COTDENGIYA Ç, K, P, T – JI KÛ Û KÛ VE?

husein

Husein Muhammed

Rewşa cotdengî ya dengên Ç, K, P û T yek ji taybetmendiyên kurmancî û zazakî ye ku wan hem ji zimanên cîran erebî, tirkî û farisî hem jî ji zaravayên din yên serekî yên kurdî anku ji soranî, başûrî[1] û hewramî cuda dike.

Dengên Ç û K di kurmancî û zazakî de bi du awayên ji hev cuda tên gotin û ev cudahiya wan fonemîk anku wateguhor e: eger mirov li cihê K-ya bipif (”req”, bi inglîzî ”aspirated”), K-ya bêpif (”nerm”, unaspirated) bibêje, maneya peyvê dikare biguhere:

  • ka (bi K-ya bêpif anku ”nerm”): giyayê hişk
  • ka (bi K-ya bipif anku ”req”): li kû ye, li çi cihî ye

Hem min û hem jî gelek kesên din jî berê jî bi berfirehî li ser cotdengiya dengên Ç, K, P û T nivîsiye. Li vê derê em ê behsa hebûna cotdengiya van dengan nekin lê tenê çend girêdanên wan bidin daku xwandevanên dilxwaz bikarin xwe bigihînin wan. Armanca vê nivîsara me pirsa sebeb û dîroka peydabûna vê cotdengiyê ye û herwiha pêşbînîkirina ayindeya cotdengiyê ye.

Nivîsarên me yên têkilî cotdengiya dengên Ç, K, P û/yan T:

 

Dîrok: cotdengiya dengên Ç, K, P û T ji kû tê?

Wek ku me li jor diyar kir, cotdengiya Ç, K, P û T di kurmancî û zazakî de heye lê ne di lehceyên din yên kurdî de û ne jî di farisî, erebî yan tirkî de peyda dibe.

Di lehceyên din yên kurdî de û herwiha di farisî û tirkî de ev deng li destpêka peyvan tenê bi şiklên xwe yên bipif anku “req” peyda dibin. Li nav û dawiya peyvê di van zimanan de jî ev deng dikarin bêpif yan jî kêmtir bipif bin lê ev nabe sedemê cotdengiyê di van ziman û zaravayan de. Bo nimûne, bilêvkirina K di tirkî yan soranî de bi awayê bêpif dikare xerîb were bihîstin lê nikare di ti peyvan de maneya peyvê biguherîne.

Di erebiya standard de Ç û P ne bipif û ne jî bêpif peyda nabin. K tenê bi awayê xwe yê bipif di erebî de heye. Meseleya T hinekî aloztir e: di erebî de T-yeke zirav heye ku bi herfa ت tê nivîsîn û herwiha T-yeke qelew jî heye (wek di kurî de di peyvên “teng, tarî, tov” de) ku bi herfa ط tê nivîsîn. T-ya zirav di erebî de li destpêka peyvê herdem bipif e û T-ya qelew jî herdem bêpif e. Loma di erebî T-ya zirav ya bêpif (wek di kurmancî de di peyvên “te/tu” de) li destpêka peyvan peyda nabe. Anku di erebî de jî T bi rastî ne dengekî cotdengî ye.

Ji ber ku ji bilî kurmancî û zazakî cotdengiya dengên Ç, K, P û T di lehceyên din yên kurdî de û di zimanên din yên îranî de peyda nabe, texmîna giştî ew e ku kurmancî û zazakî ev xusûsiyet ji zimanekî din wergirtiye. Lê ev diyarde di herdu zimanên ne-îranî yên li ser kurdî tesîrker anku di erebî û tirkî de jî peyda nabe.

Bo fehmkirina vê diyardeya cotdengiyê, hem zimannasên kurd û hem jî yên biyanî di vekolîna reh û sebebên peydabûna vê fenomenê berê xwe didin Kafkasyayê. Cotdengiya dengên Ç, K, P û T bi rastî jî di ermenî û gurcî de û di zimanên din yên biçûk yên Kafkasyayê de jî peyda dibe.

Ji ber ku ji zimanên vê deverê ermenî ji aliyê cografî ve herî zêde nêzîkî kurdî ye û herwiha ji van zimanan ji aliyê peyvan ve jî herî zêde diyarî kurdî kirine, hem vekolerên kurd û hem jî yên biyanî bi hêsanî qebûl dikin ku ev diyarde ji ermenî ketiye kurmancî û zazakî.

