RÊBER – rêbernameya rastnivîsîna kurdî

Husein Muhammed

herf

Gelo forma standard ya peyvê çi ye? Mirov kengî dinivîse “kî” û kengî “kê”? Gelo li dawiya hejmarên 11-19 “-deh” yan “-de” heye. Gelo nuqte li ser i-ya mezin heye yan na? Mirov kengî peyvan bi hev re dinivîse û kengî ji hev cuda? Gelo em navê serokkomarê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wek George Bush yan Corc Buş binivîsin…

RÊBER – rêbernameya rastnivîsîna kurdî bersiva van pirsan û bi dehan pirsên din jî dide. Dikarî wê li jêr yan jî wek PDF bar bikî û bixwînî.

Wek PDF bixwîne: Rastnivîsîn

Diyarî bo Rêberê birayê min

ALFABE

Di alfabeya kurdî de 31 herf (tîp, pît) hene:

Girek

A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z

 

Hûrek

a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x z

Têbînî

  1. I-ya kurdî ya girek bênuqte (bêxal) ye, ne wek İ-ya tirkî ya ku binuqte ye. I-ya girek di zimanên din de jî bênuqte ye, tenê di tirkî de binuqte ye ji ber ku I-ya tirkî tîpa girek ya ı-ya tirkî ya bênuqte ye.
  2. û-ya kurdî ya dirêj gelek ji dengê ”ü” yê kurt yê tirkî cuda ye. Dema ku peyveke ji erebî di tirkî de bi ”ü” were nivîsîn, baştir e ku ew di kurdî de ne bi ”û” lê bi ”u” bêt nivîsîn: ”mumkin” (ne *mûmkûn).
  3. Dengê kurdî ”i” nikare wek ”ı” bênuqte were nivîsîn ji ber ku i-ya kurdî û ı-ya tirkî dengên ji hev cuda ne: ”kirin”a kurdî wek ”kırın” (”bişkînin”) nayê gotin.
  4. V û W: W di alfabeya tirkî de nîne loma kurd wê û V tevlihev dikin. Lê cudahiyeke bingehîn di kurdî de di navbera wan de heye. ”Ev” ya kurdî bi maneya ”bu” ya tirkî ye lê ”ew” bi wateya ”o” ya tirkî ye. Di erebî de W heye lê V nîne. Ev tê wê maneyê ku hemû peyvên ji erebî, yên ku di tirkî de bi V tên nivîsîn, divê di kurdî de bi W werin nivîsîn: wext, ewraq, wesyet (bi tirkî: vakit, evrak, vasiyet). Lê peyvên rojavayî bi giştî ne bi W lê bi V ne: vanîlya, vîdyo, vîrûs… Nabe ku V-ya wan di kurdî de bibe W.
  5. K û Q: Di kurdî de ev herdu deng jî ji hev cuda ne. Di tirkî de ”k” carinan wek ”k” ya kurdî tê xwendin ”kim” (kî) lê carinan jî nêzîkî ”q” ya kurdî ”kamera”. Peyvên rojavayî (ewropî) yên di kurdî de divê ku herdem bi ”k”, ne ”q” werin nivîsîn ji ber ku dengê “q” di wan zimanan de nîne û ew peyv di wan zimanan de ne bi dengê “q” yê kurdî tên xwendin lê tenê tirk ji ber taybetmendiyên zimanê xwe wê nêzîkî dengê “q” yê kurdî dixwînin: ”kamera, kamyon, Amerîka” (ne *qamera, qamyon, Amerîqa). Lê yên ji erebî divê ku di cihê pêwîst de bi ”q” werin diyarkirin: ”Qasim, Qadir, Qedrî” (ne *Kasim, Kadir, Kadri).
  6. Dengên ”ç”, ”k”, “p” û “t” di kurdî de bi du awayên ji hev cuda tên gotin: nerm û req yan hewadar û bêhewa. ”çav”, ”kevn”, ”pênc” û ”teng” nerm lê ”çar”, ”kemer”, ”parastin” û ”Temo” req tên xwendin.
  7. Dengê ”r” li destpêkê herdem req anku bi hêz tê xwendin lê di nava peyvê de yan li dawiya wê bi giştî nerm, lê carinan req tê xwendin. Eger di hevokê de ihtimala fehmkirina şaş hebe, dengê req yê ”r” dikare wek ”rr” were nivîsîn: ”pirr” (gelek, zêde, zehf), ”pir” (rêya di ser avê re).
  8. Eger di peyveke hevedudanî (ya ji du yan zêdetir peyvan) de peyva duyem bi eynî herfa ku peyva yekem bi dawî tê dest pê bike, hingê herdu herf dikarin (û divê ku) li pey hev bên nivîsîn: ser+reş > serreş (ne *sereş), serok+komar > serokkomar (ne *serokomar). Bi vî awayî hem nivîsîn dê li gor gotinê/xwendinê be û hem jî xwendevan dikare bi hêsanî bibîne ka peyv ji çi peyvan hatiye avakirin. Herwiha tevlihevkirina maneyê dê peyda nebe (serreş: anku kesê ku serê wî reş e. Lê sereş: seyê ku reş e.) Lê eger peyva yekem bi cotherfekê bi dawî were û peyva duyem jî bi heman herfê dest pê bike, hingê divê xetikek “-” di navbera wan de were nivîsîn: pirr-reng (ne *pirrreng).
  9. Di hin zimanan de bikaranîna du herfên cot ”kk, ll, rr” û di erebî de jî şidandina peyvan bi ”şeddeyê” tiştekî normal e. Lê peyvên ku ji wan zimanan bo kurdî hatine deynkirin, divê bi yek herfê werin nivîsîn: muherem (ne ”muherrem” wek di erebî de), kolaborasyon (ne ”kollaborasyon”, ”collaboration” ya frensî).
  10. Eger peyveke sade bi dengdêrekê (a, e, i, î, o, u, û) bi dawî were û paşbendikeke dîsa bi dengdêrekê dest pê dike bikeve pey wê, hingê divê ku herfa kelijandinê ”y” di navbera wan de were bicihkirin: rojname > rojname-y-a me (> rojnameya me).
  11. Di kurdî de dema ku dengê ”y” tê pey dengê ”î”, wê gavê dengê ”î” dibe ”i”. Divê ku ev di nivîsandinê de jî wisa li gor dengkirinê bêt nivîsîn: xanî > xaniyek, mî > miyên kulek, sî > siya dîwaran. Weke din jî, divê ku di ti peyvan de ”î” neyê pêşiya ”y”: çiya (ne *çîya), jiyan (ne *jîyan), siyaset (ne *sîyaset).

CÎNAV

Cînavên kesî

 

Neçemandî                         Çemandî

yekjimar                            yekjimar

1) ez[1]                                   min[2]

2) tu[3]                                   te

3) ew                                   wê (mê), wî (nêr)[4]

pirhejmar                          pirhejmar

1) em                                   me

2) hûn[5]                                we[6]

3) ew[7]                                 wan[8]

Cînavên nîşander

Neçemandî                         Çemandî

yekjimar                              yekjimar

ev                                        vê (mê), vî (nêr)[9]

ew                                       wê (mê), wî (nêr)

pirhejmar                             pirhejmar

ev[10]                                     van

ew                                       wan

Çemandî û neçemandî[11]

ew

ewa han[12] (mê, yekjimar)

ewê han (nêr, yekjimar)

ewên han (pirhejmar)

ev

eva han (mê, yekjimar)

evê han (nêr, yekjimar)

evên han (pirhejmar)

Kî û kê[13]

Berevajî ku hin caran bi şaşî tê texmînkirin, “kê” ne forma mê ya cînavê “kî” ye. Anku “kî” ne bo nêran (mêran) û “kê” jî bo mêyan (jinan) tenê tê bikaranîn.

“Kî” pirsek e ku dikare bi “Ez, tu, ew, em hûn, Jiyan, Hesen” were bersivdan:

– Kî mamoste ye? – Ew mamoste ye.

– Kî dibêje? – Ez dibêjim.

– Kî hatin? – Em hatin

– Kî keça Hesen(î y)e? – Jiyan keça Hesen(î y) e.

“Kê” forma tewandî ya „kî“ ye, wek çawa ku „min“ forma tewandî ya cînavê “ez” e:

– Kê got? – Min got.

– Kê Hesen dîtiye? – Jiyanê Hesen dîtiye.

– Jiyan keça kê ye? – Jiyan keça Hesen(î y)e.

HEJMAR

Hejmarên sade                                        Hejmarên rêzê

1 yek[14]                                                      1. yekem[15]

2 du[16]                                                        2. duyem[17]

3 sê[18]                                                         3. sêyem

4 çar[19]                                                       4. çarem

5 pênc[20]                                                    5. pêncem

6 şeş                                                          6. şeşem

7 heft[21]                                                     7. heftem

8 heşt[22]                                                     8. heştem

9 neh                                                         9. nehem

10 deh                                                      10. dehem

11 yazdeh[23]                                              11. yazdehem

12 dazdeh[24]                                              12. dazdehem

13 sêzdeh                                                 13. sêzdehem

14 çardeh                                                  14. çardehem

15 pazdeh                                                 15. pazdehem

16 şazdeh                                                 16. şazdehem

17 hevdeh[25]                                              17. hevdehem

18 hejdeh[26]                                               18. hejdehem

19 nozdeh                                                 19. nozdehem

20 bîst                                                       20. bîstem

21 bîst û yek[27]                                          21. bîst û yekem

22 ½ bîst û du û nîv                                 22. bîst û duyem

30 sî[28]                                                       30. siyem

40 çil[29]                                                      40. çilem

50 pênçî[30]                                                 50. pênciyem

60 şêşt                                                      60. şêstem

70 heftê                                                    70. heftêyem

80 heştê[31]                                                  80. heştêyem

90 nod[32]                                                    90. nodem

100 sed                                                     100. sedem

101 sed û yek                                           101. sed û yekem

123 sed û bîst û sê                                    123. sed û bîst û sêyem

200 dused[33]                                              200. dusedem

300 sêsed                                                  300. sêsedem

400 çarsed                                                400. çarsedem

500 pêncsed[34]                                           500. pêncsedem

600 şeşsed                                                600. şeşsedem

700 heftsed[35]                                            700. heftsedem

800 heştsed[36]                      800. heştsedem

900 nehsed                                               900 nehsedem

1 000 hezar[37]                                            1 000. hezarem

1 234 hezar û dused û sî û çar                  1 234 hezar û dused û sî û çarem

10 000 dehhezar                                       10 000 dehhezarem

100 000 sedhezar                                     100 000 sedhezarem

1 000 000 milyon[38]                                   1 000 000 milyonem

1 000 000 000 milyar                               1 000 000 000 milyarem

1 000 000 000 000 trilyon                        1 000 000 000 000 trilyonem

NAVDÊR

Navdêr li gel qertafê

Di kurmancî de navdêr di rewşa xwe ya netewandî de bê qertafa zayendê (mê yan nêr) diyar in:

Heval min dibîne.

