Husein Muhammed
Cinsê rêzimanî anku zayenda rêzimanî (mêyîtî û nêrîtî) yek ji mijarên serekî yên rêzimana kurmancî ye. Her navdêra kurmancî bi zerûrî yan mê ye yan jî nêr e yan jî herdu ye. Ji ber vê giringiya mijarê, hem kurdan bi xwe û hem jî gelek zimannasên biyanî qelem girtiye û li ser vê mijarê nivîsiye.[1] Min bi xwe jî berê dest avêtiye mijareke sinorkirî ya cinsê rêzimanî: cinsê heywanan yê rêzimanî.[2]
Di nivîsên bi kurdî yên derbarê cinsê rêzimanî de, giranî li ser wê bûye ka çi peyv mê ne û çi jî nêr in.[3] Kêmtir pûte û giringî bi wê hatiye dan ka cinsê rêzimanî di kurdî de çawa tê bikaranîn, kengî diyar e û kengî veşartî ye, çawa peyda bûye û çawa diguhere, têkiliya wî li gel zimanên kevn yên îranî û zimanên nû yên cîran û çawa ye.
Ev nivîs hewl dide ku bersiva hin ji van pirsan bide. Bersiva van hemû pirsan niha li ba min peyda nabe. Lê ji bilî bersivdanê, pêşkêşkirina hin pirsan jî giring e tevî ku niha bersiv ji wan re tine be.
Di rêzimannameyên kurdî de, li cihê peyva cins, gelek caran peyva çêkirî zayend tê bikaranîn lê peyva cins di kurdî, erebî, farisî û tirkî de ji aliyê hemû xwendevanan ve tê zanîn, fehmkirin û gotin. Sebebê bikarneanîna vê peyvê ji aliyê gelek rêzimannasên kurdî ve ew e ku ev peyv ji erebî ketiye kurdî. Lê eslê peyvê ne erebî ye lê erebî ew bi rêya aramî ji yûnanî gênos wergirtiye ku di latînî de jî wek genus û jenes ya sanskrîtî ye. Peyva latînî bi rêya fransî gendre wek gender bi maneya cins ketiye inglîzî jî û di rêzimanên bi inglîzî de li kar e. Wek qedir û qîmet bo tarîxa vê peyvê û ji ber bernasiya wê di nav kurdan de, em ê peyva cins beramberî peyva çêkirî zayend bi kar bînin.
CINSÊ SIRIŞTÎ Û CINSÊ RÊZIMANÎ
Di tebîetê de mirov û heywan du cins in: mê û nêr. Di rêzimana zimanên cuda de hejmara cinsan dikare yek be (bêcins), du, sê yan – wek prensîp – bêsinor be. Gelek ziman û heta binemalên zimanan jî (bo nimûne zimanên altayî û uralî) bi temamî bêcins in (mînak tirkî û fînlendî). Di zimanên bicins de, adeten du cins hene, nêr û mê (bo nimûne kurdî, erebî û fransî) yan jî giştî û nêtar anku notir (bo nimûne swêdî). Lê di gelek zimanan sê cins hene: nêr, mê û nêtar (bo nimûne almanî, avestayî û latînî).
Wek prensîpeke bingehîn, mirov yan heywanên bi siriştî anku xwezayî mê bin, bi rêzimanî jî mê ne. Bo nimûne, jin, keç, bizin, mih, çêlek hem di xwezayê de û hem jî di rêzimana kurmancî de mê ne. Bi heman awayî mêr, kur, beran, ga hem di xwezayê de û hem jî di rêzimana kurmancî de nêr in. Di zimanên din de jî adeten lihevkirineke wiha di navbera cinsê siriştî û cinsê rêzimanî de heye.
