtika –î bibin navdêr:

  • çandin (to cultivate) > çandinî (ziraet, agriculture)

Lê gelek caran lêker bêyî zêdekirina paşpirtikan bi guhastinê (li beşa yekem ya vê vekolînê binêrin) dibin navdêr jî:

  • çandin (to cultivate) > çandin (ziraet, agriculture)

Li aliyekî din, formên bi –î dikarin wek rengdêr jî bên bikaranîn:

  • çandin (to cultivate; agriculture) > çandinî (agricultural)

2.4. ÇÊKIRINA NAVDÊRAN JI HEJMARAN

Çend hejmar dikarin bi çend paşpirtikên ji hev cuda bibin navdêr. Ev paşpirtik di çêkirina navdêran ji hejmaran de li kar in lê ti ji wan ne pir biber in: -e, -ik, -îtî, -yîtî

Paşpirtika –e maneyan deman (rojan yan salan) dide hejmaran:

  • hefte (heft roj)
  • çile (40 roj)

Ji bilî van herdu nimûneyên kevnar, paşpirtika ”-e” di hin peyvên nûçêkirî yan ji farisî wergirtî de paşpirtika –e ne maneya ”roj”ê lê wateya ”sal”ê dide:

  • dehe (dehsal, decade)
  • sede (sedsal, century)
  • hezare (hezarsal, millenium)

Ev peyvên bi maneya ”sal” di kurmancî de kêm tên bikaranîn, li cihê wan peyvên pêkhatî (hejmarek + sal) di zimanê nivîskî de li kar in: dehsal, sedsal, hezarsal lê formên dehe, sede, hezare jî carinan tên dîtin, bi taybetî di bin tesîra soranî yan farisî de.

Di peyva yeke (unit) de paşpirtika –e maneya demê nade lê wateya komekê dide. Ev peyv jî zêdetir di soraniya nivîskî de li kar e. Di kurmancî de li cihê wê di zimanê nivîskî de peyda yekîne anku yek + paşpirtika –îne serdest e, wek nimûne di navê hêzên çekdarî yên Rojavayê Kurdistanê Yekîneyên Parastin Gel (YPG) de.

Paşpirtika –î di kurmanciya rojhilatî de peyva heftî çê dike ku hevwateya peyva hefte ya devok û zaravayên din e. Heman paşpirtika peyva çilî / çelî de heye ku maneya ”rewşa dayikê û/yan zarokê di 40 rojên pêşîn yên welidînê / welidandinê de”.

Paşpirtika –ik çendîn peyvên bi maneya ”ewqas roj” çêdike. Yek ji van peyvan çilik / çelik e ku hevwateya peyva çilî / çelî ya li jortir behskirî ye. Heman paşpirtik çend peyvên din jî çêdike:

  • şeşik (şeş roj, bi taybetî 6 rojên rojîgirtina dilxwazî di meha şewalê ya salnameya îslamî de)
  • nehik / dehik (9/10 roj, xaseten rojên rojîgirtina dilxwazî di meha zulhecê ya salnameya îslamî de)

Di lîstika bi navê pêncokanê de navdêr ji paşpirtika –ok ji hejmarê hatiye avakirin. Lê peyva *pêncok tenê peyda nabe. Herwiha paşpirtika –anê ya bi maneya ”yarî, lîstik, -bazî” heye (bidin ber goganê, holanê, topanê, şûranê, gilçanê û hwd.)

 

 

2.5. ÇÊKIRINA NAVDÊRAN JI NAVDÊRAN

Di çêkirina navdêran ji navdêran de bi alîkariya paşpirtikan, mirov dikare bibîne ku navên hin tiştan dikarin bibin navên hin bikeran (kesên ku wan tiştan dikin). Herwiha mirov dikare ji navê bikeran jî karên wan bikeran çêke. Li aliyekî din, navê tişt û kirinan jî ji bikerên wan mimkin e.

