Ferhengoka “hevalên derewîn” ya kurdî-inglîzî

husein muhammed

Husein Muhammed

 

Gelek caran di du yan çend zimanan de çend peyvên wek hev yan teqrîben wek hev hene.

Bo nimûne hem di kurdî û hem jî di farisî de peyvên wek ”bîst, dest, dil, sed, ser” hene. Maneya van peyvan di kurdî û farisî de eynî ye.

Lê herdem maneya peyvên wek hev di du zimanan de ne eynî ye. Bo nimûne, hem di kurdî û hem jî di tirkî de peyvên ”av, kurt, sol” hene. Lê maneya ti ji wan ne wek hev e. Di tirkî de wateyên wan wiha ne: ”av” (nêçîr), ”kurt” (gur, gur) û ”sol” (çep).

Peyvên ku di du zimanan de hebin lê maneya wan ji hev cuda be, di zimannasiyê de bi navê ”hevalên derewîn” (bi inglîzî ”false friends”[1]) tên nasîn.

”Hevalên derewîn” dikarin ji aliyê deng û nivîsîna xwe ve bi temamî wek hev bin lê maneya wan ji hev cuda be, bo nimûne wek peyva ”sol” ku di kurdî de maneya ”pêlav” û di tirkî de jî wateya ”çep” dide.

Lê ne şert e ku peyv bi temamî bi deng û nivîsîna xwe wek hev bin. Bes e eger tirsa şaşfehmkirina wan hebe ji ber heman peyvê di zimanekî din de.

Bo nimûne, ”birin” (wek ”anîn û birin”) di kurdî de heye û ”bring” jî di inglîzî de heye ku ne bi temamî bi nivîsîn û ne jî bi deng 100 % wek hev in. Lê tirsa xeletfehmkirina ”bring”ê ji aliyê kurdîzimanan ve heye ji ber ku ew pirr dişibe ”birin” ya kurdî tevî ku di rastiyê de maneya wê ne ”birin” e lê ”anîn” (înan, hênan, hawirdin) e anku tam berovajî wateya peyva ”birin” e. Loma ”birin” ya kurdî û ”bring” ya inglîzî ji hev re ”hevalên derewîn” in. Bi heman awayî inglîzîziman jî dikarin ji ber ”bring” ya inglîzî, peyva kurdî ”birin” xelet tê bigihin.

”Hevalên derewîn” carinan tenê ji aliyê nivîsînê ve wek hev in lê ne bi awayê gotinê. Bo nimûne, hem di kurdî û hem jî di inglîzî de peyvek bi awayê ”name” heye. Lê ”name” di kurdî û inglîzî de eynî maneyê nade. Di kurdî de wateya wê ”mektûb, rîsale, peyam, kaxeza ku ji kesekî re tê nivîsîn û şandin” dide lê ”name” ya inglîzî maneya ”nav, ism” dide. ”Name” ya inglîzî ji aliyê nivîsînê ve wek ”name” ya kurdî ye lê ji hêla gotinê ve ew ne wek ”name” ya kurdî lê bi awayê [neym] tê gotin. Lê dîsa jî ”name” ya kurdî û ”name” ya inglîzî ji hev re ”hevalên derewîn” in ji ber ku mimkin e ku kurdek ”name” ya inglîzî di nivîsan de bibîne û ji ber ”name” ya kurdî şaş fehm bike. Bi heman awayî inglîzîziman jî dikarin ji ber ”name” ya inglîzî, peyva kurdî ”name” xelet tê bigihin.

Carinan jî peyv bi nivîskî ne wek hev in lê bi gotinê wek hev yan pirr nêzîkî hev in. Bo nimûne, ”girîn” ya kurdî û ”green” ya inglîzî bi nivîskî ji hev cuda ne lê bi gotinê teqrîben hevdeng in anku dengê wan wek hev e. Lê maneya ”girîn” (rondik/hêsir ji çavan barîn) ya kurdî û ”green” (kesk, sewz, rengê kesk) ya inglîzî bi temamî ji hev cuda ye.

Berî niha me ferhengokeke ”hevalên derewîn” di navbera kurmancî û soranî de û ferhengokeke din jî hevalên derewnîn di navbera kurdî û tirkî de belav kirine.[2]

Li vê derê em ê ferhengokeke ”hevalên derewîn” di navbera kurdî û inglîzî de jî belav bikin.

Em ê peyvên wisa lîst bikin ku bi nivîsîna xwe yan bi gotina xwe ya bin herduyan wek hev in yan nêzîkî hev bin. Mimkin e ku heman peyva inglîzî bişibe du yan zêdetir peyvên kurdî. Bo nimûne, “near” ku nêzîkî “nîr” û “nêr” yên kurdî ye. Yan jî heman peyva kurdî bi deng an nivîs nêzîkî du yan zêdetir peyvên inglîzî ye, bo nimûne “tu” ya kurdî ku bi deng û nivîs nêzîkî “to”, “too” û “two” yên inglîzî ye.

