Sun Tzu: Hunera Cengê

Nivîskar: Sun Tzu (544–496 bZ)
Wergêr: Serdar Roşan
Ceng

Nivîskarê vê berhema li ser stratejiyê yekî çînî ye, belam der heqê wî de zêde agahdarî nîne. Berhem berî du hezar salan hatiye nivisîn û ji hingê heta niha ji hêjahî û qalîteya xwe tiştekî winda nekiriye. Bi gelek zimanan hatiye wergerandin û tê xwendin.

Zimanê Sun Zî zelal û sivik e, lê ji hêla felsefî û hunera şer de li bin zelalî û sivikiya ziman, gotin û fikirên berfireh û giran raxistî ne. Divê ev berhem weke romaneke edebî neyête xwendin. Piştî ku beş bi beş çendîn caran bê xwendin dibe ku mirov hingê mebest û felsefeya xwediyê berhemê fam bike û jê kelk werbigire.

Her çi qas navê berhemê Hunera Şer û naverok li ser şer û şerbaziyê be jî, stratejî ne tenê ji bo şer pêdivî ye, stratejî di hemî warên jiyanê yên civakî, iqtisadî, çandî de hewce ne. Kesên bala wan li ser stratejiyê ye, fermo berhem li ber destê we ye.

Beşê yekê – plandanîn

Sun Zî dibêje:
Meseleyên şer ji bo dewletê pir muhîm in. Ew jiyan, mirin, hebûn û nebûnê tayîn dikin, loma divê çu carî neyêne îhmal kirin.

Di dema plandanînê de ji bo diyarkirina rewşê divê pênc faktor li ber çavan bêne girtin:

Ya pêşîn bawerî ye.
Ya diduyan hewa ye.
Ya sisêyan arazî ye.
Ya çaran fermandar e.
Ya pêncan organîzasyon e.

Bawerî ji bo fermangiran ew e ku bi fermandar re yekgirtî bin, ji bo wan bimirin, bijîn û ji talûkeyê netirsin.

Mebest ji hewayê rewşa ronahî, serma, germahî û demsalê ye.

Mebest ji araziyê, mesafe, topografî û guhêrbarî ye.

Tayînkiroxê bikêrhatina fermandar şarezayî, bawerî, mirovî, cesaret û cidîyet e.

Mebest ji organîzasyonê, struktûr, hêzdabeşî û ligel peydekirin û bikaranîna derametan e.

Divê fermandarek bi tenê jî nebe ku ev pênc faktor nebihîstibin. Yên ji van haydar in dê serfiraz bin. Yên hay ji van nînin dê serfiraz nebin.

Loma di dema plandanîn û diyarkirina rewşê de divê ev faktor bêne muqayese kirin.

Ka ji min re bêje:
Kîjan fermandar xwedî baweriyê ye?
Kîjan fermandar xwedî kapasîte ye?
Kî ji rewşa tebîetê îstîfade dike?
Kî organîzasyon û dîsîplînê pêk tîne?
Kîjan artêş baştirîn biçekkirî ye?
Kîjan ekîp baştirîn temrînkirî ye?
Kî herî zêde lihevkirî xelat û cezayê dide?

Bersîv ji bo serfirazî û şikestinê agahdarî didin min

Heke te generalek heye ku guh dide plana min serkeftin teqez e. Bila ew li kar be.

Heke te generalek heye ku guh nade plana min şikestin teqez e. Wî ji kar bavêje.

Têkuziya planê zû tê fam kirin lê ji bo pêkanîneke bi hêz divê rê ji bo tesîra hin mercên din jî vekirî be, ji ber ku têkuzî û guncandin, bi hev re hukum pêk tînin.

Şerkarî dek û dolab e.

Anku:
Kapasîte hebe, nîşan bide wek ku ew tune ye.
Deramet hebin, nîşan bide ku ew tune ne.

Tu li nêzîk î, xwe li dûr nîşan bide.
Tu li dûr î xwe li nêzîk nîşan bide.

Dijmin bi hewes e, wî cezb bike.
Ew ne birêkûpêk e, erîşî wî bike.

Ew stabîl e, xwe ji bo wî amade bike.
Ew bi hêz e, xwe jê bi dûr bixe.

Ew hêrsbûyî ye, wî aciz bike.
Ew lawaz e, hukum lê bike.

Ew bêhna xwe dide, wî bêhuzûr bike.
Ew xweragirtî ye, wî ji hev belav bike.

Êrîşî wî bike, li cîhê ku herî kêm amade ye.
Diyar bibe, li cîhê ku ew herî kêm jê şik bike.

Ev stratejî li ser wê asasê ye ku divê berî wext neyê zanîn.

Kesê berî şer, wekî serfiraz lê tê temaşekirin, ew e ku li ber mîhrabê bi hûrgulî hesabê xwe kirîye. Kesê berî şer ne wekî serfiraz lê tê temaşekirin, ew e ku li ber mîhrabê di hesabê xwe de xemsar bû.

Hûrgulî bi ser dikeve, xemsarî serfiraz nabe.
Hîn xirabtir dibe para wan kesan ku qet hesaba xwe nakin.

Bi vî awayî ez dizanim ka kî dê serfiraz be û kê dê têk biçe.

Beşê diduyan – şer

Sun Zî dibêje:
Gava hezar erebeyên şer, hezar vagonên sergirtî û sedhezar mirovên çekkirî dê bêne xwedî kirin di mesafeya hezar mîlên çînî de, dê lêçûya rojane li welatê xwe, kon ji bo vexwendina mêvanan, kirîna şîrêz û cîla, lênêrîna erebe û çekan, normal hezar zêrî bike.

Pêşî gava ji bo van lêçûyan beramber hate peyde kirin hingê sedhezar mirov têne mobîlîze kirin.

Eger serfirazî di şer de direng bikeve, moralê şervanan dadikeve û tesîra sîlehan kêm dibe.

Êrîşa li dijî sûrên bajaran hêzê zû qels dike.
Demdirêjiya şeran welê dike ku derametên dewletê êdî têr nakin.

Gava morala şervanan dadikeve, sîleh neefektîv dibin, hêz qels dibe û deramet kêm dibin, hingê dê vassal ji vê lawaziyê îstîfade bikin û serî hildin. Piştre êdî çu kes nikare, digel hemî şarezehiyê, pêşî lê bigire ya ku dê biqewime.

Di çarçoveya minasebetên şer de lezkariya dînane hatiye bihîstin, lê me çu carî nebihîstiye ku ji ber demdirêjiya şerî dewletê kelk wergirtî ye.

Şerekî dirêjkirî ku bi kêrî dewletê hatibe çu carî pêk nehatiye.

Anku:
Yê ku sedîsed naskarê kemînên formdanîna stratejiyê nebe, ew nikare hûrtêkuziya wê jî binase.

Stratejîstên jîr hew carekê bangê ji bo karên eskerî dişeyînin û xwarin herî zêde du car tê şandin.

Ji ber ku mirov kare erzaq ji dijmin bi dest biêxe, hew divê ji malê firaq bi mirov re bin.

Bi vî awayê dê xwarin têrî bike.

Gava dewletek ji ber şer lawaz dibe, ji ber mesafeya neqliyatê ye. Mesafeya neqliyatê xelkê feqîr dike.

Dema şer nêzîk dibe buhayê tiştan zêde dibe. Buhayê zêde hatinên xelkê dimiçîne.

Gava hatin têne miçandin, ji bo komkirina bacê û seferberiyê tête lezandin.

Dema hêz ji wan hatibe stendin, hatin hatibin îsraf kirin û malên li deştê hatibin valakirin ji mêrên salbikêrhatî, hingê malbatên normal ji hatina xwe, ji sedî heftê ji dest dane.

