Hevdengî û pirdengî di nivîsîna kurdî de

Husein Muhammed

Deng

 

  1. Nasandina mijarê û peyvnasiya wê

Kerem bikin li van herdu peyvên inglîzî binêrin:

  • cent
  • computer

Ew herdu bi herfa C dest pê dikin. Lê gava ku ew peyv ketine zimanê kurdî, ew wiha guherîne:

  • sent
  • kompûter

Sebebê vê guherînê ew e ku C di zimanê inglîzî de herfeke pirdeng (polîfonîk, polyphonic) e. Pirdengî (polîfonî, polyphony) di dengnasiyê de tê wê maneyê ku eynî herf dikare di peyvên cuda de dengên cuda bide. Bo nimûne, herfa C di zimanê inglîzî de di nimûneyên me dayî de carinan dengê [s] û carinan jî dengê [k] dide:

  • cent [sênt]
  • computer [kompiyûtir]

Bi taybetî alfabeya inglîzî bi pirdengiya xwe navdar e anku tê de gelek herf ne tenê dengekî lê çendîn dengan didin. Herwiha di inglîzî de herfên hevdeng (homofon, homophone) jî hene ku herfên bi nivîsînê ji hev cuda ne lê bi deng wek hev tên gotin. Bo nimûne, wek ku me li jor diyar kiriye C di peyva ”cent” de wek dengê [s] tê gotin. Lê heman deng di peyva ”seven” (heft) de jî heye lê di wê peyvê de ev deng ne bi herfa C lê bi herfa S tê nivîsîn.

Hin caran jî di inglîzî de dengek carinan bi herfeke tenê tê nivîsîn lê carinan jî heman deng di hin peyvên din de bi komeke herfên ji wê cuda tê diyarkirin. Bo nimûne, dengê [f] di peyva ”five” (pênc, 5) de bi herfa F tê nivîsîn. Lê heman dengê [f] di peyva ”philosophy” (felsefe, fîlozofî) bi cotherfên PH tê nivîsîn.

Gelo pirdengî û hevdengî di alfabeya kurdî de jî peyda dibin? Eger peyda bibin, çawan in? Çi herfên alfabeya kurdî pirdeng in û çi jî tenê yekdeng in? Gelo herfên yan komherfên hevdeng jî di kurdî de peyda dibin?

  1. Gelo hevdengî di nivîsîna kurdî de peyda dibe?

Me li jor got ku di inglîzî de heman deng herdem bi heman herfê nayê nivîsîn. Ev diyarde ne tenê di zimanê inglîzî de heye. Bo nimûne, di zimanê farisî de jî dengê [z] dikare di peyvên ji hev cuda de bi yekê ji van her çar herfên ji hev cuda were nivîsîn: ز, ذ , ض , ظ

  • zer = [zerd] زرد
  • zikir = [zikir] ذکر
  • remezan = [remezan] رمضان
  • zalim = [zalim] ظالم

Sebebê van herfên hevdeng ew e ku piraniya peyvên bi herfên ذ , ض , ظ ji erebî hatine wergirtin û di erebî de ew ne hevdengên herfa ز ne lê di erebî de her yek ji wan dengekî ji ز cuda (lê têkilî wê) dide. Ev hemû deng di farisî (yan kurdî) de peyda nabin û ew deng bi peyvên ji erebî wergirtî re jî neqil nebûne. Lê farisî peyvên ji erebî wergirtî bi piranî wek di erebî de dinivîse tevî ku wek erebî nabêje jî.

Di alfabeya kurdî-erebî de rêbazeke din hatiye bijartin: her çar herfên ز, ذ , ض , ظ di peyvên esil-erebî de di kurdî de bi ز tên nivîsîn:

  • zer زه‌ر
  • zikir زکر
  • remezan ڕه‌مه‌زان
  • zalim زاڵم

Bi heman awayî alfabeya kurdî-latînî hem di peyvên ji erebî de û hem jî di peyvên ji zimanên ewropî de li gor dengê wan peyvan, ne li gor herfên wan dinivîse. Bo nimûne, dengê [f] di peyva inglîzî ”football” (futbol, goga piyan) bi herfa F û di peyva ”telephone” (telefon) de jî bi cotherfên PH hatiye diyarkirin. Lê ew herdu peyv ji inglîzî wergirtine û di wan herduyan de jî dengê [f] bi herfa F dinivîse.

