CÎNAVÊN KURDÎ – PEYDABÛN Û BIKARANÎNA WAN

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 6

_____________________________________________

husein muhammed

Husein Muhammed

 

  1. MIJAR Û PEYVNASIYA WÊ

 

Di zimannasî û rêzimanê de, cînav (bi inglîzî pronoun) ew peyv in ku dikarin cihê navdêran yan jî komikên navdêran. Navê cînavan jî ji vê tê: cî-nav anku cîgirên navan yanî peyvên ku cihên navan/navdêran digirin.

Cînav yek ji komên serekî yên birrên peyvan in (li gel navdêr, lêker, rengdêr û hokeran.) Cînav bi xwe ji çendîn jêrkoman pêk tên:

  • cînavên kesî (bi inglîzî personal pronouns): ez/min, tu/te, em/me, hûn/we, ew/wê, wî, wan
  • cînavê lêveger (reflexive pronouns): xwe
  • cînavên beramberiyê (reciprocal pronouns): hev, hevdu, hevûdin, yekûdu…
  • cînavên nîşander (demonstrative pronouns): ev, ew, vê, vî, van, wan…
  • cînavên pirsyarkî (interrogative pronouns): kî, çi, kîjan…
  • cînavên têkiliyê (relative pronouns): yê ku, ya ku, yên ku…
  • cînavên nediyar (indefinite pronouns): her, ti, hin, ya/yê/yên din…

Di rêzimannasiya kurmancî de çendîn formên peyva cînav hatine bikaranîn: cînav, cînavk, cihnav, cihnavk. Forma soranî bi piranî ”cênaw” e. Ji bilî van, herwiha peyva ”pronav” ji ”pro-” ya ewropî (bidin ber ”pronom” ya fransî yan ”pronoun” ya inglîzî) û ”nav” anku ”navdêr” ji aliyê Celadet Bedirxan ve hatibû çêkirin û bikaranîn û heta vê dawiyê jî hin kes bi kar tînin lê xebitandina wê ber bi kêmbûnê ve ye. Herwiha peyva ”zemîr” ya erebî (carinan di bin tesîra tirkî de bi forma ”zamîr”) jî di rêzimannivîsîna kurdî de (b taybetî di zazakî de) tê emilandin.[1]

Di vê vekolîna xwe de em ê ji van peyvan forma “cînav” bi kar bînin hem ji ber ku ew ji yên din kurttir û siviktir e û hem jî bi taybetî ji ber ku li gor lêgerînên me ew di rêzimannivîsîna kurmancî de niha ji formên din zêdetir tê bikaranîn. Bo nimûne, di lêgerînên bi alîkariya Google, mirov dikare bibîne ku ”cînav” beramberî van peyvên din di kurdî de serdest e.

Li cihê peyva “kesî” di gotina “cînavên kesî” de ji aliyê hin nivîskaran ve peyvên “kesîn” yan “kesane” jî hatine bikaranîn. Herwiha hin caran peyva erebî “şexsî” jî bi heman wateyê tê nivîsîn.

Di warê cûreyên cuda-cuda yên cînavan de termînolojiya me hê baş cihê xwe negirtiye bi taybetî jî ji ber ku – ji bilî cînavên kesî –cînavên din yên kurdî kêm hatine vekolîn. Yek ji kêm kesên ku ew bi piralî li ser parvekirina cînavan rawestiye û hewl daye navên zimannasî jî ji komên cuda yên cînavan re peyda bike, Deham Ebdulfettah e di kitêba xwe “Cînav di Zimanê Kurdî de”.[2]

Bi qasî ku mimkin be, em ê termînolojiya heyî û cihgirtî bi kar bînin. Eger navê komeke yan diyardeyeke têkilî cînavan cihê xwe negirtibe û çendîn peyvên cuda di nav rêzimannivîsên me de bên bikaranîn, em ê tê bikoşin li gor şertên peyvsazî û watenasî forma maqûl bibijêrin. Eger du yan zêdetir formên baş hebin, em ê ya zêdetir li kar bixebitînin.

Carinan hin peyv hatine çêkirin lê li gor peyvsaziya xwe yan jî watenasiya xwe, bi qenaeta me, ne di cih de ne. Hingê em ê diyar bikin ka ew çima bi kêr nayên û hewl bidin li gor zimanên din, bi taybetî li gor inglîzî, navekî nû jê re çêkin.

  1. EV VEKOLÎN Û YÊN BERÎ WÊ

Cînav yek ji birrên serekî yên peyvan in (li gel navdêr, lêker, rengdêr û hokeran). Lom hema-hema di her rêzimannameya kurdî de behsa wan jî tê kirin. Lê dîsa jî bi dîtina me vekolînên têr û tesel hê li ser vê mijara bingehîn nehatine encamdan.

Tek berhema taybet li ser cînavên kurmancî kitêboka “Cînav di kurdî de” ya Deham Ebdulfettah e. Wek din, cînav tenê wek beşek ji rêzimana kurdî, bi kurtî, di kitêbên rêzimanê de ketine ber vekolîn û nivîsînê.

Nivîsîna li ser cînavên kurdî heta niha bi giranî li ser cînavên kesî û mijara çemandina anku tewandina wan rawestiyaye. Cînavên din bi kurtî tên behskirin an jî heta bi temamî tên piştguhxistin. Ew ne baş hatine rêzkirin, ne sinifandin û ne jî bikaranîna wan ya cuda di ware çemandinê de bûye mijara vekolînên kafî.

Cînavên kesî wek raveker hatine behskirin (bo nimûne “kitêba min”) lê ne wek raveber (bn. “ez ê reben”, “tu yê hêja”).

“Vekolînên” li ser cînavan yên heta ji vekolînên zimannasî zêdetir ferzkirinên “filan awa rast e, bêvan şêwe şaş e”. Cînavên devokî nehatine vekolîn – her kesî tenê behsa formên “standard” û “rast” kiriye.

Berhevdana cînavên kurdî/kurmancî di navbera zar û zimanên din de yan kêm in yan qet peyda nabin. Peydabûna cînavên kurdî anku etîmolojiya wan nehatiye vekolîn. Rastnivîsîna cînavan – bi taybetî nivîsîna wan û peyvên din ji hev cuda yan bi hev re (“ez ê biçim” yan “ezê biçim”, “tu yê hêja” yan “tuyê hêja”) nehatine behskirin.

Yek ji mijarên kêm-vekolandî, bi dîtina me, kurtbûn û ketina yan kurtkirin û xistina cînavan e. Herwiha kirpandina cînavên kurdî jî heta niha bi qasî pêwîst bala zimannasên kurd û biyanî nekişandiye ser xwe.

Ev vekolîna me ne ji valahiyê dest pê dike. Me hewl daye hem encamên vekolînên cuda-cuda yên li ser zimanê kurdî bi vê vekolînê bigihînin hev, hem wan di vekolîn û sinifandina wan de vekolînên navneteweyî yên derbarê cînavan[3] li ber çavan bigirin û hem jî dîtinên xwe di gelek warên hê di kurdî de venekolandî pêşkêş bikin.

 

  1. CUDAHIYA CÎNAVAN JI BIRRÊN DIN YÊN PEYVAN
    • Wekheviyên cînav û navdêran

Ji nav birrên din yên peyvan (navdêr, rengdêr, hoker, lêker), cînav bi taybetî dişibin navdêran. Hem navdêr û hem jî cînav:

  • dikarin wek biker (kirde, subjekt, fail) bên bikaranîn:
    • Heval dibêjin
    • Ew dibêjin
  • dikarin wek berkar (bireser, objekt, mefûl) bên xebitandin:
    • hevalan dibînim
    • wan dibînim
  • xwedî formên neçemandî (netewandî) û çemandî (tewandî) ne:
    • heval à hevalê, hevalî, hevalan
    • ew à (e)wê, (e)wî, (e)wan
  • xwedî formên yekhejmar û pirhejmar in:
    • sêvekê / sêvan, bajarekî / bajaran…
    • wê / wan, ez / em, tu / hûn…

Ji xwe – wek ku ji navê cînavan jî diyar e – cînav li cihê navdêran tên bikaranîn:

  • heval dibêjin à ew dibêjin

Herwiha cînav li cihê komikên navdêrî (noun phrases) jî bên bikaranîn. Mebest ji “komika navdêrî” navdêrekî raveber û ravekerên wî ne. Bo nimûne (di nimûneyan de komika navdêrî di nav kevanên kujîdar […] de hatiye nivîsîn:

  • [bira] hat à ew hat
  • [birayê min] hat à ew hat
  • [birayê mezin] à ew hat
  • [birayê min ê mezin] hat à ew hat
  • [birayê min ê mezin yê pir hêja] hat à ew hat

 

 

  • Cudahiyên cînav û navdêran

Tevî gelek wekheviyan jî, dîsa cînav û navdêr bi çend awayên giring ji hev cuda ne:

Ji aliyê çemandinê ve navdêr bi piranî li gor heman rêbazê diçemin lê çemîna cînavan bi piranî awarte û istisnayî ye, ne li gor ti qeydên diyar in. Piraniya navdêran li gor mêyîtî, nêrîtî û pirhejmariyên paşgirên “-ê, -î, -an” di halê çemandî de werdigirin:

  • sêv (mê) à sêvê, sêvan
  • bajar (nêr) à bajarî, bajaran

Lê çemandina cînavan kêm-zêde “keyfî” ye û ne bi ti qeydên giştgir e:

  • ez à min
  • tu à te
  • em à me
  • hûn à we
  • ew à wê / wî / wan

Lê di çemandina kesê sêyem “ew” de cînav jî di rastiyê de dişibin çemîna navdêran. Tarîxiyen formên çemandî yên cînavê “ew” wiha bûn: “ewê, ewî, ewan”. Heta niha jî ew li gelek deveran li kar in lê formên “wê, wî, wan” serî ji wan standiye formên qusandî “wê, wî, wan” niha serdest in. Mirov dikare bi hêsanî bibîne ku varyantên “wê, wî, wan” li gor çemandina navdêran in:

  • ew à ewê (bidin ber: sêv àsêvê) à wê
  • ew à ewî (bidin ber: şêr à şêrî) à wî
  • ew à ewan (bidin ber: gund à gundan) à wan

Ji hêla watenasî ve navdêr binaverok in, naveroka cînavan tenê ji pêşrewa wê diyar dibe. Mebest ji vê ew e ku naveroka navdêrekê ne giranî bi hevokê ve girêdayî ye. Bo nimûne, bêyî ti hevokekê jî, wek peyveke bi tenê jî em ê kêm-zêde fehm bikin ka mebest ji “sêv” an “heval” çi ye. Lê wate û naveroka cînavan, bo nimûne ya peyva “ew” “vala” ye: bêyî kontekstê, ti tişt ji peyva “ew” nayê fehmkirin.

Naveroka cînavan ji pêşrew an antesedenta (bi inglîzî antecedent) wê diyar dibe. Di zimannasiyê de mebest ji pêşrewê ew navdêr an komika navdêrî ye ku paşî cînav li cihê wê tê bikaranîn. Bo nimûne:

  • Xox xweş in. Evîndarê wan (Xox pêşrew anku antecedent e û wan cînav e.)
  • Dotmama min a delal helbestvan e. du dîwan dane çapkirin. (Dotmama min a delal pêşrew e û jî cînav e ku cihê dotmama min a delal)

Ji aliyê berfirehbûnê ve navdêr berfirehtirîn anku mezintirîn birra peyvan e lê cînav dikarin wek biçûktirîn an tengtirîn birra peyvan bên hejmartin. Navdêr herwiha birreke vekirî ne lê cînav birreke girtî ne. Mebesta me ji “vekirî” ew e ku peyvên nû (“endamên nû”) dikarin li komê zêde bibin. Navdêr ji her birra din ya peyvan pêşwazîkertir e anku hêsantir peyvên nû yên çêkirî yan jî ji zimanên din wergirtî qebûl dike.

Mebest ji “cînav birreke girtî ne” jî ew e ku cînav birreke peyvan a wisan in ku qet (yan bi hêsanî) peyvên nû lê zêde nabin.