2.5.1. ÇÊKIRINA BIKERAN JI TIŞTAN

Piraniya navdêrên biker (agent nouns) anku navên bikeran (kesên ku tiştekî dikin yan xwedî tiştekî ne) bi alîkariya paşpirtikan di kurdî de ji navên wan tiştan tên çêkirin:

  • ga > gavan
  • hiş > hişyar
  • asin / hesin > asinger / hesinger
  • nal > nalbend
  • huner > hunermend
  • çay > çayçî
  • dikan > dikandar
  • hîle > hîlebaz
  • siyaset > siyasetmedar
  • komun > komunîst
  • çav > çavdêr

Wek ku ji paşpirtikên van peyvan diyar e, ne paşpirtikek lê çendîn paşpirtik di çêkirina bikeran ji tiştan de hene. Ev tenê hin nimûne ne, lîste bi ti awayî ne temam e.

Hin ji wan pir nadir in, bo nimûne “-medar” di peyva “siyasetmedar” de ku tenê formek e ji peyva “siyasetvan” ya giştîtir. Lê paşpirtikên din bi piranî hemû çalak û biber in, bo nimûne “-van, -mend, -dar, -baz, -îst”. Hin ji van bi zelalî biyanî ne, bo nimûne “-îst” ji zimanên ewropî ye, “-çî” ji tirkî ye û “-mend” jî ji farisî ye û tenê vê dawiyê bi rêya soranî ketiye kurmancî. Di rastiyê de “-dar” jî ji farisî ye û rehê dema niha ji lêkera “daşten” (hebûn, xwedî bûn) e anku “dikandar = ya/yê ku dikan heye” lê ji mêj ve ketiye kurdî.

Ji bilî paşpirtikan, herwiha navdêrên biker gelek caran ji navdêr + rehê dema niha yê hin lêkeran tên çêkirin:

  • stran-bêj
  • kar-ker
  • peyam-ber
  • şîr-mêj

Lê “paşpirtikên” wiha di rastiyê de ne paşpirtik in, ew rehên lêkeran in (carinan + -er) loma em wan li vê derê wek paşpirtikên çêkirina navdêran ji navdêran nahesibînin. Di mijara peyvên pêkhatî de me behsa wan kiriye.

PAŞPIRTIKA –Î

Ev paşpirtik navê xelk û miletan ji navên welatan û herwiha jî navê rûniştvanên deran ji navên wan deran çêdike:

  • Kurdistan > kurdistanî
  • Dihok > dihokî
  • bajar > bajarî
  • gund > gundî
  • welat > welatî

Eger navê welatî yan bajarî bi vokala –a bi dawî bibe, adeten paşpirtik dikare –yî be yan jî –a dikare bikeve û cih bide –î:

  • Ewropa > ewropayî / ewropî
  • Amerîka > amerîkayî / amerîkî

Eger nav bi xwe bi –î bi dawî were, hingê –î dubare nabe û –iyî jî

  • Silêmanî (bajar) > silêmanî (xelk)
  • Amêdî (bajar) > amêdî (xelk)

Peyvên wiha çêkirî bi eslê xwe rengdêr in û maneya ”ji / têkilî filan cihî” didin lê bi berfirehî bi maneya ”rûniştvana/ê filan cihî” yan ”kesa/ê ji filan derê” jî didin.

PAŞPIRTIKA –VAN

Hevrehên paşpirtika –van di zaravayên kurdî û zimanên din jî yên îranî de peyda dibe: soranî û kurdiya başûrî –(e)wan, farisî –ban, pehlewî –pan, avestayî û hexamenişî –pane, hemû ji proto-hindûewropî *peh– (parastin) ku herwiha serekaniya lêkeran payîn / pan (li bendê bûn, li hêviyê bûn) ya kurmancî, payîden ya farisî û pawtene ya zazakî ye jî.

