Kurdiya reben rût nekin!

Husein Muhammed

pirtuk

”Êvar e, cîhan sar e, werin em biçin malê.” Ev gotin ji filmkartonekê ne ku bo zarokan hatiye amadekirin. Mirov peyva ”dinya” di kurdî de bi gelek maneyan bi kar tîne. Yek ji wan jî wateya ”hewa” dide: ”Dinya sar e = hewa sar e”.
Lê ji ber ku peyva ”dinya” bi eslê xwe ji erebî ye û di tirkî de jî wek ”dünya” tê bi kar anîn, gelek kurdan ew li xwe heram kiriye. Ew rabûne bi pey peyva ”cîhan” ketine ku dapîr û bapîrên kurdan ti caran bi kar nedianî. Çend nîşanên wê yekê hene ku ”cîhan” ne peyveke kurdî ye lê vê dawiyê ew ji farisî hatiye wergirtin:

1) Ma dapîra kê ji we peyva ”cîhan” bi kar dianî yan jî hefza xwe ji peyva ”dinya” dikir? Peyva ”dinya” ev zêdeyî hezar salî ye ku di zimanê de me cihê xwe girtiye û ti kurdîzana/ê ”sade” jî nîne ku wê fehm neke.

2) Tevî giringiya xwe jî, peyva ”cîhan” di ti biwêjên/îdyomên kurmancî de nîne. Mirov dibêje ”dîn û dinya”, ”dinya û axret”, ”li darê dinyayê”, ”dinyaya derewîn”, ”dûlika dinyayê”… Lê mirov nikare di van gotinan de peyva ”dinya” bi peyva ”cîhan” ya farismancî biguherîne yan jî mirov dê wan biwêjên qalibgirtî seqet bike. Ev jî diyar dike ku peyva “cîhan” di kurmancî (yan di hemû kurdî) de wergirtineke vê dawiyê ya ji farisî ye.

3) Dengê ”-îh-” di kurmancî de xerîb e: Mirov dikare binivîse ”bî, cî, sî, rî” yan jî ”bih, cih, sih, rih” lê nivîsîna bi awayê ”bîh, cîh, sîh, rîh” ji hedê dengnasiya kurmancî der e. Lê dîsa jî peyva ”cîhan” bi ”-îh-” e.

Zimanê kurdî ji gelek aliyan ve tên hilweşandin. Berê zext û zora ji hemûyan mezintir rênedana bikaranîna zimanê kurdî bû: qedexeya li ser zimanê kurdî ji aliyê dewletên dagirker ve. Ev rêgirtin hê jî berdewam e lê hêdî-hêdî sisttir dibe. Niha kembaxiya ji wê jî mezintir xemsarî û terkexemiya kurdan bi xwe ye: kurd bi xwe bi kurdî na-axivin, naxwînin û nanivîsin.

Gelek caran behsa vê xemsariya kurdan tê kirin. Lê kêm caran ku behsa wê tê kirin ku bikarînerên bicoş û dilsoz jî yên zimanê kurdî hin hewlan didin ku dikarin bibin sebebê hilweşandin û herrifandina zimanê kurdî: Gelek kes dixwazin ku peyvên esilerebî yên di zimanê me de biavêjin û li cihê wan hin peyvên çêkirok û perîşan pêşniyar dikin. Yan jî hin peyvên ji zimanên din dixin cihê peyva esilerebî ya di kurdî de cihê xwe baş girtî ji ber ku nizanin ku peyva ew pêşniyar jî dikin bi xwe ji zimanekî biyanî ye. Bo zelalkirina meseleyê, em çend mînakan bidin:

Li seranserî Kurdistanê peyva ”behr, behir” (ava mezin) tê bikaranîn û tê fehmkirin. Lê kurdînivîsên kurdîkêmzan qîma xwe bi wê naînin û hewl didin ku gelê xwe hînî peyveke ji kurdên sade re xerîb bikin. Ew peyva ”derya” li cihê ”behr”ê dinivîsin bi texmîna ku derya ”kurdî” ye û behr ”erebî” ye. Lê di rastiyê de behr gelek ji deryayê ”kurdîtir” e: ”behr” ji erebî hatiye wergirtin lê ”derya” ji farisî. ”Behr” di sedan biwêj û îdyomên kurdî de heye ku mirov nikare li cihê wê peyva ”derya” ya xerîb binivîse yan jî mirov dê wan biwêjan seqet bike. Gelo çi heqê me heye ku em zilmeke wisa li zimanê xwe bikin ku gotinên xweş yên wek ”binê behrê” yan ”beravên behrê” li xwe û miletê xwe heram bikin?!

