Wateguherîn

 

husein

Husein Muhammed

 

Mirov gelek caran di lehceyên heman zimanî de hin peyvan dibîne ku bi temamî yan gelek nêzîkî hev in lê dîsa jî maneya wan ji hev cuda ye. Bo nimûne, di kurmancî de “pir, pirr” tê maneya “gelek, zehf, mişe, zor” lê di soranî û zazakî de heman peyv wateya “tijî, dagirtî” dide. Dîsa hem di kurmancî û hem jî di soranî de peyva “mil” heye lê di soranî de ew maneya “mil” ya kurmancî nade lê wateya “stu” ya kurmancî dide. Di kurmancî bi xwe de jî li hin deveran “ciwan, law” li hin deveran maneya “xort, genc” didin lê li hin deveran jî wateya wan “spehî, xweşik, rind, keşxe” ye.

Ev wekheviya peyvan û di heman demê de cudahiya wateya wan ne tenê di lehceyên heman zimanî de lê herwiha di zimanên lêzim û zimanên cîran de jî diyar e. Bo nimûne, “xerab” di erebî de tê maneya “kavil, wêran, xopan” lê di kurdî de “xerab, xirab” maneya “nebaş” dide. Di kurdî de “xalet, xaltî” û di farisî de jî “xalê” bi maneya “xwişka dayika kesekî” ne lê di tirkî de peyva ji eynî rehî “hala” maneya “met, xwişka babê kesekî” dide.

Sebebê cudahiya maneya peyvên ji eynî rehî wateguherîn anku guherîna wateyê ye.

Di zimannasiyê de mebest ji wateguherînê (maneguherînê, bi inglîzî semantic change, semantic shift) guherîna wateya anku maneya peyvan e. Wek prensîp, maneya peyvê dikare bi temamî bighere anku wateya wê bi carekê ji tiştekî bibe tiştekî bi temamî vê cuda. Lê di pratîkê de bi piranî maneya peyvê tenê hinekî diguhere.

Di vê nivîsarê de em ê hem li ser awayên wateguherînê û hem jî li ser sebebên wateguherînê rawestin. Mebest ji awayên wateguherînê ew e ka wateya peyvan çawa yan bi çi awayan diguhere. Merem ji sebebên wateguherînê jî ew e ka wateya peyvan çma yan ji ber çi diguhere.

Bo diyarkirina awayên guherîna wateya peyvan, em ê çendîn nimûneyan ji peyvên kurmancî li gel hevrehên wê anku peyvên ji eynî rehî di zaravayên din yên kurdî de û di zimanên din yên lêzim (îranî, hindûewropî) yan cîran (erebî, tirkî) bidin bo ku guherîna maneya van peyvan bi nimûneyan bipeyitînin û biselmînin.[1]

Bo sebebên wateguherînê em ê berê xwe bidin hokar û faktorên civakî, kultûrî siyasî û teknîkî daku fehm bikin ka bo çi wateya peyvan wisa guheriye wek ku guheriye.

 

DU WATEYÊN WATEGUHERÎNÊ

 

Mebesta me ji wateguherînê du diyarde ne:

  • neqilbûna wateya peyvê
  • zêdebûna yek yan çend wateyên din jî ji heman peyvê re

Bo nimûne, peyva wateya peyva “beg” di navbera zimanên îranî yên kevn û niha de neqil bûye ji ber ku di zimanên îranî yên kevn de “beg” maneya “xweda, xwedê” dida û niha wateya “axa, serokên feodal” dide. Berevajî wê, di peyva “mişk” de wateya peyvê neqil nebûye lê wateyeke din jî li peyvê zêde bûye: Berê “mişk” di kurdî de navê heywanekî bû û niha jî navê eynî heywanî ye lê herwiha wateyeke din jî li peyvê zêde bûye: “mişkê kompûteran”.

 

 

 

AWAYÊN WATEGUHERÎNÊ

 

Berfirehbûn

 

Mebest ji berfirehbûna wateyê ew e ku carekê maneya peyvê meydaneke wateyî ya tengtir hebû lê niha berfirehtir bûye. Bo nimûne, ji berê ve peyva “xizm” tenê maneya “kesên ku bi rêya zewacê dibin mirovên hev” lê niha di medyaya kurdî de gelek caran peyva “xizm” bi maneya hemû mirovên kesekî tên bikaranîn.

 

Peyva “pir, pirr” di kurmancî de maneya “gelek, zehf, zor” (bi inglîzî a lot, much, many) dide. Lê hevrehên wê anku peyvên ji eynî rehî di soranî, zazakî, farisî û gelek zimanên din de ne maneya her cûre “gelek, zehf, zor” didin lê tenê maneya “gelek av yan şileyeke din di amanekî de” (bi inglîzî full) didin. Anku maneya peyva “pirr” di kurmancî de berfireh bûye.

 

Li aliyekî din, peyva “zor” di kurmancî, farisî û tirkî de maneya “pir hêz, bi pir hêzê” dide. Lê di soranî de maneya peyvê berfireh bûye û wateya her cûre “gelek, pirr” dide. Di kurdiya başûrî de anku di devokên feylî, kelhurî, kirmaşanî de “fire” maneya berfireh ya “gelek, pir, zehf” wergirtiye anku li ber wateya peyva “fire, fireh” ya kurmancî maneya peyva kurdiya başûrî berfireh bûye.

 

Peyva “xerab” di erebî de maneya “kavil, xaniyên herifî/xirabbûyî” dide. Lê heman peyva “xirab, xerab” ketiye kurdî û maneya her tiştê “nebaş, xirab” wergirtiye.

Peyvên “dest, ser, pê, çav, tenişt, enî, pişt, qûn…” hemû navên konkret yên beşên leşî ne. Lê di heman demê de ew bi berfirehkirinê wek navên tiştên wek wan jî tên bikaranîn:

  • serê çiyayî (bilindtirîn cihê çiyayî), serê mehê (destpêka mehê)
  • tenişta xanî
  • pişta gundî

 

Herwiha wateya gelek navên markeyên tiştan berfireh dibe. Bo nimûne, aspîrîn, klîns/klînks, viyagra û çendîn markeyên din carekê tenê navên hin markeyan bûn lê niha wek navê hemû tiştên ji wî cûreyî tên bikaranîn tevî ku markeya wan cuda be jî.

 

 

Bertengbûn

Mebest ji bertengbûna wateya peyvan ew e ku meydana peyvekê tengtir dibe. Bo nimûne, “korucu” di tirkî de maneya giştî ya “parêzvan, zêrevan” dide. Lê ew wek “qoricî” ketiye kurdî û di kurdî de tenê maneya “parêzvanên gundan yên dijî gerîlayan şer dikin”.

 

Peyva “bazar” ya îranî farisî û kurdî de maneya her cûre cihên berfireh yên kirîn û firotinê û heta kirîn û firotinê bi xwe jî dide. Ev peyv ketiye piraniya zimanên ewropî jî. Lê di van ew tenê maneya bazarên rojhilatî dide û nikare bi wateya her cihê berfireh yê kirîn û firotinê were bikaranîn.