Mixabin heta niha min nedîtiye ku di ti vekolînan de bi kûrî zimannas li ser hindê sekinîbin daku diyar bikin ka bi rastî ev diyarde çawa ji ermenî derbazî kurdî bûbe.

Wek prensîp, peyv yan diyardeyên din yên zimanî bi du awayan ji zimanekî derbazî yê din dibin:

  • jorxan (superstratum): Zimanê jêder zimanekî xurt û bihêz yan biqedir e loma peyv yan diyardeyên din yên zimanî jê derbazî zimanê wergir dibin. Bo nimûne, jorxan sebebê wê ye ku gelek peyvên erebî ketine zimanên din yên misilmanan yan jî niha peyv ji inglîzî dikevin piraniya zimanên dinyayê.
  • jêrxan (substratum): Zimanê jêder zimanekî bêhêz yan bêqedir e loma qisekerên wî derbazî bikaranîna zimanê wergir dibin. Lê di rewşa jêrxanî de qisekerên zimanê jêder hin peyv yan dengên zimanê xwe dibin zimanê wergir ji ber ku ew baş hînî zimanê wergir nebûne û nikarin wek qisekerên eslî yên zimanê wergir biaxivin. Eger hejmara qisekerên zimanguhêz pir be, tesîra wê dikare li ser zimanê wergir çêbe û heta hinekî zimanê wergir biguherîne jî. Bo nimûne, gava ku inglîzî li Hindistanê yan Afrîkayê belav bûye, gelek ji qisekerên wan deveran dev ji zimanê xwe berdaye û dest bi bikaranîna inglîzî kiriye. Lê ji ber ku wan nikariye tam wek inglîzîaxivên Brîtanyayê hînî vî zimanê ji xwe re nû bibin, li wan deveran di zimanê inglîzî de tesîra zimanên deverî peyda bûye.

Rastiyeke bêguman e ku hin tesîra zimanê ermenî li ser kurdî heye. Bo nimûne, peyvên wek “karîn/kanîn, law, savar, aman, xaç, çilmisîn” û hejmareke peyvên din ji ermenî ketine kurdî.[2]

Lê gelo tesîra ermenî li ser kurdî jorxanî yan jî jêrxanî ye? Anku gelo ermenî li beramberî kurdî zimanekî bihêz û biqedir bû loma ev peyv jê derbazî kurdî bûne (jorxanî) yan jî gelo ermenî hevberî kurdî zimanekî bêhêz û bêqedir bû û gelek qisekerên ermenî derbazî bikaranîna kurdî bûne û bi wê re ev peyv ji zimanê wan derbazî kurdî bûne (jêrxan)?

Guman jê nîne ku kurdî (xaseten kurmancî û zazakî) û ermenî demeke dirêj bi hev re li Bakurê Kurdistanê jiyane. Lê ti nîşanek ji hindê peyda nabe ku berî sedsala 20em ermenî hevberî kurdî zimanekî serdest û biprestîj bûbe di nav xelkê de. Rast e ku ermenî xwedî zimanekî nivîskî yê kevnartir û dirêjtir e lê di nav xelkê de berî sedsala 20em li Bakurê Kurdistanê li her derê gava ku ermenî û kurd bi hev re diaxivîn, zimanê wan yê hevpar kurdî (xaseten kurmancî) bû.[3] Herwiha kurdî zimanekî misilmanan û ermenî jî zimanekî fileyan bû li deverekê ku dewletên misilman (xaseten Imparatoriya Osmanî) serdest bû. Tarîxiyen ti delîl nînin ku hejmareke berçav ya kurdan bûbe ermenî yan file lê em bi zelalî dizanin ku gelek ermenî bûne misilman û pê re wan zimanê xwe jî bi zimanekî misilmanan (bo nimûne kurdî yan tirkî) veguhastiye.

Anku tesîra ermenî (eger ne bi temamî be jî) bi piranî jêrxanî ye: sebeb ew e ku gelek ermenîaxiv bûne kurdîaxiv û bi xwe re hin peyv û belkî dengên ermenî jî anîbin zimanê me.

 

Lê gelo dîsa jî mirov dikare bawer bike ku cotdengiya Ç, K, P û T ji ermenî ye?

