Dêrsim, kurd û filetî

Husein Muhammed

Gelo navê Dêrsimê ji kû tê? Yan bi rastî ew çawa were nivîsîn: Dêrsim, Dêrsîm, Dersim, Dersîm yan bi awayekî ji van jî cuda? Ev pirs di komeke kurdîhezan de li ser Facebookê hat pirsîn û gelek bersiv jê re hatin.

Ya giring ne tenê navê Dêrsimê û etîmolojiya wê ye lê ew e ya ku di navê wê de hatiye veşartin. Piraniya bersivderan got ku awayê rast Dêrsim e û bawer kir ku ew ji ”dêr” anku ”kilîse, kinîse, peristgeha fileyan” pêk tê. Lê hin kesan jî got: Dêrsîm, Dersim, Dersîm, Dêsim… Yên ku behsa ”-sim/-sîm” kir bi pirranî ew bi peyva ”zîv” ve girê da. Ihtimaleke mezin heye ku bi rastî jî ”-sim/-sîm” maneya ”zîv” bide ji ber ku di zazakî de anku di zaravayê deverê de li hemberî ”v” ya kurmancî bi gelemperî ”m” ye, wek kurmancî ”gav, nav, kevan” û zazakî ”gam, nam, keman”. Herwiha ”z” û ”s” jî dikarin bi hev biguherin, wek kurmancî ”zik” û soranî ”sik”.

Hin bersivderan got ku forma rast ”Dersîm” e û ”der” bi maneya ”derî, dergeh” e anku ”Dersîm: deriyê zîvî”. Em dizanin ku di tirkî de ew nav wek ”Dersim” tê nivîsîn û wek ”Dersîm” lê bi î-yeke ji ya kurdî kurttir tê xwendin. Lê sebebên ku bi tirkî wisa ye ew in ku di tirkî de ”ê” tine ye û ji ber harmonî û ahengiya herfên bideng yên paşîn (a, ı, o, u) û yên pêşîn (e, i, ö, ü) di peyvên xwerû de di bi gelemperî di eynî peyvê de peyda nabin. Loma bi tirkî ”Dersim” e ku nêzîkî dengê ”Dersîm” yê kurdî tê xwendin û ne ”Dersım” e ku dê zêdetir nêzîkî dengê “Dêrsim” ya kurdî bûya.

Ji bilî tesîra tirkî, di nav kurdan de eger wek “Dêrsim, Dêrsîm, Dêsim” tê gotin jî, lê wek “Dersîm” nayê gotin. Eger were gotin jî, veguherîna “ê” bi “e” ji ber wê ye ku di kurmanciya rojava de (mebest ne Kurdistana Sûriyê lê hemû rojavayê Kurdistanê ye ku Dêrsim jî di nav de ye) yan ji ber tesîra tirkî yan jî ji ben bandoreke din ya nenas “ê” bûye “e”. Bo nimûne, peyva “lêv” wek “lev” tê gotin.

Alîgirên “Dersim/Dersîm”ê dibêjin ku ti dêreke wisa navdar li Dêrsimê nîne heta ku karîbe navê xwe dabe hemû deverê. Lê ew herwiha nikarin wê jî diyar bikin ka çi deriyê/dergehê zîvî li deverê heye ku karîbe navê xwe bide deverê. Herwiha nayê zanîn ku dever bi peydabûna zîvî wek sermiyanekî siriştî li deverê hebe heta ku mirov bibêje ku bi “Dersîm”ê mirov dikare xwe bigihîne zîv û loma jê re “deriyê zîvî” tê gotin.

Herwiha îdiaya ku dibêje “Dersîm” rast e û ji “der, derî, dergeh” tê ji ber hindê jî qels û lawaz e ku di navên deverên din de peyva “der” bi maneya “derî, dergeh” peyda nabe. Tek bajarê Kurdistanê, yê ku bi “der” dest pê dike “Derbendîxan” e lê li wir jî ew ne ji “der, derî, dergeh” lê ji “derbend” anku “gelî, rêya di gelî re” ye.

Em neçar in ku li ser teoriya ku dibêje “dêr” di peyva “Dêrsim” de bi maneya “dêr, kilîse, peristgeha mesîhiyan” e israrê bikin. Nabêjim ku dêreke navdar li Dêrsimê heye ku navê xwe dabe bajar yan deverê. Lê bi heman awayî li Dêrelokê, Dêrikê, Dêrebînê, Dêrgijnîkê jî niha ti dêrên navdar nînin. Lê ev nayê wê maneyê ku ti car tine bûn. Herwiha “dêr” li vê derê ne hewce ye ku bi maneya avahiyekî were fehmkirin. Ew di serdemên berê de wek dezgehekê, birêveberiyekê bûye ji ber ku îdareya bajar û deveran di destê dezgehên dînî de bû yan jî desthilata navbera dîn û dewletê ji hev nehatibû veqetandin.

