Dengê M – peydabûn û guherîna wî

Husein Muhammed

m.png

M / m di kurdî û piraniya zimanên din yên latînînivîs de nîşana dengê ”du-lêvî yê bêvilî” (bi inglîzî ”bilabial nasal”) ye. Mebest ji ”dulêvî” ew e ku di gotina vî dengî de herdu lêv dikevin ser hev û vedibin. Mebest ji ”bêvilî” ew e ku di dema gotina vî dengî de hewa di bêvilê (pozê, difinê, kepiyê) re derdikeve. Di ser re, M di kurdî de dengekî bilerz e: di derketina wî de perdeyên dengî di gewriyê de dilerizin, wek – bo nimûne – dengên B, D, G, V, ne wek hevberên wan yên bêlerz anku P, D, K, F.

Ev deng bi alfabeya kurdî-erebî û piraniya zimanên erebînivîs de bi herfa م tê diyarkirin. Di alfabeya kurdî-krîlî de ew wek М (gir) yan м (hûr) dihat nivîsîn. Nîşana vî dengî di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de jî [m] e.

Mirov dikare li vê derê guhdariya vî dengî bike:

https://en.wikipedia.org/wiki/File:Bilabial_nasal.ogg

 

Peydabûna M di peyvên kurdî de

M dikare di kurdî de li destpêk, nav û dawiya peyvê hebe:

  • destpêk: maç, min, mezin, mekin!…
  • nav: Amed, umet, umêd, dûman…
  • dawî: germ, heram, genim…

Li gor lêkolînên me yên berî niha[1], rêjeya herfa M di nivîsên kurmancî 2,3 % e. Di peyvên xwerû yên xwemalî de M li destpêka peyvê mişe û pirr e lê li nav û dawiya peyvê kêm li kar e.

 

M û lêzimên wê

Ji aliyê dengnasî ve M nêzîk û lêzimî van dengan e: N, B/P, W û V/F. Ji aliyê awayê derketina dengî ve M û N destebira ne: di gotina herduyan de deng di poz anku difinê re derdikeve anku ev herdu deng ”bêvilî” (pozî, difinî, kepûyî) ne. Ji aliyê cihê derketina dengî ve, M wek B/P û W ye ji ber ku ew hemû dengên dulêvî ne. M herwiha nêzîkî V/F ye ji ber ku ev deng bi alîkariya lêvekê (lê ne herdu lêvan) tê derxistin.

 

Tesîra lêzimên M li ser guherîna wê

Dengê M di kurdî de di gelek peyvan de bi dengekî lêzimî xwe guheriye. Bo nimûne, di piraniya peyvên xwemalî (îranî, hindûewropî) de, li pey vokalan li nav yan dawiya peyvê, li cihê M ya îraniya kevn yan proto-hindûewropî di kurmancî de bûye V û di soranî de bûye W:

  • kurmancî: nav
  • soranî: naw

(bide ber farisî û zazakî ”nam”, inglîzî ”name”, latînî ”nomen”…)

 

  • kurmancî: gav
  • soranî: (hen)gaw

(bide ber farisî û zazakî ”gam”, avestayî ”gamen-”, inglîzî ”come”…)

 

  • kurmanciya rojhilatî: nivêj
  • soranî: niwêj
  • (bide ber zazakî ”nimac”, farisî ”nemaz”, sanskrîtî ”names”…)[2]

 

Lê li piştî konsonantan M nebûye V/W loma hem di kurmancî û hem jî di soranî de M di peyva ”germ” de maye û nebûye “*gerv / *gerw”. Sebebê ku M bo nimûne di peyvên wek “genim” de jî ew e ku di merheleya guherîna M bi V/W de, li pey M di peyva “genim” û di hin peyvên din de hê D yan T hebû, bidin ber farisî farisî “gendom”, pehlewî û pazendî “gentum” û forma ketî erebî “cendum”.

Hin caran jî M bi taybetî li destpêka peyvê bûye B. Bo nimûne, peyva erebî “mismar” di kurdî de bûye “bizmar”. Peyva “misilman” di hin devokên kurmancî de bûye “bisilman, bisirman”. Li aliyekî din, hevreha peyva farisî ”bûsê, bûsîden” (maç, maç kirin) di kurmancî de ”ra-mûs-an” e anku di kurdî de M û di farisî de B di vê peyvê de heye.

______________________________

Têbînî

[1] Husein Muhammed: Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/04/rejeya-herfan-di-nivisen-kurmanci-de

[2] M di peyva kurmanciya navendî û rojavayî ”nimêj” de maye   – ihtimalen di bin tesîra farisî, zazakî yan tirkî de M hatiye parastin yan jî hatiye vegerandin. Sebebê ku M di peyva “ziman” û hin peyvên din de nebûye V ew e ku tarîxiyen di wê de ne M lê B yan V hebû û paşî B-ya wê bûye M, bidin ber farisî “ziban”, pehlewî “uzvan”, sanskrîtî “cihve-“…

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s