Wateguherîn (beşa 2)

Bo beşa pêştir binêrin: Wateguherîn (beşa 1)

_____________________________

Husein Muhammed
husein

DU WATEYÊN WATEGUHERÎNÊ

Mebesta me ji wateguherînê du diyarde ne:

  • neqilbûna wateya peyvê
  • zêdebûna yek yan çend wateyên din jî ji heman peyvê re

Bo nimûne, wateya peyva “beg” di navbera zimanên îranî yên kevn û niha de neqil bûye ji ber ku di zimanên îranî yên kevn de “beg” maneya “xweda, xwedê” dida û niha wateya “axa, serokên feodal” dide. Berevajî wê, di peyva “mişk” de wateya peyvê neqil nebûye lê wateyeke din jî li peyvê zêde bûye: Berê “mişk” di kurdî de navê heywanekî bû û niha jî navê eynî heywanî ye lê herwiha wateyeke din jî li peyvê zêde bûye: “mişkê kompûteran”.

 

SEBEBÊN WATEGUHERÎNÊ

Gelo çima wateya peyvan diguhere? Çima wateya peyvekê berfireh dibe, teng dibe yan ji tiştekî neqil dibe yekî din?

Mirov dikare sebebên guherîna wate anku maneya peyvan li ser du beşên serekî parve bike:

  • hokarên zimanî: sebebên ji ber sîstema zimanî ku ziman li ser ava bûye û pê diperese anku pêşve diçe
  • hokarên der-zimanî: sebebên civakî (aborî, bawerî, kultûrî, siyasî, teknîkî, xwezayî, zanistî…)

Kerem bikin em bi nimûneyan bi van herdu diyardeyan binêrin.

HOKARÊN DER-ZIMANÎ

Mebest ji hokarên derzimanî (extra-linguistic causes) ew guherînên civakî ne ku dibin sebebên guherîna wateyên peyvan. Li vê derê mebesta me bi guherînên “civakî” fikreke berfireh e: guherînên “civakî” dikarin aborî, bawerî/dînî, kultûrî/edetî, siyasî/îdarî, xwezayî/tebîetî, zanistî/ilmî û gelek guherînên din jî yên jiyana qisekerên zimanekî bin.

Li vê derê em ê hin nimûneyan li ser hin ji van warên jiyanê û guherîna wan bidin û hewl bidin diyar bikin ka çawa guherîna awayê jiyana qisekerên zimanekî dikare wateya hin peyvên wî zimanî biguherîne.

 

Guherînên aborî

Guherînên aborî dikarin bibin sebebên guherîna wateya peyvê. Bo nimûne, di kurdî de gelek navên cuda ji pez û bizinan re hene ji ber ku xwedîkirina wan (heta vê dawiyê) li Kurdistanê pir giring bû. Bo nimûne, çendîn nav ji mî/mih û beranan re hene û mirov dikare wan li gor cinsê wan û jiyê wan (temenê wan, umrê wan) bi deqîqî û sexbêrî ji hev cuda bike. Kerem bikin em li çend peyvên pezî binêrin:

 

nav[1] wate
mî, mih pezên mê yên gihiştî û zayî
beran pezên nêr yên gihiştî
berx pezên di yekem sala xwe de
kavir pezên di dusaliya xwe de
berindir, beyindir pezên di dusaliya xwe de
hogeç pezên di sêsaliya xwe de
maz, mazman pezên di çarsaliya xwe de

Heta eger ev hemû peyv di hin devokan de peyda nebin jî, di gelekan de hene. Di hin devokan de jî mimkin e ku hin peyvên din hebin.

Kurdî tenê bi cudakirina cins û jiyê pezî namîne. Ew heta li gor reng û hin taybetmendiyên din jî tên parvekirin û ji her cûreyekî wan re navên taybet hene.[2]

Lê parvekirin û binavkirinên wiha yek bi yek di kurdî de bo nimûne bo berazan yan hêştiran peyda nabin. Sebeb ew e ku kurdan kêm beraz yan hêştir xwedî kirine. Berevajî kurdî, di erebî de parvekirin û binavkirinên pir deqîq yên hêştiran hene, di gelek zimanên ewropî de jî rewşa berazan wisa ye.

