CUDAHIYÊN DENGNASÎ DI LEHCEYÊN KURDΠDE

Husein Muhammed

ala

 

Nasandina mijarê û peyvnasiya wê

Baş tê zanîn ku ferq û cudahî di navbera lehceyên (zaravayên) kurdî de hene. Lê kêm vekolînên zanistî û zimannasî li ser hatine kirin ka ew cudahî bi rastî çi ne.

Mirov dikare cudahiyên navbera ziman yan zaravayan li ser sê beşên berfireh parve bike:

  • cudahiyên peyvî (bêjeyî, leksîkal, lexical): ziman yan zaravayên cuda peyvên cuda bo heman tiştî bi kar tînin. Bo nimûne, bi maneya ”vê gavê, vê demê, vî wextî” piraniya kurmancan bi lehceya xwe peyva ”niha” (yan ”nika, noke, nihe”) bi kar tînin. Lê soranîaxiv adeten van peyvan bi lehceya xwe bi kar naînin. Li cihê wê di soranî de peyva serdest ”êsta” (yan ”êste”) ye. Di zimannasiyê de mirov ji diyarde û fenomenên wiha re dibêje ”cudahiyên peyvî” (cudahiyên leksîkal).
  • cudahiyên teşenasî (pirtiknasî, morfolojîk, morphological): ziman yan zaravayên cuda peyvan bi awayên cuda diçemînin û teşe û şiklên cuda yên rêzimanî didin wan. Bo nimûne, tişta ku ji hin perr û kaxezan pêk tê, bi hev ve hatiye girêdan û tişt tê de hatine nivîsîn, hem di kurmancî û hem jî soranî de bi navê ”kitêb” (hin caran ”pirtûk, pertûk”) tê nasîn. Lê gava ku ez behsa wan tiştên xwe bikim, ez ê bi kurmancî bibêjim ”kitêbên min” lê bi soranî bibêjim ”kitêbekanim” ku ew jî her maneya ”kitêbên min” ya kurmancî dide lê bi şikl û teşeya xwe jê cuda ye. Eger ez çavên xwe li naveroka wê bigerînim û lê binêrim, hingê ez bi kurmancî wê ”dixwînim” lê bi soranî ”dexwênim” (yan ”exwênim”). Di zimannasiyê de ji diyarde û fenomenên wiha re ”cudahiyên teşenasî” (cudahiyên morfolojîk) tê gotin.
  • cudahiyên dengnasî (fonolojîk, phonological): ziman yan zaravayên cuda hin dengên (herfên) ji hev cuda hene yan jî di hin peyvan de dengên wan ne wek hev in. Bo nimûne, di tirkî de dengê Ö heye ku di kurdiya standard de nîne yan dengê X di kurdî de heye lê di tirkiya standard de peyda nabe. Carinan heman deng di herdu ziman yan zaravayan de hene lê dîsa jî di hin peyvan de dengên wan ji hev cuda ne. Bo nimûne, organa leşî ya ku mirov pê dinyayê dibîne di soranî de bi peyva ”çaw” tê nasîn. Her sê herfên wê di kurmancî de hene lê dîsa jî piraniya kurmancîaxivan bi lehceya xwe wî tiştî ne bi peyva ”çaw” lê bi awayê ”çav” bi nav dikin. Diyardeyên wiha di zimannasiyê de bi navê ”cudahiyên dengnasî” tên naskirin.

 

Di vê nivîsarê de em ê li ser vê nuqteya dawiyê anku li ser cudahiyên dengnasî di lehceyên kurdî de rawestin.[1] Em ê di vê vekolînê de kurmancî bidin ber van her sê lehceyên din yên serekî yên kurdî:

  • soranî
  • kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî)
  • zazakî

Vekolîna me dê hewl bide ku hem hevdemî (sinkronîk, synchronic) be û hem jî dîrokî (diyakronîk, diachronic) be. Anku em ê hem bibêjin ka niha rewş çi ye (hevdemî) û ka çawa peyda bûye yan guheriye (dîrokî). Lê di vê nivîsarê de em ê bi kûrahî neçin nav mijara guherîna van dengan lê em ê tenê bibêjin ku filan deng bûye bêvan deng yan filan deng ji fîstan dengî kevntir yan nûtir e. Bo xwandevanên ku dixwazin delîlan bo van idiayên me bibînin, em bala wan dikişînin ser nivîsarên me yên yek bi yek li ser dengên kurdî û peydabûn û guherîna wan dengan.[2]

Hêjayî bibîranînê ye ku gava em bibêjin filan deng di filan lehceyê de wiha ye, mebesta me ne ew e ku ew di her peyva wê lehceyê de wisa ye û ne jî mexseda me ew e ku ew deng yan ew peyv di her devoka wê lehceyê de wisa ye. Gava ku em behsa dengekî dikin yan hin nimûneyan didin, em ê hewl bidin ku nimûneyên serdest di wan lehceyan de bidin. Lê ev nayê wê maneyê ku ew nimûne di her devoka yan devera wê lehceyê de heye û nayê wê wateyê jî ku ew peyv yan ew deng nikare li hin deverên wê lehceyê bi awayekî din be.

Hedefa vê vekolînê ne ew e ku hewl bide diyar bike ku lehceyên kurdî pir ji hev dûr in yan jî pir nêzîkî hev in. Armanca me tenê ew e ku van cudahiyan ji aliyê rêzimanî ve berçav bikin.

Armanca vê vekolînê ew e ku lehceyên kurdî piçekê baştir binase û binasîne (bide nasîn). Herwiha armanc ew e ku bi destnîşankirina cudahiyên heyî têgihiştina van lehceyan li ber qisekerên lehceyên din hêsantir bike.

Armanca vê vekolînê bi ti awayî ne ew e ku idia bike ku yek ji van lehceyan ji yên din ”resentir”, ”kevnartir”, ”moderntir” yan ”pêşketîtir” e. Bi kêmî, qet nabe ku ev vekolîn bi ti awayî wisa were fehmkirin ku dengên yek ji van lehceyan ji yên din ”rasttir” in. Her zimanî û her lehceyê sîstema xwe ya dengnasî (fonolojî) heye û her ziman û lehce wek xwe rast û hêja ye.

 

Ev vekolîn û yên berî wê

Dengnasî yek ji beşên serekî yên zimannasiyê ye (li gel teşenasiyê anku morfolojiyê û hevoknasiyê anku sîntaksê). Loma di piraniya berhemên li ser zimanê kurdî de, herwiha beşek ji dengnasiya kurdî re jî hatiye terxankirin.