Xisara dewletê erebeyên şikestî, hespên birîndar, kumzirx, tîr û kevan, rim û mertal, guleparêzên seyar, heywanên barkêş û vagonên transportê dê ji dehan şeşê hatinên wê bin.

Loma divê fermandarê bi aqil ji mexzenên dijmin bixwe. Carekê ji mexzena dijmin xwarin bedelê bîst carî ji ya xwe xwarinê ye, carekê ji depoya dijmin êmdayîna heywanan bedelê bîst carî ji depoya xwe êmdayîn e.

Ya ku mêran dike kujerê dijmin hêrs e; û ya ku wan dike talankar xarantiya xenîmeta şer e.

Dema şerê bi erebeyan heke deh erebe hatibin bi dest xistin, divê diyarî bo wî kesî be ku erebeya ewil bi dest xistiye. Piştre divê perçem bêne guhertin û erebe li gorî formasyona xwe bêne danîn. Divê miameleya digel êsîrên şer baş be û baş bêne xwedî kirin.

Ji vê re dibêjin “bihêzbûna bi rêya serkeftinê”.

Loma plana xwe ji bo serkeftinê amade bike, ne ji bo şerekî demdirêj.

Fermandarê jîr ew e ku qedera xelkî digerîne û mîrê ewleyiya wî ye.

Beşê sisêyan – stratejiyên êrîşê

Sun Zî dibêje:
Di rewşeke normal de baştir e mirov welatekî nexirabûyî bi dest biêxe di şûna ku kavil bike, artêşekî nexirabûyî bi dest biêxe di şûna ku wê bişikîne, liqekî nexirabûyî bi dest biêxe di şûna ku wî bişikîne, tofekî nexirabûyî bi dest biêxe di şûna ku wî bişikîne û plutonekê nexirabûyî bi dest biêxe di şûna ku wê bişikîne.

Anku:
Têkoşîna sed şerî û serfiraziya sed carî ne ya herî bedew e. Stratejiyek ku bêşer serfirazî ji te re tîne ji vê çêtir e.

Stratejiya herî baş sabotekirina planên dijmin e, ya duwemîn rê li ber hevbendiyê girtin e, piştre serkeftin tê. Ya herî xirab êrîşî bajarên sûrdorpêçayî ne.

Xwe ji êrîşa bajarên bi sûr bi dûr bixe heke mimkin be. Ji bo amadekariya xwe ji derban parastin û haziriya alavên din sê meh hewce ye. Ji bo avakirina axekaşan sê mehên din pêdivî ye.

Gava fermandarek nikaribe mîzaca xwe kontrol bike, ew dê hêzên xwe weke gêrikan bi rê bike. Encam dê welê be ku ji sisêyan yekê hêzê bimire bêhilweşîna sûran. Ev feleketa ecêb berdewamiya êrîşa bajarên bi sûr e.

Loma stratejiya mirovê herî jîr ew e ku mirov li meydana şer bê şer biserkeve, bajaran bêêrîş werbigire û welatan bişikîne bêtêkoşîneke demdirêj.

Li hemî şerên li bin banê asîman zerûrî ye ku ev ”metoda serfirazkarên temam” bête bi kar anîn. Bi vî awayî hewce namîne artêş biweste û qezenc dibe sedîsed.

Ev e stratejiya êrîşê.

Di şer de:
Heke hêzên te deh qatî dijmin bin, dor lê bipêçe.

Heke pênc caran mezintir bin, êrşîşê wî bike.
Heke du qat mezintir bin, wî ji hev bike du parçe.

Hêz bi qasî hev mezin bin, şer bike.
Hêza te kêmtir be, xwe jê biparêze û bi dûr bixe.
Tu jê qelstir î, ji dijmin bireve.

Anku:
Yê qels xurt be jî, yê hêza wî zêdetir e, dê yê din êsîr bigire.

Fermandar stûna dewletê ye, ew qewî be, dewlet stabîl e. Terz lê ketibe dewlet lawaz e.

Serokdewlet kare bi sê awayan bibe sebebê têkçûna artêşa xwe:
Gava ne mimkin e ku ew bizane ka bi pêş de here an vekişe, lê cardin biryar dide, kemîn ji artêşê re danîn tê gotin ji vê re.
Gava ev ne şarezayê meseleyên eskerî ye, lê cardin beşdarî biryaran dibe û bi vî awayî dibe sebebê sergêjiya li nav fermandaran.
Gava ew nizane ka kapasîteya artêşê ya xusûsî çi ye, lê cardin ji bo tayînkirina wezîfeyan beşdar dibe, bi awayî bawerîya fermandaran qels dibe.

Dema artêş şaşbûyî û ji baweriyê bêpar be, hingê dê vasal bibin hoyê pirsgirêkan.

Ji vê şêla xerabkar re dibêjin ”bi rêya tevlîheviya li nav artêşê serfirazî bi dest xistin.”

Mirov kare bi pênc cûreyan serfirazîyê tomar bike:
Bi rêya zanîna ka divê mirov kengî şer bike û kengî şer neke,
bi rêya lihevanîna mezinahiya hêzan,
bi rêya lihevkirina xwesteka li ba yên berz û nizim,
bi rêya amadebûyî li bendî yê neamadebûyî payîn û
bi rêya fermandar hereket bike bêî ku hikumdar xwe tevî bike.

Ev pênc cûreawa ”rêya serfirazî piştrast” dikin.

Anku tê gotin:
Yê ku xwe û dijberê xwe nas bike, dikare bê talûke ji sed şerî derbas bibe.

Yê ku xwe nas bike lê dijberê xwe nas neke, li hember her serfirazî li şerekî dişike.

Yê ku ne xwe û ne jî dijberê xwe dinase, ew mehkûm e ku di hemî şeran de têk biçe.

Beşê çaran – manîfest

Sun Zî dibêje:
Şerkarên zîrek yên dema berê, pêşî çare didîtin ku ne mimkin e ew bêne şikestin, paşê li bendî diman heta ku dijminê wan kare bişike.

Neşikestinbarî pabendbûnê te ye û biserketin pabendbûnê dijmin e.

Şerkarê jîrek loma hukumkarê neşikestinbariya xwe ye, çu carî xwe naspêre biserketina payîna dijmin.

Anku tê gotin:
Mirov kare hukum li serfiraziyê bike, lê nikare hukum li keysê bike.

Neşikestinbarî xwe dispêre parastinê û serkeftin êrişê.

Taktîka xwe li gorî parastinê danîn têrî nake, lê wê li gorî êrişê danîn telefkirina hêz e.

Parastkarê jîr xwe li newalên kûr vedişêre. Êrişkarî zîrek li beriyê tevdigere.

Di rewşa pêşî de mirov xwe baş diparêze û rewşa duyem de serfirazî bi dest diêxe.

Nefamkirina serfiraziyê weke ku xelk fam dike, ne ya baştirîn ji ya baş e.

Serfiraziyek bidestxistin ku hemî kesên li bin banê asîman pesin bidin, ne ya baştirîn ji ya baş e.

Ji bo rakirina kezîyek qewet nepêdivî ye, ji bo dîtina roj û heyvê çavên pir saxlem navên, ji bo bihîstina dengê brûskan guhên pir hesas navên.

Li antîkê, ji wî kesî re digotin şerkarê zîrek ku bi awayekî hêsayî serfirazî bi dest xistibû.

Serkeftina şerkarê zîrek ne dibû hoyê navdarî ji bo cesaret an jî bi aqiliyê.

Serkevtina wî tête misoger kirin ji ber ku çu xeletiyê nake. Yê ku xwe ji xeletiyan biparêze timî biserdikeve ji ber ku dijminê wî ji destpêkê de şikestiye.

Loma şerkarê jîr xwe diêxe rewşeke neşikestbar û çu carî bêhnelawazîyeke piçûk jî li ba dijminê xwe îhmal nake.