Nimûneyeke dî peyva ”zengîn” ya kurdî-îranî ye. Ji ber ku zimanê tirkî ev peyv ji zimanên îranî wergirtiye, kurd bawer dikin ku ”zengîn” peyveke tirkî ye yan jî – ji kû be jî – ne kurdî ye loma ya li babê wî yê ku ji peyva eslî ya kurdî bireve û xwe li peyva ”dewlemend” ya erebmancî bike xwedî: ji erebî ”dewle(t)” (maliyet) + paşpirtika ”-mend” ya farisî.

Yan jî mirov dikare peyva ”heq” bide ku erê ji erebî ye lê di hemû zimanên Rojhilata Navîn de cihê xwe girtiye. Tenê em kurdên reben bi vê peyva ji babûbapîran ji me re mayî razî nabin. Yê ku li cihê peyva ”heq” ji her kesî re nas peyva ”maf” ya ”kurdî” nenivîse, ew wek ”kurdînezan” tê hejmartin. Lê di rastiyê de gelo peyva ”maf” ji kû ye? Ew bi xwe ji erebî, ji peyva ”muaf, miaf” e anku ”parastî, efûkirî, bexşandî, lêborandî”.

Niha ”kurdîzan”ên me qîma xwe bi peyva hezaran salî ya ”qanûn” jî naînin ku erê bi rêya erebî ketiye kurdî lê rehên wê digihin latînî, yûnanî, akadî û sûmerî jî. Kurdên bakurî texmîn dikir ku peyva eslî ya kurdî ”zagon” e lê ew ji rûsî ”zakon” e. Kurdên başûrî texmîn dikin ku peyva eslî ya kurdî ”yasa” ye. Heta Parlemana Kurdistanê jî di tekstên qanûnên xwe de peyva ”yasa” bi kar tîne. Lê di rastiyê de ”yasa” peyveke tirkî-mongolî ye û hevreha ”yasak” (qedexe, memnû’) ya tirkî ye ku wek ”yasax” ketiye kurdiya devkî jî.

Êdî kes bi ”ehd”a mêrên berê jî razî nabe lê her kes xwe li peyva ”soz” dike xwedî. Lê ”soz” ji ”söz” (gotin; ehd) ya tirkî ye. Berê her kesî gotinên ”delîl” û ”wezîfe” bi kar dianîn lê – heçku Cengîzxanê mongolî serwerê Kurdistanê be, ”kurdîzanên” qaşo parêzvanên kurdiya paqij ”belge” û ”erk”ên tirkî-mongolî bi kar tînin!

Di hemû zimanan de piraniya peyvan bi eslê xwe ”biyanî” ne anku ji zimanekî din hatine wergirtin. Ev rastiya zimanê kurdî ye jî. Lê ti miletên din wek kurdan peyvên esilbiyanî ji zimanê xwe na-avêjin û zimanê xwe wisa seqet nakin. Tirkan û farisan berê hin hewldanên wisa kirin lê taliyê li xwe polîpoşman bûn. Ew ji ser wê rêya xelet vegerîne lê em niha bi rêya wan ya xelet ve dimeşin!

Em bi xwe zimanê xwe yê şîrîn li ber hevzimanên xwe yên reben giran dikin û dîwarên zimanê xwe diruxînin. Dijminan têra xwe zilm û zordarî li vî zimanî kiriye. Lê neheqiya ku em li vî zimanî dikin dijminan jî lê nekiriye!

Advertisements

One thought on “Kurdiya reben rût nekin!

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s