 

Li aliyekî din, peyva ewropî “market, markêt” jî di gelek zimanên ewropî de hevwateya “bazar” di kurdî de ye. “Market, market” ketiye kurdî û zimanên din jî yên Rojhilata Navîn lê di van zimanan de nikare maneya her cihê kirîn û firotinê yan kirîn û firotinê bi xwe jî bide. Lê di kurdî û zimanên din yên Rojhilata Navîn de ew tenê maneya “bazarên ewropî, dikanên sergirtî yên berfireh û bi piranî otomatîzekirî” dide. Li aliyekî din, hevreha peyva “bazar” anku peyva “bajar” maneyeke berfirehkirî wergirtiye û di kurmancî de tê maneya her cihê ku gelek avahî û mirov lê bijîn.

 

Peyva “mirîşk” niha di kurdî de maneya hin teyrên kêmfir yên xwedîkirî tê bikaranîn (bi inglîzî hen). Lê di gelek zimanên din yên îranî de, bi taybetî di zimanên îranî yên kevn û navîn de hevrehê wê maneya hemû teyran didan. Heman peyv di soranî de wek “mel” bi maneya “teyr, balinde, firinde” li kar e.

 

Peyva “zevî” di kurmancî de maneya “erdê çandinê” dide. Lê hevrehên wê di gelek zimanên îranî û hin zimanên din yên hindûewropî de wateya “her cûre erdê” dide, bo nimûne “zemîn” di farisî de yan “zem-“ di avestayî yan zimanên baltî de. Bi berhevdana wateya van peyvan di zimanên cuda de, em dikarin bi hêsanî bigihin wê qenaetê ku wateya vê peyvê di kurmancî de berteng bûye ji ber ku di hemû zimanên din de wateya wê berfirehtir e û ne beraqil e ku em texmîn bikin ku di hemû zimanên din de maneya wê berfireh bûbe û tenê di kurdî de wek xwe mabe. Gelek hêsantir e ku mirov bawer bike ku di kurdî de wateya wê teng bûbe û di hemû zimanên din de wek xwe mabe.

 

Bertengbûna wateya peyvên wergirtî diyardeyeke giştî ye. Gelek caran di peyvên wergirtî yên di zimanê jêder de pirwate tenê wateyek yan çend wate pê re diçin zimanekî din, hemû wateyên peyvê pê re derbaz nabin.

 

 

Hilkişîn

 

Mebest ji hilkişînê (elevation) ew e ku peyv ji navê beşekî dibe navê hemû beşên tiştekî yan jî ji navê tiştekî bêqîmettir diguhere û dibe navê tiştekî bihagirantir.

 

Bo nimûne, peyva “wilayet” di erebî de maneya “eyalet, parêzgeh, herêm, beşeke îdarî ji dewletekê” dide (bi inglîzî province, governorate). Lê ew peyv wek “wil_at” ketiye soranî û wek “welat” jî di kurmancî de cih girtiye û di van herdu lehceyên kurdî maneya vê peyvê hilkişiye û êdî ne bi wateya “beşek ji dewletekê” lê maneya “hemû dewletê” dide (bi inglîzî country).

 

Hevwateya “biheşt” di inglîzî û piraniya zimanên din yên ewropî de “paradise” yan peyveke nêzîkî wê ye. Hevreha vê peyvê di erebî de jî wek “fîrdews” heye. Ev hemû peyv bi eslê xwe ji zimanên îranî hatine wergirtin. Lê di zimanên îranî yên kevn de (bo nimûne di avestayî de) vê peyvê maneya “baxçe, baxçeyê dîwarkirî” dida. Wisa maneya vê peyvê jî hilkişiye û niha ew navê tiştekî pir ji baxçeyên asayî bihagirantir e.

 

Peyvên “Xwedê, Xweda” û hevrehên wê peyvê di kurdî û zimanên din yên îranî de niha maneya afirîner û damezrînerê hemû dinya û gerdûnê ye. Lê maneya eslê peyvê di zimanên kevn yên îranî de tenê “bihêz, xurt” bû. Anku wateya vê peyvê hilkişiye. Bo hin wateguherînên berevajî, binêrin “dêw” û “beg” li jêrtir di beşa “daketin”ê de.

 

Peyva “yûnan” di zimanên Rojhilata Navîn de navê miletekî ye û navê welatê wî miletî jî “Yûnanistan” yan “Yûnan” e. Ev peyv ji navê eşîrek û devereke Yûnanistana berê hatiye wergirtin. Anku Peyva “yûnan” hilkişiye û ji navê deverekê yan eşîrekê bûye navê miletek û welatekî temam.

 

“Soranî” niha navê hemû lehceyên kurdiya navîn in. Lê eslê peyvê bajarokekî Başûrê Kurdistanê yê parêzgeha Hewlêrê ye. Pêşî kurmancîaxivan ji lehceya wan re gotiye “soranî” û paşî ev peyv bûye navê hemû lehceyên nêzîkî wî jî.[2]

 

 

Daketin

 

Di wateguherînê de mebest ji daketinê (degeneration) ew e ku navê tiştekî dibe navê beşeke wî yan jî navê tiştekî bihagirantir dibe navê tiştekî bêqîmettir.

 

Me got ku “soranî” ji navê lehceya bajarokekî bûye navê hemû devokên kurdiya navendî anku wateya peyva “soranî” hilkişiye yan bilind bûye. Berevajî wê, wateya peyva “kirmancî, kurmancî” vê dawiyê daketiye: Berê kurmancî/kirmancî navê hemû zimanê kurdî bû[3] lê niha bi piranî êdî tenê wek navê devokên kurdiya bakurî maye.

 

Eger em zimanên niha û yên kevn yên îranî bidin ber hev, em ê di çendîn nimûneyan de daketina wateyî bibînin:

 

Peyva “dexyu-“ di avestayî de û “dehyu-“ di hexamenişî de maneya “welat, dewlet” dida. Lê di zimanên îranî yên niha de hevrehên wê wateya “gund” didin: farisî “dih”, soranî “dê”, zazakî “dew”. Qedrê peyvê wisa daketiye ku êdî kurmancî qîma xwe pê neaniye wê bi wateya “gund” jî bi kar bîne lê peyva “gund” (ku di îraniya navîn de wateya “kampên leşkerî” dida) li şûna wê bi cih kiriye.

 

Peyva îranî “paşa” (padişah, şah, qiral, melik) di tirkiya osmanî de daketibû wateya “efser, general, fermandar”.

 

Di zimanên niha yên îranî de “beg” tê maneya “axa, serokên feodal” lê di zimanên îraniya kevn de “beg” maneya “xweda, xwedê” dida. Hevreha vê peyvê niha jî di zimanên slavî de bi wateya “xweda” maye: rûsî, bulgarî, polonî “bog”, slovakî “boh”, çekî “buh”…

 

Dîsa peyva “dêw” di zimanên îranî de maneya hin heyberên xeyalî yên girs û zexm didin ku adeten xirab in. Lê eslê vê peyvê yê hindûewropî wateya “xweda, xwedê” dida, wek bo nimûne di sanskrîtî de “dêva”, latînî “deus”, yûnaniya kevn “Zêûs” ku hemû wateya “xweda, xwedê” didin.