Îcar gelo çi têkiliya vê meseleyê bi wateguherînê ve heye?

Têkiliya meseleyê bi wateguherînê re ew e ku niha gelek ji van peyvan di kurdî de li ber mirinê ne. Hejmara kurdîaxivên ku êdî peyvên wek “berindir, hogeç, maz/mazman” bi kar bînin yan heta fehm jî bikin gelek kêm bûye.

Sebeb ne tenê vê êdî bikarneanînê yan fehmnekirinê ne tenê qelsbûna zanîna zimanê kurdî ji aliyê hin qisekerên wî ve heye. Sebeba hê jî giringtir qutbûna têkiliya bi van heywanan re ye. Berî sedsalekê, piraniya kurdan kêm-zêde debar û jiyara xwe ya aborî bi pezî yan terşî (bizinan) dikir. Giring bû ku mirov deqîq bizane ka kîjan berxa mirovî kengî hatiye zan û kengî ew bi xwe dikare bizê, kengî şîrî bide, çi hirî jê were cewkirin û hwd. Loma giring bû ku mirov wan baş ji hev nas bike. Ev ne tenê bo xwedîkirinê lê herwiha bo kirîn û firotina wan jî pir giring bû

Lê niha êdî hejmareke pir kêm ya civaka me pezî xwedî dike. Êdî ne gelek giring e ku mirov tam temen û jiyê wan nas bike, îcar binavkirina wan ya deqîq jî hê kêmtir giring dibe. Loma niha bikaranîna yek-du peyvên giştî di vê mijarê de bo piraniya axiverên kurdî têra dike. Loma peyvên taybet yên wek “berindir, hogeç, maz” dikarin bikevin û wateya peyvên giştî yên wek “mî/mih, beran, berx” cihê wan jî bigire. Bo nimûne, “berx” dikare bibe navê vî heywanî ji hatin-zanê heta bi-xwe-zanê.

 

Bawerî

Guherîna dînê civakekê yan jî hin baweriyên wê yên din, dikare bibe sebebê guherîna wateya hin peyvan jî. Bo nimûne, me li jor diyar kiriye ka çawa peyva “dêw” bi eslê xwe maneya “xweda, xwedê” dida lê di zimanên îranî de maneya wê bûye hin heyberên/fîgûrên çîrokî yên  girs û zexm. Ev dikare ji ber wê be ku bi zerdeştîtiyê re di nav gelên îranî de dîn guherî û êdî xwedayên berê ji pile û asta xwedîtiyê daketin sewiyeya dêwan.[3]

Piştî daketina pileya peyva ”dêw”, miletên îranî dest pê kir û peyva “beg” bi maneya “xwedê” bi kar anî. Di îraniya kevn de peyva giştî bi maneya “xwedê” ev e. Lê paşî, ihtimalen dîsa ji ber guherîna baweriyê di nav gelên îranî de û dîsa daketina pileya “xwedayên berê”, rewaca peyva “beg” jî daket. Hingê jî gelên îranî dest bi bikaranîna “xwedê” û hevrehên wê kir.

Hêjayî gotinê ye ku tevî ku îslam bi eslê xwe ne dînekî gelên îranî ye jî lê di çendîn konseptên bingehîn yên îslamî de di kurdî û farisî de (û ji ber tesîra farisî heta di tirkî, urdûyî û gelek zimanên ne-îranî de jî) peyvên îranî tên bikaranîn, bo nimûne: “Xwedê, pêxember, biheşt, rojî, nimêj/nivêj…”

Wate yan jî bi kêmî naveroka van peyvên îranî divê pir guherîbe gava ku ew ji navên konseptên dînî yên zerdeştî yan dînekî din yê îranî derbazî dînê îslamê bûbin ji ber ku di van dînan de mebest ji – bo nimûne – nimêjkirin, rojîgirtin tiştên ji hev pir cuda ne.

Bi guherîna dîn û baweriyan re herwiha wateya mecazî ya peyvan jî dikare biguhere. Me li jor diyar kiriye ku “zendîq” manîtî û zerdeştiyê de bi mebesta “zana, alim” bû. Lê ji ber tesîra îslamê wê maneyeke pir negatîv ya wek “bêwijdan, bêbext, bedniyet” wergirtiye. Heman tişt li peyva “isqof” ya bi eslê xwe “metran, pîskopos, serokê keşîşan” hatiye.

