Wateguherîn (beşa 3)

Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1 û beşa 2

Bo hemû vekolîna li ser wateguherînê, binêrin: Wateguherîn 

HuseinHS

Husein Muhammed

 

SEBEBÊN ZIMANΠ

Di wateguherînê de mebest ji sebebên zimanî ew sebeb û ho û hokar in ku ji ber sîstema zimanî bi xwe wateguherînê peyda dikin. Mirov dikare sebebên zimanî di wateguherînê de wiha rêz bikin:

  • wekhevîtiya wateyê
  • berdewamiya wateyê
  • jêxistina beşên peyvan
  • jihevcudakirina hevwateyan

Kerem bikin em li jêr li her yekê ji van sebeban û çend nimûneyên ji wan binêrin.

 

WEKHEVÎTIYA WATEYAN

Yek ji sebebên serekî yên berfirehbûna wateyê wekheviya du yan çend tiştan e ku yek ji wan navê xwe dide yên din jî. Bo nimûne, peyva “ser” bi eslê xwe maneya “beşa jorîn ya leşê mirovan” dide. Lê ji ber wekhevî yan şibandinê, “ser” ew di gotinên wiha de jî li kar e:

  • Serê çiyayan biberf e.
  • Kitêb li ser maseyê ye.
  • Serê vê mehê (destpêka vê mehê)
  • Serekî/serikekî pîvazan/kelemiyan

Wekhevîtî û şibandin dikare bi çendîn awayên ji hev cuda be:

  • wekheviya şiklî: serekî/serikekî pîvazê, didanên/diranên mişarê/birrekê, gerdena şûşeyan/botlan, çavê rojê…
  • wekhevîtiya cihî: serê çiyayî (beşa jorîn ya çiyayî), serê mehê (heçku mirov ji serî dest pê bike û heta binî here), li ser maseyê/mêzeyê (li cihê jorîn yê maseyê/mêzeyê), li pişta xanî, li tenişta mala me, li kêleka dikanê…
  • wekhevîtiya erkî/karkirinê: destên/destikên biviran…
  • wekhevîtiya rengan: bo nimûne di hin zimanên ewropî de peyva “orange” hem tê maneya “pirteqal, narinc” û hem jî rengê “pirteqalî, narincî”. Di kurdî de jî navê hin rengan ji navê fêkiyan yan riwekên din tên çêkirin lê bi paşgira “-î, -yî”: “pirteqalî, qehweyî…”
  • wekhevîtiya aloz: wekhevîtî û şibandina bi çendîn awayên li jor. Bo nimûne, “piyên/pêpikên maseyan/mêzeyan” ku bi şikil, cih û erkên xwe wek hinekî dişibin piyên mirovan: beşa jêrîn in, şiklê wan wek lingan dirêj e û mase xwe li ser digirin wek ku mirov jî xwe li ser piyên/lingên xwe radigirin.

 

BERDEWAMIYA WATEYAN

Di wateguherînê de mebest ji berdewamiya wateyan (contiguity of meanings) ew e ku wateya du tiştan wisa têkilî hev e ku tiştek ji wan parçeyek ji tişta din e yan jî pê ve girêdayî yan jî li rex wê ye.

Ev berdewamî dikare bi çendîn awayan be. Bo nimûne:

  • madeyê ku tiştek jê hatiye çêkirin yan jî tê de heye dikare bibe navê wî tiştî: “agir” bi maneya “heste / çeqmaq” yan “sope, argûn, kuçk”
  • navê cihê ku lê hatiye çêkirin yan jê tê ye dikare bibe navê wî tiştî: “pirteqal / porteqal” ji navê welatê Portugalê, “Qesra Spî” bi maneya “hikûmeta Amerîkayê” yan “Hewlêr” bi wateya “hikûmeta Kurdistanê”, “hamburger” ku bi eslê xwe maneya “hamburgî, xelkê bajarê Hamburgê li Almanyayê” dide lê navê xwe daye hin sandwîçan
  • navê dahêner, keşaf û îcadkeran gelek caran dibe navê wan tiştan yan wan deveran: Kolumbiya (ji navê Kristofer Kolumbus), Amerîka (ji navê Amerigo Vespucci), wat (yekeya elektrîkê, ji navê endazyar James Watt), sandwîç (ji navê Lord Sandwich)
  • navê nivîskar yan danerê tiştekî dikare wek navê berhemên wî were bikaranîn: Ew ji Picasso hez dike (anku ji tabloyên wî), ew Shakespeare werdigerîne (anku berhemên wî)
  • navê tiştekî dikare wek navê naveroka wê were bikaranîn: “çaydank dikele” (mebest çaya tê de ye, ne ku çaydank bi xwe dikele).
Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s