Husein Muhammed
Di kurdî de komeke cotkonsonantan heye anku du konsonant dikarin li peyv hev di heman kîteyê (hece, bi inglîzî syllable) de peyda bibin, bo nimûne (cotkonsonant hatine qelewkirin): kurd, reng, kerb, text, evd / ebd, blok, standin…”
Hin ji van komkonsonantan dikarin hem di peyvên xwemalî û hem jî di peyvên esil-biyanî de peyda bibin. Hin ji wan tenê di peyvên esil-biyanî de hene, bo nimûne koma BD wek di peyva ”ebd” ya erebî de yan jî KR di ”krîz” ya ji zimanekî ewropî wergirtî de.
Bi tabloya li jêr em ê hewl bidin hemû komên konsonantan yên di kurdî (kurmancî) de mimkin pêşkêş bikin. Paşî em ê ji her komekê ji wan çend nimûneyan bidin. Dû re em ê van koman li ser sê beşan parve bikin: 1) komên konsonantî yên ku di peyvên kurdî-îranî de peyda dibin, 2) komên ku di peyvên îranî de peyda nabin lê di peyvên ji erebî wergirtî de hene û 3) komên ku ne di peyvên esil-îranî de û ne jî di yên esil-erebî de peyda nabin lê yên ku di hin peyvên ji zimanên ewropî wergirtî de li kar in.
Piraniya mezin ya hemû komên konsonantî di kurdî û zimanên din de ji du konsonantan pêk tên. Lê di kurdî û hin zimanên din de jî çend komên 3-konsonantî jî hene ku em ê li jêr wan jî bidin nasîn.
HEMÛ COTKONSONANTÊN DI KURDÎ DE LI KAR
B | C | Ç | D | F | G | H | J | K | L | M | N | P | Q | R | S | Ş | T | V | W | X | Y | Z | |
B | bb | mb | rb | ||||||||||||||||||||
C | nc | rc | |||||||||||||||||||||
Ç | rç | ||||||||||||||||||||||
D | bd | jd | md | nd | rd | vd | wd | yd | zd | ||||||||||||||
F | rf | yf | |||||||||||||||||||||
G | ng | rg | |||||||||||||||||||||
H | |||||||||||||||||||||||
J | |||||||||||||||||||||||
K | çk | sk | şk | ||||||||||||||||||||
L | bl | gl | hl | kl | sl | yl | |||||||||||||||||
M | cm | rm | sm | şm | |||||||||||||||||||
N | cn | hn | jn | rn | yn | ||||||||||||||||||
P | mp | sp | |||||||||||||||||||||
Q | rq | sq | wq | zq | |||||||||||||||||||
R | br | dr | gr | kr | yr | ||||||||||||||||||
S | bs | fs | hs | ks | ns | ps | qs | rs | xs | ys | |||||||||||||
Ş | hş | qş | rş | şt | wş | xş | |||||||||||||||||
T | ft | ht | qt | st | wt | xt | |||||||||||||||||
V | |||||||||||||||||||||||
W | gw | ||||||||||||||||||||||
X | rx | ||||||||||||||||||||||
Y | |||||||||||||||||||||||
Z | fz | mz | rz | vz |
HEMÛ COTKONSONANTÊN KURDÎ BI NIMÛNEYAN
Eger li herdu aliyên komê xetik (-) hatibin danîn, hingê ev kom dikare li destpêka kîteyan û li dawiya kîteyan jî hebe. Bo nimûne: -BR-: Brîtanya (li destpêka kîteyê) û hibr / hubr (li dawiya kîteyê)
Eger xetikek berî komê hatibe danîn (lê piştî wê nehatibe danîn), hingê ev kom tenê dikare li dawiya kîteyê peyda bibe. Bo nimûne: -FT: heft, şkeft.
Eger xetik li pey komê (lê ne li berî wê) hatibe bicihkirin, hingê ev kom dikare tenê li destpêka peyvê peyda bibe. Bo nimûne: KR-: krîz, krîstiyan.
