Kanîzar 1: Çend gotin li ser xebat û metodên mîsyoneran

Fêrgîn Melîk Aykoç

Fergin

Mirov dikane kesên li ser zarava û zimanên kurdan dinivisînê têke sê beș:

A – Lêkolînên mîsyoneran û biyaniyan, evana ev in: Aleksander Jaba, F. Justi, H. Sindler, Oskar Mann – Karl Hadank (li ser xebatên Oskar Mann xebitiye.) Soane, Mînorskî, Ludwig Paul. Peter Lerch (bi xwe neçûye Kurdistanê, li Kirimê bi girtiyên kurmanc û kirmanc/kird re axiviye, ji devê wan hin tișt girtiye.) Jost Gippert e, bê van çend kesên din jî hene.

B – Kesên nijadkurd yan jî kurdistanî wek Mehrdad R. Îzady, Șerefxanê Bedlîsî, Ziya Gokalp, Cemal Nebez. Malmisanij, di van bist salên dawiyê de gelek xebatên li ser ziman û gelek gotarên hêja li ser zaravayan hatine nivisandin bi taybetî jî hin gotarên birêz Seyidxan Kurîj û Lerzan Jandil (di warê kirmanckî de).

C – Kesên ku bi niyeta her zaravayî wek zimanekî serbixwe nîșan dayînê, dinivîsin. Lê ji ber ku bi niyet nêzîkê ziman dibin, jiwê tenê di nava çarçoveyekê de difetisin.

A – Xebatê misyoner û biyaniyan

  1. a) Ew ji lêkolînên zanistî bêtir, ji bo mîsyonekê hatine welatê me û agahiyên bingehîn ragihandinin serkarî û qiraliyetên xwe. Em wek mînak mîsyonerê ku di nava mêjiyê akademîkerên kurdistanî de roleke giran dilîze, bigirin.

Oskar Mann ne di demeke normal de, ew di pêvajoya ku qiraliyeta Almanyayê li koloniyan digeriya, bi taybetî jî ji ber çavkaniyên enerjiyê yên li Rojhilata Navîn xwerû Kurdistanê û têkiliyên xwe yên bi osmaniyan re ji șêwirmendên leșkerî (wek W. Von Moltke, General von Simens) gelek pisporên civakî û kesên ji ziman têdigihîjin fînanse kirine û șandine axa Kurdistanê de, hatiye Kurdistanê.

Divê mirov piçek jî di rastiya mîsyonerî û niyeta qiraliyetê de rewșa Oskar Mann binirxîne! Ku em vî aliyê wî yê bi guman li ber çavan ranexîne, emê niharibin berê xwe bidin rastiyê. Oskar Man ne tenê li ser ziman lêkolîn kiriye. Ew di pêșgotina  berhema xwe ya bi navê “Kurdische-Persîsche Forschungen” (lêkolînên kurdî û farsî) rewșa civaka kurd ya wê pêvajoyê û ya li Rojhilatê Kurdistanê gelek baș, hem jî wî bi awayekî sosyolojiya leșker-stratejîk li ber çavan radixîne. Ji xwe li pey xebata wî li wir li dij îngîlîzan artêșeke milisan ji șazdeh hezar kesî tê avakirin. Ew di beșa destpêkê de (Einleitung) li ser devera Mukriyan bi berfirehî radiweste, çend hevokên mînak:

“Di nava Mukriyan de bi taybetî di warê têkiliya xwedanê cih ax û milk de gelek zelal xuya dike ku malbata Baba Amiriye serdest e. Baș tê zanîn ku wan bi zora șûrê xwe ev bi destxistiye. Gelê herêmê bi giștî girtiye bin fermanweriya xwe…. Eșîrên kurdan li dij vê desthilatdariyê nakevin nava tevgerekê … Li vir tu tirk û bandoreke wan tune, heta mirov rastê peyvên wan jî nayê….

Einleitung XVIII”

Ew di pêșgotin û destpêkê de jî, ka kî ew ji bo vê mîsyonê șandiye û fînansekiriye jî venașêre. Di pêșgotinê de wiha dinivîse:

“Ez spasiya xwe ya șerefê ji bo akadmiya Qiraliyeta Prusyayê ya ji bo lêkolînên zanistî dikim…. Wan pêdiviyê min  ji bo lêkolînan wergirtin!..”