Loma ne di alfabeya kurdî-latînî de û ne jî di alfabeya kurdî-erebî de wek prensîp herfên hevdeng peyda nabin anku ti diyardeyeke wisa nîne ku heman deng di peyvên cuda de bi herfên cuda were nivîsîn.

Ev rêbaza giştî di kurdî de jî ne bi temamî bê awarteyî û istisna ye. Kurdî jî wek piraniya zimanên din yên latînînivîs bi piranî navên taybet (bo nimûne navên kesan, deveran, markeyan) yên biyanî li gor zimanên jêder dinivîse. Loma bo nimûne, em dengê wek C-ya kurdî, di van navan de carekê bi G û carekê jî bi J dinivîsin:

  • George [corc]
  • John [con]

Li aliyekî din, di markeya Mercedes [mersedes] de em herfa C ne bo dengê [c] lê bo dengê [s] bi kar tînin.

Ji bilî navên taybet, vê dawiyê hin peyv ji zimanên ewropî, xaseten bi inglîzî hatine ku li gor rastnivîsîna inglîzî di tekstên kurdî de jî tên bikaranîn. Bo nimûne, peyva ”out” (der, derve, derketî, derxistin, derxistî) vê dawiyê di hin nivîsên kurdî de tê dîtin.[1] Bi dengê xwe ew peyv wek [awt] tê gotin. Anku li vê derê dengê [a] bi herfa O û dengê [w] jî bi herfa U hatiye nivîsîn.

Ji bilî peyvên esil-biyanî, di kurdî mirov dikare behsa hin haletên hevdengiyê bike:

R / RR: Dengê [r] yê şidandî hin caran bi R-yekê (R) û hin caran jî bi du R-yan (RR) tê nivîsîn:

  • bajar / bajarr, şer / şerr…

Gelo haletên wiha ne hevdengiyên herfan in?

Na. Mebest ji hevdengiya herfan ew e ku heman deng di peyvên cuda de bi herfên cuda were nivîsîn. Nivîsîna bi awayê ”bajar, şer” yan ”bajarr, şerr” tenê tercîhên nivîseran in. Bo nimûne, ew heman R-ya şidandî di peyva ”bajar” de bi R-yekê û di peyva ”şer” de bi du R-yan nanivîsin. Yan ew herdem bo R-ya şidandî R-yekê bi kar tînin yan jî herdem du R-yan (hin kes jî du R-yan tenê hingê bi kar tînin eger du peyvên hevnivîs hebin, bo nimûne: pir / pirr, ker / kerr).

U / W: Dengê [u] li pey X hin caran bi U û hin caran jî bi WI tê diyarkirin:

  • xurandin / xwirandin, xuşk / xwişk, xuya / xwiya…

Gelo ev jî ne haletên hevdengiyê ne?

Na, ”xu-” û ”xwi-” jî ne haletên hevdengiyê ne ji ber ku ew jî tenê tercîhên nivîseran in.

Lê li hin cihên din bi rastî jî dengê [u] bi herfa W tê nivîsîn:

  • xwarin [xuarin]
  • xwe [xue]
  • xwê [xuê]
  • xwîn [xuîn]

Sebebê ku ev peyv û gelekên din jî di navbera X û vokalekê de bi W (ne bi U) tê nivîsîn ew e ku rastnivîsîna kurdî zû-zû du vokalan li pey hev qebûl nake. Lê ji ber ku W di cotherfên -XW- de di kurdî de dengê [u] dide, em dikarin bibêjin ku di kurdî de U û W carinan hevdeng in.

Hêjayî gotinê ye ku herfên hevdeng dikarin herdem an jî tenê carinan hevdeng bin. Bo nimûne, herfên ز, ذ , ض , ظ di farisî de herdem hevdeng in û herdem dengê [z] ji wan derdikeve. Lê bo nimûne, herfên inglîzî C û K tenê carinan hevdeng in ji ber ku herfa C di inglîzî de tenê hin caran dengê [k] dide, bo nimûne ”computer” [kompiyûtir] (kompûter) lê carinan dengê [s] dide, wek mînak ”cent [sênt] (sent) û hin caran heta hin dengên din jî dide.

