Tezeke doktorayî: Têkiliya kurdî-tirkî

 

Husein Muhammed

ala

Tesîra zimanên serdest li Kurdistanê anku tesîra erebî, farisî û bi taybetî jî ya tirkî li ser zimanê kurdî gelek caran di gotin û nivîsînên kurdan de tên dubarekirin. Heta niha ev mijar di çarçoveya rexnekirin û gazinkirina ji tesîra tirkî (yan erebî yan farisî) li ser kurdî de maye. Kesên ku behsa wê mijarê kiriye, zêdetir bi armanca nefretkirina li rewşê û peydakirina revê ji vê tesîr û têkiliyê nivîsiye yan li ser axiftine.

Lê heta niha kêm bi zanistî û zimannasî li ser hatiye nivîsîn ka ev tesîr û têkiliya kurdî û tirkî (yan erebî yan farisî) çi ye û çawa ye. Tesîr an têkiliya zimanên behskirî li ser axiftina kurdî zêdetir mijara henek û tinaziyan bûye û li ser nivîsîna kurdî jî babetê rexnekirin û xweacizkirinê bûye.

Bawernameya anku teza doktorayî ya Orhan Varol Türkçe-Kürtçe Dil Etkileşimi (Têkiliya zimanî ya tirkî-kurdî) ji Zanîngeha Enqereyê hewl dide bi awayekî zanistî-zimannasî nêzîkî meseleyê bibe. Varol bi xwe kurd e lê teza xwe bi tirkî nivîsiye.

Mijara wî ne kurdiya nivîskî ye lê ew di teza xwe de têkiliya kurdî û tirkî di axiftina 25 kesên ji Wanê yên kurdîaxiv û tirkîaxiv de vedikole û şirove dike.

Wek ku tê payîn, Orhan Varol jî gihiştiye wê qenaetê ku di nav kesên duzimanî (kurdîaxiv û tirkîaxiv) de, bi piranî tirkî zimanê tesîrker û kurdî jî zimanê tesîrlêkirî ye. Anku di axiftina kesên kurdîaxiv û tirkîaxiv de (ku di pratîkê de hemû kurd in), axlebe tirkiya wan tesîrê li kurdiya wan dike lê kurdiya wan kêm tesîrê li tirkiya wan dike yan jî qet lê nake.

Ev lêkolîn wek destpêka vekirina meseleya têkiliya kurdî û tirkî yan kurdî û zimanekî din bi awayekî zanistî-zimannasî baş e lê mixabin di çarçoveyeke gelek teng de maye. Varolî tenê zimanê devkî wek çavkaniya berhevdana tesîr û têkiliyê girtiye ber behsê. Tevî ku kitêb soza pêşkêşkirina tesîr û têkiliya tirkî-kurdî bi berfirehî dide jî lê di pratîkê de bi piranî bi peyvên ji tirkî wergirtî ve dimîne.

Tesîr û têkiliya zimanan ji peyvên wergirtî gelek zêdetir e. Bo nimûne, roj bi roj awayên bêpif (”nerm”, bi inglîzî ”unaspirated”) yên Ç, K, P û T li Bakurê Kurdistanê li ber windabûnê ne ji ber ku di bin tesîra tirkî de awayên bêpif jî dibin bipif (”req”, inglîzî ”aspirated”) lê Varol behsa tesîrên dengnasiyê nake. Yan jî dengê kurdî “i” di axiftina gelek kesan de wek dengê “ı” yê tirkî tê gotin tevî di eslê xwe de i-ya kurdî ne hevdenga ı-ya tirkî ye. Herwiha peyvrêziya (çawaniya rêzkirina peyvan li pey hev di hevokan de) kurdî jî bi gelek awayan dikeve bin tesîra tirkî.

Ne guherîna van dengan û ne jî ev peyvrêzî tenê bi axiftina kesên kurdî baş nizanin ve girêdayî ye lê herwiha di zimanê nivîskî de, di nav qiseker û nivîserên kurdiya nivîskî û ”pîvankî” (standard) de jî diyar e. Varol ji van û gelek mijarên din jî bêdeng e.

Varol hinekî behsa morfolojiyê bike jî, dîsa bi giranî mijûlî meseleya peyv û îdyomên ji tirkî neqilkirî axiftina kurdî dimîne. Lê haydarbûn ji peyv û frazên wergirtî ne zêde balkêş e. Di zimannasiyê de di meseleya tesîr û têkiliyên hê jî giringtir tesîr û têkiliyên morfolojiyê anku teşenasiyê û fonolojiyê anku dengnasiyê ne. Ev mesele jî li benda vekolînên zanistî-zimannasî yên bên in.

Kovara Kanîzar û malpera Zimannas hemû lêkolîna Orhan Varolî Türkçe-Kürtçe dil etkileşimi (Têkiliya zimanî ya tirkî-kurdî) li vê derê belav dikin:

https://zimannas.files.wordpress.com/2017/01/orhan-varol-doktora-tez.pdf

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s