Husein Muhammed
Di zimannasiyê de mebest ji hevalên derewîn yan jî hevalên çewt (bi inglîzî false friends) ew peyv in ku bi temamî yan pirr wek hev in lê di ziman yan zaravayên cuda de yan jî li deverên cuda wateya anku maneya wan ji hev cihê ye.
Mirov bawer dike ku ew peyvên nas in lê dibe ku mirov xelet wan fehm bike yan bi kar bîne. Navê peyvên wisa hevalên derewîn yan hevalên çewt e.
Bo nimûne, peyva pirr (pir) di kurmancî, soranî û zazakî de heye lê di kurmancî de wateya wê gelek, zehf, mişe ye lê di soranî û zazakî de maneya wê tijî, tije, mişt, dagirtî ye.
Dîsa peyva ”mil” di kurmancî de maneya “beşa jorîn ya destan” dide lê di soranî û zazakî de wateya ”stû” dide.
Di kurmancî de peyva ”kin” li hin deveran heye û maneya “kurt, ne dirêj” dide. ”Kin” di hin devokên soranî de jî heye lê maneya “(li) ba, (li) cem, (li) nik” dide.
Di kurmancî de peyva ”kir” forma dema borî ji lêkera “kirin” e. Lê di zazakî de ”kir” maneya ”kîr” ya kurmancî dide.
Di kurmancî bi xwe de jî bo nimûne peyva ”poz” li hin deveran maneya “difin, bêvil, kepî, organa bêhnkirinê” dide lê li hin deran jî maneya wê ”qûn” e. Wateya peyva ”pêsîr” li hin deran “bersîng, paxil, memik, çiçik” e lê li hin deran jî ew maneya “navran, navbera herdu piyan” dide.
”Parzûn” li Behdînan çanteyê rîsî yê pişta bêrîvanan e. Lê li Mêrdînê heman ”parzûn” tûrikê dawerivandina penîrî ye.
Di kurdî de ”boş” maneya ”pirr, mişe, zehf” dide. Lê ”boş”a tirkî bi wateya ”vala, xalî” ye.
Di soranî de ”şit” maneya ”tişt” dide. Lê di inglîzî de ”shit” (bixwîne: şit) wateya ”gû, pîsatî” dide.
Di înglîzî de ”gift” maneya “diyarî, hediye” dide lê di almanî de maneya wê ”jehr” e û di swêdî de jî ”zewicî” ye.
Peyvên wiha di navbera ziman, zarava û deverên cuda de bi hezaran hene. Heta mirov dikare bibêje ku ”hevalên derewîn” ji ”hevalên rastîn” zêdetir in.
Dibêjin yekî hekarî li Helebê çûye xwaringeha yekî efrînî û pirsiye:
— Çi heye?
— Gî heye. (bi efrînî: gî = gişt, hemû, her tişt)
— Çawa gî?! (bi hekarî: gî = gû, pîsatî)
Li jêr em lîsteyeke netemam a hevalên derewîn di navbera kurmancî û soranî de didin.