 

Carinan peyvek di zimanekî de maneya tiştekî dide ku cihê wî nêzîkî maneya heman peyvê bi ziman yan zaravayekî din e lê ne eynî cih e. Bo nimûne di kurmancî de peyva “mil” maneya “beşên jorîn yên destan” dide (bi inglîzî shoulder) lê di soranî de wateya wê “stu” ya kurmancî ye (bi inglîzî neck). Mimkin e ku carekê ew navê van herdu beşan bû û paşî di her lehceyekê de bûye navê beşekê ji wan. Yan jî bi “xeletî” cihê wê peyvê guheriye.

 

 

Şibandin yan mecazî

 

Di wateguherînê de mebest ji şibandin yan mecazî (metaphor) bikaranîna navê tiştekî bo tiştên şibî wî anku mîna wî ye. Bo nimûne, biwêja “dest tê werdan” bi eslê xwe tê maneya “destê xwe di bin avê de kirin” lê di peyvnasiya (termînolojiya) siyasî ya niha de tê wateya “tedexul kirin, tesîr li ser karûbarên dewleteke din kirin”.

 

Gotina “têk çûn” bi eslê xwe maneya “çûn di nav ve re” ye, berê zêdetir bi mebesta biçûkbûna cilan ji ber tesîra şûştinê dihat bikaranîn (bi inglîzî to shrink). Lê niha di çapemeniya kurdî de wê maneya “bi ser neketin, faşil bûn, weritîn, xusirîn, dorandin” (to lose) tê xebitandin.

 

Biwêja “dest jê berdan” bi eslê xwe wateya “êdî bi destê xwe negirtin, êdî zeft nekirin” e lê niha zêdetir bi şibandin û mecazî bi wateya “êdî tiştek nekirin, tiştek hiştin” (to give up) tê emilandin. Bi heman wateyê peyva “dev jê berdan” jî heye ku eslê wê yê berê “êdî li ser neaxiftin” bû.

 

Ji van biwêjan mirov dikare bi hêsanî jî eslê wan bibîne. Lê hin peyv hene ku êdî bi piranî tenê wateya wan ya mecazî tê dîtin. Bo nimûne, mirov peyva “sîxur” gelek di medyaya kurdî de bi wateya wê ya şibandinê anku bi maneya “casûs, ajan, spiyoner” (spy, agent) dibîne lê kêm caran mirov vê peyvê bi maneya wê ya eslî anku wek navê heywanekî (bi inglîzî porcupine).

 

Peyva “reben” di kurdî de bi berfirehî bi maneya xwe ya mecazî “belingaz, perîşan, şepirze, feqîr, hejar” tê bikaranîn lê kêm kes wê bi wateya wê ya eslê “derwêşên fileh, feqiyên fileh” bi kar tînin. Teqrîben bi heman wateya şibandinê gelek kes peyva “pepûk” bi kar tînin lê wê bi wateya wê ya eslî, ku navê teyrekî ye (bi inglîzî cuckoo), naxebitînin.

 

Ne tenê navên heywanan lê gelek peyvên din jî wateyên mecazî digirin û hêdî hêdî ji wateya xwe ya bingehîn vediqetin. Bo nimûne, di medyaya kurmancî de mirov bi berfirehî peyva “weşandin” dibîne yan dibihîze. Ew niha tê wateya belavkirina peyaman, nûçeyan, nivîsan û hwd. bi rêya medyayê. Niha di bikaranîna kurmancî de wateya serekî û serdest ya peyva “weşandin” ev wateya mecazî ye lê wateya peyvê ya eslî “ber/berhem ji daran daxistin” e.

 

Bi demê re bikaranîna mecazî yan bi şibandinê dikare maneya peyvê bi temamî biguherîne anku tenê wateya mecazî bimîne û ya eslê winda bibe.

 

 

Jêxistin

 

Di wateguherînê de mebest ji jêxistinê anku elîpsê (ellipsis) bikaranîna tenê beşek ji navê temam yê tiştekî ye. Adeten navê tiştekî ji du yan zêdetir peyvan pêk tê lê tenê yek peyv tê bikaranîn. Ew peyva bi tenê bi eslê xwe maneyeke din dide lê gava ku wek forma jêxistî ya navekî çend-beşî tê bikaranîn, hingê maneya wê peyvê ji eslê wê diguhere.

 

Bo nimûne, peyva “mobîl” yan “mobayl” bi eslê xwe wateya her tişê “livok, gerok, livbar, gêrbar” dide anku her tiştê ku dikare bilive yan were livandin yan li gel mirovî were anîn û birin. Gotina “telefonên mobîl/mobayl” tê maneya wan telefonan ku mirov bi xwe re digerîne, ne telefonên ku li malê bi têl û kabloyan bi dîwaran ve asêkirî ne.

 

Lê di pratîkê de gelek kes peyva “telefon” ji gotina “telefona mobîl” dixin û tenê peyva “mobîl/mobayl” bi maneya “telefona mobîl/mobayl” bi kar tînin. Ji vê diyardeyê re di wateguherînê de û di zimannasiyê de bi giştî jî jêxistin anku elîps tê gotin.

 

Di gelek zimanên ewropî de gotina “automobile” (otomobîl, tirimpêl, erebe, seyare, maşîn) tê kurtkirin û tenê “auto” jê dimîne. Eslê “auto-mobile” maneya “xwe-liv” (ya ku bi xwe dilive) dide û “auto” tê de wateya “xwe” dide. Lê bi jêxistinê maneya “auto” ji “xwe” diguhere û dibe “otomobîl”.

 

Peyvên “rojane, mehane, salane” bi eslê xwe maneya “her rojê/mehê/salê [carekê]” didin. Lê bo nimûneya meaş yan weşanên “rojane/mehane/salane” jî gelek caran tên kurtkirin anku beşek ji wan tê xistin û loma bo nimûne “mehane” di kurdî de herwiha wek navdêr bi maneya “meaşê mehê” yan jî “kovara mehê carekê derdikeve” jî dide.

 

Ji peyvên kevnar yên kurdî/îranî bo nimûne “biheşt/bihi_st” bi jêxistinê peyda bûye. Eslê wê di îraniya kevn de, bo nimûne di avestayî de “vehiştu ehyu” bû ku tê maneya “baştirîn dinya/jiyan” ji peyvên “vehiştu” (baştirîn) û “ehyu-“ (dinya/jiyan). Bi jêxistinê “ehyu” ketiye û tenê “vehiştu” maye û ew jî di zimanên îranî yên nû de bûye “biheşt, bihişt, buhişt… Guherîna V-ya îraniya kevn ya destpêka peyvan bi B di kurdî û farisî de diyardeyeke berbelav ya dengnasiya dîrokî ye.

 

Niha di kurdî de bi piranî navê partiyan û hin dezgehên din bi jêxistinê tên kurtkirin. Bo nimûne:

  • Partiya Demokrat a Kurdistanê à Partî
  • Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: Yekîtî (bi soranî Yekêtî)
  • Bizava/Tevgera Gorranê à Gorran (bi soranî Bizûtnewey Gorran à Gorran)
  • Hizba Demokrat a Kurdistanê (Rojhilat) à Hizb
  • Ajansa Parastinê (istixbarata Herêma Kurdistanê) à Parastin

 

Bi vî awayî bo nimûne maneya ”partî” ji wateya “her hizb yan hêza siyasî-parlemanî” dibe tenê partiyeke taybet yan ”yekîtî” ji wateya ”hemû yekbûn û tifaq” dibe ”filan hêza siyasî”. Ji ber wergirtina van wateyên berteng, êdî bi taybetî li Başûrê Kurdistanê peyva ”partî” bi maneya her hêza siyasî-parlemanî bi kar naîne û wê tenê wek bernavê Partiya Demokrat a Kurdistanê dixebitîne.

