Kengî ”u” dibe ”i”, kengî nabe?

Husein Muhammed

studentu_logo_u     63r6O28e

Di kurmancî de diyarde û fenomeneke gelek berbelav e ku dengê ”u” û yê ”i” dikarin bi hev biguherin. Bo nimûne:

–          bihar, buhar

–          cuda, cida

–          dinya, dunya

–          Mihemed, Muhemed

–          niha, nuha

–          ruh, rih

Gelo ti sinorek ji vê veguhastinê re heye? Gelo ”u” herdem dikare bibe ”i” û her carê ”i” dişê bibe ”u”? Heke herdem nikare, gelo kengî dikare û kengî nikare?

Em dikarin ji pirsa herî hêsan dest pê bikin: Gelo hergav ”i” dişê bibe ”u” anku hertim ”i” dikare bibe ”u”? Bersiva vê pirsê bêguman e: ”i” nikare herdem bibe ”u”. Di kurmancî de peyvên wek ”kirin, gotin, dil, min” û bi hezaran peyvên din hene ku mirov nikare li cihê i-ya wan u-yê bi kar bîne: *kurun, gotun, dul, mun…”

Bi gotineke din, ”i” bi giştî nabe ”u”.

Madem ku ”i” bi giştî nabe ”u”, gelo ”u” bi giştî dibe ”i”?

”U” bi piranî dibe ”i”. Em dizanin ku peyva bi maneya ”cîhan, gerdûn” di zimanê erebî de ”dunya” ye û navê pêxemberê îslamê jî bi erebî Muḥemmed e û herwiha ”can, giyan, derûn, jiyan” jî di erebî de ”ruḥ” e. Lê di kurdî de ew bûne ”dinya, Miḥemed, riḥ[1]”. Gelo ma ti sinor bo vê guherîna ”u” bi ”i” nîne?

Bi rastî jî bi awirên lezgîn wisa dixuye ku ti sinor nîne anku herdem ”u” dikare bibe ”i”:

–          buhar/bihar

–          cuda/cida/ciya/cihê

–          çu/çi (hîç)

–          dukan/dikan

–          furset/firset

–          hundir/hindir

–          mumkin/mimkin

–          nuha/niha

–          ruḥ/riḥ

–          sultan/siltan

–          şukir/şikir

–          tucar/ticar /bazirgan)

–          wucûd/wicûd

–          zuha/ziha/ziwa

Ev tenê çend nimûne ne. Lê ew diyar dikin ku li pey evqas herfan û berî hinde herfan ”u” dibe ”i”. Anku em li pirsa xwe vegerin: gelo ti sinorek bo guherîna ”u” bi ”i” heye? Yan jî ew ”u” bi rastî herdem dikare bibe ”i”?

Bersiva pirsê neyînî ye: ”u” herdem nabe ”i”.

Rast e ku hin caran forma bi ”u” ji forma bi ”i” berbelavtir e û zêdetir tê bikaranîn. Bo nimûne, cînavê duyem yê yekhejmar di kurmanciya nivîskî de û di devê piraniya kurmancan de ”tu” ye, ne ”ti”. Hejmara ”2” li nik piraniya kurmancan ”du” ye, ne ”di”. Piraniya kurmancan navê roja berî îro wek dibêjin ”duh” yan ”duhî” dibêjin, ne wek ”dih” yan ”dihî”.

Lê dîsa jî ji van peyvan formên wek ”ti[2], di[3], dih/dihî[4]” jî hene. Anku mirov nikare bibêje ku di wan peyvan de ”u” nikare bibe ”i”. Tenê mirov dikare bibêje ku di wan peyvan de forma serdest peyvên bi ”u” ne, ne yên bi ”i”.

Tevî vê jî, ”u” herdem nabe ”i”. Bo nimûne, peyvên ”guh, kurr, qumar, xunav, ẍurbet[5]” nabin ”gih, kirr, qimar, xinav, ẍirbet”.