Ji aliyê dîrokî ve cînav xweragir û navdêr veguhêzbar in: Piraniya cînavên kurdî ji zemanê makezimanê proto-hindûewropî heta niha di kurdî de hene. Ne hejmareke mezin ya cînavên nû lê zêde bûye û ne jî jê ketiye.[4] Berevajî wan, piraniya navdêrên kurdî yên niha ne ji proto-hindûewropî ne anku yan bi nisbî nû hatine çêkirin yan jî bi hin peyvên ji hin zimanên din hatine veguhastin.

Ji aliyê avanî (struktûr) yan dirêjahiya xwe ve cînav bi piranî ji navdêran kurttir in. Piraniya cînavên bingehîn yên kurmancî du- yan sê-herfî ne:

  • duherfî: ez, tu / te, ew / wê / wî, em / me, we
  • sêherfî: min, hûn, wan

Heta ji ji hin ji van cînavên sêherfî re jî di zimanê devkî de formên “mi, wa” yê duherfî hene.[5] Li aliyekî din, di hin devokan de varyantên 4-herfî jî peyda dibin (forma kurmanciya standard di kevanokan de):

  • “hewe” (we) di hin devokên kurmanciya rojhilatî de (bo nimûne li Dihokê)
  • “vêna, vîna, vêya, viya, wêna, wîna, wêya, wiya” (vê, vî, wê, wî) di hin devokên kurmanciya navendî de (wek mînak li Mêrdînê)[6]
  • “wana, vana” (wan) di çendîn devokan de[7]

Di hin devokên sinorî yên navbera kurmancî û soranî de li herdu aliyan heta cînavekî pêncherfî jî heye: “hingo” ku formeke neçembar ya li cihê “hûn, we” yên kurmanciya standard in.

Herçi navdêr in, ew di kurdî de bi piranî ji sê yan zêdetir dengan/herfan pêk tên tevî ku hin navdêrên duherfî peyda dibin.

Hemû cînavên neçemandî û çemandî bi formên xwe yên serdest di kurmanciya nivîskî de yekkîteyî ne (li gor devokan û di soranî de herî zêde dukîteyî). Piraniya navdêrên xwerû yên bingehîn jî di kurdî de yekkîteyî ne lê hemû navdêrên çemandî bi kêmî dukîteyî ne. Herwiha hemû navdêrên pêkhatî jî dukîteyî yan pirkîteyî ne.

Ji aliyê ravekirinê ve. Pevgirêdana navdêran wek raveber bi navdêr, cînav an rengdêrên ravekerên wan ve di kurdî û piraniya zimanên îranî de diyardeyeke giştî û berbelav e. Di ravek an ravekirina navdêran de peyva serekî li destpêkê ye û ravekera wê an şirovekera wê – ya ku maneyeke taybet didiyê – li pey tê. Bo nimûne:

  • sêva Fatê (ne her sêv)
  • sêva wê (ne her sêv yan ne sêvên kesên din)
  • sêva sor (ne sêvên ji rengên din

Di nimûneyên me de “sêv” raveber e anku dikeve ber ravekirin û şirovekirinê û “Fatê, wê, sor” raveker in anku wê rave / şirove dikin: li vê derê xwediya sêvê yan rengê sêvê diyar dikin.

Wek prensîp, cînav jî di kurdî dikarin bibin raveber:

  • ez ê reben
  • tu yê hêja
  • ew a min
  • ew ê sor

Lê peyvên ku ravekeriyê re ji cînavên “ez, ew, em, hûn” re dikin di pratîkê de kêm in. Ravek wek prensîp li gel cînavê “ew” (nêr, mê, pirhejmar) zêdetir heye lê di pratîkê de bi taybetî kurmanciya navendî û ya nivîskî hingê cînavê “ew” diavêje û tenê cînavên têkiliyê “(y)ê, (y)a, (y)ên” bi kar tîne:

  • ew ê hêja à yê hêja, ê hêja
  • ew a sor à ya sor, a sor
  • ew ên mezin à yên mezin, ên mezin

Ji hêla berhevdanê ve jî cudahiyên navdêr û cînavan hene. Gelek ji navdêrên kurdî dikarin bêyî ti pêşgir an paşgirên peyvsaz wek rengdêr jî bên bikaranîn û berhevdan. Bo nimûne, “şêr, ker, piling, kûçik” navên hin heywanan in anku ji aliyê birrên peyvan ve navdêr in lê ew di heman demê de dikarin wek rengdêr jî bên bikaranîn:[8]

  • şêr: wêrek
  • ker: bêaqil

Heman peyv dikarin wek rengdêran bên berhevdan:

  • “şêr, şêrtir, şêrtirîn, herî şêr” wek “mezin, mezintir, mezintirîn, herî mezin”.

Lê cînav wiha nayên berhevdan:

  • “ez, *eztir, *eztirîn, *herî ez”

 

 

  1. CÎNAVÊN KESÎ

 

  • Cînavên kesî di kurdî de

Mebest ji cînavên kesî ew cînav in ku dikarin cihê navên kesan bigirin.

Cînavên kesî di kurmancî de “ez, tu, em, hûn, ew” û formên wan yên çemandî “min, te, me, we, wê/wî/wan” in. Ev formên serdest yên kurmanciya nivîskî ne. Bo varyantên cuda yên devokî û zaravayên din yên kurdî, li jêrtir binêrin.

Di rêzimannivîsîna kurmancî de gelek caran behsa cudakirina cînavan li gor formên wan yên xwerû/neçemandî (netewandî) û çemandî (tewandî) tê kirin. Lê ev tenê yek ji awayên parvekirina cînavan e. Di kurmancî de cînav (hemû yan hin ji wan) dikarin li gor çend rêbazan bên parvekirin

  • hejmara rêzimanî: yekhejmar “ez/min, tu/te, ew/wê/wî” û pirhejmar “em/me, hûn/we, ew/wan”
  • kesê rêzimanî: kesê yekem (ez), kesê duyem (tu), kesê sêyem (ew)
  • cinsê rêzimanî: bo nimûne mê “wê” û nêr “wî”

 

Di kurmancî de du desteyên cînavan hene. Yek ji wan xwerû ye yan neçemandî ye (netewandî ne), yên din jî çemandî ne (tewandî ne). Di tabloya li jêr de em ê formên serdest di kurmanciya nivîskî de wiha ne (bo formên devokî li jêrtir binêrin):

 

cînav neçemandî çemandî
  1. yekhejmar
ez min
  1. yekhejmar
tu te
  1. yekhejmar
ew wê / wî
  1. pirhejmar
em me
  1. pirhejmar
hûn we
  1. pirhejmar
ew wan

 

Wek ku ji tabloyê diyar e, formên çemandî di hemû cînavan de ji formên neçemandî cuda ne. Di kesên yekem û duyem de yên yekhejmar (1. ez/min 2. tu/te) ji yên pirhejmar (1. em/me 2. hûn/we) cuda ne.

Lê kesê sêyem yê yekhejmar yê neçemandî û kesê sêyem yê pirhejmar yê neçemandî herdu jî wek hev in anku ”ew” in. Lê dîsa di halê çemandî de ew jî ji hev cuda ne: yekhejmar ”wê/wî”, pirhejmar ”wan”.

 

  • Mane û mebesta cînavên kesî

ez / min

Di zimannasiyê de cînavê ”ez / min” bi navê ”cînavê yekem yê yekhejmar” tê nasîn. ”Ez” cînavê yekem yê yekhejmar yê xwerû yan neçemandî ye û ”min” jî cînavê yekem yê yekhejmar yê neçemandî anku netewandî ye.

Ev cînav hingê tên bikaranîn dema ku qiseker behsa xwe dike:

  • Ez kurd im.
  • Ez van tiştan dinivîsim.
  • Ehmed min nas dike.
  • Min got.

Anku qiseker (kesa/ê ku diaxive) û qiseber (kesa/ê ku behsa wî tê kirin) eynî ye û keseke/î bi tenê ye. Ew dikare mêr an jî jin be. Ji bilî di hin çîrokên xeyalî de, ew illeh mirov e (ne heywanek an tiştek e) ji ber ku tenê mirov diaxivin û bi zimanê me behsa xwe dikin.

 

tu / te

Navê cînavê ”tu, te” di zimannasiyê de cînavê duyem yê yekhejmar e. ”Tu” cînavê duyem yê yekhejmar yê xwerû anku neçemandî / netewandî ye. ”Te” jî cînavê duyem yê yekhejmar yê çemandî yanî tewandî ye.

Ew cînav hingê tê bikaranîn gava ku qiseker behsa guhdarê gotinên xwe dike:

  • Tu kurd î.
  • Tu van tiştan dinivîsî.
  • Ehmed te nas dike.
  • Te got.

Kesa/ê qiseber bi xwe guhdara/ê yan xwandevana/ê gotinê ye û keseke/î bi tenê ye. Ew dikare mêr an jî jin be. Bi piranî ”tu, te” mirovek e. Lê hem di hin çîrokên xeyalî de û hem jî di hin axiftinên mirovan yên ji heywanên kedî re de, ”tu, te” dikare heywanek jî be. ”Tu, te” dikare herwiha dikare herwiha Xwedê yan jî xwedawendekî / îlahekî din jî be ku mirov daxwaz û ricayên xwe jê dike. Bo nimûne:

  • Xwedêyo, tu xêr bikî.
  • Xwedêwo, ez ji te rica dikim ku gunehên min efû bike.

Carinan bi merema ihtiram û rêzgirtinê ev cînav di nava hevokê de jî (ne tenê li destpêka hevokê) bi T-ya gir tê nivîsîn. Bi taybetî gava ku mebest jê Xwedê ye, wisa tê kirin. Lê gelek caran di nameyan de ji kesên qedirgirtî yan hêjadîtî jî wisa tê bikaranîn. Vê dawiyê bi vê mebestê, gelek caran li cihê cînavê ”tu, te”, cînavê ”hûn, we” tê xebitandin (li jêrtir binêrin).

 

em / me

Navê cînavê ”em, me” di zimannasiyê de ”cînavê yekem yê pirhejmar” e. Bi gotineke din, ew formên pirhejmar yên cînavê ”ez, min” in.

”Em” cînavê yekem yê pirhejmar yê xwerû yan neçemandî ye û ”me” jî cînavê yekem yê pirhejmar yê neçemandî anku netewandî ye. Cudahiya cinsê rêzimanî di vî cînavî de jî peyda nabe. Anku ”em, me” dikarin hemû jin bin, hemû mêr bin an jî hinek jê jin û hinek jî mêr bin.

Cînavê ”em, me” hingê tê gava ku mexseda qiseker yek ji van komên mirovan be:

  • qisekerek û guhdarek (em = ez û tu)
  • qisekerek û çend guhdar (em = ez û hûn)
  • çend qiseker û çend guhdar (em = em û hûn)
  • çend qiseker û guhdarek (em = em û tu)
  • qiseker û yek an çend kesên din yên wek qisekerê/î lê ne guhdar (em = ez û ew)

Carinan cînavê ”em” bi maneya qiseker an nivîser tenê jî tê bikaranîn. Ew carinan bi mebesta mezinahiya xwe qisekerî/qisekerê lê carinan jî bi merema nefsbiçûkiya qisekerê/î tê xebitandin:

  • Xwedê di Qur’anê de bi piranî cînavê ”Em, Me” bi kar tîne gava ku mebest jê Xwedê bi tenê ye. Gelek caran paşa û şabanû jî heman formê diemilînin. Ev awa bi mebesta mezinahî û ezametê ye.
  • Qiseker û nivîser gelek caran cînavên ”em, me” dibêjin an dinivîsin tevî ku mebesta wan kesek bi tenê ye jî: ”di vê vekolîna me de” (tevî ku nivîser kesek bi tenê be jî). Ev bikaranîn bi qesta nefsbiçûkiyê ye û bi merema rêgirtina li ber xwemezinkirinê yan xwedanpêşiyê ye ji ber ku hingê cînavên ”ez, min” nayên bikaranîn.

 

hûn / we

Cînavê ”hûn, we” di zimannasiyê de bi navê ”cînavê duyem yê pirhejmar tê nasîn. Bi gotineke din, ew formên pirhejmar yên cînavê ”tu, te” ne.