Di kurdî de jî herfa W tenê hin caran hevdenga herfa U ye, bo nimûne di peyva ”xwe” [xue] de lê wek mînak ne di peyvên ”welat, bawer” de ji ber ku di van peyvan de ew ne dengekî vokalî [u] ye lê dengekî konsonantî [w] ye.

 

  1. Pirdengî di nivîsîna kurdî de berbelav e

Wek prensîp, alfabeya kurdî û ya gelek zimanên din jî fonemîk in anku her dengekî serbixwe bi herfeke cuda tê nivîsîn û her herf jî tenê bo dengekî tê bikaranîn. Lê di rastiyê de alfabeya normal ya ti zimanî bi temamî ne fonemîk e.

Lê wek ku me li jortir destnîşan kir, di gelek zimanan de hevdengî heye anku heman deng dikare bi du yan zêdetir herfên ji hev cuda bên nivîsîn. Ji bilî hevdengiyê, di alfabeyan de herwiha pirdengî jî peyda dibe.

Mebest ji pirdengiya herfan ew e ku heman herf bo diyarkirina du yan zêdetir dengan tê bikaranîn. Di kurdî de (xaseten di kurmancî de) pirdengî diyarde û fenomeneke berbelav û pir giring e. Bi gotineke din, gelek ji herfên me bo diyarkirina du yan zêdetir dengan tên nivîsîn.

Mirov dikare konsonantên kurdî li gor yekdengî yan pirdengiya wan wiha parve bike:

Konsonantên yekdeng di kurmanciya giştî ya bi alfabeya latînî de

  • B, C, D, F, G, J, M, N, Q, Ş, V, Y

Ev herfên li jor di kurdî de yekdeng in anku her yek ji wan tenê bo diyarkirina dengekî di nivîsên kurdî de tên bikaranîn. Di peyv û navên xwemalî û yên di kurdî de cihgirtî de ew herdem heman dengî didin.[2]

Konsonantên pirdeng di kurmanciya giştî ya bi alfabeya latînî de

  • Ç, H, K, L, P, R, S, T, W, X, Z

Ev herf di nivîsîna kurdî de pirdeng in anku her yek ji bo diyarkirina du yan zêdetir dengan tên bikaranîn.

Piraniya pirdengên kurdî du dudeng in anku her yek ji wan du dengan dide. Lê P û T bi kêmî sêdeng in, ihtimalen çardeng in jî. Li vir em ê her yekê ji wan bi kurtenasandinekê li gel çend nimûneyan pêşkêş bikin. Di nivîsên me yên li ser herf-bi-herf de em berfirehtir behsa pirdengiya her yekê ji wan dikin:

 

  • R-ya dudeng[3]

Di nivîsîna kurdî de R bo diyarkirina du dengên ji hev cuda tê bikaranîn: ”şidandî, req, qelew” (hevberî ڕ ya alfabeya kurdî-erebî) û ”sist, nerm, zirav” (hevberî ر ya alfabeya kurdî-erebî).

Di kurdî de li destpêka peyvê ew bi jenîna zimanî li hevberî pidûyên jorîn derdikeve: ziman çendîn caran li pey hev bi pidûyan dikeve:[4]

  • rast, rev, rê, rind, ron, ruh, rû…

Lê li nav û dawiya peyvan di kurdî de di peydakirina R de ziman bi piranî ne çendîn caran lê tenê carekê bi pidûyan dikeve:[5]

  • agir, baran, mêr, zîrek…

Lê hin caran li nav û dawiya peyvê jî R şidandî ye, bo nimûne:

  • bajar, şer, kirîn

Hin caran li nav û dawiyê R-ya şidandî bi du R-yan tê nivîsîn, wek:

  • bajarr, şerr, kirrîn

Lê bi piranî bi R-yekê tê nivîsîn. Herwiha hêjayî gotinê ye ku tevî nivîsîna bi du R-yan jî, ew nabin du deng lê her eynî deng dimînin. Loma nivîsîna bi R-yekê yan du R-yan ti tesîrê li kîtekirinê nake:

  • ki-rîn / ki-rrîn (ne *kir-rîn)
  • ba-ja-rek / ba-ja-rrek (ne *ba-jar-rek)
  • şe-ran / şe-rran (ne *şer-ran)

Kêm caran ev dengê duyem bi herfa Ř tê nivîsîn lê bikaranîna vê herfê di nivîsên normal de kêm peyda dibe, adeten ev deng jî bi R-ya xwerû tê nivîsîn.