Soranî Kurmancî Kurmancî Soranî
al til(iy)a navîn al (alî) la, dîw
aman hewar, eman aman (firaq) qap-û-qaçan
areq xuh, xwêdan ereq (mey, bade) şerab, mey
arê? gelo? ma? erê bełê
aş 1) aş 2) xwarin aş aş
awa ava awa şêwe
ayar gulan adar adar
aza fêris, çeleng azad azad
ba 1) ba 2) belê 3) bila ba ba
bawî bahîv, behîv bawî romatîzmî
beq nêrekew beq boq
berdewk xweşheval, dost berdevk axawtinker
berok bersîng berok (berîk) gîrfan
bijar qirş, qirşik bijare bijarde
bilûr belûr, krîstal bilûr şimşał
biske girnij, bişir bisk egrîce
boq beq boq biz
buwêj biaxiftin, zêdebêj biwêj zarawe, aydiyom, îdyom
bum erd, ax; avanî, avahî bum (kund) kundebebo
cerr birxû, cerr goze, şerbe
cêga şûn cih, cî şwên
çar çare, hel çar (4) çiwar
çare biçim, rû, serûçav çare çar, hel
çaşt firavîn taşt/têşt nanî beyanî
çax qelew; saxlem çax serdem; kat
çêşt xwarin, xwirak têşt (taşt) berçayî, nanî beyanî
çirandin bang kirin, gazî kirin çirrandin parçe parçe kirdin
daye dayê, dê, dayik, da daye dawe
debê divê, pêdivî ye dibê (dibêje) dełê
dem dev dem kat
derewe derve, der derew e diro ye
dew (pele) lez, bizav, ecele dew do
dewar (reşmal) kûn, kon, ~ çadir, xîvet dewar reşewiłax
direw dirûn, birrîna giya direw (derew) diro
dîlan (gêl, şêtoke) gêjelok, peledîn dîlan (govend) hełperkê
dû du (2) dû (dûv /pey) diwa
edî 1) helbet, tabî 2) ma ne? êdî îtir
em ev em ême
emin ez; min emin asayîş, emn
esto patik, paşsto sto mil şan
estêrk 1) embar 2) bendav stêr(k) estêre
firawan fireh firavîn nanî nîwero
fire pirr, gelek fire, fireh firawan, pan
gerrek tax, mehel gerek gerek, pêwîst
hewar war, havîn-, seyrangeh hewar hawar, gazî
hêłke hêk hêlik gun
jîr vehewayî, tebitî, tena jîr hoşyar
kat kat kat / kate [k-ya nerm] ???
keç (serê) şorr / berjêr keç kiç (# kur)
kemer navteng kemer şal
key kengî, çi demê key padişa
kêr kîr kêr çeqo
kin nik, cem, bal, dev, rex kin (kurt) kurt
kok kux, kuxik kok, qurm kok, qurm
kon kevn kon, kûn reşmal
lew li wê/wî lew(ma/re) boye
lê xurrîn ajotin lê xurrîn emir kirdin
lixaw hefsar lixav demamk(î limoz)
mana mane, wate mana… manewey…
mil sto mil şan
mişt mist (dest) mişt (tijî) pir
next piçek, kêm next (=qelen) şîrbayî
pa pê, pî pa? ey?
paxêl erebe (li dû hespan) paxil baxeł
pel destûpî pel (belg, çilû) geła
peya peyda peya peyar
pêl (kat) dem pêl şepol
pir tijî, mişt pirr zor
pîrek (kon) pîr û çilmisî pîrek (jin) jin, afret
pûr met; xalet pîr (dapîr) dapîr
rakirdin bezîn; bazdan, revîn rakirin hełsandin
razandin raxistin razandin xewandin
sat kêlîk, bîsk saet, seet se’at, se‘et, sa‘et
sext dijwar, zor sexte tezwîr
sil şerm; tirs sil (zîz, xeyidî) tûre
sûk sivik sûk bazarr
şan mil şan şeref
şaş ekran şaş hełe
şil qerimî, şil terr
şîr 1) şûr 2) şîr şîr şîr (xurak)
şwên cî şûn cêga
tena tenê, bi tenê tena (aram, rehet) aram
terr şil, ne zuha terr taze
terane stran tirrane gal_te, şoxî
tewir bivir tevir kulepaç
wate anku, yanî wate wata, mana
westan rawestîn westîn şeket kewtin, mandû bûn
xas baş, çê, qenc, rind xas taybet
xêzan jin, kevanî, bermalî xizan hejar, feqîr
zarawa têrm, peyv zarava lehce, zarawa
zor pirr, gelek zor sext, zehmet
[…] https://zimannas.wordpress.com/2015/12/14/hevalen-derewin-di-kurmanci-u-sorani-de/ […]
LikeLike
[…] Kurmancî-soranî: https://zimannas.wordpress.com/2015/12/14/hevalen-derewin-di-kurmanci-u-sorani-de/ kurdî-tirkî: […]
LikeLike