– Hevalek min dibîne.

– Heval min dibînin.

Di van nimûneyan de „heval“ dikare mê yan jî nêr be.

Lê eger navdêr tewandî be, nîşana zayendê (nêr yan mê) diyar e:

– Ez hevalê dibînim. (mê) / Ez heval(î)[39] dibînim. (nêr)

– Ez hevalekê dibînim. (mê) / Ez hevalekî dibînim. (nêr)

– Ez hevalan dibînim. (Di rewşa pirhejmariyê de zayend nîne, nêr û mê ji hev nayên cudakirin ji ber ku di pratîkê de jî dibe ku di nav komê de hem hevalên jin û hem jî yên zilam hebin.)

Navdêr li gel îzafeyê

Eger navdêr bi cînavekî, rengdêrekê yan jî navdêreke din ve were girêdan, hingê îzafe jê re pêwîst e. Îzafe herwiha zayend (mê yan nêr) û mêjera (yekjimar yan pirhejmar) peyvê jî diyar dike anku nîşanî me dide ka peyv mê, nêr yan jî pirhejmar e.

– hevala min (mê, yekjimar, diyar), hevalê min (nêr, yekjimar, diyar)

– hevaleke min[40] (mê, yekjimar, nediyar), hevalekî min[41] (nêr, yekjimar, nediyar)[42]

– hevalên min[43] (pirhejmar, diyar: ”hemû hevalên min”)

– hevalin min (pirhejmar, nediyar: ”hin hevalên min”)[44]

– sêva sor (mê, yekjimar, diyar), çavê reş (nêr, yekjimar, diyar)

– sêveke sor (mê, yekjimar, nediyar), çavekî reş (nêr, yekjimar, nediyar)

– sêvên sor (pirhejmar, diyar: ”hemû sêvên sor”), çavên reş (pirhejmar, diyar: ”hemû çavên reş”)

– sêvin sor (pirhejmar, nediyar: ”hin sêvên sor”), çavin reş (pirhejmar, nediyar: ”hin çavên reş”)

Eger piştî navdêra li gel îzafeyê bi rengdêr (”sor, xweş, biçûk…”) yan cînavekî (”min, te, wê…) girêdayî dîsa bi navdêrekê, rengdêrêkê yan cînavekî re were bestin, hingê îzafe ji rengdêrê yan cînavî cuda tê nivîsîn:

– sêva sor ya Jiyanê[45]

– hevalên min yên xwendingehê[46]

Lê eger li cihê rengdêrê yan cînavê jî navdêr heye, îzafe pê ve tên nivîsîn:

– sêva hevala Jiyanê

Herwiha divê were destnîşankirin ku cudahiyeke maneyê di van hevokan de heye:

hevalê Elî yê biçûk (heval biçûk e) Hevala Jiyanê ya delal (heval delal e)

hevalê Eliyê biçûk (Elî biçûk e). Hevala Jiyana delal (Jiyan delal e)

Eger herdu navdêr ne ji eynî zayendê bin, hingê îzafeya dawîn zayenda xwe li gor wê navdêrê digire ya ku rengdêr wê salox dide:

hevalê Jiyanê yê biçûk (ji ber ku yê biçûk heval e, ne Jiyan e, û heval li vê derê nêr e)

hevala Elî ya delal (ji ber ku ya delal heval e, ne Elî ye, û heval li vê mê ye)

RENGDÊR

Di rewşa sade de

Di kurmancî de rengdêr li gor zayendê (mê yan nêr) yan jî mêjerê (yekjimar yan pirhejmar) natewin:

– kitêbeke reş

– çavê reş

– kitêbên reş

Lê eger navdêr jê were avêtin, ev gotin dikarin wiha bin:

– ya reş

– yê reş

– yên reş[47]

Di vê rewşê de jî rengdêr natewin lê pêşbendikên serbixwe yên li pêşiya wan diyar dikin ku gotina yekem mê, ya duyem nêr û ya sêyem jî pirhejmar e. Awayekî din jî yê gengaz lê kêmtir bikarînayî û devkîtir jî wiha ye

– reşê (ya reş)

– reşî (yê reş)

– reşan[48] (yên reş)

Rengdêr wek navdêr

Herwiha rengdêr dikarin wek navdêr werin bikaranîn:

– mezin (mirovên mezin)

– qenc (mirovên qenc)

– lawaz (sewalên lawaz)

Di wê rewşê de ew bi temamî wek navdêran dikarin werin xebitandin:

– Mezinên malê (dê û bab û kesên din yên ji 18-saliyê mezin, ne zarok; yan jî “biryarderên male”)

– Ev qehwexane tenê bo mezinan e. (li zarokan qedexe ye)

– Kuştî hemû zarok bûn, mezinek tenê jî di nav de tine bû.

Berhevdana rengdêran

Mirov dikare bi rengdêran ne tenê behsa rewşa navdêr û cînavan bike, lê herwiha wan bide ber hev jî:

– Ez ji te biçûktir im.

– Xecê ne ji Elî pîrtir e.

Li gel paşbendika ”-tir” peyvika ”hê” yan jî ”hê jî”[49] dikarin werin bikaranîn:

– Ez hê jî ji te biçûktir im. (Tu biçûk lê ez hê jî zêdetir biçûk im.)

– Tu ji min jî hê zûtir hatî. (Ez zû hatim lê tu hê zêdetir jî zû.)

Radeya bilind

Me li jor du tişt yan kes bi rengdêran dan ber hev û ew li gor hev pîvandin. Lê mirov dikare bi rengdêran herwiha rewş û taybetmendiyên navdêrekê yan cînavekê li tenê li hember yeke din lê li hember hemûyan diyar bike.

– Bihar û payiz du demsalên sar in lê zivistan sartirîn demsal e. (anku ne bihar, ne havîn û ne jî payiz bi qasî zivistanê sar e)

Heman hevok dikare bi van her sê awayên jêr jî were gotin lê ew piçekê devkîtir û belkî devokîtir in jî loma baş e ku awayê li jor were tercihkirin:

– … zivistan demsala sartirîn e.

– … zivistan demsala herî[50] sar e.

– … zivistan demsala ji hemûyan sartir e.

NAVÊN KES Û DEVERAN

Nav li gor terciha xwediya/ê xwe

Qaydeya yekem ya nivîsîna navan ew e ku divê navê her kesî divê li gor terciha wê/wî were nivîsîn. Bo nimûne, mirov dikare navê çend nivîskaran bide: Mûrad Ciwan, Lokman Polat, Husein Muhammed. Nabe ku ev nav wek Murad Ciwan, Luqman Polat û Hisên/Huseyn Muhemmed werin nivîsîn tevî ku wiha dê zêdetir li gor qaydeyên giştî yên rastnivîsiya zimanê kurdî bûya jî.

Mafê her kesî heye ku navê xwe li gor daxwaza xwe binivîsin. Gelek kurd vê yekê ji ber hindê dikin ku dixwazin navê wan yê li ser nasnameya wan di nivîsên wan de jî hebe. Nivîskarê vê berhemê jî yek ji wan e. Ez herdem navê xwe di nivîs û wergerên xwe de wek Husein Muhammed dinivîsim û min herdem wisa kiriye jî.

Navên kurdî

Navên kurdan, yên ku ji peyvên bi zimanê kurdî pêk tên, divê ku li gor rastnivîsiya alfabeya kurdî bên nivîsîn tevî ku eger ew di tomarên fermî yên welatên wan kesan de bê taybetmendiyên alfabeya kurdî yan jî di medyaya cîhanî de li gor rastnivîsiya hin zimanên din bên nivîsîn eger ev yek ne li ser daxwaza wan di tomar û medyayê de hatibe kirin lê ji neçarî yan nezanî navê wan li gor qaydeyên zimanê kurdî nehatibe nivîsîn:

– Robîn (ne Robin), Hişyar (ne Hisyar yan Hishyar), Xezal (ne Gazal, Ghazal…)

– Mesûd Barzanî (ne wek inglîzî Masoud Barzani), Celal Talebanî (ne Jalal Talabani), Hişyar Zêbarî (ne Hosyar Zebari).

Navên kurdî yên ji erebî yan ji zimanên din jî divê ew jî li gor kurdî werin nivîsîn:

– Mihemed (ne Muhemmed, Muhammed, Muhammet…), Ehmed (ne Ahmed, Ahmad, Ahmet)

Navê kesên biyanî

Eger navê kesekî bi zimanekî bi alfabeya latînî be, divê ku nav li gor bikaranîna wî kesî û rastnivîsiya zimanê wî di kurdî de jî were nivîsîn:

– George Bush (ne Corc Buş), Jacques Chirac (ne Jak Şîrak), Recep Tayyip Erdoğan (ne Receb Teyib Erdoxan), Slavoj Žižek (ne Silavoy Zîzêk), Abdullah Gül (ne Evdile Gûl). Eger mirov nikare yan nizane herfên taybet yên zimanên biyanî binivîse, ew herfên sade dikarin cihê wan bigirin (Gül > Gul, Erdoğan > Erdogan, Žižek > Zizek lê nabe ku hin herfên taybet yên kurdî li şûna wan werin nivîsîn: ne wek *Gûl, *Erdoxan, *Jijek).