Berhevdana dengnasî ya hin lehceyên kurdî jî berê hatiye kirin. Bi taybetî berhevdana hin devokên soranî û kurmancî ji aliyê zimannasê brîtanî D. N. MacKenzie ve di kitêbên wî Kurdish Dialect Studies (Vekolînên zaravayên kurdî) I – II ji destpêka salên 1960 ve berdest in. Lê ew tenê li ser hin devokên kurmancî û soranî ye, ne kurdiya başûrî û ne jî zazakî tê de cih digire û herwiha ji devokên kurmancî û soranî jî tenê behsa devokên li Başûrê Kurdistanê dike.

Di navbera kurmancî û zazakî de çend berhemên hêja yên rêzimanî hatine nivîsîn, bo nimûne kitêbeke Roşan Lezgîn ya rêzimana zazakî bi kurmancî û rêzenivîsên Seîd Veroj li ser berhevdana kurmancî û zazakî bi herdu lehceyan di kovara War de. Ev herdu berhem bi berfirehî behsa teşenasiyê (morfolojiyê) û hevoknasiyê û heta qederekê behsa peyvnasiyê jî dikin lê mixabin berhevdana dengnasî di wan hema-hema bi temamî hatiye jibîrkirin.

Ji her çar lehceyên ku em ê li vê derê bidin ber hev, kurdiya başûrî (devokên feylî, kelhurî, kirmaşanî…) ji her sê yên din (kurmancî, soranî, zazakî) pir kêmtir tê nivîsîn û berhemên bi wê hema-hema peyda nabin. Xweşbextane yek ji berfirehtirîn û kûrtir kitêbên rêzimana kurdî li ser devokên vê lehceyê hatiye nivîsîn: kitêba Ismaîl Kemendar Fettah (Ismaïl Kamandâr Fattah) Les Dialectes Kurdes Méridionaux (Devokên Kurdiya Başûrî) bi zimanê fransî.

Ev şaheser bi qasî 160 rûpelan cih dide dengnasiya kurdiya başûrî û devokên wan dide ber hev lê mixabin ew jî ti berhevdanekê di navbera kurdiya başûrî û lehceyên din yên kurdî de (kurmancî, soranî, zazakî, hewramî…) nake. Herwiha ji ber ku kitêb bi fransî hatiye nivîsîn, mixabin piraniya kurdan nikarin feyde jê bibînin.

Anku çendîn berhemên hêja li ser dengnasiya kurdî jî hene lê mixabin bela-wela û pelate ne. Helbet ev vekolîn deyndarê wan e jî lê dixwaze bi carekê her çar lehceyên li gor hejmara qisekerên xwe mezin yên kurdî bi carekê bîne ba hev û wan bi kurdî pêşkêşî kurdîhezan bike.

Ev vekolîn dê hewl bide her nuqteya behskirî bi nimûneyan isbat bike. Nimûneyên kurmancî û soranî giştî ne û dikarin di gelek ferheng û kitêban de bên dîtin. Nimûneyên ji kurdiya başûrî bi temamî ji kitêba behskirî ya Ismaîl Fettahî ne. Nimûneyên ji zazakî jî dikarin di gelek ferhengan de bên dîtin lê min bi xwe hewl daye ku yek bi yek li ber ferhenga Malmîsanijî ya zazakî-tirkî xwe ji wan piştrast bikim.

 

CUDAHIYÊN DENGNASÎ DI NAVBERA KURMANCÎ Û SORANÎ DE

Kurmancî V                        Soranî: W, M, V

Di peyvên xwemalî yên soranî de V hema-hema peyda nabe.[3] Li hevberî V ya kurmancî di soranî de bi piranî W heye:

kurmancî soranî
çav çaw
nav naw
sêv sêw
şev şew

 

Lê hin caran jî li cihê V ya kurmancî di soranî de M heye:

kurmancî soranî
dev dem[4]
ev, eve em, eme

 

Di peyvên ku ji kurmancî yan zimanên din wergirtî de V carinan di soranî de jî tê bikaranîn:

kurmancî soranî
evîn evîn (ji kurmancî)
mirov mirov (ji kurmancî)
televizyon televizyon (ji zimanekî ewropî)
vîdyo vîdyo (ji zimanekî ewropî)

 

Tarîxiyen V / W yên piştî vokalan ji M yan B peyda bûne û di kurmancî de bûne de bi piranî bûne V û di soranî de W.

 

Soranî RD                           Kurmancî R yan RT

Di hejmareke mezin ya peyvan de di soranî de koma dengên RD heye ku di kurmancî de tenê R heye:

soranî kurmancî
birdin birin
kirdin kirin
mirdin mirin
pird pir[5]
sard sar
xwardin xwarin

 

Heman koma dudeng di lehceyên din yên kurdî û zimanên din yên îranî de jî heye, bo nimûne zazakî “berden, kerden, merden, warden” yan farisî “borden, kerden, morden, x(v)arden”.

Di zimanên kevn û navîn yên îranî de li cihê vê R-ya kurmancî û RD-ya soranî, zazakî û farisî RT hebû. Paşî ew bûye RD û taliyê D jî ji kurmancî ketiye. Anku tarîxiyen di kurmancî de D ji pey R ketiye, ne di soranî de li pey R zêde bûye.

Lê di soranî de hin caran jî RD heye ku di kurmancî de hevberî wê ne tenê R lê RT heye. Bo nimûne, bi soranî “bijardin”, bi kurmancî “bijartin”. Ev T nîşana demên borî ye, wek di peyvên “hat, got, sot…” de. Anku tarîxiyen RT hebû lê paşî di soranî de li ber modela RD-yên peyvên wek “birdin, kirdin” ew jî bûye RD.

Lê ku carinan li hevberî R ya kurmancî di soranî de RD heye, ev nayê wê maneyê ku herdem li cihê R ya kurmancî di soranî de RD hebe. Di piraniya haletan de di soranî de jî wek kurmancî tenê R heye. Bo nimûne “bar, car, ser, sîr, sor” di soranî de jî “bar, car, ser, sîr, sûr” hene anku di wan de jî D peyda nabe.

 

Kurmancî ST-                                           Soranî EST-, S-, ST-

Berevajî kurmancî, soranî li destpêka peyvan komên konsonantî qebûl nake. Li cihê ku di kurmancî de ST li destpêka peyvê hebe, di soranî de bi piranî EST heye:

kurmancî soranî
stêr estêre
stûr estûr
sto, stu esto
Stembol Estemboł

 

Tarîxiyen ev deng ST bû lê di soranî de E li destpêkê hatiye zêdekirin.

