Têkiliya dengên K, G û Q di dengnasiya kurdî de

Husein Muhammed

GK_Eagle_Logo

Ev her sê deng di kurdî û zimanên din de pirr nêzîkî hev in. Awayê derxistina wan ”seknî” ye, bi inglîzî ”stop”, bi gelek zimanên din ”klusîl” e. Mebest ji ”seknîtiyê” ew e ku di buhirka dengî de livîna hewayî pêşî tê rawestandin û paşî tavilê rê tê dan ku ew hewa bi carekê derkeve, bipeqe.

Cihê derxistina K, G û Q banziman e anku banê zimanî ye, cihê navîn yê zimanî ye, ne serziman anku pêşziman e û ne jî rehziman e anku paşiya zimanî ye. Cudahiya K û G ji Q ew e ku cihê ku banê zimanî di derxistina K û G de li banê devî dikeve piçekê ji cihê Q li pêştir e. Cudahiya K li gel G ew e ku di derxistina G de perdeyên dengî dilerizin, di derxistina K de na.

Di alfabeya kurdî-erebî de K wek ک, G wek گ û Q wek ق tên nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de wek [k], [g] û [q] in.

Mirov dikare li vê derê guhê xwe bide her yek ji van sê dengan:

–          K: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_velar_plosive.ogg

–          G: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiced_velar_stop.ogg

–          Q: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_uvular_plosive.ogg

K, G û Q her sê jî fonem in, dengên serbixwe û wateguhor in[1]: Heke mirov wan bi hev biguherîne, maneya peyvê dikare biguhere:

–          K/G: kul/gul, ka/ga, kerr/gerr…

–          K/Q: kul/qul, kîr/qîr, ket/qet…

–          G/Q: genc/qenc, gul/qul, gelî/qelî…

K, G û Q di kurdî û cîranên wê de

Di nav zimanên cîranên kurdî de, di farisî û aramî de de ev her sê deng hene, di ermenî û tirkiya nivîskî de Q nîne û di erebiya standard de G peyda nabe lê di erebiya Mezopotamyayê de Q-ya erebiya standard bi piranî wek G tê gotin.

Niha ev her sê deng jî di kurdî de li destpêk, nîvek û dawiya peyvê mimkin in: ”ker, ger, qer(z)… heke, agir, reqem… rêk, reng, req…” Lê bi taybetî G li dawiya peyvê li pey vokalan û Q jî li pey konsonantan pirr nadir e.

K di hemû zimanên cîran de heye û herwiha di zimanên navîn û kevn yên îranî de hebû, di makezimanê proto-hindûewropî de hebû û di piraniya – heke ne hemû – zimanên hindûewropî de peyda dibe. Mirov dikare bibêje ku ew herdem di kurdî de hebûye û ji ti zimanekî din neketiye kurdî.

G jî di hemû zimanên cîranên kurdî – tenê erebiya standard ne di nav de – peyda dibe, di piraniya zimanên hindûewropî de heye û ji makzimanê proto-hindûewropî hatiye. Anku G jî herdem di kurdî de hebûye.

Ji zimanên cîran, di tirkî de niha G hebe jî, berê tine bû. Piraniya peyvên tirkiya niha, yên ku bi G dest pê dikin, di tirkiya kevn de bi K bûn: ”gelmek” (hatin) ji tirkiya kevn ”kelmek”, ”gitmek” (çûn) ji ”kitmek”, ”gün” (roj) ji ”kün”, ”göz” (çav) ji ”köz”.[2] G di wan de encama bilerzbûna K li berî vokalên pêşîn (di tirkî de ”e, i, ö, ü”) e anku heke vokaleke pêşîn bikeve dûv K-ya tirkiya kevn, K di tirkiya nû de bûye G.

Wek delîlê wergirtina hin peyvên ji tirkî di kurdî de hê berî demeke gelek dirêj, hin peyvên esil-tirkî di tirkî de K-ya kevn bi G veguhastiye lê di kurdî de K-ya tirkiya kevn hatiye parastin (bo nimûne ”koç, koçer” ji tirkiya kevn ”köç, köçer”, bi tirkiya niha ”göç, göçer”) yan jî K-ya di kurdî de bi Q hatiye veguhastin (meselen ”qenc, qelen” ji tirkiya kevn ”ken­ç, kelin”, bi tirkiya niha ”genç, gelin”[3] ku ya yekem wek ”genc” bi maneya ”xort, ciwan” dubare ketiye kurdî).

Lê herçi dengê Q ye, ew di piraniya zimanên hindûewropî de peyda nabe. Erê di gelek zimanên ewropî de herfa Q heye lê ew wek kurdî nayê gotin, en dengê Q-ya me ye. Di zimanên îranî yên kevn û navîn de jî (avestayî, hexamenişî, pehlewî, soxdî…) ev deng peyda nedibû.