Maneya eslî ya vê peyvê paşpirtikê ”çavdêr, nobedar, parêzvan” e, wek di gotinên şivan, gavan de. Lê êdî maneya vê paşpirtikê berfireh bûye û ne tenê bi çavdêriya pasîv ve maye lê herwiha li şûna bikerên aktîv jî tê xebitandin:

  • nêçîrvan (kesa/ê ku nêçîrê dike, heywanan dikuje)
  • helbestvan (kesa/ê ku helbestan dinivîse)[30]

Hin kes berfirehbûna paşpirtika –van rexne dikin û dibêjin ku bo nimûne peyvên wek helbestvan  şaş in. Ew li cihê vê peyvê bo nimûne peyva helbestkar pêşniyaz dikin. Lê berfirehbûna mane û bikaranîna hin paşpirtikan diyardeyeke zimannasî ya giştî ye loma peyvên heyî û berbelav di cihê xwe de ne. Herwiha peyvên çêkirî yên wek helbestkar xelet in ji ber ku mirov dikare helbestvan be anku helbestan binivîse bêyî ku ew ”karê” mirovî bin – mirov belkî di jiyana rojane de karekî qet ne têkilî helbestvaniyê bike lê dîsa jî di nivîsîna helbestan de biserketî be.

Paşpirtika –van di hin peyvan de bi hin varyantên ji vê forma serekî cuda ye. Di soranî de ew adeten ne ”-wan” lê ”-ewan” e: şax-ewan (çiyavan). Tesîra vê formê li hin peyvên kurmancî, xaseten behdînî jî heye:

  • pişt-evan (piştgir, alîgir)
  • nivîs-evan (nivîskar, nivîser, edîb, katib)
  • zêr-evan (çavdêr, ji *zêr = seyr anku temaşe [kirin])

Ji bilî forma kevanî (bermalî, jin, pîrek, kulfet), herwiha varyantên kabanî, kebanî jî di kurmancî de peyda dibin. Di wan de tesîra forma –ban ya farisî heye tevî ku kabanî, kebanî li derveyî Rojhilata Kurdistanê jî di kurdî de peyda dibin. Heman form di peyva şabanî / şabanû (melike, kralîçe) de jî peyda dibe lê ji xwe ev peyv vê dawiyê ji farisî hatiye wergirtin. Paşpirtika –î ya li pey van peyvên kebanî / şabanî baş nayê nasîn. Mimkin e ku ew nîşana mêyîtiyê be ji ber ku heman paşpirtik di peyvên din jî yên bi heman maneyê de heye: bermalî, berdilî, delalî yên bi maneya ”jin, yar”.

PAŞPIRTIKÊN –DAR, -DÊR, -DE

Gava ku paşpirtika –dar rengdêran çêdike, ew bi bi zelalî van maneyan dide: ”xwediya/ê tiştekî”, ”bi tiştek”, ”kesa/ê yan tişta/ê ku tiştek heye”. Lê gava ku ew navdêran ji navdêran çêdike, maneya wê berfirehtir e:

  • dikandar (xwediya/ê dikanekê > birêvebera/ê dikanekê, shopkeeper)
  • birîndar (kesa/ê ku birîn hen > kesa/ ku birîn lê bûne, wounded)
  • guhdar (kesa/ê ku guhê xwe dide gotinên kesên din, obedient)
  • fermandar (kesa/ê ku xwedî ferman e yan fermanan dide, commander)

Ji van nimûneyan herduyên dawiyê (guhdar, fermandar) dikarin bi şaşî li cihê “guhder, fermander” hatibin çêkirin jî lê guman jê nîne ku ew bi şiklê xwe yê “guhdar, fermandar” serdest in.