Eger navê kesekî bi zimanekî ne bi alfabeya latînî be, hingê divê ku nav li gor gotina bi zimanê wî lê bi rastnivîsiya kurdî were transrîbekirin:

– Anton Çexov (ne wek tirkî Çehov yan inglîzî Chekhov), Pervêz Muşerref (ne wek inglîzî Parvez Musharraf yan tirkî Pervez Müşerref), Seddam Huseyn (ne mîna inglîzî Saddam Hussein yan tirkî Seddam Hüseyin lê ne wek kurdî ”Hisên” jî ji ber ku wî kesî navê xwe wisa nedigot û li gor zimanê wî wisa nayê gotin. Lê eger mirov ne piştrast be ka bi zimanekî rojhilatî navên wiha çawa tên gotin, mirov dikare wan li gor dengên kurdî bibêje û binivîse jî.)

Di nivîsînê de cara yekem piştî navê biyanî ew dikare li gor alfabeya kurdî jî were nivîsîn da ku ew rast were xwendin: ”Serokkomarê berê yê Frensayê Jacques Chirac (bixwîne: Jak Şîrak) dibêje ku…”

Navên dînî û dîrokî

Navên kesên dînî (pêxember, ewliya û hwd.) û dîrokî (padişah, qehremanên efsaneyî û hwd.) divê ku li gor gotina kurdî, ne li gor zimanê ku texmîn jê hatine, werin nivîsîn:

– Mihemed (ne wek erebî Muhemmed, Îsa, Mûsa, Brahîm (ne Îbrahîm), Aqûb (ne Ye’qûb), Silêman (ne Suleyman). Hin kes dixwazin forma erebî ya van navan bi kar bînin lê ew ne rast e ji ber ku ew nav bi eslê xwe ne erebî bûne jî (lê pirraniya wan îbranî/îbrî/cuhyanî) bûn (Avraham, Ye’qûv, Şilomo) lê ereb jî wan li gor zimanê xwe bi kar tînin loma divê ku kurd jî forma wan ya li gor zimanê xwe tercih bikin.

Navên deveran

Navên parzemîn, welat, bajarr û deverên ku ji berê ve di kurdî de tên bikaranîn, divê ku wek kurdî werin nivîsîn:

– Efxanistan (ne Afganistan), Hindistan (ne India), Erebistan (ne Arabistan), Yûnanistan (ne Grekistan), Almanya (ne Germanya)

– Stenbol (ne İstanbul), Bexda (ne Bexdad), Enqere (ne Ankara), Edene (ne Adana), Parîs (ne Paris), Berlîn (ne Berlin)

– hemû navên deverên Kurdistanê bi zimanê kurdî û li gor rastnivîsiya kurdî

Navên deverên dûr û yên ku bi kurdî heta niha kêm hatine bikaranîn û formeke li gor rastnvîsiya kurdî cihê xwe negirtiye, divê ku li gor zimanên wan deveran werin nivîsîn:

– Buenos Aires, Cape Town, Göteborg, Maastrich.

Eger mirov nikare yan nizane herfên taybet yên zimanên biyanî binivîse, ew herfên sade dikarin cihê wan bigirin (Göteborg > Goteborg, Málaga > Malaga, Gölcük > Golcuk).

Navên gel û zimanan

Navên hemû gel û zimanan divê li gor gotin û rastnvîsiya kurdî werin nivîsîn. Herwiha divê neyê jibîrkirin ku di kurdî de wek di fransî û gelek zimanên din de jî (lê berevajî inglîzî û tirkî) di navê gel û zimanan de herfa destpêkê jî hûrek e:

– kurdî (ne Kurdî), erebî (ne Erebî, Arebî yan Arabî), inglîzî (Ne Îngilîzî)

-(i)stan, ne -îstan

Di kurdî de carinan bi şaşî navê hin welatan ne bi paşbendika -istan yan -stan lê ya -îstan tê nivîsîn. Lê eslê peyvê -stan e û tenê ji ber sivikkirina gotinê di cihên pêwîst de dibe -istan. Ev -stan ji peyva *sta- ya maka zimanên hindûewropî tê û maneya “sekinîn, rawestîn” yan “sekinandin, rawe-sta-ndin” tê û di kurdî de maneya “war, welat” anku cihê lêsekinîna yan vehewîna miletekî dide. Loma nabe ku ew wek -îstan werin nivîsîn:

– Kurdistan (ne Kurdîstan), Pakistan (ne Pakîstan), Erebistan (ne Erebîstan)…

– gulistan (ne gulîstan), daristan (ne darîstan), gorristan (ne gorrîstan)…

Latînîzekirina peyvên erebî

Peyvên ku ji zimanê erebî ketine zimanê kurdî, divê ku li gor gotin û rastnivîsiya kurdî werin nivîsîn û gotin. Ne hewce ye û nabe jî ku mirov hewl bide ku dijî xweseriyên zimanê kurdî wan wek di erebî de bibêje yan binivîse:

– mesele (bi s-ya normal, ne ya “fis”), razî (ne radî yan radhî), Remezan (ne Remedan yan Remedan), sibe (ne sebah)

HEREKET

Li cihê fetheya erebî divê di kurdî de “e”, li şûna kesreyê “i”, ji dêlva zemmeyê “u” were nivîsîn:

– Hesen (ne Hasan), ihtimal (ne îhtîmal), mumkin (ne mûmkîn)

HERFÊN TAYBET

Peyvên ji erebî deynkirî yên bi herfên erebî yên ku di alfabeya kurdî-latînî nînin:

– “ث” divê wek “s” were nivîsîn: mesele, sabit

– “ح” wek “h”: Hesen, Hisên, hemal

– “ذ” wek z: zat, zikir

– “ص” wek s: sahib, sabûn, sofî

– “ض” wek z: razî, zemîr, zid (awarte: erd)

– “ط” wek t: teb, teleb, tebeq

– “ظ” wek z: zerf, zefer, zihûr

– “ع” li destpêka peyvan bi alfabeya latînî nayê nivîsîn: Elî, umr, Emer, ereb. Eger “ع” li pey herfa

Rastnivîsîna peyvên rojavayî di kurdî de

Wek di hemû zimanan de, di zimanê kurdî de jî bi sedan peyvên rojavayî (ji koka yûnanî yan latînî) cih girtiye û tên bikaranîn. Ew peyv ne yekser ji yûnanî yan latînî lê bi rêya frensî yan inglîzî û li gor gotina (lê ne rastnivîsiya) van zimanan di kurdî de bi cih bûne.

Di zimanê tirkî û yê farisî de ev peyvên rojavayî bi giştî li gor gotina (lê ne rastnivîsiya) zimanê frensî û di zimanê erebî de jî li gor gotina zimanê inglîzî tên gotin û nivîsîn. Kurdên parçeyên cuda yên Kurdistanê jî van peyvan li gor zimanên serdestên xwe dibêjin loma:

– kurdên Bakur dibêjin “psîkolojî”, “aktîf” “bisiklêt” û “otobûs” lê yên Başûr dibêjin “saykolocî”, “ektîv”, “paysikil” û “pas” (di herdu peyvên dawiyê de “b” bi şaşî bûye “p”, belkî ji ber ku di erebî de “b” nîne lê kurdan bawer kiriye ku di van peyvan de divê hebe).

Lê dikare were gotin ku di kurmancî de bi giştî formên li gor gotina zimanê frensî cihê xwe girtiye (berevajî di soranî de ku formên inglîzî tê de berbelavtir in). Loma em dikarin di nivîsîna kurmancî de bi gelemperî formên li gor gotina frensî bipejirînin. Lê hewce ye ku hin qaydeyên giştî werin diyarkirin.

-SYON û -SIYON

  1. Gelek peyvên rojavayî yên ji koka latînî di inglîzî û fransî de bi paşbendika “-tion” bi dawî tên: collaboration, integration, preparation, reaction… Di kurdî de li cihê vê paşbendikê bi giştî -syon lê carinan -siyon tê bikaranîn: kolaborasyon, integrasyon (yan entegrasyon), preprasyon, reaksiyon

Hêjayî gotinê ye ku di kurdî de divê bi giştî “-syon” be (kolaborasyon, integrasyon, preprasyon). Lê eger li berî vê paşbendikê jî dîsa dengdarek (konsonantek) hebe, divê -siyon were bikaranîn: reaksiyon, ne reaksyon.

 

 

IN-, ne EN- yan ÎN-

Pirr gotinên rojavayî yên ji frensî yan inglîzî deynkirî di wan zimanan de bi pêşbendika in- dest pê dikin: information, international, influenza… Ew di tirkî de bi giştî wek en- tên nivîsîn: enformasyon, enternasyonal, enflüanza. Lê ne dengê inglîzî “in-“ wek “în-“ ya kurdî û ne jî “in-“ ya frensî tam wek “en-“ ya tirkî ye. Di kurdî de dê baştir be eger “in-“ wek xwe were parastin: informasyon, internasyonal, influenza

 

-ÎV, ne -ÎF

Bi taybetî gelek rengdêrên ji zimanên rojavayî di kurdî de bi vî dengî bi dawî tên: aktîv, negatîv, pasîv, pozitîv…

Di pirraniya zimanan de ew bi dengê “-iv-” tên nivîsîn: inglîzî “-ive”, spanî “-ivo”, swêdî “-iv” û hwd. Ev paşbendik ji latînî hatiye deynkirin û di wî zimanî de jî -iv- e. Di frensî de forma nêr wek “-if” û ya mê jî “-ive” e. Tirkan forma nêr ya frensî “-if” girtiye û wê bi kar tînin (di tirkî de, wek di kurdî de jî, rengdêr bêzayend in anku tirkî ti cudahiyê naxe navbera forma rengdêran ya bo bikaranîna li gel navdêrên nêr û navdêrên mê – jixwe di tirkî de navdêr jî bêzayend in).

Di kurdî de, li Bakurê Kurdistanê, ji bandora tirkî forma -îf hatiye bikaranîn lê di kurmancî de roj bi roj forma -îv berbelavtir dibe. Ji ber ku eslê peyvê -iv- e û ev forma di pirraniya zimanan de (heta di frensî bi xwe de jî wek me got) tê bikaranîn, divê di kurdî de jî forma “-îv” were tercihkirin: efektîv (ne *efektîf), ergatîv (ne *ergatîf), konsekutîv (ne *konsekutîf).