Em nizanin ka bi rastî dînê serdest li Dêrsimê çi bû. Lê em bêguman dizanin ku berî hatina îslamê û demeke dirêj piştî hingê jî Dêrsim (li gel gelek deverên din jî yên Kurdistanê) parçeyek ji Imparatoriya Bîzansî ya fileh bû. (Li wêne binerin). Dînê pirraniya xelkê wê derê çi be jî, desthilat di destê dewleta fileh anku dêrê de bû.

Herwiha em bêguman nizanin ka dînên kurdan tam berî hatina îslamê çi bûn. Ya ihtimal e ew e ku hemû kurd berî îslamê (wek piştî îslamê jî) ne li ser heman dînî bûn anku di nav kurdan de ji yekî zêdetir dîn dihatin peristin. Zemanên berê bi pirranî dînê gel li ser terciha padişahan diguherîn. Dema ku dînê desthilatê diguherî, xelkê jî bi pirranî dînê nû yê desthilata kevn yan jî desthilata nû li gel dînê wê dipejirand.

Tiştekî gelek ecêb e ku niha kurdîzimanên fileh qet nînin. Mebesta min ne aşûrî/siryanî/kildanî yan ermeniyên Kurdistanê yên kurdîzan in ji ber ku ew kurdîzan bin jî, ew ne kurdîziman in ji ber ku ew bi xwe di malên xwe de bi zimanekî din diaxivin yan bi kêmî hest pê dikin ku zimanê wan yê zikmakî zimanekî ji bilî kurdî ye.

Lê mirov ecêbgirtî û matmayî dimîne ku gelo çawa filetî ji Filistînê/Israîlê bi rêya Sûriyê di ser Kurdistanê re derbasî Ermenistanê bûye lê ti tesîra wî li ser kurdan nebûye anku kurd bi xwe qet nebûne file. Herwiha çawa bi sedsalan parçeyên rojava yên Kurdistanê di bin desthilatiya Imparatoriya Bîzansî ya fileh de bûne lê ew qet nebûne fileh? Lê li aliyekî din, çawa ji ber hatina desthilata erebên misilman kurd bi pirranî bûne misilman madem ku ew li bin desthilata bîzansiyan nebûne file?

Dizanim ku gelek kes ê bi lez wiha bersiva vê pirsê bidim: bîzansiyên file kurd mecbûrî filebûnê nekirine lê erebên misilman ew bi zorê kirine misilman. Lê eger mirov rewş û reftarên desthilatdariya file û ya misilman li serdema navîn bide ber hev, mirov bi hêsanî dibîne ku di rastiyê de bêhnfirehî û toleransa desthilatdarên misilman li hemberî dînên din ji ya desthilatdarên file li hemberî dîn û peristarên dînên din gelek zêdetir bû. Erê misilmanan jî bi çavên wekheviyê li ne-misilmanan nedinerî û bo nimûne bacên girantir ji ne-misilmanan distandin. Lê, tevî hin çewisandin û zilm û zordariyê jî, misilmanan bi awayekî giştî li serdema navîn rê daye dînên din û bawermendên wan: filetî, cihûtî, êzidîtî, zerdeştîtî, hindûîzm li war û welatên di bin desthilatdariya misilmanan de mane.

Lê li serdema navîn li Ewropayê tehemila hemberî dînên din qet tine bû: bo nimûne, dema ku fileyan Spanya û Portugala niha ji misilmanan vegirtin, misilmanên wê derê yan neçar man birevin Bakurê Afrîkayê yan bibin file yan jî dîn û diyaneta xwe veşêrin û dawiya dawîn di nav fileyan de bihelin û bibişivin. Lê li deverên ku misilmanan ji fileyan vegirtin, yên ku xwestin li ser filetiya xwe bimînin, bi giştî nehatin mecbûrkirin ku îslamê bipejirînin. Bo nimûne, li Rojhilata Navîn û li Misrê gelek civatên berçav file man û heta niha jî hê file ne: li Rojhilata Navîn aşûrî/kildanî/siryanî û ermenî û li Misrê koptî.