Heman paşpirtika –dar di soranî û farisî de jî heye. Di rastiyê de di farisî de ew rehê dema niha ji lêkera daşten (hebûn, xwedî bûn) û maneya “heye” dide. Di kurdî de bi vê maneyê ew wek peyveke serbiwe peyda nabe[31] û –dar bi zelalî paşpirtik e. Lê di farisî de ew rehê lêkerekî ye û di farisî de peyvên “–dar”ê çêkirî dikarin wek peyvên pêkhatî bên hejmartin. Di zimanên îraniya navîn (pehlewî, partî) û îraniya kevn (avestayî û hexamenişî) de jî “dar-“ wateya “hebûn”ê dida.

Di kurdî de di peyva çavdêr (lênêr, kontrolker, observer) de paşpirtik ne –dar lê –dêr e lê bi mentiqa xwe ew jî her wek guhdar e. Di kurmanciya nivîskî de, xaseten di rêzimanê de çend peyvên din jî bi paşpirtika –dêr hatine çêkirin lê di rastiyê de maneya wan ji “-dêr /-dar” ya bingehîn gelek dûr e yan qet tine ye:

  • deng (voice, sound, phoneme) > dengdêr (consonant)
  • nav (name) > navdêr (noun)
  • reng (colour) > rengdêr (adjective)

Di van peyvan de, bi taybetî di navdêr û rengdêr de –dêr ji –dar zêdetir dişibe –der anku dide. Bo nimûne “rengdêr: peyvên ku rengan / awayan didin peyvên din”. Lê peyva dengdêr nayê zanîn ne ewqas jî biserketî ye ji ber ku consonant adeten wek herfên “bêdeng” tên hesibandin, ne wek yên “bideng”. Helbet her herf “bideng” e anku dengek heye lê eger em “dengdêr” bi maneya “herfên ku deng hene” qebûl bikin jî, ma çawa vokalan deng nînin heta ku em ji dijberên wan re bibêjin “dengdêr”?!

Paşpirtika –de bo nimûne di peyvên fermande û qûnde de heye. Ew di rastiyê de ne paşpirtikek e lê formeke rehê dema niha ji lêkera “dan, dayîn” e ku formên din –d- (bi-d-in, ne-d-î) û –der- (forma kevn ya paşgir) in.

PAŞPIRTIK -YAR

Paşpirtika –yar bo nimûne di peyvên wek hiş-yar û bext-i-yar de heye.

Berevajî ku hin caran tê idiakirin, ew ne ji peyva “yar” ya bi maneya “dost, evîndar, aşiq, maşûq” e. –yar formeke “nermbûyî” ji paşpirtika –dar e. Bo nimûne hişyar anku kesa/ê hiş û aqil heyî, wek aqil-dar ya hevwateya wê. Bo guherîna D bi Y, bidin ber kurmancî sed û zazakî sey.

Peyva cotkar xaseten di kurmanciya rojhilatî de bi awayê cotyar e, bi soranî cutyar. Mimkin e ku ev –yar jî ji –dar be lê herwiha dibe ew ji –kar jî be û pêşî bûbe –gar û taliyê jî bûbe –yar.

PAŞPIRTIKA –GER

Paşpirtika –ger ji mêj ve di kurdî de di peyvên wek asin-ger / hesin-ger û zêr-in-ger de heye. Vê dawiyê hin nûpeyv jî pê hatine çêkirin, wek “rojnameger, weşanger, dozger, mêtinger (kolonyalîst)”. Lê dîsa jî bikaranîna vê paşpirtikê bisinor e û wisa dixuye ku dê bisinor bimîner.

Heman paşpirtik di soranî û farisî de jî li kar e, di farisî de piçekê ji kurdî çalaktir e. Ev paşpirtik bi eslê xwe ji paşpirtika –ker e lê bi nermkirinê K bûye G.