-ÎZM, ne -ÎZIM

Bi taybetî di navê rêbaz û îdeolojiyan bi inglîzî bi -ism û bi frensî bi -isme bi dawî tê. Herdu jî wek -îzm ya kurdî tên xwendin. Hin caran di kurdî de peyv wek “-îzim” tên nivîsîn lê wiha şaş e. Awayê rast: kapîtalîzm, komunîzm, sosyalîzm, radîkalîzm, îslamîzm

 

-ÛM, ne -UM

Bi sedan peyvên ji zimanên latînî ketine zimanên din bi paşbendika “-um” bi dawî tên û hem di frensî û inglîzî û hem jî tirkî de bi -um tên nivîsîn. Lê di kurdî de bi giştî kîteya dawiyê dirêj e loma wek -ûm tê xwendin û nivîsîn: forûm, maksîmûm, mînîmûm.

-ÛS, ne -US

Di gelek peyvên rojavayî de di frensî û inglîzî de paşbendika -us heye. Di tirkî de dibe -üs. Herçend e ku “-üs” ya tirkî zêdetir nêzîkî “-us” û ne “-ûs” ya kurdî be jî, di kurdî de bi giştî kîteya dawiyê dirêj e loma wek -ûm tê xwendin û nivîsîn: otobûs.

KO, KU û KÛ

Di bikaranîna peyvikên “ko”, “ku” û “kû” de mixabin tevliheviyeke mezin heye. Ew hemû bi şaşî li cihê hev tên bikaranîn. Lê pirr giring e ku wate û bikaranîna wan ya rast were zelalkirin.

Ko rengdêrek e û maneya “ne tûj”, “amûra ku xweş tiştan napirre” dide: qelemek ko, kêreke ko.[51]

Ku hokerek e û du hevokan bi hev ve girê dide: “Ez dizanim. Ew nayê.” à “Ez dizanim ku ew nayê.”

maneya “çi cihî”, “kîjan derê” dide: Tu ji kû tê? Tu li kû yî? Tu dê biçî kû?

Gelek giring e ku her yek ji van peyvan li gor mane û erka xwe rast û dirist were bikaranîn.

DAÇEK

Em dikarin daçekên kurdî di sê koman de bisinifînin.

Daçekên sade û serbixwe

bi tenê yekpeyvikî ne (bi soranî di kevanokan de):

– bi (be): bi taybetî li gel amûr û hacetan tê bikaranîn: bi kêrê, bi tirimpêlê, bi gotinê…

– ji (le … we): bi taybetî jêder û serekaniyê diyar dike: Ji malê hatim. ”Aktîv” peyveke ji latînî ye…

– li (le): bi taybetî cihê kes û tiştan li der û deveran diyar dike: li malê, li Kurdistanê, li xwaringehê[52]

bo (bo): jê re yan jî “ji bo”: Min ev diyarî bo te aniye. Ev vî karî bo pêşxistina zimanê kurdî dikin.

 

Nimûne

bi tirimpêlê, ji malê, li Kurdistanê…

Daçekên dubeşî

Ev daçek ji du beşan pêk tên. Beşa pêşîn li berî û ya paşîn jî li dû peyvên serekî tên danîn:

– bi … ve (pê ve)

– di … de (tê de)

– ji … re (jê re)

û hwd.

CUDANIVÎSÎN

Nimûne

bi wê re, di qonaxê de, ji malê ve…

Daçekên biwêjî

Ev daçek ji hin daçekên serbixwe û sade yan jî daçekên dubeşî û hin daçekên neserbixwe pêk tên:

– ji alî de, bi ser re, di bin ve, li jêr, li gor, li pey, ji cem, bi saya û hwd.

Nimûne

ji ser qapa pirtûkê xwend; di bin tirarê mast ve bû, tu çima ew qas li dûr lê digerî; li gor encamên lêkolînê wî xwe bi stranbêjiya xwe di dilê xelkê de ezîz kiriye; di Kurdistanê re derbas bûn û li pey şopa wan çûn…

bi

bi bin …

bi hev …

bi pey …

bi qasî …

bi vî/wî alî de

bi … de (pê de)

bi … re (pê re)

bi … ve (pê ve)

bi bin … ve

bi derî …

bi dû … ve

bi jêr de, bi jêrî … de

bi jêr ve, bi jêrî … ve

bi jor de, bi jorî … de

bi jor ve, bi jorî … de

ji rex …

bi rex … ve

bi ser …

bi ser … de

bi ser … ve

Di

di … de

di … re

di … ve

di ber … re

di ber … ve

di bin … ve

di bin … de

di bin … re

di cî de

di nav … re

di pey … re

di ser … de

di ser … re

Ji

ji bin …

ji ber …

ji bilî …

ji … pê ve (ji wan pê ve êdî kes vê neheqiyê nake)

ji hingê ve

ji … şûnde

ji bo (ji boyî/ ji bona) …

ji hev …

ji pey …

ji vî/wî alî …

ji vî/wî alî de …

ji aliyê …

ji … de

ji … re

ji … ve

ji aliyê … ve

ji bin …

ji der(ê)

ji derve

ji derveyî …

ji derî …

ji dêl(v)a …

ji dil (bi cidî)

ji … ve (jê ve)

ji bin … ve

ji nav …

ji nû ve

ji nişka/ê ve

ji rex …

ji rex … ve

ji ser …

ji ser … ve

ji vir

ji wir

ji kû

ji vê gavê pê ve

ji vir pê ve

jixwe (zaten)

Li

li ser

li ber

li ber … re

li jêr

li jor

li dor

li dora …

li gor …, li gora/î …

li kû

li bin

li jêr

li jor

li nav …

li paş

li pêş

li pişt

li ser … re

li vir

li wir

li derekê

li gel

KESANDINA LÊKERAN

DEMA NIHA

Pêşpirtika erêniyê

Pêşpirtika erênî ya dema niha ya lêkerê ”di-” ye: ez dikim, tu diçî, ew diajo, em dizanin, hûn dixwin, ew dikenin.

Di hin devokan de ”di-” nakeve pêşiya lêkera ”zanîn” û ya ”karîn/kanîn”: ez zanim, tu karî, ew kane, em karin, hûn zanin, ew kanin. Lê ev awa devokî ne û divê ku di nivîsînê de herdem bi ”di-” bin: ez dizanim, tu dikarî, ew dikane[53], em dikarin, hûn dizanin, ew dikanin.

Eger rehê lêkerê bi dengdêrekê dest pê bike, hin caran li şûna ”di-” tenê ”d-” li wî rehî tê zêdekirin: davêjim, dajon, denirî, darîne. Lê zelaltir e ku ev jî bi ”di-” werin nivîsîn daku baş diyar bibe ka çi pêşqertaf û çi jî rehê lêkerê ye: diavêjim, diajon, dienirin, diarîne.

Awarte: Li gel rehê lêkera ”anîn” (di hin devokan de: înan) û ”hatin” de li cihê ”di-” bi giştî ”t-” tê bikaranîn: ne diînim û diêmtînim û têm. Hin caran jî li destpêka rehê wan lêkeran herfa ”h-” tê bikaranîn û hingê divê ku ne ”t-” lê ”di-” were xebitandin: dihînim û dihêm. Lê ji ber ku ”têm” û ”tînim” ji formên din gelek zêdetir tên nivîsîn, divê ku ew wek formên standard werin pejirandin.

Lêkerên bi pêşqertafên ba-, ber-, çê-, da-, hil-, ra-, ve- û wer-

Eger lêker bi pêşqertafa ba-, ber-, çê-, da-, hil-, ra-, ve- yan wer- be, hingê pêşqertafa erêniyê yan neyîniyê tê navbera vê qertafê û rehê bingehîn yê lêkerê:

– ba-di-d-im, çê-di-k-î, da-di-gir-e, hil-di-bijêr-in, ra-di-k-in, wer-di-gerîn-im

– ba-na-d-im, çê-na-k-î, da-na-gir-e, hil-na-bijêr-in, ra-na-k-in, wer-na-gerîn-im[54]

Pêşpirtikên neyîniyê

Pêşqertafa neyîniyê ya dema niha bi giştî ”na” ye: ez nakim, tu naçî, ew nabêje, em naxwin, hûn nagirin, ew nagirîn.

Eger rehê lêkerê jî bi herfa ”a” dest pê bike, divê ”-” di navbera ”a” ya dawiya qertafê û ”a” ya destpêka rehê lêkerê de were danîn: na-avêjim, na-axivin, na-arînî, na-azirînin.[55] Ji ber zelaliyê divê ev xetik (-) were bikaranîn ji ber ku “na” û “a-” kîteyên ji hev cuda ne. Ew ne wek “naa-xi-vim” lê wek “na-a-xi-vim” tê xwendin. “na+ajêve” jî ne wek “naa-vê-je“ lê wek “na-a-vê-jê” tê bilêvkirin.

Eger li destpêka rehê lêkerê dengdêreke din ya ji bilî ”a”yê hebe (e, i, î, o, u, û), pêşqertafa neyîniyê divê yekser bi wê ve were zeliqandin anku girêdan: naecibînim, nainirre, naîne[56], naorrin

Awarte: Li gel lêkera ”karîn/” û ”zanîn” pêşqertafa ”ni-” û bi lêkera ”wêrîn” û ”şiyan” re jî bi giştî ”ne-” di dema niha de tê bikaranîn: ez nikarim, tu nizanî, em nikanin… ew newêre, em neşên. Tevî ku carinan bi taybetî li gel ”şiyan” û ”wêrîn”ê ”na-” tê bikaranîn jî, ”ne-” y abi wan re gelek berbelavtir e û divê ku bi ”ne-” re werin xebitandin.
Paşpirtikên kesandinê

Di dema niha de lêker herdem li gor kirdeyê anku kesa/ê tiştekî dike yan tiştek e ditewe.

– ez …(i)m

– tu …(y)î/(î)

– ew…(e)

– em …(i)n

– hûn …(i)n

– ew …(i)n.

Eger rehê dema niha bi dengdarekê (konsonant) bi dawî were, qertaf

ên kesandinê wiha ne:

– ez …im

– tu …î

– ew …e

– em …in

– hûn …in

– ew …in.

Nimûne: çûn à -ç-: ez di-ç-im, tu di-ç-î, ew di-ç-e, em di-ç-in, hûn di-ç-in, ew di-ç-in.

Eger rehê dema niha bi dengdêrekê (vowel) bi dawî were, qertafên kesandinê wiha ne:

– ez …m

– tu …(yî)

– ew …(nîne)

– em …n

– hûn …n

– ew …n.

