Herfa mit

Husein muhammed

o-SILENCE-facebook

Inglîzîzan dizanin ku di peyva ”know” (zanîn) de K tê nivîsîn lê nayê gotin. Farisîaxiv haydar in ku hevwateya ”xew” ya kurdî di farisî de bi nivîskî ”xvab / خواب” e lê wek ”xab / خاب” tê gotin.

Erebîziman agadar in ku li dawiya forma kesê sêyem yên pirhejmar di demên borî de A heye lê ew A nayê gotin: bo nimûne, mirov dinivîse ”qalûa / قالوا” (wan got) lê wek ”qalû قالو” dibêje. Dîsa di tirkî de jî herfa Ğ teqrîben nayê gotin: ”doğan” (baz, eylo) tê nivîsîn lê teqrîben wek ”doan” tê gotin.

Ev diyarde di zimannasiyê de wek ”herfa mit” yan ”herfa hiş / bêdeng” tê nasîn. Ew ne tenê di van çar zimanên li jor rêz kirî de lê di gelek zimanan de heye. Di fransî de, bo nimûne, li dawiya peyvê piraniya konsonantan mit in anku nayên gotin: petit [pêtî] (biçûk), quand [kan] (kengî), sous [sû] ([li] bin)…

Gelo diyardeyeke wisa di zimanê kurdî de jî heye?

Berî ku mirov bersiva vê pirsê bide, divê mirov bipirse ka gelo sebebê nivîsîna K ya di peyva ”know” ya inglîzî de yan V di ”xvab” ya farisî de yan jî T di ”petit” ya frensî de çi ye?

Bersiva vê pirsê bi piranî hêsan e: carekê K, V û T bi rastî di wan peyvan de dihatin gotin. Zimanê devkî guheriye û sivik bûye û ew deng ji wan peyvan ketine. Lê zimanê nivîskî sabittir e, ew zû-zû naguhere û loma ew herf di nivîsîna wan peyvan de mane tevî ku ew deng ji gotina wan peyvan ketine jî.

Di rewşa van zimanan de ev tiştekî fehmbar e: farisî, inglîzî û frensî ev nêzîkî hezar salan e ku tên nivîsîn. Loma di wan de tiştekî wisa mimkin e.

Lê gelo diyardeyeke wisa dê çawa di kurdî de mimkin be madem ku zimanê me yê nivîskî – heke heta niha em bikarin behsa standardiyê bikin jî – zêde-zêde ev çend dehsalek in ku hatiye standardkirin. Wek din jî îdealeke zimanê nivîskî yê kurdî heye: em dil dikin ku peyvên me wek çawa tên gotin, wisa bên nivîsîn jî.

DI KURDÎ DE JÎ HERFÊN MIT HENE

Lê dîsa jî di kurdî de jî diyardeya herfên mit hene. Kerem bikin li van çend peyvan binêrin

–          destpêk

–          piştgirî

–          çend kes

Helbet heke em hêdîka van peyv û gotinan bibêjin, em ê her herfa di wan de bixwînin. Lê di rastiyê de, gava ku em bi lez diaxivin, em wiha dibêjin:

–          despêk

–          pijgirî[1]

–          çen kes

Ji ber vê ye ku gelek caran mirov di nivîsan de jî forma ”despêk” li cihê ”destpêk”ê dibîne. Ji her sê nimûneyên me diyar e ku gava sê konsonant tên nik hev (di ”destpêk”ê de STP, di ”piştgirî” de ŞTP û di ”çend-kes” de NDK), konsonanta navîn dikeve. Ji ber ku di piraniya peyvên xwerû de yên ku du konsonant li dawiyê hene, ya herî dawîn D yan T ye:

–          bilinD, çenD, derD, finD, gunD, hinD, kunD, pinD, rinD, sonD, tunD, zenD…

–          asT, besT, çisT, desT, geşT, hesT, masT, pişT, rasT, sisT, tesT…

Lê bo nimûne NG jî gelek caran li dawiyê heye: beng, ceng,çeng, deng, heng, jeng, ling, peng, reng, sing, şeng, teng, zeng…

Gava ku peyvên wiha bi cotekî konsonantan bi dawî tên, heke ew û peyveke bi konsonantekê yan çend konsonantan dest pê dike, hingê ji peyva yekem konsonanta dawiyê nayê gotin.

Di hin peyvên cihgirtî de êdî ev herf qet nemaye:

–          desmal (ji dest+mal)

–          dezgeh (ji dest+geh)

Herfa ”e” ya dawiya peyva xwerû mit dibe gava ku paşpirtikeke vokalî tê pey wê:

–          rojname + a > “rojnam-a min” (li cihê “rojname-a min”) – bi zimanê nivîskî “rojname-ya min”

–          mase + a > “mas-a sor” (li cihê ”mase-a sor”) – bi nivîskî ”mase-ya sor”

Herfa ”i” û heta ya ”î” gelek caran mit dibe:

–          gotin > bi nivîskî: gotina wî > bi devkî: got-na wî

–          xanî > bi nivîskî: xaniyê wî > bi devkî: xan-yê wî

Herfa ”e” ji paşpirtika”-ek” (yek) jî di hin devokan de mit dibe:

–          kesekî (nivîskî û hin devok), keskî (hin devok)

Herwiha heke peyva yekem bi herfekê bi dawî bê ku herfa duyem jî bi heman herfê dest pê dike, hingê di hin peyvên cihgirtî de tenê yek ji wan herdu herfan maye:

–          beroj (ji ber+roj)

–          paşîv (ji paş+şîv)

Peyvên wiha ne tenê cihgirtî ne lê herwiha wan maneya xwe ya taybet heye: ”beroj” ne tenê li ber rojê ye lê herwiha başûr e û ”paşîv” ne her tiştê piştî şîvê ye lê xwarineke berî spêdeyê ye ku bo rojîgirtinê mirov dixwe.

