Vekin û bixwînin
Husein Muhammed
Di dengnasiya kurdî de H / h nîşana dengê ”qirrikî-xişok-nevizok-bêlerz” e. Mebest ji ”qirrikî” ew e ku cihê peydabûna vî dengî di devî de li ber qirrikê yan hefikê, gewriyê ye. Xişînek di dema derketina wê de tê bihîstin loma jê re ”xişok” tê gotin. H dengekî ”bêlerz” e anku di dema derketina wê de perdeyên dengî di gewriyê de nalerizin. Di hin zimanan de forma wê ya bilerz jî heye.
Mebesta me li vê derê tenê herfa H ya wek di peyvên “heval, hêja, hûn” de ye (bi alfabeya erebî هـ), ne H-ya wek di navên “Hesen, Hisên” yan di peyvên “heft, helal, heram” de (bi alfabeya erebî ح) Em di nivîseke din de behsa van herdu dengên cuda yên bi heman herfa H dikin.[1]
Bi alfabeya kurdî-erebî û bi zimanên din jî yên erebînivîs ev deng bi herfa هـ tê nivîsîn. Di alfabeya kurdî-krîlî de ew bi herfa Һ (gir) û һ (hûr) dihat diyarkirin. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de jî nîşana vî dengî herfa [h] ye.
Vekin û bixwînin
Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:
https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voicelesşglottal_fricative.ogg
Peydabûna H di peyvan de
Di kurdî de herfa H dikare niha li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe
- destpêk: har, heval, hêlîn, hinar, hogir, huner, hûn…
- nav: bihar, cahil, Dihok, guhar…
- dawî: deh, reh, rekeh, meh…
Li gor lêkolînên me[2], rêjeya herfa H di nivîsên kurmancî de 2,3 % e. Teqrîben nîv ji herfên din ji wê zêdetir û nîv jî jê kêmtir peyda dibin. Ev lêkolîn herdu dengên H (H-ya wek “heval” û H-ya wek “Hesen”) ji hev cuda nake. Lê ji ber ku H-ya wek Hesen pir kêm peyda dibe (xaseten di devokên kurmanciya rojhilatî de), cudakirin jî dê rêjeya H-ya wek “heval” ji 2,0 % kêmtir neke.
Berevajî kurmancî, di soranî de dengê H li dawiya peyvê peyda nabe:
- kurmancî “deh,ceh, meh, şah” lê soranî “de, co, mang, şa”
Peydabûna dîrokî ya H
Dengê H di hemû lehceyên kurdî de peyda dibe. Ew herwiha di hemû zimanên cîranî kurdî (aramî, azerî, erebî, ermenî, farisî, tirkî) de jî heye. Dengê H herwiha di piraniya – eger ne hemû zimanên ewropî de jî li kar e lê di gelek zimanên romî (bo nimûne fransî, spanî û portugalî de) bi piranî mit anku bêdeng e (tê nivîsîn lê nayê gotin). Ew herwiha di zimanên îranî yên kevn (avestayî û hexamenişî) û yên navîn (pehlewî, partî) de jî hebû. Heman deng dîsa di maka zimanê kurdî û zimanên din yên hindûewropî de jî anku di proto-hindûewropî de jî hebû.
Lê dengê H yê niha di kurdî de bi piranî ji hin serekaniyên ji H-ya proto-hindûewropî cuda ye. Çend sebebên giring ji vê re heye ku em ê li jêr rêz bikin.
H-ya proto-hindûewropî ji piraniya zimanên paşhatiyên wê ket. Bo nimûne:
proto-hindûewropî | *h₂stḗr | *h₁es- | *éǵh₂ |
avestayî | ster | esti- | ez- |
yûnaniya kevn | ἀστήρ (astêr) | ἐστί | ἐγώ (êgó) |
sanskrîtî | tare | esti | ehem |
inglîziya kevn | steorra | is | ih, ic |
latînî | stella | est | ego |
pehlewî | star | est | ez |
farisî | sitare | est | –[3] |
kurmancî | stêr[4] | e[5] | ez |
Anku H-ya proto-hindûewropî winda bûye lê dîsa jî, wek ku me li jor got, H di zimanên îranî û piraniya zimanên din jî yên hindûewropî de li kar e. Sebebê vê ew e ku H dîsa peyda bûye, vê carê ji hin dengên din.