 

 

Hevfehmî

 

Di wateguherînê de hevfehmî (sînekdokî, synecdoche) tê maneya bikaranîna navê beşeke tiştekî bi merema wî hemû tiştî. Bo nimûne, gelek caran navê paytextên welatan li şûna wan welatan yan hikûmetên wan welatan tên bikaranîn:

  • Hewlêr û Bexda bi nepenî gotûbêjan dikin[4]

 

Di vê nimûneyê de mebest ji Hewlêr û Bexdayê bi rastî ne ev herdu bajar in lê hemû Kurdistan û hemû Iraq in yan jî hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ne.

 

Di dîroka zimanê kurdî de navê gelek eşîran yan mîran pêşî bi mecazî li bi hevfehmiyê li şûna devera ku ew lê bihêz in hatiye bikaranîn û paşî hêdî-hêdî navê wan bûye navê hemû deverê. Bo nimûne, Baban, Behdînan, Botan, Erdelan… hemû ji navên mîran yan jî eşîrên wan deran hatine wergirtin.

 

 

 

Xurtbûn

 

Carinan guherîna wateya peyvê ji encama xurtbûnê (intensification) ye. Me li jor behsa peyva “biheşt” kir. Niha jî em li dijwateya wê binêrin:

Peyva “cehnem, cehenem” ji erebî “cehennem” ketiye kurdî û zimanên din yên misilmanan. Lê eslê peyvê ji îbranî anku îbrî ye û bi forma “gêhênnom” e. Ev jî ji gotina “Gê bin Hênnom” anku “Newala Hennom, Geliyê Hennom” tê ku wisa diyar e ku bi hin kesan cihekî ne xweş bûye û paşî bi demê re wateya wî hatiye xurtkirin heta ku gihiştiye maneya “cihê ezab û şkenceya ebedî”.

 

Madem ku me behsa ezyet û şkenceyê kir, em li nimûneyeke din ya xurtbûna wateyê binêrin: di inglîzî de niha “kill” tê wateya “kuştin”ê. Lê berê wateya wê tenê “ezyet dan, ezab dan, şkence dan” bû. Ji ber ku “kuştin” ji ezyetê nihaîtir e, mirov dikare bibêje ku li vir jî wate hatiye xurtkirin.

 

 

Lawazbûn (meiosis)

 

Em piştî “kill” anku “kuştin” ya inglîzî, îcar bi ”kuştin”a di zimanên îranî de dom bikin. Di avestayî de kuştin “cen-“ bû ku hevrehên wê di zimanên din jî yên hindû ewropî de hebûn.

 

Lê wateya hevrehên “cen-“ (kuştin) ya avestayî di zimanên îranî yên niha de lawaz anku qels bûye. Bo nimûne, “zen-“ (forma ferhengî “zeden”) di farisî de êdî ne maneya kuştinê lê tenê “lê dan”ê dide. Hevreha wê di kurdî de “jenîn” e lê tenê wateya “livîna/livandina têlên şidandî” dide.

 

Wek ku tê dîtin, “cen-“ (kuştin) ya avestayî pir ji ”zen-“ (lê dan) ya farisî xurttir e û mirov dikare bibêje ku “zen-“ ya farisî jî ji “jen-în” ya kurdî bihêztir e. Bi gotineke din, bi demê re lawazbûneke berçav ya wateyî peyda bûye ku di zimannasiyê de bi navê meiosis tê nasîn.

 

 

Bêqîmetkirin, heqaret

 

Di wateguherînê de mebest ji bêqîmetkirinê yan heqaretkirinê (pejoration) ew e ku maneya peyvekê ji asayîtî û normaliyê yan jî heta ji hêjatî û bihagiraniyê dibe maneya tiştekî bêqîmet yan heta nefretkirî jî.

 

Bo nimûne, niha peyva “zendîq, zindîq” di kurdî û gelek zimanên din yên Rojhilata Navîn de wateya “bêdîn” yan jî “bêbext, bêwijdan” dide. Lê wateya eslî ya vê peyvê “zana, alim” bû (bi taybetî peyrew û mirîdên Manî û zerdeştî) û peyva “zendîq” bi eslê xwe ji peyva “zend-“ (ilm, zanîn) e û hevreha “zanîn” ya kurdî ye.

 

Bi heman awayî peyva “isqof” niha di kurdî de wateyeke tehl ya wek “bêbext, bêrehm, bêwijdan” heye. Lê eslê peyvê “metran, serqeşeyên filehan” e.

 

 

Xweşkirin

 

Di watenasiyê de mebest ji xweşkirin (eufemîzm, euphemism) bikaranîna gotineke xweştir yan kêmtir tabû li cihê peyva eslî ya bi wateya wî tiştî ye. Bo nimûne, gelek caran li cihê peyva “mirin” di kurdî de gotinên wek “koç kirin, wexer[5] kirin” ku maneya eslî ya herduyan jî “sefer kirin” e lê bi xweşbêjî bi wateya “mirin”ê tên bikaranîn. Dîsa li şûna peyva “mirin”ê di kurdî de bo nimûne ev gotin jî hene: “çûn ber rehma Xwedê, çûn ber dilovaniya Xwedê, jiyana xwe ji dest dan, jiyana xwe winda kirin”.

 

Nimûneyên me heta niha dayî yên bi wateya mirinê xweşkirin bûne. Lê mirina kesekî di kurdî de dikare herwiha were reşkirin, pîskirin yan bêqîmetkirin jî: Mirov dikare li cihê peyva mirin, gotinên wek “sekitîn, mirar bûn, gebirîn, geber bûn” jî bi kar bîne û bi wateya “kuştin”ê jî “sekitandin, gebirandin, geber kirin”. Adeten “sekitîn, sekitandin, mirar bûn/kirin” di zimanê normal de bo mirina yan kuştina heywanan li kar e.

 

Li şûna ku mirov bibêje filan kes “mirî” ye, gelek caran gotinên xweşbêjî yên wek ”rehmetî, biheştî, xwedêjêrazî” tên bikaranîn. Wek dijberên van jî anku bi pîsbêjî peyvên wek ”mirar, sekitî, geberbûyî” hene.

 

Tiştekî berçav e ku di kurdî de adeten wek dijwateya mirinê anku bi wateya destpêka jiyana mirovan ti peyveke bi tenê ne li kar e. Hin caran ”welidîn” ya bi eslê xwe erebî tê bikaranîn lê normal mirov gotinên wek ”Xwedê dan, hatin dinyayê, ji dayik bûn, çavê xwe li jiyanê vekirin” û hwd. bi kar tîne.

 

Di kurmancî de heywan ”avis” dibin û “dizên” lê bikaranîna van gotinan ji rewşa jinan re li piraniya deveran tabû û şerm e. Li cihê wan yan ”bihemle, hamîle” û ”welidandin” tên bikaranîn yan jî bi xweşbêjî û eufemîzmê gotinên wek ”girane, ducan, dugiyan” bûn û ”zarok anîn, Xwedê zarok danê” li kar in.