Bi vî awayî stratejiya serfiraz ew e ku mirov pêşî bi ser dikeve paşê şer dike, lê stratejiya şikenbar ew e ku mirov pêşî şer dike paşê li serfirazî digere.

Stratejyenê jîr vîna xwe dide bawerkarî û organîzasyonê û bi vî awayî hukum li serfirazî û şikestinê dike.

Biryara stratejiyê ji alî van tê dayîn:
Ya pêşî, mesafe,
ya duyem, hecim,
ya sêyem, jimar,
ya çarem, lêfikirîn,
ya pêncem, serkeftin.

Mesafe li gorî arazî tê hesibandin,
hecim li gorî mesafeyê,
jimar li gorî hecimê,
lêfikirîn li gorî jimarê,
serfirazî li gorî lêfikirînê.

Loma divê stratejiya serfiraz li mêzînê kîloyek li hember gramek û stratejiya şikestî gramek li hember kîloyek bikêşîne.

Yê serkeftî mina lehiya avê dakeve qelîştekên zinaran welê şer dike.

Di warê manîfestan de evqas.

Beşê pêncan – bikaranîna hêzê

Sun Zî dibêje:
Pêşengiya gelekan kirin, mîna pêşengiya çendan kirin e. Ev pirseke dabeşkirinê ye.

Bi hêzên mezin şer kirin her mîna bi hêzên piçûk şer kirin e. Pirseke sînyal dayîn û binavkirinê ye.

Îmkanniyeta rawestana li hember dijmin, pirseke pêşdîtînî ye.

Efektîfkirina artêşê weke kevirê heste ku mirov bavê ser hêkekî, pirseke şikestin û saxlemiyê ye.

Di şer de normal artêş tên li hember hev piştî manavrayên pêşdîtî. Serfirazî bi dest ve tê, piştî hemleyên nepêşdîtî.

Yê ku hakimê hunera nişkegaviyan e ew xwedî fersendên bêsînor e, mîna erd û asîman û çemên bêjimar.

Dawî piştî destpêkê tê, mîna rojê û heyvê.
Mirin piştî jiyanê tê, mîna zivistan û biharî.

Ji pênc ahengan zêdetir aheng nîne.
Lê cardin terkîba wan ji yên mirov kare bibihîze zêdetir in.

Ji pênc rengan zêdetir reng nine.
Lê cardin terkîba wan ji yên mirov kare bibîne zêdetir in.

Ji pênc çêjan zêdetir tehm nine.
Lê cardin terkîba wan ji yên mirov kare çêj bike zêdetir in.

Biryara hêza şer li gorî dûrdîtînî û nedûrdîtînî tê dayîn. Lê cardin terkîba wan ji yên mirov kare bi kar bîne zêdetir in.

Dûrbînî û nedûrbînî hevûdu temam dikin û dawiya çemberê nîne. Ma kî kare îmkanên wan biqedîne.

Ya ku keviran li ber avê bi xwe re dibe hêz e.

Ya ku rê dide baz da nêçîra xwe biperçixîne, bêhnek e.

Loma nêzîkbûna şerkarê jîr bi xof e û lêdana wî tavil e.

Divê hêz weke kevanê kişandî temerkuz be û bêhn weke berdana tîrê be.

Di kaosa şer de rê nede ku te nerahet bikin.
Di bêformiya şer de rê nede ku ji hev bikevî.

Ji kaosê form vedije.
Ji tirsonekî wêrekî vedije.
Ji qelsîtî taqet vedije.

Kaos bi plankirinê form werdigire.
Tirsonek bi rêya zexmî tê teşwîq kirin.
Qels bi rêya formdayînê têne xurt kirin.

Yê ku jîrek e dijmin bi rê ve dibe, xwe diyar dike da ku dijmin bi de dû û dijmin provoke dike da bersîv bide.

Wî bi pariyan aktîv bike û bi eskeran li bendî wî be.

Şerkarê jîr bi hêza xweragirtî bawer e, ji ferdan zêde tiştekî napê. Bi vî awayî ew kare ferdên rast bibijêre û ji hêzê sedîsed kelk werbigire.

Yê ku sedîsed ji hêzê îstîfade dike, ferd jê re weke qurm û kevirên livbûyî ne. Di tebîeta qurm û keviran de ye ku li erdê rast bisekinin û li berjêran bigindirin; çargoşe rawestin û girover bigindirin.

Hêz li ba şerkarê jîr weke kevir in ku ji çiyayekî bi hezaran metre berz bigindirin.

Ev hêz e bi rastî!

Beşê şeşan – şikestbarî û saxlemî

Sun Zî dibêje:
Yê berê digihîje meydana şer da li bendî dijmin be, ew wehesiyayî ye. Yê dawiyê tê û ji bo amadekariya şer dilezîne ew westiyayî ye.

Loma şerkarê jîr timî welê dike ku dijmin tê ba wî, ew çu carî naçe ba dijmin.

Yê ku awayekî serketî dijmin ber bi xwe dikişîne, bi rêya pariyan vê dike; û yê kare dijmin ji xwe bi dûr biêxe, bi rêya derblêdanê vê dike.

Anku:
Gava dijmin wesihandî be, wî biwestîne, dema dijmin têr be, wî birçî bihêle, gava dijmin bêliv be, wî bilivîne.

Li cihên welê diyar be ku dijmin neçar bilezîne. Bi lez here cîhên welê ku ne li bendî te ne.

Ji bo meşeke hezar mîlê çînî bêî ku tu biwestî, li wir bimeşe cîhê qet dijmin lê nine.

Ji bo êrîşeke sedîsed serketî, êrîşî wî cîhê bike ku kes naparêze.

Ji bo parastineke sedîsed serketî, wî cihî biparêze ku kes êrîş nake.

Dijminê êrîşkarê jîr ji lewre nizane ka ew kîjan derê biparêze.

Dijminê parêzerê jîr loma nizane ka ji ku êrîş bike.

Ho ev parçebûna li sînorê bêformiyê.
Ho ev nihêniya li sînorê bêdengiyê.

Bi vî awayî qedera dijmin kare bê gerandin.

Hêza xwe bide beşê neparêzî da ku nikaribin pêşî li te bigirin.

Bi lez vekişe da nikaribin bigihîjin te.

Digel dijmin li paş bendên berz parastî an li çalên kûr be jî, bi êrîşa derên welê re, karî dijmin neçarî şer bikî û ew di hewarê de were.

Digel sînorekî kêşayî, me û dijmin ji hev vediqetîne, dijmin nikare, heke em nexwazin, me rakêşe nav şer, eger em wî bi pêşhatinê re şaşmayî bihêlin.

Eger dijmin neçarî formdayînê bûbe û em ji formê bikevin, em lihev in û dijmin jihevketî ye.

Di lehzeya êrêşê de gava em lihev û dijmin bûbe deh parçe, ev dişibe weke ku deh êrêşî yekî bikin ji ber ku em lihev ew jihevketî ye. Dema em lihev in û êrîş bikin karê yên li hember dijwar e.

Mekanê em dixwazin lê şer bikin teqez nehênî be. Bi nehînênîbûna vê re dijmin neçar dimîne xwe li her derê amade bike. Ew xwe li her derê amade bike, dijminek belavbûyî li hember me ye.

Ew aliyê pêş xurt bike, paş qels dibe. Ew aliyê paş xurt bike, pêş qels dibe. Ew hêla çep xurt bike, hêla rast qels dibe. Ew hêla rast xurt bike, hêla çep qels dibe.

Ew xwe li her derê amade bike, ew li her derê qels e.

Yê hêzdabeşkirî, ew neçar e xwe amade bike.
Yê lihevragirtî yê li hember xwe neçarî amadekariyê dike.

Heke mekanê şer eşkere be, artêş dikare hezar mîlê çînî bimeşe heta cîhê qada şer.