”Hûn” cînavê duyem yê pirhejmar yê xwerû yan neçemandî ye û ”we” jî cînavê duyem yê pirhejmar yê neçemandî anku netewandî ye. Cudahiya cinsê rêzimanî di vî cînavî de jî peyda nabe. Anku ”hûn, we” dikarin hemû jin bin, hemû mêr bin an jî hinek jê jin û hinek jî mêr bin.

Hejmara kesên ku bi cînavên ”hûn, we” tên behskirin an gazîkirin, dikarin du yan zêdetir bin. Mimkin e ku hemû hazir û guhdar bin yan jî wergirên heman peyamê bin. Lê herwiha gengaz e ku tenê yek yan jî tenê hinek ji wan kesan guhdar an wergirên peyamê bin lê mebesta ”hûn, we” herwiha kesên din jî yên wek wan bin.

Cînavê ”hûn, we” vê dawiyê li ber modela hin zimanên ewropî herwiha bi merema ihtiram û qedirgirtinê hingê jî tê bikaranîn ku guhdar an wergirê peyamê tenê kesek be. Ev awayê bikaranînê di kurdî de bi rêjeyî nû ye, van dehsalên dawiyê belav bûye. Hin kes bawer dikin ku ew ji tirkî ye û loma bikaranîna wê di kurdî de rexne dikin. Lê eger kurdî ew vê dawiyê ji tirkî wergirtibe jî, ew usûleke navneteweyî – xaseten rojavayî – ye û tirkî jî ew ji fransî yan jî ji zimanekî din yê ewropî wergirtiye. Di fransî, almanî û gelek zimanên din de bêihtiramî ye eger mirov ji kesekî ji xwe mezintir yê ne zêde bernas re cînavê ”tu, te” bi kar bîne û herdem divê bi cînavê ”hûn, we” bên xîtabkirin. Di inglîzî de ev bûye sebebê wê ku cînavê ”thou, thee” (tu, te) bi temamî ji rewacê ketiye û bi mebesta ”hûn, we” û ”tu, te” jî herdem cînavê ”you” tê bikaranîn ku bi eslê xwe tenê maneya ”hûn, we” dida.

Eger bikaranîna ”hûn, we” bi mebesta tenê kesekî di kurdî de nû be jî, êdî cihê xwe digire, li gor modeleke pirzimanî û navneteweyî ye û hewldana rêgirtina li ber wê bikaranînê bêkêr e.

 

ew / wê, wî, wan

Cînavê ”ew” û formên wî yên çemandî ”wê, wî, wan” di zimannasiyê de bi navê ”cînavê sêyem” tên nasîn. ”Ew” cînavê sêyem yê xwerû anku neçemandî ye, formên ”wê, wî, wan” jî cînavên sêyem yên çemandî ne.

”Ew” û formên wî yên çemandî hingê tên bikaranîna gava ku behsa keseke/kesekî ku ji bilî peyamder (kesa/ê ku diaxive yan dinivîse) û peyamwergir (kesa/ê ku axiftinê dibihîze yan peyamê dixwîne) tê kirin. Kesa/ê qiseber anku kesa/ê behsa wê/wî tê kirin dikare bi xwe jî amade û bihîzer (guhdar) be lê ew di axiftinê de ne mixatebê serekî ye anku yekser ji kesekî din re tê axiftin.

Formên çemandî yên cînavê sêyem li gor hejmara rêzimanî û herwiha cinsê rêzimanî tê ferqkirin.

  • ”wê” cînavê sêyem yê çemandî yê yekhejmar yê mê ye
  • ”wî” cînavê sêyem yê çemandî yê yekhejmar yê nêr e
  • ”wan” cînavê sêyem yê çemandî yê pirhejmar e

Anku di halê çemandî de bo jinekê forma ”wê”, bo mêrekî şiklê ”wî” û bo du yan zêdetir kesan jî (mêr bin an jin an jî komeke tevlihev ya jin û mêran) peyva ”wan” tê xebitandin:

  • wê jinê
  • wî mêrî
  • wan mirovan

Ev cudahiya cinsî di cînavên ”min, te, me, we” de di kurdî de peyda nabe.

Cudahiyeke din jî ya cînavê sêyem ji cînavên yekem û duyem ew e ku cînavê sêyem (anku ”ew” û formên wî yên çemandî) ne tenê bi merema mirovan lê herwiha ya heywan û tiştan jî tê emilandin:

  • wî berazî, wî xanî
  • wê bizinê, wê malê

Cînavê ”ew” û formên wî yên çemandî ne tenê cînavên kesî ne lê di heman demê de cînavên nîşander in jî (li jêrtir binêrin).

 

  • Cînavên kesî di devokên kurmancî de

Mirov dikare desteya neçemandî ya cînavên kesî yên neçemandî di devokên kurmancî de wiha rêz bike:

standard ez tu ew (yekhejmar) em hûn ew (pirhejmar)
bi nivîskî carinan wez[9] tû, ti ew hun, hon, win
bakurî[10] ez tu, ti ew em hûn ew, wana, ewana[11]
rojhilatî[12] ez tu, tû ew em hün, hwîn, hîn, hingo ew
navendî[13] ez tu, ti ew em hun, win ew
rojavayî[14] ez tu, ti ew em hûn wana, ewana

 

Desteya cînavên çemandî jî dikarin wiha werin bên rêzkirin:

standard min te wê (mê),

wî (nêr)

me we wan
bi nivîskî carinan mi[15] ewê,
ewî
ewan, wana
bakurî mi, min te ew me we wan, wana, ewan, ewana
rojhilatî min, mi te ew me hewe, we, hingo wan, ewan, wa
navendî min, mi te wê, wêya, wêna,
wî, wîya, wîna[16]
me we wan, wana, ewan, wa
rojavayî mi, min te wê,
me we wana, ewana

 

 

  • Cînavên kesî di zarên kurdî de

 

Di zaravayên kurdî de du pergal û sîstemên cuda yên cînavan hene. Kurmancî û zazakî du desteyên cînavên serbixwe bi kar tînin ku yek jê xwerû yan neçemandî ye û li cihê navdêrên neçemandî digire û desteya din jî çemandî anku tewandî ye û li şûna navdêrên çemandî tê xebitandin. Di soranî, başûrî û hewramî de jî du desteyên cînavan hene: yek serbixwe tê bikaranîn. Desteya bi pey hin birrên din yên peyvan (navdêr, daçek, rengdêr) ve tên girêdan.

Mirov dikare cînavên zaravayên kurdî wiha rêz bike (tenê formên serdest ji her zaravayî hatine bijartin). Di nimûneyan de formên neçemandî yên kurmancî û zazakî û herwiha formên serbixwe yên soranî, başûrî hewramî berî nîşana | hatine nivîsîn û formên çemandî yên kurmancî û zazakî û formên pêvekirî (girêdayî, zeliqandî) yên soranî, başûrî û hewramî li pey | hatine danîn:

kurmancî zazakî[17] soranî başûrî[18] hewramî
ez | mi(n) ez | mi(n) min | -(i)m mi(n) |-(i)m min | -(i)m
tu | te ti | to to |-(i)t tu | -(i)d to | -(i)t
ew | wê / wî a / o | aye / ey[19] ew(e) | -î / -y[20] ew(e) | -î / -ê[21] êd / êde[22] | -(i)ş
em | me ma | ma ême | -man îme | -(i)man ême | -mã[23]
hûn | we şima | şima êwe | -tan îwe | -(i)dan şima | -tã
ew | wan ê | înan ewan | -yan ewane | -(i)yan êdê | -şã

 

 

Wek ku tê dîtin, piraniya cînavan di lehceyên me de dişibin hev lê herwiha cudahî jî di navbera wan de hene. Me li jor diyar kir ku di kurmancî û zazakî de herdu desteyên cînavan ji peyvên din cuda tên nivîsîn lê di lehceyên din de desteyek serbixwe û desteya din jî bi birrên din yên peyvan ve tê nivîsîn. Ew giringtirîn cudahiya cînavan di navbera zaravayên kurdî de ye. Lê çendîn cudahiyên din jî yên giring hene ku em ê li vê derê rêz bikin:

  • Ji aliyê bikaranînê ve cînavên xwerû / neçemandî yên kurmancî û zazakî hevwateyên cînavên serbixwe yên lehceyên din in lê ji aliyê etîmolojî ve gelek ji cînavên serbixwe yên soranî, başûrî û hewramî hevrehên (lê ne hevwateyên) cînavên çemandî yên kurmancî û zazakî ne. Bo nimûne: cînavên kurmancî yên çemandî ”min, me, we, (e)wan” bi zelalî hevrehên cînavên serbixwe yên soranî ”min, ême, êwe, ewan” in. Ev cînavên soranî di bikaranînê de destebirayên cînavên kurmancî yên xwerû ”ez, em, hûn, ew (pirhejmar)” in lê bi şikil û rehên xwe zêdetir nêzîkî ”min, me, we, wan” yên hevwateyên ”-m, -man, -tan, -yan” yên soranî ne. Lê cînavên kurmancî yên xwerû ”tu, ew (yekhejmar)” hem hevreh û hem jî hevwateyên ”to, ew” yên soranî ne.
  • Ji aliyê diyar(ne)kirina cinsê rêzimanî ve jî cînavên lehceyên kurdî ji hev cuda ne. Di soranî û başûrî de cinsê rêzimanî peyda nabe loma cînavên wan jî bêcins in. Kurmancî tenê di doxê / halê çemandî de cinsê rêzimanî diyar dike loma cînavê sêyem yê yekhejmar formeke mê (”wê”) û formeke nêr (”wî”) hene. Lê cînavên din (ez/min, tu/te, em/me, hûn/we, ew/wan) hemû bêcins in. Di zazakî de cins hem di doxê xwerû û hem jî di yê çemandî de diyar dibe loma cînavê sêyem yê yekhejmar hem di rewşa xwerû de û hem jî di halê çemandî de xwedî formên cuda yên mê û nêr e. Wek din, di zazakî de jî cînav bêcins yan ducins in.[24] Hewramî jî di meseleya cinsê cînavan de wek zazakî ye.
  • Cînavê ”ez” tenê di kurmancî û zazakî de hatiye parastin. Ew herwiha ji farisî jî winda bûye lê di gelek zimanên îranî yên kevn û navîn de diyar e û hevrehên wî di piraniya zimanên hindûewropî de peyda dibin (li jêrtir binêrin).
  • Cînavê ”hûn” yê kurmancî û ”şima” yê zazakî û hewramî – tevî dûrketina zêde ya ji hev, dîsa jî bi eslê xwe hevreh in. Herdu jî ji îraniya kevn ”yûşma-” ne.[25] Di hewramî, zazakî, farisî û çend ziman û zarên din yên îranî de beşa dawiyê ”şma-” hatiye parastin lê kurmancî Ş avêtiye, Y ya destpêkê kiriye H û M bi N veguhastiye.

 

  • Hevrehên cînavên kesî yên kurdî di zimanên hindûewropî de

Cînavên kurdî – wek cînavên piraniya zimanan – beşek ji peyvên herî kevn ên zimanî ne. Loma hevrehên wan ne tenê di lehceyên kurdî de, lê di zimanên din yên îranî, hindo-îranî û heta hemû malbata zimanî ya hindûewropî de peyda dibin.

Li vê derê em ê hewl bidin diyar bikin ka hevrehên cînavên kurdî di hin zimanên din yên ji aliyê malbatî ve nêzîk (zimanên din yên îranî) û yên dûrtir jî (bo nimûne zimanên romî, germenî û slavî) de çawa peyda dibin. Cînavên ku em bidin, ji aliyê dîrokî ve li gel peyva kurdî ji eynî rehê makezimanê proto-hindûewropî peyda bûne. Lê divê em diyar bikin ku sîstema bikaranîna cînavan di her zimanî de ne mîna hev e û loma ew ne herdem bi temamî hevwateyên hev in.[26]

Di rêzkirina xwe de em ê ji zimanên ji hêla malbatî ve nêzîktir dest pê bikin û ber bi zimanên dûrtir ve biçin. malik dê vala bin. Ew tê wê maneyê ku hevreha cînavê kurmancî di wî zimanî de peyda nabe. Ew nayê wê wateyê ku cînavekî din di wî zimanî de bi maneya cînavê kurmancî peyda nabe lê tenê tê wê wateyê ku ew cînav û yê kurmancî tarîxiyen ne ji eynî rehî peyda bûne. Di nav zimanên kevn de, sebebê valahiya malikê herwiha dikare ew be ku ev cînav di nav nivîsên mayî de peyda nebe û em ji ber hindê nizanin ka hevrehê cînavê kurmancî di wî zimanî de hebû û – eger hebûbe – çi bû.