 

Maneya peyvên ”nivistin, raketin, razan” li gor devokên cuda-cuda yên kurmancî ”xew kirin” e. Li gelek caran li cihê ku mirov peyvên ”gan, gayîn, niyan/nan” bi merema ”têkiliyên cinsî” bibêje, peyvên ”razan/raketin/nivistin” tên bikaranîn: ”Filan mêr bi bêvan jinê re razaye/raketiye/nivistiye” anku têkiliyên cinsî pê re hebûne.

 

”Niyan” (dinê, binê) niha di kurmancî de adeten tenê bi maneya “gan, têkiliyên cinsî li gel hebûn” tê bikaranîn. Lê wateya eslî ya peyvê ”danîn, bi cih kirin” e. Ew pêşî wek xweşbêjî bi maneya ”gan, têkiliyên cinsî pê re hebûn” hatiye bikaranîn û paşî wateya xwe ya bingehîn bi piranî ji dest daye û di wateya xwe ya xweşbêjî de qayim bûye.

 

Bi gotineke din, ”niyan” pêşî li cihê peyva ”gan, gayîn” ya tabû hatiye bikaranîn. Lê paşî ”niyan” bi xwe jî bûye tabû. Di rastiyê de ev diyardeyeke giştî ye: gelek caran gava ku hin peyv bi xweşbêjî li şûna hin peyvên tabû tên bikaranîn, ew hêdî-hêdî ji maneya xwe ya bingehîn dûr dikevin, paşî bi temamî wateya nû werdigirin û taliyê ew bi xwe jî dibin tabû. Hingê mirov dîsa hewceyî peyveke nû ye yan jî lazimî guherandina peyveke heyî ye bo ku heman tiştê tabû bi xweşbêjî behs bike.

 

 

Mubalexe, mezinkirin

 

Di watenasiyê de mubalexe yan mezinkirin (hîperbol, hyperbole) tê maneya bikaranîna bêje û biwêjên ji tişta rast mezintir. Mubalexe yan mezinkirin gelek caran bo diyarkirina hestên gurr tê bikaranîn lê nabe ku peyvên tên bikaranîn bi maneyên wan yên konkret werin fehmkirin.

 

Bo nimûne, mirov gelek caran gotinên wek “te ez kuştim” bi maneya “te ez [zêde] aciz kirim” dibihîze. Yan di gelek helbest yan stranan de mirov dikare gotinên wek “evînê ez helandim” bibîne yan bibihîze.

 

Lê eger hin peyv bi berdewamî wiha bo mubalexekirinê werin xebitandin, mimkin e ku ew wateya xwe ya bingehîn û konkret winda bikin û êdî tenê bi wê maneyê bên bikaranîn ku carekê tenê bi mubalexeyî wisa dihat emilandin.

 

Mubalexe dikare bibe sebebê daketina peyvê anku peyveke ku berê maneyeke xurt dida, dikare êdî wateyeke kêmtir xurt bide. Loma eger em pir peyva “kuştin” di hevokên wek “te ez kuştim” de (ku maneya rast ne kuştin lê ”êşandin, aciz kirin” e) bi kar bînin, wateya “kuştin” dikare ji qetilkirinê veguhêze êşandin yan acizkirinê. Mimkin e ku mubalexe sebebê guherîna navbera peyva “cen-“ (kuştin) ya avestayî “zen-“ (lê dan) ya farisî yan “jen-în” ya kurdî be ku me li jor di beşa li ser lawazbûna wateyê de behs kiriye.

 

 

Lîtotes

 

Di watenasiyê de lîtotes (ji yûnanî lîtos anku sade, rût) tê wateya bikaranîna forma neyînî ya dijwateya peyvekê li cihê peyvê bi xwe. Bo nimûne, li cihê ku mirov bibêje filan tişt “xirab e”, gelek caran gotina “nebaş e” tê bikaranîn.

 

Di rastiyê de ti peyveke xwemalî/îranî ya bi maneya “xirab” (“xirab” ji erebî ye) di kurdî de nemaye.[6] Bi ihtimaleke mezin lîtotes bûye sebebê windabûna peyvên xwemalî yên bi wateya “xirab” û paşî peyva erebî “xerab” – ku bi eslê xwe maneya “kavil, wêran” e – cihê wan girtiye.

 

Nimûneyeke din ya lîtotesî di kurdî de bikaranîna peyvên “nexweş, nesax” bi wateya peyvên inglîzî “sick, ill”, farisî “bîmar”, erebî “merîd” û tirkî “hasta”[7] ye. Di rastiyê de hevreh û hevwateya peyva farisî “bîmar” di kurmancî de jî peyva “bîvêr” heye. Lê ji ber formên lîtotesî “nexweş, nesax”, êdî kêm kes peyva “bîvêr” bi kar tînin û piraniyeke mutleq ya kurdîaxivan ew bi temamî ji bîr kiriye.

 

 

Îronî

 

Di wateguherînê de mebest ji îroniyê bikaranîna bêje yan biwêjekê bi maneya dijwate û dijbera wê. Bo nimûne, mirov di kurdî de adeten bo kesekî ku tiştekî baş kiriye dibêje “aferin” yan “her bijî”. Lê heman gotin carinan bi îronî (tirraneyî, tinazî, tehnî, qerfî) jî tên bikaranîn:

  • “Aferin ji kurdan û tifaqa wan re!” (bêjer di rastiyê de ji bêtifaqiya kurdan nefret dike)

 

Eger bikaranîna îronî berdewam û berfireh bibe, peyv dikare wateya xwe ya bingehîn ji dest bide û maneya dijî xwe wergire.

 

 

 

 

 

 

SEBEBÊN WATEGUHERÎNÊ

 

Gelo çima wateya peyvan diguhere? Çima wateya peyvekê berfireh dibe, teng dibe yan ji tiştekî neqil dibe yekî din?

Mirov dikare sebebên guherîna wate anku maneya peyvan li ser du beşên serekî parve bike:

  • hokarên zimanî: sebebên ji ber sîstema zimanî ku ziman li ser ava bûye û pê diperese anku pêşve diçe
  • hokarên der-zimanî: sebebên civakî (aborî, bawerî, kultûrî, siyasî, teknîkî, xwezayî, zanistî…)

 

 

HOKARÊN DER-ZIMANÎ

 

Mebest ji hokarên derzimanî (extra-linguistic causes) ew guherînên civakî ne ku dibin sebebên guherîna wateyên peyvan. Li vê derê mebesta me bi guherînên “civakî” fikreke berfireh e: guherînên “civakî” dikarin aborî, bawerî/dînî, kultûrî/edetî, siyasî/îdarî, xwezayî/tebîetî, zanistî/ilmî û gelek guherînên din jî yên jiyana qisekerên zimanekî bin.

 

Li vê derê em ê hin nimûneyan li ser hin ji van warên jiyanê û guherîna wan bidin û hewl bidin diyar bikin ka çawa guherîna awayê jiyana qisekerên zimanekî dikare wateya hin peyvên wî zimanî biguherîne.

