Gelo em hewceyî zêdetir herfan in?

Husein Muhammed

alfabe1

Gelek kes gazinan ji alfabeya niha ya kurdî-latînî dikin ku hemû herfên pêdivî tê de nînin. Giliya hin kesan li ser du cûnên cuda yên Ç (çar / çav), K (kar / kirin), P (perde / pênc), T (teze / te) ye.

Hin kes itirazê ji hindê dikin ku “L-ya qelew” ya wek di peyva “welat” de ji “L-ya zirav” ya wek di peyva “lazim” de bi nivîsînê nayê cudakirin. Hin gazî dikin daku em R-ya“ser” û ya “şer“ wek hev nenivîsin. Axîn û nalîna hin kesan jî li ser wê ye ku H-ya peyva “heft” jî wek ya peyva “heval” tê nivîsîn.

Helbest hin kes dixwazin ku “i” bibe“ı” û “î” bibe “i”. Hinên din jî bang dikin ku divê „ç“ bibe „c“, „č“ yan „ch“;„c“ bibe „j“; „ş“ bibe „sh“ yan „š“ û„î“ û „û“ bibin „í“ û „ú“. Lê em ê di vê nivîsê de tenê li ser wan gaziyan bisekinin yên ku dibêjin alfabeya niha têra me nake û pêwîstiya me bi hin herfên din jî heye (bo nimûne du H yan du R). Em ê li ser wan gazinan nesekinin yên ku dibêjin bila herfeka niha bi herfeka din bê guherandin (bo nimûne „ş“ bibe „š“yan „sh“.)

Ç / K / P / T 

Em ji meseleya du cûnên Ç, K, P û T dest pê bikin. Bêguman e ku du dengên cuda yên van herfan di kurmancî û zazakî de hene: awayê req – bi inglîzî aspirated – (wek „çar, kar, perde û teze“) û yê nerm – bi inglîzî unaspirated – (wek „çav, kirin, pênc, te“). Hin kes dibêjin ku du herfên cuda li cihê her yek ji van herfan pêdivî ye û nimûneyên wek „ka“(li kû ye) û „ka“ (giyayê hişk), „pir“(rêya di ser avê re) û „pir“ (gelek) yan „ta“ (heraret) û „ta“ (dav, ben, dezî) didin û dibêjin eger em van dengan bi herfên cuda nenivîsin, ew ê xelet bên xwandin û fehmkirin.

Lê daxwazkerên du cûnên Ç / K / P / T du tiştên gelek giring yan ji bîr dikin yan jî naxwazin behs bikin:

1) Awayên nerm yên van dengan di nav zimanê kurdî û zimanên îranî de bi awayekê giştî tenê di kurmancî û zazakî de heye. Ew ne di soranî, ne di hewramî, ne di kelhurî û ne jî di zimanê farisî de heye. Hebûna varyantên nerm di kurmancî û zazakî de yekser ji tesîra dîrokî ya ermenî ya li ser zimanê kurdî ye. Balkêş e ku niha tesîreka berevajî heye: ji ber ku di tirkî de tenê awayê req ji van dengan heye, hin kurd êdî peyvên bi awayên nerm jî bi awayê req dibêjin.

Ji ber ku di alfabeya kurdî de (hem ya kurdî-latînî û hem jî ya kurdî-erebî) Ç / K / P / T tenê bi awayekê tên nivîsîn, ew xizmeta nêzîkkirina zaravayên kurdî dike: kurmanc û soran „çem, kes, pênc, teng“ û bi sedan peyvên wek wan wek hev bi lêv nakin lê dîsa jî wek dinivîsin. Anku nebûna du cûnên Ç / K / P / T xizmeta standardkirina awayê nivîsînê dike. Eger du cûnên cuda hebûna, kurmancî û soranî ew peyv dê ne wek hev binivîsîna.