 

  • H-ya dudeng[6]

Herfa H di kurdî de bo diyarkirina du dengên ji hev cuda tê nivîsîn. Bi piranî ew beramberî dengê هـ yê alfabeya erebî tê bikaranîn:

  • heval, hildan, hirmî

Lê ew herwiha bo diyarkirina dengê hevberî herfa ح ya alfabeya erebî jî tê bikaranîn:

  • heft, herf, tehl

Car-caran ev dengê duyem bi herfa Ḧ tê nivîsîn lê bikaranîna vê herfê di nivîsên normal de kêm peyda dibe, adeten ev deng jî bi H-ya xwerû tê nivîsîn.

Berevajî ku hin kes texmîn dikin, ev deng ne tenê di peyvên ji erebî de heye lê herwiha di hin peyvên kurdî bi xwe de jî peyda dibe. Rast e ku peyva ”herf” ji erebî hatiye wergirtin lê peyvên ”heft, tehl” û gelekên din bi eslê xwe kurdî-îranî ne û dîsa jî ev deng tê de peyda dibe.

Carinan jî ev deng di devokan de di hin peyvan de bi ”H-ya normal” e lê carinan jî bi ”H-ya Hesen û Hisên” e. Wek mînak, ev peyv di kurmanciya rojhilatî de H-ya wek ”heval” in lê di kurmanciya navendî de bi H-ya wek ”Hesen” in:

  • hezar, heşt, hemû, hirç

 

  • S-ya dudeng[7]

Di nivîsîna kurdî de herfa S bo du dengên ji hev cuda tê bikaranîn ku adeten ji yekê re tê gotin S-ya zirav yan S-ya sade û ya din jî bi S-ya qelew tê binavkirin. S-ya zirav yan sade hevberî س (sîn) ya alfabeya erebî ye û bo nimûne di van peyvan de heye:

  • ser, sêv, sîr…

S-ya qelew hevdenga ص (sad) ya erebî ye. Ew bo nimûne di van peyvan de peyda dibe:

  • sed, se(g), sal, sor…

S ne tenê di kurdî de lê di gelek zimanên din de jî berî vokalên paşîn (bo nimûne ”a, o”) ”qelew” e û dişibe ص ya erebî û berî vokalên pêşîn jî (bo nimûne ”ê, î”) ”zirav” e anku hevdenga ya alfabeya erebî ye. Lê di kurdî de dikare berî heman vokalê jî di hin peyvan de zirav û di hinan de jî qelew be:

  • ser (S+E, zirav, س)
  • sed (S+E, qelew, ص)

Hêjayî gotinê ye ku ti ji van peyvên me yên nimûne ne ji erebî hatine wergirtin anku mesele li vê derê qet ne ew e ku ev deng ji tesîra erebî be.

 

  • X-ya dudeng[8]

Herfa X jî di kurdî de bo nivîsîna du dengên ji hev cuda tê bikaranîn. Adeten X hevberî herfa خ ya alfabeya erebî û [x] ya alfabeya dengnasî ya naveneteweyî (IPA) ye. Ew deng bo nimûne di van peyvan de heye:

  • xal, xet, xêr, xirab, xweş…

Lê dengekî din jî bi X tê nivîsîn û hevberî غ (xeyn) ya erebî û [ɣ] ya IPAyê ye û bo nimûne di van peyvan de di kurdî de peyda dibe:

  • axa (serokeşîr), bax (baxçe), oxir / wexer…

Kêm caran ev dengê duyem bi Ẍ yan Ğ tê nivîsîn lê bikaranîna van herfan di nivîsên normal yên kurdî de kêm li kar e û ev deng jî adeten bi X-ya xwerû tê diyarkirin.