Carinan jî li şûna zêdekirina E li ST, T jê dikeve: kurmancî “standin, stendin”, soranî “sendin”.

T-ya ST ne tenê ji destpêka peyvê lê dikare herwiha ji dawiya peyvê jî bikeve: kurmancî “dest”, soranî “dest, des”.

Lê di soranî de jî di peyvên ji kurmancî yan ji zimanên ewropî wergirtî de ST jî dikare li destpêka peyvê peyda bibe. Bo nimûne, “stran” ji kurmancî û “studyo” ji inglîzî.

Ne tenê ST, lê komên din jî yên konsonantî di soranî de diguherin. Bo nimûne, kurmancî “şkeft”, soranî “eşkewt”.

Lê herdem ev guherîn di soranî de jî peyda nabe: kurmancî “spî, şkandin, şkestin”, soranî “spî, şkandin, şkan”.

 

Ç, K, P, T

Di kurmancî de du yan zêdetir dengên her yekê ji herfên Ç, K, P, T li destpêka peyvan dikare peyda bibe. Parvekirina serekî ya van peyvan li wê ye ka ew deng li destpêka peyvê bipif (“req”, bi inglîzî aspirated) e yan jî bêpif (“nerm”, unaspirated) e. Bo nimûne:

deng nimûneyên bipif (req) nimûneyên bêpif (nerm)
Ç çar çav
K kurdî kirin
P perde pênc
T têr te

 

Di soranî de Ç, K, P, T li destpêka peyvê herdem bipif (aspirated) in anku ”req” in. Di nav yan dawiya peyvên xwerû de ew adeten bêpif (unaspirated) in anku ”nerm” in. Di kurmancî de jî li nav û dawiya peyvê ew adeten bêpif in lê bêpifîtî li destpêka peyvê jî dikare hebe.

Bo nimûne, di kurmancî de Ç-ya peyva ”çar” bipif e anku req e lê Ç-ya peyva ”çav” bêpif e anku ”nerm” e. Lê di soranî de Ç-ya peyva ”çaw” jî her wek ya peyva ”çwar” (çar) bipif e anku ”req” e.

Di gelek devokên kurmancî de konsonantên P, S, T, Z awayên xwe yên emfatîk anku ”qelew” jî hene: ”pez, sed, tav, zanîn”. Di soranî de rola emfatîkiyê/qelewiyê li gel van konsonantan yan nîne yan jî pirr kêm e.

 

H

Di kurmancî de H dikare li destpêk, nav û dawiya peyvan peyda bibe. Di soranî de H nikare li dawiya peyvan bibe. Loma bo nimûne:

kurmancî soranî
deh de
neh no
guh gwê
reh, rih reg, rîş

 

Mebest ji H li vê derê tenê H-ya wek di peyva “heval” de ye (bi alfabeya kurdî-erebî هـ). H-ya wek di navê ”Hesen” de (bi alfabeya kurdî-erebî ح) di soranî de jî di peyvên ji erebî wergirtî de li dawiya peyvan jî mimkin e: ruh ڕوح (ruh, can, giyan, derûn).

Li destpêk û nava peyvan jî H di kurmancî û soranî de ne herdem wek hev e. Li nava peyvan de li cihê komdengê EH yê kurmancî di soranî de gelek caran A heye:

kurmancî soranî
pehn pan
tehl tał
mehr mare

 

Hin caran jî bin çareyên din hatine dîtin, bo nimûne kurmancî ”bêhn”, soranî ”bon”.

Li destpêka peyvan hin caran li cihê H ya kurmancî di soranî de ”vala, xalî” ye anku ti deng nînin. Bo nimûne, kurmancî ”hesp, hêsan, hejmartin, hesin” (herwiha ”asin”), bi soranî ”esp, asan, jimardin, asin”.

Lê carinan jî di soranî de H yan HE heye lê cihê wan di kurmancî ”vala” ye yan jî dengê ”eyn” (’, ع). Bo nimûne:

kurmancî soranî
war hewar
jar (herwiha ”hejar”) hejar
ewr hewr
erd herd, ’erz

 

Tarîxiyen peydabûn û ketina H mijareke aloz û piralî ye. Em ê li vê derê neçin nav wê mijarê ji ber ku di nivîsareke din de me bi berfirehî behsa wê kiriye.[6]

 

E û I

Gelek caran li cihê “i” ya kurmancî di soranî de “e” heye. Bo nimûne:

kurmancî soranî
bi (wek “bi destan”) be
li (wek “li malê”) le
bihar behar
(ez) dikim dekem
gihandin, gihiştin[7] geyandin, geyiştin

 

Wek ku ji nimûne “dikim / dekem” diyar dibe, di kurmancî de paşpirtika berdewamiyê li gel piraniya lêkeran “di-“ ye[8], lê di soranî de “de-“ yan jî “e-“ ye.[9]

Tarîxiyen E di kurmancî de bûye anku formên bi E kevntir in.

 

 

Ê û Î

Li cihê Î ya kurmancî di soranî de gelek caran dengê Ê heye. Bo nimûne:

kurmancî soranî
Îran Êran
[10]
diçînim (çandin) deçênim (çandin)

 

Wek ku ji nimûneya dawiyê diyar e, rehê dema niha yê lêkerên bi paşpirtika “-andin, -endin” di kurmanciya standard de -în- e lê di soraniya standard de -ên- e. Ji ber ku hejmara lêkerên wiha di kurdî de mezin e, ev rêjeya Î di nivîsên kurmancî de û nisbeta Ê jî di nivîsên soranî de pir dike.

Li aliyê din, di çend peyvan de di kurmancî de Ê lê di soranî de Î heye: kurmancî “mêvan” (herwiha “mêhvan, mihvan”), soranî “mîwan”.

Tarîxiyen bi piranî Ê bûye Î, ne berevajî.

 

E û Ê

Paşgira lêkeran di demên niha û bên de li gel kesê sêyem yê yekhejmar (ew) di kurmancî de bi piranî E ye lê di soranî de Ê ye. Bo nimûne, “(ew) diçîne / distîne, dixwîne”, soranî

 (kurmancî / soranî) kurmancî soranî
çandin / çandin diçîne deçênê
standin, stendin / sendin distîne desênê
xwandin, xwendin / xwêndin dixwîne dexwênê
nivîsîn / nûsîn dinivîse denûsê

 

 

L û Ł

Hem di kurmancî û hem jî di soranî de du varyantên dengê L hene ku adeten ji yekê re tê gotin “L-ya zirav” û ji ya din re jî “L-ya qelew”.