Heke mekan û dema şer ne diyar be, hingê baskê çep nikare di hewara yê rast de an jî yê rast ya çep de were; û hêzên li pêş nikarin di hewara yên li paş û û yên li paş ya li pêş de werin.

Gelo dê rewş pir dijwar nebe eger hêzên dûrhev bi dehan mîlên çînî ji hev dûr bin û yên nêzî çendîn mîlên çînî ji hev dûr bin?

Li gorî hesibandina min eskerên xelkê-Yue gelek in, lê gelo ev çawa bi kêrî wan tê?

Loma tê gotin ku serfirazî tê afirandin.

Li gel ku dijmin xwelihevragirtî ye, mirov kare îmkana şer jê bistîne.

Li wî hûr bibe ji bo li rewşê binerî û paşê plana xwe daynî.

Wî mecbûrî tevgerê bike û li rengê tevgerên wî hûr bibe.

Wî neçarî formwergirtinê bike û binere ka li ku cangiran û li ku lezliv e.

Wî aciz bike û bibîne ka li ku jimarkêm û li ku zêde ye.

Formasyona herî berz ew e ku weke bêform dixuye; wisa bêform e ku ne ajan ne jî kesên şareza karin fam bikin.

Bi vî awayî taktîk bi serfirazî li nav cemawer pêk tê, bêî ku ew tiştek jê fam bikin.

Herkes kare fam bike ku taktîka min serketî ye, lê çu kes nikare stratejiya min fam bike.

Operasyonên serkeftî nayêne dubare kirin, stratejî bêsînor kare bêguhertin.

Formasyona min weke avê dilive, ew xwe ji bilindahiyan diparêze, xwe li warên nizim digire.

Forma artêşê welê ye ku xwe ji cîhê saxlem bi dûr dixe û êrîşê cîhên qels dike.

Av ji xwe re rê dibîne ji ber ku ew xwe adepteyê araziyê dike.

Artêş serkeftina xwe diafirîne, ji ber ku ew xwe adapteyê dijmin dike.

Mîna avê, divê artêş jî xwedî formeke guharbar be.

Xwedayî ew e ku li gorî dijmin form werdigire û biserdikeve.

Timî yek û eynî element ji wan pêncan hukum dike û timî ne eynî demsal e. Rojek kare kurt an dirêj be, heyv kare nû an daketî be.

Beşê heftan – tetbîqat

Sun Zî dibêje:
Di şer de fermandar ji bo seferberiyê normal ji serekdewletî ferman werdigire.

Piştre bang li eskeran tê kirin û zilamên temen çekhilgir têne peyde kirin.

Tiştek ji rêberiya yekîneyan dijwartir nîne.

Dijwariya rêberiya yekîneyan ew e ku ya bifetlok rast kirin û lehzeya teswasê misaîdkirin e.

Bi rêya pariyan dijmin dihête averê kirin. Bi vî awayî hêza mirov pêşî tê cîhê pêdivî digel ku herî dawiyê hatiye şandin.

Ev ”plana averê û direngrê” ye.

Rêberiya bi hêviya serketineke hêsa, rêberiya tirsnak e.

Heke artêşeke kamil bi çek, li dû qezenceke hêsa be, ew çu carî nagihîje armanca xwe.

Eger pêdivî be ku artêş bilezîne, bihayê vê yekê neçar çek in.

Piştî çekdanînê heke mirov bilezîne hingê mirov kare bêwestan duqat rê li paş xwe bihêle.

Meşeke sed mîlê çînî be dê general bêne radest kirin. Yên xurt li pêş yên qels li dawiyê dimînin. Bi vê metodê hew ji dehan yek digihîje menzîlê.

Meşeke pêncî mîlê çînî be, dê generalê yekem têk biçe. Bi vê metodê hew nîvê hêzê digihîje menzîlê.

Meşeke sîh mîlê çînî be, dê hew ji sisêyan dudu bigihîje menzîlê.

Weke prensîb artêş têkçûye, we divê çek, erzaq û depo li gel be.

Bêzanîna planên hukumdarên din, nabe hevbendî bê danîn.

Bêzanîna rewşa çiya û daristanan, neqeb û giran, deverên bi avzêm û hezekan, nabe mirov artêşê bi rê biêxe.

Bêalîkariya rêberên herêmî mirov nikare sûd ji rewşa araziyê werbigire.

Di şer de, ji bo wesihandinê bixapîne û ji tevgerê îstîfade bike.

Bi rêya dabeşkirin û yekkirinê re, guherînan biafirîne.

Mîna ba bi lez be,
mîna daristanê hêdî be,
weke agir çavsor be,
mîna çiya giran be,
weke tariyê veşartî be,
û mîna brûskê bi liv be.

Dema talanê, talanê par ve bike.
Bi destxsitina erdê bejî re, xelatan bide.

Piştî liberhevdana îmkanan karê xwe bike.

Yê ewil fam bike ka kengî lêdana rasterast û ya nerasterast bikarbîne, ew serdikeve.

Hunera tetbîqatê ev e.

Weke di ”Nîzama eskerî” de tê gotin:
Gava mirov diaxive bêî ku bihête bihîstin, def û zengil têne bi kar anîn.

Dema mirov xwe nîşan dide bêî ku xuya be, ala û perçem têne nîşandan.

Def û zengil, ala û perçem alav in ku bala guh û çavên xelkê radikişînin.

Gava hişê xelkê li navendekê temerkuz be hingê yê wêrek nikare bi berpirsîyariya xwe pêşkeve û yê newêrek li gorî xwe vekişe.

Ev e hunera ji cemawer kelk wergirtin.

Di şerê şevê de destê pêşî agir û def têne bi kar anîn.
Di şerê rojê de mirov ala û perçeman bi kar tîne.
Ev ji bo îdarekirina guh û çavên xelkê ye.

Artêşek mimkin e ji morala şerkirinê bêpar bimîne û generalek ji xwesteka xwe.

Berbangê artêş çalak e, nîvro cangiran, ber bi êvarê sistbûyî ye.

Loma stratejîstekî jîr xwe ji artêşeke çalak bi dûr diêxe û êrîşê artêşeke cangiran û sistbûyî dike.

Yekî welê şarezayê morala şerkirinê ya rîtma rojê ye.

Bi xweragirtinê li bendî kaosê mayîn, bi aramî li bendî qelebalixê mayîn, hakimbûna vîyanê ye.

Piştî meşeke mesafekurt li bendî mayîna dijminekî rêdûr, li wesihandinê li bendî dijminekî çalak mayîn, têr li bendî dijminekî birçî mayîn, destê xwe li hêzên xwe girtin e.

Dawetnekirina artêşekê ku alayên wê birûkûpêk in, êrîşnekirina dijminekî ku formasyonên wî têkûz in, famkirina li bendî mayîna qîmeta rewş guherînê ye.

Di şer de prensîbek e ku divê mirov li dij giran pêşve neçe û venekişe nav zinaran.

Nede dû yên ku qaşo direvin.
Êrîşê eskerên li jor xwe neke.
Bi tetbîqatên provekator neyê xapandin.
Artêşeke ber bi malê direng nehêle.
Bê rêyeke felat û derçûnê dorpêç neke.
Li dijminekî desperat neşidîne.

Tetbîqkirina hunera şer ev e.

Beşê heştan – ew neh merc

Sun Zî dibêje:
Di şer de fermandar ji bo seferberiyê normal ji serekdewletî ferman werdigire.

Piştre bang li eskeran tê kirin û zilamên temen çekhilgir têne peyde kirin.

Li erdê bikarhênayî kamp daneyne,
yekkirina li duryanê,
li rêya qutkirî direng nemîne,
di rewşeke dorpêçê de stratejiyê amade bike û di rewşeke bêçare de dest bi şer bike.