Lê em dîsa li pirsa xwe vegerin: gelo çima qet kurdên file nînin? Mebesta me bêguman ne çend takekes in ku van salan bi taybetî li Ewropayê bûne file. Lê çima filetî di ser Kurdistanê re gihişt Ermenistanê û li wê derê bû dînê fermî lê qet di nav kurdan de cihê xwe negirt? Herwiha siryaniyên Kurdistanê pirr di filetiyê de xurt bûn û wêjeya wan ya filetiyê ya gelek kevnar û zengîn heye. Gelo çawa qet ti kurdên cîranên siryaniyan û ermeniyan nebûne file?

Wek ku me diyar kir, sebeb ne ew e ku kurd hatibin mecbûrkirin ku bibin misilman lê nehatine mecbûrkirin ku bibin file. Eger mecbûrkirineke dînî ji aliyê desthilatê ve hebe, gelek ihtimaltir e ku bîzansiyan kurd mecbûr kiribin ji ber ku li serdema navîn bi rastî tehemila fileyan hemberî dînên din pirr kêm bû.

Herwiha berî yan piştî hatina îslamê desthilateke navendî ya kurdî li Kurdistanê tine bû ku bi fermana wê hemû kurd bûbin misilman. Anku mirov nikare bibêje ku ji ber ku padişahekî kurd bû misilman, gel jî pê re îslam qebûl kir. Ji ber ku di dema hatina îslamê de ti padişahekî wisa di nav kurdan de peyda nedibû. Ti yekîtiyeke neteweyî jî tine bû ku kurdan li gor wê biryar dabe ku ji niha ve ew misilman in.

Ti delîlekî dîrokî yê wisa jî nîne ku em bibêjin ku kurd berî îslamê hemû zerdeştî bûn. Nîşanên zerdeştîtiyê li Kurdistanê hene lê ne ewqas ku baweriya mirovî xurt bike ku hemû kurd zerdeştî bûn.

Herçi êzidîtî ye, ku gelek kurd wê wek dînê kurdan yê resen yê berî îslamê dihesibînin, bi delîlên berçav piştî îslamê peyda bûye. Ji bilî gotina êzidiyan bi xwe, ti delîlên dîrokî hebûna êzidîtiyê ya berî îslamê napeyitînin û isbat nakin. Termînolojiya êzidîtiyê bi xwe diyar dike ku ew mezhebek e ku ji îslamê peyda bûye lê jê veqetiye: peyvên bingehîn yên êzidîtiyê yên wek ”şêx, mirîd, qewl, qewal, şeytan, melek, meshef” hemû ji erebî ne. Ne gengaz û mimkin e ku ev hemû peyvên bingehîn yên wî dînî ji erebî bûna eger êzidîtî bi rastî berî îslamê wek dîn hebûya.

Dîsa jî çi ecêb e ku kurdên file qet tine bûn lê dîsa jî di navê gelek ji bajar û bajarokên Kurdistanê peyva ”dêr” heye? Dêrik, Dêrelok, Dêrsim, Dêrebîn, Dêrika Hemo, Dêrgijnîk… ”Dêr” peyveke bi eslê xwe siryanî/aramî ye ku hem ketiye kurdî û hem jî ketiye erebî. Di siryanî û erebî de ew maneya ”xilwexane, tekiye, rebenxane, manastir” dide lê di kurdî de cihê ”kilîse/kinîse” (ji yûnanî ”êklêsiya=cemaet”) girtiye. ”Dêr” di ermenî de bi maneya ”dêr” yan ”xilwexane” nayê bikaranîn loma mirov nikare bibêje ku ew nav ji aliyê ermeniyan ve li wan deran hatine kirin. Di ermenî de ”dêr” ”ekegexî” (ji yûnanî ”êklêsiya”) û ”rebenxane” jî ”vank” e.

Rast e ku li hin ji van deverên di navên wan de peyva ”dêr” heye siryanî dijîn yan dijiyan û dibe ku navê wan deveran ji aliyê wan ve lê hatibe kirin û dêrên siryaniyan li wan deran hebin yan hebûn. Lê deverên wek Dêrsimê gelek ji siryaniyan dûr e.

Bi ihtimaleke mezin hin beş ji kurdan bi xwe di dema desthilata bîzansiyan de bûne file. Gelek zehmet e mirov bawer bike ku filetî dînê desthilatdarên kurdan û dînê serekî yê herdu cîranên kurdan anku siryaniyan û ermeniyan bû û di ser kurdan re derbasî nav ermeniyan bûbe lê qet ti kurdan ew nepejirandibe. Bi taybetî jî ku hin beşên Kurdistanê di bin desthilatdariya bîzansiyan de bû û berê edet bû ku dîn li gor desthilatê diguhere û bi taybetî jî bêhna desthilata bîzansî li hemberî dînên din ne fireh bû.