Lê cinsê siriştî û cinsê rêzimanî herdem hev nagirin. Bo nimûne, biratî û mêranî di siriştê de xusûsiyetên birayan û mêran in lê di rêzimana kurmancî de ev herdu peyv mê ne. Li aliyekî din, quz di siriştê de endamekî leşê jinan û heywanên mê ye lê ji aliyê rêzimanî ve di kurmancî de peyveke nêr e. Di siriştê de hin mişk nêr û hin jî mê ne lê di rêzimana kurmancî de ew tenê nêr in. Di siriştê de hin mêş mê û hin jî nêr in lê li gor rêzimana kurmancî ew herdem mê ne.
Heman lihevnekirina cinsê siriştî û cinsê rêzimanî di zimanên din de jî peyda dibe. Bo nimûne, keç di siriştê de mê ne lê peyva almanî ya bi wê maneyê Mädchen nêtar e anku ne mê ye û ne jî nêr e.
CINSÊ RÊZIMANÎ DI ZIMANÊN LÊZIM Û CÎRAN DE
Di makezimanê proto-hindûewropî de sê cins hebûn: nêr, mê û nêtar. Heta îraniya kevn jî (bo nimûne avestayî) ev her sê mabûn. Di zimanên niha yên îranî de sê cinsên rêzimanî nemane. Di hinan de du mane, bo nimûne di kurmancî, zazakî û peştûyî de. Di hinan de jî cins bi temamî ketiye: bo nimûne ji farisî, ji kurdiya başûrî û bi piranî ji soranî jî.
Di nav zimanên din jî yên hindûewropî de rewş ji hev cuda ye. Di almanî de sê cins mane, di fransî de du û di inglîzî de ti nemane.
Ji nav zimanên cîranên kurdî, di tirkî û lêzimên wî de (azerî, tirkmenistanî, ozbekî…) de ti caran cinsê rêzimanê tine bûye. Di zimanê ermenî de, ku ew jî wek kurdî ji hindûewropî ye, cins nemaye. Di herdu zimanên samî yên cîranên kurdî de, anku di erebî û aramî de, ducinsî (nêr û mê) heye û berbelav e.
ÇI PEYV MÊ NE, ÇI NÊR IN?
Me li pêştir diyar kiriye ku tiştên di siriştê de nêr, navên wan di rêzimanê de jî adeten – lê ne herdem – nêr in. Tiştên di siriştê de mê jî, navên wan di rêzimanê de adeten mê ne.
Lê piraniya navdêran di hemû zimanan de navên tiştên wisan in ku di siriştê de ti cins nînin. Tenê microvan û piraniya heywanan cinsê siriştî heye. Gul û giyayan, dar û beran, gund û bajaran, banî û bînayan ti cinsê siriştî nîne.
Lê d hin haletên rêzimanî de, bi zerûrî divê her navdêra kurmancî cins hebe. Bo nimûne, her cara ku mirov bi kurmancî bibêje “filan tiştê min”, divê mirov cinsekî li wî tiştî bar bike:
- destê min (nêr)
- pişta min (mê)
- hevala min (mê)
- hevalê min (nêr)
Gelo hin rê û rêbaz hene ku mirov bizane filan navdêra kurmancî mê ye yan nêr e bêyî ku xwe ji ferhengekê yan cihekî din hînî cinsê wê peyvê bike?
Ne di kurdî de û ne jî di piraniya zimanên din yên cinsdar de ti rêberiyeke mutleq nîne ku herdem mirov bê hînbûnê bi cinsê peyvê bihese. Lê di kurmancî de jî çend rêbaz hene ku dikarin bi piranî alîkariya mirovî bikin.
Peyvên mê:
- Eger mirov tevahiya peyvên zimanê kurmancî bihesibîne, cinsê mê bi piraniyeke berçav ji cinsê nêr serdesttir e anku piraniya peyvên kurmancî mê ne.[4]
- Hemû lêkerên navdêrkirî mê ne: xwandina kitêban, xwarina sêvan, gotina wî…
- Hemû navdêrên ji rengdêran (yan navdêrên ji navdêrên rengdêrkirî) çêkirî mê ne: azadî, mezinahî dostanî, biratî…
- Navên hemû dewletan, welatan, bajaran û gundan mê ne.
