Tesîra analojiyê li ser şiklê peyvan

Husein Muhammed

HuseinHS

Di zimannasiyê de, bi taybetî di dengnasiyê de, mebest ji analojiyê anku wekhevkirinê ew e ku hin peyvên bi maneya xwe yan jî karê xwe wek hev, nêzîkî hev dibin. Ev nêzîkbûna wan hin caran dijî qeyd û bendên giştî yên dengnasî ye. Anku eger mirov li gor qeyd û bendên giştî yên dengnasî biçe, hingê guherînên ku di wan çêbûne nikarin li gor rêbazên guherîna dengan bên şirovekirin yan jî li gor rêbazên dîroka dengan awarte û istisna ne.

 

Tesîra analojiyê li ser hejmaran

Yek ji peyvên di bin tesîra analojiyê de di kurdî de guheriyayî peyva heşt[1] (8) e. Rast e ku ew di lehceyên din jî yên kurdî de û di hin zimanên din jî yên îranî yên niha de “heşt” e. Bo nimûne, bi soranî û farisî jî ew peyv tam wek kurmancî “heşt” e. Lê di zimanên kevn yên îranî de û herwiha jî di piraniya zimanên din yên hindûewropî de di peyvê de H nîne.

ziman peyva bi maneya “heşt”
avestayî eşte-
osetî es-t
yexnobî est
sanskrîtî eşte-
peştûyî eti
latînî octo
almanî acht
inglîzî eight
swêdî åtta
yûnanî okto
ermenî ut

Wek ku tê dîtin, di van zimanan de H di peyva bi maneya ”8” de nîne. Lê gelo H ji kû li peyva kurdî û farisî ”heşt” peyda bû?

Sebebê zêdebûna H li destpêka peyva ”heşt” analojî ye. Ji ber ku di peyva heft de H heye, ew herwiha li peyva heşt jî zêde bûye.[2]

Lê analojî tiştekî nepayî anku çaverênekirî ye. Ew herdem peyda nabe. Bo nimûne, di yûnanî de di peyva “hêpta” (heft) de H heye lê dîsa jî ew li peyva “okto” (heşt) zêde nebûye.

Hejmareke din jî ya kurdî, ku di bin tesîra analojiyê de guheriyayî neh (9) ya kurmancî ye. Ji aliyê dengên xwe ve ew ji hevwateyên xwe yên lehceyên din yên kurdî û zimanên din yên îranî û hindiûewropî pir cuda ye.

 

ziman peyva bi maneya “neh, 9”
zazakî new
soranî no
farisî noh
avestayî neve-
sanskrîtî neven
latînî novem
almanî neun
inglîzî nine
swêdî nio
yûnanî ennea
ermenî inn

 

Wek ku tê dîtin, H ya li dawiya neh ya kurmancî, di piraniya zimanên din de di wê peyvê de peyda nabe. Lê gava ku em peyva neh bidin ber hejmara pey wê anku peyva deh, em dibînin ku ew herdu peyv pir nêzîkî hev bûne. Anku tesîra hejmara deh li ser şiklê peyva neh heye.

Ji nimûneyên me heşt û neh çend tiştan derbarê analojiyê diyar dibin ku em dikarin wiha rêz bikin:

  • Guherîna ji ber analojiyê dikare li destpêk, nav yan dawiya peyvê peyda bibe:
    • *eşt > heşt
    • *new > neh
    • *noh > neh
  • Tesîr dikare li peyva dû peyva tesîrker be (pêşvero anku progresîv) yan jî li peyva berî wê be (paşvero anku regresîv):
    • tesîra peyva heft li ser peyva heşt (pêşvero)
    • tesîra peyva deh li ser peyva neh (paşvero)
  • Analojî dikare peyda bibe lê illeh peyda nabe
    • tesîra peyva heft ya kurdî li ser peyva heşt ya kurdî bûye
    • tesîra peyva hêpta ya yûnanî li ser peyva okto ya eynî zimanî nebûye

 

