Pere yan dirav, meydan an qad, zengîn an dewlemend…

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 7

pere

Jineke belkî zengîn li gel pereyên xwe li meydanekê

Di kurdî de gelek peyv hene ku xelk ji mêj ve bi kar tîne û her kes jê fehm dike lê dîsa jî nivîskarên kurd û medyaya kurdî ji wan direvin û xwe dispêrin bikaranîna hin peyvên din ku ji piraniya kurdîaxivan an kurmancîaxivan re nenas û xerîb in.

Kerem bikin em bi hev re li çend nimûneyan binêrin:

  • pere/pare, meydan, zengîn

Ev peyv li hemû deverên kurmancîaxiv hene û her kurmancîaxivekî sade jî wan fehm dike. Lê ji ber ku ew heman peyv bi şiklê ”para, meydan, zengin” di tirkî de jî tên bikaranîn, gelek nivîskar û medyakarên me ji van peyvan direvin û van peyvan li cihê wan dinivîsin:

  • dirav (pere/pare)
  • qad (meydan)
  • dewlemend (zengîn)

Sebebê bikarneanîna peyvên wek ”pere/pare, meydan, zengin” ji aliyê nivîserên kurd ve ew e ku yan ew texmîn dikin ev peyv bi eslê xwe tirkî ne yan jî li eslê van peyvan nafikirin lê dixwazin kurdî bi her awayî ji tirkî cuda be. ”Hema bila ne wek tirkî be, çi dibe bila bibe.”

Lê di rastiyê de peyvên ”pere/pare, meydan, zengîn” hemû bi eslê xwe kurdî-îranî ne. ”Pere/pare” û ”zengîn” yekser ji zimanên îranî (ihtimalen ji farisî) wek ”para” û ”zengin” ketine tirkî. ”Meydan” hê ji zû ve ji pehlewî (ku zimanekî îranî bû) ketiye erebî û ji erebî derbazî tirkî jî bûye. Heman peyv bi şiklê ”miyan” (bi maneya ”navber, navbeyn”) niha jî di farisî û zazakî de maye.

Lê herçi peyvên ”dirav, qad, dewlemend” in – ku gelek nivîserên me wek ”peyvên kurdî yên resen” texmîn dikin û bi kar tînin – di rastiyê de her sê jî bi eslê xwe biyanî ne.

Peyva ”dirav” ji mêj ve ji yûnanî ”draxma” hatiye, bi demê re X jê ketiye û M jî di kurmancî de bûye V wek çawa ku M-ya paşvokalî di gelek peyvên din de jî di kurmancî de bûye V. Bo nimûne, kurmancî ”nav, gav, dav” lê farisî û zazakî ”nam-, gam, dam”. Yan bo guherîna XM bi V bidin ber ”tuxm” û ”tov”.

Peyva ”qad” bi zelalî ji erebî hatiye. Peyva ”dewlemend” jî vê dawiyê bi rêya soranî ketiye kurmancî. Lê soranî jî ne ji mêj ve ew ji farisî wergirtiye. Farisî jî ew ji peyva ”dewle(t)” ya ji erebî û ji paşgira ”-mend” ya îranî çêkiriye.

Bi gotineke din, eger mirov li pey kurdiyeke ”paqij” be, divê mirov peyvên wek ”pere/pare, meydan, zengîn” bi kar bîne, ne peyvên wek ”dirav, qad, dewlemend”. Bi taybetî jî eger mirov bixwaze wî zimanî bi kar bîne ku xelk wek zimanê xwe dibîne û tê digihe.

 

Husein Muhammed

 

Leave a comment