- Piraniya fêkî û sebzeyan (lê bo nimûne xiyar, tivir, tilozî… nêr in.)
- Hema-hema hemû peyvên vê dawiyê ji zimanên ewropî hatî wergirtin dikarin bi cinsê mê bên bikaranîn.
Peyvên nêr:
- Piraniya peyvên ji mêj ve di zimanî de li kar:
- Piraniya endamên leşî: ser, çav, dev, didan, guh, ziman, dest, mil, mû, zik, kîr, quz lê ne hemû (çend nimûne ji yên mê: lêv, gulçîsk, pişt, qûn, gep/alek) û herwiha hin jî li gor devokan diguherin: sîng, por, poz, pirç…)
- Gelek peyvên giştî wek gund, bajar, welat tevî ku navên gundan, bajaran û welatan yên taybet mê ne jî.
COTCINSÎ
Di kurmancî de gelek peyv hene ku cinsê wan li gor rewşê diguhere:
- doktora didanan
- doktorê didanan
Di nimûneya (a) de doctor jin e, di ya (b) de mêr e. Peyva “doktor” di kurdî de cotcinsî ye: heman peyv dikare hem bo jinan û hem jî bo mêran were bikaranîn. Di haletê xwerû de ne diyar e ka mebest jê jin e yan mêr e (kontekst dikare diyar bike:
- Ew doktor e.
Mebest ji hevoka “ew doktor e” dikare jinek be (a) yan jî mêrek be (b):
- Azad doktor e.
- Jiyan doktor e.
Di gelek zimanên din yên ducinsî de, di haletên wiha de du peyvên cud abo jin û mêran hene. Bo nimûne:
erebî:
- Azad ṭebîb.
- Jiyan ṭebîbe.
Yan jî bi almanî:
- Azad is Arzt.
- Jiyan ist Ärtzin.
Yan jî bi zazakî:[5]
- Azad doktor o.
- Jiyan doktor a.
Ji bilî peyvên malbatî[6], piraniya peyvên civakî, siyasî û pîşeyî[7], yên ku amaje bi mirovan dikin, cotcinsî ne: heman peyv bo jin û mêran li kar e lê li gor cinsê kesa/ê ku armanc e, cinsê mê yan nêr li peyvê tê kirin di rewşa çemandina yan girêdana peyvê bi peyvên din ve:
- heval, dost, serok, birêveber, mamoste…
Heta peyvên civakî yên serdema feodaliyê yan jî peyvên dînî jî dikarin wek mê jî bên bikaranîn tevî ku adeten kesên xwedî wan pîşe û pileyan mêr in:
- axaya gundê wan
- melaya mizgeftê
BERGEHA CINSÎ DI RÊZIMANA KURMANCÎ DE
Gelek caran tê gotin ku ducinsîtî (mê û nêr) muhreke gelek giring ya “zimanê kurdî” ye. Lê wek me li jor diyar kiriye, ducinsîtî ne muhra hemû kurdî ye lê muhra kurmancî û zazakî – û herwiha hewramî jî ku me li jor behs nekiriye.
Di zazakî û hewramî de bergeha ducinsîtiyê gelek berfireh e. Di haletên çemandî û neçemandî yên navdêran de di rewşa yekhejmariyê de berçav e.[8] Di zazakî de cudakirina cinsî ji bilî navdêran, herwiha di cînavan, rengdêran, lêkeran û heta hejmaran de jî (tenê hejmara “yew/jew, ju” anku “yek”) peyda dibe.
Di kurmancî de cudakirina cinsê rêzimanî ji zazakî û gelek zimanên din jî bisinortir e.
- Lêker di li gor cinsê xwe naguherin: Jin/mêr hat, jin/mêr naçe, jin/mêr dê were.[9]
- Rengdêr tenê di rewşa navdêrî de li gor cinsê xwe tên cudakirin: mezina wan, mezinê wan. Wek din rengdêr li gor cinsê naçemin, ji xwe li gor hejmarê jî naçemin: keça bas, kurê baş, mirovên baş.