Niha cotdengiya dengên Ç, K, P û T di peyvên xwemalî/îranî de jî di kurmancî û zazakî de heye. Bo nimûne:

deng bipif (req) bêpif (nerm)
Ç çar çav
K kar kirin
P perde pênc
T taze/teze tû (dara tûyê)

 

Eger bi rastî cotdengiya dengên Ç, K, P û T ji ermenî hatibe, divê carekê “çav, kirin, pênc, tû” û gelek peyvên din jî yên bi eslê xwe îranî bi Ç, K, P û T-yên bipif anku req bûbin û paşî di bin tesîra ermenî de guherîbin û dengên bêpif (nerm) yên Ç, K, P û T wergirtibin.

Lê gelo çima ev deng di bin tesîra ermenî de guherîbin?

Bo ku deng di bin tesîra zimanekî din de biguherin, divê zimanê tesîrker ew dengên orijînal tine bin. Bo nimûne, eger soranek, farisek yan tirkek bi kurmancî biaxive, mimkin e ku ew peyvên wek “çav, kirin, pênc, tû” bi Ç, K, P û T yên bipif anku req bibêje ji ber ku di soranî, tirkî û farisî de ev deng li destpêka peyvan herdem bipif in.

Lê rewşa ermenî cuda ye: ermenî ji xwe ev herdu fonemên dengên Ç, K, P û T hene. Gava ku texmînen ermenîaxiv hînî kurdî bûne, ti hewcehiyeke wan bi hindê nebûye ku hin dengên bipif yên kurdî bikin bêpif ji ber ku ermenîaxiv ji xwe hînên herdu fonemên dengên Ç, K, P û T ne. Loma ti sebeb tine ne ku ermenî rabûbin Ç, K, P û T yên bipif di hin peyvên kurdî de kiribin bêpif.

Heta eger em dijî nîşanên dîrokî texmîn bikin û bibêjin ku mimkin e ermenî carekê hevberî kurdî bihêz û biqedir bû û loma tesîra wê li ser denganiya kurdî hebûye û ji encama wê tesîrê cotdengî ketiye dengên kurdî Ç, K, P û T, dîsa jî pirs dimîne: madem ku dengên bipif yên Ç, K, P û T ji xwe di ermenî de jî hene (li gel dengên bêpif yên heman dengan), ma çi hewce kiriye ku ev deng di hin peyvên îranî de biguherin û ji dengê bipif veguhezin dengê bêpif?

Ti zerûriyek bo vê guherînê tine bûye heta ku mirov bawer bike ku ev guherîn di bin tesîra ermenî de mimkin e.

Heta eger em ferz bikin ku ev ne ji zerûrî lê wek din peyda bûye jî, gelo çima hingê ev deng di hemû peyvên îranî de neguherîne?

Di rastiyê de dijwar e mirov bawer bike ku ev peydabûna cotdengiyê di kurmancî û zazakî de ji tesîra ermenî be.

Bi ihtimaleke mezin cotdengiya dengên Ç, K, P û T ya niha di kurmancî û zazakî de ne ji tesîra ermenî lê – tevî ku wek dijhevî û paradoksekê bixuye jî – ji tesîra farisî, erebî û tirkî be. Kerem bikin em berê xwe bidin, ka ev çawa mimkin e.

 

Bêpifiya Ç, K, P û T ya kurdî di bin êrişên piralî de ye

Wek ku me li jor diyar kiriye, di farisî, tirkî û soranî de Ç, K, P û T li destpêka peyvan herdem bipif anku req in. Bi heman awayî di inglîzî de jî wisa ye. Di erebiya standard de Ç û P tine ne lê K û T-ya zirav jî herdem li destpêka peyvan bipif in.

Di heman demê de ev zimanên behskirî (farisî, tirkî, erebî, soranî û inglîzî), niha tesîrkerên herî mezin yên li ser kurmancî ne. Peyvên bi Ç, K, P yan T dest pê dikin û ji wan zimanan tên kurmancî, di hemûyan de ev deng bipif in (ji bilî T-ya qelew ji erebî). Ji ber ku kurmancî herî zêde peyvan ji van zimanan werdigire û ji ber ku di peyvên wan de li destpêkê Ç, K, P û T bipif in, roj bi roj rêje û nisbeta peyvên bi Ç, K, P yan T yên bipif dest pê dikin hevberî peyvên bi Ç, K, P yan T yên bêpif zêde dibe.

