PAŞDAÇEKÊN –E Û –Î

 

husein

Husein Muhammed

Yek ji mijarên rêzimana kurdî ku pir kêm li ser hatiye nivîsîn yan hema-hema qet nehatine vekolîn, paşdaçekên –e û –î ne. Kerem bikin em pêşî di çend nimûneyan de li wan binêrin û paşî her yekê ji wan şirove bikin:

  • ew hate malê, wan gote min, ez ê biçime bajarî
  • nîşanî min da, nêzîkî min bû, berî te hatin, ne dijî hev in.

Paşdaçekên –e û –î temamkerên hev in: -e li pey lêkeran tê bikaranîn, -î li dûv birrên din yên peyvan: navdêr, rengdêr, cînavan, hoker, daçek.

 

PAŞDAÇEKA -E

Pasdaçeka –E li gel hin peyvên liv û hereketê tê bikaranîn û maneya “ber bi filan tiştî/kesî ve” yan “bo, ji bo, jê re” dide:

  • hate malê (ber bi malê ve hat, heta malê hat)
  • gote min
  • hinek avê bidine wê (ji wê re, bo wê)

Tarîxiyen paşdaçeka –e hevreha pêşdaçeka ”bi” (tarîxiyen û di lehceyên din de “be, we, ve, -ev/-ef, -ew”) û paşdaçeka “ve” ye:

Bo nimûne:

  • kurmancî: bidine min, bidin bi min[1]
  • soranî: bîden be min

Bikaranîna paşdaçeka –e di kurmancî de ne zerûrî ye anku ew dikare bikeve:

  • hate malê = hat malê
  • bidine min = bidin min

Gelek caran paşdaçeka –e li gel herfa –e ya di paşgirên demên borî yên dûdar de têkil dibe yan dikeve ser hev:

  • dema borî ya sade: hatin, da > hatin(e) malê, da(ye) min
  • dema borî ya dûdar: hatine, daye > hatine malê, daye min

 

PAŞDAÇEKA -Î

Paşdaçeka –î dikare li pey navdêran, rengdêran, hokeran û daçekan were bikaranîn. Bo nimûne:

  • li peyv navdêran: bangî wan kir, êrişî me nekin, nîşanî wê da
  • li pey rengdêran: hat nêzîkî min, hûn dûrî wan in
  • li pey cînavan: hindî wan, (bi) qasî van
  • li pey hokeran: zêde du saetan
  • li pey daçeka: li dijî wan, tevî me (bi me re, li gel me)

Eger em nimûneyên li jor em bi hin awayên din bibêjin, em dikarin bibînin ku paşdaçeka –î cihê çendîn pêşdaçekên ji hev cuda digire:

  • bangî min kir = bang li min kir
  • hat nêzîkî min = li min nêzîk bû, ber bi min ve nêzîk bû
  • dûrî wan in = ji wan dûr in
  • zêdeyî du saetan = ji du saetan zêdetir
  • dijî wan = (soranî) dij be ewan

Hin caran li cihê –î, varyanta –ê tê bikaranîn:

  • bangê me kir, nêzîkê wan, zêdeyê bîst kesan, zidê wan

Anku –î carinan cihê daçeka “li”, hin caran cihê “ji”, geh-geh cihê “bi” (bi soranî “be”) digire û heta dikare cihê hin daçekên pêkhatî yan aloz yên wek “ber bi … ve” jî bigire.

Berevajî paşdaçeka “–e”, paşdaçeka “-î” di kurdî de axlebe zerûrî ye. Mirov nikare wê ji peyvê biavêje û hevokê wek berê bidomîne. Lê mirov dikare paşdaçeka “-î” bi hin pêşdaçekên wek “li, ji, bi…” li gor hevokê veguhêze. Alternatîva bikêrhatî li gor peyvên din diguhere. Bo nimûne:

  • bangî wî kir à bang li wî kir
  • dûrî wî ye à ji wî dûr e

Hin caran mirov hevokên wek “bang min kir” bibîne jî, bi piranî ew wek “bangî min kir” yan jî “bang li min kir” in.

Carinan paşdaçeka –î di heman demê de li gel pêşdaçekeke hevwate tê bikaranîn:

  • li dijî wan = dijî wan
  • li beramberî mala me = beramberî mala me

Mirov dikare bibêje ku bikaranîna awayê “li dijî wan” totolojî (tautology) anku dubarekirina ne hewce ye. Loma em dikarin awayê “dijî wan” pêşniyaz û tercîh bikin.

Paşdaçeka –î bi hin peyvan ve zeliqiye û peyvên ferhengîbûyî anku leksîkalîze jê çêkirine:

  • berî (ber+î – bidin ber soranî “ber le …” yan kurdiya başûrî “ber je, wer je”)
  • pêşî (pêş+î)
  • paşî (paş+î)

Ji aliyê etîmolojî ve çavkaniya paşdaçeka –î ne bi temamî zelal e. Ihtimalen ew ji pêşdaçeka “li” ye. Bo ketina vokala pêşîn bidin ber paşdaçeka –e ji “be” (bi). Ji xwe paşdaçeka –î bi piranî li cihê pêşdaçeka “li” tê bikaranîn jî.

Lê ji ber ku paşdaçeka –î gelek caran maneya “ji” û hin caran ya “bi” jî dide, mimkin e ku ev -î xwedî çend rehên etîmolojîk be anku hem “li” (tarîxiyen “le, ne”) bûbe “î” û hem jî bo nimûne “ji” (tarîxiyen “je, ej”).

________________________________________
TÊBÎNÎ

[1] Bi devokî herwiha bo nimûne: bidin-ev min, bidin-ef min, bidin-iv/bidin-if min.

Leave a comment