- Ji cînavan tenê yê sêyem yê yekhejmar ducinsî ye: wê jinê, wî mêrî. Wek din “ez, tu, em, hûn, ew (pirhejmar)” û formên wan yên çemandî “min, te, me, we, wan” bo herdu cinsan eynî ne.
- Ji hejmaran ya “yek” cotcinsî ye anku dikare li gor amajeyê nêr yan mê be. Hejmarên din jî eger wek navdêr û yekhejmarî bên bikaranîn, dikarin cinsekî wergirin ku li gor devokên cuda dikare mê yan nêr be. “Wê sedê / wî sedî bide min” (Sed ewro/dolar/lîre/dînar…)
- Navdêr tenê di rewşa çemandî yan girêdayî de ya yekhejmar de cinsê wan diyar dibe. Di pirhejmariyê de ew bê cins in. Peyvên amajeyî mirovan dikin, bi piranî cotcins in anku cinsê wan li gor cinsê kesa/ê amajepêkirî diyar dibe. Di girêdana peyvên di rewşa yekhejmar ya nediyar de jî cudanekirina cinsî mimkin e: hevalek min (li cihê hevalekî min ku nêr e yan hevaleke min ku mê ye.)
- Daçek û hoker, wek piraniya zimanên din, di kurmancî de jî bêcins in.
- Di cînavên bi daçekan ve kirî de (pê, jê, lê, tê) de cins (û hejmar jî) hatine yekkirin: pê (bi wê/wî/wan), jê (ji wê/wî/wan), lê (li wê/wî/wan)…
CINSÊ PEYVÊN WERGIRTÎ
Hin peyvên kurdî yên bi eslê xwe biyanî ji hin zimanan hatine wergirtin ku du- yan sêcinsîtî tê de heye. Bo nimûne, erebî – ku gelek peyv jê ketine kurdî – xwedî du cinsên rêzimanî ye. Peyvên ji erebî hatî carinan cinsê xwe yê erebî di kurdî de jî diparêzin lê carinan jî cinsê wan diguhere. Bo nimûne, peyvên kitab (kitêb) û qanûn di erebî de nêr in lê di kurmancî de bûne mê. Berevajî wan, peyva cere (cerr, cerrik) di erebî de mê ye lê di kurmancî de bûye nêr. Peyva qelem ya esil-yûnanî bi rêya erebî ketiye kurdî. Di erebî de ew nêr e, di kurmanciya rojhilatî de jî her nêr maye lê di kurmanciya navendî de bûye mê.
Di soranî, farisî, ermenî û tirkî de cinsên rêzimanî nînin. Adeten peyvên ji zimanan bi kurmancî dibin mê (bo nimûne, peyman ji farisî, soz ji tirkî, xaç ji ermenî). Lê herdem ne wisa ye, bo nimûne kon/kûn ji tirkî ye û di kurmancî de nêr e. Cinsê hin peyvên vê dawiyê wergirtî jî hê sabit û qayim nebûye. Bo nimûne, netewe û niştiman yên ji soranî wergirtî carinan wek mê û hin caran jî wek nêr tên dîtin û bihîstin.
Peyvên ji zimanên ewropî hatî adeten di kurdî de dibin mê. Bo nimûne, televizyon bi eslê xwe yê fransî mê ye û parleman jî bi heman eslê fransî nêr e lê herdu jî di kurmanciya nivîskî de mê ne. Lê di kurmanciya Başûrê Kurdistanê de mirov peyva perleman gelek caran bi forma wê ya nêr jî dibîne, ihtimalen ji ber tesîra erebî ku tê de ev peyv nêr e, yan jî ji ber tesîra soranî ku wek prensîp bêcins e lê paşpirtika soranî ya girêdanê (-î) dişibe paşpirtika kurmancî ya çemandinê ya nêr (-î).
