CÎNAVÊN KURDÎ (beş 2)

Bo beşa 1 binêrin: Cînavên kurdî: peydabûn û bikaranîna wan

________________________

Husein Muhammed

 husein muhammed

  1. CÎNAVÊN PIRSYARKÎ

Mebest ji cînavên pirsyarkî ew peyv in ku mirov pê hevokên pirsyarkî çêdike û pê bikerê (fail) yan jî berkarê (mef’ûl) hevokê dipirse.

Di kurdî de du cînavên pirsyarkî yên bingehîn û xwerû hene. Di kurmancî de ew wiha ne:

  • çi (li gel varyanta çî)
  • (bi forma xwe ya çemandî )

 

  • Cînavê “çi”

Ji bilî pirsîna mirovan, her tiştê din bi cînavê “çi” tê pirsî:

  • Çi ye?
  • Çi tişt hatiye kirin?
  • Tu çi dibêjî?

Cînavê “çi” neçembar e anku nayê çemandin û tewandin. Forma wê ya xwerû, ya mê, ya nêr û ya pirhejmar hemû “çi” ne:

  • çi kitêbê
  • çi karî
  • çi malan

Lê di rewşa ravekirinê de cins û hejmara rêzimanî diyar dibin:

  • çiya te? – kitêba min
  • çiyê te? – karê min
  • çiyên te? – qelemên min

Forma “çî” jî heye ku li gel forma “çi” di hemû devokan de li kar e. Ew ne formeke çemandî ji cînavê “çi” ye lê hevwate û hev-erka wê ye. Lê forma “çî” zêdetir bi armanca şidandin û xurtkirinê li cihê “çi” tê bikaranîn.

Di kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî de forma “çi” serdest e lê forma “çî” jî yê dîtin. Di soranî de û herwiha di kurmanciya bi alfabeya erebî de jî forma serdesttir “çî” ye lê forma “çi” jî carinan di nivîsan de tê dîtin.

  • Cînavê “kî”

Bo wergirtina navên kesan yan peyveke ravekera mirovan, di kurmancî de pirs bi cînavê “kî” tê kirin:

  • Kî ye?
  • Kî hatibûn?
  • Te kî dît?

Cînavê “kî” bêcins û bêhejmar e:

  • Kî mêr hat?
  • Kî jin hat?
  • Kî zarok hatin?

Lê di kurmancî de herwiha formeke din jî ya vî cînavî li kar e: ”kê”.

Berevajî ku hin caran bi şaşî tê texmînkirin, “kê” ne forma mê ya cînavê “kî” ye. Anku “kî” ne bo nêran (mêran) û “kê” jî ne bo mêyan (jinan) tenê tê bikaranîn.

“Kî” pirsek e ku dikare bi “Ez, tu, ew, em hûn, Jiyan, Hesen” were bersivdan:

  • Kî mamoste ye? – Ew mamoste ye.
  • Kî dibêje? – Ez dibêjim.
  • Kî hatin? – Em hatin
  • Kî keça Hesenî ye? – Jiyan keça Hesenî ye.

” forma çemandî ya cînavê “kî“ ye, wek çawa ku “min” forma tewandî ya cînavê “ez” e:

  • Kê got? – Min got.
  • Kê Hesen dîtiye? – Jiyanê Hesen dîtiye.
  • Jiyan keça kê ye? – Jiyan keça Hesenî ye.

Di ravekirinê de “kî” jî dikare bibe mê, nêr yan pirhejmar:

  • kiyê te? – kurê min
  • kiya te? – keça min
  • kiyên te? – keç û kurên min

Di soranî de tenê ”kê” heye ji ber ku di soranî de tenê formeke cînavan heye: ”min” heye lê ”ez” nîne, ”to” (hevbera ”tu” ya kurmancî) heye lê ”te” nîne. Di hin devokên soranî de “kê” wek [çê] tê gotin lê di zimanê nivîskî de herdem wek “kê” (کێ) tê nivîsîn.

Di zazakî de forma serdest bi maneya “kî” ya kurmancî “kam” e. Ew li gor cins û hejmarê diçeme. “Kam” di soranî de jî li kar e lê maneya “kîjan” ya kurmancî dide (li jêrtir binêrin).

 

  • “Ku” wek cînavekî pirsyarkî

Peyva “ku” di kurmancî de bi çendîn erk û wezîfeyên ji hev cuda li kar e. Bi piranî ew wek girêdera (konjunksiyon, bi inglîzî conjunction) du hevokan tê bikaranîn wek:

  • “ez dizanim” + “tu kesekî qenc î” à ez dizanim ku tu kesekî qenc î.

Carinan hin kes wê bi awayê “ko” dinivîsin. Di soranî û zazakî de ew bi awayê “ke” serdest e, di farisî de wek “kê” tê bikaranîn. Ew ji zimanên îranî wek “ki” ketiye tirkî jî. Di kurdî de jî carinan forma “kî” jî tê xebitandin, bo nimûne di peyvên “bel-kî, we-kî” de.

“Ku” herwiha carinan wek hoker (adverb) li şûna “kû, kî der, kîjan cih” jî hem di hin devokan de û hem jî di nivîsîna hin kesan de tê xebitandin. Lê forma serdest ya bi vê maneyê di zimanê nivîskî de “kû” ye, bi soranî “kwê”.

Lê peyva “ku” hem di kurmancî û hem jî di soranî de herwiha wek cînav jî tê bikaranîn. Di kurmancî de bi taybetî li Behdînan û Botan û di soranî de jî xaseten li Hewlêrê, ew dikare carinan cihê “ku” bigire, carinan jî şûna “çawa”:

  • kurmancî (Behdînan / Botan): Tu ku dibêjî? (Tu çi dibêjî)
  • soranî (Hewlêr): To ku yî? (Tu çawa yî?)

Ev bikaranîn hem di kurmancî û hem jî di soranî de ber bi kêmbûnê ve ye û di ti ji herdu zaran de bi nivîskî hema-hema êdî qet nayê bikaranîn. Lê ev bikaranîn gelek kevnar e û bo nimûne Ehmedê Xanî ew bi berfirehî bi kar aniye. Ew di Mem û Zînê de wiha dinivîse (me ku-yên bi maneya ”çi” yan ”çawa” qelew kirine lê ku-yên girêder xwehr kirine):

We zû şemirand ji bo çi sersal
Hûn rast bibên ku bûye ehwal?

Hûn bêjine min ku bû qediyye?
Kengê li me xef dibit xebiyye

Mecnûn ku nebit ‘edîlê Leylê
Leylê ku dikit bi Leyl meylê?

Go ez ku bibêm bike tu bawer
Dawer bi mi ra ku bûye yawer

Em dê ku heqîqetê ‘eyan kin?
Serrişteyê tuhmetê beyan kin

Ger fewt bikim cemî‘ê ferzan
Tacdîn ku didim ji dest xwe erzan?

 

 

  • Etîmolojiya cînavên pirsyarkî yên xwerû

Ji aliyê tarîxî ve “çi, kî, ku” cînavên pir kevn in, her sê jî ji eynî rehî ne û hema-hema di hemû zimanên hindûewropî de hevrehên wan hene:[2]

kurdî çi, çî, kî, kê, ku, kam
farisî çê, çî
pehlewî çê
avestayî çiş, ko
rûsî çто ‎(şto), чё ‎(ço), чо ‎(ço), шо ‎(şo)
polonî, çekî co (bixwîne: ço)
îrlandî cè, cad
latînî quis, qui, que
fransî qui, que
îtalî cui, chi, che
spanî que, quien, cuyo
inglîzî what, who (kî)

 

  • Cînavên “kîjan, kîşk”

Di kurmanciya navendî û ya rojavayî de cînavê “kîjan” de bi wateya “çi ji filan tiştan” yan “kî ji filan kesan” tê bikaranîn. Di zimanê devkî de ew carinan wek “kîja” tê bihîstin.

Di kurmanciya rojhilatî de li cihê wê, forma “kîşk” ya hevwate li kar e. Gava ku ew wek pêşdiyarker were bikaranîn anku li pey wê navdêrek hebe, hingê ew bi forma “kîş” yan “kîj” e anku K pê ve nîne. Bo nimûne:

  • kîşk + rojê à kîş rojê, kîj rojê

“Kîjan, kîşk” hevwateyên soranî “kam”, zazakî “kamcîn, farisî “kodam”, inglîzî “which”, tirkî “hangi”, erebî “eyy” û fransî “quel” in.

Ji aliyê etîmolojî ve adeten tê bawerkirin ku “kîjan” kurtkirina “kî ji wan” be. Hingê “kîj, kîş, kîşk” yên kurmanciya rojhilatî jî dikarin kurtkirinên gotinên “kî jê” bin. Forma “kîşk” dikare bi zêdekirina K ya biçûkker be.

Ji aliyê watenasî ve, ev texmîn beraqil in. Li aliyekî din, gava ku mirov li hevwateyên wan yên bi zar û zimanên lêzim dinêre, mimkin e ku “kîjan, kîj, kîşk” ne ji “kî ji wan, kî jê” bin lê hevrehên “kamjîn” ya zazakî, “kam” ya soranî û “kodam” (berê “kudam”, bi devkî “kodûm, kûdûm”) ya farisî bin. Bêguman e ku “kam, kamcîn, kodam” her sê hevreh in û formên bi “kam-“ kurtkirinên forma “kudam” in. Rehên van digihin heta makezimanê proto-hindûewropî jî. Bidin ber:

  • sanskrîtî: katara
  • rûsî: kotoriy
  • yûnaniya kevn: kotêro à potêro

Bi demê re di zimanên îranî de T bûye D û dawiyê di kurdî D (soranî û zazakî) de bi temamî ketiye (bidin ber kurdî “ba, bûn” û farisî “bad, bûden”).

“Kîjan” û “kîşk” hem wek cînavên serbixwe û hem jî wek pêşdiyarker (predeterminer) tên bikaranîn:

  • Te kîjan dît? (cînav)
  • Te kîjan kitêb dît? (pêşdiyarker)

“Kîjan” bêhejmar, bêncins û neçembar e. Bo nimûne:

  • Tu kîjan mêrî dibînî? (bidin ber: Tu mêrî dibînî.)
  • Tu kîjan jinê dibînî? (bidin ber: Tu jinê dibînî.)
  • Tu kîjan mirovan dibînî? (bidin ber: Tu wan mirovan dibînî.)

“Kîşk” jî wek pêşdiyarker (dema ku berî navdêrekî be) be, bêhejmar, bêcins û neçembar e:

  • kîşk mêrî, kîşk jinê, kîşk mirovan

Lê wek cînavekî serbixwe, “kîşk” – berevajî “kîjan” – bihejmar, bicins û çembar e:

  • kîşkê (kî jinê, çi tişta mê)
  • kîşkî (kî mêrî, çi tiştê nêr)
  • kîşka[n] (kî mirovan, çi tiştan)

Di bin tesîra kurmanciya rojhilatî de – yan jî ji aliyê qisekerên kurmanciya rojhilatî ve – forma neçembar ya “kîjan” ya kurmanciya navendî jî tê çemandin: “kîjanê, kîjanî”. Bo nimûne:

  • “Kurd dê kîjanê hilbijêrin: federalî, konfederalî yan serxwebûn”[3]
  • “Kîjanî civak talan nekirine? Kîjanî welat wêran nekirine? Kîjanî nirxên herî pîroz ên mirovahiyê nexistine binê piyê xwe? Kîjanî serî li rêbazên herî qirêj û derveyî exlaq nedaye?”[4]
  • ”Wexta kîjanan li qedandinê bû, ji kîjanan re hîn pirr mabû? Di kîjan dosyayan de pêwîstiya lêgerînê tune, di kîjanan de lêgerîn an lêkolînên bi rêk û pêk divêt? Min her carê, li gor lênûska xwe ya danişînê dinirxand.”[5]

Carinan jî ev çemandin dikare ji ber sebebên hîperkorektiyê be.[6]

 

  • Cînavê “çend”

Bi cînavê “çend” di kurdî de bi armanca pirsîna hejmara tiştekî tê bikaranîn:

  • Hûn çend kes in?
  • Tu çend salî yî?
  • Ew çend bûn?

Wek cînav, di kurmanciya navendî de ew tenê bi vê meremê li kar e, li cihê “how many” ya inglîzî.  Lê di kurmanciya rojhilatî û herwiha di soranî de jî ew herwiha li cihê “çiqas” (çiqa) ya kurmanciya navendî jî li kar e (bi inglîzî “how much”):

  • Ew bi çendê ye? (Ew bi çi qasî ye?)
  • Te heta çendê hejmart? – Heta sedê.

“Çend” herwiha wek hoker jî bi maneya “hinek, hindek, hin” tê bikaranîn:

  • Çend kes li wê derê bûn. (Hin kes li wê derê bûn.)

“Çend” di kurmancî, soranî, zazakî û farisî de bi heman şiklê “çend” li kar e. Ew di van hemû zar û zimanan bi forma xwe ya kurtkirî “çen” jî peyda dibe. Di kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) de forma serdest “çen” yan “çenn” e, di hewramî “çinne”. Rehên peyva “çend” digihin makezimanê proto-hindûewropî jî:

  • pehlewî “çend”
  • hexamenişî “çiyent-“
  • avestayî “çvent-“
  • sanskrîtî “kivent-“
  • latînî “quantus”
  • îtalî û portugalî “quanto”
  • spanî “cuando”
  • fransî “quant”

Hemû ji proto-hindûewropî *”kuiʰent-“ (çend) ji *kʷis (çi, kî). K-ya proto-hindûewropî bi piranî di zimanên îranî de dibe Ç yan S.