Ji lehceyên kurdî em ê di tabloyên li jêr de tenê kurmancî bidin ji ber ku me li jortir cînav di lehceyên kurdî de pêşkêş kirine. Ji ber ku ”ew” yê yekhejmar û pirhejmar di kurmancî de eynî û ji eynî rehî ne, em ê wî tenê carekê pêşkêş bikin.

kurmancî ez[27] min tu, te[28] ew, wê, wî, wan em, we hûn, we
farisî men û ma şoma
tacikî[29] men û mo şûmo
pehlewî[30] en, ez men to oy emah eşmah
hexamenişî[31] edem men- tuvem hewv- emaxem  
avestayî[32] ezim men- tûm   ehme- yûşma-
sanskrîtî[33] ehem me, mem tvem   esman yûyam, yûṣman
ermenî es   du   menk
yûnanî êgo mê, êmê   êmêîs
latînî ego me   vos
rûsî ya[34] mnê, mênya ti   mi vi
inglîziya kevn ic [îk] me þu [thu]   ēow, īow
inglîziya nû I [ay] me, mine, my thou, thy, the, thine[35] you
almanî ich [îh] mein, mich, mir du, dich, dir euch
fransî je me, mon, moi tu, te, ton vous
spanî yo me, mí vosotros

 

Wek ku tê dîtin, hevrehên hemû cînavên kesî yên kurmancî di hin yan hemû zimanên hindûewropî de peyda dibin. Herî zêde hevrehên cînavên ”min” û ”tu/te” berbelav û berçav in. Di rewşa hin cînavên din de, hevreh wisa bi şiklê xwe ji hev dûr ketine ku êdî tenê bi vekolînên dûr û dirêj yên dengnasî û berhevdana zimanên niha û yên kevn mirov dikare bigihe wê qenaetê ku ev cînav bi rastî carekê ji eynî rehî peyda bûne. Bo nimûne, rewşa cînavên kurmancî ”hûn, we” û hevwate û hevreha wê ya farisî ”şoma” wisa ye.

Sebebê hebûna hevrehên cînavên kurdî di piraniya zimanên din jî yên hindûewropî de ew e ku cînav komek ji komên herî kevnar yên peyvên her zimanî ne. Cînav di her zimanî de peyvên bingehîn in, pir tên bikaranîn û zû-zû ji bîr nabin û bi bi hêsanî bi peyvên biyanî nayên veguhastin.[36]

 

  • Hevrehî li gel cînavên zimanên ne-hindûewropî?

Hin cînavên kurdî ne tenê dişibin zimanên xizm û lêzim, wek farisî lê heta şiklê wan wek hin cînavên erebî, azerî û tirkî jî dixuye tevî ku li gor zimannasiya dîrokî, ev ziman ne xizm û lêzim in, ne ji eynî binemala zimanan peyda bûne.

Wek nimûne, mirov dikare cînavê kurdî ”min” (bi farisî ”men”) bide ku pir dişibe ”men” (ez) ya azerî û hevreha wî ya tirkî ”ben” (dîsa bi maneya ”ez”).

Ne tenê ”min” lê herwiha ”ew” (bi zazakî ”o”, farisî ”û”) jî dîsa dişibe hevwateya xwe ”o” ya tirkî û azerî. Ew herwiha heta piçekê dişibe hevreha xwe ya erebî ”huwe” jî.

Cînavê ”te” yê kurmancî jî dişibe dawiya cînavê ”ente” yê erebî ku maneya ”tu, te” dide.

Gelo mesele çi ye? Kurdî ev cînav ji van zimanan wergirtine yan wan ew ji kurdî yan jî ji zimanekî din yê îranî yan hindûewropî birine?

Wek ku me li jortir diyar kiriye, hevrehên cînavên kurdî di piraniya zimanên din yên hindûewropî de jî hene. Anku cînavên kurdî ne ji zimanên cîran hatine wergirtin. Me herwiha diyar kir ku cînav adeten ji zimanên din nayên deynkirin jî.

Anku gelo azerî, erebî yan tirkî ev cînav ji zimanê me wergirtine?

Na, bersiva vê jî neyînî ye. Anku wan zimanan jî ev cînav ji zimanên din nebirine lê peyvên wan yên xwemalî ne. Hevrehên wan di zimanên lêzimî wan de jî peyda dibin. Li gor baweriya serdest ya zimannasî, hebûna hin wekheviyên wiha tenê tesadifî ye ji ber ku hemû ziman tenê hejmareke bisinor ya dengan bi kar tînin û loma hem mimkin e û hem jî zerûrî ye ku carinan hin peyvên wan yên hevwate jî bi şiklê xwe dişibin hev tevî ku mirov dikare bi esehî isbat bike ku wan herdu zimanan ew peyv ji hev wernegirtine.

 

  1. BIKARANÎNA DESTEYÊN CUDA YÊN CÎNAVÊN KESÎ

 

  • Bikaranîna destên çemandî û neçemandî

Li jortir me diyar kiriye ku di kurmancî de du desteyên cînavan hene: çemandî anku tewandî û neçemandî yanî netewandî. Gelo bikaranîna van herdu desteyan çawa ye? Kengî yên çemandî û kengî jî yên neçemandî tên bikaranîn?

Bersiva hêsan wiha ye: cînavên neçemandî li cihê navdêrên neçemandî û cînavên çemandî jî li şûna navdêrên çemandî tên emilandin.[37]

Mirov dikare bergeha bikaranîna wan wiha diyar bike:

Bikaranîna cînavên xwerû anku neçemandî (ez, tu, ew, em, hûn):

  • Di demên bên, niha û borî de bikerên (kirde, fail, subjekt) lêkerên negerguhêz (intransitîv) in anku lêkerên ku nikarin ti berkarên (bireserên, mef’ûl, objekt) yekser wergirin. Bo nimûne: ez ê biçim, ez diçim, ez çûm. Tu dê bikevî, tu dikevî, tu ketî. Ew ê bên/werin, ew tên, ew hatin.
  • Di demên bên û niha de (lê ne di demên borî de) bikerên lêkerên gerguhêz (transitîv) in anku lêkerên ku dikarin yek an çend berkarên yekser wergirin. Bo nimûne: em ê sêvan bixin, em sêvan dixwin (lê me sêv xwarin – ne ”*em sêvan xwarin”).
  • Di demên borî de (lê ne di demên bên an niha de) wek berkara yekser: Hevalan ew dît (lê heval wê/wî dibînin yan heval dê wê/wî bibînin – ne ”*heval ew dibînin” yan ”*heval dê ew bibînin”).

 

Bikaranîna cînavên çemandî anku tewandî (min, te, wê/wî/wan, me, we):

  • Herdem wek berkarên neyekser li gel daçekan yan jî heta bê daçek jî: ji min, li te, bi wê re, li gel wan, bo me, wek we, ji ber wî, [keçikê av da] me[38]
  • Di demên bên û niha de wek yekser. Bo nimûne: wê dibînim, min dibin, wan neêşînin, dê we bixapînin…
  • Di demên borî de wek bikerên lêkerên gerguhêz. Bo nimûne: me sêv xwarin, wan kar nekir, te çi dît?

 

  • Wekhevî û cudahiyên bikaranîna desteyên cînav û navdêran

Desteyên çemandî û neçemandî yên cînavên kurmancî jî bi awayekî giştî wek herdu desteyên çemandî û neçemandî yên navdêrên kurmancî ne. Lê hin cudahiyên wan jî ji hev hene ku em ê li jêr rêz bikin.

Di halê xwerû de ji navdêrên kurmancî diyar nabe ka ew yekhejmar an pirhejmar in yan jî ka mê yan jî nêr in. Bo nimûne, peyva ”heval” dikare maneya 1) hevalekî tenê bide, 2) çend hevalan bide, 3) hevaleke keç/jin bide yan jî 4) hevalekî kur/mêr bide:

  • Heval çû.
  • Heval çûn.
  • Heval Fatma.
  • Heval Hesen.

Diyarbûna hejmar û cinsê peyva ”heval” ji beşên din yên tekstê diyar dibe: çû / çûn, Fatma / Hesen.

Di doxê çemandî yan ravekirî de cins û hejmara rêzimanî (yekhejmar yan pirhejmar) berçav dibe:

  • Hevalê got / Hevalî got.
  • Hevalan got.
  • Hevala Fatma.
  • Hevalê Hesen.

Kurdî[39] cinsê rêzimanî tenê di yekhejmariyê de diyar dike. Di rewşa pirhejmar de, cinsê nêr û mê nayê ferqkirin:

  • Hevalan got. (Hevalên ku got, dikarin mê bin, nêr bin yan jî hinek ji wan mê û hinek jî jin bin).

Cînavên ”ew” yê kurmancî jî wek navdêrên kurmancî dixebite. Cins û hejmara wî ya rêzimanî di halê xwerû de ne diyar e. Wek peyva ”heval”, cînavê ”ew” jî dikare 1) yek be, 2) çend kes bin, 3) jin be yan 4) mêr be:

  • Ew çû.
  • Ew çûn.
  • Ew Fatma.
  • Ew Hesen.

Di halê çemandî de sê şiklên wî hene: 1) yekhejmar û mê, 2) yekhejmar û nêr, 3) pirhejmar (nêr yan mê yan herdu jî):

  • wê got. (yekhejmar mê)
  • wî got. (yekhejmar nêr)
  • wan got. (pirhejmar – nêr an mê yan jî herdu di nav hev de)

Cînavên ”ez, tu, em, hûn” jî wek navdêran di halê neçemandî de mê yan nêr ji hev cuda nakin. Loma çawa ku peyva ”heval” dikare bi mebesta jinekê yan mêrekî were bikaranîn, wisa peyvên ”ez, tu, em, hûn” jî dikarin bi mebesta herdu cinsan werin emilandin. Bo nimûne:

  • Ez Ehmed im. Ez Fatma me.
  • Tu Ehmed î. Tu Fatma yî.
  • Em kurr in. Em keç in.
  • Hûn kurr in. Hûn keç in.

Lê bi alîkariya raveka mê yan nêr mirov dikare hemû cînavan jî li gor cinsê mexsedkirî diyar bike:

  • ez a reben (ez = mê)
  • ez ê reben (ez = nêr)

Berevajî navdêran – ku di halê çemandî yê yekhejmar de cinsê rêzimanî diyar dikin – cînavên ”min, te, me, we” anku halê halê çemandî yê cînavên ”ez, tu, em, hûn” jî cinsê rêzimanî diyar nake:

  • min got. (kesa gotî diyar dikare jin an jî mêr be. Bidin ber ”Ehmedî Fatmayê got.)
  • te got.
  • me got.
  • we got.

Di meseleya hejmara rêzimanî (yekhejmar, pirhejmar) de cînavên ”ez, tu, em, hûn” ne wek navdêrên kurmancî ne. Wek ku li jor hat gotin, navdêr di halê xwerû de yekhejmar û pirhejmariyê ji hev ferq nakin. Lê cînav wisa dikin. Pirhejmara cînavê ”ez” cînavê ”em” e. Pirhejmariya cînavê ”tu” jî cînavê ”hûn” e. Di vê meseleyê de ew hem ji navdêran û hem jî ji cînavê ”ew” cuda ne. Bo nimûne:

Yekhejmar Pirhejmar
Heval çû. Heval çûn.
Ew çû. Ew çûn.
Ez çûm. Em çûn.
Tu çûyî. Hûn çûn.