Madem ku ”u” herdem nabe ”i”, gelo ti qeyd û bendên giştî hene ku bo me diyar bikin ka kengî ”u” dibe ”i” û kengî jî nabe? Yan jî gelo guherîn yan neguherîna ”u” bi ”i” tenê tesedifî ye?

Di rastiyê de, ev nimûneyên me ”guh, kurr, qumar, xunav, ẍurbet” ne bi tesedifî her yek bi herfeke cuda dest pê dike. Di kurmancî de tam ew deng in – anku G, K, Q, X û Ẍ in – ku li pey wan ”u” nabe ”i”. Bo selmandina vê rastiyê, kerem bikin li çend nimûneyên din jî binêrin ku tê de guherîna ”u” bi ”i” ne mimkin e:

–          G: gul, guhan, gund, gur(g), gurz…

–          K: kul, kum, kund, kuş, kulav, kurt, kuştin…

–          Q: qut, qumaş, qudret, qul, qumrî, qumçe/qupçe, qupik…

–          X: xurt, xulam, xurandin, xuya, xulk

–          Ẍ: ẍulam, ẍurbet…[6]

Wek ku diyar e, di van nimûneyan de ”u” nabe bibe ”i”. Bo nimûne, mirov nikare li cihê peyva ”gund” bibêje ”gind” yan li şûna peyva ”kul” bibêje ”kil”. Erê peyva ”kil” jî di kurdî de heye lê ew bi maneyeke din e, ew ne awayê alternatîv yê gotina peyva ”kul” e.

Gelo ev rêbaz bêawarte ye?

Piraniya xwandevanan belkî qîma xwe bi van nimûneyên me dayî bînin. Lê hin xwandevanên hişyar û bisexbêr dibe ku hin ji van pirsan bikin:

“Madem ku “ku-“ nabe “ki-“, çima “kurm” di hin devokan de “kirm” e, “kurmanc” di hin devokan de “kirmanc” e? Yan bo çi “kuştin” bi zazakî “kişten” e? Herwiha hin kes belkî bipirsin: madem ku “gu-“ nabe “gi-“, gelo çima “gundor, gurovir, ba(n)gurdan” yên hin devokan di hin devokê din de bi awayê “gindor, gilovir, ba(n)girdan” in? Çima di wan de “gu-“ dibe “gi-“.

Ev pirs rast in: guherîna “gu-“ bi “gi-“ yan “ku-“ bi “ki-“ bi rastî jî di van peyvan de peyda dibe. Lê dîsa jî ew ne wek “u”-yê bi “i”yê li cihên din e. Guherîna “ku-“ bi “ki-“ yan “gu-“ bi “gi-“ tenê di navbera devokan re peyda dibe. Bi gotineke din, di heman devokê de “kirm” û “kurm” yan “gundor” û ”gindor” ne alternatîv in: yan ”kirm” heye û “kurm” nine yan jî “kurm” heye û “kirm” nine. Bi heman awayî ”kuştin” ya kurmancî di zazakî de ”kişten” e. Lê di kurmancî bi xwe de mirov li ti derê nabêje “kiştin”.

Lê guherîna “u” bi “i” li gel dengên din di heman devokê de jî peyda dibe. Bo nimûne, di heman devokê de mirov dikare bibêje “dikan” yan “dukan”, ”ruḥ” yan ”riḥ” yan jî bihar” yan ”buhar”.

Sebebê guherînê yan neguherînê çi ye?