- -BD: ebd (evd)
- -BL-: blok, blanket, blond (li destpêkê), hebl (li dawiyê)
- -BR-: Brîtanya (li destpêkê), hibr / hubr (li dawiyê)
- -BB: rebb (reb)
- -BS: hebs (hefs)
- -CM: hecm, recm (hecim, recim)
- -ÇK: kuçk (kuçik)
- DR-: drama
- -FS: hefs
- -FŞ: kifş, kefş
- -FT: heft, şkeft
- -FZ: hefz, refz (revz)
- GL-: glas, global
- GR-: gram, gramer
- GW-: gwîz, gwîzan (gûz, gûzan)
- -HL: tehl, dehl
- -HL: pehn, pêhn
- -HS: behs
- -HŞ: wehş
- -HT: teht
- -JD: rijd
- -JN: bejn, cejn
- -KL: klasîk, klarînet
- KR-: krêm, krîstal
- -KS-: eks (li dawiyê), ksîlofon, ksîlîtol (li destpêkê)
- -MB: duşemb (duşem)
- -MP: kamp / kemp
- -MZ: remz
- -MD: hemd
- -NC: pênc, kinc, qenc
- -ND: bilind, çend, rind
- -NG: deng, reng, ceng
- -NS: cins
- -NX: zinx
- -PS-: heps (= hefs – li dawiyê), psîkolojî (li destpêkê)
- -QS: reqs (rexs)
- -QŞ: neqş (nexş)
- -QT: weqt (wext)
- -RB: kerb, herb
- -RC: merc, gurc
- -RÇ: hirç, pirç, qurç
- -RD: kurd, merd, derd
- -RF: herf
- -RG: gurg, merg, cerg
- -RM: germ, nerm, çerm
- -RN: curn, gorn
- -RQ: irq, xerq
- -RS: birs (birçîtî), Mars
- -RŞ: ferş, merş, marş
- -RX: berx, çerx, merx
- -RZ: derz, erz
- -SK-: misk (li dawiyê), skelet (li destpêkê)
- -SL-: slavî, Slovakya (li destpêkê), esl, fesl (li dawiyê)
- -SM-: resm (li dawiyê), smartfon (li destpêkê)
- -SP-: hesp, çesp (li dawiyê), spî, spor (li destpêkê)
- -SQ: risq (rizq)
- -ST-: dest, test (li dawiyê), stêr, Stembol (li destpêkê)
- -ŞK-: meşk (li dawiyê), şkeft, şkestin (li destpêkê)
- -ŞM: dirûşm
- -ŞT: heşt, deşt, mişt
- -VD: evd
- -VZ: hevz (hefz)
- -WD: hewd
- -WQ: zewq
- -WS: dews
- -WŞ: rewş, hewş
- -WT: çewt, (bi soranî) hewt, eşkewt (heft, şkeft à FT)
- -WZ: hewz
- -XS: rexs (reqs)
- -XŞ: nexş
- -XT: bext, text, wext
- -YD: eyd
- -YF: heyf, keyf
- -YL: meyl
- -YN: deyn, beyn, eyn
- -YR: seyr, teyr
- -YS: heys (heysûbeys)
- -ZQ: rizq (risq)
Herwiha sê komên 3-konsonantî jî di kurdî de peyda dibin:
- STR-: stran, stratejî
- -YŞT: heyşt (tenê di hin devokan de, wek din ”heşt”)
- -KST: tekst
Cotkonsonant di peyvên esil-îranî de
Li vê derê em ê wan komên 2-konsonantî rêz bikin ku di peyvên kurmancî yên esil-îranî de peyda dibin. Hin lê ne hemû ji van konsonantan herwiha di peyvên kurmancî yên esil-erebî yan esil-ewropî de jî peyda dibin. Lê komên konsonantî yên ku di peyvên esil-îranî de peyda nabin lê di peyvên esil-erebî de yan esil-ewropî de peyda dibin, em ê li jêrtir di beşên wan de rêz bikin.