Wek pêşdiyarker (berî navdêran), peyva “çend” bêhejmar, bêcins û neçembar e:

  • çend jin?
  • çend mêr?
  • çend kesan?

Wek cînavekî serbixwe, “çend” li gor hejmarê diçeme:

  • Tu ê çendan bixwî? (bo nimûne “çend sêvan?”)

Di kurmanciya rojhilatî de “çend” dikare bi yekhejmarî jî wek mê biçeme:

  • kurmanciya rojhilatî: Te ew bi çendê kirrî?
  • kurmanciya navendî: Te ew bi çi qasî kirrî?

 

  • Hokerên pirsyarkî: kû, ka, kengî, çiqas…

Gelek caran peyvên “kû” (li çi derê), “ka” (li kû ye), “kengî” (çi demê), “çiqas” (çi miqdar) û hin peyvên din jî li gel cînavên pirsyarkî tên rêzkirin û behskirin.

Lê ev peyv ne cînavên pirsyarkî lê hokerên pirsyarkî ne. Loma em ê wan li gel hokerên din di vekolîneke xwe ya din de behskirin.

 

  1. CÎNAVÊN RAVEKER

 

  • Cînavên raveker û tevokên raveker

Cînavên raveker yan cînavên têkiliyê (bi inglîzî relative pronoun) tevoka serekî û hevoka ravekî bi hev ve girê didin. Mebest ji tevoka serekî (bi inglîzî main clause) ew beşa hevokê ye ku dikare serbixwe wek hevokeke temam were bikaranîn. Mebest ji tevoka raveker (relative clause) ew tevokên binekî (subordinate clause) ne ku tevoka serekî rave dikin. Kerem bikin em li vê van nimûneyan binêrin:

  • Yê ku hat, birayê min bû.
  • Ev Hesen e ku mamoste ye.
  • Mala ku ew lê dijîn biçûk e.

Di her yekê ji van hevokan de tevokeke serekî û tevokeke raveker heye. Eger em tevokên raveker biavêjin, tevokên serekî dê wiha bimînin:

  • Birayê min bû.
  • Ev Hesen e.
  • Mal biçûk e.

Wek ku tê dîtin, tevokên serekî dikarin bêyî tevokên raveker jî bên bikaranîn lê tevokên raveker – wek navê xwe – tevokên serekî rave dikin û zêdetir agahiyan li ser wan didin me. Lê tevokên raveker bi xwe nikarin bi tenê wek hevokên temam bên bikaranîn:

  • *Yê ku hat.
  • *Ku mamoste ye.
  • *A ku ew lê dijîn.

 

  • Rêzbendiya tevokan

Di kurdî de tevoka raveker dikare (tevoka raveker di nimûneyan de hatiye xwehrkirin):

  • berî tevoka serekî be. Bo nimûne: Yê ku hat, birayê min e.
  • piştî tevoka serekî be. Bo nimûne: Ev Hesen e ku mamoste ye.
  • di nav tevoka serekî re be. Bo nimûne: Mala ku ew lê dijîn biçûk

Di hin zimanan de tevokên serekî û tevokên raveker herdem bi bêhnokekê (vîrgulekê) ji hev tên veqetandin. Lê di kurdî û piraniya zimanan de adeten bêhnok tenê hingê tê bikaranîn, eger tevoka raveker berî tevoka serekî were bikaranîn:

  • Yê ku hat, birayê min bû.

Bikaranîna bêhnokê herwiha hingê jî mimkin e gava ku tevoka raveker piştî tevoka serekî be:

  • Ev Hesen e[,] ku mamoste ye.

Lê gava ku tevoka raveker di nav tevoka serekî re be, bikaranîna tevokê di kurdî de dijwar e. Hingê ne bêhnokek lê du bêhnok divê bên bikaranîn daku tevoka raveker li destpêk û dawiya wê, wê ji tevoka serekî veqetînin:

  • Mal[,]a ku ew lê dijîn[,] biçûk e.

Hin caran tê dîtin ku tenê bêhnokek tê bikaranîn, adeten li dawiya tevoka raveker lê ne li destpêka wê:

  • Mala ku ew lê dijîn[,] biçûk e.

Lê ev awayê ne tevlihevker e ji ber ku ew peyva “mal” ya endama tevoka serekî jî bi tevoka raveker ve dihêle û hem tevoka serekî û hem jî tevoka raveker şêlû dike.

 

 

  • Cînavên raveker di kurmancî de

Cînavên ravekî di kurmanciya giştî de ev in:

  • (y)a (yekhejmar mê)
  • (y)ê (yekhejmar nêr)
  • (y)ên (pirhejmar)

Ew di kurmancî de bi piranî li gel peyva ku[7] tên bikaranîn. Wek cînavên serbixwe, di kurmanciya rojhilatî de ew bi formên xwe yên bi Y (ya, yê, yêt/yêd) tên bikaranîn, di kurmanciya navendî de bi formên bêyî Y (a, ê, ên) tên bikaranîn. Di zimanê nivîskî de herdu form jî tên dîtin:

kurmanciya rojhilatî:

  • Yê ku hat, birayê min e.
  • Ya ku hat, xwişka min e.
  • Yêt/yêd ku hatin, hevalêt/hevalêd min in.

kurmanciya navendî û rojavayî:

  • Ê ku hat, birayê min e.
  • A ku hat, xwişka min e.
  • Ên ku hatin, hevalên min in.

Di kurmanciya rojavayî de gelek caran forma pirhejmar jî “ê” ye:

  • Ê ku hatin, hevalên min in.

Gava ku cînavên raveker li pey navdêrekê bin, ew li gor cins û hejmara wî navdêrî diguherin:

  • Mala ku ew lê dijîn biçûk e.
  • Bajarê ku ew lê dijîn biçûk e.
  • Sêvên ku me xwarin xweş bûn.

Eger peyva pêştir bi konsonantekê bi dawî were, hingê formên bêyî Y (-a, -ê, -ên) tên bikaranîn. Lê eger peyva pêştir bi vokalekê bi dawî were, hingê formên bi Y (-ya, -yê, -yên tên xebitandin:

  • Kitêba / rojnameya ku dixwînim kevn e.
  • Bajarê / xani ku lê dijîm mezin e.
  • Kolanên / rêyên ku pê ve dimeşim ne teng in.

Ji bilî, navdêran, ravek dikarin herwiha bikevin pey cînavan jî:

  • Ewê ku hat birayê min e.
  • Ewa ku hat xwişka min e.
  • Ewên ku hatin hevalên min in.

Di rastiyê de formên wek “yê ku hat, birayê min e” jî formên kurtkirî yên “ewê ku hat, birayê min e” ne.

 

  • Cînavên raveker di zar û zimanên lêzim de

Di soranî de cînavên raveker yê serbixwe (ne li pey navdêran girêdayî) “hî” ye ku bêcins û bêhejmar e:

  • hî ke hat, biray min e (yê ku hat, birayê min e)
  • hî ke hat, xwêşkî min e (yak u hat, xwişka min e)
  • hî ke hatin, hawrêyekanî min in (yên ku hatin, hevalên min in)

Cînavên raveker yên girêdayî di soranî de jî wek di kurmancî de bi alîkariya ravekan û girêdeka “ke” (ku) tên avakirin. Ew li gor hejmarê (lê le li gor cinsî) tên cudakirin:

  • malî ke lê dejîm biçûk e (mala ku lê dijîm biçûk e)
  • şarî ke lê dejîm biçûk e (bajarê ku lê dijîm biçûk e)
  • sêwekanî ke xwardim xoş bûn (sêvên ku min xwarin xweş bûn)

Di zazakî de cînavê raveker yê serbixwe bo her cins û hejmara rêzimanî cuda ye:

  • o ke ame, birayê min o. (yê ku hat, birayê min e.)
  • a ke ame, waya min a. (ya ku hat, xwişka min e.)
  • ê ke ameyî, ambazê min ê. (yên ku hatin, hevalên min in.)

Cînavên raveker yên girêdayî jî di zazakî ji ravekên navdêran û girêdera “ke” (ku) pêk tên.

Di farisî de jî cînavên raveker yên girêdayî ji ravekên (izafe) navdêran û girêdera “kê” (herwiha “kî”) pêk tê.

 

 

  1. Cînavên nediyar
    • Cînavên nediyar çi ne?

Mebest ji cînavên nediyar[8] ew cînav in ku amaje bi ti tiştekî bernas yan diyar nakin lê bi awayekî giştîtir in. Hin ji wan cînavên nediyar yên giştî, hin yên neyînî û hin jî yên bijarî ne. Ew dikarin amaje bi mirovan an jî tiştan an jî herduyan bikin. Hin ji wan amaje bi tiştên hejmêrbar bikin, hin bi yên nehejmêrbar û hin jî bi herduyan.

Hêjayî gotinê ye ku gelek ji cînavên nediyar tenê di hin haletên bikaranînê de cînav in. Ew di hin haletên din de endamên yek yan çend birrên din yên peyvan in. Bo nimûne, peyvên “gelek” û “kes”:

  • “Gelek hatin.” (gelek = cînav) Lê “Ew gelek baş bûn.” (gelek = hoker.) û “Ev gelek e.” (gelek = rengdêr).
  • “Kes nehat.” (kes = cînav) Lê “Em du kes in.” (kes = navdêr.)

 

  • Rêzkirina cînavên nediyar

Di tabloya li jêr de em ê van cînavan li gel varyant û bikaranîna wan rêz bikin. Em ê herwiha diyar bikin ka ew bo amajekirina bi mirovan yan tiştan/heywanan an jî herduyan tên bikaranîn. Em ê wê jî diyar bikin ka ev cînav tê çemandin (tewandin) yan na di bin sernavê “çembar” de. Di tabloyê de mebest ji + “erê” û ji – jî “na” ye. Li jêrtir em ê yek bi yek li ser van cînavan hûrtir rawestin.

 

cînav varyant mirov tişt/heywan çembar wate bi inglîzî
çend[9] çen + + + some, a few
çendîn çendan + + several
(ya/yê/yên) din dî, dîtir, di, dinê, dîtirê + + + other
eynî + + + same
filan (kes / tişt) fulan + + + so-and-so, such-and-such
gelek gele + + + many, a lot, lots of
gişt giş, gişk, gî[10] + + + all
heman + + ? same
hemû[11] hemî, hemîçk, hemûşk + + + all
her + + every
her kes herkes + + everyone
her tişt hertişt + + everything
her der herder, her cî, her cih + + everywhere
heçî her çi, her kî + + + whoever, whatever
herdu her du + + + both
hin hinek, hindek, hindik + + + somebody, something
hîç hêç + + + none, not any
kes kesek + + anyone, no one
kêm + + + few
piçek + + + a little, some
pir pirr + + many, lots of, a lot
tev[12] + + + all, altogether
ti çu, tu, çi + nothing
ti kes çu kes, tu kes, çi kes + + on one, nobody
ti tişt çu tişt, tu tişt, çi tişt + + on one, nobody
tişt tiştek + + anything, nothing
xirr[13] xirrek, xir, xirek + + + all
yek êk, yêk + + + one, someone
zehf zaf, zahf + + many, plenty, lots of
zêde + + too many

 

Li jêr jî em ê yek bi yek li ser taybetmendiyên van cînavan rawestin û li gor pêwîstiyan nimûne ji wan bidin.

 

Çend

Bi eslê xwe “çend” cînavekî pirsyarkî ye û me li jor, di nav cînavên pirsyarkî de etîmolojiya wê diyar kiriye. Lê di zar û zimanên îranî de ew herwiha wek cînavekî nediyar yê bi wateya “hin, hinek, hindek” jî tê bikaranîn.

 

Çendîn, çendî, çend, çendan

Cînavê “çendîn” û varyantên wî “çendan” û “çendî çend” bi maneya “gelek, pir” jî tê bikaranîn:

  • çendîn caran (gelek caran, pir caran)
  • çendî çend salan (gelek salan)

Ji bilî kurmancî, ew herwiha di soranî û farisî de jî li kar in.

 

Çu, çi

 Binêrin: Ti, tu

 

(ya/yê(yên) din

Cînavê nediyar “din” di forma serdest ya kurmanciya nivîskî ye lê li gor devokan ew dikare bi çendîn awayên ji hev cuda be:

  • kurmanciya rojhilatî: dî, dîtir, dîtirê
  • kurmanciya navendî: din, dinê
  • kurmanciya bakur-rojhilatî (serhedî): di, din

Hevrehên wê jî di zar û zimanên lêzim de wiha ne:

  • soranî: dî, dîke, tir
  • bîn
  • farisî: dîger, dîgê (à tirkî “diğer”)
  • pazendî: dedîger
  • pehlewî: dîtîker
  • avestayî: dvitiye kere

Cudahiya cînavê “din” û varyantên wî li gel cînavên din yên nediyar ew e ku ew ne pêşdiyarker e lê paşdiyarker e anku ew dikeve dûv tiştê ku rave dike, ne berî wî. Bo nimûne:

  • hevalên din (bidin ber “çend heval, gelek heval, hemû heval, her heval” û hwd.)