Peydabûna Q di kurdî de

Lê di zimanên niha yên îranî de Q berbelav e. Wisa diyar e ku ji bilî gîlekî, di hemû zimanên din yên îranî de dengê Q niha heye. Heta zimanê urdûyî yê ne-îranî jî bûye xwedî vî dengî tevî ku di zimanên din yên aryayî (zimanên hindûewropî yên Hindistanê) de ew deng peyda nabe.

Peydabûna Q di zimanên îranî de ji tesîreke ji du aliyan ve ye. Tesîra berçav û diyar zimanên samî – bi taybetî erebî – ne. Di pratîkê de di hemû zimanên samî yên niha û berê yên Rojhilata Navîn dengê Q peyda dibe / dibû: erebî, aramî, îbrî, akadî…

Ji aliyê din ve xurtbûn û zêdebûna Q di zimanên îranî de ji tesîra zimanên tirkîkî (tirkî, azerî, ozbekî, tirkmenistanî…) ye. Erê di tirkiya stembolî ya standard de Q nayê nivîsîn, lê di piraniya zimanên lêzim de Q heye û mişe ye: ”Guh” bi tirkiya stembolî ”kulak” e lê bi azerî, teterî, oyxurî, qazaxî ”qulaq” û bi ozbekî ”quloq” e. ”Reş” bi tirkî ”kara” ye lê bi azerî, qazaxî, teterî, kûmikî û oyxurî ”qara” û bi ozbekî ”qora” ye – heman peyv wek ”qere-” ketiye hin gotinên kurdî: ”Qeredax” (çiyayek e li Başûrê Kurdistanê), ”Qereqoş, Qeretepe” (du navçe ne li Başûrê Kurdistanê). ”Berf, befr” bi tirkî ”kar” e lê bi azerî, qazaxî, teterî û oyxurî ”qar” û bi ozbekî ”qor” e…

Di rastiyê de di tirkî de jî K berî vokalên paşîn (di tirkî de ”a, ı, o, u”) ji K-ya kurdî yan K-ya tirkî ya berî vokalên pêşîn (di tirkî de ”e, i, ö, ü”) zêdetir li paş e û nêzîkî Q-ya kurdî dibe.

Di peyvên ku kurdî ji tirkî wergirtine de, heke di tirkî de li pey K-yê vokaleke paşîn hebe[4], K di kurdî de bi piranî bûye Q: ”qazan (< kazan), qazanc/qezenc (< kazanç), qere- (qereqol (< karakol), qonax/qûnax (< konak), qurm (< kurum), qeytan (< kaytan), qalind (< kalın), quzilqurt (< kızıl kurt), qûm (< kum)…” Lê heke li pey K-yê vokaleke pêşîn hebe, hingê K wek xwe dimîne: ”kelemçe (< kelepçe), kepeng (< kepenek), komir (< kömür), ”kok” (< kök), koç (< tirkiya kevn: köç, tirkiya niha: göç).[5]

Di peyvên ji erebî wergirtî de Q bi amî tê parastin û nabe K. Lê hin nimûneyên wisa jî peyda dibin. Bo nimûne, ”qel’e” di devê piraniya kurmancan de bûye ”keleh” yan ”keleh”. Herwiha piraniya kurmancîaxivan – lê ne hemû – ”xelq”a ji erebî dikin ”xelk” anku Q bi K diguherînin tevî ku di hevrehên wê yên wek ”xaliq, mexlûq, mexlûqat, xuliqandin, xuliqîn” de Q tê parastin jî. Wek din jî niha veguherîna Q di peyvên ji erebî wergirtî de diyardeyeke nadir e.[6]

Li berî konsonantên bêlerz yên wek T, S, Ş, Q-ya erebî di kurdî de bi gelemperî vediguhere X: wext (< weqt), nexş (neqş) û rexs (< reqs)[7].

Lê mirov dikare kêm nimûneyên guherîna K bi Q jî bibîne. Peyva erebî ”fakihe” di hin devokên kurmancî de bûye ”fêkî” lê di hinan de jî bûye ”fêqî”.

Q di peyvên esil-îranî de

Di peyvên bi eslê xwe îranî yan hindûewropî yên di kurdî de tenê di çend liban de Q heye. Ew jî ji K yan G bi Q veguherîne Mirov dikare van nimûneyan bide: ”qa(n)tir, qap, qehreman, quling, quz, qûn…” Ji wan jî gelek bi rêya zimanekî ne-îranî (bi taybetî tirkî) li kurdî vegerîne, bo nimûne: ”qa(n)tir, qap” û belkî ”qehreman. Lê hin peyv di kurdî bi de xwe de wisa guherîne ku Q hatine cihê K, mînak: ”quling, quz, qûn” ku di zimanên din yên îranî de ne bi Q lê bi K ne.