Lê di peyvên din de çêtir e ku herdu herf di nivîsînê de bên parastin:

–          serokkomar, ne serokomar

–          romannivîs, ne romanivîs

Heke mirov yekê ji herdu herfan biavêje, bo xwandevanan belkî zehmet be bizanin ka ew peyv ji çi çêbûne. Heke nizanin ka ji çi çêbûne, nikarin bizanin ka wateya wan çi ye. Hin caran xeletiya fehmkirinê jî mimkin e. Bo nimûne:

–          giyannasî (derûnnasî, ruhnasî, psîkolojî, zanista giyanan)

–          giyanasî (riweknasî, gulnasî, botanî, zanista giyayan/riwekan)

HERFA MIT YA DEVOKÎ

Di hin devokan de hin herfên zimanê nivîskî mit in anku nayên gotin. Bo nimûne, di hin devokan de, herfên ”-xwa-” wek ”-xa-” tên gotin:

–          xwarin > xarin

–          xwandin > xandin

Bo nimûne, di kurmanciya Dihokê de W ya XWA-yê nayê gotin. Bi heman awayî di farisî de jî W/V-ya heman peyvan tê nivîsîn lê nayê gotin:

–          bi farisiya nivîskî: xvanden, xvarden

–          bi farisiya devkî: xanden, xarden

–          wateya wan bi kurdî: xwandin, xwarin

Di farisî de jî demekê ew wek XWA- dihatin gotin loma wisa di zimanê nivîskî de cih girtiye. Di kurdiya nivîskî de jî wan wek XWA- cih girtiye. Mimkin e ku paşî W-ya wan ji zimanê devkî bikeve lê di zimanê nivîskî de bimîne.

Di hin devokan de yan di devê hin kesan de W wek din jî ji pey X dikeve:

–          xwe > xe

–          xwê > xê

–          xwîşk > xîşk

Di piraniya devokên kurdî de J ji rehê lêkerê yê peyvên ”-bêj-” û”-avêj-” mit bûye:

–          dibêjim > dibêm

–          neavêjin > neavên

Di hin devokan de T ya dawiya peyvên wek ”dît, got” mit e:

–          dît > dî

–          got > go

Lê ne herdem forma nivîskî dengan diparêze û devok wan diavêjin. Bo nimûne, di gelek nimûneyan de H di peyvan ”mêvan” de heye û tarîxiyen em dizanin ku H tê de hebû (bide ber farisî û zazakî ”mihman”) lê di zimanê nivîskî de bi piranî wek ”mêvan”, ne ”mêhvan” yan ”mihvan” e. Bi heman awayî H di formên wek ”cî, mî, sî” ketiye (cih, mih, sî).

Di gelek devokên kurmancî û soranî de di paşpirtika kesê sêyem de T jî heye. Lê hem kurmanciya nivîskî û hem jî soraniya nivîskî bi piranî wê T-yê nanivîse:

–          kurmanciya nivîskî: dikeve, dibêje, digire (bi hin devokan: dikevit/dikevît, digirit/digirît)

Mesele ne ew e T li van devokan zêde bûbe. Tarîxiyen ew di hemû kurdî de hebû lê niha di hin devokan de mit bûye û di zimanê nivîskî de jî nayê nivîsîn.

HERFA MIT YA DÎROKÎ

Heke mirov li tarîxa zimanê kurdî binêre, mirov dê bibîne ku hin herf mit bûne. Bo nimûne, di kurmancî de D bi piranî ji dûv R ketiye:

–          kurmancî: kirin, birin, mirin, xwarin

–          soranî: kirdin, birdin, mirdin, xwardin

–          zazakî: kerden,berden, merden, werden

–          farisî: kerden, borden, morden, x[v]arden

Heke hûn li nimûneyên zazakî binêrin, hûn bibînin ku li cihê ”xwarin” ya kurmancî ”werden” heye. Ew ne xelet hatiye nivîsîn lê bi rastî jî X tê de nîne. Di zazakî de X ya berî W bi piranî mit bûye:

–          werden (xwarin)

–          wenden (xwandin)

–          weş (xweş)

Lê ji ber ku nivîsîna bi zazakî nû ye, zimanê nivîskî li ber zimanê axiftinê yê niha hatiye avakirin, ne li ser awayekî gotinê ku nemaye. Loma zazakî dinivîse ”wenden, werden, weş” wek axiftina niha, ne ”*xwenden, *xwerden, *xweş” ya zazakiya dîrokî.

Husein Muhammed


[1] Sebebê guherîna Ş bi J di ”pijgirî” de herfa G ya bilerz e: ew Ş-ya bêlerz jî wek xwe lê dike anku dike hevbera wê ya bilerz anku J.

Leave a comment