Li cihê cînavê “din”, bi taybetî di kurmanciya rojavayî de hevwateya wî ya tirkî başqe (ji tirkî “başka”) ji mêj ve cihê xwe girtiye. Ew ne tenê li nav sinorên Tirkiyê di kurdî de li kar e lê heta derbazî Rojavayê Kurdistanê devera Efrînê û herwiha li Serhedê derbazî kurdiya Ermenistanê jî bûye.

Cînavê “din” û varyantên wî ne li gor cinsî û ne jî li gor hejmarê naçemin lê navdêran berî wî li gor cins û hejmara xwe ya rêzimanî raveka mê, nêr yan pirhejmar werdigire:

  • hevala din
  • hevalê din
  • hevalên din

Berevajî “din” û varyantên wê yên din yên kurdî-îranî, hevwateya wê ya ji tirkî wergirtî “başqe” ne paşdiyarker lê pêşdiyarker e anku ew dikeve berî peyva raveber:

  • başqe tişt (“tiştên din” yan “tişta din”)
  • başqe kesek (kesekî/keseke din)

 

Eynî

Peyva “eynî” (‘eynî, aynî, ‘aynî) maneya “heman, wek tiştekî, ne ji tiştekî cuda” dide. Ew dikare wek rengdêr, hoker û wek cînav were xebitandin.

“Eynî” bi eslê xwe ji erebî ye lê ketiye zimanên din jî (bo nimûne kurdî, farisî, tirkî). Eslê wê peyva erebî ‘eyn anku “çav” e: mebest ji “eynî” bi eslê xwe ew tişt in ku li gor dîtina bi çavan dişibin hev. Ji ber ku “eynî” bi eslê xwe ji erebî ye, di zimanê nivîskî de hin kes gelek caran peyva “heman” tercîh dikin ku vê dawiyê bi rêya soranî ji farisî ketiye kurmancî (li jêrtir binêrin).

“Eynî” di kurdî de wek pêşdiyarker û hem jî mîna cînavekî serbixwe tê xebitandin. Bo nimûne:

  • Eynî kes hatin. (pêşdiyarker)
  • Eynî hatin. (cînavê serbixwe)

Wek pêşdiyarker ew bêyî ravek û bêyî çemandinê tê bikaranîn:

  • eynî kes à eynî kesî, eynî kesê, eynî kesan

Wek cînav ew dikare wek mê, nêr û pirhejmar were:

  • ez eyniyê dibînim. (ez eynî kesê dibînim)
  • ez eynî/eyniyî dibînim. (ez eynî kesî dibînim)
  • ez eyniyan dibînim. (ez eynî kesan dibînim)

Lê carinan ew dikare bi forma xwe ya “eynî” li cihê van her sê formên “eniyê, eynî/eyniyî, eyniyan” jî were xebitandin:

  • ez eynî dibînim (eynî kesê, eynî kesî, eynî kesan)

 

Filan

Cînavê “filan” (carinan “fulan”) ne tenê di lehceyên kurdî de lê di piraniya zimanên Rojhilata Navîn de (di kurdî, erebî, farisî, tirkî û çendîn zimanên din de) li kar e. Ihtimalen eslê wê erebî ye lê belav bûye nav zimanên din jî. Ew hem serbixwe û hem jî wek “filan kes” yan “filan tişt” tê xebitandin. Herwiha ew bi awayê “filan û bêvan”[14] û “filan û fîstan” jî tê gotin û nivîsîn.

“Filan” cînavekî wek pêşdiyarker neçembar e:

  • filan kes
  • filan kesî
  • filan kesê
  • filan kesan

Lê wek cînavekî serbixwe ew bi temamî çembar e:

  • filanî got (wî got)
  • filanê got (wê got)
  • filanan got (wan got)

 

Gelek

Peyva “gelek” li gor haletê bikaranîna xwe dikare hoker, rengdêr an jî cînav be. Li vê derê em ê bikaranîna wê ya cînavî diyar bikin.

Gelek bi eslê xwe ji peyvên “gel” (kom) û “-ek” (yek) pêk hatiye, wek “hin-ek, piç-ek” e. Ev paşgira “-ek” ya çemandinê hê jî di dengnasiya peyva “gelek” de diyar e ji ber ku giraniya anku kirpa peyvê li ser “gel-“ e, ne li ser “-ek” ji ber ku paşgirên çemandinê adeten di kurdî de bê giranî ne. Bi heman awayî ew di peyvên “hin(d)ek” û “piçek” de jî li ser kîteya yekem e, ne li ser paşgira “-ek” e.

Gelek berê tenê di kurmanciya rojhilatî de û di devokên soranî yên nêzîkî kurmancî de de li kar bû lê bi rêya zimanê nivîskî û medyayê êdî li deverên din jî yên kurmancî û soranî tê bihîstin. Wek din li cihê wê di kurmancî de peyva “pir”, di soranî de “zor” û di zazakî de “zaf” li kar e. Li derveyî kurmancî û soranî, di zar û zimanên din yên îranî de peyva “gelek” û hevrehên wê peyda nabin.

Peyva bi “gelek” bi eslê xwe ji peyva “gel” (kom) û paşgira “-ek” (yek) pêk hatiye, anku “ gelek = komek, ne tenê kesek yan tiştek”. Bi heman awayî peyvên “piçek, hin(d)ek” ji peyveke serbixwe û paşgira “-ek” pêk hatine.

Di kurmancî de di axiftinê de gelek caran wek “gele” anku bêyî K-ya dawiyê tê gotin, xaseten gava ku wek pêşdiyarker berî navdêrekî tê xebitandin:

  • gele(k) kes, gele(k) mirov, gele(k) êş

Herwiha gava ku ew wek hoker li berî rengdêran jî tê emilandin, xaseten di kurmanciya rojhilatî de ew bi awayê “gele” tê bihîstin:

  • gele xweş

Alternatîva wê ya hokerî di kurmanciya navendî de adeten “gelekî” ye:

  • gelekî xweş

Di soranî de li gel forma “gelek”, herwiha awayên “gelêk, gelê” jî li kar in. Di soraniya nivîskî de lihevkirineke sertaserî nîne ka paşgira bi maneya “yek” wek “-ek”, “-êk” yan “-ê” were nivîsîn.

Peyva gelek wek pêşdiyarker li berî navdêran naçeme û ravekê jî nagire:

  • gelek kesan (ne “*gelekan kesan”)

Peyva “gelek” bi serbixweyî çembar e:

  • gelekê venexwin (gelek avê/şerabê venexwin)

Ji aliyê hejmara rêzimanî ve peyva “gelek” dikare hem wek yekhejmar û hem jî pirhejmar be:

  • gelekê nexwin (gelek birincê/savarê nexwin)
  • gelekan nexwin (gelek sêvan/soxan nexwin)

Ji aliyê cinsî ve bi temamî ne diyar e ka herdu cins hene yan jî na ji ber ku di kurmanciya rojhilatî de (ku peyva “gelek” tê de bi berfirehî tê bikaranîn) forma çemandî ya paşgira nediyariyê “-ek” ji herdu cinsan re wek hev “-ekê” ye. Di kurmanciya navendî de (ku bikaranîna peyva “gelek” tê de bisinor e) û di kurmanciya nivîskî de vê paşgirê du formên çemandî yên mê (“-ekê”) û nêr (“-ekî”) hene. Forma “gelekî” di kurmanciya navendî de zêdetir wek forma hokerî, ne ya cînavî ya nêr, li kar e. Lê beraqil e ku mirov li gor qeydên giştî yên zimanê nivîskî herdu formên nêr (gelekî) û mê (gelekê) binivîse:

  • gelekê venexwe (= gelek avê venexwe” ji ber ku “av” mê ye)
  • gelekî nexwe (= “gelek nanî nexwe” ji ber ku “nan” nêr e)

 

Gişt

Peyva “gişt” maneya “hemû, hemî, tev, kull, bitûn” dide. Ew hem di kurmancî û hem jî di soranî de peyda dibe lê ne li her deverê. Di herdu zaran de ew bi awayê “giş” anku bêyî T li dawiyê jî li kar e. Di kurmancî de li hin deran herwiha li cihê “gişt” forma “gişk” jî heye. Di kurmanciya rojavayî de ew herwiha bi forma “gi, gih, gî” tê bikaranîn.

Peyva “gişt” ji aliyê rehnasî ve ji proto-hindûewropî ye û hevrehên wê hem di şaxên hindûîranî û hem jî di zimanên slavî de peyda dibe: sanskrîtî û hindî विश्व (víśva), çekî vše, весь ‎(vesʹ), slovakî všetok û hwd. Bo guherîna V bi G, bidin ber kurmancî “gul, gur(g), giya” û zazakî “vil, verg, vaş/vas” û hwd.

Tiştê ecêb ew e ku ew di kurmanciya navendî û kurmanciya rojavayî de û herwiha di soranî de jî heye lê di kurmanciya rojhilatî de – ku dikeve navbera kurmanciya navendî û soranî – peyda nabe.

Peyva “gişt” û varyantên wê dikarin hem wek pêşdiyarker û hem jî paşdiyarker werin bikaranîn. Li vê derê mebesta me ji “pêşdiyarker” ew e ku cihê wê berî peyva serekî yan û mexsed ji “paşdiyarker” ew e ku ew li pey peyva serekî tê bikaranîn:

  • wek pêşdiyarker: gişt heval
  • wek paşdiyarker: heval gişt

Wek paşdiyarker ew herdem neçemandî û bêyî ravek e:

  • heval gişt hatin
  • hevalan gişt hatin (ne “*hevalan giştan hatin”)

Wek pêşdiyarker “gişt” dikare li gel ravekê jî were bikaranîn:

  • bêravek: gişt heval hatin, gişt hevalan got
  • biravek: giştê hevalan hatin, giştê hevalan got

Lê wek pêşdiyarker jî peyva “gişt” nayê çemandin:

  • gişt / giştê hevalan got (lê ne “*giştan hevalan got”)

Wek cînavekî serbixwe (ne wek pêşdiyarker yan paşdiyarker), peyva “gişt” dikare wek nêr, mê û pirhejmar biçeme:

  • mê: giştê dibînim (wek “wê dibînim”)
  • nêr: giştî dibînim (wek “wî dibînim”)
  • pirhejmar: giştan dibînim (wek “wan dibînim”)

 

Heçî

Peyva “heçî” maneya “her kî jî be” yan jî “her çi jî be” tê bikaranîn. Ew kurtkriina “her çi jî” ye. Bi wateya “her kî jî be” ew herwiha bi şiklê “herkî, hekî” jî tê bihîstin.

Ew hem wek pêşdiyarker û hem jî wek cînavekî serbixwe tê xebitandin. Wek pêşdiyarker ew bêyî ravek û bêyî çemandinê tê emilandin:

  • heçî kesê (ku) bike
  • heçî kesa (ku) bike
  • heçî kesên (ku) bikin

Wek cînavekî serbixwe ew dikare wek mê, nêr û pirhejmar were çemandin:

  • heçiya ku bike
  • heçiyê ku bike
  • heçiyên ku bikin

 

Heman

Peyva “heman” maneya “eynî, wek tiştekî, ne ji tiştekî cuda” dide. Ew dikare wek rengdêr û wek cînav were xebitandin.

Tarîxiyen “heman” di kurdî, xaseten di kurmancî, de nû ye. Ew vê dawiyê bi rêya zimanê nivîskî û medyayê bi rêya soranî ji farisî ketiye kurdî. Ji aliyê rehnasî ve ew ji farisî “hem-an” e û “hem”a wê jî hevreh “hev” ya kurmancî û “haw-“ ya soranî ye.

“Heman” di kurdî de wek pêşdiyarker û hem jî mîna cînavekî serbixwe tê xebitandin. Bo nimûne:

  • Heman kes hatin. (pêşdiyarker)
  • Heman hatin. (cînavê serbixwe)

Wek pêşdiyarker ew bêyî ravek û bêyî çemandinê tê bikaranîn:

  • heman kes à heman kesî, heman kesê, heman kesan

Wek cînav ew dikare wek mê, nêr û pirhejmar were:

  • ez hemanê dibînim. (ez heman kesê dibînim)
  • ez hemanî dibînim. (ez heman kesî dibînim)
  • ez hemanan dibînim. (ez heman kesan dibînim)

Lê carinan ew dikare bi forma xwe ya “heman” li cihê van her sê formên “hemanê, hemanî, hemanan” jî were xebitandin:

  • ez heman dibînim (heman kesê, heman kesî, heman kesan)

 

Hemû / hemî

Peyva wateya “gişt, tev, xirr(ek), kul, cemî’, bitûn” dide. Ew di kurmanciya navendî û di soranî de bi şiklê “hemû” ye. Di kurmanciya rojhilatî de forma serdest “hemî” ye lê herwiha formên biçûkkirî “hemîçk, hemûçk, hemîşk, hemûşk” di kurmanciya rojhilatî de li hin deveran (bi taybetî li Dihokê û Hekariyan) tên bihîstin. Di kurmanciya rojavayî de tarîxiyen ti ji van forman peyda nedibûn yan jî nemabûn lê vê dawiyê bi rêya zimanê nivîskî û medyayê “hemû” ketiye ser zimanê hin qisekerên kurmanciya rojavayî jî.