CINSÊ PEYVÊN PÊKHATÎ
Hin caran dudilî li ser cinsê peyvên pêkhatî (hevedudanî, compound) heye. Heta carinan hin kes peyva rêziman bi xeletî wek nêr dinivîsin. Gelo cinsê peyvên pêkhatî çawa ye û çawa çêbûye?
Eger peyva pêkhatî amaje bi mirovan bike, cinsê wê wek kesa/ê amajepêkirî ye yan ew cins lê tê barkirin. Eger mamosteyek jin be, hingê mirov peyva “mamoste” wek mê bi kar tîne: mamosteya me tevî ku mamoste ji du peyva mam+hoste pêk hatiye û bi kêmî mam lê piranî herwiha hoste jî nêr in. Herwiha gava ku mirov behsa jineke serok dike, hingê peyva “serok” bi forma wê ya mê dixebitîne tevî ku ew peyv ji peyva ser ya nêr hatiye çêkirin.
Herwiha lêkerên pêkhatî yên navdêrkirî jî herdem mê ne tevî ku ew ji navdêrên nêr jî pêk hatibin: bo nimûne, karkirin, destpêkirin, şerkirin mê ne tevî ku kar, dest, şer nêr in.
Eger merem ji peyvê ne amajekirina bi mirovan yan heywanên cins-diyar be û peyv ne lêkerên pêkhatî yên navdêrkirî bin, hingê ev rêbaz bo barkirina cinsî li peyvê hene:
- Eger di peyva pêkhatî de tenê navdêrek hebe, hingê cinsê peyva pêkhatî li gor cinsê wê navdêra xwerû ye: bajar > bajarok (herdu nêr in[10]), ba > başûr / bakur (her sê nêr in)[11]
- Eger peyva pêkhatî ji du navdêrên cinscuda pêk hatibe, cinsê peyva pêkhatî adeten li gor cinsê peyva yekem e: rêziman (mê) ye ji ber ku rê mê ye tevî ku ziman nêr e. Watenasî tesîrê li ser diyarbûna cinsê peyvên wiha dike: rêziman ne zimanek e ku mirov pê li rêyan digere lê rêyek e ku mirov pê li zimanan dinêre. Ji ber ku rêziman rê û rêbaz e û rê mê ye, rêziman jî dibe mê.
- Ji ber ku cinsê rêzimanî yê mê di kurdî de serdest e, eger qiseker ji cinsê rêzimanî yê peyvekê ne piştrast be, adeten cinsê mê li peyvê bar dike heta eger ew peyv ji yek yan çend peyvên nêr pêk hatibe jî.
CINS LI GOR DEVOKÊN KURMANCÎ
Hemû peyvan di hemû devokên kurmancî de ne herdem eynî cins heye. Carinan cinsê peyvekê li derekê nêr e lê li dereke din mê ye. Ev cudahî xaseten di navbera devokên kurmanciya navendî û kurmanciya rojhilatî de heye. Bi awayekî amî mirov dikare bibêje ku cinsê mê di devokên navendî de piçekê ji devokên rojhilatî serdesttir e. Anku hin peyv hene ku di devokên rojhilatî de nêr in lê di devokên navendî de mê ne. Lê nimûneyên berevajî jî peyda dibin.
Bi taybetî cinsê hin peyvên ji erebî di devokên rojhilatî de (wek di erebî de) nêr in lê di devokên navendî de mê ne: wext, qelem bi devokên navendî mê ne lê bi yên rojhilatî nêr in. Herwiha dem (wext, çax) ya ne ji erebî di devokên rojhilatî de nêr e, di navendî de mê ye. Berevajî van, xatir, ruh, poz, porr di kurmanciya navendî de nêr in lê di rojhilatî de mê ne.