Sebebê guherîna ”u” bi ”i” kurtkirin û ”aborîkirin”a peyvan û zimanî ye. ”U” kurt be jî, ”i” hê jî jê kurttir e, zûtir tê gotin. Loma mirov di derxistina wê de zêde enerjiyê xerc nake. Helbet ne tenê ”u” dibe ”i” lê meyleke kurmancî heye ku gelek vokalên din jî dike ”i”. Ev kurtkirin anku guherandina vokaleke din bi ”i” bi taybetî di kîteya yekem de peyda dibe gava ku di kîteya duyem de vokaleke dirêj hebe. Nimûne:

–          kurmancî: ”nimêj/nivêj”, farisî ”nemaz”, sanskrîtî ”nemes”, yûnaniya kevn ”nêmo-”

– anku ”e/ê” di kurmancî de bûye ”i” ya kurt

Lê hebûna kîteyeke din ya bi vokaleke dirêj jî ne şert e. Nimûne:

–          kurmancî: ”mirin”, zazakî ”merden”, farisî ”murden”, inglîzî ”murder[7]”, latînî ”morī”

– anku dîsa di kurmancî de ”e/u/o” bûye ”i”.

Sebebê neguherîna ”u” ya li dûv G, K, Q, X û Ẍ ew e ku di rastiyê de U ya li pey wan ji ”-wi-” pêk hatiye. Ew tarîxiyen ne vokalek e lê konsonantek û vokalek yan jî dîftongek anku dudengek e. W nîv-vokal e loma ew carinan bi rola vokalê jî radibe. Bo nimûne, di peyvên wek ”xwarin, xwe, xwê, xwişk, xwîn” de di rastiyê de W vokal e. Bi gotineke din, li gor dengnasiyê ew peyv wiha dikarin bên nivîsîn: ”xuarin, xue, xuê, xuişk, xuîn”. Lê daku du vokal nekevin pey hev, U wek W hatiye nivîsîn.

Bi gotineke din, ji aliyê dengnasî ve ”gul, kum, qut, xulk, ẍurbet” dikarin wek ”gwil, kwim, qwit, xwilk, ẍwirbet” bên diyarkirin. Ji ber ku ji xwe di wan de ”i” heye, W-ya wan nabe W.

Lê madem ku wisa ye, gelo çima di hin devokan de ”ku-, gu-” di hin peyvan de dibin bûne ”ki-, gi-”? Anku çawa mimkin e ku ”kurmanc” bûye ”kirmanc” yan di zazakî de ”kuştin” veguheriye ”kişten”?

Sebebê vê diyardeyê ne kurtbûna vokalê lê sivikbûna koma konsonantan e. Zazakî bi taybetî bi wê naskirî ye ku du yan zêdetir konsonantan li destpêka peyvê qebûl nake. Loma bo nimûne ”xweş” di zazakî de bûye ”weş” û ”xwarin” bûye ”werden”. Lê di koma KW de (wek ”kwiştin” anku ”kuştin” de) ne K lê W hatiye avêtin.

Di hin devokên kurmancî de jî XW hatiye sivikkirin û tenê X maye: xwarin à xarin. Heman diyarde di farisî de jî peyda bûye: niha jî di farisî de mirov dinivîse ”xvarden/xwarden” lê wek ”xarden” dibêje. Bi eynî awayî di hin devokên kurmancî kom-konsonantên KW sivik bûne û tenê K jê maye: loma ”kwirmanc” (anku ”kurmanc”) à ”kirmanc”.

Gelo ”i” qet nabe ”u”?

Me li jor diyar kiriye ku ”i” herdem nikare bibe ”u” û ”i” jî herdem nikare bibe ”i”. Lê me gotiye ku ”u” piranî caran dibe ”i” lê tenê li pey G/K/Q/X/Ẍ bi piranî nabe nabe ”i”.

Heta vê derê diyar bûye ku ”u” ye ya ku bi piranî dibe ”i”, ne ku ”i” dibe ”u”.

Lê dîsa jî, gelo ”i” qet ti caran nabe ”u”?

Ji ber ku eslê peyvên wek ”dinya, Miḥemed, riḥ” û gelek peyvên din di erebî de bi ”u” ye û di kurdî de bûye ”i”, gelek kes wisa texmîn dikin ku awayên orijînal yên peyvên wek ”bihar, niha, hindir” jî di rastiyê de ”buhar, nuha, hundir, wusa” e. Ew heta doza nivîsîna van peyvan bi vî awayê bi qenaeta wan orijînal jî dikin.