L-ya zirav bo nimûne di van peyvan de peyda dibe: “law, lez, lêv, lîmon, lome, lûfik”. L-ya qelew jî bo nimûne di van peyvan de peyda dibe: “silav, welat, sala 2016”.

Di alfabeya kurdî-erebî L-ya zirav wek ل û L-ya qelew jî wek ڵ tê nivîsîn. Di alfabeya kurdî-latînî de adeten ew ji hev nayên cudakirin ji ber ku di kurmancî de ew ne du dengên fonemîk in anku guherandina yekê ji wan bi ya din nikare maneya peyvê biguherîne. Di soranî de rewş cuda ye loma di alfabeya kurdî-erebî ya zêdetir li gor pêwîstiyên soranî saz kirî ew du herfên ji hev cuda ne.

Cudahiya dengnasî li vê derê di navbera kurmancî û soranî de ew e ku gelek peyvên ku di kurmancî de bi L-ya zirav jî, di soranî de bi L-ya qelew in. Li vê derê bo diyarkirina cudahiya dengên peyvên kurmancî û soranî, em ê dengê L-ya zirav bi herfa L û dengê L-ya qelew jî wek Ł binivîsin.

Bo nimûne:

kurmancî soranî
belê bełê
dil dił
gul guł
hilbijartin hełbijardin
mal mał

 

Tarîxiyen di peyvên îranî de (bo nimûne “dil, gul”) ev deng RD bûn lê paşî di kurmancî de bûne L û di soranî de jî bûne Ł. Di peyvên ji erebî (bo nîmûne “belê, mal”) eslê dengî L bûye lê di soranî de bûye Ł.

Di hin devokên soranî de (bo nimûne di hewlêrî de) li cihê L-ya qelew adeten ne L-ya zirav lê R heye: “mał à mar”, “bełê à berê”. Heman diyarde di hin devokên kurmancî de jî di hin peyvan de peyda dibe: “bila / bela à bera / bira”.

 

Kurmancî –Û /-UH,                                  soranî –WÊ

Li pey konsonantên C, D, G, K û N li cihê dengê Û yan komdengê UH yên kurmancî, di soranî de gelek bi piranî komdengê WÊ heye. Bo nimûne:

kurmancî soranî
guh gwê
nwê
gûz gwêz
dijûn (sixêr, xeber) cwên
(ji / li) kû (le) kwê(we)

 

Ev dengên ji hev cuda bi piranî ji îraniya kevn “-ew-“ hatine û di kurmancî de bûne “û, uh” û di soranî de”wê”.

 

Kurmancî “xwe-“                                     soranî “xo-“

Li cihê komdengê “xwe-“ yê kurmancî, di soranî de hin caran komdengê “xo-“ heye. Bo nimûne:

kurmancî soranî
xwe xo
xweş xoş
xwelî xoł(emêş)

 

Di soranî de komdengê “xwe-“ qet peyda nabe lê li cihê “xwe-“ ya kurmancî, di soranî de herdem “xo-“ nîne lê carinan hin dengên din hene. Bo nimûne:

kurmancî soranî
xwedî, xwedan / xudan, xweyî xawen
xwendin, xwandin xwêndin

 

Tarîxiyen “xwe-“ kevnartir e û “xo-“ ji wê peyda bûye. Di hin devokên kurmancî de jî “xwe-“ bûye “xo-“ yan “xu-“ lê di piraniya devokan de û di kurmanciya standard de forma “xwe-“ hatiye parastin.

 

G û K wek [c] û [ç]

Di hin zimanan de G berî hin vokalan wek [g] û berî hinên din jî wek [c] yan [j] tê gotin. Bo nimûne, di inglîzî de adeten G wek [g] tê gotin lê di peyvên wek “geology” (jeolojî) û “Germany” (Almanya) de wek [c] tê gotin. Di haletên wiha de di fransî de G wek [j] tê gotin. Loma bo nimûne peyva fransî “géologie” gava ku ketiye kurdî û tirkî wek “jeolojî” (bi kurdî) yan “jeoloji” (bi tirkî) tê nivîsîn anku G-ya wê bûye J.

Di gelek zimanên ewropî de C adeten wek [k] tê gotin. Lê bo nimûne di îtalî de, gava ku dengê “e” yan “i” li pey wê be, hingê C wek [ç] tê gotin. Bo nimûne “cento” [çênto] anku “sed, 100” û “cinque” [çînkwê] anku “pênc”.

Diyardeyeke wiha di piraniya devokên soranî de jî heye. Gava ku dengê “ê” yan “wê” bikeve peyv G, G wek [c] tê gotin. Gava ku ew deng bikevin pey K, hingê K wek [ç] tê gotin. Bo nimûne:

kurmancî bi nivîsîn û gotinê soranî bi nivîsînê soranî bi gotinê
guh gwê [cwê]
kî, kê [çê]
(ji / li) kû (le) kwê(we) (le) [çwê]we

 

Niha ti diyardeyeke wisa di kurmancî de nayê dîtin. Lê tarîxiyen tiştekî wisa di zimanên îranî de bi giştî (kurmancî jî di nav de) qewimiye. Wek encama wê, peyva kurdî “çi, çî” ji peyva proto-hindûewropî “*kʷis” çêbûye. Lê heman peyva proto-hindûewropî di kurdî de wek “kî, kê” anku bi K jî maye. Di proto-hindûewropî de “çi” û “kî” herdu bi eynî peyvê dihatin pirsîn û heta niha jî di hin zimanên hindûewropî de herdu peyv bi dengê [k] ne, bo nimûne fransî “qui” [kî] anku “kî” û “que” [ki] anku “çi”.

 

 

CUDAHIYÊN DENGNASÎ DI NAVBERA KURMANCÎ Û KURDIYA BAŞÛRÎ DE

Mebest ji “kurdiya başûrî” (kurdîy xwarig) komeke çendîn devokan e ku li beşên herî başûr yên Rojhilata Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê (ji deverên soranîaxiv başûrtir) tên axiftin. Navên cuda li vê koma devokan tên kirin: feylî, kelhurî, kirmaşanî… Lê her yek ji van her sê navan tenê beşek ji vê koma devokan e loma di zimannasiyê de zêdetir navê “kurdiya başûrî” li van devokan hatiye kirin.

Li Rojhilata Kurdistanê bajarên mezin yên ku piraniya rûniştvanên wan bi kurdiya başûrî diaxivin Kirmaşan û Îlam in û li Başûrê Kurdistanê jî Xaneqîn û Mendelî ne.