 

 

Guherînên aborî

 

Guherînên aborî dikarin bibin sebebên guherîna wateya peyvê. Bo nimûne, di kurdî de gelek navên cuda ji pez û bizinan re hene ji ber ku xwedîkirina wan (heta vê dawiyê) li Kurdistanê pir giring bû. Bo nimûne, çendîn nav ji mî/mih û beranan re hene û mirov dikare wan li gor cinsê wan û jiyê wan (temenê wan, umrê wan) bi deqîqî û sexbêrî ji hev cuda bike. Kerem bikin em li çend peyvên pezî binêrin:

 

nav[8] wate
mî, mih pezên mê yên gihiştî û zayî
beran pezên nêr yên gihiştî
berx pezên di yekem sala xwe de
kavir pezên di dusaliya xwe de
berindir, beyindir pezên di dusaliya xwe de
hogeç pezên di sêsaliya xwe de
maz, mazman pezên di çarsaliya xwe de

 

Heta eger ev hemû peyv di hin devokan de peyda nebin jî, di gelekan de hene. Di hin devokan de jî mimkin e ku hin peyvên din hebin.

 

Kurdî tenê bi cudakirina cins û jiyê pezî namîne. Ew heta li gor reng û hin taybetmendiyên din jî tên parvekirin û ji her cûreyekî wan re navên taybet hene.[9]

 

Lê parvekirin û binavkirinên wiha yek bi yek di kurdî de bo nimûne bo berazan yan hêştiran peyda nabin. Sebeb ew e ku kurdan kêm beraz yan hêştir xwedî kirine. Berevajî kurdî, di erebî de parvekirin û binavkirinên pir deqîq yên hêştiran hene, di gelek zimanên ewropî de jî rewşa berazan wisa ye.

 

Îcar gelo çi têkiliya vê meseleyê bi wateguherînê ve heye?

 

Têkiliya meseleyê bi wateguherînê re ew e ku niha gelek ji van peyvan di kurdî de li ber mirinê ne. Hejmara kurdîaxivên ku êdî peyvên wek “berindir, hogeç, maz/mazman” bi kar bînin yan heta fehm jî bikin gelek kêm bûye.

 

Sebeb ne tenê vê êdî bikarneanînê yan fehmnekirinê ne tenê qelsbûna zanîna zimanê kurdî ji aliyê hin qisekerên wî ve heye. Sebeba hê jî giringtir qutbûna têkiliya bi van heywanan re ye. Berî sedsalekê, piraniya kurdan kêm-zêde debar û jiyara xwe ya aborî bi pezî yan terşî (bizinan) dikir. Giring bû ku mirov deqîq bizane ka kîjan berxa mirovî kengî hatiye zan û kengî ew bi xwe dikare bizê, kengî şîrî bide, çi hirî jê were cewkirin û hwd. Loma giring bû ku mirov wan baş ji hev nas bike. Ev ne tenê bo xwedîkirinê lê herwiha bo kirîn û firotina wan jî pir giring bû

 

Lê niha êdî hejmareke pir kêm ya civaka me pezî xwedî dike. Êdî ne gelek giring e ku mirov tam temen û jiyê wan nas bike, îcar binavkirina wan ya deqîq jî hê kêmtir giring dibe. Loma niha bikaranîna yek-du peyvên giştî di vê mijarê de bo piraniya axiverên kurdî têra dike. Loma peyvên taybet yên wek “berindir, hogeç, maz” dikarin bikevin û wateya peyvên giştî yên wek “mî/mih, beran, berx” cihê wan jî bigire. Bo nimûne, “berx” dikare bibe navê vî heywanî ji hatin-zanê heta bi-xwe-zanê.

 

 

Bawerî

 

Guherîna dînê civakekê yan jî hin baweriyên wê yên din, dikare bibe sebebê guherîna wateya hin peyvan jî. Bo nimûne, me li jor diyar kiriye ka çawa peyva “dêw” bi eslê xwe maneya “xweda, xwedê” dida lê di zimanên îranî de maneya wê bûye hin heyberên/fîgûrên çîrokî yên  girs û zexm. Ev dikare ji ber wê be ku bi zerdeştîtiyê re di nav gelên îranî de dîn guherî û êdî xwedayên berê ji pile û asta xwedîtiyê daketin sewiyeya dêwan.[10]

 

Piştî daketina pileya peyva ”dêw”, miletên îranî dest pê kir û peyva “beg” bi maneya “xwedê” bi kar anî. Di îraniya kevn de peyva giştî bi maneya “xwedê” ev e. Lê paşî, ihtimalen dîsa ji ber guherîna baweriyê di nav gelên îranî de û dîsa daketina pileya “xwedayên berê”, rewaca peyva “beg” jî daket. Hingê jî gelên îranî dest bi bikaranîna “xwedê” û hevrehên wê kir.

 

Hêjayî gotinê ye ku tevî ku îslam bi eslê xwe ne dînekî gelên îranî ye jî lê di çendîn konseptên bingehîn yên îslamî de di kurdî û farisî de (û ji ber tesîra farisî heta di tirkî, urdûyî û gelek zimanên ne-îranî de jî) peyvên îranî tên bikaranîn, bo nimûne: “Xwedê, pêxember, biheşt, rojî, nimêj/nivêj…”

 

Wate yan jî bi kêmî naveroka van peyvên îranî divê pir guherîbe gava ku ew ji navên konseptên dînî yên zerdeştî yan dînekî din yê îranî derbazî dînê îslamê bûbin ji ber ku di van dînan de mebest ji – bo nimûne – nimêjkirin, rojîgirtin tiştên ji hev pir cuda ne.

 

Bi guherîna dîn û baweriyan re herwiha wateya mecazî ya peyvan jî dikare biguhere. Me li jor diyar kiriye ku “zendîq” manîtî û zerdeştiyê de bi mebesta “zana, alim” bû. Lê ji ber tesîra îslamê wê maneyeke pir negatîv ya wek “bêwijdan, bêbext, bedniyet” wergirtiye. Heman tişt li peyva “isqof” ya bi eslê xwe “metran, pîskopos, serokê keşîşan” hatiye.

 

Eger maneya peyvê ya bingehîn wek xwe bimîne jî, dîsa jî peyv dikare bi mecazî bi awayên ji hev cuda were bikaranîn yan fehmkirin. Bo nimûne, her kes dizane ku misilman peyrewên îslamê, file mirîdên mesîhîtiyê û cihû jî bawermendên cihûtiyê ne. Lê dîsa jî di nav misilmanan de mirov dikare bibêje “filan kes misilman e” bi mebesta “qenc e, baş e, dilpak e, pêbawer e”. Lê eger mirov bibêje “filan kes file ye” yan “bêvan kes cihû ye”, ew bi wateya “qenc e, dilpak e” di nav misilmanan de nayê fehmkirin, belkî berevajî wê yan jî wek heqaret û bêqîmetkirin were têgihiştin.

 

Li aliyekî din, di zimanên ewropî de mirov dikare bibêje “filan kes file ye” bi merema “filan kes qenc e”. Lê di van zimanan de ti kes nabêje “filan kes misilman e” bi mebesta ”qenc e”. Belkî binavkirina kesekî ne-misilman wek misilman dikare wek heqaret were fehmkirin – tam heçku em di kurdî de bibêjin ”filan kes [yê bi rastî ne cihû/file] cihû/file ye”.