Eger maneya peyvê ya bingehîn wek xwe bimîne jî, dîsa jî peyv dikare bi mecazî bi awayên ji hev cuda were bikaranîn yan fehmkirin. Bo nimûne, her kes dizane ku misilman peyrewên îslamê, file mirîdên mesîhîtiyê û cihû jî bawermendên cihûtiyê ne. Lê dîsa jî di nav misilmanan de mirov dikare bibêje “filan kes misilman e” bi mebesta “qenc e, baş e, dilpak e, pêbawer e”. Lê eger mirov bibêje “filan kes file ye” yan “bêvan kes cihû ye”, ew bi wateya “qenc e, dilpak e” di nav misilmanan de nayê fehmkirin, belkî berevajî wê yan jî wek heqaret û bêqîmetkirin were têgihiştin.

Li aliyekî din, di zimanên ewropî de mirov dikare bibêje “filan kes file ye” bi merema “filan kes qenc e”. Lê di van zimanan de ti kes nabêje “filan kes misilman e” bi mebesta ”qenc e”. Belkî binavkirina kesekî ne-misilman wek misilman dikare wek heqaret were fehmkirin – tam heçku em di kurdî de bibêjin ”filan kes [yê bi rastî ne cihû/file] cihû/file ye”.

 

Kultûr û tabû

Di hin kultûran de yan di edetên hin miletan yan deveran de behsa hin tiştan bi navên wan yên rast dikare eyb yan şerm be. Loma hin peyv dibin tabû anku mirov nikare wan bibêje. Yan mirov qet behsa hin tiştan nake yan jî mirov bi peyvên neyekser qala wan dike.

Di nav kurdan de û gelek miletên din de jî behskirina têkiliyên jinûmêran yan pêwendiyên cinsî bi navên wan yên yekser tabû ye. Ne tenê tabû ye ku mirov peyvên wek “kîr, quz, qûn, gan” bibêje lê heta gelek tiştên din jî tabû bûne. Bo nimûne, li piraniya deveran ji ber tabûyê mirov nikare peyvên “avis, zan” ji rewşa jinan re bi kar bîne. Loma wateya van peyvan berteng bûye û tenê ji heywanan re – lê ne ji mirovan re – tên bikaranîn.

Wateguherîna ji ber tabûyan di dîroka zimanê kurdî de bi rastî berfireh e. Bo nimûne, berevajî gelek zimanên din yên hindûewropî û heta gelek zimanên din yên îranî û heta hin lehceyên kurdî jî, di kurmancî û soranî de peyvên bi maneya “dayik” û “bab” yên bi eslê xwe ji proto-hindûewropî nemane. Loma bo nimûne, peyva “dayik” di inglîzî de “mother”, di latînî de “mater”, di farisî de “mader”, di rûsî de “mati” û di ermenî de “mayr” pir dişibin hev lê “dayik, da, dê” yên kurdî pir ji wan cuda ne. Di rastiyê de hevreha wan di kurmancî de jî wek “ma-k” heye lê wateya wê berteng bûye û bi piranî tenê wek “dayikên heywanan” tê bikaranîn. Lê di zazakî de “ma” bi wateya “dayik” bi xwe jî li kar maye.

Dîsa peyva eslî ya proto-hindûewropî ya bi wateya “bab, bav” ji kurmancî û soranî winda bûye bêyî ku ti şop û şûnekê li pey xwe bihêle. Loma bo nimûne “pider” ya farisî, “pitṛ” ya sanskrîtî, “pater” ya latînî, “patêr” ya yûnaniya kevn, “padre” ya îtalî, “father” ya inglîzî, “Vater” ya almanî û hwd. Lê dîsa di zazakî de peyva “pî, pîy” ya hevreha van peyvên hindûewropî maye. Bo ketina “-der/-ter” ji dawiya wê, bidin ber kurdî “bira” lê farisî “berader” û inglîzî “brother”.