Di zazakî de hem peyv bi awayê “heme” peyda dibe. Di farisiya klasîk de jî ew “heme” bû lê niha li ser devê xelkê bûye “hemê”. Di pehlewî de ew bi şiklê “hemeg” bû. Hemû hevrehên peyvên “heman, hev” e û eslê wan heta makezimanê proto-hindûewropî jî diçe: yûnaniya kevn “homos” (giştî, tevahî, hev-, heman), sanskrîtî “sema-“, inglîzî “same” (heman, eynî). Bo guherîna S bi H, bidin ber kurdî “heft” û yûnanî “hêpta” lê sanskrîtî “septan”, latînî “septem” û inglîzî “seven”.

Di kurmanciya rojhilatî û di soranî de H-ya peyvê wek ya di peyvên “heval, her” de ye lê di kurmanciya navendî de ew bi H-ya wek di peyvên “heft, Hesen” de ye ku bi alfabeya erebî bi tê nivîsîn.

Peyva “hemû, hemî” bi piranî wek pêşdiyarker tê bikaranîn. Wek pêşdiyarker ew nediçeme û ne jî ravekê digire:

  • hemû dinya à hemû dinyayê (ne “hemûyê dinyayê” yan “*hemûya dinyayê”)

Carinan ew wek paşdiyarker (bêyî ravekê û çemandinê) jî tê xebitandin:

  • dinya hemû dizane à dinyayê hemû zaniye

Wek cînavekî serbixwe, ew dikare wek mê, nêr û pirhejmar were emilandin:

  • hemûyê bixwin (wek “şîvê bixwin”)
  • hemûyî bixwin (wek “nanî bixwin”)
  • hemûyan bixwin (wek “sêvan bixwin”)

 

Her

Peyva “her” wateya “yek bi yek, hemû, her yek ji endamên komekê” dide. “Her” di hemû zar û devokên kurdî de û di piraniya zimanên din jî yên îranî de bi heman maneyê li kar e. Ew herwiha wek “her” bi heman maneyê derbazî zimanên tirkî, urdûyî û hindî jî bûye û di wan de jî bi berfirehî tê bikaranîn.

Rehên peyva “her” digihin makezimanê proto-hindûewropî. Ew bi pehlewî “herw”, bi avestayî û hexamenişî “heurve-“, bi sanskrîtî “serve-“, bi latînî “salvus” û bi yûnaniya kevn jî jî “holos” bû ku serekaniya peyvên wek “hologram, holîstîk, holokost” û gelek peyvên me yên din jî yên ji yûnanî ye.

Peyva “her” wek cînavekî pêşdiyarker yê bêravek û neçembar tê bikaranîn:

  • her roj à her rojê (ne “*herê rojê” yan “*hera rojê”)
  • her kes à her kesî (ne “*herî kesî” yan “*here kesî”)

Bi pêkanînê çendîn cînavên din jî kurdî, farisî û tirkî de tên çêkirin. Beşa duyem adeten navdêr e lê dikare hejmar be (bo nimûne “herdu, her sê…”) yan jî cînavekî pirsiyarkî be (herçi, herçend):

  • her kes
  • her der
  • her tişt
  • her roj
  • her car

Carinan ev peyv bi hev ve jî tên nivîsîn: herkes, herder, hertişt, herroj (carinan “heroj” yan “hero”), hercar. Lê bo zelaliyê çêtir e ku ew ji hev cuda bên nivîsîn. Wek din, sinorê navbera yên bi hev ve bên nivîsîn û yên ji hev bên cudakirin, ne diyar e. Bo nimûne, eger em binivîsin “herroj”, çima em nenivîsin “herşev”. Yan eger em binivîsin “hertişt”, çima em nenivîsin “hersêv”, “herkitêb” û hwd.

 

 

Hin, hinek, hindek

Peyvên “hin, hinek, hindek” maneya “çend kes yan çend tişt” yan jî “ne kêm û ne jî zêde” dide. Di kurmanciya navendî û kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî de formên serdest “hin, hinek” in. Di kurmanciya rojhilatî de forma serdest “hindek” e lê carinan jî forma kurtkirî “hin” tê bihîstin.

Eslê peyvê têkilî peyva “hind” anku “ew qas” e ku heta niha jî di kurmanciya rojhilatî de û bi paşgira “-ek” hatiye sazkirin, wek peyvên “gelek, piçek” jî. Di soranî de ew wek “hendêk” heye û di farisî de jî bi forma “endek” hebû lê di farisî de ji bikaranînê ketiye.

Peyvên “hin, hinek, hindek” hem wek cînavên serbixwe û hem jî wek pêşdiyarker tên xebitandin. Wek pêşdiyarker ew bêyî ravek û çemandinê li kar e:

  • hin kes, hinek kes, hindek kes à hin kesan, hinek kesan, hindek kesan

Wek cînavekî serbixwe jî ew wek pirhejmar tê çemandin û ravekirin:

  • hinan, hinekan, hindekan (hin kesan, hin tiştan)
  • hinên din, hinên baş, hinên xweş (hin tiştên din, hin kesên baş, hin xwarinên xweş)…

 

Hindik

Peyva “hindik” bi maneya “kêm, piçek” li kar e. Ew di kurmanciya navendî û rojavayî de heye lê di kurmanciya rojhilatî de peyda nabe. Berevajî vê, di kurmanciya rojavayî û navendî de hevwateyên wê “piçek, kêm” nayên bikaranîn an jî kêm tên xebitandin.

Peyva “hindik” bi rastî wek rengdêr û hoker tê emilandin lê carinan wek cînav jî li kar e. Wek cînav ew dikare hem cînavekî serbixwe be û hem jî wek pêşdiyarker tê şuxilandin:

  • Hindik hatin. (kêm kes hatin)
  • Hindik kes hatin.

Wek pêşdiyarker ew naçeme û ravekê jî nagire:

  • hindik kes dizanin à hindik kesan dizanî

Wek cînavekî serbixwe ew bi pirhejmarî diçeme û ravekê jî digire:

  • hindikan dizanî
  • hindikên ku dizanin

 

 

Hîç

Peyva “hîç” maneya “ti, qet” dide. Ew dikare wek rengdêr, hoker û cînav were bikaranîn.

“Hîç” bi eslê xwe peyveke îranî ye ku di soranî û farisî de jî heye û di pehlewî de jî bi şiklê “êç” li kar bû. Ew ji zimanên îranî wek “hiç” ketiye tirkî jî. Lê bikaranîna peyva “hîç” di kurmancî de tarîxiyen kêm bû yan jî kêm bûbû lê vê dawiyê li ber tesîra tirkî yan soranî yan farisî yan jî wan hemûyan dîsa ber bi zêdebûnê ve ye. Lê heta niha jî di kurmancî de li cihê wê zêdetir peyva “ti” yan yek ji varyantên wê “tu, çu, çi” tê emilandin.

Wek pêşdiyarker ew bê ravek û bê çemandin tê xebitandin:

  • hîç kes à hîç kesî/kesê/kesan

Lê wek cînavekî serbixwe ew carinan diçeme û dikare ravekê jî digire:

  • hîçan nabînim (hîç kesan/tiştan nabînim)
  • hîçên baş tine bûn (ti kesên/tiştên baş tine bûn)

 

Kes, kesek

Peyva “kes” bi eslê xwe navdêr e lê ew herwiha wek cînav jî tê bikaranîn. Peyva “kes” ji bilî kurmancî, herwiha di zarên din yên kurdî û zimanên din yên îranî de jî bi heman şiklê “kes” li kar e û li gel peyva “her” wek “herkes” ketiye zimanê tirkî jî.

“Kes” wek cînav adeten di hevokên neyînî de li cihê “ti kes” tê xebitandin:

  • Kes nehat (ti kes nehat)

Lê carinan di hevokên erênî, bi taybetî yên pirsyarkî de jî peyda dibe:

  • Kes dizane? (Ma kesek heye ku bizane?)

Wek cînavekî serbixwe, peyva “kes” çembar e:

  • Kesî negot (ti kesî negot)

Li cihê forma “kes”, bikaranîna forma nediyar ya yekhejmar “kesek” û formên wê yên çemandî jî mimkin in:

  • Kesek nehat. (Ti kes nehat)
  • Kesekî negot. (Ti kesî negot.)

 

Kêm

Peyva “kêm” maneya “hindik, piçek, ne gelek, ne zehf, ne zêde” dide. Di kurdî de ew bi piranî wek hoker û rengdêr tê xebitandin lê bikaranîna wê wek cînav jî mimkin e:

  • Kêm hatin. (Kêm kes hatin.)
  • Kêman ew dîtiye. (Kêm kesan ew dîtiye.)

“Kêm” peyveke kurdî-îranî ye, di soranî de jî hem wek “kêm” û hem jî wek “kem” tê bikaranîn, di farisî de “kem” e û di pehlewî de jî “kem” bû. Di kurmancî de “kêm” bi taybetî di kurmanciya rojhilatî de û hinekî jî di kurmanciya navendî de tê bikaranîn lê di kurmanciya rojavayî de yan peyda nabe yan jî pir kêm tê xebitandin. Di zazakî de wek “kemî” li hin deveran heye lê peyva serdest ya bi vê maneyê di wî zarî de “tay, tayn” e. Di kurmancî de li cihê “kêm” carinan forma “kêmek” jî tê emilandin, li ber modela “gel-ek, piç-ek, hin-ek” û hwd.

“Kêm” hem dikare wek cînavekî serbixwe û hem jî wek pêşdiyarker were bikaranîn. Gava ku ew wek pêşdiyarker tê şuxilandin, ew bêyî ravek û çemandinê dikeve berî peyva raveber:

  • kêm tişt à kêm tiştan (ne “*kêman tiştan”)
  • kêm mirov à kêm mirovan (ne “*kêman mirovan”)

Wek cînavekî serbixwe ew dikare bibe pirhejmar û wisa biçeme jî:

  • Kêm dibêjin (kêm kes dibêjin) à kêman got (kêm kesan got)

 

Piçek

Peyva ”piçek” maneya ”kêm hindik, ne gelek/zêde” dide. Ew hem wek rengdêr, hoker û cînav jî tê xebitandin.

Bi vê erkê xwe “piçek” wek “hinek” û “gelek” ji paşgira “-ek” pêk hatiye. Destpêka wê “piç” jî maneya “biçûk, pirt, pirtik, çip, tiştekî pir hûrik” e.

Bergeha cografî ya peyva “piçek” tarîxiyen teng e: ew bi berfirehî tenê di kurmanciya rojhilatî de li kar bûye. Niha bi nivîsînê li deverên din jî yên kurmancîaxiv berbelav bûye.

Peyva “piçek” hem wek pêşdiyarker û hem jî wek cînavekî serbixwe tê xebitandin. Wek pêşdiyarker ew bêyî ravek û bêyî çemandinê tê emilandin:

  • piçek nan à piçek nanî (ne “*piçekî nanî”)
  • piçek sêvê à piçek sêvê (ne “*piçekê sêvê)
  • piçek kes à piçker kesan (ne “*piçekan kesan”)

Wek cînavekî serbixwe ew wek pirhejmar tê xebitandin û çembar e:

  • piçek çûn (piçek kes çûn)
  • piçekan dît (piçek kesan dît)

 

 

Pir, pirr

Peyva ”pir” yan ”pirr” di kurmancî de maneya ”gelek, zehf, zor, mişe” dide. Ji aliyê rêzimanî ve hem wek rengdêr, hem wek hoker û hem jî wek cînav tê bikaranîn.

Peyva ”pir, pirr” di kurmanciya navendî, rojavayî û rojhilatî de li kar e lê ew tarîxiyen di kurmanciya rojhilatî de peyda nabe yan jî nemaye. Ji bilî kurmancî, ”pirr” herwiha di zarên din yên kurdî û zimanên din jî yên îranî de jî peyda dibe. Lê maneya wê di van zar û zimanan de ne wek kurmancî ye lê ew wateya “tijî, tije, mişt, dagirtî” yên kurmancî dide. Ev wateya eslî ya peyvê ye û di kurmancî de wateya wê guheriye.

Rehên peyva ”pirr” heta makezimanê proto-hindûewropî ye û hevrehên wê bi maneya ”tijî, mişt, dagirtî” di gelek zimanên hindûewropî de hene: kurmancî, soranî, kurdiya başûrî, zazakî, hewramî ”pirr”, farisî ”por”, belûçî ”pur”, avestayî ”pir-, pirine-”, sanskrîtî ”purna-, per-”, latînî ”plenus”, yûnanî ”poly, plethos”, inglîzî ”full, fill”, almanî ”vull”…

Peyva ”pirr” hem wek pêşdiyarker û hem jî wek cînav serbixwe tê bikaranîn. Wek pêşdiyarker ew bê ravek û bê çemandinê tê xebitandin.

  • pir kes à pir kesan (ne ”*piran kesan” yan ”*pira kes” yan ”*pirê kes”)

Wek cînavekî serbixwe ew pirhejmar e û çembar e:

  • pir hatin (pir kes hatin)
  • piran got (pir kesan got)

 

Tev

 

Peyva “tev” wek cînav maneya “hemû, gişt, hemî” dide. Wek daçek “tev” wateya “li gel, pê re, bi … re” dide.

Di nav zarên kurdî û zimanên îranî de ew tenê di kurmancî de heye û di kurmancî de jî tenê li hin deveran. Di kurmanciya rojhilatî de ew tarîxiyen peyda nabe yan jî nemaye. Herî zêde ew di kurmanciya rojavayî de li kar e lê herwiha di kurmanciya navendî de û di zimanê nivîskî de jî tê bihîstin û dîtin.

