Dengê N – peydabûn û guherîna wî

N

Husein Muhammed

 

Herfa N / n di kurdî û zimanên din yên latînînivîs de nîşana dengê ”bêvilî-pidûyî” ye. Mebest ji ”bêvilî” ew e ku ev deng bi alîkariya bêvilê (pozê, difinê, kepiyê) derdikeve: di dema gotina vî dengî de hewa di bêvilê re derdikeve. Mexsed ji ”pidûyî” ew e ku di dema gotina vî dengî de ziman bi pidûyan dikeve.

Ev deng di alfabeya kurdî-erebî de – wek di erebî û farisî de jî – bi herfa ن tê nivîsîn. Di alfabeya kurdî-krîlî de, wek di zimanên din jî yên krîlînivîs de, ev deng bi herfa Н (gir) н (hûr) dihat nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) de ev deng bi herfa [n] tê nîşankirin.

Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:


https://en.wikipedia.org/wiki/File:Alveolar_nasal.ogg

 

Peydabûna N di peyvan de

Dengê N/n dikare li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe:

  • destpêk: na, nerm, nû…
  • nav: banî, bilind, deng…
  • dawî: baran, man, ken…

Li gor lêkolînên me yên berî niha[1], N/n mişetirîn anku zehftirîn konsonanta nivîsên kurmancî ye. Li gor heman lêkolînê, rêjeya herfa N di nivîsan de 9,4 % e. Tenê vokalên ”i” û ”e” di kurdî de ji herfa N zêdetir peyda dibin.

 

Taybetiya dengê NG / NK

Di piraniya devokên kurmancî de herfên NG wek du dengê ji hev cuda tên gotin. Sinorê kîteyê (heceyê) jî dikare bikeve navbera wan:

  • ren-gê sor

Lê di hin zimanan û di hin devokên kurdî de (bi taybetî di hin devokên soranî de û di piraniya devokên kurdiya başûrî de[2]) ev herdu herf bi hev ve dihelin û dengekî tek yê bêvilî-bandevî pêk tînin. Anku di derxistina vî dengî de ziman wek di gotina N tenê de bi pidûyan nakeve lê bi ban-devî anku bi banê devî dikeve.

Di sîstema IPAyê de ev deng bi herfa [ŋ] anku n-yeke bi çengal tê nivîsîn. Di hin zimanan de ew bi herfa ň diyarkirin.

Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:

https://en.wikipedia.org/wiki/File:Velar_nasal.ogg

Di kurmancî de jî, tevî ku ”ng” du deng in, dîsa jî hebûna N ya berî G yan berî K tesîreke wisa li N dikeve ku ew dibe ban-devî anku di dema derketina N de ziman bi banê devî dikeve. Cudahiya NG ya kurmancî li gel heman dengê piraniya devokên kurdiya başûrî ew e ku di kurmancî de G jî tê gotin lê di kurdiya başûrî de ew li gel N dihele û tenê [ŋ] dimîne. Di kurmancî de NG dibe [ŋg].

 

Guherîna N bi herfên din

Tarîxiyen N di makên zimanê kurdî de anku di îraniya kevn û proto-hindûewropî de jî hebûye. Dengê N herwisa di zimanên cîran de jî û di piraniya zimanên dinyayê de heye. N di kurdî de bi piranî ne ji ti dengekî din e. Lê dîsa jî hin caran N û hin dengên din bi hev guherîne.

N ji aliyê dengnasî ve û di warê veguherîna dengan nêzîkî dengê M û L ye. N û M herdu dengên bêvilî ne anku di dema gotina wan de hewa di bêvilê re derdikeve.

