Ev ziman ne bêalfabe ye!

Husein Muhammed

alfabe

Ev du roj in kesekî ji berê ve ji min re nenas bela xwe ji min venake. Bi tirkî ji min re nivîsî, min bersiva wî neda. Dû re nivîsî ”Hewal ma tu tirkî nizanî?” Min bersiv da ku ne kamil lê dizanim û fehm dikim.

Rabû bi tirkî bi dirêjahî ji min re nivîsî ku ji alfabeya kurdî nerazî ye. Min jê re got ku gengeşeya li ser alfabeya kurdî ne bi tirkî lê bi kurdî tê kirin. Bi hevokeke kurt ya kurdî bersiva min da ku ”alfabe tine ku pê binivîsim.”

Gotineke pêşiyan heye, dibêje ”Ecela bizinê hatiye, xwe li nanê şivanî dide”.[1] Îcar ruh û psîkolojiya hinek kesan xirab bûye, radibin tirra xwe li koşk û civata zimanê kurdî dikin.

Desteyeke ji van mirovan jî ew in ku xwe ji xwe zanatir û şarezatir didin nasîn û hemû xelk û alema heyî dîn û ehmeq dihesibînin.

Birreke ji van kesan jî li dahol û zirnaya ”ev alfabe ne baş e, divê ev alfabe were guherandin” didin. Heçku bibêjin ev alfabe ne bi dilê min e, loma divê ev miletê 40-50 milyonî rabe alfabeyeke ku ferman dikim bi kar bînin û pê binivîsin.

Kurdî xwedî çendîn alfabeyan e

Gelek milet û zimanên wan alfabeyek heye. Dewleyî serê hesûd û çavnebaran, kurdan û zimanê kurdî ne alfabeyek lê sê alfabe jî hene. Kurdî dikare bi alfabeya latînî, bi alfabeya erebî[2] û bi alfabeya krîlî jî were nivîsîn.

Bi her yekê ji alfabeya latînî û bi alfabeya erebî bi hezaran kitêb hatine weşandin, bi sedan malper an hezaran blog hene, bi dehan TV û radyo kar dikin û hwd.

Kurdî heta vê dawiyê bi krîlî jî dihat nivîsîn lê êdî krîlînivîs jî bi dilê xwe derbazî latînînivîsînê bûne.

Herdu alfabeyê me yên serekî (latînî û erebî) zêdeyî 99 % standard in û zimanê bi wan tê nivîsîn jî (çi kurmancî û çi jî soranî be) 80 – 90 % standard e.

Tenê zimanên ku sedsalekê yan bi sedsalan zimanên resmî yên dewletan an imparatoriyan bûne, rêje û nisbeteke standardiyê ya ji zimanê me yê nivîskî bilindtir peyda kiriye.

Ti alfabe ne bêkêmasî ne

Yên ku radibin doz û daxwaza alfabeyeke din dikin, dibêjin ku di alfabeya kurdî de kêmasî hene loma divê em alfabeyeke nû çêkin an jî gelek herfên din li alfabeyê zêde bikin.

Lê pirsgirêka serekî ne alfabe lê nezaniya mirovan e. Eger wan hay ji ziman, zimannasiyê û alfabeyên zimanên din hebûya, wan dê bi hêsanî bidîta ku di her zimanî de kêmasiyên alfabeyê hene. Bi gotineke din, alfabeya ti zimanê li ser darê vê dinyayê ne kamil û bêkêmasî ye.

Li cîranên xwe binêrin, di alfabeya zimanê erebî, di alfabeya tirkî û di alfabeya farisî de, di hemûyan de bi dehan kêmasî hene.

Bo nimûne, nenivîsîna vokalên kurt wisa dike ku gelek peyvên ne hevdeng di erebî de bi heman awayî tên nivîsîn. Di farisî de ev heman pirsgirêk heye. Li aliyê din di farisî de peyvên esil-erebî bi hin herfên erebî tên nivîsîn (bo nimûne bi D, S, T û Z yên qelew) tevî ku ew deng di farisî de di peyvên esil-erebî de jî nayên gotin. Di tirkî de deng hene ku nayên gotin (bo nimûne Ğ) û hin dengên ne wek hev bi eynî herfê tên nivîsîn (bo nimûne K-ya wek K-ya kurdî ya bipif/req di peyda ”kedi” anku ”kitik, pisîk” de û K-ya zêdetir nêzîkî Q-ya kurdî wek di peyva ”akşam” anku ”êvar” de).

Ne tenê di van zimanan de lê di her zimanî de kêmasî yan tevliheviyên alfabeyê hene. Bo nimûne, di piraniya zimanên ewropî de C wek du dengên ji hev cuda (carinan wek K û carinan jî wek S) tê gotin. Herfa Y carinan konsonant e (wek di kurdî de) û carinan jî vokal e (di hin zimanan de hevdenga ”î” ya kurdî û di hin zimanan de jî hevdenga ”ü” ya tirkî ye).

Di inglîzî de heman herfa A dikare wek A-ya kurdî were gotin (bo nimûne di peyva ”father” anku ”bab/bav” de), wek E-ya kurdî (bo nimûne ”hand = dest”), wek EY-ya kurdî (”tame = kedî”), wek Ê-ya kurdî (”bare = rût, tazî”)…

Di fransî de piraniya herfan li dawiya peyvê nayên gotin, bo nimûne ”petit” (bixwîne ”pêtî” anku ”biçûk”), ”sans” (bixwîne ”san” anku ”bê, bêyî, nîne”) û hwd.

Anku di ti zimanî de alfabeyeke 100 % kamil û bêkêmasî nîne. Lê her milet li ser bikaranîna alfabeya xwe berdewam e û ji alfabeya xwe razî ye û qedir û qîmetê wê dizane.

Em kurd xwedî du-sê alfabeyên hêja ne. Lê em ji xwelîbiseriya xwe ji ti ji wan ne razî ne. Yên ji alfabeyên heyî nerazî jî li ser ti alfabeyeke nû jî li hev nakin lê her yek dixwaze alfabeya xwe li ser me hemûyan ferz bike!

Ehmeqiya mezin jî ev e!

***

Me berê jî nivîsiye ku alfabeya heyî têra zimanê kurdî dike û zêdekirina herfan dê ne xizmetê lê ziyanê li me bike. Kerem bikin bixwînin:

_____________________

TÊBÎNÎ

[1] Gelek versiyonên wê hene, bo nimûne ”ecela bizinê hatiye, nanê şivên dixwe”, ”ecela bizinê hatiye, bela xwe li şivîn dide” û hwd lê mesele her eynî ye.

[2] Hinek dixwazin jê re bibêjin ”alfabeya aramî” lê ev tenê dijîtiya erebî ye. Alfabeya kurdî-erebî pir dişibe alfabeya erebî û pir kêm dişibe alfabeya aramî. Binêrin: https://en.wikipedia.org/wiki/Aramaic_alphabet

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s