2) Tişta ji nuqteya yekem giringtir jî ew e ku daxwazkerên du cûnên Ç / K / P / T ji bîr dikin ku mirov ne herfan û heta ne peyvan jî lê hevokan dixwîne. Rast e ku wek peyveka bi tenê mirov nizane ka mebest bi „pir“ rêya di ser avê re yan jî „gelek“ e yan jî armanc ji gotina peyvika „ka“ pirsîna cihê kesekî/tiştekî yan yan jî giyayê hişk e. Lê dema ku mirov hevokê yan konteksta peyvê bixwîne, ti şik û guman jê namîne ka mesele li ser kîşkê /kîjan e:

– Pira robarê gundê me ji darî bû.
– Tu pir delal î.
– Ka hevalên din?
– Kadîn tijî ka ye.

Her kurmancîzanê ku bi kurdî dizane bixwîne, bi otomatîkî dizane ku di van hevokan de van peyvan çawa ji hev cuda bixwîne.

Di ser re jî peyvên hevnivîs lê ne hevdeng û ne hevwate tenê çend lib in. Ji xwe gelek peyvên hevdeng lê ne hevwate jî hene. Bo nimûne “da”: 1. dema borî ji lêkera “dan” 2. “daku” 3. dayik 4. “di filan tiştî DA”… yan “kar: 1. “şol, şuxl, îş, ked 2. qezenc, feyde, mifa 3. nêçîra li nav berfê”… Anku zêdekirina herfan jî dê her nikare rê li ber xeletfehmkirina hin peyvên bê kontekst bigire.

Me li destpêka vê nuqteyê got ku mirov ne herfan û heta ne peyvan jî lê hevokê yan tekstekê bi temam dixwîne û maneya wê di wê kontekstê de fehm dike. Xwandin û maneya peyvekê ya rast tenê dikare li gor wê hevokê bê zanîn. Bo nimûne, bala xwe bidinê ku çawa giranî (stress) di van herdu hevokan de ji hev cuda ye (di kevanên goşedar de kîteya girankirî bi herfên gir hatiye diyarkirin):

– Azadî xweş e. [azaDÎ xweş e]
– Wî Azadî got. [wî aZADî got]

Lê gelo madem ku awayên cuda yên gotina van herfan hene, ms zerer û ziyana wê çi ye eger ew bi herfên cuda bên diyarkirin? Hebûna zêdetir herfan – bi taybetî herfên bi dengên gelek nêzîkî hev – nivîsînê zehmet dike û xeletiyên nivîsînê zêde dike. Dema ku em peyvên bi Ç / K / P / T yên cuda dinivîsin, niha ne hewce ye ku em her carê bifikirin ka gelo Ç-ya „çar“ nerm e yan req e yan P-ya peyva „pênc“ nerm e yan req e. Ji xwe gelek kesên ku van peyvan di axiftina xwe ya rojane de tam rast dibêjin jî, eger jê bê pirsîn ka bo nimûne di peyva „çav“ de Ç nerm e yan req e, dê xelet bersivê bidin. Vêca eger di bersivdana piştî lêfikirînê de jî xeletî peyda bibin, êdî di nivîsîna bi lez de dê çawa be?!

Daxwazkerên du cûnên Ç / K / P / T herwiha ji bîr dikin yan naxwazin bibînin ku ya rast ne du lê zêdetir varyantên P û T hene. 1. P-ya nerm û zirav: „pênc“ 2. P-ya nerm û qelew: „piling, pazdeh“ û 3. P-ya req û zirav: „perde“ yan jî 1. T-ya nerm û zirav: “te” 2. T-ya nerm û qelew: “teng” 3. T-ya req û zirav: “tank” û 4. T-ya zirav û req û qelew : “tep” (lêdana bi mista destî).

Eger em daxwaza du P-yan yan du T-yan bikin, çima em daxwaza 3 P-yan û 4 T-yan nekin?!

Yek yan du R? 

Her kurdîzan dizane ku di peyva “rêber” de R-ya destpêkê ji ya dawiyê şidandîtir tê gotin. Anku di kurdî de nirxê R-yê diguhere. Tiştê ku naguhere ev e: li destpêkê R herdem şidandî ye. Anku mirov di ti peyvên kurdî de R-ya destpêka peyvê wek R-ya dawiyê ya peyva “rêber” nabêje.