Nimûne: dirû(ti)n à -dirû-: ez di-dirû-m, tu di-dirû-(yî), ew di-dirû, em di-dirû-n, hûn di-dirû-n, ew di-dirû-n.

Li ser meseleya bikaranîna qertafa kesê duyem yê yekjimar du alternatîv hene: tu didirû/tu didirûyî yan tu dişoyî/tu dişo, tu dişêyî/dişê. Herdu awa jî qebûlbar in lê awayê bi „-yî“ were tercihkirin ji ber ku bi wî awayî cudahiya navbera „(ew) dişo“ û (tu) dişoyî“ tê dîtin. Di de borî ya sade jî ev cudahî heye: „(tu) çûyî“ lê „(ew) çû.

Li ser meseleya bikaranîna qertafa kesê sêyem yê yekjimar li cihê …(e) di hin devokan de -(ê), -(i)t, -(î), -(i)tin, -(î)tin: Ew dibêjê, ew dibêjit, ew dibêjît, ew dibêjitin, ew dibêjîtin yan „ew didirût, ew didirûtin...“ hene. Lê lihevkirineke hema bêje tevkurmancî heye ku qertafa …(e) divê di zimanê nivîskî de were bikaranîn.

Li ser meseleya bikaranîna qertafa kesê yekem yê pirrjimar li cihê …(i)n li hin deveran …în/…yn tê bikaranîn: em dibêjîn, em dişêyn (dikarin). Ev qertaf di soranî de jî wiha ye.

Hin kes wek belgeyekê bo tercihkirina vê qertafê hin klasîkên kurdî dane. Rast e ku wan wisa kiriye lê ew hemû qisekerên wan devokan bûne yên ut ê de li cihê qertafa …(i)n qertafa …în/yn tê bikaranîn. Wan ne bi zanistî wisa kiriye lê li gor devoka xwe kiriye. Wan herwiha li cihê qertafa kesê sêyem yê yekjimar li cihê …(e) jî li gor devokên xwe -(i)t, -(î), -(i)tin, -(î)tin bi kar anîne.

Niha di kurmanciya nivîskî de (ji bilî ya bi alfabeya kurdî-erebî li Behdînan) bi gelemperî …(i)n tê bikaranîn. Madem ku em cudahiyê naxin navbera qertafa kesê duyem yê pirrjimar û yê sêyem yê pirrjimar, ne hewce ye ku em rabin wê cudahiyê bixin navbera wan û yê yekem yê pirrjimar jî.

DEMA BÊ

Dema bê bi peyvika ”dê”[57] + pêşqertafa bi- + rehê lêkerê + paşqertafa kesandinê tê çêkirin:

– (ez) dê bi-k-im, (tu) dê bi-bêj-î, (ew) dê bi-ç-e, em dê bi-ajo-n, hûn dê bi-kirr-in, ew dê bi-stîn-in.[58]

Paşqertafên kesandinê wek yên dema niha ne. Pêşqertafa ”bi-” jî wek ”di-” ya dema niha dixebite. Lê pêşqertafa neyîniyê ne ”na-” lê ”ne-” ye:

– ez dê nekim, tu dê neşoyî, ew dê neçe, em dê neajon, hûn dê ne-enirrin, ew dê neînin.[59]

Heke preverb (ba-, ber-, çê-, da-, hil-, ra-, rû-, ve-, wer-/wel-) li gel lêkerê hebe, hingê ”bi” nakeve navbera wan:

rast                                           şaş

rûnin                                         rûbinin

vekim                                        vebikim

bade                                          babide

berdim                                      berbidim

çêke                                          çêbike

dagirin                                      dabirin

DEMA BORÎ YA SADE

Pêşpirtik

Di dema borî ya sade de di rewşa erênî de, berevajî dema niha, ti pêşpirtik nînin:

– ez hatim, tu çûyî, ew vegerî, me got, wan zanî.

Pêşqertafa neyîniyê ya dema borî ya sade ”ne-” ye:

– nehatim, neçûyî, nebû, nekirin, neşiya

Lê pêşqertafa neyînî ya lêkera ”karîn/kanîn” û ya ”zanîn”ê ”ni-” ye:

– Min nikarî, te nikanî, wî nizanî.[60]

Eger rehê lêkerê jî bi herfa ”e” dest pê bike, divê ”-” di navbera ”e” ya dawiya qertafê û ”e” ya destpêka rehê lêkerê de were danîn: ne-eciband, ne-ezimandin, ne-enirrî.[61] Ji ber zelaliyê divê ev xetik (-) were bikaranîn ji ber ku “ne” û “e-” kîteyên ji hev cuda ne. Ew ne wek “nee-zi-mand” lê wek “ne-e-zi-mand” tê xwendin. “ne+enirrî” jî ne wek “nee-ni-rî“ lê wek “ne-e-ni-rrî” tê bilêvkirin.

Lêkerên negerguhêz (intransitîv)

Lêkerên negerguhêz ew lêker in ku mirov dikare bi xwe tiştek be yan tiştekî bike lê bandora wê li ser kes û tiştên din nîne. Lêkerên wisan in ku mirov nikare bibêje ”Ez te filan-lêkerê”.

Dema borî ya sade ji lêkera rader – (i)n + paşqertafa kesandinê:

– hatin > hat-in > hat > (ez) hatim

– çûn > çû-n > çû > (tu) çûyî

– kenîn > kenî-n > kenî > (ew) kenî

Paşqertafên kesandinê wek yên dema niha ne lê tenê kesê yekem yê yekjimar bê qertaf e:

– ez …(i)m

– tu …(y)î/(î)

– ew…

– em …(i)n

– hûn …(i)n

– ew …(i)n.
– ez çû-m, tu tu bû-yî, ew hat-, em gerî-n, hûn zivirî-n, ew rûnişt-in.

Bi lêkerên negerguhêz re hertim divê cînav û navdêrên netewandî werin xebitandin:

– Ez çûm[62]. Jiyan nehat. Ehmed vegerî.[63]

Lêkerên gerguhêz (transitîv)

Lêkerên gerguhêz ew in ku pê kirde dikare bandorê/tesîrê li kesekî din yan lit iştekî bike. Bi lêkerên gerguhêz re ne tenê kirde (kesê ku tiştekî dike) lê herwiha bireser jî (kesê yan tiştê kut iştek lê tê kirin) jî heye yan dikare hebe.

Di demên borî de lêkerên gerguhêz ne li gor kirdeyê (kesê ku dike) lê li gor bireserê (tiştê ku tê kirin yan kesê ku bandor lê tê kirin) paşqertafa kesandinê digire:

Dema niha                                dema borî ya sade

– Ez te dikujim.                          Min tu kuştî.[64]

– Tu min dikujî.                         Te ez kuştim.

Balê bidiyê ku kirde (kesê ku tiştekî dike – li vê derê dikuje) anku di hevoka yekem ya dema borî de „min“ û di ya duyem de „te“ tewandî ye. Lê tiştê ku tê kirin yan kesa/ê ku tesîr lê dibe (di hevoka yekem ya dema borî de „tu“ û di ya duyem de jî „ez“ netewandî ne.

Herdem divê ku yek ji herduyan tewandî be (di dema niha de bireser û di ya borî de jî kirde). Paşqertafa kesandinê jî herdem li gor ya netewandî ye. Di dema borî de herwiha ji qerafa kesandina lêkerê (ne ji bireserê) diyar dibe ka bireser yekjimar yan jî pirhejmar e:

Dema niha                                dema borî ya sade

– Ez wê/wî dibînim.                   – Min ew dît. (Min tenê kesek/tiştek dît.)

– Ez wan dibînim.                      – Min ew dîtin. (Min çend kes/tişt dîtin.)

Boriya sade + ”e”ya girêder

Di kurdî de rêza peyvan di hevokan de bi giştî wiha ye:

kirde + bireser + lêker:

– Ez te dibînim. Min tu dîtî.

– Wî sêvek xwar.

– Ew li malê ye.

Lê eger di hevokê de lêkerek bi maneya ”livîna ber bi derekê ve” yan jî „ji tiştekî bûn tiştekî din“ hebe lê ti daçek (prepozisyon) pê re tine bin, rêza peyvan wiha ye:

kirde + lêker + bireser:

– Ez çûm malê. (Lê “Ez ber bi malê ve çûm.” anku „kirde+bireser+lêker“ ji ber ku daçek heye)

– Bibe wir. (Lê “Ji wir bîne” anku kirde+bireser+lêker)

– Bû mamoste. (rewşa guherrîn anku dînamîk diyar dike lê “Mamoste bû.” rewşa statîk dide xwiyakirin.)

Dema ku lêker li pêş bireserê tê, carinan „-e“ yan „-ye“ girêder li lêkerê tê zêdekirin:

Ew hate vê derê, wî nameyek aniye malê û daye min.

Lê pirsgirêkek di vî şêweyê nivîsîne de heye; nikare bê zanîn ka “aniye vê derê” û “daye min” forma dema borî ya sade ye (anku anî + malê) yan jî boriya dûdar e (aniye + malê). Anku forma boriya sade û boriya dûdar tevlihev dibin. Lê eger em van “e” û “ye”yên zêde nexebitînin, ev tevlihevî radibe:

Boriya sade                               Boriya dûdar

– hat vê derê                              – hatiye vê derê

– anî malê                                  – aniye malê

– da min                                    – daye min

DEMA BORÎ YA BERDEWAM

Dema borî ya berdewam wek dema borî ya sade ye lê pêşqertafa “di-“ jî dikeve destpêka rehê lêkerê:

Boriya sade                               Boriya berdewam

– hatim                                      – dihatim

– çûyî                                         – diçûyî

– ajotê (ajot wê derê)                – diajot

– enirrîn                                     – dienirrîn

Berevajî dema niha, di dema borî ya berdewam de di rewşa neyînî de jî ”di” ji ber “ne-“ nakeve:

– neda                                        – nedida

– nebir                                       – nebirê

Di boriya berdewam de herwiha pêşqertafa neyînî ya lêkerên “karîn/kanîn” û “zanîn” jî “ne-“ ye (ne wek di boriya sade de “ni-“ ye):

Boriya sade                               Boriya berdewam

– nikarî                                      – nedikarî

– nizanîn                                    – nedizanîn[65].