Dengê H di îraniya kevn de ji encama guherîna dengê S yê proto-hindûewropî yê berî vokalan bi H di van zimanan de bûye. Bo nimûne, di navê hejmara ”7” de di zimanên îranî de dengê H heye:
- kurmancî, farisî, pehlewî, parsî, tacikî: heft
- avestayî: hepte-
- soranî û zazakî: hewt
Lê gava ku em li navê heman hejmarê bi zimanên hindûewropî yên ne-îranî binêrin, em ê bibînin ku ew ne bi H lê bi S ye:
- sanskrîtî: septen
- latînî: septem
- fransî: sept
- inglîzî: seven
- polonî: siedem
- rûsî: semi
Ji bilî zimanên îranî, herwiha S-ya proto-hindûewropî ji zimanên yûnanî û ermenî jî ketiye yan bi H guheriye. Navê heman peyva ”7” bi wan zimanan jî:
- yûnanî: hêpta
- ermeniya kevn: êawt’n, ermeniya nû: yot’
Bi heman awayî, di kurdî û zimanên din yên îranî de di gelek peyvên din de jî H li cihê S ya peyvên zimanên din yên proto-hindûewropî ye. Bo nimûne, van peyvên kurdî û inglîzî bidin ber hev:[6]
- kurdî ”heman, hem, hev”, inglîzî ”same”
- kurdî ”havîn”, inglîzî ”summer”
Lê di zimanên îranî de jî S ya proto-hindûewropî nebûye H eger S berî kononantan be:
– stêr
Herçi S-ya kurdî (yan îranî) ya berî vokalan e, ew îcar ji ḱ-ya proto-hindûewropî ye:[7]
- ser ji proto-hindûewropî *ḱér
- spî ji proto-hindûewropî *ḱweyt-
- sed ji proto-hindûewroî *ḱm̥tóm
Çavkaniyeke din ya dengê H ya kurdî dengê D yê navbera vokalan e. Ew deng di farisî de wek D hatiye parastin lê di kurdî de yan bi yekcarî ketiye yan jî bûye H yan Y:
- farisî: badam (à tirkî badem)
- kurmancî: bahîv, behîv, be’îv
- zazakî: vam
- kurmancî ”guhan” ji îraniya kevn ”gew-dane” (cihê berhemên mangayan)
- farisî ”zaden”, kurmancî ”zan, zayîn”[8]
Lê H-ya destpêkê di peyvên kurdî (xaseten kurmancî) de bi piranî bi mebesta rêgirtina li ber vokalan li destpêka peyvan peyda bûye. Ew bi piranî di zimanên din yên îranî de û heta di zaravayên din yên kurdî de jî (xaseten di zazakî de) nîne lê li kurmancî (û gelek caran li soranî jî) zêde bûye:[9]
- avestayî, pehlewî, farisî, soranî ”esp-” yan ”esb” (bê H) lê kurmancî ”hesp” (bi H)
- avestayî ”mer-a”, zazakî ”amar”, pehlewî ”şumar”, farisî ”şomar”, soranî ”jimare” (hemû bê H) lê kurmancî ”hejmar, hijmar” (bi H)
- sanskrîtî ”ustre-”, hexamenişî ”uşsre-”, farisî ”şotor” (bê H) lê kurmancî ”hêştir” û soranî ”hoştir” (bi H)
- latînî ”aes”, sanskrîtî ”eyes”, avestayî ”eyeh-”, pehlewî ”asîn”, farisî ”ahen”, soranî û kurmanciya rojhilatî ”asin” (hemû bê H li destpêkê) lê kurmanciya navendî ”hesin” (bi H li destpêkê)
- hîtîtî ”ishahru”, ermenî ”artosr”, latviyayî ”asara”, lîtwanî ”ašar”, sanskrîtî ”eşru”, avestayî ”esir-”, pehlewî ”esr”, farisî ”ers” (hemû bê H li destpêkê) lê kurmancî ”hêsir, hêstir, hêsr” (bi H li destpêkê) anku ”rondik, ava ji çavan tê gava ku mirov digirî”.
- hin devokên kurmancî ”histo, histrî, histêrk…”, bi kurmanciya giştî ”sto, strî, stêr” ku di ziman û zaravayên din jî yên îranî de H tê de nîne.