Di peyvên xwerû de (peyvên ku ne ji çend peyvan peyda bûne) R li dawiyê û nava peyvê bi piranî nerm e, neşidandî ye: “ar, ber, bêr, çar, agir…” û “aram, baran, garis, narîn…”.

Anku mirov dikare bibêje ku R-ya şidandî ya destpêka peyvê û R-ya nerm li navê yan li dawiyê tenê alofon in anku ne du dengên serbixwe ne lê varyantên heman dengî ne û ji ber cihê xwe yê cuda ne wek hev tên gotin. Di piraniya zimanên din de jî wek kurdî R li destpêkê şidandî û li navê û bi taybetî jî li dawiyê nerm tê gotin yan heta qet nayê gotin jî.

Ji ber hindê, mirov pêwîstiyê bi nivîsîna du R-yên cuda nabîne: Her kurdîzan dizane ku R-ya destpêkê divê bê şidandin û ya navê û dawiyê bê nermkirin.

Lê di hin peyvan de R li navê û dawiyê jî tê şidandin. Hin ji van peyvan xwerû ne (wek “ger, mer, pir [gelek], cer, şer”). Ji van “cer” û “şer” bi eslê xwe ji erebî ne û “mer” jî belkî ji erebî “micrefe” be. Wek din peyvên xwerû yên ku R-ya navê yan dawiyê şidandî be di kurdî de kêm in.

Gelek peyv hene ku ji çend beşan pêk hatine û beşa wan ya dawiyê yan jî ya navê ji peyveka xwerû ya R li destpêka wê pêk hatine: “nîvro (nîv+ro[j]), garan (ga+ran), hêkrûn (hêk+rûn)…”

R-ya van peyvên pêkhatî (hevedudanî) bi piranî şidandî dimîne lê carinan nerm jî dibe: “nîvro” bi R-ya nerm tê gotin tevî ku ew ji “nîv+ro[j]” e û di peyva “ro[j]” de R şidandî ye jî.

Di peyvên pêkhatî de ji xwe mirov dizane ku R-ya peyva duyem yan sêyem bişidîne ji ber ku ew ji peyveka xwerû ye ku R li destpêka wê şidandî ye.

Wek din R-ya şidandî li nava peyvê yan li dawiya wê bi rastî marjînal û nadir e û bi gelemperî ji çend peyvên biyanî pêk tê. Dengê R-yê bi giştî li gor cihê wê diyar dibe. Em ne hewceyî zêdekirina barê xwe yê giran bi R-yeka din in jî.

Niha di alfabeya kurdî erebî de du R hene lê ew xeletkirinên nivîsînê zêde dikin. Bi piranî R-ya nerm li cihê ya şidandî jî tê nivîsîn.

L-yeka din jî?

Yek ji gazinên ku tên kirin jî ew e ku tê gotin du L di kurdî de hene lê em di nivîsînê de yekê bi kar tînin. Tê gotin ku L-ya peyva, bo nimûne, “welat” ne wek L-ya peyva “lez” e anku jê qelewtir e, stûrtir e.

Di alfabeya kurdî-erebî de L-yeka sade û yek jî ya bi kumikek berjêrkirî li ser L-yê heye. Sebebê hebûna vê L-yê ew e ku di soranî de (herwiha di kelhurî/feylî/kirmaşanî û di hewramî de jî bi rastî du L-yên cuda hene.) Lê di van zaravayan de jî L-ya qelew tenê li nava yan li dawiya peyvê heye, ti caran li destpêka peyvê nîne.

Di kurmancî û zazakî de L-ya qelew marjînal e: di peyva behskirî “welat” de, di peyva “sal” de bi taybetî dema ku ew tê tewandin: “wê salê”, “sala 2013” û herwiha di hin peyvan de di hin devokan de: “milet” û “mela” di hin devokan de bi L-ya qelew in lê di piraniya devokên kurmancî de bi L-ya zirav e.