 

Wek ku tê dîtin, di neqilbûna ji yekhejmariyê ber bi pirhejmariyê ve de peyvên ”heval, ew” wek xwe dimînin lê cînavê ”ez” dibe ”em” û cînavê ”tu” jî dibe ”hûn”.

Di hin devokên kurmancî de navdêrên nêr di rewşa çemandî de bi forma xwe ya yekhejmar û diyar nayên çemandin:

  • Osman got. (li cihê ”Osmanî got” yan ”Osmên got” ya hin devokên din yên kurmancî)
  • li welat. (li şûna ”li welatî” yan ”li welêt”)

Lê dîsa di van devokan de jî cînav di vî halî de jî diçeme:

  • Osman got à Wî got. (ne ”*ew got”)
  • li welat à li wî. (ne ”*li ew”)

Herwiha di kurmancî de gelek navdêrên mê jî yên vokal bi xwe li dawiyê heyî, êdî nayên çemandin:

  • li Zaxo, li Qamişlo (li cihê ”li Zaxo-yê, li Qamişlo-yê” – bidin ber ”li Diyarbekir-ê, li Dihok-ê”)
  • li Almanya, li Fransa (li şûna ”li Almanya-yê / Fransa-yê” – bidin ber ”li Kurdistan-ê, li Îran-ê”)
  • li ser rê (li cihê ”li ser rê-yê” – bidin ber ”li ser av-ê”)

Lê di vî halî de jî, eger cînavê ”ew” cihê van peyvan, divê dîsa jî ”ew” biçeme anku forma ”wê” were bikaranîn:

  • li wê (li Zaxo/Qamişlo/Almanya)
  • li ser wê (li ser avê)

 

 

  1. CÎNAVÊN KESÎ YÊN PÊVEKIRÎ
    • Cînavên pêvekirî

Mebest ji cînavên pêvekirî (yan girêdayî) ew cînav in yan pirtikên cînavan in ku bi birrên din yên peyvan ve tên girêdan û cihê cînavên xweser û xwerû digirin. Lê mebest li vê derê ne paşpirtikên kesî yên lêkeran in, wek bo nimûne di kurdî de ”dik-im” ku ”-im” diyar dike ku kesê dike ”ez” im.

Cînavên pêvekirî bi taybetî li gel navdêran li kar in. Bo nimûne, di van herdu zimanan mirov dikare xwedîtiyê bi cînavên pêvekirî diyar bike. Beşa qelewkirî ya van peyvên nimûne maneya ”-a te”  (kitaba te) dide:

  • erebî: kitabek
  • tirkî: kitabın

Heman awayê cînavên pêvekirî yên cînavên din jî di van zimanan de hene. Bo nimûne, bi tirkî:

  • kitabım (kitêba min)
  • (onun) kitabı (kitêba wê/wî)
  • kitabımız (kitêba me)
  • kitabınız (kitêba we)
  • (onların) kitabı (kitêba wan)

Berevajî van zimanan, di kurmancî de bi zerûrî cînav xweser û ji peyva serekî cuda tên nivîsîn. Di zazakî de jî rewş wek kurmancî ye. Bi heman awayî di inglîzî de jî cînavên pêvekirî nînin.

Lê di rastiyê de cînavên pêvekirî ne tenê xusûsiyeteke tirkî û erebî ye. Di zimanên îranî de jî bikaranîna wan berbelav e. Bo nimûne, bi farisî

  • kitabem (kitêba min)
  • kitabet (kitêba te)
  • kitab(kitêba wê/wî)
  • kitabiman (kitêba me)
  • kitabitan (kitêba we)
  • kitabişan (kitêba wan)

Bi heman awayî, mirov dikare nimûneyan ji hin zimanên din jî yên îranî bide.[40]

Kurdî bi xwe jî ne bi temamî ji van cînavên pêvekirî bêpar e. Di kurdiya navendî (soranî) û kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) de ev cînav bi berfirehî tên bikaranîn. Bo nimûne, bi soranî:

  • serim (serê min)
  • serit (serê te)
  • serî (serê wê/wî)
  • serman (serên man)
  • sertan (serên we)
  • seryan (serên wan)

Heman nimûne bi kurdiya başûrî jî:

  • serim (serê min)
  • serid[41] (serê te)
  • serî (serê wê/wî[42])
  • serman (serên man)
  • serdan[43] (serên we)
  • seryan (serên wan)

 

Sîstema cînavan di kurmancî û zazakî de ji vê pergalê cuda ye. Di kurmancî û zazakî de du desteyên cînavên kesî yên serbixwe hene ku yek jê “xwerû” yan neçemandî (netewandî) ye û yek jî “oblîk” anku çemandî (tewandî) ye (li jor binêrin).

Di soranî, kurdiya başûrî, farisî û zimanên din jî yên îranî de cînavên serbixwe hene. Lê di van ziman û zaravayan de ne du lê yek desteyê cînavên xweser li kar e. Ew beramberî cînavên xwerû / neçemandî yên kurmancî û zazakî ne.

Cînavên serbixwe di soranî û farisî de:

 

Cînavên serbixwe di farisî û soranî de
cînav soranî farisî
1.      yekhejmar min men
2.      yekhejmar to
3.      yekhejmar ew û
1.      pirhejmar ême ma
  1. pirhejmar
êwe şoma
  1. pirhejmar
ewan anan, anha, îşan

 

Li cihê cînavên çemandî yên kurmancî û zazakî, di ziman û zaravayên din yên îranî de cînavên pêvekirî li kar in.

Bo nimûne, bikaranîn cînavên neçemandî yên kurmancî li gel cînavên serbixwe di soranî de:

kurmancî soranî
ez kurd im min kurd im
tu nivîskar î to nûser î(t)
ew kar dike ew kar deka
em hatin ême hatîn
hûn nebûn êwe nebûn
ew çi dikin? ewan çî deken?

 

Lê gava ku di kurmancî de cînavên çemandî tên bikaranîn, di soranî de li cihê wan cînavên pêvekirî tên xebitandin:

kurmancî soranî
min got wut-im
destê te dest-it
babê wê/wî bawk-î
dayika me dayik-man
mala we mal-tan, mal-eke-tan
çavên wan çaw-yan

 

Di soranî de, cînavên pêvekirî ne herdem li dawiya peyvê ne lê gelek dikevin berî rehê lêkerê lê piştî pêşpirtikên din:

kurmancî soranî
te dibînim de-t-bînim
min bibîne bimbîne
wê/wî bide bi-y-de / b-î-de
me bibin bi-man-ben
we dibim de-tan-bem
wan nekujin ne-yan-kujin

 

Ji aliyê rêzimanê ve, hebûna cînavên pêvekirî di soranî de û peydanebûna wan di kurmancî de belkî mezintirîn û dijwartirîn cudahiya navbera van herdu lehceyên serekî yên kurdî ye ku têgihiştina ji hev zehmet dike.

Lê gelo bi rastî cînavên pêvekirî di kurmancî de peyda nabin?

 

  • Cînavên pêvekirî di kurmancî de

Ji lêkolînên D. N. MacKenzie ve[44] di nav zimannasên biyanî de tê dubarekirin[45] ku di kurmancî de cînavên pêvekirî peyda nabin. Heman idia heta vê dawiyê jî serdest e. Bo nimûne, Korn idiaya Windfuhr dubare dike û dibêje “di nav zimanên îranî yên rojavayî de, ti ji cînavên wisa [yên pêvekirî] di sengiserî, zazakî û kurdiya bakurî (=kurmancî) de peyda nabin.”[46]

Rast e ku bergeha cînavên pêvekirî di kurmancî û zazakî de ne wek farisî yan soranî berfireh e. Bo nimûne, di kurmancî yan zazakî de ti cînavên pêvekirî li cihê “-it” ya soranî yan “-et” ya farisî ya bi maneya “te” ya kurmancî peyda nabin. Herwiha li cihê “-man” (me) ya farisî û soranî di kurmancî yan zazakî de ti cînavên pêvekirî nînin. Wek ku li jor hatiye diyarkirin, kurmancî û zazakî li şûna cînavên pêvekirî yên farisî yan soranî, cînavên serbixwe yên çemandî bi kar tînin.

Lê dîsa jî kurmancî ne bi temamî ji cînavên pêvekirî bêpar e.

Rast e ku di kurmancî de ti formên pêvekirî ji cînavê duyem yê yekhejmar (tu, te) yan pirhejmar (hûn, we) re nînin. Herdem ev cînav bi zerûrî serbixwe li kar in.

Herwiha di kurmancî de ti cînavên pêvekirî bo cînavê yekem yê pirhejmar (em, me) jî peyda nabin. Ew jî bi zerûrî bi rêya cînavên serbixwe tên ifadekirin.

Lê cînavê sêyem yê yekhejmar (ew, wê/wî) û pirhejmar jî (ew, wan) di kurmancî de, ji bilî du desteyên serbixwe (çemandî û neçemandî) herwiha bi formên xwe yên pêvekirî jî li kar in. Ev cînavên pêvekirî dikarin li gel daçekan, lêkeran û navdêran bên bikaranîn:

 

  • Cînav bi daçekan ve
  • (ji wê/wî/wan)
    • jê ve (ji wê/wî/wan)
    • jê re (ji wê/wî/wan re)
    • jê de (ji wê/wî wan de)
  • (li wê/wî/wan)
  • (bi wê/wî/wan)
    • pê re (bi wê/wî/wan re)
    • pê ve (ji wê/wî/wan ve)
    • pê de (bi wê/wî/wan de)
  • (di wê/wî/wan)
    • tê de (di wê/wî/wan de)
    • tê re (di wê/wî/wan re)
    • tê ve (di wê/wî/wan ve)

Wek ku tê dîtin, cînavê sêyem (yekhejmar yan pirhejmar) dikare bi daçekan ve girêdayî be. Lê cînavên yekem û duyem (yekhejmar yan pirhejmar) di kurmancî de nikarin bi daçekan ve bên girêdan. Anku cînavên pêvekirî di kurmancî de hene lê bo nimûne ji soranî yan farisî bisinortir in. Bide ber soranî:

  • pêm (bi min)
  • pêt (bi te)
  • pêy (bi wê/wî)
  • pêman (bi me)
  • pêtan (bi we)
  • pêyan (bi wan)

Herwiha cînavê pêvekirî di kurmancî de tenê dikare bi van çar daçekên bingehîn yên li jor rêzkirî ve bê girêdan, ew nikare daçekên din yên kurdî bigire. Bo nimûne, ew nikare daçeka “bo, ji bo” ya kurmancî bigire. Lê di soranî de dikare wê jî bigire:

  • bom (bo min), bot (bo te), boy[47] (bo wê/wî), boman (bo me), botan (bo we), boyan (bo wan)

 

  • Cînav bi lêkeran ve

Di kurmancî de herwiha mimkin e ku cînav bi lêkerê ve bê girêdan. Dîsa tenê cînavê sêyem (yekhejmar yan pirhejmar) dikare were girêdan:

  • hatê (hat wê/wî/wan)
  • çûmê (çûm wê/wî/wan)

Wek ku tê dîtin, girêdana cînavê sêyem jî tenê bi lêkerên wisa ve mimkin e ku liv û hereketa ber bi cihekî yan tiştekî ve diyar dikin.

 

  • Cînav bi navdêran ve

Di kurmancî de girêdana cînavê sêyem (yekhejmar yan pirhejmar) herwiha bi komeke navdêrên bisinor ve jî mimkin e:

  • kevir bi serî ket (bi serê wê/wî/wan)
  • derbe li piştê da (li pişta wê/wî/wan)
  • ji zikî ve nexweş e (ji zikê xwe ve)

Paşpirtika ”î” ya dawiya peyva ”serî” yan ”ê” ya dawiya peyva ”piştê” ne tenê ji ber çemandina ji encama daçekan (bi/li) ne. Di rewşên wiha de ”î” dikeve gel peyva ”ser” û “zik” di wan devokan de jî ku adeten navdêrên nêr bi paşpirtika ”î” naçemînin. Anku ”î” û ”ê” li vê derê ne (bi tenê) paşpirtikên çemandinê ne lê ew (di heman demê de) cînavên pêvekirî ne (jî) û maneya ”wê/wî/wan” didin.