Tesîra analojiyê li ser daçekan

Pêşdaçekên bingehîn yên kurmancî bi, di, ji, li pir dişibin hev:

  • di her yekê ji wan de du herf yan deng hene
  • li dawiya her yekê ji wan dengê “i” peyda dibe

Di soranî de li cihê “i” ya kurmancî “e” di van daçekan de heye. Lê dîsa jî ew heman deng di hemûyan de dubare dibe[3]:

  • be, de, le

Formên serbixwe (yên ku navdêr li pey nînin) yên van daçekên kurmancî û soranî jî dîsa pir dişibin hev. Bi kurmancî:

  • jê, lê, pê, tê

Lê eger em li etîmolojî û tarîxa van daçekên kurmancî û soranî binêrin, em ê bibînin ku di eslê xwe de ev daçek ne wiha mîna hev bûn.[4]

kurmancî bi[5] di ji li
soranî be de[6] le
hewramî we ce ne
farisî ba, be/bê der, ender ez
pehlewî ped ender ez
hexamenişî peti ender[7] heç ena
avestayî peiti- heç[8] [9]

 

Dema ku mirov van daçekên kurdî (di nimûneyên me de kurmancî, soranî û hewramî[10]) dide ber hevrehên wan yên bi zimanên din yên îranî, mirov dibîne ku di kurdî de ew pirr dişibin hev: tenê dengê destpêkê cuda ye. Lê gava ku mirov li heman peyvan bi zimanên din yên îranî dinêre, mirov dibîne ku ew bi dengên xwe ne wisa nêzîkî hev in. Guherîna van peyvan û nêzîkbûna wan di kurdî de li gor qeyd û bendên giştî yên dengnasiyê ne mimkin e ku werin şirovekirin. Bo nimûne, di ti peyvên din de “ender” nabe “di”. Guherîna van daçekan û qalibgirtina wan ya niha di kurdî de tenê bi alîkariya analojiyê gengaz û pêkan e anku mimkin e. Bi, di, ji, li nêzîk hev bûne ji ber ku ew ji aliyê rêzimanî ve bi heman erk û wezîfeyê radibin (hemû daçek in û hemû tên pêşiya navdêran) tevî ku maneya wan ji hev cuda ye jî.

Lê pêşdaçeka bo (ji bo, ji bona, ji boyî) wisa neguheriye. Wek ku li jor jî hatiye gotin, analojî tiştekî nepayî ye: dikare biqewime lê dibe ku çênebe jî. Yek ji sebebên serekî ku çima dengê O di pêşdaçeka “bo” de wek di paşdaçekên din de nebûye “i” (di soranî de jî nebûye “e”) ihtimalen ew e ku hingê ew dê bi pêşdaçeka “bi” re bûbûya yek. Kurdî xwastiye rê li ber vê yekbûna du daçekan bigire. Lê li aliyekî din, hevrehên daçekên farisî ba (pê re) û be/bê (bi) jî herdu di kurdî de bûne yek (bi kurmancî bi, bi soranî be).

Sebebekî din jî dikare ew be ku bo di rastiyê de di kurdî de ne bi qasî “bi, di, ji, li” pêşdaçekeke serekî û bingehîn e. Di kurmanciya navendî û rojavayî de ew wek daçekeke bi serê xwe nayê xebitandin. Ew di van komdevokan de herdem bi ji re ye: ji bo (li gel alternatîvên devokî ji bona, ji boy, ji boyî). Di kurmanciya rojhilatî de û herwiha di soranî de jî bo bi tena serê xwe li şûna “ji bo” ya kurmanciya navendî û herwiha bi maneya “jê re, ji … re” ya kurmanciya navendî jî li kar e. Lê wisa diyar e ku di soranî de jî bi kêmî di hin devokan de demekê ew bi forma “le bo” jî hebûye ji ber ku di soraniya Hewlêrê de wê şiklê “lo” (kurtkirina “le bo”) wergirtiye. Di hin devokên kurmancî de jî “ji bo” wek “jo” tê kurtkirin.[11]

