Hevalên derewîn di navbera kurdî û tirkî de

Husein Muhammed

hevalen-derewin2

Di zimannasiyê de mebest ji hevalên derewîn (bi inglîzî false friends) ew peyv in ku di du yan çend ziman an lehceyan de bi temamî wek hev an jî teqrîben wek hev hene lê maneya wan bi herdu zimanan an herdu lehceyan ne wek hev e.

Bo nimûne, peyva kurdî ”bar” di kurdî de maneya ”tiştên ku tên hilgirtin an raguhastin” (bi inglîzî ”load, burden”, bi tirkî ”yük”) e. Di inglîzî de jî peyva ”bar” hene lê di wî zimanî de ew maneya ”tiştên tên hilgirtin” nade lê wateya ”meyxane, bîrxane, cihê vexwarina madeyên alkoholîk” dide.[1]

Di zimannasiyê de ”bar” ya kurdî ya bi maneya ”tiştên ku tên hilgirtin an raguhastin” û ”bar” ya inglîzî ya bi wateya ”meyxane, bîrxane” hevalên derewîn in ji ber ku ew bi ser ve (bi deng û nivîsîna xwe) wek hev in an pir nêzîkî hev in lê bi wate anku maneya ne wek hev in.

Me di nivîseke pêştir de bi berfirehî behsa hevalên derewîn di lehce û devokên kurdî de (bi taybetî di navbera kurmancî û soranî de) kiriye û ew nivîs dikare ji vê derê were xwandin:

https://zimannas.wordpress.com/2015/12/14/hevalen-derewin-di-kurmanci-u-sorani-de/

Di vê nivîsarê em ê lîsteyeke ”hevalên derewîn” di navbera kurdî û tirkî de bidin. Li aliyê çepê em peyva kurdî pêşkêş dikin û li ber wê jî maneya wê bi kurdî didin. Li aliyê rastê jî em ”hevala wê ya derewîn” ya tirkî didin û maneya wê jî bi kurdî pêşkêş dikin.

Nimûneyên me bi kurdî û tirkî wek hev in (yan teqrîben wek hev in) lê maneya wan ji hev cuda ye. Loma ew ji hev re ”hevalên derewîn” in.

Hevalên derewîn dikarin peyvên xwerû bin (bo nimûne ”ben” ku di herdu zimanan de peyveke xwerû ye) yan jî bi yek an herdu zimanan peyveke çemandî be, bo nimûne ”bir” (di tirkî de peyveke xwerû ye, di kurdî de formeke ji lêkera ”birin” e) yan ”kal” (di kurdî de peyveke xwerû ye lê di tirkî de formeke ji lêkera ”kalmak” e).

Hevalên derewîn dikarin bi temamî bi deng û bi nivîsînê wek hev bin, bo nimûne ”beş”. Yan jî ew dikarin tenê gotinê yan tenê bi nivîsînê wek hev bin, bo nimûne ”bir” (di tirkî de zêdetir wek ”bîr” tê gotin) yan ”kurt” (di tirkî de K bipif/req e lê di kurdî de bêpif/nerm e.)

kurdî

tirkî

peyva kurdî maneya peyva kurdî peyva tirkî maneya peyva tirkî
al alî, rex, teref; ala, perçem, elem, beyraq al bigire, bistîne
av vexwarina zelal û bêtam av nêçîr, seyd, rav
ben benik, dezî, bizing, werîs ben ez
beş parçe, pişk, qism beş pênc, 5
bin beşa jêrîn bin hezar, 1000
bir formek ji ”birin”ê bir yek, 1
birincî ji birincî, wek birincî birinci yekem, ewil
formek ji ”bûn”ê bu ev, vê/vî
dil qelb dil ziman
diş baltûz, xwişka jina/mêrê kesekî diş didan
ev vê, vî, van ev mal, xanî
gel milet, qewm, netewe gel were
kaç (kaj, qaç) darek e kaç çend, çiqas; bireve
kal pîr, pîremêr kal bimîne, bisekine
kurt kin, ne dirêj kurt gurg, gur
kir formek ji ”kirin”ê kir pîsî, qirêjî

_____________________

TÊBÎNÎ

[1] Heman peyv paşî ketiye gelek zimanên din û niha di kurdî de jî tê bikaranîn.

One thought on “Hevalên derewîn di navbera kurdî û tirkî de

Leave a comment