Lê madem ku ihtimaleke mezin heye ku hin kurd file bûn, gelo çi li wan kurdan hat? Gelo piştî hatina îslamê wan hemûyan dînê xwe guherand û bûn misilman? Gelo misilmanan ew hemû kuştin? Gelo qedera wan çi bû?

Bêguman belkî hin ji wan bûn misilman. Gelek ji zerdeştî, file, cihû, bawermendên dînên din û yên bêdîn jî bûn misilman. Lê zehmet e mirov bawer bike ku kotekî û tadeyeke wisa li ser wan bûbe ku ew hemû bi carekê bûbin misilman yan yên nebûyî misilman ji aliyê misilmanan ve hatibin qirrkirin. Bo nimûne, siryanî ji kurdên berê di bin desthilata bîzansî de zêdetir nêzîkî ereban bûn û mirov dikare texmîn bike ku ji ber wê nêzîkiyê tesîra ereban li ser siryaniyan zêdetir bû. Lê dîsa jî hemû siryanî nebûn misilman. Lê balkêş e ku hemû siryanîzimanên niha (ji bilî hin kesên ku wek takekes dînê xwe guherandibe) file ne. Siryaniyên ku bûn misilman, hêdî-hêdî herwiha bûn erebîziman jî. Anku ”siryanîziman” li cihê ku siryanî hebûn bû sînonîma ”file”. ”Eger tu ne file bî, tu nikarî siryanî bî.”

Bi heman awayî ihtimaleke mezin heye ku kurdên file hemû nebûn misilman ji ber ku kurdên ji dînên din jî hemû nebûn misilman. Wek me li jor diyar kir, ti hêzeke hindirrîn/navxweyî ya navendî tine bû ku biryar û fermanê li ser navê hemû kurdan bide û wan bike misilman. Herwiha ti hêzeke derveyî jî ew biryar û ferman li ser navê kurdan nedaye. Eger dabûya, bo nimûne eger kurd bi fermana padişahên umeyî yan ebasî hemû bûbin misilman, çima ev biryar li ser siryaniyan yan misriyan (ku heta niha jî gelek jê file ne) yan li ser hemû îraniyan nehatiye dan ku hin jê heta vê gavê jî zerdeştî mane?

Diyar e ku piştî hatina îslamê pirraniya kurdan hêdî-hêdî bûne misilman: hin ji zerdeştîtiyê, manîtiyê, bêdîniyê, cihûtiyê û herwiha filetiyê jî. Lê qet ne ihtimal e ku hemû kurdên file bûbin misilman.

Lê kurdên file belkî herdem di nav kurdan de kêmanî bûn lê piştî misilmanbûna pirraniya kurdan bêguman bûne kêmanî. Erê têkiliyên cîranî û bazirganî yên kurdên file bi kurdên din re jî berdewam bûne lê têkiliyên civakî – bi taybetî yên dînî û zewacî – ji kurdên din veqetiyane. Lê ev têkiliyên dînî û zewacî yên kurdên file – bi dilxwazî yan jî ji neçarî – bi hevdînên wan yên ermenî û siryanî re zêdetir û xurttir bûne heta ku hêdî-hêdî ew kurd bûne ermenîziman yan siryanîziman û bi windakirina zimanê xwe re herwiha kurdbûna xwe jî ji dest daye.

Lê ev helîn û bişirîn ne tenê yekalî bûye. Wek me li jor got, siryanîzimanên ne-file (ji bilî takekesên dînê xwe guherandî) nînin. Anku siryaniyên bûne misilman, herwiha ziman û gelê xwe jî guherandiye. Ihtimal e ku ew hemû nebûne ereb lê bişivîne nav wî gelê misilman yê ku li dor wan e anku li Kurdistanê bûne kurd. Herwiha ecêb e ku li Kurdistanê û Ermenistanê jî hemû ermenîziman file ne. Wisa diyar e ku ermeniyên Kurdistanê yên bûne misilman herwiha bûne kurd jî.

Qebûl dikim ku di vê nivîsê de îdia û angaştên wêrek û pesindnekirî hene. Mebesta min ne ew e bibêjim ku bi rastî ji sedê sed wiha bûye lê bi texmîna min ihtimal e ku wiha ye. Bawer dikim ku wek pirraniya serdemên din jî yên dîroka kurd û Kurdistanê, em têr li ser serdema ji derketina filetiyê heta hatina îslamê li ser dîn û baweriyên kurdan nesekinîne. Mebesta vê nivîsê ne ew e ku bibêje ka rastiya mitleq çi ye lê bala dîroknasên me bikêşe ser vê meselê daku em vê mijar û babetê baştir vekolin.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s