Li gel daçekan û lêkeran, me dît ku ”-ê” wek cînavekî pêvekirî cihê ”wê, wî, wan” digire. Ew hem bêcins e (hem li cihê ”wî” jî û “wê” jî li kar e) û hem jî bêhejmar e (dikare bi bi maneya ”wê/wî” yên hejmar yan jî bi wateya ”wan” yê pirhejmar be).

Lê em li gel navdêran dibînin ku carinan cînav bi awayê ”î” ye (”saet li destî”) û carinan jî wek ”ê” ye (”ristika zêrî li gerdenê”). Gelo di nimûne yekem de ”î” maneya ”wî” û di ya duyem de jî ”ê” wateya ”wê” dide?

Nexêr, cînavê pêvekirî dîsa jî bêcins e: ”saeta li destî” dikare li destê ”wê” jî be ank xwediya saetê jin be. Herwiha ”ristika li gerdenê” wek prensîp dikare li gerdena ”wî” be. Herwiha dîsa jî cînavê pêvekirî bêhejmar e jî: ”li destî” dikare maneya ”li destên wan” jî bide, ”li gerdenê” dişê bi wateya ”li gerdenên wan” jî be.

Anku cudahiya cînavî ne li gor cînavî bi xwe (wê, wî, wan) e lê li gor cinsê peyvê ye: ”li destî” ji ber ku ”dest” nêr e (ne ji ber ku qest jê illeh destê mêrekî ye) û ”li gerdenê” ji ber ku ”gerden” peyveke mê ye (ne ji ber ku illeh gerdena jinekê ye).

Me li destpêka vê beşê got ku girêdana cînavê sêyem tenê bi komeke bisinor ya navdêran re mimkin e. Gava ku em dibêjin ”derbe li piştê da”, em jê fehm dikin ku illeh behsa ”pişta wê/wî/wan” tê kirin. Lê gava ku em dibêjin ”derbe li kitêbê da”, em vê illehiyê di peyva ”kitêbê” de nabînin. Belkî wî kesî derbe li ”kitêba te, kitêba min, kitêba xwe, kitêba we”yan jî kitêbeke bêxwedî yan xwedînediyar jî dabe.

Sebebê vê cudahiyê ew e ku ”pişt, ser, zik, gerden” hin ji peyvên wisan in ku di zimannasiyê de jê re tê gotin neguhêzbarî yan xwedîtiya neguhêzbar (bi inglîzî inalienability yan alienable possession[48]). Navdêrên neguhêzbar navên wan tiştan in ku mirov nikare ji kesekî neqlî kesekî din bike. Bo nimûne, endamên leşê mirovan peyvên wisan in. Mirov nikare ”ser, pişt, zik, sîng”ê xwe bide kesekî din anku ji wan re raguhêze yan neqil bike. Lê mirov dikare ”kitêb, sêv, cil”ên xwe bide kesekî din anku wan ji kesekî din re raguhêze loma peyvên wiha guhêzbar in, berevajî ”ser, pişt, zik, sîng” ku neguhêzbar in.

Xwedîtiya tiştên guhêzbar ne zerûrî ye: mimkin e ku kesekî kitêb yan sêv tine bin. Lê ne mimkin e yan jî dijwar e ku kesekî ser, zik, pişt, dest… tine bin.

Di rêzimana gelek zimanan de peyvên wiha xwedî hin taybetmendiyan in ku li gel navdêrên din nînin. Di rêzimana kurmancî de cudahî ew e ku cînavê sêyem yê pêvekirî ji navdêrên neguhêzbar diyar dibe lê ji navdêrên guhêzbar xuya nabe.

Di rêzimana kurdiya navendî (soranî) û kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) de jî xwe bi awayekî diyar dike. Gava ku mirov behsa tiştekî xwedîdar ya guhêzbar dike, di van herdu lehceyan de paşpirtika diyarker (li cihê ”the” ya inglîzî yan ”el” ya erebî) tê bikaranîn, bi forma xwe ya yekhejmar di soranî de ”-eke-”, di kurdiya başûrî de bi piranî ”-ege-”, carinan ”-eke-”:

soranî başûrî kurmancî
kitêb-eke-m kitaw-ege-m kitêba min
kitêb-eke-t kitaw-ege-d kitêba te
kitêb-eke-y kitaw-ege-y kitêba wê/wî
kitêb-eke-man kitaw-ege-man kitêba me
kitêb-eke-tan kitaw-ege-dan kitêba we
kitêb-eke-yan kitaw-ege-yan kitêba wan

 

Lê gava ku navdêr neguhêzbar be, bo nimûne endamekî leşî be, hingê “-eke-/-ege-“ nayê bikaranîn:

soranî başûrî kurmancî
ser-im ser-im serê min
sik-it zig-id zikê te
pişt-î pişt-î pişta wê/wî
des(t)-man des-man destê(n) me
bawk-tan bawg-dan bavê/babê we[49]
dayk-yan dalêg-yan dayika wan

 

 

  • Cînavê yekem yê pêvekirî

Ji bilî cînavê sêyem, herwiha cînavê yekem yê yekhejmar jî mimkin e ku bi navdêran ve were girêdan:

  • cana-m (cana min)
  • dilê-m (dilê min)

Ev girêdan tenê bi navdêran ve sinorkirî ye, berevajî cînavê sêyem, ew li gel birrên din yên peyvan (daçekan yan lêkeran) nayê girêdan. Herwiha tenê cînavê yekem yê yekhejmar (min) dikare were pêvekirin, ne cînavê yekem yê pirhejmar (me). Berevajî vê, cînavê sêyem hem yekhejmar (wê, wî) û hem jî pirhejmar (wan) dikare bê girêdan.

Herwiha girêdana cînavê yekem di kurmancî de tenê devkî yan helbestkî ye. Di zimanê nivîskî de ew hema-hema nayê bikaranîn û li cihê wî cînavê serbixwe ”min” serdest e. Berevajî wî, girêdana cînavê sêyem hem devkî û hem jî xaseten nivîskî ye.

Ji aliyê tarîxî ve, tê texmînkirin ku cînavên pêvekirî kevn in û cînavên serbixwe yên çemandî dikare nûyîtiyeke (înovasyon, innovation) kurmancî û zazakî be.[50] Lê di meseleya cînavê yekem yê yekhejmar yê pêvekirî de, ihtimalen berevaniya vê rast e: cînavê pêvekî (-m) di kurmancî de tenê kurtkirina ”min” e. Ihtimalen lê ne bi esehî ew ji tesîra tirkî yan jî soranî be lê dikare nûyîtiyeke xwemalî jî be.

 

 

  1. CÎNAVÊ LÊVEGER ”XWE”

 

  • Xwe: varyant û hevrehên wî

Mebest ji cînavê lêveger anku refleksîv (reflexive pronoun) ew cînav e ku diyar dike ku biker (fail, subject) û berkar (mef’ûl, object) eynî kes in:

  • ez xwe dişom.
  • Wî xwe kuşt.

Di kurmanciya nivîskî de ev cînav ”xwe” ye. Di devokên kurmancî de ew dikare bi van forman peyda bibe (di malikên aliyê rastê de deverên bikaranîna wan (bi awayekî giştî, dikarin li hin deverên din jî wisa bin yan li wan deveran jî li hin deran bi awayekî din jî be):

Awayê gotinê deverên bikaranînê
xwe navendî, bakur-rojhilatî
xo rojhilatî
xu, xwi rojavayî
xwa, xa bakur-rojavayî
xe zimanê zarokan an zarokane

 

Di kurmancî de ev cînav bêcins, bêhejmar û bêtewang e anku di her hal, hejmar û cinsî de eynî ye:

  • Wî xwe şûşt / Wê xwe şûşt (nêr û mê)
  • Ew xwe di awêneyê re dibîne / Ew xwe di awêneyê re dibînin. (yekhejmar û pirhejmar)
  • Ew bi xwe / Wî bi xwe (neçemandî û çemandî)

 

Di lehceyên din jî yên kurdî de hevreh û hevwateyên vî cînavî wiha ne:

  • soranî: xo
  • kurdiya başûrî: xue, xüe
  • zazakî: xo, xwu
  • hewramî: wê[51]

Cînavê “xwe” jî pir kevnar e û hevrehên wî ne tenê di hemû lehceyên kurdî de, lê herwiha di zimanên din yên îranî de û herwiha di gelek zimanên din jî yên hindûewropî de peyda dibin. Li vê derê em ê tenê hin nimûneyan pêşkêş bikin.[52]

kurdî xwe, xo, xu…
pehlewî xwed
farisî xod
avestayî xweδete-
sanskrîtî svedha, sve-
rûsî svoy
latînî suus, suesco, se
fransî soi, son, se, sa
swêdî, danmarkî sig, sin
almanî sich, sein

 

Maneya piraniya van peyvan jî “xwe” ye lê ya hinan jî “ya/yê wê/wî” ye, bo nimûne “son” ya fransî yan “sin” ya swêdî.

 

  • Bergehên bikaranîna cînavê “xwe”

Di kurdî de “xwe” ne tenê hingê tê bikaranîn ku biker û berkar eynî bin. Mirov dikare sê bikaranînên cuda yên cînavê “xwe” di kurmanciya giştî de bibîne:

  • Gava ku biker û berkar eynî bin:
    • “Wî xwe kuşt” (Kujer û kuştî eynî kes e).

Bidin ber:

  • “Wî ew kuşt” (kujer û kuştî du kesên ji hev cuda ne).
  • Gava ku tiştek yê bikerê/î be:
    • “Nanê xwe xwar” (xwediyê nanî û bixwerê nanî eynî kes in).

Bidin ber

  • “Nanê wî xwar” (xwediyê nanî û bixwerê nanî du kesên ji hev cuda ne).
  • Bi mebesta xurtkirina bikerî:
    • “Ew bi xwe hat.” (Ew hat, ne ti kesekî din, ne nûnerekî wî)

Ji bilî van, di hin devokên kurmancî de (xaseten di kurmanciya rojavayî de) bikaranîneke din jî ya cînavê xwe heye. Ew li wî cihî jî tê xebitandin ku kurmanciya giştî adeten cînavê “wî” yan “wê” diemilîne:

  • “Navê xwe Hesen e.” (Standard: Navê wî Hesen e.)
  • “Navê birayê xwe Hesen e.” (Standard: Navê birayê wê Hesen e.)

 

  • Cudahiyên bikaranîna cînavê lêveger di zarên kurdî de

Di hemû lehceyên kurdî de cînavê lêveger (bi kurmanciya standard “xwe”) bêcins, bêhejmar û bêtewang e. Di kurmancî û zazakî de ew xwerû tê bikaranîn lê di soranî, başûrî û hewramî de ew hewceyî cînavekî pêvekirî ye. Kerem bikin em li çend nimûneyên soranî binêrin:

  • xo-m (ez xwe; min xwe):
    • xom deşom (ez xwe dişom), xom şûşt (min xwe şûşt)
  • xo-t (tu xwe; te xwe)
    • xot deşoy (tu xwe dişoyî), xot şûşt (te xwe şûşt)
  • xo-y (ew xwe; wê xwe)
    • xoy deşo (ew xwe dişo), xoy şûşt (wê/wî xwe şûşt)
  • xo-man (em xwe; me xwe)
    • xoman deşoyn (em xwe dişon), xoman şûşt (me xwe şûşt)
  • xo-tan (hûn xwe; we xwe)
    • xotan deşon (hûn xwe dişon), xotan şûşt (we xwe şûşt)
  • xoyan (ew xwe; wan xwe)
    • xoyan deşon (ew xwe dişon), xoyan şûşt (wan xwe şûşt)

 

 

  1. CÎNAVÊN BERAMBERIYÊ

Di zimannasiyê de mebest ji cînavên ji cînavên beramberiyê (reciprocal pronoun) ew cînav in ku diyar dikin ku du kes yan du kom hem biker in û hem jî berkar in. Yek tiştekî li yê din dike û yê din jî heman tiştî li wî dike. Bo nimûne:

  • Hesen û Ehmed hev dinasin.

Eslê mebesta vê hevokê wiha ye:

  • Hesen Ehmedî dinase û Ehmed jî Hesenî dinase.