CINS Û WATENASÎ
Li jor hatiye diyarkirin ku bi guherandina cinsê peyvên cotcinsî, em dikarin amaje bi kesên/heywanên mêyan nêr bikin. Hevala min diyar dike ku ez behsa jinekê/keçekê dikim û hevalê min jî dide nîşan ku merema min mêrek/kurek e.
Ji bilî van, herwiha di çend peyvên nejîndar (inanimate) de jî bi guherandina cinsê peyvê, maneya wê jî hinekî diguhere:
- sêv bi dara baxçeyê me ve çêbûne (mebest jê dareke şên û terr e)
- darê hişk (parçeyeke darî anku textî/depî/doqişkî)
Peyva erd bi kêmî di hin devokan de li gor cinsê wê maneya wê piçekê cuda ye:
- erdê çandî (nêr: zevî, erazî)
- ket erdê (mê: her cihê ax yan nizm)
Dîsa bi kêmî di hin devokan de peyvên birinc û savar bi xavî (wek made) nêr in lê kelandî (wek xwarin) mê ne.
GIRÊDAYÎ NÊR, ÇEMANDÎ MÊ?
Hin peyv hene ku di haletê girêdayî de di hemû devokên kurmancî de nêr in. Bo nimûne:0
- bayê biharê
- şerê yar û neyaran
Gava ku ev navdêrên nêr tên çemandin, adeten divê ew li gor devokan bi yek ji van her sê awayan bin:
- li ber bayî (kurmanciya rojhilatî)
- li ber bê (kurmanciya navendî)
- li ber ba (hin devokên ku navdêrên nêr naçemînin)
Lê ji bilî van, herwiha mirov di hin devokan de û heta di nivîsan de jî formên wiha jî dibîne:
- li ber bayê
- çûn şerê
Heçku “ba, şer” mê bin. Heta çend nivîsên bi armanca “sererastkirina van xeletiyan” jî hatine nivîsîn. Tê gotin ku cinsê van peyvan nêr e lê ew “wek mê tên tewandin”.[12]
Gelo bi rastî ev awayê çemandinê “mêkirina peyvên nêr e”?
Di rastiyê de na, ev ne “mêkirina nêran” e. Tarîxiyen pirtika çemandinê ”-ê” bû, paşî di kurmanciya rojhilatî de bûye “î”, di kurmanciya navendî li gel “a” yan “e” ya nava yan dawiya yan destpêka peyvê heliyaye loma “ba” di van devokan de dibe “bê”, “aş” dibe “êş”.
Lê di xaseten di kurmanciya rojavayî de ev ”ê” wek paşpirtika peyvên nêr jî maye. Loma tê gotin: li ber bayê, bi hespê, çûn şerê…[13]
________________________
TÊBÎNÎ
[1] Bi kurdî mirov dikare kitêba Deham Ebdulfettah Nav di zimanê kurdî de: kurmanciya jorîn, Spîrêz 2006 bide: http://www.kurdlib.org/rwdx/sitepdf/B1118.pdf Bi inglîzî yek ji nivîsarên vê dawiyê ya Geoffrey Haig û Ergin Öpengin Gender in KurdishStructural and socio-cultural dimensions http://www.academia.edu/6001901/Gender_in_Kurdish_Structural_and_socio-cultural_dimensions
[2] Husein Muhammed: Cinsê heywanan yê rêzimanî: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/06/cinse-heywanan-ye-rezimani/
[3] Ji bilî kitêba Deham Ebdulfettah ya di jêrnota yekem de navborî, mirov dikare herwiha pirtûka Zayenda mê û nêr ya nivîskareke bi hunernavê Keça Kurd bide: http://uz-translations.net/engine/includes/print.php?category=iranian-irbooks&altname=feminine_and_masculine_in_kurdish_zayenda_me770_u770_ne770r
[4] Heta niha lêkolîn li ser rêjeya peyvên nêr û yên mê di kurdî (kurmancî yan zazakî) de nehatine kirin. Diyarkirina rêjeya wan ne hêsan û ne sade ye jî. Bo nimûne, gelo em rêjeyê li gor peyvên di ferhengan de hene diyar bikin yan jî yên di nivîsên rojane de, ecebe em tenê peyvên xwerû bihejmêrin yan jî yên pêkhatî (hevedudanî, compond) jî? Lê rêjeya peyvên mê di kurdî de hind ji nisbeta peyvên nêr mezintir e ku ti guman jê namîne ku mêyîtî di kurmancî de zal û serdest e. Bo nimûne, di mezintirîn ferhenga kurdî, di Wîkîferhengê de, li havîna sala 2015 nêzîkî 49.000 navdêr hene. Ji van 42.000 mê ne û tenê nêzîkî 3.400 nêr in (cinsê yên din nehatiye diyarkirina yan jî cotcins, wek ”heval, mirov, mamoste…): https://ku.wiktionary.org/wiki/Kategor%C3%AE:Navd%C3%AAr_(Kurd%C3%AE).