Hêjayî bibîranînê ye ku ev paşpirtik li gel rehên lêkeran –gerr (ji “gerrîn”) û “-gêrr” (ji “gêrran” anku “gerrandin”) neyê tevlihevkirin:

  • esmangerr (astronot, kesa/ê ku li esmanan / fezayê digere)
  • aşgêrr (kesa/ê ku aşî digerrîne, dilivîne, diçerixîne)

Bo guherîna –ger û –gêrr van peyvan bidin ber hev:

  • rojnameger (rojnamevan, rojnamenivîs, jornalîst)
  • rojnamegêrr (kesa/ê ku rojnameyan digerrîne daku bifiroşe yan bigihîne mala xelkê)0

PAŞPIRTIKA –MEND

Ev paşpirtik bo nimûne peyvên wek hunermend, karmend, şêwirmend yên navdêrên biker ji navdêran çêdike. Maneya bingehîn ya paşpirtik –mend jî wek ya –dar e anku “kesa/ê ku tiştek heye”. Ew mane baş di rengdêrên wek “dewlemend, behremend” de diyar dibe. Di navdêrên bi vê paşpirtikê de wateya paşpirtikê êdî ne zelal e lê erka wê berçav e: navdêrên ku ew çêdike biker in: “kesa/ê ku tiştekî dike yan mijûlî tiştekî ye”.

Ev paşpirtik vê dawiyê bi rêya soranî ji farisî ketiye kurmancî. Ew di peyvên nav gel de belav di kurmancî de peyda nabe. Heman paşpirtik di pehlewî de wek –(o)mend û di avestayî û hexamenişî de jî wek –ment hebû. Di soranî de û xaseten jî di kurdiya başûrî de D-ya dawiya peyvê dikeve û paşpirtik dibe –men.

PAŞPIRTIKA –ÇÎ / -CÎ

Ev paşpirtik bi eslê xwe ji tirkî ye. Di tirkî de ew li gor peyva bingehîn çendîn formên ji hev cuda werdigire: konsont dikare Ç yan jî C be, vokal jî dibe ku I, İ, U, Ü. Di kurdî de ev hemû varyantên tirkî adeten dibin –çî:

  • tirkî: bekçi > kurdî: bekçî (nobedar, zêrevan, çavdêr)
  • T: çaycı > K: çayçî (çaygêrr)
  • T: topcu > K: topçî (topavêj, bombeavêj)
  • T: Apocu (PKKyî) > K: apoçî

Ji vê nimûneya dawiyê mirov roj bi roj zêdetir herwiha forma “apocî” jî dibîne anku C-ya peyva tirkî di kurdî de wek C tê parastin.

Dijberên apociyan bi tirkî bi bernavê “korucu” (parêzvan) tên nasîn ku kurtkirina “köy korucu” (gundparêz, parêzvanên gunda) e. Ev peyv di kurdî de bi piranî bi forma “qoricî” li Bakurê Kurdistanê li kar e û beramberî “cehş, caş” (kurdên alîkarên hikûmetê) berê li Başûrê Kurdistanê) ye. “Qoricî” yek ji wan kêm peyvan e ku tê de di kurdî de C-ya paşpirtika –CU ya tirkî wek C hatiye parastin û nebûye Ç.

Bikaranîna paşpirtika –çî ne tenê ketiye kurmanciya li ber tesîra tirkî. Ew herwiha di soranî, farisî û erebiya devkî de jî cih digire. Bikaranîna vê paşpirtikê di kurmanciya nivîskî de heta ji farisî û soranî jî zêdetir bisinor e – ihtimalen ji ber ku piraniya kurmancînivîsan dizanin ku ew ji tirkî ye û loma naxwazin wê bi kar bînin.

PAŞPIRTIKA –BAZ

Ev paşpirtik bo nimûne di peyvên wek hîlebaz, fêlbaz, sihirbaz, cambaz / canbaz de heye. Ew bi eslê xwe ji farisî ketiye kurdî û di farisî de rehê dema niha ji lêkera baxten (lîstin, yarî kirin) e.