Gelek peyvên hevreh jî di kurdî de hene ku ji aliyê etîmolojî ve ji eynî rehî ne lê di yekê de deng bipif û di ya din de jî bêpif e. Bo nimûne:

deng bêpif bipif
Ç çav çeşme
K kirin kar
P pîvan peyman

 

Lê gava ku mirov li etîmolojiya van peyvan vekole, dê bi hêsanî bibîne ku yên bêpif (çav, kirin, pîvan) bi eslê xwe kurmancî ne û ji mêj ve di zimanê me de hene lê yên bipif (çeşme, kar, peyman) di kurmancî de nû ne û di rastiyê de ne demekî dirêj e ku ji farisî bi rêya soranî (kar, peyman) yan bi rêya tirkî (çeşme) derbazî nav kurdî bûne.

Ne tenê di peyvên nûwergirtî de Ç, K, P û T zêde dibin lê herwiha di peyvên ji berê ve di kurmancî û zazakî heyî de jî Ç, K, P û T xaseten di bin tesîra tirkî de – lê mihtelemen herwiha di bin tesîra farisî û soranî de jî – bi Ç, K, P yan T diguherin. Bo nimûne, gelek kes li Bakurê Kurdistanê êdî van peyvan bipif dibêjin “çav, kî, pênc, te” tevî ku eslê wan bi kurmancî bêpif e.[4]

Ev dikare sebeba wê be ku gelek peyvên xwemalî yên kevnar jî niha bipif in. Bo nimûne “çi, ker, ti/tu (hîç)”. Anku ev peyv berê di bin tesîra zimanekî din yê cîran de (bi ihtimaleke mezin di bin tesîra farisî de) ji bêpifiyê bûne bipif.

Piştî wergirtina hejmareke mezin ji peyvan ji erebî, farisî û tirkî yên bi dengê bipif li destpêka wan, êdî ew deng jî wek xwe ji wan zimanan ketiye kurdî. Lê dengê Ç, K, P û T di hin peyvên xwemalî yên kurmancî û zazakî de hatiye parastin. Bi ihtimaleke mezin ev dubendî ye ku bûye sebebê peydabûna cotdengiya dengên Ç, K, P û T. Anku berevajî ku heta niha hatiye texmîn dikin, cotdengiya van dengan bi ihtimaleke mezin ne ji tesîra ermenî ye.

 

Lê bêpifî ji berê ve ji kû peyda bû?

Madem ku ne bêpifî lê pifdarî (hebûna dengên bipif) di kurmancî de diyardeyeke bi nisbî nû ye yan ji bêpifiyê nûtir e, gelo bêpifî bi xwe ji kû hatiye madem ku di zimanên din yên îranî de û heta di lehceyên din yên kurdî de jî ji bilî kurmancî û zazakî li destpêka peyvan peyda nabe?

Di rastiyê de bêpifî di lehceyên din yên kurdî û di zimanên cîran yên wek farisî, tirkî û erebî de jî heye. Tek cudahiya wan li gel kurmancî û zazakî ew e ku di wan zimanan de bêpifî li destpêka peyvan peyda nabe, tenê nav û dawiya peyvan mimkin e lê di kurmancî û zazakî de li her dera peyvê mimkin e.

Texmîna min ew e ku bêpifî di kurmancî û zazakî de ji nav û dawiya peyvê belav bûye destpêka peyvan jî. Sebebê vê belavbûnê “aborîtiya zimanî” ye: mirov hewl dide bi xerckirina kêm ya enerjiyê heman tiştî bibêje. Dengên bêpif bi qasî dengên bipif enerjiyê naserifînin loma hêsantir e ku mirov wan bibêje.

Texmîna min ew e ku pêşî di kurmancî û zazakî de jî wek di zimanên din yên îranî de Ç, K, P û T li destpêka peyvan herdem bipif û li nav û dawiya peyvan jî bêpif yan kêmtir bipif bûn. Paşî bêpifî ji nav û dawiya peyvê belavî destpêka peyvan jî bûye. Mimkin e ku ermenî yan zimanên din yên Kafkasyayê bo kurmancî û zazakî bûbe model yan rêxweşker ji ber ku di ermenî de jî Ç, K, P û T dikarin li destpêkê bêpif bin tevî ku carinan bipif in jî.

Lê bêpifî di zimanên bihêz yên derdorê de, xaseten di tirkî û farisî de li destpêkê ne mimkin e. Ji ber ku kurdî gelek peyv ji van zimanan wergirtine (xaseten ji farisî) û wek din jî di bin tesîra wan de maye, dengên bipif dîsa di kurmancî û zazakî de peyda bûne.

