Husein Muhammed
Lêkerên T yan D li dawiyê
”Dît, hat, ket / keft, bijart, biraşt, mêt, got, girt, gihişt/ gehişt, şûşt, nixamt…”
Mirov dikare lîsteyeke gelek dirêj ya peyvan bide ku tê de –T li dawiya lêkera di demê borî yê sade de ye.
”çand, bizdand, tirsand, peqand, elimand, stand / stend, xwand / xwend…”
Em dikarin lîsteyeke teqrîben bêdawî ya peyvên D di dema borî ya sade de li dawiya wan bidin.
Di heman demê de ew rehên dema borî ne anku mirov dikare paşpirtikên kesî li dû wan zêde bike:
– ”(ez) hat-im, (tu) ket-î, (me/we/wan) bijart-in… (te ez) bizdand-im, (min tu) tirsand-î, (me ew) ne-stand-in”.
Dîsa ew eynî rehên bi T/D ev peyv rehên demên din jî yên borî ne:
1) Dema borî ya berdewam
- ”(ew) di-hat, (ez) di-ket-im, (wan tu) ne-di-bijart-î, (we ew) ne-di-mêt-in… (wan ew) di-tirsand, (wî) ez di-bizdand-im, (wê) tu di-elimand-î…”
2) Dema borî ya dûdar
- ”(ew) hat-iye, (ez) ket-ime, (wan tu) ne-bijart-î, (ew) ne-mêt-ine…”
3) Dema borî ya çîrokî
- ”(ew) hat-ibû, (ez) ket-ibûn, (wan tu) ne-bijart-bûyî…, (min) çand-ibû, (tu) ne-tisand-ibûyî, (ew) elimand-ibûn…
T/ D di rehê demên niha de nîne
Gelo em çawa dikarin bizanin ku ev D/T li dawiyê bi rastî nîşana demên borî ye?
Bersiv ew e ku D/T di rehê demên niha û demên bê de nîne. Bo nimûne, di rehên demên borî de, wek ku li jor hatiye diyarkirin, di hemûyan de T di peyva ”ketin” de heye û D di peyva ”çandin” de:
– (ne)ket-im, (ne)ket-ime, (ne)ket-ibûm
– [min ew] (ne)çand-in, [min ew] (ne)çand-ine, [min ew] (ne)çand-ibûn
Lê di demên niha û bên de ne T di ”ketin”ê de û ne jî D di ”çandin”ê de heye:
– ez (na)kev-im, ez ê (ne)kev-im
– ez di-çîn-im / na-çîn-im, ez ê bi-çîn-im / ne-çîn-im
Ev rastiya lêkerên din e jî, di wan de jî D/T ji dawiyê ketiye:
– di-gir-im, di-bîn-im, di-bijêr-im, di-birêj-im, na-tirsîn- (bide ber dema borî: min girT, min dîT, min bijarT, min ne-tirsanD, min ne-stanD…)
Lê D/T herdem di demên borî de jî nîne
Lê dîsa jî gelek lêkerên kurmancî hene ku tê de D/T di demên borî de jî nîne:
– (min) zanî, (te) bir, (wê) kir, (te) kirrî, (av) keî/keliya, (ew) çûn…
Hin lêkeran jî di hin devokan di demên borî de T heye lê hin devokên din ew nîne:
– min dirût/dirû, te cût/cû, wê înad/îna/anî…
Madem ku wisa be, gelo em çawa idia dikin ku D/T nîşana demên borî ye? Heke ew nîşana demên borî bin, çima yek ji wan herduyan herdem di her lêkera di rewşên borî de peyda nabe?
Di hin peyvan de du awa wek hev mimkin in:
– min got/go, min dît/dî
Lêkerên D ji dawiyê ketî
Erê niha di kurmancî di gelek ji van peyvan de D/T nîne. Lê rastiyê de berê hebû. Heke em bidin li zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî binêrin, em ê bibînin ku di demên borî de di wan hemûyan de D yan T hebû:
– kurmancî:bir, kir, xwar…
– soranî: bird, kird, xward…
– zazakî: berd, kerd, werd…
– farisî: bord, kerd, xʷard[1]…
Di soranî û zazakî de jî D/T herdem nemaye
– kurmancî: bû, kirrî, za, zanî, anî…
– soranî: bû, kirrî, za, zanî, hêna…
Lê di farisî de di van peyvan de jî D/T hatiye parastin:
– farisî: bûd (bû), xerîd (kirrî), zad (za), danişt (zanî), avord (anî)…
Tarîxiyen bêguman e ku D/T ji kurdî (bi taybetî kurmancî) ketiye, ne ku li farisî zêde bûye. Bide ber pehlewî ku zimanekî îranî yê navîn bû:
– kurmancî: da, zanî, bir
– soranî: da, zanî, bir
– farisî: dad, danişt, burd
– pehlewî: dat, danist, burt
Berhevdan li gel zimanên ne-îranî
D/T ne tenê di zimanên îranî de nîşana demên borî ye. Inglîzîzan jê agadar in ku mirov bi alîkariya paşpirtika ”-ed” forma demên borî ya piraniya lêkeran çêdike:
– turn (zivirîn; zivirandin) > turned (zivirî; zivirand)
– attend (beşdar bûn) > attended (beşdar bû)
– marry (zewicîn) > married (zewicî)
Hin caran tenê D tê lê zêdekirin:
– say (gotin) > said (got)
– tell (behs kirin, gotin) > told (behs kir, got)
Lê hejmareke berçav ya peyvên inglîzî, li cihê paşpirtika ”-(e)d”, paşpirtika ”-t” werdigirin:
– keep (hilgirtin) > kept (hilgirt)
– teach (hîn kirin, fêr kirin, elimandin) > taught (hîn kir)
Hin caran jî herdu form mimkin in.