Rê hene divê mirov neçe,
artêş hene divê mirov êrîş neke,
bajar hene divê mirov hicûm neke û
herêm hene divê mirov ji bo wan şer neke.

Hin fermanên mîran hene divê mirov bi cîh neyîne.

General yê ku feydeyê van neh mercan fam kiriye ew hakimê hunera şer e.

General yê ku fêdeya van neh mercan fam nekiriye, digel ew arazînas be jî ew nikare sûdê jê werbigire.

Fermandariya bêzanîna ”metoda van neh mercan” digel zanîna ”wan pênc feydeyan”, nekarîna sedîsed sûdwergirtin ji hêza li ber dest e.

Lêfikirîna yê şareza neçar berê xwe dide darê zorê û feydeyê:
Feyde baweriyê ji bo wazîfeyê xurt dike, darê zorê kare qirqilînê ji hev biêxe.

Bi darê zorê peya têne neçar kirin,
wazîfe wan mijûl dihêle,
feyde hewesa wan zêde dike.

Ji wê hereket neke ku difikirî dê tiştek neqewime, berevajî li gorî derametên xwe, xwe ji bo qewimînê amade bike. Cardin ji wê hereket neke ku dê êrîşî te nekin, berevajî li gorî derametên xwe, xwe amade bike da nikaribin êrîşî te bikin.

Generalekî pênc dijwarî hene:
Kuştina yê ku dê bê kuştin,
girtina yê ku dê bi saxî bê girtin,
provekekirina yê zû acis dibe,
rûmetşikandina yê rûmetkar û
xelkê xwe lê sor kirin.

Heke general di van pêncan de ne serkeftî be, di şer de encam dê katastrof be.

Gava artêşek dişike û general şehîd dikeve, di lêgerîna sebeban de bivê nevê divê mirov berê xwe bide van ”pênc dijwariyan.”

Beşê nehan – meş

Sun Zî, ji bo kampdanîn û lêgera li nav çiya û newalan, weha dibêje:
Ji bo bergehdîtineke azad li ser giran raweste.
Di şer de ji bo giran, ji jêr êrîş neke.

Ev e şerê li çiya.

Piştî bihura ji çemekê xwe ji çem bi dûr biêxe.

Dema dijmin dixwaze ji çem bibihure, li nîva çem êrîş neke, bihêle bila ji nîvî bibihure paşê êrîşî pêşhêzan bike.

Şerxwaz li rex çem li bendî dijmin nasekine. Ji bo bergehdîtineke azad li cîhên berz raweste. Pêşwazî li lehiya dijmin neke.

Ev şerê li rex avzêm û aviyan e.

Gava di avzêmê re dibihurî bide aqilê xwe ku divê tu bêrawestan jê bibihurî.

Di şerê li rex avzêman de li nêz tûmikan be û pişta xwe bide qoriyên daran.

Ev e şerê li avzêman.

Li araziya rast, kampa xwe li wir dayne ku ji tevgera te re nebe asteng; bila berjor li milê rastê û li paş te bimîne. Bi vî awayî li pêş te û li paş te rewş diyar e.

Ev e şerê li erdê rast.

Bi alîkariya van çar metodan, wan çar qeyseran, zora qeyserê Zer bir.

Tercîha artêşan berzahî ne, ne çal in, yang pêşberî yi.

Ji bo parastina sihetê, kampa xwe li erdê bejî dayne. Hingê artêş bi wan sed nexweşiyan nakeve.

Ev e rêya serketina qethî.

Li rex gir û bilindahiyan, pişta çiya û sekûyan, li hêla rojê be, bila pişt an jî milê te yê rastê li bilindahiyê be.

Bi vî awayî mirov ji xwezahiya herêmê ji bo eskeran îstîfade dike.

Gava baran li herêmên berz zêde tê û av kef werdigire, heke hingê te niyet hebe ji laserek derbas bibî, raweste heta av dakeve seviyeya normal.

Ji avzêm, çal, kemîn, newal û qelîştekan bi dûr bikeve.

Ez xwe dûr û dijmin nêzî deverên welê digirim. Dijmin di navbera xwe û deverên welê de dihêlim.

Heke bilindahiyên tehdîtkar, ava bi zil, çalên bi gîha, qoriyên bi berzegîha li nêzîkî artêşê hebin, divê bi îtîna mirov lê hûr bibe.

Ev cîhên welê ne ku dijmin kare kemîn lê dayne.

Heke dijmin li nêz û digel vê yekê bêliv be, ew difikire ku pozîsyona wî sûdmend e.

Heke dijmin li dûr be lê te vexwîne şer, ew dixwaze ku tu nêzî wî bibî.

Heke ew kapma xwe li cîhekî hêsaberdest dayne, ji bo bidesxistina hin sûdên din e.

Heke li daristanê liv hebe, ew li rê ye.

Li erdê rast gelek asteng hebin, nexwe dijmin dixwaze rêşaşî peyde bike.

Gava çûk bi hewa kevin, dijmin li kemînê ye.

Heywanên veciniqî nîşana tevgera dijmin in.

Dema toz û dûman berz be û dengê têlan zelal be, erebe li rê ne.

Gava dûman ne berz û astwekhev be, eskerên peyar li rê ne.

Dema dûman belavbûyî û tenik be, dijmin êzingan berhev dike.

Gava dûman tenik û çeprast belav bibe, dijmin bi danîna kampê ve mijûl e.

Axaftina dengnizim û amadehiya zêde, tê mahneya êrîşa berdest.

Axaftina bi qebqebê û êrîşên xweser, tê mahneya vekişîna berdest.

Dema erebeyên sivik pêşî dertên meydanê û xwe li rex bi cîh dikin, hingê dijmin dest bi amadekariya formwergirtinê dike.

Heke dijmin bêî ku pêdivî be doza gotûbêjên aştiyê dike, diyariya armancên veşartî ye.

Liv û beza zêde tevî formasyonê, tê mahneya dem hatî ye.

Êrîşên ne jidil û vekişîn, îşareta manevrayên xapînok in.

Gava esker xwe bispêrên çekên xwe, artêş birçî ye.

Dema yên avê tînin, heke pêşî ew vexwin, artêş tî ye.

Heke dijmin xenîmetek bibîne û êrîş neke, nexwe ew westa ye.

Cîhê ku çûk dicivin, ew der xewle ye.
Gava bi şev dengê gazindan bê, nexwe taswas heye.
Artêş bêdisîplîn be, nexwe gotinên general pere nakin.
Heke ala û perçem li derûdor bêne gerandin, nexwe bênîzamî hakim e.
Fermandar zû acis bibe, îşaret e ku artêş westa ye.

Heke hesp alif û esker goşt bixwe, firaq neyêne ber hev kirin û esker venekişin konên xwe, dijmin şerî qediyayî dihesibîne.

Kustepistiya li nav rêzehêzan îşareta jihevketina artêşê ye.

Dubarekirina xelatan îşareta şikestina dilxwaziya şer ya dijmin e.

Cezadayîna li dû hev diyar dike ku dijmin bêçare ye.

Li hember eskerên xwe pêşî bêbavî piştre dilrehmî diyardeya bêdîqetiyê ye.

Dema dijmin bi pêşnîhada tawîzan tê, ew dixwaze bêhna xwe bistîne.

Gava artêş tûrebûyî bê şer û vekişînê mideteke dirêj li hember rawestin, divê mirov di rewşeke welê de pir bi dîqet be.

Şer ne meseleya hejmara ye. Gava hejmara mirov kêm be divê mirov xwe ji şer biparêze. Hêzên xwe kom bike, rewşa dijmin bihesibîne û hêzên nuh peyde bike.

Bêfikirî û piçûkdîtina dijminê xwe, rêya esîr ketina mirov vedike.

Eskerek berî ku bibe sadiq heke bê ceza kirin, mirov dê nikaribe jê ewle be.