Hêjayî gotinê ye ku hewramî / goranî, lekî û lurî nêzîkî qisekerên kurdiya başûrî yan jî di nav wan de dijîn lê kurdiya başûrî ne hewramî, lekî yan lurî ye. Ji mêj ve gengeşe li ser kurdîbûna hewramî, lurî û heta dereceyekê lekî jî heye lê di nav zimannasan de ti şik û guman ji kurdîbûna kurdiya başûrî nîne.

Anku kurdiya başûrî ji aliyê zimannasî ve ji hewramî, lekî û lurî zêdetir nêzîkî kurmancî û soranî ye. Heta hin caran tenê behsa “kurdiya bakurî” anku kurmancî û “kurdiya başûrî” bi merema soranî tê kirin heçku kurdiya başûrî tine be yan jî beşek ji soranî be.

Lê hem ji aliyê dengnasî ve û hem jî ji aliyê rêzimanî ve kurdiya başûrî ji soranî cuda ye. Em ê cudahiyên dengnasî li jêr bibînin. Ji aliyê rêzimanî ve yek ji taybetmendiyên herî mezin di navbera kurdiya başûrî û zaravayên din yên kurdî de ew e ku di kurdiya başûrî de ergatîvî peyda nabe.

Bi armanca dirêjnebûnê, li jêr em ê li cihê gotina “kurdiya başûrî” tenê peyva “başûrî” bi kar bînin. Lê li vê derê mebesta me bi ti awayî ne “kurdiya Başûrê Kurdistanê” ye (ti tiştekî wisa nîne jî ji ber ku Başûrê Kurdistanê bi çendîn lehceyên cuda diaxive: kurmancî, soranî, kurdiya başûrî, hewramî, şebekî…) lê merema me “devokên kurdiya başûrî” anku bo nimûne feylî, kelhurî û kirmaşanî ne.

 

Kurmancî B                        Başûrî W

Di piraniya devokên başûrî de di gelek peyvan de li cihê B ya kurmancî û soranî W heye. Heman diyarde hem di peyvên xwemalî (îranî) û hem jî yên ji erebî wergirtî de peyda dibe:

kurmancî soranî başûrî
baran baran waran
kitêb kitêb kitaw
xirab xerap xiraw
xerîb xerîb xerîw

 

Tarîxiyen kurdiya başûrî (û hewramî) di peyvên xwemalî de W parastiye lê ev W di kurmancî, soranî û farisî de bûye B. Li aliyekî din, di peyvên ji erebî wergirtî de kurmancî û soranî parêzvanên B ne lê kurdiya başûrî ew jî kiriye W.

Tarîxiyen kurmancî jî B-ya / P-ya piştî vokalan dikir V / W û soranî jî ew dikir W. Bo nimûne, pehlewî “sêp”, farisî “sêb” lê kurmancî “sêv” û soranî “sêw” yan avestayî “xşep-“, farisî “şeb” lê kurmancî “şev” û soranî “şew” yan avestayî “xvepne-“, farisî “x(v)ab” lê kurmancî û soranî “xew” yan avestayî “ebre-“, farisî “ebr” lê kurmancî “ewr” û soranî “hewr”. Lê di peyvên ji erebî wergirtî de kurmancî û soranî êdî bi piranî B ya piştî vokalan jî diparêzin, berevajî kurdiya başûrî ku wê B niha jî dike W.[11]

 

Kurmancî V                        Başûrî W

Ji bilî çend devokên biçûk, di kurdiya başûrî de jî wek di soranî de dengê V di peyvên xwemalî de peyda nabe. Li cihê V ya kurmancî adeten W heye lê di hin devokan de di bin tesîra farisî û/yan hewramî de M li cihê V ya kurmancî heye. Bo nimûne:

kurmancî soranî kurdiya başûrî
çav çaw çaw
mêvan mîwan mîwan
nav naw naw
zava zawa zawa
zevî zewî zewî (à di hin devokan de “zeẅ, zeü”)

 

Di vê meselê de kurdiya başûrî jî li gel soranî ye. Ev V-ya / W-ya piştî vokalan tarîxiyen ji M ya îraniya kevn e. Ew di kurmancî de bûye V, di soranî û başûrî de bûye W lê di zazakî, hewramî, farisî û gelek zimanên din yên îranî de wek M maye.

 

Kurmancî Û                        Başûrî Ü / Î /Û

Hevberî dengê Û ya kurmancî û soranî, di piraniya devokên kurdiya başûrî de dengê Ü (wek tirkî yan almanî lê dirêjtir). Bo nimûne:

kurmancî soranî başûrî
dûr dûr dür

 

Di vê meseleyê de kurmanciya giştî û soranî wek hev in û ji kurdiya başûrî cuda ne. Lê hêjayî gotinê ye ku li aliyekî hemû devokên kurdiya başûrî Û nakin Ü lê dikin Î anku li cihê “zü, dür, rü, mü”, hin devok wan dikin “zî, dîr, rî, mî”.

Ev heman diyarde di kurmanciya rojhilatî (bi taybetî di behdînî) de jî heye. Anku li cihê “bûk, dûr, zû, mû” mirov dibêje “bük / bwîk, dür / dwîr, zü / zwî, mü / mwî” û li hin deveran (xaseten li Dihokê) heta wek “bîk, dîr, zî, mî” jî. Di vê meseleyê de kurmanciya Behdînan û kurdiya başûrî wek hev in.

Tarîxiyen ev deng Û bûye û di kurdiya başûrî de bi Ü yan Î guheriye. Li çend deverên kurdiya başûrî jî formên bi Û hatine parastin: “mû, zû, dûr, rû”.

 

Kurmancî O                        Başûrî Û

Li cihê O-ya kurmancî û soranî, di kurdiya başûrî de adeten dengê Û heye. Bo nimûne:

kurmancî soranî başûrî
roj roj rûj
zor zor zûr
kor, kore (kwêr) kûr
(dew) do

 

Tarîxiyen ev deng O bûye û di kurdiya başûrî de guheriye û bûye Û. Piştî ku Û di kurdiya başûrî de bûye Ü, cihê Û vala bûye û li gor teoriya veguhezîna vokalan, O ji cihê xwe liviye û cihê valabûyî yê Û-yê girtiye (ji ber ku Û ji cihê xwe çûbû cihê Ü-yê ku berê betal bû.)

