Dengê Y – peydabûn, guherîn û ketina wî

Yale_Y

Husein Muhammed

Deng û nivîsîna wî

Herfa ”Y, y” di kurdî de nîşana dengekî nîv-vokal e. Cihê derxistina wî dengî ”bandevî” ye anku ziman li banê req yê devî tê dan. Awayê dengî ”tengav” e anku rêya derketina dengî tê tengkirin lê bi temamî nayê girtin. Ev deng nîv-vokal e ji ber ku buhirka dengî bi temamî nayê girtin. Lê ew ne vokaleke temam e jî ji ber ku nikare wek navika kîteyê be anku bêyî ti vokalên din kîteyeke serbixwe pêk bîne.
Di alfabeya kurdî-erebî de ew wek ي tê nivîsîn. Di kurdî û farisî de li dawiya peyvê ew bênuqte ye (ی), di erebî de li dawiyê jî binuqte ye (ي). Ev heman herf di alfabeya erebî û kurdî-erebî de li nav û dawiya peyvê dikare nîşana dengê ”î” jî be. Di alfabeya kurdî-krîlî de ev deng bi herfên Й (gir) û й (hûr) dihat nivîsîn.

Di inglîzî de jî ev deng wek kurdî bi piranî bi Y tê nivîsîn. Lê di piraniya zimanên navend, rojhilat û bakurê Ewropayê de ev deng bi herfa J tê nivîsîn. Bo nimûne, almanî û swêdî ”ja” (erê, belê) wek ”ya” tê gotin. Di bin tesîra van zimanan de, bi alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) jî ev deng bi herfa [j] tê nivîsîn.

Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî: http://en.wikipedia.org/wiki/File:Palatal_approximant.ogg

Peydabûn
Di kurdî de Y bi taybetî li nava peyvê peyda dibe:
– ayet, beyar, ciyawaz, çiya, diyar, eyar, fiyet, giya, heye, jiyan, kayî, mayî, niyan, payiz, riwayet, siyaset, şeytan, tiyatro, viyan, wilayet, xiyar, ziyan…

Li destpêka hin peyvan jî ev deng heye:
– ya (ya ku, ya min/te…), yad, yan, yanî/ye’nî, Yaqûb/Ye’qûb, yar, yarî, yasa, yazde(h)…
– ye (”ew mamosta ye”), Yehya, yek, yezdan…
– yê (yê ku, yê min/te…), yên (yê ku, yê min/te…)
– yomî/yomî
– yûnanî, Yûnif, Yûsif…
Lê bi rastî jî li destpêka peyvê peydabûna Y bisinor û kêm e. Gelek ji peyvên Y li destpêkê bi eslê xwe biyanî ne:

“yanî/ye’nî, Yûnis, Yûsif, yomî/yomiye” ji erebî ne, “yad” vê dawiyê bi rêya soranî ji farisî hatiye wergirtin, “yasa” ji tirkî ye. “Yezdan” di nav xelkê de peyda nabe, “yar” tenê helbestî ye û ne dûr e ku mirov bibêje neqilkirineke ji farisî ye. “Yarî” (lîstik) tenê di kurmanciya rojhilatî de peyda dibe, di kurmanciya navîn û rojavayî de nîne…
Li dawiya peyvê Y yekcar kêm peyda dibe:
– ay, çay, ey, hay, hey, mey, ney, pey, ray, way, wey…
Piraniya van nimûneyan peyvikên gazîkirinê ne: “ay, ey, hey, way, wey”. “Mey, ney” berçav e ku vê dawiyê ji farisî hatine wergirtin, bi taybetî jî “mey” di nav xelkê de peyda nabe. “Ray” ji “re’î” ya erebî ye. Zêde-zêde “çay, hay, pey” dimînin. “Pey” di gelek devokan de (di kurmanciya rojhilatî de) peyda nabe. “Çay, hay” jî di gelek devokan de bi awayê ”ça, ha” tên gotin. Di ser re, ”çay” helbet peyveke esil-biyanî ye jî.