Lê bo kurtkirinê û rêgirtina li ber dubarekirina peyvan, bi alîkariya cînavê “hev” hevok hatiye kurtkirin û wek “Hesen û Ehmed hev dinasin” hatiye dariştin.

Di kurmancî de du desteyên cînavên beramberiyê peyda dibin ku ji her yekê jî çend varyant hene. Devokên navendî, bakurî û rojavayî peyva “hev” wek bingeh digirin û yek ji van awayan bi kar tînin:

  • hev, hevdu[53], hevûdu, hevûdin, hevdin

Ev peyv hevreha peyvên “hem, heman, hemî, hemû” ye û eslê peyvê maneya “eynî” dide. Anku du kes eynî tiştî li hev dikin loma ew beramberî ye û ji vî cînavî re “cînavê beramberiyê” tê gotin.[54]

Cînavê “hev” û varyantên wî yên li jor rêzkirî di kurmanciya nivîskî de jî berbelav û serdest in. Lê ne kurmanciya rojhilatî û ne jî zarên din yên kurdî wê yan hevrehên wê wek cînavê beramberiyê naxebitînin.

Di devokên kurmanciya rojhilatî[55] de li cihê cînavê “hev”, peyva êkûdu wek cînavê beramberiyê tê bikaranîn. Ew dikare herwiha bi şiklê “êkdu, êkdî, yekûdu, yekdu, yêkûdu, yêkdu, êkûdû” û hwd. jî peyda bibe:

  • Hesen û Ehmed êkûdu nas dikin.

Peyva “êkûdu” ji herdu hejmarên “yek” (bi kurmanciya rojhilatî “êk”) û “du” peyda bûye. Anku kesek tiştekî li kesekî dike û kesa/ê duyem jî eynî tiştî li kesa/ê yekem dike.

 

Hin caran “êkûdu” tê kurtkirin û tenê “êk” yan “yek” dimîne:

  • Ehmed û Hesen êk nas dikin.

Bikaranîna “êkûdu” wek cînavê beramberiyê dikare ji kurmancîaxivên deverên din re xerîb û ecêb be lê di rastiyê de qalibekî bi heman awayî di lehceyên din jî yên kurdî de li kar e:[56]

Di zazakî de cînavê beramberiyê yewbîn e ku ji peyvên “yew” (yek) û “bîn” (din / dî, ya/yê/yên din/dî) pêk hatiye. Di zazakiya bakurî (dêrsimî) de ew bi şiklê “zûvînî” ye, ji peyvên “zû/jû” (yek) ya zazakiya bakurî û “bîn” ku li nava peyvê bûye “vîn” (bidin ber hin devokên kurmancî: xirabî à xiravî, kebab à kivav).

Di soranî de cînavê beramberiyê li gor devokan dikare yekdî yan yektir be ku ew jî ji peyvên “yek” û “dî / tir” (din / dî, ya/yê/yên din/dî) pêk hatiye. Yektir yan yektirî, yektirekî di devokên kurdiya başûrî de jî li kar in.

 

  1. CÎNAVÊN NÎŞANDER

 

  • Cînavên “ev” û “ew”

Mebest ji cînavên nîşander yan cînavên nîşandanê (demonstrative pronouns) ew cînav in ku pê tişt yan kes tên nîşandan û îşaretkirin. Di kurmancî de cînavên nîsa_nder yên serekî ev û ew û formên wan yên çemandî ne. “Ev” bo nîşandana tiştên nêzîkî qisekerî û “ew” jî bo tiştên ji qisekerî dûrtir tê bikaranîn.

“Ev” û “ew” bi formên xwe yên çemandî wiha ne:

cînavên nîşander xwerû çemandî mê çemandî nêr çemandî pirhejmar
nêzîk ev van
dûr ew wan

 

Li gor devokan, çendîn formên cuda ji her cînavekî nîşander yê çemandî peyda dibe:

standard, serdest formên din
evê, vêya, evêya, viya, vêna
evî, viya, eviya, vîna
van evan, vana, va, evana, evanan
ewê, wêya, wêna, wiya
ewî, wiya, wîna, ewîya
wan wa, ewan, wana, ewana, ewanan

 

Formên serdest ji “ev” yan “ew” + paşgirên çemandinê “-ê” (mê), “-î” (nêr) û “-an” (pirhejmar) peyda bûne lê paşî “e” ji destpêka wan ketiye:

  • ev + ê à evê à vê
  • ev + î à evî à vî
  • ev + an à evan à van
  • ew + ê à ewê à wê
  • ew + î à ewî à wî
  • ew + an à ewan à wan

Formên “va, wa” yên pirhejmar bi ketina N ji dawiya wan peyda bûye – tam wek ku N ji dawiya navdêrên çemandî yên pirhejmar jî di zimanê devkî de dikeve:

  • du hevalan à du hevala

Formên “evanan, ewanan” pirhejmariyên ducarî yan dubarekirî ne: ev-an-an, ew-an-an. Şiklên “ewana, evana” û “vana, wana” formên wan yên kurtkirî ne.

Formên “vêna, wêna, vêya, wiya…” kurtkirina “vê ya han, wê ya han, vî yê han, wî yê han” û hwd. peyda bûne. Bo “han”ê li jêrtir binêrin.

Li jor behsa peydabûn û etîmolojiya “ew” li gel cînavên din yên kesî hatiye kirin. Cînavê “ev” di zar û zimanên lêzim de wiha ye:

 

kurmancî ev
soranî em
farisî im-[57], în
hexamenişî ime-

 

Pêşgira kurmancî “î-“ wek di peyvên “îro, îsal, îşev” de jî ji eynî rehî ye. Herwiha cînavên nîşandanê yên nêzîk yên zazakî “na” (mê), “no” (nêr) û “nê” (pirhejmar) dikarin ji eynî rehî bin û tarîxiyen bi şiklê “în-a, în-o, în-ê” bûbin lê paşî “î-“ ji destpêka wan ketibe. Bi alternatîvî, ew dikarin hevrehên “han” ya kurmancî bin (li jêrtir binêrin).

 

  • Cînavê nîşander “han”

Cînavekî din jî yên nîşander di kurmancî de heye. Di zimanê nivîskî de ew bi piranî bi şiklê “han” tê dîtin lê çend varyantên wî yên din jî peyda dibin:

  • hanê, ha, he, henê

Berevajî cînavên “ev, ew”, ev cînav nakeve berî lê pey navdêran. Navdêr bi alîkariya ravekê yan îzafeyê bi “han”ê ve tên girêdan:

  • kitêba han, xaniyê han, malên han

Ravek li gor cinsê navdêrê ye:

  • kitêba han (ji ber ku “kitêb” mê ye)
  • xaniyê han (çunkî “xanî” nêr e)
  • malên han (ji ber ku “mal” li vê derê pirhejmar e)

Tarîxiyen cînavê “han” dijwateya cînavê “ev” bû û maneya “ew” wek cînavê nîşander dide. Hevreha cînavê “han” di farisî de “an” e û niha jî maneya “ew” dide. Heman cînav di zazakî de niha bi awayên “na” (mê), “no” (nêr) û “nê” (pirhejmar) jî dikarin ji eynî rehî bin. Formên zazakî belkî tarîxiyen “an-a, an-o, an-ê” yan jî “în-a, în-o, în-ê” bûbûn lê paşî “a-” yan “î-“ ji destpêka wan ketibe. Di zazakî de ew ne maneya “ew” lê wateya “ev” ya kurmancî didin. Bi alternatîvî ew dikarin hevrehên “ev” ya kurmancî bin (li jortir binêrin).

Lê niha cînavê “han” û varyantên wê yên cuda-cuda bi merema îşaretkirin û destnîşankirinê tên bikaranîn lê – berevajî “ev” û “ew” – “han” nêzîkahî û dûrahiyê ji hev diyar nake. Di rastiyê de ew gelek caran hevdem li gel “ev” yan “ew” tê xebitandin:

  • ev kitêba han
  • ew kitêba han

Cînavê “han” bi xwe neçembar e anku naçeme. Xwerû, mê, nêr, yekhejmar, pirhejmar – hemû bi eynî şiklî ne (şikil tenê li gor devokan yan tercîhên kesî diguhere: han, hanê, ha, he, henê). Loma tevî guherîna cînavên “ev” û “ew” jî, “han” bi wan re her wek xwe dimîne:

  • ev kitêba han, vê kitêba han, vî xaniyê han, van kitêbên han
  • ew mala han, wê mala han, wî birayê han, wan malên han

Cînavê “han” dikare bi navbeynkariya ravekê yekser li gel cînavên “ev” û “ew” re jî were bikaranîn bêyî ku ti navdêr di navbera wan de cih bigirin:

  • ev a han, ev ê han, ev ên han
  • ew a han, ew ê han, ew ên han

Formên “va, wa” yên yekhejmar yên hin devokan di rastiyê kurtkirinên “ev a han” û “ew a han” in.

 

  • Cînavên nîşander û paşgira –e / -a

Di kurmancî de cînavê “ew” dikare bikeve berî navdêran bêyî ku ti ji herduyan ti zêdehiyekê lê bibe. Bo nimûne:

  • ew kitêb, ew dest, ew herdu mal

Di halê çemandî de hem cînav û hem jî navdêr çemandî ne:

  • wê kitêbê, wî destî, wan herdu malan

Cînavê “ev” jî di zimanê nivîskî û di hin devokan de bêyî ti zêdehiyê li gel navdêran tê bikaranîn:

  • ev kitêb, ev dest, ev herdu mal

Di hale çemandî de herdu jî diçemin:

Lê di kurmanciya rojhilatî de û di hin devokên din jî yên kurmancî de, bikaranîna cînavê “ev” di hale xwerû de berî navdêrekî, bi zerûrî paşgira “-e” li dawiya wî navdêrî zêde dike:

  • ev kitêbe, ev deste, ev herdu male:
    • Ev kitêbe xweş e, ev deste nazik e, ev herdu male mêvanperwer in.

Di hin devokan de – bi taybetî li hin deverên kurmanciya navendî – li şûna “-e”, paşgira “-a” tê xebitandin:

  • ev kitêba, ev desta, ev herdu mala

Di halê çemandî de ev “-e” li navdêran zêde nabe anku di kurmanciya rojhilatî de jî mirov wiha dibêje:

  • vê kitêbê, vî destî, van herdu malan

Eger cînavê “ev” bê navdêr were bikaranîna, hingê di kurmanciya rojhilatî de “-e” cînavî bi xwe digire:

  • eve:
    • Eve xweş e.

Bikaranîna vê paşgira “-e” di soranî de ne tenê li gel cînavê “ev” (bi soranî bi forma “em”) lê herwiha li gel cînavê “ew” jî zerûrî ye:

  • kitêb à em kitêbe, dest à em deste, mall à em herdû malle:
    • Em kitêbe xoş e, em deste nask e, em herdû malle mîwanperwer in.
  • ew kitêbe, ew deste, ew herdû malle

Eger navdêr li pey cînavî nebin, di soranî de herdu “em, ew” paşgira “-e” werdigirin:

  • eme, ewe:
    • Em xoş e, ewe xoş e.

Hin devokên kurmancî jî yên cîranî soranî (bo nimûne Ûrmiyê, Hekariyan, Barzan), paşgira “-e” li gel cînavê “ew” jî bi kar tînin:

  • ew kitêbe, ew male, ew deste

Ev paşgira “-e” û varyanta wê ya “-a” bi eslê xwe kurtkirina formên “-a han, -ê han, -ên han” in:

  • ev kitêba han à ev kitêbe/kitêba
  • ev destê han à ev deste/desta
  • ev malên han à ev male/mala

Berevajî “-a han, -ê han, -ên han” – ku cins û hejmarên rêzimanî diyar dikin – paşgira “-e” (yan “-a” ya hin devokan) neutral e û bêcins û bêhejmar e.

Di kurmancî de hem “-a han, -ê han, -ên han” maye û hem jî “-e, -a” di gelek devokan de peyda bûne. Di soranî de “-a han, -ê han, -ên han” winda bûne (yan jî ti caran peyda jî nebûne) lê “-e” ji kurmancî berbelavtir e û di hemû devokên soranî de û di soraniya standard de ne tenê mimkin e lê zerûrî ye.