Etîmolojiya peyva “tev” ne bi temamî bêguman e lê du teoriyên xurt bo wê hene. Ew dikare “di hev (de)” be, wek ku “pev” ji “bi hev” û “jev” jî ji “ji hev” e. Lê herwiha ew dikare qusandina yan kurtkirina peyva “teva, tevav” be ku bi eslê xwe ji peyva “temam” ya esil-erebî ne.

Peyva “tev” hem wek cînavekî serbixwe û hem jî wek diyarker were bikaranîn. Wek cînavekî serbixwe ew dikare bibe mê, nêr û pirhejmar:

  • tevan bixwe (tev sêvan bixwe, hemû sêvan bixwe)
  • tevê bixwe (tev sêvê bixwe, hemû sêvê bixwe)
  • tevî bixwe (tev nanî bixwe, hemû nanî bixwe)

Wek diyarker ew dikare bibe pêşdiyarker (anku bikeve berî peyva raveber) yan jî paşdiyarker (anku bikeve pey peyva raveber):

  • tev heval hatin (pêşdiyarker)
  • heval tev hatin (paşdiyarker)

 

 

 

Ti, tu, çu, çi

 

Cînavê “ti” û varyantên wî “tu, çu, çi” maneya “hîç, qet ne tiştek yan kesek jî” didin û dijwateyên peyva “her” in.

Di kurmanciya navendî û rojavayî de û herwiha bi serdestî di kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî de jî, formên “ti, tu” tên bikaranîn. Di kurmanciya rojhilatî de formên serdest “çu, çi” ne. Li derveyî kurmancî, di zarên din yên kurdî de û di zimanên din yên îranî de ev cînav bi vê wateyê nayê dîtin. Di soranî û farisî de li cihê wê peyva “hîç” tê xebitandin.

Ji aliyê etîmolojî ve cînavê nediyar “ti, tu, çu, çi” ji cînavê pirsyarkî “çi” peyda bûye û varyantên wê ne. Bo guherîna Ç/T bidin ber peyvên “paçe/pate, qurç/qurt”. Ji aliyê dengnasî ve cînavê nediyar “ti, tu” ji cînavê kesî yê duyem “tu” (di hin devokan “ti”) cuda ye ji ber ku cînavê nediyar bi T-ya bipif (req) lê cînavê kesî bi T-ya bêpif (nerm) tên gotin.

Peyva “ti” û varyantên wê dikarin wek cînavên serbixwe yan jî wek pêşdiyarker bên emilandin:

  • Ti nehatin. (“ti” wek cînavekî serbixwe)
  • Ti kes nehatin. (“ti” wek pêşdiyarker)

“Ti” û guhartoyên wê di hevokên destnîşankirinê (indikatîv) de adeten li gel lêkerên neyînî tên xebitandin (li jor “ti [kes] nehatin”) lê di hevokên pirsyarkî de dikarin bi erênî û neyînî werin şuxilandin:

  • Ti kes hat?
  • Ti kes nehat?

Wek cînavekî serbixwe ew dikare bi pirhejmarî biçeme jî:

  • Ez tiyan (ti tiştan/kesan) nabînim.

Çemandina yekhejmarî jî xaseten di kurmanciya rojhilatî de bi varyanta “çu” mimkin e:

  • Ez çu[y]ê nabînim. (ti keseke/tişteke mê)
  • Ez çu[y]î nabînim. (ti kesekî/tiştekî nêr)
  • Ez çu[y]a[n] nabînim. (ti tiştan)

Peyva “ti” û varyantên wê li gel çendîn navdêran hin peyvên nû ava dikin ku carinan bi hev ve lê bi piranî ji hev cuda tên nivîsîn:

  • ti car, ticar
  • ti der, tider
  • ti kes, tikes
  • ti gav, tigav

Bo sebebê tercîhkirina nivîsîna ji hev cuda, li beşa li ser peyva “her” li jortir binêrin.

Hinan caran cînavê “ti” (û varyantên wî “tu, çu, çi” ji van peyvên pêkhatî dikevin lê dîsa jî ew heman maneya xwe ya peyva pêkhatî diparêzin:

  • ti kes nehat à kes nehat (bi maneya “ti kes nehat, hîç kes nehat, qet kes nehat)

 

Tişt, tiştek

Peyva “tişt” bi eslê xwe navdêr e lê ew herwiha wek cînav jî tê bikaranîn.

Hevreha peyva “tişt” di soranî de “şit”, bi farisî “çîz, çî” û bi zazakî jî “çî” ye. Bo guherîna Ç/T bidin ber cînavê nediyar “ti, tu, çu, çi” li jortir an jî peyvên “paçe/pate, qurç/qurt”. Bo guherîna “-işt” bi “-î” (kurmancî “tişt” û zazakî û farisiya devkî “çî”) bidin ber cînavê “gişt” û varyanta wî ya devokî “gî” li jortir.

Peyva “tişt” an “tiştek” wek cînavekî nediyar kurtkirina “ti tişt, ti tiştek” e. Ew wek cînav adeten di hevokên neyînî de tê xebitandin:

  • Tişt(ek) nekir (ti tiştek kir)

Lê carinan di hevokên erênî, bi taybetî yên pirsyarkî de jî peyda dibe:

  • Tiştek heye? (Ma/gelo ti tişt heye?)

Wek cînavekî serbixwe, peyva “kes” çembar e:

  • Tiştî nabînim (ti tiştî nabînim)

 

 

Xirr, xirrek (xir, xirek)

 

Peyva “xirr” (xir) yan jî “xirrek” (xirek) wek cînavekî nediyar bi maneya “hemû, hemî, gişt, tev, kull, bitûn” tê bikaranîn. Ew bi vê maneya xwe li hin deverên kurmanciya rojhilatî, bi taybetî li Dihokê li kar e. Li deverên din yên kurmancîaxiv ew bi vê maneyê nayê xebitandin lê wek navdêr bi wateya “endamê cinsî yê nêran” anku “kîr” tê emilandin.

Ji aliyê etîmolojî ve cînavê kurmancî “xirr” hevreha “xirr” (berhev, li ser hev, komkirî) ya soranî ye. Bi esehî nayê zanîn lê mimkin e ku ew herwiha hevrehên “xeylî, xêlî” (pirr, gelek zehf) yên farisî û zazakî jî bin.

Wek cînavekî serbixwe, “xirr” bi mêyîtî, nêrîtî û pirhejmarî diçeme:

  • xirrê/xirrekê bîne (hemûyê bîne)
  • xirran/xirrekan bibe (hemûyan bibe)

Ji aliyê dengnasî ve kîteya pêşî girankirî ye û “-ek” wek paşgireke çemandinê tê hesibandin (wek “gelek, piçek, hinek/hindek, kêmek) jî û nayê kirpandin/girankirin tevî ku ew bi xwe jî dikare paşgirên çemandinê wergire: xirr-ek-ê, xirr-ek-an.

Wek pêşdiyarker, cînavê “xirr, xirrek” bêyî ravek û çemandinê dikeve berî peyva raveber:

  • xirr/xirrek kes à xirr/xirrek kesan (ne “*xirran kesan)

 

Zehf, zaf

Peyva “zehf” û varyantên wê “zahf, zaf, zav” bi maneya “pirr, gelek, mişe, zor, zêde” ye. Ew wek rengdêr, hoker û cînav di kurdî de tê xebitandin.

Eslê peyvê erebî ضافي (ḍafî) ye. ض (ḍ) anku D-ya ”qelew” ya erebî di kurdî de adeten dibe Z. Bo guherîna A bi EH, bidin ber ”kanî à kehnî, karik à kehrik”. ”Zehf, zaf” hevreha peyva ”îzafe” ye.

Peyva “zehf” an guhartoyeke wê (zahf, zaf, zav) bi berfirehî di hemû devokên kurmancî de û herwiha di zazakî de jî li kar e. Lê di soranî de nayê bikaranîn an jî bikaranîna wê kêm e.

Wek pêşdiyarker “zehf” û varyantên xwe bêyî ravek û çemandinê dikevin berî peyva raveber:

  • zehf tişt à zehf tiştan (ne “*zehfan tiştan”)

Wek cînavekî serbixwe, peyva “zehf” û varyantên wê pirhejmar diçemin jî:

  • zehf dibêjin (gelek kes dibêjin) à zehfan got (gelek kesan got)

 

 

Zêde

Peyva “zêde” maneya “pirtir/gelektir ji ku hewce ye” dide lê bi berfirehbûnê dikare herwiha wateya “gelek, pir” bi xwe jî bide. “Zêde” ji erebî “ziyade” ye ku wek “ziyad” di soranî de jî tê bikaranîn. Li gor hevokê, “zêde” dikare rengdêr, hoker an jî cînav be.

Wek cînav ew dikare serbixwe were xebitandin an jî wek pêşdiyarker were emilandin:

  • wek pêşdiyarker: Zêde kes hatin.
  • wek cînavekî serbixwe: Zêde hatin.

Wek pêşdiyarker ew bêyî çemandin û ravekê tê xebitandin:

  • zêde kes à zêde kesan (ne “*zêdeyan kesan” yan “zêdeyên kesan”)

Di gotinên wek “zêdeyî min e” û varyanta wê “zêdeyê min e” de “-yê/-yî” ne ravek in lê daçek in û maneya “bo, jê re” dide: “zêdeyî min e = ji min re zêde ye”.

Wek cînavekî serbixwe jî ew adeten nayê çemandin lê çemandina wî mimkin e:

  • Zêdeyan got (zêde kesan got – adeten “yên zêde bîne”)

Di vê nimûneyê de jî “zêdeyan” êdî ne cînav lê rengdêrekî navdêrkirî (rengdêrekî bûyî navdêr) e.

 

Zor

Peyva “zor” bi eslê xwe navdêr e û maneya “tade, kotekî, şidet, hêz, quwet” dide. Ew peyveke îranî ye ku ketiye tirkî jî. Lê di soranî de ew ji navdêriyê vequlipiye rengdêrî, hokerî û cînaviyê û wateya “gelek, pirr, zehf, zêde” wergirtiye. Di van dehsalên dawiyê de ev bikaranîn ji soranî belavî nav kurmancî jî bûye:

  • wek hoker: zor baş (gelek baş, pir baş)
  • wek cînav: zor kes (gelek kes, pir kes)

Wek cînavekî pêşdiyarker ew bêyî ravek û çemandinê tê xebitandin:

  • zor kes à zor kesan (ne “*zoran kesan” an “*zorê kesan”)

Wek cînavekî serbixwe jî ew zêdetir tenê xwerû û neçemandî tê bikaranîn:

  • Zor hatin. (zor kes hatin)

Lê forma wê ya çemandî wek cînav yan nayê bikaranîn an jî bikaranîna wê pir nadir e:

  • ?[15] Zoran got. (Gelekan got. Zor kesan got.)

 

”Mêrik, lawik, peya, kabra, heval, yaro/yarû, zilam” û hwd.

Ev hemû peyv bi eslê xwe navdêr in. Lê ew dikarin bi awayekî giştîkirî wek cînav jî bên bikaranîn bi maneya “ew” yan “filan kes”.

“Mêrik, heval, peya[16], zelam/zilam” zêdetir di kurmancî de, “kabra” pirtir di soranî de û “yarû” jî bêtir di kurdiya başûrî de (li hin deveran wek “yaro” di soranî de jî) tên xebitandin. Eger kesa behbehs jin be, peyvên wek “jinik, hurmet, kulfet/kuflet” bi vê mebestê tên bikaranîn.

 

Kul(lî), cemî’

 

Ev herdu cînav maneya “hemû, gişt, tev” didin. Ew ji erebî ne lê carinan di kurdî de jî tên xebitandin. “Kul, kullî, kulî” bêyî ravek û cemî’ adeten bi ravekê ve dibin pêşdiyarker:

  • kullî misilman (hemû misilman)
  • cemî’ê misilman(an) anku hemû misilman

Adeten ew tenê wek pêşdiyarker tên emilandin û bikaranîn wan wek cînavên serbixwe û çemandî tiştekî nadir e.

 

Bitûn

Peyva “bitûn, butûn, butun” maneya “hemû, gişt” dide. Ew ji tirkî “bütün” hatiye lê hem li Bakurê Kurdistanê di axiftina kurdan de belav bûye û hem jî heta gihiştiye derveyî Bakurê Kurdistanê jî. Bo nimûne, Fêrîkê Ûsiv ji devê lehengekî xwe wiha neqil dike:

“Em: ewledê ana Xezal ruh remetî
– Riza, Meyrem, Hemîd, Huso, Zeytûn, Zekî

Bîr û bitûn bi mal-nefer, bi kurr û qîz

Radimûsin destê xalê xwe yî ezîz…”[17]

”Bîr û bitûn” kurdîkirina ”bir ve bütün” anku ”yek [bi yek] û hemû” ya gotina tirkî ye.

”Bitûn” hem wek pêşdiyarker û hem jî wek cînavekî serbixwe tê bikaranîn. Wek pêşdiyarker ew dikare li gel ravekê yan jî bêyî wê were istimalkirin:

  • bitûn dinya dizane ku…
  • bitûnê dinyayê dinyayê dizane ku…

Wek cînavekî serbixwe ew adeten neçemandî tê xebitandin:

  • Bitûn dibêjin. (hemû dibêjin)

Bikaranîna formên çemandî mimkin e lê nadir e:

  • Bitûnan wisa go[t]. (hemûyan wisa got.)