Peyva kurdî Peyva inglîzî [û awayê gotina wê] Wateya peyva inglîzî bi kurdî
ar are [ar] formek ji lêkera ”be” (bûn)
ask (xezal) ask [esk] pirsîn, pirs kirin
ash (eş) xwelî
awir our [awir] yê me, ya me, yên me
awir hour [awir] saet, 60 deqîqe
bab babe, baby (beyb, beybî) sava, zarok
bar bar (bar) meyxane, bar; berbend, zindan
bawer power [pawer] hêz, qewet, taqet, qudret
boy (ji bo, jê re) boy [boy] kur, kurik, lawik
birin bring [bring] anîn, înan, hênan, hawirdin
camêr camera [kemêra] kamera, cihazê wênegirtinê
can can [ken] karîn, şiyan; qutî
cencer(e) cancer [kensir] kanser, seletan, şêrpence
car car [kar] tirimpêl, otomobîl, erebe, seyare
cardin, cardî (dîsa) card [kard] karte, kart
çar chart [çart] cedwel, xişt
dayê (dayikê) day [dey] roj
dor door [dor] derî, dergeh
kurt court [kort] dadgeh, mehkeme; dîwan
êvar ever [êvir] herdem
find [mûm, şemalk) find [faynd] dîtin, vedîtin, peyda kirin
firset first [first] yekem, pêşîn
firî, firû free [frî] azad, serbest, rizgar, hurr
girîn green [grîn] kesk, sewz
hay high [hay] bilind, berz
her her [hêr]
hol whole [hol] hemû, gişt, tev
kil kill [kil] kuştin
key [kî] kilîl, kilîd, mifteh, anaxtar
kut (kurt, qut; ne tûj) cut [kat] birrîn
law law [low] qanûn, yasa, zagon
liv live [liv] jîn, jiyan
maç match [meç] 1.      lîstik 2. li hev hatin
maç much [maç] gelek, pirr, zêde
man man [men] mêr, zelam, peya, kabra
mast must [mast] divê ku, pêdivî ye ku, pêwîst e ku
me me [mî] min
met met [mêt] dît, çav pê ket, gihiştê
mey may [mey] dibe, belkî, mimkin e
mis (sifir, baqir, misînî) miss [mis] 1.      sitî, xatûn 2. ji dest çûn
name name [neym] nav
nefer never [nêvir] qet, hîç, ti caran, hergîz
nevî nephew [nêfyû] biraza, xwarza
nevî navy [neyvî] hêzên deryayî
next next [nêkst] dûv re, pey re
nêr, nîr near [nîr] nêzîk
not (90) not [not] ne, na
no [now] na, ne
nûr nor [nor] ne jî
of (ox, oy, ay…) of [ov] ji, yê
peritî pretty [prîtî] xweşik, spehî, bedew, ciwan, delal, xwînşîrîn
pez pass [pes] borîn, derbaz bûn
pîs peace [pîs] aştî, aramî, rehetî
pîs piece [pîs] parçe, ker, qed, let
pûl pull [pul] kişandin, kêşan
por poor [por] feqîr, hejar, nedar, xizan
risq risk [risk] rîsk, metirsî
saf, safî safe [seyf] biewle, bêtehlîke
sê, sî sea [sî] behr, derya
se, sê, sî see [sî] dîtin
sed set [sêt] danîn, bi cih kirin
sing, sîng sing [sing] strîn, stran gotin
sisttir, sist sister [sistir] xwişk, xweh
sitî city [sitî] bajar
spîk (beşa spî ya hêkê û hwd.) speak [spîk] axfitin, peyivîn, qise kirin
stand(in), stend(in) stand [stend] rawestîn, sekinîn
sûr, şor sure [şûr] piştrast, eseh, dilniya
tax tax [teks] bac, zerîbe, vêrgî
term (kelex, cesed, cenaze) term [têrm] şert, merc, kelîme
test, teşt (amana mezin) test [têst] imtihan, azmûn, test
tirî tree [trî] dar
top top [top] gupik, lûtke, serik, ser
tu to [tu] bo, ji bo, jê re, ber bi … ve
tu two [tû] du, 2
tu too [tû] jî, herwiha, herwisa, wisa jî
ûr or [or] yan, an, yan jî, an jî
war war [wor] şer, ceng, herb
way (wax, wey, ox, of, oy…) why [way] çima, bo çi, ji ber çi, çira
we, wî we [wî] em
west(in) west [wêst] rojava, xerb
win (hûn, we, hewe) win [win] bi ser ketin, qazanc kirin

 

_____________________________

TÊBÎNÎ

[1] https://en.wikipedia.org/wiki/False_friend

[2] Kurmancî-soranî: https://zimannas.wordpress.com/2015/12/14/hevalen-derewin-di-kurmanci-u-sorani-de/
kurdî-tirkî: https://zimannas.wordpress.com/2017/02/14/hevalen-derewin-di-navbera-kurdi-u-tirki-de/

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s