Dijwar e ku mirov karibe eskerekî neewle bi kar bîne.

Mirov cezaya eskerekî sadiq bi cîh neyîne, ew ê bêkêr be.

Li gel eskeran mirovane miamele bike û bi tundî wan perwerde bike. Bi vî awayî serketin misoger e.

Heke esker bi gotinên hêsa bêne perwerde kirin, ew ê hînî îtaatê bibin.
Heke ew bi gotinên zehmet bêne perwerde kirin, ew ê hînî îtaatê nebin.

Fermanên zelal bi rindî di nav rêzehêzan de belav dibin.

Beşê dehan – arazî

Sun Zî dibêje:
Araziyên berdest, yekalî, piştgir, berteng, bilind û dûrxistî hene.

Araziya ku ez karim ber bi dijmin û dijmin ber bi min here, jê re dibêjin araziya berdest.
Di araziyeke welê de, berî dijmin eskerên xwe li giran bi cîh bike, xwe bide hêla roj û rêyên debarê dest nîşan bike. Feydeya van di şer de dê bigihîje te.

Araziya ku piştî êrîşî mirov nikare bi paşde bi dest biêxe, jê re dibêjin araziya yekalî.

Encamê di araziya welê de şerê li dijî dijminekî neamadekar, serfirazî ye. Na heke dijmin xwe amade kiribe û mirov şer de bişike, zahmet e û çu feydeya vekişînê nîne.

Araziya ku ne ez ne jî dijmin dixwaze dest jê berde, jê re dibêjin araziya piştgir.
Digel dijmin min vedxwîne jî, di araziya welê de êrîş nakim. Vedikişim û hingê lê didim gava dijmin nîvenîv ji cîhê xwe bi pêş de hatibe.

Herçî neqebên berteng in, pêşî werdigirim, bi cîh dibim û li bendî dijmin disekinim. Heke dijmin neqebek girtibe û bi cîh bûbe, ez nadim dû wî. Ez hew didim dû heke li neqebekê bi cîh nebûbe.

Herçî gir in pêşî werdigirim, li cîhê herî berz, hêla rojê bi cîh dibim û dijmin dipêm. Dijmin berê ew wergirtibin, ji bo dakeve pariyan didim wî. Nede dû wî û bi giran de hilnekişe.

Araziya dûrxistî balansê dide hêzan û şerxwaziyê dijwar dike. Di şer de feyde nîne.

Herçî meseleya arazî ye, divê ev her şeş timî di hesab de hebin. General bi xwe xwedî berpirsiyariya herî bilind e ku divê ev neyêne îhmal kirin.

Şeş qeda di şer de hene ku pêwendiya wan bi rewşa xurustê nîne, sebeb bêqabilîyetiya general e. Ew rev, bêîtaetî, bêhêzî, têkçûn, tevlîhevî û şikestin.

Gava hêz wekhev bin û mirov yekî li hember dehan bi kar bîne, ev dibe sebebê revê.
Dema esker xurt û fermandar lawaz bin, ev dibe sebebê bêîtaetî yê.
Wexta fermandar xurt û esker lawaz bin, ev dibe sebebê bêhêzî yê.
Gava fermandar bêhnteng û bêîtaat bin, di civînên bi dijmin re ew bi esebîyetê û biserxwe tevdigerin.
Generalek ku nezanê kapasîteya fermandarî ye, ew dibe sebebê têkçûnê.
Dema general lawaz û sist be, tesîra propagandayê nabe. Esker û fermandar bê wazîfe dimînin û disîplîn zirarê dibîne. Ev dibe sebebê tevlîhevî yê.
Generalê ku nikare kapasîteya dijmin bihesibîne û artêşa wî hêzên pêşeng veneqetandibe, kêmjimarê li hember pirjimarê, lawaz li dijî xurt bi kar tîne, ew dibe sebebê şikestinê.

Ev şeş qeda rêya şikestinê diyar dikin. General bi xwe xwedî berpirsiyariya herî berz e û divê tu carî ev neyê îhmal kirin.

Arazî piştgirê esker e.

Karektera generalê zîrek, xwe disipêre serfiraziya bi rêya nasîna dijmin û ji dûrmesafeyê kelkwergirtina ji cûreyên cografî.

Yê hakimê vê be, dema ew biçe şer, dê serfiraz be. Yê ne hakimê vê be, dema ew biçe şer dê winda bike.

Heke serketin nêz be û hukumdar fermanê ji bo şerrawestinê bide jî, şer divê berdewam be.
Heke şer ber bi serketinê neçe û hukumdar fermana şer berdewamiyê bide jî, divê şer bê rawestandin.

Anku:
Pêşte here bêî ku li dû navdariyê bî, vekişe bêî ku jiçavketinê bitirsî.
Yê ku xelkê diparêze ew rizgarkarê welatê xwe ye û ji bo hukumdar bikêrhatî ye.

Li eskeran weke zarokên xwe miqate be, ew dê li newalên herî kûr jî li dû te bin.
Li eskeran weke lawên xwe yên hezkirî miqate be, ew ê heta mirinê jî li dû te bin.

Lê heke welê qencîxwaz bî ku êdî nikarî tesîrkar bî û wisa hezkirox bî ku nikaribî fermanê bidî, dê kaosek rû bide ku kes nikare pêşî lê bigire. Mirov kare vê rewşê bişibîne bêkêrhatiya zarokên delalkiroxî.

Mirov zanibe ku eskerên mirovî ji bo şer amade ne, lê nizanibe ka mirov kare dijmin têk bibe, ev nîvenîv serkeftin e.

Mirov zanibe ku kare zora dijmin bibe lê nizanibe ka eskerên mirov ji şer re amade ne, ev jî nîvenîv serfirazî ye.

Mirov zanibe ku kare zora dijmin bibe û zanibe eskerên mirov ji bo şer made ne, lê ji araziyê bêageh be, ev jî nîvenîv serfirazî ye.

Anku:
Tevgera eskerê zane bêguman e û cûretevgerî bêsînor e.

Loma tê gotin:
Heke mirov naskarê dijmin û xwe bi xwe be, serkeftin ne di talûkeyê de ye. Û heke mirov muhîmiya araziyê jî fam kiribe, serfirazî bêşik e.

Beşê yazdehan – ew neh terîtorîyûm

Sun Zî dibêje:
Di nav hunera şer de, terîtorîyûmên parçekar, hêsa, konversiyal, berdest, lihevketî, daxwazkirox, xeter, dorpêçayî û krîtîk hene.

Terîtorîyûma ku vasal lê, li dijî hev şer dikin, jê re dibêjin parçekar.

Terîtorîyûma ku mirov bi pêşteçûneke demkurt digihîje, jê re dibêjin hêsa.

Terîtorîyûma ku him ji min re him ji yên din re dest dide, jê re dibêjin konversiyal.

Terîtorîyûma ku ji herdu aliyan re dest dide pêşte herin, jê re dibêjin berdest.

Terîtorîyûma, li wir sînorê sê vasalan digihîje hev û yê ku pêşî digihîje wir û bi destxistinê re dibe hakimê hemî xelkê, jê re dibêjin lihevketî.

Terîtorîyûma, li wir bi ketina zêde re mirov gelek bajaran li paş xwe dihêle, jê re dibêjin daxwazkirox.

Terîtorîyûma bi çiya û daristan, gir û neqeban, avzêm û hezakan ku dijwar e mirov tê re bibihure, jê re dibêjin xeter.

Terîtorîyûma, li wir him êrîş him jî vekişîn zahmet e û hêzeke dijmin e piçûk dikare li hêza min bixe, jê re dibêjin dorpêçayî.

Terîtorîyûma li wir mirov bi lez çûna şer re ji mirinê difilite û bi lez neçûna şer re winda dike, jê re dibêjin krîtîk.