[5] Hevokên zazakî ji aliyê kekê hêja Hasan Aslan ve hatine kontrolkirin û ez spasdarê wî me. Helbet ji her kêmasiya mihtemel tenê ez bi xwe berpirsiyar im.
[6] Bo peyvên malbatî di kurdî de, binêrin: Husein Muhammed: Peyvên malbatî çi ne û ji kû tên? https://zimannas.wordpress.com/2015/07/03/peyven-malbati-ci-ne-u-ji-ku-ten/
[7] Hin peyvên ji zimanên din wergirtî du formên cuda bo mêr û jinan parastine: ”melik, qiral, şah, aktor, ?dansor” bo mêran, ”melike, qiralîçe, şahbanû, aktrîs, dansoz” bo jinan lê di peyvên xwemalî de cudakirineke wiha nîne.
[8] Di ti zaravayên kurdî de di rewşa pirhejmariyê de cudahî di navbera nêr û mêyan de nayê kirin. Lê cudakirina nêr û mêyan di rewşa pirhejmar de jî di gelek zimanan de heye. Ji nav zimanên îranî peştûyî tekane nimûne ye lê heman cudahî di navbera erebî, almanî, fransî, spanî û gelek zimanên din jî tê kirin.
[9] Dema niha ya berdest li gor hin devokan pirtika ”a” bo jinan û ya ”ê” bo mêran bi kar tine: “ez a dixwim” (jinek dibêje) û “ez ê dixwim” (mêrek dibêje).
[10] Tevî ku carinan di medyayê de bi xeletî peyva bajarok wek mê tê bikaranîn, belkî di bin tesîra hevwateyên xwe yên mê (nahî/nahye, qeza, navçe) de. Bo nimûne “bajaroka Eyn Îsa”: http://ku.hawarnews.com/bajaroka-eyn-isa-hate-rizgarkirin/
[11] Li gor vê rêbazê, peyvên bakur/başûr nêr in (ji ber ku ji peyva ba ya nêr hatine çêkirin) û peyvên rojhilat/rojava mê ne (ji ber ku ji peyva roj ya mê hatine çêkirin). Lê gelek caran peyvên rojhilat/rojava di bin tesîra bakur/başûr de wek nêr tên gotin yan nivîsîn. Kêm caran jî tesîr berevajî ye anku mirov di bin tesîra rojhilat/rojava de de, peyvên bakur/başûr jî wek mê dibîne.
[12] Bo nimûne, Zana Farqînî Peyvên ku zayenda wan nêr lê wekî mê tên tewandin: http://www.amidakurd.net/qunciknivis/peyv%C3%AAn_ku_zayenda_wan_n%C3%AAr_l%C3%AA_wek%C3%AE_m%C3%AA_t%C3%AAn_tewandin
[13] Binêrin Husein Muhammed Metafonî – çima ”welat” dibe ”welêt” û “standin” dibe “bistîne: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/06/metafoni-cima-welat-dibe-welet-u-standin-dibe-bistine/