 

  • Z-ya dudeng

Herfa Z jî di nivîsîna kurdî de bo diyarkirina du dengên ji hev cuda tê bikaranîn. Yek ji van dengan ”Z-ya zirav / sade” ye ku hevberî ز ya erebî ye û bo nimûne di van peyvan de heye:

  • zan / zayîn, zer, zêr, ziman, zîv, zû…

Dengê din jî ”Z-ya qelew” e ku nêzîkî dengê herfa ظ ya erebî ye lê di devî de ji ظ ya erebî li paşvetir peyda dibe û di dema derketina wê de (berevajî ya erebî) ziman nakeve navbera didanan. Ev deng bo nimûne di van peyvan de di kurmancî de heye:

  • zanîn, zerf, zozan

Adeten Z-ya zirav li ber vokalên E, Ê, Î, Û heye û Z-ya qelew jî berî vokalên A û O peyda dibe. Lê wek ku ji van nimûneyên li jêr diyar dibe, ev qeyd û bend herdem ne li kar in:

  • zana / zayîna bizinê (Z-ya zirav)
  • ew zana ye (Z-ya qelew)

 

  • L-ya dudeng

Herfa L jî di kurdî de bo diyarkirina du dengên ji hev cuda tê bikaranîn. Di kurmancî de L bi piranî ”zirav” yan ”sade” ye ku hevberî dengê ل ya alfabeya kurdî-erebî ye. Ev deng bo nimûne di van peyvan de peyda dibe:

  • lawik, lez, lêzim, lîstin, lome, lûfik…

Lê herfa L herwiha bo diyarkirina dengê ”L-ya qelew” jî tê bikaranîn ku di alfabeya kurdî-erebî de adeten bi herfa ڵ tê nivîsîn. Ev deng di kurmancî de jî bo nimûne di van peyvan de heye:

  • silav, welat, sala 2016

Kêm caran ev dengê duyem bi du L-yan yan jî bi Ł tê nivîsîn lê adeten ew jî bi L-ya xwerû tê diyarkirin.

Di gelek zimanên din de jî du varyantên wiha yên L hene lê ziraviya yan qelewiya L di gelek zimanan de li gor vokala li pey L ye: vokalên pêşîn wê zirav dikin û vokalên paşîn jî wê qelew dikin. Lê di kurdî de ev qeyd û bend herdem ne li kar e. Bo nimûne, di peyva ”silav” de jî û di peyva ”lazim” de jî li pey L dengê A heye lê di ”silav”ê de L qelew e û di ”lazim”ê de zirav e. Di peyva ”belem” de L+E heye û L zirav e lê di peyva ”lep” de dîsa L+E heye lê vê carê L qelew e.

Hêjayî gotinê ye ku L-ya qelew di soranî de ji kurmancî berbelavtir e û li cihê L-ya zirav ya kurmancî gelek caran di soranî de L-ya qelew heye û loma di alfabeya kurdî-erebî de herfeke taybet jê re hatiye danîn.

 

  • W-ya dudeng

Li jortir, di beşa li ser hevdengiyê de me behs kiriye ku W bo diyarkirina dengê [w] tê nivîsîn. Bo nimûne:

  • war, welat, wê, wir, wî…

Lê xaseten li pey X, W bo diyarkirina dengê [u] jî were nivîsîn:

  • xwarin [xuarin], xweş [xueş], xwê [xuê], xwîn [xuîn]…

Carinan ew ji bilî X li pey hin konsonantên din jî bo diyarkirina heman dengê [u] tê bikaranîn, xaseten di nivîsîna soranî yan kurdiya başûrî ya bi alfabeya kurdî-latînî de. Çend nimûne ji soranî:

  • cwên [cuên] = dijûn, sixêr, xeber
  • dwênê [duênê] = duh, duhî, roja berî îro
  • gwê [guê] = guh
  • nwê [nuê] = nû

Yan kurdiya başûrî:

  • zwan [zuan] = ziman

 

  • Ç-ya dudeng[9]

Di kurmancî û zazakî de herfa Ç bo diyarkirina du dengên ji hev cuda tê bikaranîn. Yek ji wan Ç-ya bipif anku req (bi inglîzî aspirated) e. Mebest ji ”bipif” ew e ku di dema derketina vî dengî de pifek yan hilmeke xurt pê re derdikeve. Ev dengê Ç bo nimûne di van peyvan de peyda dibe:

  • çar (4), çi, çend…

Di soranî, farisî, tirkî û inglîzî de dengê Ç herdem wiha bipif anku req e (di erebiya standard de Ç nîne).