Lê di rastiyê de di ”orijînal”ên peyvên wek ”bihar, niha, hindir” de ti U nîne. Heke em li reh û rîşên van peyvan binêrin, em ê bibînin ku ew ji U-yê bêpar û mehrûm in – heke mirov wisa bixwaze li meseleyê binêre. Bo nimûne:

–          soranî: behar, farisî: behar, hewramî: wehar, zazakî: wesar, pehlewî: vehar, avestayî: vehere-

Ji van nimûneyan diyar dibe ku U di eslê peyvê de nebûye. ”E” hebûye ku adeten di kurmancî de dibe ”i”, wek:

–          kurmancî: kirin, zazakî: kerden, hewramî: kerday, farisî: kerden, avestayî: ker-, sanskrîtî: ker-

Anku çawa ku ”e” di peyva ”kirin” de di kurmancî de bûye ”i”, wisa di peyva ”bihar” de jî ji ”e” bûye ”i”. Ti ecêbî tê de nîne. Nimûneyên bi vî rengî mişe û pirr in, wek ”birin, mirin” û gelekên din.

Meseleya peyva ”hindir(û)” jî eynî ye. Nimûne:

–          farisî: enderûn, sanskrîtî: entere-, yûnaniya kevn: enderon, latînî: enter, inter, intra,

Dîsa jî bi asayî ”e” di kurmancî de bûye ”i”, wek çawa ku ”i” di peyvên wek ”birin, kirin, mirin” de ji ”e” peyda bûye.

Ne orijînal be jî, dîsa jî U di van peyvan de di devê hin kurdan de heye û nayê inkarkirin. Anku ”i” jî carinan dikare bibe ”u”.

Lê gelo ”i” kengî dikare bibe ”u”?

Wek ku ji nimûneyên me dayî (buhar, hundir, nuha) jî diyar dibe, ”i” dikare li pêş yan paş H-yê bibe ”u”.[8]

–          buhar (”i” berî H bûye ”u”)

–          hundir (”i” piştî H bûye ”u”)

–          wusa (”i” piştî H bûye ”u”)

Husein Muhammed


[1] ”ḥ” li vê derê wek nîşana dengê H di peyvên ”heft, Hesen, Hisên” de hatiye bikaranîn.

[2] Bi maneya ”you” ya inglîzî, ”sen” ya tirkî, ”ente/entî” ya erebî û ”to” ya farisî.

[3] Bi mebesta hejmara ”2”.

[4] Bi wateya ”roja berî îro”.

[5] ”ẍ” li vê derê bo diyarkirina dengê ”xeyn”ê hatiye bikaranîn ku carinan wek ”ğ” jî tê nivîsîn. Di alfabeya erebî de ew غ, di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de wek ɣ û di gelek transkrîsiyonên zimanên ewropî de de jî wek ”gh” tê nivîsîn.

[6] Dengên bi dengên ”ẍu-” di kurdî de pirr kêm in loma zêdetir nimûne liv ê derê nehatine dan û peyda jî nabin. Lê dîsa jî çend nimûneyên heyî dipeyitînin ku guherîna ”ẍu-” bi ”ẍi-” ne mimkin e.

[7] Maneya peyvê bi inglîzî ne ”mirin” e, lê ”kuştin, qetil kirin” e lê bi eslê xwe eynî peyv e.

[8] Carinan mirov li cihê peyvên wek ”wisa, wilo, winda” jî formên wek ”wusa, wulo, wunda” dibîne. Lê ev ne guherîna dengnasî ye, tenê ji kêmasiyên nivîsînê tên: heke bi rastî dengê ”wu-” di wan de hebûya, ew dê gelek ji awayê rast yê wan peyvan dirêjtir bihatina gotin. Lê di pratîkê de mirov wan ewqas dirêj nake.

——————————————————–
Husein Muhammed  – husein.muhammed@gmail.com

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s