- -ÇK: kuçk (kuçik)
- -FT: heft, şkeft
- GW-: gwîz, gwîzan (gûz, gûzan)
- -HL: tehl, dehl
- -HL: pehn, pêhn
- -HT: teht
- -JD: rijd
- -JN: bejn, cejn
- -MB: duşemb (duşem)
- -NC: pênc, kinc, qenc
- -ND: bilind, çend, rind
- -NG: deng, reng, ceng
- -RC: merc, gurc
- -RÇ: hirç, pirç, qurç
- -RD: kurd, merd, derd
- -RF: berf
- -RG: gurg, merg, cerg
- -RM: germ, nerm, çerm
- -RN: curn, gorn
- -RS: birs (birçîtî)
- -RX: berx, çerx
- -RZ: derz, erz
- -SK-: bisk (li dawiyê)
- -SP-: hesp, çesp (li dawiyê), spî, spor (li destpêkê)
- -ST-: dest, bîst (li dawiyê), stêr, Stembol (li destpêkê)
- -ŞK-: hişk (li dawiyê), şkeft, şkestin (li destpêkê)
- -ŞM: dirûşm
- -ŞT: heşt, deşt, mişt
- -WT: çewt, (bi soranî) hewt, eşkewt (heft, şkeft à FT)
- -XT: bext, text
Cotkonsonant di peyvên esil-erebî de
Li vê derê em ê wan komên 2-konsonantî rêz bikin ku di peyvên kurmancî yên esil-erebî de peyda dibin. Komên wiha di peyvên kurdî yên esil-îranî de peyda nabin lê hin ji van komên konsonantan herwiha di peyvên kurdî yên esil-ewropî de jî peyda dibin. Lê komên konsonantî yên ku di peyvên esil-îranî û esil-erebî de peyda nabin lê di peyvên esil-ewropî de peyda dibin, em ê li jêrtir di beşa wan de rêz bikin.
Hin lê ne hemû komên konsonantî yên li jor di beşa ”Cotkonsonant di peyvên esil-îranî de” jî rêzkirî di peyvên esil-erebî de jî peyda dibin. Lê li vê derê me tenê wan komên konsonantî rêz kirine ku di peyvên esil-erebî de hene lê di peyvên esil-îranî de peyda nabin.
- -BD: ebd (evd)
- BB-: rebb (reb)
- -BR: hubr, hibr
- -BS: hebs (hefs)
- -CM: hecm, recm (hecim, recim)
- -FŞ: kifş, kefş
-FZ: hefz, refz (revz) - -HS: behs
- -KS: eks
- -MZ: remz
- -MD: hemd
- -NS: cins
- -NX: zinx
- -QS: reqs (rexs)
- -QŞ: neqş (nexş)
- -QT: weqt (wext)
- -RB: kerb, herb
- -RQ: irq, xerq
- -RŞ: ferş, merş, marş
- -SM: resm
- -SQ: risq (rizq)
- -VD: evd (di erebî de BD e lê di kurmancî de bûye VD)
- -VZ: hevz (hefz) (di erebî de FẒ فظ e lê di kurmancî de bûye VZ)
- -WD: hewd
- -WQ: zewq
- -WS: dews
- -WZ: hewz (di erebî de WḌ وض e lê di kurmancî de bûye WZ)
- -SX: rexs (reqs) (di erebî de QṢ قص e lê di kurmancî de bûye XS)
- -ŞX: nexş (di erebî de QŞ e lê di kurmancî de bûye XŞ)
- -YD: eyd
- -YF: heyf, keyf
- – YL: meyl
- -YR: seyr
- -YS: heys (heysûbeys)
- -ZQ: rizq (risq)
Cotkonsonant di peyvên esil-ewropî de
Li vê derê em ê wan komên 2-konsonantî rêz bikin ku di peyvên kurmancî yên esil-ewropî de peyda dibin. Komên wiha di peyvên kurdî yên esil-îranî yan esil-erebî de peyda nabin. Hin lê ne hemû komên konsonantî yên li jor di beşên ”Cotkonsonant di peyvên esil-îranî de” û Cotkonsonant di peyvên esil-erebî de” jî rêzkirî di peyvên esil-ewropî de jî peyda dibin. Lê li vê derê me tenê wan komên konsonantî rêz kirine ku di peyvên esil-ewropî de hene lê di peyvên esil-îranî û esil-erebî de peyda nabin.
- BL-: blok, blanket, blond
- -BR: Brîtanya (li destpêkê)
- DR-: drama
- GL-: glas, global
- GR-: gram, gramer
- KL-: klasîk, klarînet
- KR-: krêm, krîstal
- KS-: ksîlofon, ksîlîtol
- -MP: kamp / kemp
- PS-: psîkolojî (li destpêkê)
- SK-: skelet (li destpêkê)
- SL-: slavî, Slovakya
[…] [9] Bo komên konsonantî di kurdî de, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/12/31/komen-konsonanti-di-kurdi-de/ […]
LikeLike