 

 

Kultûr û tabû

 

Di hin kultûran de yan di edetên hin miletan yan deveran de behsa hin tiştan bi navên wan yên rast dikare eyb yan şerm be. Loma hin peyv dibin tabû anku mirov nikare wan bibêje. Yan mirov qet behsa hin tiştan nake yan jî mirov bi peyvên neyekser qala wan dike.

 

Di nav kurdan de û gelek miletên din de jî behskirina têkiliyên jinûmêran yan pêwendiyên cinsî bi navên wan yên yekser tabû ye. Ne tenê tabû ye ku mirov peyvên wek “kîr, quz, qûn, gan” bibêje lê heta gelek tiştên din jî tabû bûne. Bo nimûne, li piraniya deveran ji ber tabûyê mirov nikare peyvên “avis, zan” ji rewşa jinan re bi kar bîne. Loma wateya van peyvan berteng bûye û tenê ji heywanan re – lê ne ji mirovan re – tên bikaranîn.

 

Wateguherîna ji ber tabûyan di dîroka zimanê kurdî de bi rastî berfireh e. Bo nimûne, berevajî gelek zimanên din yên hindûewropî û heta gelek zimanên din yên îranî û heta hin lehceyên kurdî jî, di kurmancî û soranî de peyvên bi maneya “dayik” û “bab” yên bi eslê xwe ji proto-hindûewropî nemane. Loma bo nimûne, peyva “dayik” di inglîzî de “mother”, di latînî de “mater”, di farisî de “mader”, di rûsî de “mati” û di ermenî de “mayr” pir dişibin hev lê “dayik, da, dê” yên kurdî pir ji wan cuda ne. Di rastiyê de hevreha wan di kurmancî de jî wek “ma-k” heye lê wateya wê berteng bûye û bi piranî tenê wek “dayikên heywanan” tê bikaranîn. Lê di zazakî de “ma” bi wateya “dayik” bi xwe jî li kar maye.

 

Dîsa peyva eslî ya proto-hindûewropî ya bi wateya “bab, bav” ji kurmancî û soranî winda bûye bêyî ku ti şop û şûnekê li pey xwe bihêle. Loma bo nimûne “pider” ya farisî, “pitṛ” ya sanskrîtî, “pater” ya latînî, “patêr” ya yûnaniya kevn, “padre” ya îtalî, “father” ya inglîzî, “Vater” ya almanî û hwd. Lê dîsa di zazakî de peyva “pî, pîy” ya hevreha van peyvên hindûewropî maye. Bo ketina “-der/-ter” ji dawiya wê, bidin ber kurdî “bira” lê farisî “berader” û inglîzî “brother”.

 

Heta bikaranîna peyva “jin” jî heta vê dawiyê di civaka kurdî de bi taybetî di devê mêran de tabû bû. Loma li cihê wê çendîn peyvên din yên piraniya wan bi eslê xwe mecazî û ji erebî li cihê wê hatine bikaranîn: “afret, hurmet, kuflet/kulfet, pîrek, xêzan, erz û eyal, biçûk…” Li aliyekî din,

 

Heta mirov dikare bipirse ka gelo çima peyvên hindûewropî yan îranî yên bi maneya ”mam/ap, xal, met, xalet/xaltî” di zimanên îranî de nemane û paşî ev peyv ji erebî hatine wergirtin. Sebebê vê bi esehî nayê zanîn. Lê ji ber tabûbûna peyvên xwemalî yên bi wateya ”dayik, bab, jin” û hinên din, mirov dikare bipirse: gelo ev jî ne ji ber tabûbûnê be?

 

Tabû gelek caran dibin sebebên windabûna temam ya peyvan. Lê wek ku me di peyvên ”avis, zan, mak” û hinên din de dît, tabû dikare bibe sebebê bertengbûna wateyê jî: ev peyv êdî bi mebesta rewşa mirovan nayên bikaranîn û tenê bi rewşa heywanan ve hatine bertengkirin.

 

 

 

Teknîk

 

Peydabûna amûr û amrazên nû yên teknîkî dikare bibe sebebê guherîna wateya peyvan. Bo nimûne, niha li Tirkiyê di tirkî de peyva “araba” maneya “otomobîl, tirimpêl, seyare, maşîn” dide. Li Bakurê Kurdistanê jî di kurdî de di nav xelkê de peyva serdest “erebe” ye ku hevwateya “araba” ya tirkî ye. Kurdî ev peyv ji tirkî wergirtiye ji ber ku li derveyî Bakurê Kurdistanê “erebe” bi vê maneyê nayê bikaranîn. Tirkî ew ji erebî wergirtiye lê rehê wê dîsa li zimanên îranî vedigire û ji wan jî heta proto-hindûewropî diçe anku erebî ji zû ve ew ji zimanekî îranî wergirtiye.[11]

 

“Erebe” wek navê navgîneke bi-xwe-livok 100 – 150 salan kevn e ji ber ku berî hingê ev amraza raguhastinê nehatibû îcadkirin. Lê peyva “erebe” gelek kevntir e. Heta berî 50 salan jî li Bakurê Kurdistanê “erebe” zêdetir bi maneya “erebeyên ku hesp li dû xwe dilivînin” serdest bû. Bi pêşketina teknîkî ve wateya peyva “erebe” jî guheriye.

 

Teknîk ne tenê maneya peyvan bi neqilkirina ji navê tiştekî bo tiştekî din diguherîne lê dikare maneya eslî biparêze jî û wateyeke nû jî li peyvê zêde bike. Bo nimûne, berê “mişk” di kurdî de navê heywanekî biçûk bû û niha jî her navê wî heywanî ye. Lê niha “mişk” herwiha navê amûrekî kompûterê ye jî.

 

Nimûneyeke din: Ji mêj ve di kurmancî de “pel” (li gel çend varyantên din yên wek “pelg, belg, belçim”) bi maneya libên çilûyê daran (bi inglîzî leaf) li kar e. Ev wateya peyvê kevnar e lê niha jî her maye. Lê paşî maneyeke din jî li peyvê zêde bûye: “pelên kitêban” yan “pelên cigareyan” anku “pel” bi maneya “kaxez, kaxiz” hatiye bikaranîn.[12]

 

Teknîk ne herdem wateya peyvê berfireh dike lê carinan dikare wê berteng jî bike. Bo nimûne, di kurmanciya Zaxo de bi maneya “rêya di ser avê re” hem “pir” ya xwemalî hene û hem jî “cisir” ya ji erebî wergirtî li kar e. Lê maneya wan ne 100 % eynî ye. Li Zaxo “pir” tenê bi maneya pirên kevn yên ku otomobîl di ser re naçin tê gotin, bo nimûne “Pira Delal” yan “Pira Zaxo” (ku pira dîrokî û turîstîk ya wî bajarî ye). Lê “Cisrê Birahîm Xelîl” ku pireke modern û mezin ya navbera Zaxo û Silopî ye û pira serekî ya bazirganî ya navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê ye. Anku peyva “pir” li vê deverê berteng bûye û êdî di devê xelkê de bi maneya “her cûre rêyên di ser avê re” nayê bikaranîn.