– learn (hîn bûn, fêr bûn, elimîn) > learned/learnt (hîn bû)
Di zimanên din jî yên germenî de, demên borî bi alîkariya D/T tên çêkirin. Çend nimûne ji sê zimanên din yên germenî:
– almanî: brachTe (anî), kaufTe (kirrî), behielT (hilgirt)
– holendî: brachT (anî), kochT (kirrî), hielD (hilgirt)
– swêdî: sålDe (firot), köpte (kirrî), gjorde (kir)
Lê çawa ku di kurdî de di hin lêkeran de D/T di demên borî de jî nîne, di zimanên cermenî de jî ew di hin peyvan de nîne (tevî ku di piraniyan de heye). Nimûneyên li jor bi her çar zimanan wateya ”dît” didin:
– almanî: sah
– holendî: zag
– inglîzî: saw
– swêdî: såg
T/D wek nîşana hemû yan hin demên borî ne tenê bi zimanên îranî û germenî ve sinordar e. Di latînî ”-tus” maneya ”kirî” dide lêkerê:
– faciō (kirin) > facTus (kirî)
– amō (hez kirin, hebandin, ecibandin, viyan) > amaTus (hezkirî, hebandî, ecibandî, viyayî, xweşdivî)
Heman D/T di paşpirtikên wek ”-ada(s), -ado(s), -ata, -ati” di zimanên ”keçên” latînî de (îtalî, katalanî, portugalî, romanî, spanî…) heman maneya ”kirî” yan ”-andî” (wek ”çandî, kelandî, şkandî”) yên kurmancî didin. Çend nimûne:
– îtalî: fare (kirin) > fatto (kirî)
– romanî: face (kirin) > făcut (kirî)
– spanî: salvar (parastin, sitirandin, rizgar kirin) > salvaTo (parastî, rizgarkirî)
– frensî: faire (kirin) > fait (kirî)
Di nimûneya dawiyê anku di frensî de T ya dawiyê êdî nayê gotin, ew heliyaye. Tam ev helîn bûye qedera T/D di gelek peyvên kurmancî de jî, wek ku li jor hatiye diyarkirin.
Heman diyarde di zimanên baltî (latviyayî û lîtwanî) de jî diyar e:
– latviyayî: darīts (kirî)
– lîtwanî: darytas (kirî)
Ev hemû T/D ji makezimanê proto-hindûewropî ji paşpirtika *”-tós” hatine, wek *kh₂ptós (jêstandî, girtî, zeftkirî, revandî) ji *keh₂p- (girtin, jê standin, zeft kirin, revandin) û *h₃reǵtós (rastkirî, rast, ne xwehr) ji *h₃reǵ- (rast kirin, edilandin) ku serekaniya peyva “rast” ya kurdî ku tê de T ya *h₃reǵtós a makezimanê proto-hindûewropî hatiye parastin, wek ku çawa ew di latînî “rectus” û inglîzî “right” de jî hatiye parastin.[2]
Peydabûna forma ferhengî ya lêkeran
Di rêzimannameyan de mirov bi awayekî giştî ji formên rader (mesder, ferhengî) yên lêkeran dest pê dike û ji wan rehên demên borî û niha peyda dike. Bo nimûne:
– girtin (forma ”rader”, ferhengî) > girt (forma demên borî) > -gir- [wek ”di-gir-im, di-gir-in, ne-gir-e”] (forma demên niha û bên)
Ji aliyê pedagojî û hînkerî ve, dibe ku ew awayekî rast be: mirov forma di ferhengan de li forma ”kirin” digere û di ferhengan de wê formê dibîne. Sebebê vê ew e ku di gelek zimanên din yên hindûewropî de forma rader wek forma dema niha ye yan jî nêzîkî wê ye. Bi taybetî di inglîzî de, ku ferhengên wî ji ferhengên gelek zimanên din re nimûne ne, forma hemû cînavan ji bilî cînavê sêyem yê yekhejmar wek forma xwerû yan rader e. Bo nimûne:
– turn (zivirandin) > I turn (ez dizivirînim), you turn (tu dizivirînî, hûn dizivirînin), we turn (em dikin), they döturn (ew dizivirînim) lê ”he turnS” (ew dizivirîne).
Demên borî jî bi zêdekirina ”-ed, -d, -t” tên çêkirin: ”I/you/he/we/you/they turnED” (min/te/wî/me/we/wan zivirand).
Di kurdî û zimanên din yên îranî de jî rehê demên borî ji rehê dema niha tê çêkirin:
– -gir- [wek ”di-gir-im, di-gir-in, ne-gir-e”] (forma demên niha û bên) + T > -girt- (rehê demên borî)
Piştî wê jî forma rader anku forma ferhengî ji rehê demên borî tê wergirtin:
– -girt- (rehê demên borî) + IN > girtin (forma ”rader”, forma ferhengî)
Helbet forma ferhengî ne herdem bi T/D çêdibe, hin riyên din jî di kurdiya niha de hebe:
– -b- (rehê demên niha û bên, wek ”ev xwandekar dê bi-B-in doktor”) + Û > -bû- (rehê demên borî, wek ”ev xwandekar BÛ-ne doktor”) + N > bûn (forma ferhengî)
Herwiha di rehê lêkerê de vokal jî dikarin biguherin:
– -çîn- (rehê demên niha û bên, wek ”di-çîn-im) + D û guherîna Î bi A > -çand- (rehê demên borî, wek ”min ne-çand-ibû) + IN > çandin (forma ferhengî)
Hussein Muhammed
[…] [5] Binêrin: T û D wek nîşana demên borî: https://zimannas.wordpress.com/2015/11/15/t-u-d-wek-nisana-demen-bori/ […]
LikeLike