Bi berdewamî:
li terîtorîyûma parçekar şer neke,
li ya hêsa, nesekine,
li ya konversiyal, êrîş neke,
li ya berdest, pêşî li dijmin negire,
li ya lihevketî, pakt pêkbîne,
li ya daxwazkirox, talanê bike,
li ya xeter, xwe bi dûr biêxe û
li ya krîtîk, şer bike.

Yê ku jê re şerkarê klasîk yê zîrek tê gotin, ew kare li nêvbera yekîneya pêş û ya alîkar, yekîneyên mezin û piçûk, yekîneya elît û eskerên normal, rutbeberz û rutbekêm, xetbir be, bi kurtî bibe sebebê jihevketina dijmin.
Gava yekîneyên dijmin ji hev bikevin ew rê nade ku careke din bi ser xwe de werin.
Dema yekîneyên dijmin xwe li hev radigirin, ew rê nade ku ew xwe organîze bikin.

Yekgirtî, dijmin dê êrîş bike.
Jihevketî, dijmin dê li cîhê xwe raweste.

Ez pirsê ji xwe dikim:
Mirov dê li hember artêşeke organîzekirî çi bike?
Bersîv:
Dest dayne ser tiştekî jê re cazîbedar, ku sernermî li ba wî peyde bike.

Di şer de lezîtî tayînkar e.
Jê îstîfade bike, bila yê din pê re negihîje,
rêyên nelêfikirî bi kar bîne û
li cîhê ew ne li bendî ye, êrîş bike.

Artêş li erdê xerîb welê konsentre dibe ku dijmin nikare xwe li hember bigire.

Herêmên dewlemend talan bike da ku esker têr bibe.

Xwarina baş moral û hêzê diafirîne, ev jî bi xwe re tevgerên netexmînkirî yên artêşê tîne.

Bê rêya felatê, artêş pişta xwe nade mirinê jî. Ew amade ye ku bimire, ma hingê ew nikare çi bike?

Esker hingê bêhevta bi hêz dibe û ji çu dijwariyê natirse.
Bê rêya felatê li ber xwe dide, qutbûyî li hev radigire, bêî ku raweste ber bi pêş şer dike.

Bi vî awayî bê temrîn disîplîn,
Bê gotinê îtaat,
Bê lihevkirinê sedaqet û
Bê fermanê bawerî pêk tê.

Gava li dij spekulasyonan kar bête kirin, şik namîne û heta mirinê alternatîfeke din peyda nabe.

Peyayên me ne xwedî dewlemendîyeke zêde ne, lê ne ku ew ji tiştên giranbiha nefretê dikin.

Ew ji mirinê natirsin, lê ne ku ew jiyaneke dirêj piçûk dibînin.

Roja ku ferman bê dayîn, peya bi unîformayên nemgirtî, rûniştî an veketî, hinarik bi rondikan şilbûyî bin. Gava bikevin rewşeke bêrêveger, hingê cesareta eskeran dibe mîna Zhu û Gu.
Stratejîstê zîrek dişibe Shuai Ran. Shuai Ran marê li çiyayê Chang dimîne. Mirov li serê wî bide, dûvê wî bi lez lê dide, mirov li dûv bide serî bi lez lê dide, mirov li navê bide, serî û dûv bi hevre bi lez lê didin.

Gelo dibe ku temamê artêşekê mîna marê Shuai Ran tevbigere?
Bersîv erê ye. Em li nimûneya xelkê Wu û Yue binerin ku nefretê ji hev dikin. Lê heke ew li kelekê bin û kelek pêrgî firtoneyê bê, ew mîna destê rast û çepê alîkariya hev dikin.

Nexwe karîna lezandina vagon û hespan têrî nake.

Rêberiya rast ew e ku mirov karibe li ba hemiyan cesaretê vejîne.

Prensîba rast ew e ku li derve li araziyê mirov karibe xwe adepteyê him rahetî him jî dijwariyê bike.

Stratejîstê zîrek welê rêberiyê ji grûba xwe re dike ku grûb nema kare xisarê bigihîjîne xwe.

Wazîfeya general ew e ku bi bêdengî aramî û bi qaîdeyên lêvkirî kargerî biafirîne.

Ji bo peyayên wî ji aghdariyê bêpar bin, ew ê rêbazîyeke hewce bigerîne.

Ji guherîna plan û cûre mijûliyên xwe, ew ê hemiyan ji zanînê bêpar bihêle.

Bi guhertina cîhê xwe yê razanê û rêya xwe, ew ê şaşmayînê peyde bike.

Fermandar mîna wî yekî ye ku bi jor de hildikişe û di lehzeya rast de pehînê li nerdewenê dide. Her di wê gavê de ew di kurahiya erdê dijmin de ye û lê dide.

Ew keştiyan dişewitîne, firaqên xwarinê dişikîne, mîna şivanekî ku pez ji guran biparêze, berê pez dide deverekê lê ew bi xwe bi vir û wir de dibeze, kes nizane ka rêya wî bi ku de ye.

Komkirina hemî peyayên artêşê û ew pêrgî anîna xeteran re dibêjin wazîfeya general.

Guherînên li wan neh terîtorîyûman, zelaliya taktîkê û mercên psîkolojîk divê di analîzê de çu carî neyêne ji bîr kirin.

Li erdê xerîb artêş konsentrekirî ye bi daketinê ve; û ji sethî belawela ye.

Sînorên dewletê li paş xwe hîştin û ji sînorê dewleteke din bihurîn, li terîtorîyûmeke biryardar bûyîn û şer kirin e.

Li cîhê ku pêşketin mehdûd e jê re dibêjin terîtorîyûma lihevketî.

Daketina kûr ya li erdê dijmin, jê re dibêjin terîtorîyûma daxwazkirox. Li cîhê ku daketin kêm e, jê re dibêjin terîtorîyûma hêsa.

Terîtorîyûmeke asteng li paş û neqebên dijwar li pêş, jê re dibêjin dorpêçayî.

Terîtorîyûma ku çu rêyên vekişînê lê nînin jê re dibêjin krîtîk.

Loma li terîtorîyûma parçekirox, general xwesteka hemiyan temerkuz dike.

Li terîtorîyûma hêsa ew nêzîkbûna giştî peyde dike.

Li terîtorîyûma konversîyel, ew lezê dide rêzên paşî.

Li terîtorîyûma berdest ew defensîv e.

Li terîtorîyûma lihevketî ew hevkarên xwe zêde dike.

Li terîtorîyûma daxwazkirox ew rêya debarê ewle dike.

Li terîtorîyûma xeter ew bi dûr dikeve.

Li terîtorîyûma dorpêçayî ew hemî neqeban digire.

Li terîtorîyûma biryardar ew diyar dike ku ji mirinê re amade ye.

Loma qedera esker e ku gava dorpêçayî be ew xwe biparêze, şer bike dema rêyeke din tune be û êrîş bike digel çu hêvîyek tune be.

Bê zanîna planên mîrekên din, hevkarî ne mimkin e.

Bê zanîna çiya û daristan, neqeb û giran, herêma avzêm û hezekan nabe artêş bi pêş de here.

Bê alîkariya rêzanên herêmî, mirov nikare ji îmkanên araziyê kelk werbigire.

Nezanîna tiştekî ji van pênc faktoran bi serekhevkariyê re ne li hev e.

Stratejiya serekhevkar welê ye ku gava êrîşî welatekî mezin dike, dijmin nikare artêşa xwe seferber bike, dema ew tirsê diêxe nav dijmin, dijmin nikare hevkarên xwe kom bike.

Ew ji bo bi destxistina hevkarî û alîkarî û avahukmraniyê tênakoşe, ew bi hîleyên xwe bawer e. Bi vî awayî tirs dikeve nav dijmin. Bi vî awayî burcên dijmin têne wergirtin û welatê wî tê pelçixandin.