Heke soranî (yan kelhurî yan hewramî) jî ji dil dest bi bikaranîna alfabeya erebî bikin, mirov dikare bi hêsanî herfa “ł” li alfabeya kurdî-latînî zêde bike. Ji xwe niha jî ew di hin nivîsan de, bi taybetî di yên zimannasî de, tê dîtin. Yan jî mirov dikare li cihê L-yekê du L-yan binivîse.

Lê heke armanc yekkirina zimanê kurdî be, çêtir e ku L-yek tenê hebe. Hingê kurmanc, soran û kelhur dê peyvên wek “dil, lal, qelew” wek hev binivîsin lê gotina wan peyvan li deverên cuda dê piçekê ji hev cuda be – lê ji xwe gotina peyvan bi awayên ji hev cuda li deverên cuda di zimanên herî standardkirî de jî diyardeyeka berbelav e.

Varyantên H-yê

Herwiha gazin tên kirin ku H bi du awayên ji hev cuda tê gotin lê tenê bi herfekê tê nivîsîn. Tê gotin ku çawa mirov dikare peyva “heft” bi H-ya wek ya “heval” binivîse.

Di tevahiya kurdî de tenê di peyva “heft” ya xwemalî de û di peyvên jê çêkirî de (heftê, hefte, heftî, heftsed…) dengê H-yê ne wek H-ya peyva “heval” tê gotin. (Balkêş e ku di farisî de “heft” jî bi H-ya wek ya “heval”, ne bi herfa wek dengê “Hesen” tê nivîsîn tevî ku di farisî de du herfên cuda yên h tên nivîsîn jî.)
Wek din H-ya wek ya “heft”ê devokî ye: peyvên wek “hezar, he(y)şt, hemû, hirç, hişyar…” ku di devokên din de bi H-ya wek “heval” in. Lê ji ber hebûna tenê H-yekê di alfabeya kurdî-latînî de, kesên ji wan dever û devokan jî wan peyvan wek kurmancên din dinivîsin. Anku li vê derê jî nebûna du H-yan xizmeta standardkirinê dike. Lê dîsa jî kesên ji wan deveran dikarin di axiftina xwe de peyvên wek “hezar, hemû, hirç” li gor devoka xwe bi H-ya wek di peyva “heft” de bibêjin.

Hê jî dengên cuda hene

Gelek herfên din jî du yan zêdetir varyantên dengan hene. Bo nimûne herfa Z di peyva “zayîn” de zirav lê di peyva “zanîn” de qelew tê gotin.

Di hin devokan de jî du awayên cuda yên dengê B hene. Bo nimûne, berevajî piraniya devokên kurmancî, li hin deveran peyva “berdan” bi B-yeka qelew tê bilêvkirin.
Lê min nedîtiye ku kesekî doza du Z-yan yan du B-yan bo kurdî kiribe.

Diyarkirina awayên dengan

Alfabeya ti zimanÎ ne 100 % li gor dengên wî zimanî ye. Di her zimanî de hin peyv ne wisa tên nivîsîn wek ku tên gotin. Carinan hin peyv tên nivîsîn lê nayên gotin û carinan jî hin tên gotin lê nayên nivîsîn. Qisekerên natîv yên her zimanî awayê gotina wan peyvan bi piranî bi devkî hîn dibin û ji konteksta peyvê dizanin ka wê çawa bixwînin. Bo nimûne, inglîzên KU peyva “night” (şev) dibînin, jê re ne zehmet e wê wek [nayt] bixwînin tevî ku awayê nivîsîn û gotina wê peyvê pirr ji hev cuda ye. Yan farisên ku peyva bi alfabeya erebî bi herfên “krdn” nivîsandî dibînin, yekser dizanin ku di zimanê wan de ew peyv wek “kerden” tê gotin tevî ku bi teorîkî mimkin e ku mirov wê peyvê wek “kereden, keredin, keredon, kerdun, kirden, kirdin, korden, kurden…” û çendîn awayên din jî bixwîne.