Eynî diyarde di kurmanciya rojhilatî de (xaseten li Behdînan) jî peyda bûye: “roj à rûj / ruj, got à gût / gut” piştî ku ji ber guherîna Û bi Ü cihê Û-yê vala mabû.

 

Başûrî RD                           Kurmancî R

Berevajî kurmancî lê wek lehceyên din jî yên kurdî û piraniya zimanên din yên îranî, kurdiya başûrî jî RD parastiye û D-ya li pey R nexistiye. Bo nimûne:

başûrî soranî kurmancî
birdin birdin birin
kirdin kirdin kirin
mirdin mirdin mirin
pird pird pir
sard sard sar
xwardin xwardin xwarin

 

Wek ku tê dîtin, kurdiya başûrî û soranî di vê meseleyê de wek hev in. Di rastiyê de tenê di kurmancî de RD bûye R, wek din lehceyên din yên kurdî û piraniya zimanên din yên îranî RD wek xwe hiştiye (li jêrtir li berhevdana kurmancî û zazakî binêrin.)

 

L û Ł

Di piraniya devokên kurdiya başûrî de jî, wek di soranî de, gelek caran li cihê L-ya zirav ya kurmancî, L-ya qelew (Ł) heye. Bo nimûne:

kurmancî soranî başûrî
keçel keçeł keçeł
dil dił dił
gul guł guł
bela beła beła

 

Di hin devokên başûrî de, bi taybetî li Kirmaşan û Mendelî Ł peyda nabe û li cihê wê jî L heye. Tarîxiyen meseleya Ł wek di soranî de ye: di peyvên xwemalî de Ł ji RD ya îraniya kevn e, di peyvên ji erebî de ji L ye.

 

Ç, K, P, T

Dengên Ç, K, P û T di kurdiya başûrî de (wek di soranî de lê berevajî kurmancî û zazakî) li destpêka peyvan herdem bipif anku “req” in (bi inglîzî aspirated). Li nav û dawiya peyvan, xaseten di kîteyên negirankirî de, bêpif in anku “nerm” in (unaspirated).

 

Kurmancî ST                                            Başûrî S, ES, HES

Kurdiya başûrî, wek gelek lehce û zimanên din jî yên îranî yên niha (lê berevajî kurmancî û zimanên kevn û navîn yên îranî), komên konsonantî li destpêka peyvan red dike. Loma li cihê ST ya destpêkê tenê S heye yan jî E yan HE li S hatiye zêdekirin û wek ES yan HES peyda dibin. Heman diyarde di soranî de jî peyda dibe. Lê cudahiya soranî û kurdiya başûrî li vir ew e ku soranî yan ST dike S yan jî dike EST- anku yan konsonantekî diavêje yan jî vokalekê lê zêde dike. Lê kurdiya başûrî hem T diavêje û hem jî E (+ H) lê zêde dike. Bo nimûne:

kurmancî soranî başûrî
standin, stendin sendin sendin
stêr estêre hesare

 

Cudahiyeke din di vê meselê de di navbera soranî û kurdiya başûrî de ew e ku soranî li nav û dawiya peyvan bi piranî ST qebûl dike lê kurdiya başûrî di piraniya devokên xwe de ST li her cihê peyvê dike S:

kurmancî soranî başûrî
dest dest, des des
şêst şêst, şest şeṣ[12]
zivistan zistan zimsan
Kurdistan Kurdistan Kursan

 

Tarîxiyen ST di zimanên îranî de li destpêk, nav û dawiya peyvan peyda dibe. Kurmancî ev komdeng di hemû pozisyonan de parastiye lê van lehceyên din ew kêm-zêde guherandiye.

 

Kurmancî -A- / -EH-                                Başûrî -YE-

Li cihê A yan EH yên kurmancî û A ya soranî yên navbera konsonantan di kurdiya başûrî de gelek caran dibin YE:

kurmancî soranî başûrî
kanî, kehnî kanî kyenî
tehl, tal tał tyeł
nizanim[13] nazanim nyezanim

 

Kurmancî NG                                           Başûrî Ň

Di piraniya devokên kurdiya başûrî de li cihê komdengê NG yê kurmancî dengê Ň [ŋ] heye ku dengekî encama helîna N û G bi hev ve ye. Di hin devokên soranî de jî NG dibe Ň lê di soranî de jî NG serdest e. Bo nimûne:

kurmancî soranî başûrî
deng deng deň
reng reng reň
bang bang baň

 

 

Soranî XO-                         Başûrî XWE-

Berevajî soranî, kurdiya başûrî jî wek kurmancî komdengê “xwe-“ yan “xue-“ qebûl dibe. Li cihê wan di soranî de komdengê “xo-“ heye. Bo nimûne:

kurmancî başûrî soranî
xwe xwe xo
xweş xweş xoş

 

Tarîxiyen ev komdeng bi awayê “xwe-“ bû lê di soranî de bûye “xo”.

 

  

CUDAHIYÊN DENGNASÎ DI NAVBERA KURMANCÎ Û ZAZAKÎ DE

Mirov dikare bibêje ku paradokseke zimannasî ye ku di kurmancî û zazakî de li aliyekî tam eynî deng hene lê li aliyê din bikaranîna wan dengan di peyvên hevreh de bi awayekî pir zelal ji hev cuda ye.

Mebesta me ji “eynî dengan” ne ew e ku kurmancî û zazakî heman alfabeya kurdî-latînî bi kar tînin. Ew jî rast e lê mebesta me li vir ne herfên alfabeyê lê dengên zimanî ne. Bo nimûne, di alfabeya kurdî-latînî de tenê varyantek ji her yek ji herfên Ç, K, P, T heye lê hem di kurmancî û hem jî di zazakî de her yek ji wan bi dengê xwe varyantên bipif (req) û yên bêpif (nerm) jî hene. Herwiha di herdu lehceyan de ji bilî awayên zirav, herwiha awayên qelew jî yên dengên P û T peyda dibin. Anku ji aliyê maliyeta xwe ya dengan ve xwedî tam eynî dengan in. Lê di pratîkê de ew van dengan bi awayên pir ji hev cuda bi kar tînin.

Kerem bikin em van cudahiyan bibînin.

 

Kurmancî B                                              Zazakî V

Li destpêka peyvên xwemalî li cihê B ya kurmancî di zazakî de bi piranî V heye. Bo nimûne:

kurmancî zazakî
ba va
baran varan
berf, befr vewre
bîst vîst

 

Di vê meselê de soranî û farisî wek kurmancî ne, hewramî û kurdiya başûrî bi W-ya xwe li van cihan zêdetir dişibin zazakî. Tarîxiyen ev deng di zimanên îranî yên kevn û navîn de V/W bû û paşî di kurmancî, soranî û farisî de bûye B.

