Gelek kurd bo xwe hêcet û bihaneyan çêdikin û dibêjin heta dezgeheke/saziyeke zimanî ya resmî tine be, kurdî/kurmancî standard nabe yan pêşve naçe.
Lê ku em li benda saziyan bin, ti caran ti tiştek nayê kirin. Sazî hene, ne ku nînin. Lê yên ku bi rastî tiştekî biber û bikêr dikin ne sazî ne lê kes in. Baweriya min bi kesan tê, ne bi saziyan.
Kurmancî di van bîst salên borî de bi beza bayî pêşve çûye û nêzîkî 90 % standard jî bûye. Ev jî qet ne bi saya serê sazî û partiyan (gelek ji wan li xwe nagirin rojekê bi kurdî biaxivin jî) lê bi xêr û xîreta kurdên takekes bûye.
Ferhenga Samuel Johnsonî ku [qedera] zimanê inglîzî diyar kir.
Mirov dikare nimûneyeke din jî bide: Fransî xwedî akademiyeke qaşo xurt e lê inglîzî na. Akademiya fransî zêdeyî sed salan (bifikirin:sed salan) mijûlî hazirkirina ferhengeke birêkûpêk bû lê amade nedibû. Paşî takekesekî inglîz bi navê Samuel Johnson rabû û di çend salan de ferhengeke wisa bo inglîzî danî û belav kir di demekê de ku hê jî Akademiya Fransî mijûlî ya xwe bû.
Pirsgirêka kurdan ne ew e ku baweriya wan bi dezgeh û saziyên wan nîne (di vê meselê de biheq in). Girêka me ew e ku baweriya me bi mirovan nîne.