 

 

 

Gêndî

Cînavekî din jî yê ji tirkî hatî ”gêndî” maneya ”xwe, bi xwe” dide. Ew ji tirkî ”kendi” yan jî hê deqîqtir ji tirkiya devokî ”gendi, gendü” hatiye ku maneya ”xwe, bi xwe” dide. Ev cînav li gelek deverên kurmanciya rojavayî, bi piranî li Bakurê Kurdistanê lê herwiha bo nimûne li Rojavayê Kurdistanê jî li devera Efrînê li kar e.[18]

Cînavê ”gêndî” jî di kurdî de wek hevwateya xwe ya xwemalî ”xwe” ya kurmancî neçemandî tê bikaranîn.

 

  1. CÎNAVÊN DÎROKÎ

Di hejmareke peyvên kurdî de şopa hin cînavên dîrokî anku tarîxî hene ku êdî wek cînavên serbixwe di kurdî de peyda nabin. Bo fehmkirina meseleyê kerem bikin em li van peyvan binêrin:

  • îro, îsal, îşev
  • hingê, hind, hindî, hingî

 

Cînavê pêşgir î-

Pêşgira î- di peyvên wek “îro, îsal, îşev” de bi zelalî maneya “ev” yan “vê” dide:

  • îsal = ev sal; vê salê
  • îro = ev roj; vê rojê
  • îşev = ev şev; vê şevê

Ev cînavê dîrokî hevrehê “îm-“ ya soranî û “im-, êm-“ ya farisî ye û di soranî de cînavekî serbixwe bi forma “em” (bi maneya “ev” ya kurmancî) û di farisî de jî bi şiklê “în” (dîsa bi wateya “ev” ya kurmancî) peyda dibe.

Di devokên kurmancî de “î-“ dikare ji bilî awayê xwe yê serdest û standard “î-“ herwiha bi şiklê “i-“ (kurmanciya rojhilatî) yan jî “hi-“ (kurmanciya rojavayî) be. Di kurmanciya rojhilatî de ew di peyva “iro, iroke” de heye ku varyanteke peyva “evro” (îro) ya di kurmanciya rojhilatî de serdest e. Di kurmanciya rojavayî de ew dîsa li gel peyva “ro(j)” bi şiklê “hiro” tê xebitandin. Lê bikaranîna heman cînavê pêşgir di peyvên din yên nimûne de di kurmanciya rojhilatî de peyda nabe anku mirov nabêje “*isal, *işev” lê “ev sale; vê salê” û “ev şeve; vê şevê”. Tenê di kurmanciya navendî û bakurî de bikaranîna pêşgira “î-“ li gel hejmareke peyvên demî (îro, îşev, îsal) mimkin e.

 

Cînavê pêşgir hi-

Ji peyvên “hingê” (wê demê) û “hind” (ewqas) diyar e ku pêşgira “hi-“ li şûna cînavê “ew, wê, wî” tê bikaranîn. Li şûna “hi-“, ew di hin devokan de di hin peyvan de ew dikare bi awayê “hî-“ be, bo nimûne di kurmanciya rojhilatî de di peyva “hîngê” (wê demê) de. Lê di heman devokan de dîsa jî peyva “hind” (ewqas) heye ku bi “hi-“ ye, ne bi “hî-“.

Dîsa peyva “hinde” heye ku maneya “evqas, bi qasî vî/vê” dide. Ji vê peyvê diyar dibe ku “hi-“ yan “hî-“ ne tenê bi maneya “ew, wê, wî” lê herwiha bi wateya “ev, vê, vî” ye jî.

Dîsa ji peyvên “hin-gê, hin-d, hin-de” diyar e ku mimkin e ku eslê peyvê ne “hi-“ lê “hin-“ yan “hîn-“ bû.

Di farisî de hevreha wê “în” e. Bo zêdebûna H di kurdî de li destpêka peyvan, bidin ber kurmancî “hesp, hesin/asin, hêsan, hêsir” lê farisî “esb, asin, asan, esr”.

Anku mimkin e ku eslê peyvê maneya “ev” dabe û paşî wateya “ew” wergirtibe yan jî ji destpêkê ve peyveke cotwateyî be.

 

  1. “JÊ, LÊ, PÊ, TÊ” WEK CÎNAV?

Di peyvên “jê” (ji wê/wî/wan), “lê” (li wê/wî/wan), “pê” (bi wê/wî/wan) û “tê” (di wê/wî/wan … [de]) hem daçek (ji, li, bi, di) û hem jî cînav (wê, wî, wan) hene.

Di rêzimannivîsîna zazakî de gelek caran peyvên wiha wek cînav hatine qal- û qebûlkirin.[19] Lê di rêzimannivîsîna kurmancî û soranî de hem ji aliyê kurdan ve û hem jî ji hêla zimannasên biyanî ve jî ev wek daçek hatine qebûlkirin. Me jî berî niha li gel daçekan peyvên wiha rave kirine. Loma li vê derê em ê wan dubare nekin lê berê xwandevanên hêja bi ruxseta wan bidin wê vekolîna xwe.

 

  1. PEYVRÊZIYA CÎNAVAN

Di komikên de cînav adeten berî navdêran tên:

  • ew kes
  • wê rojê
  • çend caran
  • her dem

Herwiha eger di komikê de rengdêr (û hoker) hebin, cînav berî wan jî tê:

  • ew kesa qenc (cînav + navdêr + rengdêr)
  • wê roja gelek xweş (cînav + navdêr + hoker + rengdêr)

Lê di doxa (halê) xwedîtiyê de cînav dikeve dikeve dûv navdêrê gava ku cînav xwedî (xudan) be:

  • kitêba te
  • birayê wî
  • çîrokên wan

Lê hinge jî cînav berî rengdêr û hokeran tê:

  • birayê wî yê mezin (navdêr + cînav + ravek + rengdêr)
  • kitêba te ya gelek kevn (navdêr + cînav + ravek + hoker + rengdêr)

Cînavê din û varyantên wî yên devokî dî, di, dinê, dîtir, dîtirê û herwiha hevwateyên wî yên soranî dî, dîke, tir û hevwateya wan ya zazakî bîn herdem li pey cînava raveber tên anku “din” û varyantên xwe paşdiyarker in:

  • şeva din, hevalê din, bajarên din… (bidin ber “wê şevê, wî hevalî, wan bajaran)

Wek ku tê dîtin, cînavê “din” bi alîkariya ravekan (-a, -ê, -ên) bi peyva berî xwe ve tê girêdan. Di peyva “cardin, cardî” (dîsa) de ravek (û paşgira nediyariyê “-ek” jî) nehatine bikaranîn an ji ber bikaranîna pirr ya peyvê, ravek û paşgira nediyariyê bo sivikkirinê hatine avêtin.

Berevajî “din” û varyantên wê yên din yên kurdî-îranî, hevwateya wê ya ji tirkî wergirtî “başqe” ne paşdiyarker lê pêşdiyarker e anku ew dikeve berî peyva raveber:

  • başqe tişt (“tiştên din” yan “tişta din”)
  • başqe kesek (kesekî/keseke din)

Hin cînav jî dikarin hem pêşdiyarker û hem jî paşdiyarker bin:

  • hemû, gişt, tev, kul, cemî’, bitûn

Wek ku tê dîtin, ew hemû hevwate ne. Wek pêşdiyarker û wek paşdiyarker jî ew eynî maneyê didin anku raguhastina cihê wan wateya wan naguherîne.

  • Hemû heval hatin – heval hemû hatin.
  • Gişt dinya dinya – dinya gişt dizane.

Ew ne wek pêşdiyarker ew naçemin lê wek paşdiyarker dikarin biçemin:

  • Hemû heval dibêjin à hemû hevalan got.
  • Heval hemû dibêjin à hevalan hemûyan

 

  1. PIRHEJMARKIRINA DUBARE YA CÎNAVAN

Li gor qeyd û bendên giştî yên kurmancî, navdêr di halê xwerû de bi yekhejmarî û pirhejmarî eynî ne. Bo nimûne, kerem bikin li van herdu hevokan binêrin:

  • Heval dibêje.
  • Heval dibêjin.

Em dizanin ku di hevoka jorîn (heval dibêje) de ”heval” yekhejmar e anku kesek bi tenê ye lê di hevoka jêrîn (heval dibêjin) de pirhejmar e anku du yan zêdetir kes in lê ne tenê yek kes e. Lê peyva ”heval” bi eynî şiklî ye, tenê peyvên ”dibêje/dibêjin”. Ji ber ku yekhejmarî yan pirhejmarî bi xwe ji lêkerê (dibêje/dibêjin) diyar e, ne hewce ye (û di kurdî de nabe) ku pirhejmarî li peyva ”heval” jî were barkirin û diyarkirin.

Eger em vê nimûneyê wergerînin çend zimanên din, em ê bibînin ku di vê meselê de gelek ziman ji kurmancî cuda ne:

ziman yekhejmar pirhejmar
kurmancî heval dibêje dibêjin
inglîzî the friend says the friends say
fransî l’ami dit les amis disent
tirkî arkadaş diyor arkadaşlar diyor(lar)

 

Wek ku tê dîtin, kurmancî bi tenê cudahiyekê yekhejmarî û pirhejmariyê ji hev ferq dike: ”dibêje/dibêjin”. Wek din peyva ”heval” di herdu hevokan de eynî ye.

Di inglîzî de hejmara rêzimanî bi du cudahiyan tê kirin: di hevoka yekhejmar de ”friend” heye û di ya pirhejmar de ”friends” anku S li dawiyê ye. Herçi lêker e, ew, berevajî navdêrê, di yekhejmariyê de S li dawiya wê heye lê di pirhejmarê de na. ”The” ya ku di herdu hevokan de wek hev e, pirtika (article) diyariyê ye anku diyar dike ku tê zanîn ka mebest kîjan heval e yan kîjan heval in.

Eger em niha jî li hevokên fransî binêrin, em ê bibînin ku ti ji her sê peyvên du hevokan ne tam wek hev in: l’/les, ami/amis (heval), dit/disent (dibêje/dibêjin). ”L’/les” hevwateyên ”the” ya inglîzî ne anku pirtikên diyariyê ne.

Di tirkî de hevoka yekhejmar ”o diyor” e lê hevoka pirhejmar dikare ”arkadaşlar diyor” an jî onlar diyorlar” be. Di ”arkadaşlar diyor” de cudahiya yekhejmarî û pirhejmariyê tenê bi peyva ”arkadaş / arkadaşlar” e lê di hevoka ”arkadaşlar diyorlar” da herdu pey bi paşgira ”-lar” ji hevoka yekhejmar tên cudakirin. Çawa be jî, ya tirkî ji ya kurmancî cuda ye ji ber ku di tirkî de hevwateya peyva kurdî ”heval” her diguhere lê hevwateya peyvên ”dibêje/dibêjin” dikare biguhere yan jî eynî be.

Tişta li vê derê ji me re giring ew e ku navdêr di halê xwerû de di kurmancî de li gor yekhejmarî û pirhejmariyê naguherin lê ferqkirina hejmara rêzimanî (yekhejmar an pirhejmar) bi lêkerê ye (di nimûneyên me dayî de ”dibêje” û ”dibêjin”).

Ev ferqkirina hejmara rêzimanî di cînavan de jî bi awayekî berfireh wek di navdêran de ye. Piraniya cînavan di rewşa xwerû de li gor yekhejmar û pirhejmarê naguherin:

  • ew dibêje – ew dibêjin
  • bi xwe hat – bi xwe hatin

Lê wek ku me li pêştir di behskirina cudahiyên navbera navdêr û cînavan de kiriye, di hin cînavan de di halê xwerû de jî hejmara rêzimanî diyar dibe:

  • yekhejmar: ez, tu
  • pirhejmar: em, hûn

Berevajî ”ez/min” û ”tu/hûn”, kurmanciya standard û di hevokan de jî bi piranî kurmanciya rojhilatî û ya navendî cînavê sêyem ”ew” di halê xwerû de li gor hejmara rêzimanî naguherînin. Ferqkirin tenê bi lêkerê ye:

  • ew hat – ew hatin

Lê di hemû devokên kurmancî de rewş ne wisa ye. Di hin devokan de (bi taybetî kurmanciya rojavayî û bakurî) hejmara rêzimanî hem bi lêkerê û hem jî bi cînavî tê diyarkirin, bi gotineke din, ew hejmara rêzimanî tê dubarekirin. Wek forma pirhejmar ya neçemandî ev devok cînavê ”wan” yan ”ewan” dixebitînin ku di kurmanciya rojhilatî û navendî de formên çemandî yên pirhejmar yên cînavê ”ew” in.