Bikaranîna vê paşpirtikê di kurdî de bi piranî bi meremeke neyînî û negatîv tê bikaranîn, wek ku ji peyvên fêlbaz û hîlebaz diyar e. Ev peyv di heman demê de navdêr û rengdêr in jî, navdêrî yan rengdêriya wan ji hevokê diyar e.

PAŞPIRTIKA –ÎST / -IST

Ev paşpirtik di sedsala 20em de ji zimanên ewropî ketiye kurdî. Ew bi piranî navdêrên biker yên bi maneya biker û aktorên siyasî û civakî li kar e, bo nimûne:

  • komun-îst
  • sosyal-îst
  • radîkal-îst
  • faşîst
  • rasîst

Lê carinan peyvên nesiyasî jî wê paşpirtikê werdigirin:

  • piyanîst (piyanolêder)
  • kolumnîst
  • panelist

Adeten bikaranîna vê paşpirtikê tenê li gel peyvên ji zimanên ewropî mimkin e, ew bi hêsanî nakeve gel peyvên xwemalî yan wek din rojhilatî.

PAŞPIRTIKA –BEND

Paşpirtika –bend ji mêj ve di peyva nalbend de di kurdî de cih girtiye. Vê dawiyê ew di peyvên wek pêbend / pabend (dilsoz, wefadar, sadiq, loyal) û sazbend (hunermenê sazê, muzîkvan) de jî tê dîtin. Wek di rola vê paşpirtikê di çêkirina navdêrên biker ji navdêrên din de kêm e.

Ev paşpirtik yekser yan bi rêya soranî ketiye kurmancî. Di farisî de ew rehê dema niha yê lêkera “bestin” (girê dan) e (bidin ber kurdî ben, benik). Ew herwiha navê tiştan jî ji tiştên din çêdike wek “gulbend, şûşebend”.

Varyanta din ya vê peyvê “-wend” e ku di peyvên wek zema-wend û pê-wend-î / pey-wend-î de heye.

PAŞPIRTIKA –MEDAR

Ev paşpirtik tenê di peyva siyasetmedar (siyasetvan, polîtisyen) de navdêrek biker ji navê tiştekî çêdike. Ev peyv vê dawiyê ji farisî hatiye wergirtin. Bi eslê xwe ji du peyvên erebî yên serbixwe siyaset + medar pêk hatiye.

2.3.2. ÇÊKIRINA NAVÊN KARAN JI BIKERÊN WAN

Bi alîkariya çendîn paşpirtikên ji hev cuda mirov dikare ji navdêrên biker (agent nouns) anku navên kesên ku tiştekî dikin yan tiştek in, karê wan kesan çêke:

  • diz > dizî (karê dizan)
  • serok > serokatî (karê serokan)
  • pêşmerge > pêşmergetî (karê pêşmergeyan)

Mimkin e ku navdêrên biker ji xwe jî paşpirtikeke peyvsaz hebûbe û paşî ev paşpirtika çêkirina nave karan ji bikeran jî wergire:

PAŞPIRTIKA –Î

Piraniya navên karan dikarin bi paşpirtika –î ji navên bikeran anku kesên ku wan karan dikin bên çêkirin:

  • doktor > doktorî
  • diz > dizî
  • hunermend > hunermendî

Wek ku diyar e, paşpirtika –î dikare bikeve hem gel peyvên xwemalî (li vir “diz”) û hem jî yên bi eslê xwe biyanî (di nimûneyên me de “doktor”). Ew herwiha dikare bikeve gel peyvekê ku ji xwe paşpirtikeke din heye:

  • huner > huner-mend > huner-mend-î

PAŞPIRTIKÊN DIN

Eger navdêrê biker bi vokalekê bi dawî bibe, hingê li cihê –î paşpirtika –tî, -yî yan –hî heye:

  • hosta / hoste > hostatî / hostahî / hostayî, hostetî / hostehî / hosteyî
  • pale > paletî / palehî / paleyî