Lê dengên bipif heta niha bi temamî dengên bêpif ji destpêka peyvan di kurmancî û zazakî de ji nav nebirine û ji hole ranekirine. Mimkin e ku carekê di soranî, başûrî û hewramî de jî Ç, K, P û T bêpif bûbin lê eger wisa bûbe jî, niha ew diyarde ji ber tesîra farisî (û belkî erebî) nemaye. Belkî jî ji ber dûrîtiya van lehceyan ji ermenî û zimanên din yên Kafkasyayê, ev ziman ji wan re nebûbin model û ti caran bêpifî di wan lehceyan de li destpêka peyvan peyda nebûbe. Ji ber tinebûna yan nemana delîlên dîrokî, êdî ne mimkin e mirov bipeyitîne û isbat bike ka bêpifî carekê li destpêka peyvan di van lehceyan de hebû yan ne.

 

Dawî

Vî kurtenivîsarê hewl daye dîroka bêpifî û pifdariya dengên Ç, K, P û T bi taybetî li destpêka peyvan vekole. Berevajî idiayên heta niha, ev nivîsar diyar dike ku peydabûna cotdengiya van dengan bi ihtimaleke mezin ne ji tesîra ermenî ye.

Vê nivîsarê herwiha hewl daye isbat bike ka çima di kurmancî û zazakî de bi ihtimaleke mezin varyantên bêpif yên dengên Ç, K, P û T ji yên bipif kevnartir in. Di piraniya mitleq ya peyvên wergirtî de li destpêkê ev deng bipif in. Di peyvên kevnar de, gava ku ev deng wek bipif bên gotin jî, ev bi ihtimaleke mezin berê ji tesîra farisî bû û niha jî dikare ji tesîra tirkî be.

Wek din jî ji ber tesîra tirkî, farisî, soranî û inglîzî (herwiha heta radeyekê ji ber tesîra erebî), dengên bêpif jî li destpêka peyvên kurmancî û zazakî hêdî-hêdî dibin bipif. Eger tesîra van zimanan li ser kurmancî wek rewşa niha be, di sedsalekê de mimkin e ku cotdengiya Ç, K, P û T di kurmancî zazakî de ji nav biçe anku ji holê rabe. Li cihê wê, ev deng dê li destpêkê herdem bipif û li nav û dawiyê jî bêpif yan nîv-pif bin.

Li ser wê qenaetê me ku dîroka kurdî bi Ç, K, P û T yên bipif li destpêka peyvan dest pê kiriye, paşî bêpifî ji nav û dawiya peyvan belavî destpêka peyvan jî bûye û dengên bipif qet nemane. Paşî ji ber tesîra hin zimanên cîran (xaseten farisî û tirkî) gelek peyvên bipif ketine kurdî û hêdî-hêdî bûne sebebên cotdengiya van dengan. Niha jî em dîsa ber bi yekfonemiya wan ve diçin ji ber ku hêdî-hêdî dengên bêpif di bin tesîra tirkî, soranî, farisî inglîzî û belkî erebî de jî li destpêka peyvan bi dengên bipif tên veguhastin.

 

_____________________

TÊBÎNÎ

[1] Mebest ji ”başûrî” li vir kurdiya başûrî ya devokên feylî, kelhurî, kirmaşanî û hin devokên din yên nêzîkî wan in ku li Başûr û Rojhilata Kurdistanê li hin deverên ji deverên soranîaxiv başûrtir dijîn

[2] Bo lîsteyeke netemam ya peyvên bi eslê xwe ermenî di kurdî de, binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/Kategor%C3%AE:Ji_ermen%C3%AE

[3] Tenê piştî damezrandina dewleta Ermenistanê û bicihbûna hin kurdan li wê derê, kurd bi hejmareke berçav hînî ermenî bûne û kurd hevberî ermeniyan bûne gelê kêmîne.

[4] Bo nimûne, guh bidin vê çîrokê ku tê de pêşkêşker dengên di peyvên wek “çîrok, kiriye, dapîr, tirsiyane” de Ç, K, P, T wek bipif dibêje lê di rastiyê de divê bêpif bûna: https://www.youtube.com/watch?v=fgcvzKQWIYo&list=PLAOFLr4u5nVbg9-Acq0K08R2YCPXD7YU7&index=2. Sebebekî din yê bipifkirina van dengan dikare ji ber hîperkorektiyê be: xaseten di radyo û televizyonan de pêşkêşker hewl didin dengan “zelal” û “baş-artîkulkirî” bibêjin. Lê ev bi xeletî dikare bibe sebebê bipifkirina anku reqkirina dengên bêpif anku nerm.

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s