 

9.4. Tesîra tirkî: cînav neçemandî û navdêr çemandî

Di kurmancî eger navdêr çemandî be, cînavê diyarker yê pê ve jî çemandî ye:

  • ev kitêb à vê kitêbê
  • ew dest à wî destî
  • ev ser à van seran

Berevajî kurmancî, di tirkî de cînavê pêşdiyarker neçemandî dimîne tevî ku navdêrê pey wî biçeme jî:

  • bu kitap (ev kitêb) à bu kitabı (ne “*bunu kitabı”)
  • şu el (ew dest) à şu eli (ne “*şunu eli”)
  • bu başlar (ev dest – pirhejmar) à bu başları (ne “bunu/bunları başları)

Carinan mirov ji tesîra vî qalibê tirkî, di nivîs û axiftinên kurmancî de jî awayên wiha dibîne ku tê de cînav neçemandî û navdêr çemandî ne:

  • li ev malê
  • bi ew kesî re
  • ji ev deran

Lê formên wan yên rast yên kurdî wiha ne:

  • li vê malê
  • bi wî kesî re
  • ji van deran

 

 

Ev vekolîna li ser cînavan dê di hejmara 7 de bidome.

 

______________________________________ 

 TÊBÎNÎ

[1] Binêrin bo nimûne: Îbrahîm Seydo Aydogan: Rêzimanên kurdî û termînolojiya wan ya zimannasî: http://www.kurdigeh.com/rwdx/sitepdf/Ib.Seydo-terminoloji.pdf

[2] Kitêb hem li Dihokê û hem jî li Diyarbekirê hatiye çapkirin. Malpera Zimannas ew li ser Internetê belav kiriye:  https://zimannas.wordpress.com/2016/05/15/cinav-di-kurdi-de/

[3] Çavkaniya me ya serekî ya navneteweyî Pronouns (Cînav) ya D. N. S. Bhat e: https://books.google.fi/books/about/Pronouns.html?id=-w2H9xRjJCMC&redir_esc=y

[4] Ev qeyd û bend ne bêistisna ne. Bo nimûne, cînavê ”her” (wek di peyva ”herkes”) de ji zimanên îranî derbazî tirkî bûye.

[5] Li aliyekî din, di soranî de hejmara cînavên sêherfî zêdetir e: ême (em), êwe (hûn). Herwiha di soraniya mukriyanî de li cihê cînavê “to” (tu) yê duherfî forma “eto” heye û li şûna “min” (ez) ya sêherfî jî varyanta “emin” jî li kar e. Wek di hin devokên kurmancî de, di hin devokên soranî de jî “hingo” ya pêncherfî jî peyda dibe.

[6] Bi eslê xwe ev ne cînavên xwerû lê yên pêkhatî ne ji gotinên “wê-ya han, ew-a han” û hwd.

[7] Bi eslê xwe ”wana, ewana” pirhejmariyên ducarî ne, ji “ew-an-a[n]”. Bo pirhejmariya ducarî di navdêran de, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2016/05/01/pirhejmariya-ducari/

[8] Bo bikaranîna wiha ya navên gelek heywanan, binêrin Kovara Kanîzar, hejmar 5: Heywan bi mecazî: https://zimannas.wordpress.com/2016/04/07/heywan-bi-mecazi/

[9] Bi taybetî di stranên gelêrî de.

[10] Li vê derê mebest ji ”bakurî” yan ”kurmanciya bakurî” devokên Serhedê û derdorên wê ne.

[11] Di rastiyê de cînavên ”wana, ewana” formên çemandî ne (heta ducarî çemandî jî) lê di van devokan de li cihê forma ”ew” ya neçemandî ya kurmanciya giştî tên bikaranîn.

[12] Mebest ji ”rojhilatî” yan ”kurmanciya rojhilatî” kurmanciya Dihokê, Hekariyan, Urmiyê û derdorên wan e.

[13] Mexsed ji ”navendî” yan ”kurmanciya navendî” kurmanciya Mêrdînê, Qamişlo, Şingalê û hin deverên hevsinorên wan e.

[14] Li vê derê qest ji ”rojavayî” yan ”kurmanciya rojavayî” devokên kurmancî yên Rihayê, Siwêregê, Efrînê û deverên wî alî ne. Herwiha kurmanciya Konyayê û ya Xorasanê jî ser bi vê komê ne.

[15] Bi taybetî di stranan de yan jî di neqilkirina axiftinê de.

[16] ”Wêya, wêna” û ”wîna, wiya” di rastiyê de kurtkirinên ”wê ya han” û ”wî yê han” in lê di kurmanciya navendî de gelek caran hingê jî tên bikaranîn ku devokên din qîma xwe bi ”wê, wî” tenê jî tînin. Bo nimûne: ”wîna ji mi ra bîne” (”wî ji min re bîne” yan ”wî yê han ji min re bîne”).

[17] Bo cînavên zazakî, binêrin bo nimûne: Roşan Lezgîn Gramera Kirdkî (Zazakî) rûpel 68 – 73. Kitêb bi kurmancî ye.

[18] Mebest ji ”başûrî” yan ”kurdiya başûrî” li vê derê lehceyên feylî, kelhurî, kirmaşanî û deverên nêzîkî wan in ku dikevin navbera deverên soranîaxiv û lekîaxiv. Bo cînavan di lehceyên başûrî de, binêrin bo nimûne: Ismail Fattah: Les dialectes kurdes méridionaux (Devokên kurdiya başûrî) rûpel 275 – 294. Pirtûk bi zimanê fransî ye.

[19] ”a, aye” formên mê ne, ”o, ey” nêr in.

[20] ”-y” li pey vokalan, wek din ”î”.

[21] Li gor devokan dikare ”-ê” yan jî ”-î” be.

[22] ”êd” nêr e, ”êde” mê ye. Formên wan yên çemandî ”êdî” (nêr) û ”êdê” (mê) ne.

[23] ”-ã” anku A-ya bêvilî / pozî (nasal) ku dişibe A+N, bidin ber soranî ”-man, -tan, -yan”.

[24] Roşan Lezgîn di berhema xwe ya behskirî de idia dike ku ”ez” di zazakî de herdem mê ye lê bi dîtina min wî ev mesele şaş fehm kiriye ji ber ku paşgira kesî ya lêkeran ya li gel kesê yekem yê yekhejmar (ez = ez) û kesa sêyem ya yekhejmar ya mê (a = ew mê) di zazakî de eynî ye. Lê cînav bi xwe ne nêr an mê ye, tenê paşgira wî ya lêkerî wek ya mê ”-a” ye. Tarîxiyen ”-an” bû lê paşî N bi A ve heliyaye.

[25] Bidin ber avestayî ”yûşmat” û çend formên din: http://www.languagesgulper.com/eng/Avestan.html

[26] Bo nimûne, di kurmancî de di dema niha de em dibêjin ”ez dikim” û di dema borî ya sade de ”min kir” anku cînav ne eynî ye tevî ku biker (kesa/ê ku tiştekî dike yan kiriye) heman kes e. Bo nimûne, di inglîzî de di van gotinan de herdu caran jî cînavê ”I” tê bikaranîn: ”I do” (ez dikim) û ”I did” (min) kir. Tarîxiyen ”I” (bixwînin: ”ay”) hevrehê ”ez” ya kurdî ye anku ji eynî rehî peyda bûye. Lê ji aliyê watenasî ve carinan ew hevwateya ”min” ya kurdî ye.

[27] Bo gelek hevrehan binêrin: https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/%C3%A9%C7%B5h%E2%82%82

[28] Bo hin hevrehan binêrin: https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/túh₂

[29] Bo nimûne: http://polymath.org/tajik_pronouns.php

[30] Bo nimûne: http://www.languagesgulper.com/eng/Avestan.html

[31] Cînavên hexamenişî anku farisiya kevn dikarin li vê derê bên dîtin: http://www.utexas.edu/cola/centers/lrc/eieol/aveol-8-X.html

[32] Binêrin bo nimûne: http://www.languagesgulper.com/eng/Avestan.html

[33] https://en.wikipedia.org/wiki/Sanskrit_pronouns_and_determiners

[34] Bi bulgarî ”az”.

[35] Êdî kevn bûye û li cihê wê jî ”you” (hûn) tê bikaranîn.

[36] Lê kêm caran tên veguhastin. Bo nimûne, cînavê ”her” ji zimanên îranî ketiye tirkî û hin zimanên din yên altayî.

[37] Em ê paşî diyar bikin ku herdem ne illeh wisa ye lê wek qeydeke giştî, ev gotin rast e.

[38] Di nimûneya ”[keçikê av da] me” de cînav çemandî ye tevî ku daçek tê de nîne. Ew dikare were daçekkirin, bo nimûne bi awayê ”keçikê av bi me da” yan ”keçikê av ji me re da”.

[39] Ne tenê di kurmancî de lê herwiha di lehceyên din jî yên kurdî de – eger cinsê rêzimanî qet hebe – cins tenê di rewşa yekhejmariyê de tê ferqkirin. Di pirhejmariyê de cudahî di navbera nêr û mêyan de di kurdî de nayê kirin. Lê di hin zimanên din de (bo nimûne almanî, fransî, spanî, peştûyî) de cudakirin di herdu hejmarên rêzimanî de (mê, nêr) peyda dibe.

[40] Bo cînavên pêvekirî di zimanên îranî yên rojavayî de, binêrin bo nimûne: Agnes Korn Western Iranian Pronominal Clitics: https://www.academia.edu/849659/Western_Iranian_Pronominal_Clitics

[41] Di çend devokên kurdiya başûrî de jî li cihê “-id” forma “-it” (serit) heye.

[42] Di soranî de cinsê rêzimanî peyda nabe loma “serê wê” û “serê wî” herdu jî “serî” ne.

[43] Di hin devokan de wek soranî “-tan” e: “sertan”.

[44] D.N. MacKenzie 1961a Kurdish Dialect Studies I. London: Oxford University Press.

[45] Bo nimûne: Michiel Leezenberg Gorani Influence on Central Kurdish: home.hum.uva.nl/oz/leezenberg/GInflCK.rtf

[46] “Among the WIr. languages, no such clitics are found in Sangesari, Zazaki, and Northern Kurdish (WINDFUHR 1975: 462). Agnes Korn Western Iranian Pronominal Clitics: https://www.academia.edu/849659/Western_Iranian_Pronominal_Clitics

[47] Di kurmancî de jî forma ”boy, boyî, ji boy(î)” di hin devokan de heye lê ew tenê varyanteke hevwate ya “bo” ye, cînav bi wê ve nehatiye girêdan. Lê “boy” ya soranî ji “bo-y” pêk tê ku maneya “bo wî/wê” dide.

[48] Binêrin: https://en.wikipedia.org/wiki/Inalienable_possession

[49] Çunkî bi zerûrî her kesî babek/bavek heye yan hebûye.

[50] Bo nimûne: Michiel Leezenberg Gorani Influence on Central Kurdish: home.hum.uva.nl/oz/leezenberg/GInflCK.rtf

[51] Bo ketina X ji berî W di komdengên XW de, bidin ber kurmancî ”xweş, xwarin, xwandin”, zazakî ”weş, werdene, wendene”.

[52] Bo lîsteyeke dirêjtir, binêrin bo nimûne: https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/sw%C3%A9

[53] Carinan bi şiklê ”hevdû” jî tê nivîsîn.

[54] Bo zêdetir li ser etîmolojiya vê peyvê, binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/hev

[55] Mebest ji ”kurmanciya rojhilatî” devokên kurmancî yên Behdînan, Hekariyan, Ûrmiyê û wan derdoran in.

[56] Qalibekî nêzîkî wan cînavê beramberiyê yê tirkî jî pêk tîne: ”birbirini, birbirine, birbirinin…” ku ji peyva ”bir” (yek) ya dubarekirî pêk tê.

[57] Bo nimûne di peyva ”imrûz” (îro, evro) de.

Advertisements

2 thoughts on “CÎNAVÊN KURDÎ – PEYDABÛN Û BIKARANÎNA WAN

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s