Bi taybetî di kurmanciya navendî de, paşpirtika –tî yan –îtî dikare herwiha bikeve gel navdêrên biker yên konsonant li dawiya wan jî:

  • doktor > doktorîtî / doktortî

Di hin peyvan de çend paşpirtikên ji van jî cuda karan ji bikeran çêdikin:

  • serok > serok-atî / serok-ayetî
  • endam > endam-etî
  • dost > dost-anî
  • heval > heval-înî

Paşpirtika –î ya “karsaz” bi eslê xwe îranî ye, di soranî û farisî de her –î ye, di pehlewî û partî de –îh bû, di hexamenişî û avestayî de –ye-vehye bû. Paşpirtika –(a)yetî encameke têkilkirina –î ya îranî û paşpirtika –yet ya ji erebî ye. Paşpirtikên –atî, -etî-, -îtî-, -itî, -tî jî kurtkirinên –(a)yetî ne.

Ev vekolîn dê bidome

“Peyvsazî bi dariştinê” dê di hejmara bê de bidome. Hin beşên navdêrsaziyê mane û herwiha lêkersazî û hokersazî jî hê nehatine behskirin. / Kovara Kanîzar

[1] Di peyva namûssiz (bênamûs) li hin deverên derveyî Bakurê Kurdistanê de jî ketiye kurdî.

[2] Di peyva bilasebeb / bîlasebeb (bêsebeb, bê ti sebeb) de ketiye kurdî jî.

[3] Di rastiyê de pêşî ev nimûne (mêr, mirov, merd, yar) bi guhastinê ji navdêran bûne rengdêr û paşî jî bûne rengdêrên dijwate.

[4] Di hin devokan de tenê bi formên “hevdu, hevudu, hevdin, hevûdin”.

[5] Heman paşpirtik di soranî û farisî û herwiha di erebî de jî rengdêran ji navdêran çêdike. Hevdema wê –y di inglîzî de jî navdêran ji rengdêran ava dike: water (av) à watery (avî, têrav, şil). Di kurdiya başûrî de ew adeten bi forma –ig e ku di pehlewî de jî wisa bû.

[6] Peyva kîmyawî bi taybetî bi maneya çekên kîmyayî di kurdî de li kar e. Ew herwiha bi forma xwe kîmyasal e. Paşpirtika –sal / -sel bi/ji tirkî ye.

[7] ”Rêwî” bi eslê xwe maneya ”têkilî rê, aîdî rê” dide lê niha êdî zêdetir wek navdêr bi maneya ”kesa/ê bi rê ve” (rêving, misafir, passenger) li kar e.

[8] Herwiha bi forma ”xwînewî” jî tê dîtin.

[9] Li ser rehê demên borî (-ma-) yê lêkera “man” hatiye avakirin, ne li ser rehê demên niha û bên (-mîn-). Bo nimûneyekê ji bikaranîna vê peyvê, binêrin: http://www.dergush.com/modules.php?name=News&file=article&sid=4149

[10] Peyva ”xwer” bar li ser R1 yê kevnar (-xwer-) yê lêkera ”xwarin” hatiye avakirin, ne li ser R1 yê niha li kar (-xw-).

[11] Bikaranîna heman peyvên wek rengdêr di komika ”propagandayên ragihandinî” de http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/3105201514 û wek navdêr: http://argun.org/2009/02/18/ragihandini-bi-revebiriya-amatori-pes-nakeve-gabar-ciyan/

[12] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”çandinî” wek navdêr: http://ku.hawarnews.com/li-kobane-candini-te-kirin/ û mînakek jî ji bikaranîna heman peyvê wek rengdêr: http://www.kurdistantv.tv/kurk/Kurdistan/Berhem%C3%AAn-%C3%A7andin%C3%AE-li-Kurdistan%C3%AA-z%C3%AAde-b%C3%BBne