Heman cudakirina dubare ya ferqa hejmara rêzimanî di soranî, kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) û zazakî de jî heye:

zar[20] yekhejmar pirhejmar
kurmanciya rojhilatî, kurmanciya navendî û kurmanciya standard  

ew hat

 

ew hatin

hin devokên kurmanciya rojavayî û kurmanciya bakurî  

ew hat

 

wan hatin, ewan hatin

soranî ew hat ewan hatin
kurdiya başûrî ew yat ewane yatin
zazakî o ame[21] ê ameyî

 

Hin devokên kurmancî – bi taybetî yên rojavayî û bakurî – ne tenê cînavê pirhejmar yê çemandî (wan, ewan, wa) gelek caran li cihê forma neçemandî (ew) dixebitînin lê heman cînavî bi ducarî jî pirhejmar dikin:

  • ew à ewan, ewan, wa à ewana[n], wana[n]

Ew heta van formên dubare pirhejmarkirî û çemandî jî carinan li cihê forma neçemandî ya pirhejmar ya kurmanciya rojhilatî û navendî û zimanê nivîskî diemilînin:

  • rojhilatî, navendî, standard: ew hatin
  • rojavayî, bakurî: wan hatin, ewan hatin, wana hatin, ewana hatin

Heman tişt li cînavê destnîşankirinê ”ev” jî tê kirin:

 

 

 

lehce yekhejmar pirhejmar
kurmanciya rojhilatî, kurmanciya navendî û kurmanciya standard  

ev(e)[22] hat

 

ev(e) hatin

hin devokên kurmanciya rojavayî û kurmanciya bakurî  

va[23] hat

van hatin, evan hatin, vana hatin, evana hatin
soranî eme hat emane hatin
kurdiya başûrî (e)ye yat yane yatin
zazakî no ame nê ameyî

 

 

  1. AVÊTINA CÎNAVAN

Di gelek rewş û haletan de di hevokên kurdî de bikaranîna cînavan tiştekî ixtiyarî anku dilxwazî ye. Bi gotineke din: bikaranîna cînavan di her hevokê de ne zerûrî ye, bêyî cînavan jî di hin rewşan de diyar e ka mebest kîjan cînav e.

Kerem bikin em li çend nimûneyan binêrin:

  • Ez hatim.
  • Tu çi dibêjî?
  • Ew ne kurd e.

Ji van hevokan em bi xêra ”ez, tu, ew” dizanin ka mebest jê kî ye. Lê dîsa jî em dikarin cînavan ji van hevokan biavêjin:

  • Çi dibêjî.
  • Ne kurd e.

Dîsa jî em fehm dikin ku kesê hat ”ez” im, kesê dibêje ”tu” yî û kesa/kesê ne kurd jî ”ew” e.

Sebebê imkana avêtina an jêxistina cînavan ew e ku di nimûneyên me dayî de ne tenê cînav lê herwiha paşgirên kesî yên lêkeran jî diyar dikin ka mebest jê kîjan cînav e:

  • hatim (= ez)
  • dibêjî ( = tu)
  • ne kurd e (= ew)

Lê avêtina cînavan herdem ne mimkin e. Kerem bikin em li çend nimûneyan binêrin:

  • min got
  • te got
  • wî got
  • me got
  • we got
  • wan got

Ji ber ku peyva ”got” bi tenê diyar nake ka kê got, ne mimkin e ku mirov ji hevoka ”min got” cînavê ”min” biavêje û dîsa peyva ”got” bi maneya ”min got” fehm bike. Loma kesê tiştek gotî eger ”min, tu, me, we” be, hingê bikaranîna cînavî di vê haletê de zerûrî ye:

Lê dîsa jî peyva ”got” dikare bi tenê bêyî cînavên ”wê/wî/wan” were bikaranîn û bi maneya cînavê sêyem were fehmkirin. Anku mimkin e mirov ”wî got” yan ”wê got” yan jî ”wan got” kurt bike û tenê bibêje ”got”.

Bi gotineke din, eger ti paşgirên kesî bi lêkerên gerguhêz (transitîv) yên di dema borî de ve tine bin, ew wisa tê fehmkirin ku biker anku kesê tiştek kiriye ”wê, wî, wan” in:

  • xwar (wê/wî/wan xwar – kesek yan çend kes, jin an mêr)

Eger ti paşgirên bi lêkerên negerguhêz (intransitîv) ve tine be, hin biker wek kesê sêyem yê yekhejmar tê fehmkirin:

  • hat = ew hat (kesek bi tenê – jin an mêr)

Di rastiyê de ji hevoka ”min got”, ”te got”, ”wî got”… ji xwe cînavê ”ew” hatiye avêtin:

  • min got = min ew (tişt) got

Anku peyva ”got” dibe bedelî ”wî ew (tişt) got” yan ”wê ew (tişt) got” yan ”wan ew (tişt) got”.

Di kurmanciya navendî de û herwiha bi piranî di kurmanciya nivîskî de jî paşgirên kesî yên cînavên pirhejmar wek hev in:

  • em hatin
  • hûn hatin
  • ew hatin

Ji ber vê, avêtina cînavên ”em” û ”hûn” ne mimkin e anku ne mimkin e mirov li cihê ”em hatin” tenê bibêje ”hatin” û ev dîsa wek ”em hatin” were fehmkirin (bidin ber ”ez hatim à hatim” ku dîsa jî tê fehmkirin ku kesê tê ez im). Di rewşên wiha de tenê ”ew hatin” dikare bibe ”hatin” û dîsa wek ”ew hatin” were têgihiştin.

Di kurmanciya rojhilatî de û herwiha di soranî de jî paşgirê yê cînavê ”em” ne wek yê cînavên ”hûn” û ”ew” ya pirhejmar ”-in, -n” e lê ”-în, yn” e:

kurmanciya navendî kurmanciya rojhilatî soranî
em hatin em hatîn ême hatîn
hûn hatin hûn hatin êwe hatin
ew hatin ew hatin ewan hatin

 

Ji ber vê, di kurmanciya navendî de ne mimkin e ku mirov ”hatin” tenê bi wateya ”em hatin” yan ”hûn hatin” bixebitîne. Lê di kurmanciya rojhilatî de û di soranî de ”hatîn” bi ”-în” (ne bi ”-in”) li gel cînavê ”em” tê bikaranîn, mimkin e û diyardeyeke berbelav e jî ku gotina ”hatîn” bêyî cînavê ”em” jî tê emilandin û dîsa jî bi wateya ”em hatin” tê fehmkirin.

Carinan gava ku werger ji soranî tê kirin, di zêdekirina cînavê ”em” ku di kurmancî de zerûrî û di soranî de gelek caran ixtiyarî ye, tê jibîrkirin, loma hin kêmasiyên wiha derdikevin:

  • ”Nêçîrvan Barzanî: Bi serkeftina îradeya gelê Tirkiyê dilxweş in.”[24]

Lê ji vê hevokê bi kurmancî wisa tê fehmkirin ku N. Barzanî gotibe ku hin kesên din dilxweş (kêfxweş) in lê di orijînala hevokê ya soranî de li cihê ”in” ya dawiya hevoka kurmancî ”în” heye ku maneya ”em … in” dide anku N. Barzanî gotiye ”em bi… dilxweş in” lê ji hevoka kurmancî wisa tê fehmkirin ku wî gotibe ”ew bi … dilxweş in”.

Lê di kurmanciya rojhilatî û di soranî de jî mirov nikare ”hûn hatin” (bi soranî ”êwe hatin”) tenê wek ”hatin” bi kar bîne. Di wan devok û lehceyan de jî ”hatin” bêyî cînav dîsa maneya ”ew hatin” tê fehmkirin.

 

 

  1. KURTKIRINA CÎNAVAN

Diyardeyeke giştî ya kurdî û hemû zimanan e ku peyvên pir tên bikaranîn meyla kurtbûnê heye anku ber bi kurtbûnê ve ne. Ji ber ku cînav – bi taybetî cînavên kesî – pir tên bikaranîn, ew kurt dibin.

 

Ez à e

Cînavê ”ez” di axiftinê de di hin rewşan de Z-ya xwe diavêje yan jî wê bi dengê peyva pey xwe ve dihelîne:

  • ez jî à ejî
  • ez nizanim à e’nizam

 

Min -> mi, -m

Cînavê ”min” hem di kurmancî û hem jî di zarên din yên kurdî de di axiftinê dibe ”mi”:

  • Min got à mi go
  • Mi dît à mi dî

Cînavê ”min” wek paşdiyarker (li pey raveberê) jî hin caran kurt dibe û tenê ’m jê dimîne:

  • cana min à cana’m

 

Tu -> ti, t’

Cînavê ”tu” gelek caran di piraniya devokên kurmancî de û li hin deveran jî herdem bûye ”ti” ku formeke ji eslê xwe ”tu” kurttir e:

  • Tu çi dibêjî? à Ti çi dibê?

Di axiftina kurmanciya navendî de ”tu” gelek caran herwiha bi lêkera alîkar ya dema bê ”ê” (dê, wê, yê) ve dihele û bi hev ve dibin ”tê”:

  • Tê çi bikî? (Tu ê çi bikî? Tu dê çi bikî?)

 

Ewê, ewî, ewan -> wê, wî wan

Di kurmanciya nivîskî de û herwiha di piraniya devokên kurmancî de jî niha formên cînavê ”ew” yên serdest yên çemandî ”wê” (mê), ”wî” (nêr) û ”wan” (pirhejmar) in.

Lê eslê wan ”ewê, ewî, ewan” bû û ”e” ji destpêka hemûyan ketiye:

  • ew+ê à ewê (bidin ber ”kitêb+ê” à ”kitêbê”) à wê
  • ew+î à ewî (bidin ber ”nan+î” à ”nanî”) à wî
  • ew+an à ewan (bidin ber ”kitêb+an” à ”kitêban”) à wan

Cudahiya formên kurtkirî yên ”wê, wî, wan” li gel formên kurtkirî yên ”ez, min, tu” ew e ku ”wê, wî, wan” êdî di zimanê nivîskî de jî bûne standard û ”ewê, ewî, ewan” pir kêm di kurmanciya devkî yan nivîskî de tên bikaranîn.

 

Em, me

Di hemû devokên kurmancî de tek forma neçemandî ya cînavê yekem yê pirhejmar ”em” û forma çemandî jî ”me” ye. Bi gotineke din, mirov ti kurtbûn an guherînê di di vî cînavê ji xwe kin de nabîne.

Lê eger mirov ”em, me” bide ber hevwateyên wî yên soranî ”ême, -man”, mirov dikare bibîne ku kurtbûneke dîrokî di van de jî di kurmancî de peyda bûye.

 

Hûn, we

Forma çemandî ji cînavê duyem yê pirhejmar di kurmanciya nivîskî de û herwiha di piraniya devokên kurmancî de ”we” ye ku ji xwe kurt e û mirov wê êdî kurttir nake. Lê ew di kurmanciya rojhilatî de ”hewe” ye û di soranî de jî ”êwe” ye. Bi vê mirov dikare bibîne ku kurtbûneke dîrokî di ”we” ya niha di kurmancî de serdest çêbûye û vê forma kurtkirî di piraniya devokên kurmancî de ser ji formên din standiye û wek tek alternatîv maye.

Forma neçemandî ya cînavê duyem yê pirhejmar di kurmancî de li gor devokan pir diguhere. Forma standard û serdest ”hûn” e lê herwiha formên wek ”hun, win, hün, hîn, hingo” û belkî hin varyantên din jî hebin. Pir kêm be jî, forma ”win” hinekî ji formên din kurttir e anku mirov di vê de jî kurtkirinê hest dike.

 

  1. DUBAREKIRINA CÎNAVAN

Carinan heman cînav di eynî hevokê de tê dubarekirin. Dubarekirina dikare bi mebesta xurtkirinê: bi merema diyarkirina ku kesekî tiştek bi xwe kiriye, ti kesekî din ew tişt kiriye. Bo nimûne:

  • Ez ê bikim, ez. (ne ti kesekî din ji bilî min)
  • bi xwe xwe şûşt (ne bi destê ti kesekî din)

Wek ku tê dîtin, mebest jê giringîdana bi bikerî ye. Dubarekirin di piraniya haletan de ne zerûrî ye. Loma mirov dikare nimûneyên li jor wiha jî binivîse:

  • Ez ê bikim.
  • Xwe kuşt.

Ev jî eynî wateyê didim lê ne wek nimûneyên pêştir xurt in.

Carinan jî dubarebûna cînavê ji neçarî ye. Bo nimûne:

  • Birayê min dê min bibe bajêr.

Mirov nikare yek ji van herdu ”min”an biavêje bêyî ku wateya wê biguhere.

  • ”Birayê min dê bibe bajêr” wê maneyê nade ku yê were birin ”ez” im.
  • ”Bira dê min bibe bajêr” wê maneyê nade ku yê min bibe birayê min e.

Bi taybetî jî bikaranîna cînavê ”ew” û formên wî yên çemandî di heman hevokê de diyardeyeke berbelav e. Gava ku ew tê dubarekirin, adeten mebest jê du kesên ji hev cuda ne:

  • Ew wê nas dike. (Ehmed Eyşê nas dike.)
  • Wan ew dît. (Ehmedî û Hesenî Fatê dît.)

 

 

  1. KIRPANDINA CÎNAVAN

Mebest ji ”kirp” an ”kirpandin”ê (bi inglîzî ”stress”) girankirin, şidandin an dirêjkirina kîteyeke (heceyeke) peyvê ye.