 

 

SEBEBÊN ZIMANÎ

 

Di wateguherînê de mebest ji sebebên zimanî ew sebeb û ho û hokar in ku ji ber sîstema zimanî bi xwe wateguherînê peyda dikin. Mirov dikare sebebên zimanî di wateguherînê de wiha rêz bikin:

  • wekhevîtiya wateyê
  • berdewamiya wateyê
  • jêxistina beşên peyvan
  • jihevcudakirina hevwateyan

Kerem bikin em li jêr li her yekê ji van sebeban û çend nimûneyên ji wan binêrin.

 

 

WEKHEVÎTIYA WATEYAN

 

Yek ji sebebên serekî yên berfirehbûna wateyê wekheviya du yan çend tiştan e ku yek ji wan navê xwe dide yên din jî. Bo nimûne, peyva “ser” bi eslê xwe maneya “beşa jorîn ya leşê mirovan” dide. Lê ji ber wekhevî yan şibandinê, “ser” ew di gotinên wiha de jî li kar e:

  • Serê çiyayan biberf e.
  • Kitêb li ser maseyê ye.
  • Serê vê mehê (destpêka vê mehê)
  • Serekî/serikekî pîvazan/kelemiyan

Wekhevîtî û şibandin dikare bi çendîn awayên ji hev cuda be:

  • wekheviya şiklî: serekî/serikekî pîvazê, didanên/diranên mişarê/birrekê, gerdena şûşeyan/botlan, çavê rojê…
  • wekhevîtiya cihî: serê çiyayî (beşa jorîn ya çiyayî), serê mehê (heçku mirov ji serî dest pê bike û heta binî here), li ser maseyê/mêzeyê (li cihê jorîn yê maseyê/mêzeyê), li pişta xanî, li tenişta mala me, li kêleka dikanê…
  • wekhevîtiya erkî/karkirinê: destên/destikên biviran…
  • wekhevîtiya rengan: bo nimûne di hin zimanên ewropî de peyva “orange” hem tê maneya “pirteqal, narinc” û hem jî rengê “pirteqalî, narincî”. Di kurdî de jî navê hin rengan ji navê fêkiyan yan riwekên din tên çêkirin lê bi paşgira “-î, -yî”: “pirteqalî, qehweyî…”
  • wekhevîtiya aloz: wekhevîtî û şibandina bi çendîn awayên li jor. Bo nimûne, “piyên/pêpikên maseyan/mêzeyan” ku bi şikil, cih û erkên xwe wek hinekî dişibin piyên mirovan: beşa jêrîn in, şiklê wan wek lingan dirêj e û mase xwe li ser digirin wek ku mirov jî xwe li ser piyên/lingên xwe radigirin.

 

 

BERDEWAMIYA WATEYAN

 

Di wateguherînê de mebest ji berdewamiya wateyan (contiguity of meanings) ew e ku wateya du tiştan wisa têkilî hev e ku tiştek ji wan parçeyek ji tişta din e yan jî pê ve girêdayî yan jî li rex wê ye.

 

Ev berdewamî dikare bi çendîn awayan be. Bo nimûne:

  • madeyê ku tiştek jê hatiye çêkirin yan jî tê de heye dikare bibe navê wî tiştî: “agir” bi maneya “heste / çeqmaq” yan “sope, argûn, kuçk”
  • navê cihê ku lê hatiye çêkirin yan jê tê dikare bibe navê wî tiştî: “Qesra Spî” bi maneya “hikûmeta Amerîkayê” yan “Hewlêr” bi wateya “hikûmeta Kurdistanê”, “hamburger” ku bi eslê xwe maneya “hamburgî, xelkê bajarê Hamburgerê li Almanyayê” dide lê navê xwe daye hin sandwîçan
  • navê dahêner, keşaf û îcadkeran gelek caran dibe navê wan tiştan yan wan deveran: Kolumbiya (ji navê Kristofer Kolumbus), Amerîka (ji navê Amerigo Vespucci), wat (yekeya elektrîkê, ji navê endazyar James Watt), sandwîç (ji navê Lord Sandwich)
  • navê nivîskar yan danerê tiştekî dikare wek navê berhemên wî were bikaranîn: Ew ji Picasso hez dike (anku ji tabloyên wî), ew Shakespeare werdigerîne (anku berhemên wî)
  • navê tiştekî dikare wek navê naveroka wê were bikaranîn: “çaydank dikele” (mebest çaya tê de ye, ne ku çaydank bi xwe dikele).

 

___________________________

TÊBÎNÎ

 

[1] Em ê li vê derê bi kûrahî li ser etîmolojiya peyvan ranewestin. Lê her nimûneya ku em li vê derê bidin, me berê etîmolojiya wê, hevrehên wê di ziman û zaravayên din de û maneya wan (eger ji maneya peyva kurmancî cuda be) di Wîkîferhengê de belav kirine û xwandevanên hêja dikarin li vê derê lê bigerin: https://ku.wiktionary.org/

[2] Li aliyekî din, gelek caran di soranî de ”behdînî” (ku tenê devokeke kurmancî ye) bi maneya hemû lehceyên kurmancî anku kurdiya bakurî tê bikaranîn.

[3] Heta dezgeheke medyayî ya bi navê ”Zarî Kirmancî” jî heye: http://www.zarikrmanji.com/ Di zazakî de jî gelek kes ji lehceya xwe re kirmanckî dibêjin di dîsa heman peyv e. Di zimannasiya bi soranî de adeten ji soranî re ”kirmancîy nawerast” (kurmanciya navîn) û ji kurmancî re jî ”kirmancîy serû” (kurmanciya jorîn/serî) tê gotin. Lê di nav xelkê de ”kurmancî, kirmancî” tenê bi maneya kurdiya bakurî maye û êdî kes ji soranî re nabêje ”kirmancî, kurmancî”.

[4] http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1110201516

[5] ”Wexer” bi eslê xwe ji ”oxir” e û li devera Behdînan tê bikaranîn. Bo guherîna ”o-” bi ”we-” bidin ber ”ordek > werdek”. Nimûneyek ji bikaranîna “wexerkirin” bi maneya “mirin, wefatkirin”: http://waarmedia.com/latini/salroja-we%E2%80%8Cxe%E2%80%8Crkirina-hune%E2%80%8Crme%E2%80%8Cndan-te%E2%80%8Chsin-taha-u-e%E2%80%8Cbdula-zerin-li-amediye%E2%80%8C-hate%E2%80%8C-saxkirin/

[6] Peyva ”bed” ya îranî vê dawiyê di hin nivîsan de tê bikaranîn lê ew bi zelalî vê dawiyê ji farisî hatiye wergirtin.

[7] ”Hasta” ya tirkî bi eslê xwe ji îranî “xeste”.

[8] Binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/berx

[9] Binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/mih

[10] Di nav hin şaxên din yên gelên hindûewropî de “dêw” her bi maneya “xweda” ma: yûnaniya kevn ”Zêûs”, sanskrîtî ”dêva” > hindî û urdûyî ”dêvta”, latînî deus > spanî ”dios”, îtalî ”dio”, fransî dieu… hemû hê jî wateya ”xwedê” didin.

[11] Binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/erebe

[12] Li hin deveran bi şiklê “per, perr” e wek di peyva “malper” de.

 

 

Advertisements

2 thoughts on “Wateguherîn

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s