 

 

Kurmancî V                                              Zazakî M/W

Li nav û dawiya peyvan li pey vokalan li cihê V ya kurmancî di zazakî de carinan M û carinan jî W heye:

kurmancî zazakî
nav name
gav gam
av aw-[14]
şev şew

 

Tarîxiyen zazakî M-ya îranî di van peyvan de parastiye û kurmancî ew kiriye V. Bo nimûne, kurmancî “nav”, zazakî “name”, farisî, belûçî û pehlewî “nam”, avestayî û sanskrîtî “name-“, inglîzî û almanî “name”, fransî “nom”…

Gava ku di van haletan de di kurmancî de V û di zazakî de W heye, hingê ew ji B/P yên îranî ne: P à B à V/W. Bo nimûne, kurmancî “şev”, zazakî “şew”, farisî “şeb”, pehlewî “şeb, şep”, belûçî “şep”, avestayî “xşep-”, sanskrîtî “ksep-“…

Di soranî û kurdiya başûrî de jî B/P ya îranî wek zazakî bûye W. Lê berevajî zazakî, soranî û kurdiya başûrî jî M-ya navbera vokalan wek kurmancî guherandiye lê nekiriye V lê W (ji ber ku V di soranî û başûrî de hema-hema peyda nabe).

 

Zazakî RD                                                 Kurmancî R

Berevajî kurmancî lê wek piraniya lehceyên din yên kurdî û zimanên din yên îranî, zazakî jî komdengê RD parastiye. Bo nimûne:

zazakî soranî kurmancî
berdene birdin birin
kerdene kirdin kirin
merdene mirdin mirin
pird pird pir[15]
werdene xwardin xwarin

 

Anku di vê meselê de zazakî û soranî wek hev in û ji kurmancî cuda ne. Lê divê tenê ev cudahî mirovî nexapîne: hem ji aliyê dengnasî ve û hem jî ji aliyê rêzimanî ve soranî û zazakî ji soranî û kurmancî yan zazakî û kurmancî jî dûrtir e.

 

Zazakî E                              Kurmancî I

Di hejmareke pir mezin ya peyvan de di zazakî de E lê di kurmancî de I heye.

Em dikarin tabloya xwe ya li ser RD/R bi piranî li vir jî dubare bikin û hin peyvên din jî lê zêde bikin:

zazakî kurmancî
berdene birin
kerdene kirin
merdene mirin
wesar bihar
berz bilind

 

Tarîxiyen zazakî E parastiye û kurmancî ew di van û gelek peyvên din de kiriye I. Soranî û kurdiya başûrî jî di piraniya van peyvan de (lê ne di hemûyan de) E kiriye I lê ji berhevdana zimanên din yên îranî diyar e ku E bûye I, ne berevajî. Bo nimûne, kurmancî “kirin”, soranî “kirdin” lê zazakî “kerdene”, hewramî “kerdey”, farisî “kerden”, pehlewî “kerten”, hexamenişî “ker-“, avestayî “ker-“, sanskrîtî “ker-“…

 

Kurmancî XW                                          Zazakî W

Li şûna komdengê XW yê kurmancî di zazakî de adeten W heye. Bo nimûne:

kurmancî zazakî
xweş weş
xwarin werdene
xwendin, xwandin wendene
xweh, xuşk way

 

Lê hêjayî gotinê ye ku cînavê kurmancî “xwe” di zazakî de jî “xo, xwu” ye anku ev qeyd wî nagire.

Tarîxiyen kurmancî X parastiye û zazakî ew ji berî W xistiye. Herwiha hewramî û belûçî jî X ji vî komdengî avêtiye lê wek din lehceyên kurdî û zimanên din yên îranî yan XW parastiye yan jî W avêtiye.

 

Kurmancî J                         Zazakî C

 

Di peyvên xwemalî / îranî de li cihê J ya kurmancî adeten C heye:

kurmancî zazakî
jin cenî
roj roc[16]
jîn, jiyan ciwayene

 

Hin caran jî li cihê J ya kurmancî di zazakî de Z heye, bo nimûne “jî” (herwiha) ku di zazakî de bi awayê “zî” ye.

Tarîxiyen di zimanên îranî yên kevn de ev deng Ç bû, di kurmancî, soranî û başûrî de bûye J, di zazakî û hewramî de bûye C û di farisî de Z.

 

 

Kurmancî G                        Zazakî V

 

Di hejmareke bisinor ya peyvan de li cihê G ya kurmancî di zazakî de V heye. Bo nimûne:

kurmancî zazakî
gul vilî
gur(g) verg
gotin vatene

 

Di vê mijarê de soranî, kurdiya başûrî, farisî û pehlewî zêdetir nêzîkî kurmancî ne lê dîsa jî tarîxiyen ev deng V yan W bûye. Bo nimûne kurmancî “gur(g)”, soranî, kurdiya başûrî û pehlewî “gurg”, farisî “gorg” lê hewramî “werg”, avestayî “vehrke-“, sanskrîtî “vrkes”, swêdî “varg”, inglîzî û almanî “wolf”…

 

 

Kurmancî H                        Zazakî Ø

 

Di hejmareke ne kêm ya peyvên hevreh de li cihê H ya kurmancî di zazakî de H nîne. Bo nimûne:

kurmancî zazakî
hestî este
hejmar amar
hêstir, hesp estor, istor
havîn amnan (herwiha “hamnan”)

 

Di çend peyvên wiha de tarîxiyen H hebûye û ji (hin devokên) zazakî ketiye, bo nimûne “havîn / amnan”, bi soranî “hawîn”, hewramî û pehlewî “hamîn”, avestayî “ham-“ anku H ji hin devokên zazakî ketiye (belkî di bin tesîra yan li ber modela “amarn” ya ermenî) lê heta di zazakî de jî di hin devokan de wek “hamnan” anku bi H maye.