Lê di kurmancî, zazakî, ermenî û hin zimanên din de Ç-yeke din jî heye. Ew Ç bêpif anku nerm e (bi inglîzî unaspirated). Mebest ji ”bêpif” ew e ku li gel vê Ç-yê ti pifeke an hilmeke xurt dernakeve. Ev Ç bo nimûne di van peyvan de peyda dibe:

  • çav, çiya, çem, çîrok…

Hin peyv di kurmancî de hene ku hevnivîs in û tenê ji ber van Ç-yên xwe yên ji hev cuda ne hevdeng in:

  • çeng (bi Ç-ya bipif / req): amûreke muzîkê
  • çeng (bi Ç-ya bêpif): bask, mil, beşek ji destê mirovan

 

Di kurmancî û zazakî de herfa K bo diyarkirina du dengên ji hev cuda tê bikaranîn. Yek ji wan K-ya bipif anku req e. Ev dengê K bo nimûne di van peyvan de peyda dibe:

  • kar (îş, şol, şuxl), ked, kurdî, kûr…

Di soranî, farisî, erebî, tirkî û inglîzî de dengê K li destpêka peyvan herdem wiha bipif anku req e. Lê di kurmancî, zazakî, ermenî û hin zimanên din de K-yeke din jî heye. Ew K bêpif anku nerm e. Ev K bo nimûne di van peyvan de peyda dibe:

  • kirin, kes, kî, kurmancî…

Hin peyv di kurmancî de hene ku hevnivîs in û tenê bi dengên cuda yên K-yên xwe yên ji hev cuda ne hevdeng in:

  • ka (bi K-ya bipif / req): li kû ye?
  • ka (bi K-ya bêpif): giyayê hişkkirî

 

Di kurmancî û zazakî de herfa P ne tenê bo yek an du dengan lê bo sê heta çar dengên ji hev cuda jî tê bikaranîn. Parvekirina serekî li ser P-ya bipif (req) û P-ya bêpif e. Lê ji bilî wan, parvekirineke din jî li ser P-ya zirav û P-ya qelew e.

Di soranî, farisî, tirkî û inglîzî de dengê P li destpêka peyvan herdem wiha bipif anku req e (di erebiya standard de P nîne).

P-ya bêpif bo nimûne di van peyvan de heye:

  • pênc, pêr, pîvaz

Ev nimûneyên me di heman demê de bi P-ya zirav in anku ev ”P-ya bêpif ya zirav” in.

Lê P-ya bêpif dikare herwiha qelew jî be, bo nimûne:

  • pez, pazde(h), piling, parzûn

Ev ”P-ya bêpif ya zirav” e.

Dengê din yê serekî yê herfa P, P-ya bipif anku req e. Ew bo nimûne di van peyvan de heye:

  • parastin, pare/pere, perde, parçe

P-ya bipif adeten di heman demê de jî zirav e. P-ya bipif ya qelew yan qet di kurdî de peyda nabe yan jî pir nadir e. Yek ji peyvên ku bi kêmî di hin devokan de heye û di heman demê de P-ya wê bipif e û qelew e jî ev e:

  • pind

Lê ji ber ku nimûneyên ”P-ya bipif ya qelew” kêm in yan qet peyda nabin, guman ji hebûna çar dengên cuda yên P hene. Anku bi kêmî sê dengên P hene lê belkî çar jî hebin.

  • P-ya bêpif û zirav: pênc, pîvaz
  • P-ya bêpif û qelew: pez, piling
  • P-ya bipif û zirav: perde, parastin
  • (P-ya bipif û qelew: pind)

P-ya bipif û P-ya bêpif du dengên fonemîk yên ji hev cuda û wateguhor in. Anku eger mirov wan dengan bi hev biguherîne, di hin peyvan de wateya peyvê jî dikare biguhere:

  • par (P-ya bêpif) = sala borî, sala çûyî, sala berî îsal
  • par (P-ya bipif) = pişk, behr, beş, şirîkatî

 

  • T-ya pirdeng

Herfa T jî di kurmancî û zazakî de ne tenê bo yek an du dengan lê bo sê heta çar dengên ji hev cuda jî tê bikaranîn. Parvekirina serekî li ser T-ya bipif (req) û T-ya bêpif e. Lê ji bilî wan, parvekirineke din jî li ser T-ya zirav û T-ya qelew heye.