DEMA BORÎ YA DÛDAR

Boriya dûdar pêk tê: dema borî ya sade + (e)

Boriya sade                               Boriya dûdar

– çûm                                         – çûme

– hatin                                       – hatine

– gotin                                       – gotine

Lê forma lêkerê bo kesê duyem yê yekjimar (tu) wek boriya sade dimîne:

Boriya sade                               Boriya dûdar

– hatî                                         – hatî[66]

– çûyî                                         – çûyî

– (wî tu) birî                              – birî

Forma lêkerê bo kesê sêyem yê yekjimar (ew) wiha pêk tê: boriya sade + (i)ye

Boriya sade                               Boriya dûdar

– hat                                          – hatiye

– çû                                            – çûye

– bir                                           – biriye

Forma neyînî jî bi şertên wek dema borî ya sade bi pêşqertafa ”ne-” tê bikaranîn avakirin (”ni-” bo lêkerên ”karîn/kanîn” û ”zanîn”[67]):

– neçûme

– nehatî

– negotiye

– nikarîne

– nizaniye.

Boriya dûdar + ”ê”ya bireser

Carinan bireser dikare bi lêkerê ve jî were girêdan:

– Ez diçimê. (wate: 1. Ez diçim wê derê. 2. Ez diçim wî tiştî.)

– (Ez) hatimê. (wate: 1. Ez hatim wê derê 2. Ez hatim wî tiştî.)

– (Tu) çûyiyê. (1. Tu çûyî wê derê. 2. Tu çûyî wî tiştî.

– Min digotê. (Min digot wê/wî/wan. Min ji wê/wî re digot.)

– Biribûnê. (1. Ew biribûn wê derê. 2. Ew biribûn wî tiştî.)

Lê dema ku ”ê”ya bireser li forma lêkerê ya boriya dûdar ve tê girêdan, ”e”ya li dawiya lêkerê, dibe ”i”. Lê ji ber ku ”i” û ”ê” herdu dengdar in, ”y” ya kelijandinê jî lê tê zêdekirin:

– (Ez) hatim-e malê > hatim-i-yê > hatimiyê

– (Hûn) birin-e Kurdistanê > Hûn birin-i-y-ê > biriniyê.

– (Ew) çû-y-e dikanê > çû-y-iyê > çûyiyê.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

DEMA BORÎ YA DÛR

Boriya dûr wiha pêk tê: rader – n + bû + qertafa kesandinê ya boriya sade[68]

hatin > hati-n > hati-bû > hatibûm, hatibûyî, hatibû, hatibûn

Forma neyînî jî bi şertên wek dema borî ya sade bi pêşqertafa ”ne-” tê bikaranîn avakirin (”ni-” bo lêkerên ”karîn/kanîn” û ”zanîn”[69]):

– neçûbûm

– nehatibûyî

– negotibû

– nikarîbû

– nizanîbû.

LÊKERÊN TAYBET

”BÛN”

Lêkera “bûn” di kurdî de xwediya du wateyan e:

Lêkera “bûn” di kurdî de di dema niha (lê ne di demên din de) de, eger rewşa statîk û sabit diyar bike, (wek “be” ya inglîzî, “sein” ya almanî, ”être” ya frensî, “ser”a spanî û “vara” ya swêdî be) tewîna wê bêrêz anku ne li gor qaydeyan e:

Yekhejmar                                                                      Pirrhejmar

  1. Ez … im/me (Ez xwendekar im, mamoste me) 1. Em … in/ne
  2. Tu … (y)î (Tu kur î, kî yî?…) 2. Hûn … in/ne
  3. Ew … (y)e 3. Ew … in/ne

Lê eger mebesta wê diyarkirina guherîn û dînamîkiya rewşê be, (wek “become” ya inglîzî, “werden” ya almanî, „devenir“ ya frensî û “bli” ya swêdî), tewîna wê herdem birêz e:

Yekhejmar                                                Pirrhejmar

  1. Ez dibim … 1. Em dibin …
  2. Tu dibî … 2. Hûn dibin …
  3. Ew dibe … 3. Ew dibin…

Bi çavê pêşîn tu ê vê forma 2em a lêkera “bûn”ê hinekî seyr bibînî çunke ew dişibe

tewandiyên lêkera “birin”ê lê rêza peyvan (ing. word order) di hevokê de wan xwiya dike ka mebest ji “bûn”ê yan jî ji “birin”ê ye. Her kurdîzanek cudatiya van herdu hevokên jêrîn bê ti

dijwariyan dikare averû bike:

  1. Ew dibe mamoste.
  2. Ew mamoste dibe (derekê).

Lê ev a din ne ewqas asan e:

  1. Azad dibe jîr.
  2. Azad jîr dibe.

Mebesta hevoka 1em ew e ku Azad dibe kesek (ji berê) jîrtir. Hevoka “temam” wiha ye:

“Azad dibe kesek jîr”.

Hevoka 2yem du wate hene: 1) “Azad kesek jîr dibe derekê.” 2) “Jîriya Azad zêde dibe.”

Di herdu hevokan de her sê peyvên heyî di heman forma xwe de hatine bikaranîn lê dîsa jî di hevoka 1em de “jîr” rengdêr (adjektîv) e lê di ya 2yem de heman “jîr” – eger Azad kesekê/î bibe derekê – navdêr e lê – eger jîriya Azad zêdetir bibe – “jîr” rengdêr (adjektîv) e.

ÇEMANDIN Û NEYÎNIYA „BÛN“ û „HEBÛN”Ê

Lêkera “hebûn” an jî “heyîn” xwediya du celeb formên tewînê ye û li gor çawantewîna wê jî wateya wê diguhere.

  1. Eger lêkera “hebûn” li gor kirdeyan (subjektan) bitewe, hingê wateya wê “exist” ya inglîzî (”varolmak” ya tirkî) ye ku hebûna kirde bi xwe ye:

Yekhejmar                        Pirrhejmar

  1. Ez heme 1. Em hene
  2. Tu heyî 2. Hûn hene
  3. Ew heye 3. Ew hene
  1. Eger lêkera “hebûn” li gor serveyan (objektan) bitewe, ew tê wateya “have” ya îngilîzî û

mebesta wê ew e ku kirde xwediya/ê tiştekî ye:

Bireser yek e (nm: sêvek)   Bireser pirrhejmar e (nimûne: du sêv)

  1. Min heye 1. Min hene
  2. Te heye 2. Te hene
  3. Wê/wî heye 3. Wê/wî hene
  4. Me heye 1. Me hene
  5. We heye 2. We hene
  6. Wan heye 3. Wan hene

Negasyona Bûn û HEBÛNê

Li ser neyîniya anku negasyona lêkerên bûn û hebûnê hinekî dudilî heye loma divê li vir li ser rawestim. Negasyona bûnê nebûn û ya hebûnê jî tinebûn an jî nînbûn e. Di

soranî de bi giştî û di hin devokên kurmanciya jorîn de jî, bi taybetî di devoka behdînî de,

negasyona herduyan “nebûn” e lê dîsa jî di tewîna xwe de zêdetir dişibin “nînbûnê”. Lê bi

baweriya min jihevcudakirina herduyan girîng e.

Nimûne ji neyîniya “bûn”ê

Devokên ku cudahiyê dixinê                   Devokên cudahiyê naxinê

  1. Ez ne li wir im 1. Ez li wir nîn im/ nî me.
  2. Wan ez nîn im. 2. Wan ez nîn im/ nî me.

Her kurdîzanek dikare bi asanî tê derdixe ku hevoka yekem negasyona “Ez li wir im” anku

negasyona lêkera “bûn”ê ye. Ya duyem jî neyîniya “Wan ez heme” anku negasyona lêkera

“hebûn”ê ye.

Lê devokên ku cudahiyê naxin negasyona van herdu lêkeran, di herdu hevokan de heman lêkerê raberî me dikin. Bê guman eger we li beşa “devokên cudahiyê dixinê” nenêriya jî, dê bi tenê ji beşa “devokên cudahiyê naxinê” eşkere bibûya ka kîjan ji wan negsayona “bûn” û kîjan jî ya “hebûn”ê ye. Anku hin kes dê bibêjin ka em çima guherekê bixin navbera wan madem em bi asanî bikarin ji kontekstê fam bikin. Lê ji we re mînakek din:

-Ma ev erebî ye?

-Na, erebî nîn e.

Em ne inkarkerên gelan in; zimanekî bi navê erebî heye û bi sedan milyonan kes pê dipeyivin

lê li vê derê kesek ji me re îdia dike ku “erebî nîn e”! Erebî heye lê bi rastî jî ev nivîsar ne bi erebî

  1. Eger em replîkên xwe bi awayê jêrîn bi rêz bikin, em dê bibînin ku rola jihevcudakirina neyîniya “bûn” û “hebûn”ê ne bê wate ye. Û ti kesek dê me bi inkarkirina zimanê erebî tawanbar jî neke:

-Ma ev erebî ye?

-Na, ne erebî ye.

BI YAN BÊ ”-I-”

Di peyvên xwemalî de

– sp-, ne sip-: spas, spî, spêde

– st-, ne sit-: stûn, stêr(k), stewr

– str-, ne sitir-, stir- yan sitir-: stran, strî, strû

– şk, ne şik-: şkandin, şkestin, şkeft

– bir-, ne br-: bira, birin, birîn

– sil-, ne sl-: silav, Silêmanî, silêvaneyî

– siv, ne sv-: sivore, sivande, sivîl

Tenê li destpêkê; li navê yan dawiyê yên din jî dikarin bê -i- bin:

– -sp: hesp

– -fs: hefs

– -ft: heft

– şt: heşt

– zm: nizm

– -br-: kabra

– -yr-: peyrew

BIJARTINA FORMA STANDARD YA PEYVÊ

Di kurmancî de bi hezaran peyvên wisa hene ku bi herfekê yan du-sê herfan di devokên cuda de ji hev cuda ne. Li vê derê em ê li gor rêbaza dengnasiyê hin pêşniyaran bikin daku em baştir bigihin lihevkirinê li ser bikaranîna forma standard ya her peyvê. Li vê derê em li gor her dengekî çend nimûneyan bidin lê bila bi heman awayî peyvên din jî yên bi wan dengan wisa werin bijartin.