Lê tarîxiyen bi piranî di van peyvan de H tine bû û ew paşî li kurmancî zêde bûye, bo nimûne kurmancî “hesp”, soranî “esp”, farisî “esb”, hewramî “esp”, pehlewî “esp”, avestayî “espe-“, sanskrîtî “eşve-“…

 

 

Kurmancî H                        Zazakî S

 

Di hejmareke bisinor ya peyvan de li cihê H ya kurmancî di zazakî de S heye. Bo nimûne:

kurmancî zazakî
deh des
bihar wesar

 

Heman S di zazakî de hevberî H ya kurmancî di hejmarên 11 – 19 de jî heye: yewndes (yazdeh, 11), diyes (dazdeh, 12), hiryes (sêzdeh, 13)…

 

Tarîxiyen ev deng S bû, bo nimûne kurmancî, soranî, farisî, pehlewî “de(h)” lê zazakî “des”, avestayî “dese-“, sanskrîtî “dese-“, ermenî “tesn”, rûsî “dêsyati”… Tarîxiyen ew bi xwe jî ji proto-hindûewropî *K bû lê paşî bûye S û taliyê jî di hin zimanên îranî de bûye H anku formên bi H ji yên bi S nûtir in.

 

Lê hejmara peyvên wiha pir kêm e. Li aliyekî din, peyva “sê” (3) bi zazakî “hirê” ye anku li cihê S ya kurmancî H heye anku ev berevajî qeyda “kurmancî H – zazakî S” ye.

 

 

Kurmancî ST-                                           Zazakî EST-, AST-

 

Wek soranî, kurdiya başûrî, hewramî û farisî, zazakî jî komên konsonantî li destpêka peyvê qebûl nake. Loma bo nimûne li cihê ST- yên kurmancî, di zazakî EST- yan AST- heye:

kurmancî zazakî soranî
stêr(k) estare, astare estêre

 

Tarîxiyen kurmancî ev komdeng parastiye lê guherîn di zazakî û ziman û lehceyên din yên îranî yên niha de peyda bûye. Bo nimûne, zazakî “estare, astare”, soranî “estêre” lê kurmancî “stêr(k)”, avestayî “ster-“, pehlewî “starek”, sanskrîtî “star”, inglîzî “star”, almanî “Stern”, latînî “stella”…

 

 

Zazakî A                              Kurmancî Î / Ê

 

Di rehê demên niha û bên yên gelek lêkeran de li cihê Î (carinan Ê) ya kurmancî di zazakî de A heye. Bo nimûne:

kurmancî zazakî
ez di-mîn-im ez man-en-a
ew di-xwîn-e o wan-en-o
ew di-bê-n / di-bêj-in ê va-n-ê

 

Herwiha di hin navdêran de jî li cihê Ê ya kurmancî, di zazakî de A heye. Herwiha berevajî kurmancî, zazakî A ya peyvên erebî nake Ê. Bo nimûne:

kurmancî zazakî
hêk hak
kitêb kitab

 

Kurmancî H                        Zazakî Ş

 

Di çend peyvan de li cihê H ya kurmancî di zazakî de Ş peyda dibe. Bo nimûne:

kurmancî zazakî
guh goş
têhnî, tihnî, tînî, tî teyşan

 

 

 

Kurmancî K                        Zazakî H

Di çend peyvan de li cihê K ya kurmancî di zazakî de Hpeyda dibe. Bo nimûne:

kurmancî zazakî
ker her
kanî henî

Tarîxiyen ev deng X bû lê di kurmancî, soranî û kurdiya başûrî de bûye K û di zazakî hewramî de H. Bo nimûne, kurmancî û soranî “kanî”, kurdiya başûrî “kyenî”, zazakî “henî”, hewramî “hane”, farisî “xan”, pehkewî “xanig”, avestayî “xan-“, sanskrîtî “xan-“.

Kurmancî S                        Zazakî Ş

 

Di çend peyvan de li cihê S ya kurmancî di zazakî de Ş heye. Bo nimûne:

 

kurmancî zazakî
rast raşt

 

________________________________

Têbînî

[1] Nivîsareke me ya li ser her sê cudahiyên dengnasî, teşenasî û peyvî di navbera kurmancî û soranî de di kovara Nûbihar de, di hejmara 132 havîn 2015 de hatiye belavkirin

[2] Nivîsarên me yên li ser dengên kurdî û peydabûn û guherîna wan li ser bloga me Zimannas hatine belavkirin: https://zimannas.wordpress.com/

[3] Peyva ”hevde” (17) yek ji kêm awarteyan/istisnayan e.

[4] ”Dem” (wext, çax, zeman) ya kurmancî di soranî de jî bi forma “dem” heye lê di soranî de bi vê maneyê zêdetir peyva “kat” tê bikaranîn.

[5] Bi maneya ”rêya di ser avê re”, ne bi wateya “gelek, zehf, zor”.

[6] Binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/08/10/denge-h-peydabun-u-guherina-wi/

[7] Herwiha ”gehandin, gehiştin”.

[8] Li gel hin lêkeran forma serdest ”t-” ye, wek ”ez têm / tînim”.

[9] Di soraniya nivîskî de bêbiryariyeke berçav di navbera “de-“ û “e-“ de di vê rewşê de heye. “De-“ forma devokên mukrî û hewlêrî ye, “e-“ forma devokên silêmanî û kerkûkî ye. Herdu jî bi berfirehî di zimanê nivîskî de tên dîtin lê “de-“ serdesttir e.

[10] Bi forma xwe ya çemandî / tewandî ”kê”.

[11] Em haydar in ku di hin devokên kurmancî de jî xaseten li Serhed û Navenda Anatolyayê B ya piştî vokalan ji peyvên ji erebî wergirtî de dibe W yan V: kitêw, kitêv. Lê li vê derê armanca me ew bûye ku em berhevdanekê di navbera kurdiya başûrî û kurmanciya giştî de bikin.

[12] S-ya qelew wek di peyva “sed” de.

[13] Tarîxiyen ”nazanim” wek ”nakim, naxwim, nabêjim”…

[14] Li gor devokan ”awe, awi, awk…” lê ya giring bo me li vir ew e ku W tê de heye.

[15] Bi mebesta ”rêya di ser avê re” (bi inglîzî “bridge”), ne bi wateya “pirr, gelek, zehf” – hevreha vê di zazakî û soranî de jî “pirr” lê maneya wê di van lehceyan de “tijî, mişt, dagirtî” ye.

[16] Koma Xebatê ya Vate, ku li ser zazakî vekolînan dike û formên standard pêşniyaz dike, varyanta “roj” wek forma standard bo zazakî tercîh kiriye. Lê ev ne ji wê ye ku piraniya zazakîaxivan wê bi kar tînin lê ji ber ku ew form zêdetir nêzîkî kurmancî ye û yek ji armancên ragihandî yên Vateyê bijartina formên nêzîkî lehceyên din yên kurdî (bi taybetî kurmancî) ye.

6 thoughts on “CUDAHIYÊN DENGNASÎ DI LEHCEYÊN KURDΠDE

Leave a comment