Herwih H bi berfirehî cihê X ya farisî û hin zimanên din yên îranî digire:
- kurmancî ”hişk, hirç, tehl, suhr/sor”, farisî ”xoşk, xers, telx, sorx”
Lê tevî ku kurmancî H li destpêka gelek peyvan zêde kiriye, wê S ya ji ḱ-ya proto-hindûewropî, ku di zimanên îranî de bûbû S, êdî neguherandiye û wek S hiştiye. Berevajî kurdî, farisî S-ya îranî ya ji ḱ-ya proto-hindûewropî jî, li pey vokalan kiriye H:
- kurmancî ”masî”, farisî ”mahî”
- kurmancî ”asin, hesin”, farisî ”ahen”
Carinan kurmancî jî di vî warî de wek farisî kiriye:
- kurmancî û farisî ”deh” lê zazakî ”des”
- kurmancî ”bihar” û farisî ”behar” lê zazakî ”wesar”
Farisî herwiha carinan V/F dike H lê kurmancî wan diparêze:
- farisî ”kolah, kohî” lê kurmancî ”kulav, kovî” (bidin ber pehlewî ”kulafek” û partî ”kof”)
Çavkaniya H-ya kurmancî dikare herwiha W jî be:
- avestayî ”yewe-”, hewramî ”yewe”, zazakî ”cew”, pehlewî ”cew”, farisî ”cow”, soranî ”co” lê kurmancî ”ceh”
Dengê H di kurmancî de herwiha ketiye cihê Ş jî – xaseten berî dengê N yan M:
- farisî ”têşnê”, zazakî ”teyşan” lê kurmancî ”têhnî, tihnî” (à tênî, tînî, tî)
- avestayî ”çeşmen”, pehlewî ”çeşme”, farisî ”çeşm”, kurmancî ”çehv” (à çav)
- farisî ”rîş”, kurmancî ”rih, rî” (mûyên bi rûyê mêran ve)
- farisî ”rîşê”, kurmancî ”reh, rih” (bingehên dar û gul û giyayan)
Dengê H adeten di kurmancî de ji soranî berbelavtir e lê carinan jî hin peyvên soranî bi H ne lê yên kurmancî bi dengekî din in:
- soranî ”hewr, herzan, hewar”, kurmancî ”ewr, erzan, war”
Guherîna H bi dengên din
Tarîxiyen H di kurmancî dengekî biserketî bûye û zêdetir ketiye cihê hin dengên din û cihê xwe nedaye dengên din. Lê hem di kurmancî de û hem jî xaseten di soranî de H gelek caran êdî rê dide dengên din.
Li cihê H-ya kurmancî, di soranî de bi berfirehî W cih digire:
- kurmancî ”hişk, hirç, ceh, hinda/winda”, soranî ”wişk, wirç, win”
Herwiha komdengê ”eh” yê kurmancî, di soranî de adeten bûye ”a”:
- kurmancî ”tehl, pehn”, soranî û herwiha carinan kurmancî jî ”tal, pan”
Komdengên ”êh” dikare H-ya xwe biavêje:
- mêhvan, mihman à mêvan (bidin ber farisî ”mihman”, pehlewî ”mêhman”)
- bêhn, bihn à bên, bîn
Komdengê ”ih” bi berfirehî dibe ”î”
- cih à cî
- mih à mî
- bih à bî
- rih à rî
Me li jortir got ku farisî carinan V/F dike H lê kurmancî wan diparêze. Li aliyekî din, kurmancî carinan H dike V:
- – kurmancî ”şirove” ji erebî ”şurûḧ” (شروح)
CIH –>
AWA |
du-lêvî | lêvî-didanî | pidûyî | paş-pidûyî | ban-devî | paşdevî | ser-gewrî | zima-nokî | qirrikî |
BÊVILÎ | m | n | |||||||
SEKNÎ – bêlerz – bilerz |
p b |
t d |
k g |
q |
ʔ |
||||
XIŞOKÊN VIZOK – bêlerz – bilerz |
s z |
ş j |
x | ||||||
XIŞOKÊN NEVIZOK – bêlerz – bilerz |
f v |
ç c |
ḧ | h | |||||
JENOK | r | ||||||||
TENGAV | w | l | y |
© Husein Muhammed 2014 – 2015
[1] https://zimannas.wordpress.com/2015/08/10/cotdengen-h-di-kurdi/
[2] Husein Muhammed: Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/04/rejeya-herfan-di-nivisen-kurmanci-de/
[3] Di farisiya niha de nemaye û ”min” cihê wê girtiye. Bi heman awayî ji soranî û kurdiya başûrî jî winda bûye. Di zazakî de jî, wek di kurmancî, de bi forma ”ez” e.
[4] Bi soranî ”estêre”, bi zazakî ”astare”, bi kurdiya başûrî ”esare, hesare”. Forma hin devokên kurmancî ”histêrk” û forma ”hesare” ya hin devokên kurdiya başûrî ne ku forma eslî ya proto-hindûewropî ya bi H diparêze lê ”hi-” paşî li vê forma devokî zêde bûye. Li jêrtir em behsa zêdebûna H-yê li peyvên kurdî dikin.
[5] Wek di gotina ”ew kurd e” de, hevreha kurdiya başûrî “es”, zazakî ”esto”.
[6] Bo zêdetir agahiyan li ser etîmolojiya van peyvan û hevrehiya wan, li Wîkîferhengê binêrin: https://ku.wiktionary.org
[7] Bo etîmolojiya van peyvan, li Wîkîferhengê binêrin: https://ku.wiktionary.org
[8] Binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/guhan
[9] Bo etîmolojiya van peyvan jî hûn dikarin li Wîkîferhengê binêrin: https://ku.wiktionary.org
[…] [6] Binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/08/10/denge-h-peydabun-u-guherina-wi/ […]
LikeLike