Di soranî, farisî, tirkî û inglîzî de dengê T li destpêka peyvan herdem wiha bipif anku req e (di erebî de jî ت li destpêkê herdem bipif e lê li jêrtir binêrin bo T-ya bêpif ya qelew).

T-ya bipif bo nimûne di van peyvan de heye:

  • tarîx, tenê, teşî

Ev nimûneyên me di heman demê de bi T-ya zirav in anku ev ”T-ya bipif ya zirav” e.

T-ya zirav dikare herwiha bêpif anku nerm jî be:

  • tişt, tîr, tû (dartû), te, tu (kesa/ê ku mirov behsa wî dike)

Lê T-ya bêpif bi piranî qelew e:

  • tarî, teng, tenî, tirs, tov…

T-ya bêpif û qelew hevberî ط ya zimanê erebî ye.

Ev her sê dengên T berbelav in lê ji bilî wan bi kêmî di peyvekê de herwiha T-ya bipif ya qelew jî peyda dibe:

  • tep (lêdana bi kefa destan)

Lê ji ber ku nimûneyên ”T-ya bipif ya qelew” kêm in, guman ji hebûna wê heye. Lê dîsa jî mirov dikare dengên cuda yên herfa T di kurdî de wiha rêz bike:

  • T-ya bêpif û zirav: te, tişt, tîr, tûrik
  • T-ya bêpif û qelew: teng, tenî, tav, tolik
  • T-ya bipif û zirav: tenê, temaşe, teşî
  • (T-ya bipif û qelew: tep)

 

T-ya bipif û T-ya bêpif hevberî hev du dengên fonemîk yên ji hev cuda û wateguhor in. Anku eger mirov wan dengan bi hev biguherîne, di hin peyvan de wateya peyvê jî dikare biguhere:

  • ta (T-ya bêpif): ben, dezî, benik (inglîzî thread)
  • ta (T-ya bipif): tasar yan tagerm, heraret (inglîzî fever)

 

  • tam (T-ya bêpif): çêj, lezet, te’am (inglîzî taste)
  • tam (T-ya bipif): temam, bi temamî (inglîzî exact, exactly)

 

  • tu (T-ya bêpif): kesa/ê ku mirov jê re diaxive (inglîzî you)
  • tu[12] (T-ya bipif): hîç, çu, qet, qetiyen (inglîzî no one, not any, not at all)

 

_________________________

Têbînî

[1] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”out” di kurdî de: http://www.nefel.com/articles/article_print.asp?ArticleNr=6028

[2] Lê dibe ku di hin nav û peyvên biyanî de hin dengên din bidin, bo nimûne, wek ku li jor hatiye behskirin, J di navê ”John” de dengê [c] dide û G jî di navê ”George” de heman dengê [c] dide.

[3] Bo nivîseke me ya berfireh li ser R, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/11/17/denge-r-varyant-u-guherinen-wi/

[4] Di alfabeya dengnasî ya navenetweyî (IPA) de ev varyanta R bi nîşana [r] tê diyarkirin. Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Alveolar_trill.ogg

 

[5] Di alfabeya dengnasî ya navenetweyî (IPA) de ev dengê bi nîşana [ɾ] tê diyarkirin. Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Alveolar_tap.ogg

[6] Li vê derê em bi hûrgilî behsa H û dengên wê dikin: https://zimannas.wordpress.com/2015/10/29/dengen-h-di-kurdi-de/

[7] Bo nivîseke me ya berfireh li ser S, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/12/30/denge-s-peydabun-u-guherina-wi/

[8] Bo zêdetir agahiyan li ser X, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/11/06/604/

[9] NIvîsareke me ya berfireh li ser Ç: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/10/denge-c-peydabun-u-guherina-wi-2/

[10] Bo berfirehtir li ser K, binêrin nivîsara me: https://zimannas.wordpress.com/2015/12/17/denge-k-peydabun-u-guherina-wi/

[11] Bo zêdetir agahiyan li ser P, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/12/13/denge-p-varyant-peydabun-u-guherina-wi/

[12] Hin caran wek ”ti” tê nivîsîn lê ”tu” ya bi maneya ”kesa/ê ku jê re tê axiftin” jî (bi inglîzî you) dîsa ew jî di hin devokan de bi awayê ”ti” tê gotin.

Advertisements

One thought on “Hevdengî û pirdengî di nivîsîna kurdî de

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s