Lê ev pêşniyar tenê bo wan peyvan e ku herdu awa jî li gor rêzimanê û etîmolojiyê rast in. Loma bo nimûne, tevî ku em li vê derê ”i” li cihê ”e” pêşniyar dikin jî, ev nayê wê maneyê ku divê ”dusid” divê li cihê dused were tercihkirin ji ber ku peyva bingehîn ”sed” e, ne ”sid” e.

Eger peyvek bi giştî bi awayekî ji van pêşniyar cuda tê nivîsîn û ji pêşniyara li vê derê cuda ye, divê ew forma zêde tê bikaranîn di ser vê pêşniyarê re were parastin û tercîhkirin. Bo nimûne, dema ku em dibêjin ku divê peyv bi forma xwe ya ”o” û ne ya ”û” werin nivîsîn, ev ne bo peyva ”hûn” (tu û yên wek te) e ji ber ku ew gelek ji peyva ”hon” ya bi eynî maneyê zêdetir tê bikaranîn û bila her wek ”hûn” bimîne.

Bo ku bizanî ka kîjan forma peyvê di kurdî de zêdetir tê bikaranîn dikarî wê peyvê li gel peyva xwe[70] di Google.com de binivîsî û lê bigerî. Bo nimûne eger binivîsî hûn xwe, niha (11/2011) nêzîkî 1 400 000 rûpel tên dan. Lê eger hon xwe, ”tenê” 110 000 rûpel tê bên dîtin. Loma baş diyar dibe ku di kurdî de ”hûn” ji ”hon” gelek zêdetir tê bikaranîn û divê wek forma standard were pejirandin.

”a”, ne ”e”

Eger di hin devokên kurmancî de di peyvekê de tîpa „a“ û di hin devokên din de jî „e“ hebe, bila forma bi „a“ were tercihkirin:

– çav (ne çev)

– laş (ne leş)

– niha (ne nihe)

a, ne ”eh” yan ”ah” yan ”e’”

– caş (ne cehş yan cahş)

– çav (ne çehv yan çahv)

– kanî (ne kehnî yan kahnî)

– karik (ne kehrik yan kahrik)

– mar (ne mehr yan me’r)

– tal (ne tehl yan tahl)

– pan (ne pehn yan pahn)

a, ne ”ê”

– gasin (ne gêsin)

– havên (ne hêvên)

– taşt (ne têşt)

”i”, ne ”e

– bihar (ne behar)

– gihiştin (ne gehiştin)

– wisa (ne wesa)

– xirab (ne xerab)

”i”, ne ”u”

– bihar (ne buhar)

– bilbil (ne bulbul)

– niha (ne nuha)

– wisa (ne wusa)

 

”î”, ne ”ih” yan ”îh”

– mî (ne ”mih” yan ”mîh”)

– rî (ne ”rih” yan ”rîh”

– sî (ne ”sih” yan ”sîh”)

”o”, ne ”û”

– firo (ne ”firû”)

– kêvroşk (ne ”kêvrûşk”)

– kovî (ne ”kûvî”)

– rovî (ne ”rûvî”)

xu-, ne xwi-

– xuya (ne *xwiya)

– xurandin (ne xwirandin)

– xuşk (ne xwişk)

ŞAŞNAME

şaş                                       rast

hevalbend                           hevbend

rêheval                                hevrê

îjar, îja, îca                          îcar (ji î+car, wek îsal, î+ro(j))

nûçegihan                           nûçegihîn, nûçeveguhêz

[1] “Wez” formeke strankî ye, dikare di nivîsîna stranan de were bikaranîn. Di axivînê de ”ez” carinan dibe ”e”: ”E-d’zanim” (ez dizanim), ”e-jî“ (ez jî).

[2] “Mi” formeke devkî û sivik e lê di stran û helbestan de dikare were nivîsîn.

[3] ”Ti” devokî ye û ”tû” ya ku carinan tê dîtin şaş e.

[4] ”Ewê” û ”ewî” formên kevnar in; ”ewiya, wêya, ewiya” devokî ne, ne bo nivîsînê ne.

[5] ”Hun”, ”hon”, „hingo“, „hungo“, ”win” yan ”wun” devokî ne.

[6] ”Hewe” û ”hingo” devokî ye, ne bo nivîsînê ye.

[7] Ne ”ewan, ewana, wana, wanan”. Pirhejmarî ne bi cînavê lê bi lêkerê diyar dibe: ”Ew diçe.” (yekjimar), ”Ew diçin.” (pirhejmar).

[8] ”Wan” bi xwe tewandî ye, nabe ku dubare wek ”wana, wanan, ewana, ewanan” were tewandin. ”Wa” devkî ye.

[9] ”Eviya, vêya, eviya” devokî ne, ne bo nivîsînê ne.

[10] [10] Ne ”evan, evana, vana, vanan”. Pirhejmarî ne bi cînavê lê bi lêkerê diyar dibe: ”Ev diçe.” (yekjimar), ”Ev diçin.” (pirhejmar).

[11] Ev hem formên tewandî û hem jî yên netewandî ne ji ber van sedemên jêrîn: 1. “Ez wê dibînim.” (li vê derê “wê” tewandî) ye. Lê “Ew min dibîne.” (Li vir “ew” netewandî ye.) LÊ 2. Ez dibêjim ew hem formên tewandî û hem jî yên netewandî ne ji ber van sedemên jêrîn: 1. “Ez wê dibînim.” (li vê derê “wê” tewandî) ye. Lê “Ew min dibîne.” (Li vir “ew” netewandî ye.) LÊ 2. “Ez ewa han dibînim.” (li vê derê “ewa han” li cihê “wê” ya hevoka yekem e anku tewandî ye.) Lê “Ewa han min dibîne.” (Li vir “ewa han” li cihê “ew” e anku netewandî ye).

[12] ”Ewa ha, ewa hanê, ewa he, ewa henê” devokî ne, ne bo nivîsînê ne.

[13] Di soranî de tenê ”kê” heye ji ber ku di soranî de tenê formeke cînavan heye: ”min” heye lê ”ez” nîne, ”to” (hevbera ”tu” ya kurmancî) heye lê ”te” nîne…

[14] ”Êk” û ”yêk” devokî ne.

[15] Di nivîsîna hejmarên rêzê de mirov dikare çend paşgirên rêzkirina hejmaran bi kar bîne, nimûne: ”çarem, çaremîn, çaran, çarê, çara”. Hin ji van paşbendikan (-an, -ê, -a) fonksiyon û erkên din hene û ”-emîn” jî dirêj û giran e loma baştirîn paşbendik ”-em” e: yekem, duyem, sêyem, çarem… Di nivîsîna bi hejmaran de baştirîn form hejmar û niqteyek li pey wê ye: ”Ew 1. kes e.” (Ne ”Ew 1’em kes e” yan ”Ew 1-em kes e.” yan ”Ew 1em kes e.”

[16] ”Dido, didu, dudu, di” devokî ne, ne bo nivîsînê ne. ”Dû” ji bandora soranî yan farisî ye, di kurmancî de ne maneya ”2” lê wateya ”dûkêl, dûman, dûxan, moran” û herwiha maneya ”pey, dûv” dide.

[17] ”Diwem, duhem, duwem” devokî ne.

[18] ”Sisê” devokî ye.

[19] ”Çiwar” soranî ye, di kurmancî de nîne.

[20] Ne ”pênç”, ev ji bandora tirkî ye ji ber ku di tirkî de ”c” nayê dawiya peyvê, ”ç” di tirkî de cihê wê digire. Lê di kurdî de divê ”pênc” were nivîsîn ji ber ku em dibêjin ”pêncem, pêncî”, ne ”*pênçem, pênçî” û hwd.

[21] Di hemû devokan de û loma di zimanê giştî de jî ”h” wek herfa erebî ”ح” tê xwendin anku wek ”h” ya di navê Hesen û Hisên de.

[22] ”Heyşt” devokî ye. Di hin devokan de ”h” wek ”ح” anku wek ”h” ya di navê Hesen û Hisên de tê xwendin lê di pirraniya devokan de û loma di zimanê giştî de jî wek h-ya „normal“ tê gotin.

[23] Li gor devokan dikare „yazde, yanzde, yanzdeh“ be. Berevajî soranî, di kurmancî de bo hejmarên 11 – 19 -zdeh berbelav e, ne -nzde/-nze ya soranî.

[24] Li gor devokan dikare „dozde(h), diwazde(h), duwazde(h)“ be lê siviktirîn û bikêrhatîtirîn form „dazdeh“ e ji ber ku wek „yazdeh“ê jî bi paşgira „-azde“ ye û ji hejmara duyem jî (2) herfa destpêkê „d“ bi xwe ve girtiye, wek çawa ku „yazdeh“ jî herfa yekem ji peyva „yek“ bi „-azdeh“ê ve girê daye û bûye „y+azdeh“, wisa „d+azdeh“ jî.

[25] Ji „heft“ ku ji ber ketina herfa ”t” tîpa „f“ dibe „v-„ wek di „axiftin à diaxive“ yan „keftin à dikeve“ de. Lê nabe „hivde(h) be ji ber ku peyva bingehîn ne „*hift“ lê „heft“ e.

[26] Ji ”heşt” ku ji ber ketina herfa ”t” tîpa ”ş” dibe ”j”, wek di ”kuştin à dikuje” yan ”riştin à dirije” de. Lê nabe ku ”hijde(h)” yan ”hîjde(h)” be ji ber ku peyva bingehîn ne ”*hişt” yan ”*hîşt” lê ”heşt” e.

[27] Bo sivikkirina xwendinê „bîst û yek“ ji „bîstûyek“ baştir e.

[28] „Sih“ forma kevnar e lê di nivîsînê de kurmancî

[29] „Çel“ kêm tê bikaranîn û devokî ne.

[30] ”Pêncih, pênce” kêm tên bikaranîn, devokî ne.

[31] ”Heyştê” devokî û giran e.

[32] “Not” di hin devokan de li kar e lê di zimanê nivîsînê de “not” bi maneya “têbînî” û “sembolên muzîkê” tê bikaranîna loma divê “nod” were tercihkirin. Di zimanên lêzim de jî bi herfa “d” hatiye bikaranîn: farisî “neved”, pehlewî “newed”.