Y wek herfa kelijandinê
Herfa Y gelek caran dikeve navbera du vokalan daku rê li ber kombûna vokalan bigire. Heke peyva xwerû yan jî rehê lêkerê bi vokalekê bi dawî bê û paşpirtik jî vokalek be yan jî bi vokalekê dest pê bike, hingê di zimanê nivîskî de Y tê navbera wan:
– rojname + a min  rojname-y-a min (bide ber: mal + a min  mal-a min)
– (ew) çû + e  (ew) çû-y-e (bide ber: (ez) çûm + e  (ez) çûm-e)
Di zimanê devkî de Y herdem di peyvên wisa peyda nabe. Bo nimûne, mirov dibêje ”rojnama / rojnamea min” yan ”ew çûe/çuwe”.
Y berbelavtirîn herfa kelijandinê ye lê ne bi tenê ye. Gelek caran, bi taybetî di paşpirtikên peyvsaz (derivational) de anku paşpirtikên ku ne peyvê diçemînin lê peyvên nû ji peyvê çêdikin, T li cihê Y mimkin e:
– pêşmerge + -tî  pêşmergetî (bide ber: azad + -î  azadî)
Dengê H jî carinan dikare wek herfa kelijandinê bê pejirandin:
– hêja  hêjahî (li gel ”hêjatî, hêjayî”)
Guherîna yan ketina Y
Guherîn û ketin li gor devokan
Mebest ji ”guherîn û ketin li gor devokan” ew e ku di hin devokan de Y heye lê di hinên din de ew yan ketiye yan jî bi dengekî din guheriye. Gelek caran di heman devokê de jî du formên mimkin hene ku mirov dikare bi temamî wek alternatîva hev bi kar bîne.
Lê gelek caran jî di devokekê de tenê formek heye yan rast e. Bo nimûne, di kurmanciya rojhilatî de mirov ji hejmara ”1” re dibêje ”êk” û di kurmanciya navendî de mirov dibêje ”yek”. Di kurmanciya navendî de ”êk” wek alternatîva forma ”yek” peyda nabe.
Piraniya peyvên xwemalî yên Y li destpêkê jî varyantên xwe yên bê Y hene: “ya/a” (ya min, a min), yan/an, yê/ê (yê/ê min/te…), yek/êk, yên/ên (yên min, ên min). Formên ”a/ê/ên (min/te…)” aidî kurmanciya navendî ne, formên ”ya/yê/yên (min/te…)” zêdetir formên kurmanciya rojhilatî ne.
Guherîn ne tenê li destpêkê lê li nav û dawiya peyvê jî peyda dibe:
– çay/ça
– hay / ha
– pey / pê
– peyda / pêde

Guherîn û ketina dîrokî
Heke mirov li dîroka hin peyvên kurdî binêre, mirov dê bibîne ku Y gelek caran ketiye. Navên wek ”Yûnis, Yûsif, Yaqûb, Yehya” yên bi rêya erebî ji îbrî jî di kurdî de bi piranî Y ji destpêka xwe avêtiye û wek “Ûnis, Ûsiv, Aqûb, Ehya” tên gotin. ”Aprax, îprex” ya kurdî ji peyva ”yaprak” (belg, pelg, pel, belçim) ya tirkî hatiye. ”Ol” (dîn, bawerî, mezheb, terîqet) ji tirkî ”yol” (”rê”) ye li gel guherîna lînearî: ”rê  terîqet  mezheb  dîn, bawerî).
Gelek caran jî Y ne bi temamî ketiye lê li gel vokala li pey xwe bi vokaleke din guheriye. Li destpêkê bi piranî ”ye-” bûye ”ê-”:
– êm (alif) ji tirkî ”yem”, têkilî ”yemek” (xwarin; nan)
– êriş (hicûm, palemar) ji tirkî ”yürüş” (êriş, meş, birêveçûn, biserdegirtin…)
Guherîn ne tenê li destpêka peyvê lê herwiha li nav û dawiyê jî peyda bûye:
– kêf (şahî, zewq, xweşî) ji erebî “keyf”
– êb (kêmasî) ji erebî ’eyb
Tarîxiyen gelek ji peyvên niha di kurdî û zimanên din yên îranî de bi dengê C in, berê bi dengê Y bûn. Kerem bikin çend peyvên kurdî û avestayî bidin ber hev:
– K: ceh, A: yewe-
– K: ciwan, A: yuven-
– K: cejn, A: yesne-
– K: cadû, A: yatu-
– K: cade , A: yatim-
Ji ber vî sebebî ye ku peyva ”yehûdî” niha bi kurdî ”cihû” ye.
Guherîneke bi heman di zimanên romî de jî peyda bûye. Kerem bikin çend nimûneyên latînî û fransî bidin ber hev. ”iu-” ya latînî wek ”yu-” tê gotin, J ya fransî wek J ya kurdî tê xwandin:
– L: iūrāre, F: jurer (sond xwarin)
– L: iuvenis, F: jeune (ciwan, xort)
Ji ber vê ye ku Ioannes (Yûhenne, Yehya) ya latînî (bi rêya yûnanî ji îbrî) di fransî de bûye Jean (bixwîne: Jan). Bi texmîna ku ew maneya “jan” (êş, ezyet) ya kurdî bide, hin kurdan jî ew kiriye navê xwe yan navê zarokên xwe.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s