Ne hindî pêşdaçekan be jî, tesîra analojiyê di kurdî de herwiha li ser paşdaçekan jî diyar e. Di kurmanciya nivîskî de ev her sê paşdaçek serdest in:[12]

  • de (wek “tê de, di … de”)
  • re (wek “tê re, di … re, pê re, bi … re, jê re, ji … re”)
  • ve (wek “pê ve, di … ve, jê ve, ji … ve, di … ve[13]”)

Wek ku tê dîtin, vê carê jî ew bi du awayan wek hev in:

  • di her yekê ji wan de tenê du deng/herf hene
  • li dawiya hemûyan dengê “e” heye

Lê gava ku mirov li tarîxa van paşdaçekan dinêre, mirov dibîne ku her yek ji wan ji peyveke cuda hatiye û nêzîk hev bûne:[14]

kurmancî de / da re / ra ve / va
soranî da / -a ra[15] -ewe
farisî der[16], ender ra[17]
pehlewî ender ray[18]
hexamenişî ender radi[19] epe
avestayî epe

 

Em bi zelalî dibînin ku paşdaçekên me ji şiklên cuda û dûrî hev hatine û nêzîk bûne heta ku dawiyê ferqkirina wan tenê bi xêra dengekî / herfekê ye. Bi kurtî: tesîr û karîgeriya analojiyê li vê derê jî diyar e.

 

Analojî di hoker û cînavan de

Tesîra analojiyê di kurdî de herwiha li ser birrên din jî yên peyvan heye. Lê armanca vê nivîsê ne ew e ku tesîra analojiyê ya li ser her peyva kurdî diyar bike. Hedef tenê ew e ku em bi nimûneyan diyar bikin ku ev diyarde û fenomen jî heye û di kurdî de xurt e jî. Bi vê mebestê em ê çend nimûneyan ji hoker (adverbs) û cînavan (pronouns) jî rêz bikin.

Di nav cînavên kesî de, di desteya cînavên çemandî de “te, me, we” dişibin hev:

  • di her yekê ji wan de du deng / herf hene
  • li dawiya wan hemûyan “e” heye

Herwiha di cînavên destnîşankirinê de (ev, ew) û formên wan yên çemandî de (vê / wê, vî / wî, van / wan) de paralelî û hevhêliyeke berçav heye. Mirov dikare van jî bi analojiyê rave bike.

Di nav hokerên kurdî de hin peyvên dijwate (antonym) tenê bi alîkariya cudahiya dengekî ji hev tên ferqkirin:

  • pêş / paş
  • jêr / jor

Ev hoker û cînav jî ne herdem wiha wek hev bûn. Lê bi hukmê analojiyê ew nêzîkî hev hatine kirin.

Heta mimkin e ku mirov di nav navdêran de jî li tesîra analojiyê bigere. Tenê wek ceribandinekê bo lêfikirînê, mirov dikare vî cotê peyvan pêşkêş bike:

  • bin / ban

 

____________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Bi kurmanciya navendî herwiha forma heyşt jî li kar e.

[2] Di kurmanciya navendî de hem peyva ”heşt, heyşt” û hem jî peyva “heft” bi H-ya wek di navê Hesen yan Hisên de ne. Di kurmanciya rojhilatî de tenê “heft” bi wê H-yê ye lê “heşt” bi H-ya wek “heval” e.

[3] Di soranî de *”je” (hevwateya ”ji” ya kurmancî) peyda nabe û herwiha ”de” (“di”) jî tenê di soraniya Mukriyan de heye, ew di soraniya Silêmaniyê de – ku tesîreke mezin li ser soraniya nivîskî heye – peyda nabe. Loma mirov di nivîsên soranî de ji van her çar daçekan axlebe tenê “be, le” dibîne. Li cihê “ji” ya kurmancî, di soranî de pêşdaçeka “le” li gel paşdaçeka “-ewe” tê bikaranîn: le mał-ewe (ji malê, ji malê ve).