Li gel vê dîsa qiraliyeta Prusaya têkiliyên xwe yên bi șahê Îranê re ji bo destûr bidin wî bikartîne û vê mijarê wiha dinivîse:

“… Bi têkiliyên bi serkariya Sr. Maj. șahê Persîstanê (Îran) agahî gihîșt waliyên Herêmê û ew jî bûn alîkar. … (pêșgotin)”

Ji bo destûra ji serkariya osmaniyan standiye jî wiha dinivîse:

“… Li pey ku serkariya tirk serlêdana min a yekem ya redkirî rakir û destûra li ser lêkolînên zanistî yê li ser zimanê kurdî da min, … Bi fermana hezretê Qeyzer, sekreterê dewletê yê hundir wezareta çandê xiste nava tevgerê û wî jî di warê diravî de pêdiviyên min pêkanî!… Pêșgotin rû. I”

Ev tiștên ku bi zelalî hatine nivisandin in. Gelo çi misyan di paș vê rastiyê de veșartîne? Wî çi, çendî û çend raporên stratejîk ragihandiye serkariya almanan? Nebe ku ev dijminahiya deweleta alman ya ku îro jî li hemberê kurdan heye, berhemên wan raporan bin?

  1. b) Metodên lêkolîn, nirxandin û șirovekirina van mîsyoneran jî bi giştî metodên gelek bi guman û seqet in. Ji ber ku ew ji zanyariya zimanekî zêdetir li pey îspatkirina angașên (têz) xwe ne, ya duyem jî ziman bi giștî nizanin, bi tercumanan xebitîne. Gelo ew tercuman çiqas di wê têgihîștina wergerê de bûne? Lewre wê demê ev pîșe jî ewqas bi pêșneketibû.

Peter Lerch tercumanekî osmanî digire û diçe girtîgeha Kirimê. Ew tercuman bi osmanî, pirs û hevokên Peter Lerch dixwaze bizane, ji wan leșkerên dîlketî dipirse, ew leșker jî li gor fêmkirî, kirmanckî û kurmancî wan hevokan li gor devokên xwe dibêjin, wan werdigerînin osmanî, tercuman jî ji osmanî werdigerîne almanî. Peter Lerch jî almanî û kurdî dirûberîne û bi wî awayî di warê rêziman de dinirxîne.

Oskar Mann jî dema di nava mukriyan de dixebite tercumanekî bi navê Mîrza Jawat dibe. Ji kurdî wedigerînin farsî û ji farsî werdigerînin almanî. Li rojava jî tercumanekî osamanî bi xwe re dibe Siwêrekî û bi heman metodî ji kirmanckî werdigerîne almanî. Lê ew bi xwe neçûye gundê Kor ê, guya li wir keseke ji wî gundî diye û ji wî pirsiye. Lê bırêz Seyidxan Kurijê bi xwe ji gundê Kor /Kur ê girêdayî Çewlikê ye vê bi belgehan li ber çavan radixîne ku Oskar Mann neçûye gundê wan. Seyidxan Kurij di gotara xwe ya di malpera Rizgarî de di bin serenavê “Zazalar, Zazaca ve yazinin tarihçesi” bi tirkî hatiye nivisandin de vê mijarê wiha zelal dike:

“… Bê vê gelek Îranolog li gor vê nirxandina Oskar Mann behsa devokên zazakî yA “Siwerek û Kor” ê dikin. Guman heye ku Oskar Mann Zaravayên kurdî yên din nezaniye! Bê vê Kor gundê min e. Bavê min di sala 1900 dî de hatibû dinê, min ne ji bavê xwe û ne jî ji kalên gund bihîstiye ku almanekÎ hetibe gondê me. Ku di 1900 de almanekÎ hatiba gund, dê ev bûyêr ji nifșekê derbazê nivșê din ba. Ango ez ne di wê baweriyê de me ku ew hatibe gundê me. Lê li wan deman gundiyên me yên li Siwêrekê dijiyan hebûn. Dibe ku bi wan re ketibe têkiliyê. Mixabin ku bi riya Oskar Mann ev wek devokekê cîh girtiye. Jixwe tim wiha dibe, yek têzekî davêje meydanê, yên li pey wî jî vê fikrê wisa belav dike. Lê di rastiyê de bi navê zarava kor/kur  zarava yan jî  devokek zazakî tune….. (wergera ji tirkî Fêrgîn Melîk Aykoç) Sy.Ku*”

Oskarman bi çi metodî xebitiye, bi xwe wiha tîne ziman:

“… Min xebatekê bi rûberîna almanî re, di warê avahiye hevokê û parên hevokê pêkanî. Rû VIII”

Ji bo ku em bikanin seqetiya vê metodê li ber çavan raxînin, ez ê berê çend minakan ji Oskar Mann bidim. Li pey jî eksperîmenteke xwe yê di warê wergerê de li vir wekî mînak nîșan bidim.