Wek din, peyvên bi Q heke ne ji erebî yan tirkî bin, bi ihtimaleke mezin ji zimanekî din yê samî ne, bo nimûne ”qêrîn/qîrîn, req” ji aramî û ”qîr” ji akadî (bi rêya zimanekî din).

Q di peyvên esil-ewropî de

Di hin peyvên bi eslê xwe hindûewropî de yên ji mêj ve di kurdî di kurdî de cih girtî de Q heye. Mirov dikare peyvên wek ”qanûn, qelem, qilf, qumaş”. Ev peyv hemû ji zimanên ewropî lê bi rêya erebî ketine kurdî. Guherîna K bi G di wan de ne di kurdî de lê di erebî de çêbûye berî ku ew bigihin zimanê kurdî.

Niha jî di peyvên ewropî, yên ku bi rêya erebî yan tirkî dikevin kurdî, K gelek caran dibe Q: ”qamyon, parq, banq, demoqrat, qamera, Amerîqa, Afrîqa…” Lê niha di zimanê nivîskî de zêdetir K tê tercîhkirin û ev peyv zêdetir bi awayê ”kamyon, park, bank, demokrat, kamera, Amerîka, Afrîka…” tên nivîsîn.

Bihevguherîna K û G

Di kurmancî de, li gor devokan K carinan dibe G: çok / çong, kal/gal (pîr).

Lê ev guherîn di navbera zaravayan de gelek berfirehtir e: bi taybetî pêşpirtikên rêzimanî de di kurmancî û soranî K lê kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) G bi kar tînin:

–          kurmancî ”nêzîk”, soranî ”nizîk” lê başûrî ”nizîg”

–          kurmancî ”-ek” (wek ”sêvek”), soranî ”-êk” (sêwêk) lê başûrî ”-êg” (sîwêg)

–          soranî ”-ekan” (wek ”sêwekan”) lê başûrî ”-egan” (”sîwegan”) anku ”[filan] …-an” (sêvan, wan sêvan)

Husein Muhammed


[1] K bi xwe jî di kurmancî û zazakî de nîşana du foneman e: K-ya bihilm [kʰ] anku ”nerm” (bi inglîzî ”aspirated) wek ”kurd, kar, sekinîn” û K-ya bêhilm anku ”nerm” (bi inglîzî uaspirated) wek ”kurmanc, kes, kîr”. Lê hilmdarî û bêhilmiya K-yê (û herwiha ya Ç, P û T-yê) mijara nivîseke me ya din e.

[2] Bi heman awayî peyvên esil-tirkî yên tirkiya niha yên bi D ji formeke bi T ya tirkiya kevn in: ”dün” (duh, duhî, do) ji ”tün”, ”odun” (êzing, dar) ji ”otun”.

[3] Di wergirtinê de maneya hin peyvan guheriye: ”Kenç” bi tirkiya kevn maneya ”zarok, zuriyet” dida, di tirkiya niha de ”genç” bi maneya ”xort, ciwan” lê di kurdî de ”qenc” wateya ”baş, çê” wergirtiye. ”Kelin” ya tirkiya kevn û ”gelin” ya tirkiya nû bi maneya ”bûk”ê ne lê ”qelen” ya kurdî maneya ”next, heqê bûkê” dide anku di rastiyê de kurtkirina ”kelin/gelin parası” ye ku niha bi tirkî jê re ”başlık parası” tê gotin – bo guherîna maneyê bide ber ”next” (qelen) ya kurdî û ”nakit” (pareyên destî, bi inglîzî ”cash”) herdu ji erebî neqd” (pareyên hûrde/madenî).

[4] Heta heke di kurdî de bibe vokaleke pêşîn jî, bo nimûne: ”qîz (kız), qere- (kara), qezenc (kazanç)…”

[5] Çend awarte û istisna ji vê qeydê hene, bo nimûne ”kon/kûn” (< kon-mak: bi cih bûn, war danîn, kon vedan). Peyva ”kol” (mil, şan) jî di kurdî de – bi taybetî di soranî de – bi du awayan cih girtiye: ”kol” (wek ”kol-ber” anku hemal, piştîhilgir, kesê ku piştiyan hildigire”) û ”qol” (wek ”duqolî” anku ”dualî, bîlateral”).

[6] Ji bilî di axiftin û nivîsîna hin kurdan de di bin tesîra tirkî de, bi taybetî di bin tesîra zimanê nivîskî yê tirkî de.

[7] Ji nimûneyên dayî forma ”wext” hema-hema alternatîva tenê ye, di kurdî de ”weqt” nayê dîtin; li gel ”nexqş”ê mirov carinan ”neqş”ê jî dibîne; lê herçi ”rexs” e, forma ”reqs” ji wê berbelavtir e.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s