Bê girêdana peymanekê, xelat û fermanê bide eskerên xwe, mîna ku eskerek tenê be, bila welê tevbigerin.

Wazîfe bide wan, bi wan re neaxife.
Bi xelatan wêrekî peyda bike, behsa xisarê meke.

Wan pêrgî mirinê bihêle, ew ê têk neçin.
Wan rastî talûkeyan bihêle, ew ê sax bimînin.
Mirov gava pêrgî talûkeyan tên, hingê ew ji bo serfirazî têdikoşin.

Tiliya eskerekî jêhatî li ser nebzê dijmin e.

Wazîfeya tevgereke eskerî bi niyeta dijmin re qaşo li hev kirin e. Heke te hişê xwe bi temamî dabe ser dijminê xwe, ew hezar mîl li dûrî te be jî, tu dikarî serekên eskerê wî, fermandarên wî, bikujî. Ev serkeftin e di wazîfeya xwe de.

Roja ku şer hate ragihîştin, sînor têne girtin û hemî pasaport têne îptal kirin. Rê li sefîran tê girtin. Ji amadekariyan qesrê haydar bike û li bendî hûrguliyan be.

Deriyê hêzên dijmin vebe, tavilê bikeve hundir.

Pêşî fam bike ka çi dixwazin, dixwazin çi bikin. Ji bo qedera şer xwe adapteyî dijmin bike. Bila bala te lê be ka wî çi divê. Pêşî weke keçeke şermoke be, dijmin bila deriyê xwe ji te re veke. Paşê mîna kerguhekî gêj welê bi lez lêde ku dijmin nikaribe xwe biparêze.

Beşê dozdehan – şewat

Sun Zî dibêje:
Pênc cûre şewat hene:

Ya pêşîn agir bera konên eskeran dayîn e,
Ya duduyan agir bera depoyên xurekê dayîn e,
Ya sisêyan agir bera wasite û alavan dayîn e,
Ya çar û pêncan agir bera depo û sîlehan dayîn e.

Ji bo şewatê bingehek hewce ye û pêdivî bi hin alavan heye. Ji bo şewatê demine guncaw hene, mîna gava ba hebe an jî erd ziwa be.

Ji bo derxsitina şewatê pênc faktor hene:
Dema şewat li kampa dijmin dest pê bike, tavilê ji derve êrîş bike.
Lê heke bi şewatê re artêşa dijmin aram be, hingî êrîş meke, raweste.

Dema şewat belav bibe, heke mimkin be, êrîş bike.

Eger mirov kare ji derve agir bera kampê bide, li bendî şewata li nav qerargahê nemîne. Hew ji bo agir berdanê li bendî dema minasib be.

Bi ba re agir berde.
Li hêla ba tê, raweste.

Bayê bi roj tê demdirj e.
Bayê bi şev tê demkurt te.

Divê artêş zanibe ku ev pênc cûre êrîşên şewatê hene û divê di hesêb de bin.

Yê ji bo êrîşê agir bi kar tîne şareza ye.

Yê di êrîşê de avê bi kar tîne hew xurt e.

Av kare pêşî li dijmin bigire lê nikare weke agir bi wî bigire û bikuje.

Yê şer kiriye û bi serketî ye, bi êrîş re xenîmet bi dest xistiye, divê xelatan bide eskerên xwe, an na dê nebextewarî bibe para wî. Dê pêşketin û serfirazî domdar nebe.

Loma tê gotin: Mîrê şareza amade dike, general hatinê zêde dike.

Kar têde nebe esker tev nagere, qezenc bi xwe re livê tîne, talûke tune be şer nabe.

Çênabe mîr ji ber hêrsbûnê artêşê seferber bike û tûrebûna rêberên eskerî bibe sebebê şer.

Bi fêde re lihevkirî be, mirov tevdigere, an na mirov xwe radigire.

Hêrs kare veguheze bextewarî û tûrebûn kêfxweşî; lê welatekî jidestçûyî û yên mirî nayêne vejandin.

Mîrê zana bi bal e, generalekî baş bi tedbîr e.

Ev e prensîbên welatekî aram û aşt.

Beşê sêzdehan – casûsî

Sun Zî dibêje:

Lêçûya seferberiya sed hezar peya û rêkirina wan ya ji bo hezar mîlî ji bo xelkê û dewletê rojane hezar zêr dike. Li qesrê û derveyî wê ev tişt dibe sebebê qirqilînê. Heft sed hezar malbat ji debara xwe bêpar dimînin.

Mirov bi salan xwe amade dike da ku roja şer serfiraz be. Heke mirov ji bo agahdariyên der heqê dijmin de xwe ji mesrefê bide alî ev tiştekî ne mirovane ye. Yekî welê ne rêberê xelkê ye, bi kêrî dewletê nayê û serfiraz nabe.

Ya ji bo birêvebirên şareza û generalekî jîrek serfiraziyên nedîtî amade dike, pêşagahdarî ne.

Mirov bi rêya xeyalet û ruhan, an jî bi berhevdan û hesabê, îstîxbaratê wernagire, hew mirov kare ji kesên ji rewşa dijmin agahdar îstîxbaratê werbigire.

Pênc cûre casûs hene:
Casûsên deverî, casûsên daxilî, casûsên dualî, casûsûên mirî û yên zindî.

Gava ev her pênc casûs jî li kar bin kes nikare metoda wan zanibe. Ji vê re ”marîonetên Xwedê” tê gotin û ji bo mîr pir hêja ne.

Casûsên deverî ji nav xelkê deverê, yên daxilî ji nav karmendên dijmin, casûsên dualî jî ji casûsên dijmin têne peyde kirin. Casûsên mirî agahdariyên xelet didin casûsên dijmin. Yên zindî jî ji bo agahdariyên muhîm vedigerin.

Loma di nav artêşê de ji casûsan pêştir bi kesî re miamele nabe. Tu kes bi qasî wan xelatan wernagire. Çu kar ji karê casûsî veşartîtir nîne.

Yên nefamkar, yên cahil, kesên ji hîsên zirav bêpar nikarin casûsan bi kar bînin. Bê dekûdolaban mirov nikare rastiyê hîn bibe. Ev babeteke muhîm e, casûs li hemî deveran agahdariyên muhîm peyde dikin.

Berî ku plan bi cîh bibe heke ew bê îfşa kirin, divê casûs û kesên bihîstine tev bêne kuştin.

Dema bixwazî êrîşê artêşekî bikî, dor li bajarekî bipêçî, an jî yekî bikujî, divê ewil zanibî ka fermandarên bajar diparêzin kî ne, cîhgirên wan kî ne, serlêderên wan kî ne, dergevanên wan kî ne, berdestên wan kî ne. Naxwe divê casûs van agahdariyan ji te re peyde bikin.

Divê mirov wan casûsan peyde bike ku ji alî dijmin hatine şandin, xelatê bide wan, ji bo bi mirov re bimînin wan bixapîne. Bi vî awayî mirov kare wan weke casûsên dualî bi kar bîne. Bi agahdariyên wan mirov dikare casûsên deverî û yên daxilî diyar bike, agahdariyên bi rêya wan bi dest bixe, bi rêya casûsên mirî ji dijmin re bişîne. Bi agahdariyên li ber dest bila casûsên mirov karê xwe bikin.

Mîr an jî fermandar divê miheqeq pêgirê van pênc cûre casûsiyan be. Û hemî ev agahdarî xwe disipêrin casûsên dualî. Loma divê mirov bi casûsên dualî re miameleyeke baş bike.

Hew mîrê şareza û generalê jîr kare casûsên herî bi aqil bi kar bîne û ji serfiraziya xwe bawer be.

Ev ji bo hemî hunera şer hewce ye û herî zêde ji artêşê re pêdivî ye.

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s