Piraniya cînavên kurmancî ji xwe yekkîteyî ne û ew kîte bi zerûrî kirpandî anku girankirî ye. Hin formên devokî de û herwiha hin cînavên lehceyên din yên kurdî dukîteyî ne û hingê kîteya dawiyê kirpandî ye:

  • ji devokên kurmancî: e (wê), e (wî), ewan, hewe, hingo
  • nimûne ji soranî: ême (em), êwe (hûn), ewan
  • nimûne ji zazakî: şima (hûn, we), înan (wan), aye (wê)

Eger ravek an lêker alîkar ya dema bê ”ê” li pey hebe, hingê adeten ew bi dengnasî wek beşek ji cînavê tê hesibandin, cînav dibe dukîteyî kirp dikeve ser beşa dawiyê:

  • adeten: ”ez ê biçim”
  • ”ew a reben”
  • birayê min ê mezin

Lê eger mirov bixwaze bi taybetî giringiyê bide wî kesî û bibêje ku mexsed illeh ew e û ne ti kesê din e, hingê kirp li ser cînavî bi xwe dimîne û ravek yan lêkera alîkar nayên kirpandin:

  • ez ê biçim” (ez, ne ti kesî din)
  • ewa reben (ew, ne ti kesî din)
  • birayê min ê mezin (birayê min, ne birayê kesekî din)

 

  1. RASTNIVÎSÎNA CÎNAVAN

Di meseleya rastnivîsîna cînavan de du mijar hene:

  • Cînav bi xwe çawa anku bi çi herfan tên nivîsîn?
  • Kengî cînav ji peyv û peyvikên pey xwe cuda tên nivîsîn û kengî jî bi wan ve tên zeliqandin?

 

  • Rastnivîsîna cînavan bi xwe

Ji piraniya cînavên kurmancî du yan zêdetir varyant û guharto hene. Li vê derê em ê diyar bikin ka kîjan forma her cînavê kesî serdest û standard e (li gor nivîsên kurmancî – ne li gor qenaeta şexsî ya vekolerê vê mijarê). Pêşî em ê formên neçemandî (netewandî, xwerû) pêşkêş bikin.

cînav (neçemandî) standard, serdest formên din
kesê yekem yê yekhejmar ez e, wez, es
kesê duyem yê yekhejmar tu ti, tû, t’
kesê sêyem yê yekhejmar ew
kesê yekem yê pirhejmar em
kesê duyem yê pirhejmar hûn hon, hun, hün, hwîn, hîn, hingo, win, wun
kesê sêyem yê pirhejmar ew ewan, ewana, ewanan, wana, wa

 

Formên çemandî (tewandî, oblîk) jî wiha ne:

cînav (çemandî) standard, serdest formên din
kesê yekem yê yekhejmar min mi, ’m
kesê duyem yê yekhejmar te
kesê sêyem yê nêr ewî
kesa sêyem ya mê ewê
kesê yekem yê pirhejmar me
kesê duyem yê pirhejmar we hewe
kesê sêyem yê pirhejmar wan ewan, ewana, ewanan, wana, wa

 

Ne tenê di cînavên kesî de lê di yên din de jî varyantên nivîsînê hene. Bi taybetî cînavê lêveger ”xwe”, cînavê beramberiyê ”hev” û cînavê nîşandanê ”han” xwedî çendîn varyant in. Di kurmancî de rewşa wan wiha ye:

cînav standard, serdest varyantên din
cînavê lêveger xwe xo, xu, xwi, xe, xa, xwu
cînavê beramberiyê hev hevdu, hevdin, hevûdu, hevûdin, yekûdu, yekdî, êkûdu, êkdu
cînavê nîşandanê han ha, hanê, he, henê

 

 

20.2. Bi hev ve yan ji hev cuda?

Yek ji lihevnekirinên serekî yên rastnivîsîna kurdî li ser wê ye ka kengî bi peyvikên erkî (function word) yên pey xwe ve bên nivîsîn û kengî jî ji wan werin veqetandin:

  • ”ew kitêba min e” yan ”ew kitêba mine”?
  • ”ez ê biçim” yan ”ezê biçim”?
  • ”ewa han” yan ”ew a han”?
  • ”dayika xwe ya pîr” yan ”dayika xweya pîr”
  • ”hevalên hev ên qenc” yan ”hevalên hevên qenc”?
  • ”ezî/ezê reben” yan ”ez î reben / ez ê reben”?
  • ”birayê te yê biçûk” yan ”birayê teyê biçûk”?
  • ”mala wan a berê” yan ”mala wana berê”?

 

 

Cînavên paşdiyarker jê cuda

Cînavên kurmancî û zazakî ji peyva berî xwe cuda tên nivîsîn:

  • kitêba min (ne ”*kitêbamin”)
  • birayê te (ne ”*birayête)

Ev berevajî soranî, kurdiya başûrî, farisî, tirkî û erebî ye ku cînavên pêvekirî yan paşgirên cînavî hene (hemû bi maneya ”serê te”):

  • soranî: ser-it
  • kurdiya başûrî: ser-id
  • farisî: ser-it
  • erebî: reis-ek
  • tirkî: kafa-n

Di kurmancî de qeyda giştî ew e ku cînav bi peyva berî xwe ve nayên zeliqandin lê hin awarte û istisnayên giring û hinên kêmtir giring jî hene.

Istisnayên giring kurtkirin û zeliqandina cînavên ”wê, wî, wan” bi daçekên bingehîn ”bi, di, ji, li” ve ye:

  • bi wê, bi wî, bi wan à pê
  • di wê, di wî, di wan (de) à tê (de)
  • ji wê, ji wî, ji wan à jê
  • li wê, li wî, li wan à lê

Herwiha istisnayeke giring jî pêvekirina cînavên ”wê, wî, wan” bi şiklê ”-î” bi dawiya hin navdêran ve:

  • serê wî/wê/wan à serî: derbeyek li serî da (li serê wê/wî)

Istisnayeke nadirtir û zêdetir devkî û helbestkî kurtkirin û girêdana cînavê ”min” bi peyva berî wê ve ye:

  • cana min à canam

 

Lê cînavên kurtnekirî herdem divê ji peyva berî xwe cuda werin nivîsîn:

  • bi te, ji min, li wan, bi xwe, ji xwe, ji wê re, bi te re, li gel wan
  • serê min, serê te, serê wê, serê wî, serê me, serê we, serê wan

 

Kopula herdem jê cuda

Kopula anku formên dema niha yên lêkera ”bûn”ê peyvên serbixwe ne û ji hemû peyvên berî xwe cuda tên nivîsîn:

  • ”Ew kitêbek e” rast e, ne ”ew kitêbeke” (bidin ber ”ew kitêbek bû”, ne ”ew kitêbekbû”)
  • ”Ew kitêba min e” rast e, ne ”ew kitêba mine” /bidin ber ”ew kitêba min bû”, ne ”ew kitêba min bû”)

 

Peyvikên li dûv cînavên çemandî jê cuda

Eger cînav di halê çemandî de be, hingê peyvikên pey wî pê ve nayên girêdan:

  • birayê te yê mezin (ne ”*birayê teyê mezin”, bidin ber ”birayê Hesenî yê mezin”, ne ”birayê Hesenîyê mezin”)
  • du hevalên min (y)ên baş (ne ”du hevalên minên baş, bidin ber ”du hevalên Fatê yên baş”, ne ”xwişka Fatêya baş”)
  • xwişka wî ya mezin (ne ”xwişka wîya/wiya mezin”, bidin ber ”xwişka Azadî ya baş”, ne ”xwişka Azadîya baş”)

Eger formên çemandî û neçemandî yên cînavî eynî bin, hingê dîsa cînav ji peyvika pey xwe cuda tê nivîsîn eger cînavên xwedî du formên cuda yên çemandî û neçemandî di eynî rewşê de ji peyvika pey xwe cuda werin nivîsîn:

  • hevalên hev (y)ên baş (ne ”hevalên hevên baş” – bidin ber ”hevalên min ên baş”, ne ”hevalên minên baş”)
  • birayê xwe yê mezin (ne ”birayê xweyê mezin” – bidin ber ”birayê te yê mezin”, ne ”birayê teyê mezin”)

 

Lêkera alîkar ”ê” ya dema bê jê cuda

Dema bê di kurmancî de bi lêkereke alîkar tê çêkirin ku forma wê ya kurtkirî ”ê” ye, wek din li gor devokan dikare ”dê”, ”wê” yan ”yê” be:

  • tu ê bikî
  • tu dê bikî
  • tu wê bikî
  • tu yê bikî

Gava ku formên ”dê” û ”wê” tên bikaranîn, piraniya nivîserên kurmancî ti pirsgirêk di rastnivîsînê de nabe: ew vê peyvikê ji cînavê berî wê cuda dinivîsin:

  • tu dê bikî (ne ”*tudê bikî”)
  • tu wê bikî (ne ”*tuwê bikî”)

Lê gava ku forma ”ê” yan ”yê” tê xebitandin, hin kes wê bi ji cînavê berî wê cuda dinivîsin û hin jî pê ve dizeliqînin:

  • ez ê bikim, tu yê bikî
  • ezê bikim, tuyê bikî

Lê lêkera alîkar ya dema bê (ê, dê, wê, yê) peyveke serbixwe ye û divê ji cînavê berî xwe cuda were nivîsîn:

  • ez ê bikim (wek ”ez dê bikim, ez wê bikim”, ne ”*ezdê bikim, *ezwê bikim”)
  • tu (y)ê bikî (wek ”tu dê bikî, tu wê bikî”, ne ”*tudê bikî, *tuwê bikî”)

 

Ravek bi cînavên neçemandî ve

Di kurmancî de ravek (izafe) bi navdêrên neçemandî ve tên nivîsîn:

  • keça kurd, kurê kurd, gelê kurd
  • jina reben, mêrê reben, mirovên reben
  • hevala hêja, hevalê hêja, hevalên hêja

Bi heman awayî ravek bi cînavên neçemandî ve jî tên zeliqandin:

  • ewa kurd, ewê kurd
  • eza reben (jin), ezê/ezî reben (mêr), emên reben (pirhejmar)
  • tuyê hêja, hûnên hêja

 

_____________________________

TÊBÎNÎ

[1] Beşa yekem di hejmara 6 ya Kanîzarê de hatiye weşandin: https://zimannas.wordpress.com/2016/05/31/kovara-kanizar-hejmar-6/

[2] Bo lîsteyeke dirêj ya hevrehan, binêrin: https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/k%CA%B7is

[3] http://krd.sputniknews.com/kurdistan/20160508/2756338/Kurd-de-kijane-hilbijerin-federali-konfederali-yan-serxwebun.html

[4] http://azadiyawelat.site/?p=13243

[5] http://www.pen-kurd.org/kurdi/sedat-yurtdas/malava.html

[6] Bo hîperkorektiyê binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/06/hiperkorekti-anku-zede-rasti/

[7] Di kurmancî de carinan wek ”go, ke, kî, ko, kû” jî tê nivîsîn lê forma serdest ”ku” ye. Di soranî û zazakî de forma serdest ”ke” ye.

[8] Di hin rêzimanan de ”cînavên nebinavkirî”.

[9] Bi maneya ”hin, hinek, hindek”, wek ”çend kes hatin” (hin kes hatin).

[10] Di kurmanciya rojhilatî de nayê bikaranîn.

[11] Di kurmanciya rojavayî û piraniya kurmanciya navendî de nayê bikaranîn, li cihê wê ”gişt” yan varyanteke wê li kar in.

[12] Bi piranî di kurmanciya rojavayî de, carinan di kurmanciya navendî de jî lê ne di kurmanciya rojhilatî de.

[13] Tenê li hin deverên kurmanciya rojhilatî (bi taybetî li Dihokê) tê bikaranîn.

[14] Li gor hin devokan ”filan û bêhvan” yan ”filan û bihvan”.

[15] Li vê derê mebest ji nîşana pirsyarkî ? ew e ku bi esehî nayê zanîn ka ev awayê gotinê di zimanî de heye yan na.

[16] Li vê derê mebest jê peyva ”peya” ya bi P-ya bipif (req) û zirav e ku maneya ”mêrik, zilam, , ne ”peya

[17] Binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2016/07/22/ferike-usiv-helbesten-bijare/ r. 318.

[18] ”Birano, peyva ´gêndî´ weke we gotî ji ´kendi´ ya tirkî hatiye û heta berî çel pênî salî li Efrînê kêm bû dûre ji aliya Tirkî hêdî hêdî belav bû û ket şûn cînava ´wî´ de di hin deran de… — (Azad Ekkaş, ji Efrînê, di koma “Zimanê Kurdî” ya li ser Facebookê de, 1/2012) – Em jî gêndî bi kar tînin. Ew gêndi di tirkî de wekî kendi ye. — (Kesek bi bernavê Gundê Qaşan di heman komê de).

[19] Bo nimûne Roşan Lezgîn di kitêba xwe ”Gramera Kirdkî” ya bi kurmancî de û Selcan Zülfü jî di ”Grammatik der Zaza-Sprache” (Rêzimana zimanê zazakî) ya bi almanî de peyvên wiha wek cînav didin nasîn.

[20] Ji bilî kurmancî, ji zarên din (soranî, başûrî, zazakî) ji her yekê tenê nimûneyek hatiye dan daku diyar bibe ka mesele di wan lehceyan de çawa ye. Bo dirêjnekirina meseleyê, me varyantên devokî ji wan lehceyan nedane.

[21] ”O ame” forma nêr e. Forma mê ”a ameye” ye. Berevajî kurmancî, zazakî di halê xwerû de jî navdêr û cînavê sêyem bi cinsê wan yê rêzimanî jî ji hev cuda dike.

[22] ”Eve” forma kurmanciya rojhilatî ye.

[23] ”Va” li vê derê kurtkirina ”eva han” e.

[24] http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/160720162

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s