[33] Di hin devokan de wek “dusid, sêsid” û hwd. forma “-sid” tê xebitandin lê

[34] Di axivînê de wek “pênsed” tê sivikkirin lê di nivîsînê de divê ku herfa “c” jê neyê avêtin.

[35] Di axivînê de wek “hefsed, hevsed” tê sivikkirin lê di nivîsînê de divê ku herfa “t” jê neyê avêtin.

[36] Di axivînê de wek “heşsed” tê sivikkirin lê di nivîsînê de divê ku herfa “t” jê neyê avêtin.

[37] Di hin devokan de wek “hizar” tê gotin lê „hezar“ pirr berbelavtir û bikarînayîtir e. Di hin devokan de ”h” wek ”ح” anku wek ”h” ya di navê Hesen û Hisên de tê xwendin lê di pirraniya devokan de û loma di zimanê giştî de jî wek h-ya „normal“ tê gotin. Di nivîsîna bi hejmaran de baştir û bo dîtin û xwendinê siviktir e ku ji dawiyê ve her sê hejmar bi hev re bên nivîsîn û ji yên din werin cudakirin (nimûne: 192 lê 2 192, 23 192, 175 192, 6 175 192 û hwd.)

[38] Carinan wek “mîlyon” tê nivîsîn lê dengê “i” (ne “î”) zêdetir nêzîkî dengê resen yê wê peyvê yê bi zimanê frensî yan inglîzî ye jî ku kurdî ev peyv jê girtiye û herwiha “i” siviktir e jî.

[39] Di vê rewşê de nîşana zayenda nêr dikare ”hevalî” yan ”hevêl” yan jî tenê ”heval” be. Ji ber ku ne ”hevalê” ye, tê zanîn ku nêr e.

[40] Carinan ”hevaleka min” tê bikaranîn ku ji heval+ek+a pêk tê û eger mirov ”ek”ê rake, tam dibe hevbera ”hevala min”. Di rastiyê de ev awa jî qebûlbar e ji ber ku ew li gor rêzimanê rast e lê ji ”hevaleke min” kêmtir tê bikaranîn.

[41] Carinan ”hevalekê min” tê bikaranîn ku ji heval+ek+ê pêk tê û eger mirov ”ek”ê rake, tam dibe hevbera ”hevalê min”. Di rastiyê de ev awa jî qebûlbar e ji ber ku ew li gor rêzimanê rast e lê ji ”hevalekî min” kêmtir tê bikaranîn.

[42] Eger mirov nikare yan naxwaze zayenda peyvê diyar bike (bo nimûne: dixwaze firsetê bide hevalek ji kîjan zayendê be jî – anku jin be yan jî mêr be), forma ”hevalek min” dikare were bikaranîn.

[43] Li hin deveran ”hevalêt min” yan jî ”hevalêd min” tên bikaranîn lê ew devokî ne.

[44] ”Hevalin min” ji ”hevalên min” kêmtir tê bikaranîn û carinan ”hevalên min” bi erkê wê jî radibe anku rola wê jî dilîze.

[45] Dikare wek ”sêva sor a Jiyanê” jî were nivîsîn, lê ne wek ”*sêva sora Jiyanê”.

[46] Dikare wek ”hevalên min ên xwendingehê jî bêt nivîsîn, lê ne ”*hevalên minên xwendingehê”

[47] Dikarin wek ”a reş”, “ê reş” û “ên reş” jî were nivîsîn lê wisa zêdetir devkî ne.

[48] ”Reşan” hê devkîtir dikare wek ”reşa” jî were gotin lê bi kêrî zimanê nivîskî nayê.

[49] Di zimanê axivînê de ”hêj”, di hin devokan de ”hîna (jî)”, ”hîn (jî)”, ”hêja”, ”hêşta (jî) lê ev hemû devokî ne û baştir e ku ”hê” yan ”hê jî” di zimanê nivîskî de were tercihkirin. Peyvika ”deha” yan ”daha”, ku carinan di axivînê yan nivîsînê de tê dîtin, ji tirkî ye û divê ku di zimanê nivîskî de neyê bikaranîn.

[50] Li cihê ”herî” kêm car ”here” tê gotin û nivîsîn lê “herî” berbelavtir û naskirîtir e.

[51] Li gor devokan ”ko” dikare ”kot, kuh, kut” be.

[52] *”Di Kurdistanê de” û *”Di xwaringehê de” şaş in û ji tesîra tirkî ne. ”Di … de” bo diyarkirina di tiştan e, ne bo cih û der û deveran.

[53] ”Kanîn” jî li hember ”karîn”ê pirr kêm tê bikaranîn. Dikarî di Google.com de li ”dikarim xwe” û ”dikanim xwe” bigerî bo dîtina vê rastiyê. Loma divê ku ”karîn” wek forma standard were bikaranîn.

[54] Bi devkî hin car pêşqertafa “na-“ tê destpêka peyvê: ”nabadim, naçêkî, naberde, nahilbijêrin…” lê ev di nivîsînê de nabe ji ber ku pêşqertafa erênî ”di-” jî dikeve nav peyvê, ne destpêka wê.

[55] Carinan bi şaşî ev herdu ”a” bi tenê “a”-yekê tên nivîsîn lê ev ne li gor dengê van peyvan e.

[56] ”Naîne” carinan bi şasî wek ”nayne” tê nivîsîn.

[57] Di hin devokan de ”ê”, ”wê” yan ”yê” ye lê ji ber ku her yek ji van peyvikan erk û fonksiyoneke din ya rêzimanî heye lê ”dê” bê ti peywireke wisa ye, divê ku ”dê” bo vê rewşa dema niha were tercihkirin.

[58] bi taybetî di diyalog û replîkan de dikare wek ”ez ê bikim, tu ê bibêjî, ew ê biçe, em ê bixwin, hûn ê bikirrin, ew ê bistînin” were sivikkirin. Di hin devokan de pêşqertafa ”bi-” nîne. Bi taybetî di devoka behdînî de wiha ye: ”ez ê kim, tu ê xwî, em kirrin.”

[59] Di hin devokan de û bi devkî forma neyînî ya dema niha nayê bikaranîn. Li cihê wê jî forma neyînî ya dema niha tê xebitandin.

[60] Di hin devokan de pêşqertafa lêkera ”hatin” jî ”ni-” ye: ”nihatim, nihatî, nihat, nihatin” lê formên standard û berbelav ”nehatim, nehatî, nehat, nehatin” in.

[61] Carinan bi şaşî ev herdu ”e” bi tenê “e”-yekê tên nivîsîn (”necibandin, nezimandin, nenirand) lê ev ne li gor dengê van peyvan e û herwiha têgihiştinê jî dijwar dike ji ber ku xwendevan dê texmîn bike ku belkî *-ciband-”, *-zimand- û *nirand- e.

[62] Hin caran bi şaşî gotina “min çû” tê bikaranîn lê nabe.

[63] Di hin devokan de, eger lêkera negerguhêz bi herfa ”în” bi dawî were, ew dibe ”-iya-”: ”Ew vegeriya, ez geriyam.” Lê ev awa tenê di hin devokan de tê bikaranîn û di wan devokan de jî bo lêkerên gerguhêz nayê xebitandin (nayê gotin: ”Min kirriya, min birriya”). Di lêkerên gerneguhêz de jî ew tenê bi peyvên bi ”…(în)” bi dawî tên ve sinordar e loma di ti devokan nayê gotin “ez bûyam/çûyam/hatiyam…”. Loma ev qayde pirr devokî ye û divê ku di zimanê nivîskî de neyê bikaranîn.

[64] Li gor hin devokan ”Te min kuşt” e anku hem kirde (te) û hem jî bireser (min) tewandî ye û lêker jî bê paşqertafa kesandinê ye. Lê di zimanê nivîskî de nabe ku herdu werin tewandin ji ber ku eger ew awa bê bikaranîn, mirov nikare bizane ka ”min kuşt” tê maneya ”min kesek kuşt” (=”ez bikuj/kujer im”) yan jî ”kesekî ez kuştim” (=”ez kuştî me”). Herwiha divê ku paşqertafa kesandinê were diyarkirin ji ber ku bi wê bireser tê diyarkirin: ”kuştim” (=”ez hatim kuştim”) lê ”kuştî” (=”tu hatî kuştin”). Bi taybetî jî ev di diyarkirina yekjimarî yan jî pirhejmariya peyva ”ew” de giring e: ”ew kuşt” (=kuştî yek e) lê ”ew kuştin” (=kuştî du yan zêdetir in).

[65] Di hin devokan de ”nid’zanî-” e lê ”*nid(i)karî-” di devokan de jî nayê bikaranîn. ”*nid(i)hat-” jî peyda nabe tevî ku di hin devokan de ”nihat-” heye jî.

[66] Di rewşa boriya dûdar de bo kesê duyem yê yekjimar carinan forma ”(tu) hatiyî” yan tu ”çûyiye” tê pêşniyarkirin. Lê ew ne zêde tên bikaranîn û ne jî bi rêzimankî dirist in.

[67] Di hin devokan de herwiha li gel lêkera „hatin“ jî pêşqertafa „ni-„ tê bikaranîn: ”nihatime, nihatî, nihatiye, nihatine”.

[68] Di hin devokan de forma avakirina boriya dûr wiha ye: ”rader – (î)n + (i) + bû + qertafa kesandinê ya boriya sade loma bo nimûne ”zanî-bû” dibe ”zan-i-bû”.

[69] Di hin devokan de herwiha li gel lêkera „hatin“ jî pêşqertafa „ni-„ tê bikaranîn: ”nihatime, nihatî, nihatiye, nihatine”.

[70] Vê peyva xwe jî li gel peyva ku dixwazî lê bigerî binivîse, daku Google tenê tekstên kurdî bide çunkî peyva dixwazî belkî di zimanên din de jî hebe (bi eynî maneya kurdî yan jî bi maneyeke din) loma hingê nizanî ka ew peyv çi qas di kurdî de berbelav û bikarînayî ye. Ji ber ku di zimanên din de, heta di zaravayên din yên kurdî de jî ev peyva xwe bi vî awayê nivîsînê nîne lê hema bêje di her nivîsa piçekê dirêj ya kurmancî de heye, Google dê ji te re tenê (yan teqrîben) nivîsên kurmancî bibijêre.

One thought on “RÊBER – rêbernameya rastnivîsîna kurdî

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s