Rêzimaneke kurdî ji sala 1787

garzoni

Husein Muhammed

Kitêba qeşeyê îtalî Maurizio Garzoni Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda (Rêziman û ferhengoka zimanê kurdî) sala 1787ê li Romaya Îtalyayê hatiye çapkirin. Ew wek yekem berhema li ser zimanê kurdî ya bi zimanekî ewropî tê nasîn. Bi qasî ku tê zanîn, ew heta niha jî tekane rêziman û ferhenga kurdî ye ku bi zimanê îtalî hatiye belavkirin.

Garzoni kitêba xwe bi pêşgotineke li ser zimanê kurdî dest pê dike. Dûv re ew dengnasiya kurdî dide nasîn, paşî jî hewl dide yek bi yek beşên rêzimana kurdî pêşkêş bike.

Lehceya kurdî, ya ku Garzoni di kitêba xwe de dide nasîn, kurmancî ye, hê jî deqîqtir kurmanciya wilayeta Mûsilê ya wê demê ye. Ji ber kêmasiyên mezin yên rêzimanî û rastnivîsînê, zehmet e ku mirov bigihe qenaeteke bêguman ka ew devokeke rojhilata Mûsilê (kurmanciya rojhilatî, bo nimûne dihokî) yan jî devokeke rojavaya Mûsilê (kurmanciya navendî, bo nimûne şingalî) neqil dike lê bo nimûne ji ber bikaranîna cînavê ”hingo, ingo” (bi nivîsîna Garzoni ”ungho”) li cihê cînavê ”hûn” wisa texmîn dikim ku ew bingehê kitêbê devokeke kurmanciya rojhilatî anku behdînî ye.

Garzoni peyv û hevokên kurdî li gor rastnivîsîna zimanê îtalî pêşkêş kirine. Ew di kitêba xwe de tabloyeke berhevdana alfabeya latînî û erebî dide lê di kitêba xwe de di pratîkê de bi xwe jî herdem li gor tabloya xwe nanivîse. Di tabloyê de hemû herfên di alfabeyên zimanê erebî û yê farisî de heyî hatine pêşkêşkirin tevî gelek ji wan di kurdî de wek dengên serbixwe peyda nabin (bo nimûne ث ظ ض ص ط غ).

Garzoni hewl daye ku bi kurtî behsa gelek aliyên rêzimanî yên kurdî pêşkêş bike. Lê hema ji her rûpela kitêbê diyar e ku ew bi xwe jî baş hînî rêzimana kurdî nebûye. Bo nimûne, ew dinivîse ku qaşo mirov bi kurdî dibêje ”ez kî ye, tu kî ye, ew kî ye, em kî ye, ungo kî ye, wan kî ye” (bi nivîsîna Garzoni ”az kiia, tu kiia, au kiia, am kiia, ungho kiia, vvan kiia”, rûpel 24) lê di rastiyê de mirov bi kurmancî dibêje ”ez kî me, tu kî yî, ew kî ye, em kî ne, hûn/hingo kî ne, ew kî ne.”

Garzoni li ber modela erebî (û belkî herwiha modela tirkî jî) idia dike ku kopula (lêkera ”bûn” ya statîv di dema niha de) di kurdî de nayê bikaranîn û loma li şûna bi bibêje ”ez birîndar im, tu birîndar î, ew birîndar e, em/hûn/ew birîndar in”, dinivîse ”ez birîndar, tu birîndar, ew birîndar…” (r. 24) lê bikaranîneke wiha erebmancî yan tirkmancî ye.

Di nasandina dema borî ya sade de Garzoni idia dike ku mirov bi kurdî dibêje ”ez bû, tu bû, ew bû, em bû, hingo bû, wan bû” lê li ber cînavên ”ez” û ”min” herwiha forma ”bûm” jî dide: ”ez bûm, em bûm” (r. 25) lê di rastiyê de mirov dibêje ”ez bûm, tu bûyî, ew bû, em bûn (bi kurmanciya rojhilatî ”em bûyn”), hûn bûn (hin deverên kurmanciya rojhilatî ”hingo bûn”), ew bûn”.

Ji şaşiyên rêzimanî diyar e ku ihtimalen Garzoni kurdiya xwe ne yekser ji kurdan lê belkî ji yek an çend fileyên Kurdistanê hîn bûbe yan jî ew wek çavkaniya xwe bi kar aniye/anîne. Fileyên devera Behdînan bi kurdî diaxivin lê bi hin kêmasiyan ku gelek ji wan bi heman awayî di kitêba Garzoni de jî berçav dibin. Ji ber ku Garzoni qeşe bû û li Kurdistanê têkiliyên wî bi fileyên Kurdistanê re xurt bûn, ev jî vê baweriya min bi texmîna bikaranîna fileyên Kurdistanê wek informantên (agadarkerên) zimanê kurdî xurt dike.

Ji rêzimanê jî zêdetir pirsgirêk tevliheviya nivîsînê ye. Ji hin peyvan gelek zehmet e were zanîn ka mebesta Garzoni çi ye eger mirov li wergerên wan yên îtalî nenêre. Bo nimûne, ew dinivîse ”ahhkaft” li şûna ”axaft” û ”scesc” li cihê ”şeş” yan ” aia” ji dêlva ”heye”.

Ji beşa rêzimanê çêtir biserketî pişka ferhengê ye. Ferhengok li gor rêzbendiya îtalî ye anku peyvên îtalî hatine rêzkirin û ew li kurdî hatine wergerandin.

Kovara Kanîzar û Malpera Zimannas bi serbilindî vê berhemê dixin ber destê vekolerên zimanê kurdî.

Vekin û bixwînin

 

Advertisements

One thought on “Rêzimaneke kurdî ji sala 1787

  1. We spasî dikim ji bo vê nûçeyên hêja …
    Ev reng ji nûçeyan xuya dike ku destpêkirina nivîsên Kurdî bi tîpên Latînî, wekî proje û kar, berî mamoste Ehmedê Xanî hebûn, lê bi sernekeftin.

    Ev gotin ji bo kesên Kurdên (Soran bi taybet) ku dibêjin :
    ” Ev tîp bi tirkî ne, ne bi Kurdî ne … !!! ”

    Xwe li ser rastiyekê re davpejin , ev tîp ne bi tirkî ne û ne bi Kurdî ne, ne Fransî ne, ne jî Înglîzî ne …
    Ev tîp LATÎNÎ ne …..

    Like

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s