Kesên kurdîzan jî dizanin bê zehmetî peyvên kurdî li gor dengê wan yê rast bixwînin dema ku peyv di hevokê de be. Tek nimûneya ku gelek caran tê behskirin ku dijwar e ew mirov bizane ka di hevokê de mebest “ker”ê heywan e yan jî kerê guhgiran ew e dema ku mirov bo nimûne binivîse: “ew ker e”. Lê mirov dikare bi hêsanî peyva “ker” ya bi maneya “guhgiran” bo rêgirtina li ber xeletfehmkirinê hingê bi du R-yan binivîse: “Ew kerr e.” Ji ber peyveka wisa mirov ranabe barê alfabeya xwe bi herfeka nû giran nake.

Di ferheng û kitêbên hînkirina zimanî yên gelek zimanan de dengên deqîq yên peyvê bi hin îşaretan tên diyarkirin. Bo nimûne li ber peyva inglîzî “night” mirov dikare awayê gotina wê [nayt] binivîse yan jî hereketan / diyakrîtîkan (“fethe, kesre, zemme” ku nîşanên “e, i, u/o” ne) li peyva farisî “krdn” zêde bike daku awayê deqîq yê gotina wê bê zanîn. Lê diyarkirina dengê deqîq yê peyvê karê ferheng û kitêbên hînkirina xwandinê ye, ne karê nivîsên bo kesên xwandewar e.

Di kurdî de jî (û ya rast di her zimanî de) mirov dikare – û zerûrî ye jî – ku di ferheng û kitêbên hînkirina alfabeyê yan hînkirina zimanê kurdî bo biyaniyan de dengên deqîq yên peyvan diyar bike. Bo nimûne kurdînasê jêhatî Michael Chyet di ferhenga xwe ya kurmancî-inglîzî de du awayên cuda yên Ç / K / P / T û herwiha R-ya şidandî û ya nerm bi îşaretan ji hev cuda dike.

Lê bo kurdî jî diyarkirina dengê deqîq yê peyvê divê karê ferheng û kitêbên hînkirina xwandinê be, ne karê nivîsên bo kesên kurdîzan û xwandewar be.

Encam

Zêdeyî 80 salan e ku bi alfabeya niha ya kurdî tê nivîsîn. Di hemû dîroka wê de gelek tîrên tûj jî ber bi wê ve hatine avêtin. Gelek kesan xwastiye wê biguherînin. Lê pêşniyarên nû ne tenê dijberên alfabeya heyî ne lê belkî hê jî dijberên pêşniyarên din jî.

Ti alfabeya ti zimanî ne temam e û ne jî dikare temam be. Armanca ti alfabeyê jî divê ne diyarkirina her dengî be lê diyarkirina dengên wisa be ku 1) mişe û berbelav in û 2) bi rastî ji hev serbixwe ne.

Alfabeya niha ya kurdî-latînî di nav xwe de wan dengan dihewîne ku di hemû zaravayên kurdî de hene. Du cûnên Ç / K / P / T di kurmancî û zazakî de hene lê di soranî, kelhurî, hewramî… de nînin. Du cûnên L di soranî, kelhurî, hewramî de hene lê di kurmancî û zazakî de marjînal in. Loma nivîsîna tenê yek awayê wan her pênc herfan xizmeta yekkirina nivîsînê dike. Herçi R-ya req û ya nerm e, ew bi piranî alofonên heman dengî ne: ji bilî çend istisnayan di peyvên xwerû de li destpêkê req e lê li navê û dawiyê nerm e. H-ya peyva “heft” jî di piraniya peyvên xwemalî de varyanteka devokî ye wek di peyvên “hezar, hemû, hirç” de ku di piraniya devokan de wek H-ya peyva “heval” tên gotin.

Zêdekirina herfan li alfabeya kurdî bi awayekê berçav xwandina bi kurdî hêsantir nake lê dikare rastnivîsînê gelek dijwartir bike.

Advertisements

One thought on “Gelo em hewceyî zêdetir herfan in?

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s