 

N û konsonantên din yên kurdî

        CIH >

AWA:

du-lêvî lêvî-didanî pidûyî

paş-pidûyî ban-devî paşdevî ser-gewrî zima-nokî qirrikî
BÊVILÎ m   n            
SEKNÎ
– bêlerz
– bilerz

p

b

 
t

d

   
k
g
   

q


ʔ (eyn)
XIŞOKÊN VIZOK
– bêlerz
– bilerz

 

s
z

ş
j

 

x

     
XIŞOKÊN NEVIZOK
– bêlerz
– bilerz

f
v

ç
c

   

h

JENOK     r            
TENGAV w   l   y        

 

Loma N û M carinan bi hev diguherin:

  • neke / meke
  • kurdî: ”em dixwin”, farisî ”ma mîxorîm

Bi taybetî jî gava ku N û B yan P digihin hev, N dibe M:

  • Istanbul > Stembol
  • bi nivîskî ”jinbab / jinbav” (ji ”jin+bab/bav”) lê bi gotina sivik ”jimbab / jimbav”

N di hin peyvan de jî dibe L:

  • nimêj, nivêj” (bide ber soranî ”nwêj”, zazakî ”nimac”, farisî ”nemaz”) à bi hin devokan ”limêj”
  • nivîn” (bide ber ”nivistin”, bi soranî ”nûstin”) à bi hin devokan ”livîn”
  • daçeka kurmancî ”li” û soranî ”le” ku eslê wan ”*ni” û ”*ne” bû (bide ber hewramî ”ne”, farisiya kevn ”ena”, inglîzî û latînî ”in”, yûnaniya kevn ”ên”, albanî ”ën”…)

 

Zêdebûna N li peyvê

Dengê N li nava hin peyvan zêde dibe lê di eslê xwe de di wan peyvan de tine bû. Bo nimûne, peyva ”tac” hin caran wek ”tanc” tê gotin. Peyva “çok” di hin devokan de wek “çong” e.

Mirov dikare vê zêdebûna N li peyvê bi taybetî di peyvên esil-biyanî de bibîne. Bo nimûne, peyva “firset” (ji erebî furṣa ͭ فرصة) carinan wek ”firsend” tê gotin. Peyva ”bêder” (ji erebî beyder بيدر) di hin devokan de bûye “bênder”.

Peyva di peyva “amanc, armanc” de di kurdî de N heye. Lê di hevwateya wê ya farisî (amac آماج) û tirkî “amaç” de N peyda nabe. Ji ber ku zêdebûna N li nava peyvê di peyvên din de jî diyardeyeke berbelav e, ihtimalen N li peyva kurdî zêde bûye, ne ku N ji peyva farisî yan tirkî ketiye.

Di peyva “reng” de bi zimanên din jî yên îranî N heye. Lê di sanskrîtî de ew wek “raga-“ hatiye qeydkirin û texmînen ew ji proto-hindûewropî *reg- e ku N tê de nîne. Anku N li peyvê zêde bûye.

Bi heman awayî di peyvên “bang, deng” û peyva zazakî “veng” (deng) de N heye. Lê ew bi eslê xwe ji hevrehên peyva zazakî “-vac-“ (rehê dema niha ji lêkera “vaten” anku “gotin”) û peyva “-bêj-“ (rehê dema niha ji lêkera “gotin”) in peyva “a-waz” in ku tê de N nîne. Anku dîsa N li van peyvan (bang, deng, veng) zêde bûye.

Wek ku tê dîtin, N xaseten li berî G, C, D zêde dibe.

N hin caran li dawiya peyvê jî zêde dibe. Bo nimûne, peyvên wek “dîsa, çawa, wisa” û hin peyvên din dibin “dîsan, çawan, wisan” û hwd.

 

Ketina N ji dawiya peyvê

Carinan jî N ji peyvê dikeve. Ev diyarde xaseten di formên pirhejmar yên çemandî de peyda dibe. Di hemû kurmanciya devkî de N ji paşpirtika pirhejmariyê ya ”-an” dikeve:

  • du kitêban (nivîskî) > du kitêba_ (devkî)
  • wan kesan > wa_ kesa_ (yan ”wan kesa_)

Di hin devokan de, lê ne di hemûyan de, N ji paşpirtika ”-ên” jî dikeve:

  • du hevalên wî > du hevalê_ wî
  • wan kurdên Stembolê > wa(n) kurdê_ Stembolê

__________________________

Têbînî

[1] Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/04/rejeya-herfan-di-nivisen-kurmanci-de/

[2] Mebest ji ”kurdiya başûrî” devokên feylî, kelhurî û kirmaşanî ne ku ji kurmancî (kurdiya bakur) û soranî (kurdiya navendî) cuda ne.

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s