[13] Tarîxiyen ”rasteqîn” ihtimalen ji ”rast+yeqîn” anku ”rast-bawer” e lê niha ne bi wê maneyê li kar e. Forma ”rasteqîne” ji ”rast+yeqîn+e” ye. Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”rastîn”: http://zinarexamo.blogspot.fi/2009/06/dewleta-tirk-ruye-xwe-ye-rastin-nisani.html

[14] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”rasteqîn”: http://www.diclehaber.com/news/content/view/431970?from=3708794062

[15] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”rasteqîne”: http://www.feminkurd.net/content.php?newsid=1474

[16] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”pîrozwer”: http://www.yuksekovahaber.com/yazi/gula-pirozwer-2-2410.htm

[17] Helbet rengdêrên bi pêşpirtikan dariştî jî dikarin bi guhastinê wek navdêr bên bikaranîn lê hingê mesele ne dariştina navdêran e. Bo guhastinê li beşa yekem ya vê vekolîna li ser Peyvsaziyê binêrin (Kovara Kanîzar, hejmar 1).

[18] Paşpirtika –î di heman demê de bibertirîn paşpirtika çêkirina rengdêran ji navdêran e jî (li beşa 1. Rengdêrsazî binêrin). Niha ew herdu paşpirtik hevdeng in lê tarîxiyen ew ne hevreh in anku ne herdem wek hev bûne û ne ji eynî rehî ne. Bo etîmolojiyên wan yên ji hev cuda, li beşên nivîsarê yên li ser wan binêrin.

[19] Di inglîzî de jî paşpirtika –y (bixwîne: -î) heman erk heye (honest = rastgo à honesty, modest = nefsbiçûk à modesty = nefsbiçûkî) lê tarîxiyen ew ne hevreha –î ya kurdî ye. Ya inglîzî bi rêya –ia ya latînî ji –ia ya yûnanî ye.

[20] Stêrka * li berî peyvê diyar dike ku ew form peyda nabe yan şaş e.

[21] Nimûneyek ji bikaranîna peyva çalakvan: https://www.rojavanews.com/kurdish/index.php/kurdistan/item/2272-rojava-news

[22] Helbest ”çok” (bi inglîzî knee) wek beşeke ji lingî di kurdî de heye lê ne ji lêkera ”çûn” e û maneya ”ya/yê ku diçe” jî nade.

[23] Nimûneyeke ji bikaranîna peyva ”ajokar”: http://www.trtnuce.com/haber/jiyan/ajokare-tankere-re-li-ber-bobelate-girt-24239.html

[24] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”parêzvan”: http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=39331

[25] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”nivîsevan” bi wateya ”nivîskar, edîb”: http://www.saradistribution.com/qedexeWejeZiman.htm

[26] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”ajovan”: http://www.peyamner.com/Kurdi/PNAnews.aspx?ID=301512

[27] http://www.kirmancki.com/index.php/dersen-kirmancki/item/148-k-rmancca-da-yap-m-ekleri-qertafen-virastene

[28] https://ku.wikibooks.org/wiki/P%C3%AA%C5%9Fk%C3%AEt_%C3%BB_Park%C3%AEt:_2._Park%C3%AEt (nuqteya 110).

[29] Bo nimûne li vê derê: http://www.trtnuce.com/haber/turkiye/ajotvan-di-bin-tirimbela-xwe-de-ma-7202.html

[30] Xaseten li Behdînan mirov peyva hozanvan jî dibihîze ku ji encama şaşfehmkirina peyva hozan bi maneya şiir, helbest hatiye çêkirin. Di rastiyê de hozan bi xwe helbestvan, şair e loma hozanvan totolojî ye anku paşpirtika –van dubare û zêde ye.

[31] Ji aliyê etîmolojî ve ti têkiliya paşpirtika –dar bi peyva ”dar” (qurmê ku çeq û çilû pê ve şên dibin) ve nîne û ew ne eynî peyv in.

Advertisements

2 thoughts on “PEYVSAZÎ BI DARIŞTINÊ

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s