Heta bikaranîna peyva “jin” jî heta vê dawiyê di civaka kurdî de bi taybetî di devê mêran de tabû bû. Loma li cihê wê çendîn peyvên din yên piraniya wan bi eslê xwe mecazî û ji erebî li cihê wê hatine bikaranîn: “afret, hurmet, kuflet/kulfet, pîrek, xêzan, erz û eyal, biçûk…” Li aliyekî din,

Heta mirov dikare bipirse ka gelo çima peyvên hindûewropî yan îranî yên bi maneya ”mam/ap, xal, met, xalet/xaltî” di zimanên îranî de nemane û paşî ev peyv ji erebî hatine wergirtin. Sebebê vê bi esehî nayê zanîn. Lê ji ber tabûbûna peyvên xwemalî yên bi wateya ”dayik, bab, jin” û hinên din, mirov dikare bipirse: gelo ev jî ne ji ber tabûbûnê be?

Tabû gelek caran dibin sebebên windabûna temam ya peyvan. Lê wek ku me di peyvên ”avis, zan, mak” û hinên din de dît, tabû dikare bibe sebebê bertengbûna wateyê jî: ev peyv êdî bi mebesta rewşa mirovan nayên bikaranîn û tenê bi rewşa heywanan ve hatine bertengkirin.

 

Teknîk

Peydabûna amûr û amrazên nû yên teknîkî dikare bibe sebebê guherîna wateya peyvan. Bo nimûne, niha li Tirkiyê di tirkî de peyva “araba” maneya “otomobîl, tirimpêl, seyare, maşîn” dide. Li Bakurê Kurdistanê jî di kurdî de di nav xelkê de peyva serdest “erebe” ye ku hevwateya “araba” ya tirkî ye. Kurdî ev peyv ji tirkî wergirtiye ji ber ku li derveyî Bakurê Kurdistanê “erebe” bi vê maneyê nayê bikaranîn. Tirkî ew ji erebî wergirtiye lê rehê wê dîsa li zimanên îranî vedigire û ji wan jî heta proto-hindûewropî diçe anku erebî ji zû ve ew ji zimanekî îranî wergirtiye.[4]

“Erebe” wek navê navgîneke bi-xwe-livok 100 – 150 salan kevn e ji ber ku berî hingê ev amraza raguhastinê nehatibû îcadkirin. Lê peyva “erebe” gelek kevntir e. Heta berî 50 salan jî li Bakurê Kurdistanê “erebe” zêdetir bi maneya “erebeyên ku hesp li dû xwe dilivînin” serdest bû. Bi pêşketina teknîkî ve wateya peyva “erebe” jî guheriye.

Teknîk ne tenê maneya peyvan bi neqilkirina ji navê tiştekî bo tiştekî din diguherîne lê dikare maneya eslî biparêze jî û wateyeke nû jî li peyvê zêde bike. Bo nimûne, berê “mişk” di kurdî de navê heywanekî biçûk bû û niha jî her navê wî heywanî ye. Lê niha “mişk” herwiha navê amûrekî kompûterê ye jî.

Nimûneyeke din: Ji mêj ve di kurmancî de “pel” (li gel çend varyantên din yên wek “pelg, belg, belçim”) bi maneya libên çilûyê daran (bi inglîzî leaf) li kar e. Ev wateya peyvê kevnar e lê niha jî her maye. Lê paşî maneyeke din jî li peyvê zêde bûye: “pelên kitêban” yan “pelên cigareyan” anku “pel” bi maneya “kaxez, kaxiz” hatiye bikaranîn.[5]

 

Dê bidome.

____________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/berx

[2] Binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/mih

[3] Di nav hin şaxên din yên gelên hindûewropî de “dêw” her bi maneya “xweda” ma: yûnaniya kevn ”Zêûs”, sanskrîtî ”dêva” > hindî û urdûyî ”dêvta”, latînî deus > spanî ”dios”, îtalî ”dio”, fransî dieu… hemû hê jî wateya ”xwedê” didin.

[4] Binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/erebe

[5] Li hin deveran bi şiklê “per, perr” e wek di peyva “malper” de.

Advertisements

3 thoughts on “Wateguherîn (beşa 2)

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s