[4] Eger malik vala be, axlebe ji wê ye ku hevreha vê daçeka kurdî di wî zimanî yan wî zaravayî de nehatiye qeydkirin yan jî bi kêmî haya min jê nîne.

[5] Hêjayî gotinê ye ku hevwateya ”bi” ya kurmancî di inglîzî de “by” (bixwîne: bay) lê ji aliyê etîmolojiyê ve ew ne ji eynî rehî ne. Mirov dikare etîmolojiya “bi” ya kurdî tenê heta îraniya kevn bigihîne, ji wê dûrtir etîmolojiya peyvê ne diyar e. Di makezimanê proto-hindûewropî de li cihê pêşdaçekên niha, halên navdêran dihatin bikaranîn anku dawiya navdêran bi awayên cuda dihat çemandin/tewandin (wek tirkiya niha). Loma piraniya pêşdaçekên niha yên zimanên hindûewropî bo nimûne di navbera kurdî û inglîzî yan kurdî û rûsî de ne ji eynî rehî ne.

[6] Tenê bi soraniya mukriyanî, di soraniya silêmanî de peyda nabe.

[7] Di heman demê de hevreha hindir, hundir ya kurmanciya navendî ye jî ku di kurmanciya rojhilatî de peyda nabe.

[8] Bi maneya “li pey, li dûv”.

[9] Tevî ku ev daçek di avestayî de nayê dîtin jî, ew dîsa jî gelek kevn e û – berevajî hin daçekên din yên kurdî – hevrehên wê di gelek zimanên din jî yên hindûewropî de tê dîtin. Bi gelek zimanan ew bi forma ”in” (bo nimûne latînî û inglîzî) yan jî ”en” e (wek mînak bi yûnanî).

[10] Nimûne ji zazakî li vê derê nehatine rêzkirin ji ber ku zazakî li cihê pêşdaçekên kurmancî axlebe paşdaçekan bi kar tîne. Li gor qenaeta min, ev ji tesîra ermenî ye û vê dawiyê jî ev tendens li ber tesîra tirkî hatiye xurtkirin.

[11] ”Jo” bo nimûne di nav eşîra Çonikiyan de ku ser bi eşîra Sindiyan e û li Zaxoyê dijîn li kar e. Lê zêdetir ev form ji devê pîrejin û pîremêrên wan tê bihîstin – di devê xortan de ”bo”, ya li derdorê berbelavtir, serdest e.

[12] Berevajî kurmanciya nivîskî, di piraniya devokan de formên “da, ra, ve” serdest in. Di hin devokan de jî li cihê “ve” forma “va” heye. Lê di rewşa devokan de jî dîsa yan her sê yan jî bi kêmî du ji van daçekan bi du awayan wek hev in: di her yekê de du deng hene û di hemûyan de yan jî di du ji wan de “a” li dawiya peyvê heye.

[13] Ji bilî kurmanciya rojhilatî, di devokên din yên kurmancî de ”tê ve, di … ve” yan nadir e yan jî hema qet peyda nabe.

[14] Eger malik vala be, bi ihtimaleke mezin hevreha vê peyva kurmancî di wî zimanî de nehatiye qeydkirin. Bi ihtimaleke biçûktir mimkin e ku ew hatibe qeydkirin lê haya min jê tine be.

[15] Di soraniya mukriyanî de heye, di ya Silêmaniyê de peyda nabe yan nadir e.

[16] Di farisî de ne paşdaçek e lê pêşdaçek e (wek “di” ya kurmancî yan “de” ya soraniya mukriyanî).

[17] Wezîfe û maneya vê paşdaçekê ji ya kurdî cuda ye lê eslê peyvê eynî ye.

[18] Di pehlewî de “ray” maneya “jê re, ji bo, bo” dide. Bide ber “era” (bo, ji bo, jê re) ya kurdiya başûrî.

[19] Maneya ”radi” di hexamenişî de ”ji ber, ji bo, seba, sera, ji sebebê ku” ye.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s