  1. I) Mînakên Oskar Mann

1 –“bä ghirät-tir- in” = Sie sind schlauer”

Ev forma payeyê șaș hatiye wergerandin, lema nirxandin jî șaș e.

Kurdiya “Sie sind schlauer = 1 = hûn baqiltir in 2 = Hun konetir (jîrtir / qurnaztir) in.

Lê “bi qîrettir”bûn tiștek din e.

2 – “äwê șewê = in dieser Nacht

“äwê șewê” bi kurmancî “wê șevê”

Lê ji bo almanî șaș hatiye wergerandin.

“In dieser Nacht” bi kurmancî di wateya “îșev” de ye, rastiya wê di devoka Mukrî de jî wiha ye: “em șew”

3 – “bä khulâm be zamin dâi” wiha hatiye wergerandin: “Ich übergab dich dem Gotte als dem Bürgen” Bi tevahî șaș hatiye wergerandin.

Bersiva vê hevoka almanî di devoka Mukrî de wiha ye:

“Be xulam sipardî we be zamîn dayî!”

E mînakekê îbretê jî ji Karl Hadankê şagirtê Oskar Mann.

Dema ku em li destnivisarên O. Mann yên  ku Karl Hadank li ser xebitiye, dinêrin; tenê du mînak dane û ew mînakên xwe jî, ne li ser mantiqê Goranî (Kurdî – Êranî) nirxandine. Nola mantiq û mercên zimanê Almanî lê nêrîne û nirxandine.

Mînakên wan                                          Bi mentiqê                                                           Bi mentiqa almanî

dîma gîraway                                           Duv gîrînê (gîryayî)                                  Nach dem Weinen

li pey    gîrînê

emin nîmatau nokerî          min nikarîbû nokerî                                  Ich kann keinen dienst
bikeru                                                       bikira                                                                              verrichten.

Belê di zimanê Almanî de dema ku lêker bi vê awayê, yan jî bi awayê substantîvî tê bikaranîn, di forma radêr (Infinitiv) de dimîne, lê di Kurdî de lêker paşgîn digire û dikeve formek din. Di van mînakan de lêkerê pêşgîna rawe „bi“ girtiye. Bi dîtina min haya van kesan ji vê mantiqa ziman ê me tune. Divêt em vê jî ji bîr nekin ku kesên biyanî yên li ser zimanê me xebitîne, zimanê me nizanin yek, ê dudyan O. Mann ji wergerandinê Farisî wergerandiye Almanî. Ango ziman mantiqê xwe wenda kiriye.

  1. II) Mînaka eksperîmenta min

Min û mamosteyeke alman me çîroka min ya bi navê “Honaz û Hirç” ji bo zarokan wergerand almanî, da em bikanin girîngiya ji zimanê orjinal wergerandinê zelal bikin, min ji wergera bi almanî çarekek beşa helbestî girt û bi çend kesên bi azmûn dan wergerandin. Em li vê eksperîmetê yan jî ceribandinê binêrin:

Tekst yan jî helbesta orjînal kurdî ev e:

“Birçî me, zikê min qurequr e
Gelo li vî geliyî çi pirr e?
Kanê dara sêva sor û zer e?
Himmm niha çi tam li ser e!

Himmm çi sêveke gihîştî
Xweş e wek goştê biraştî
Tam li ser dev û lêvan hîştî!”

Min û wê mamosteya alman me naveroka wê helbestê bi awayekî helbestî û li gor têgihîştina zarokan wergerand almanî, me bi kesên pispor jî da kontrolkirin:

Wergera me ji bo almanî ev e:

Ich habe Hunger, mein Magen knurrt eben.
Was für Früchte mag es hier wohl geben?
Ach ja, den Baum mit roten und gelben Äpfeln wird man hier haben.
Wie werde ich mich an den Früchten laben.

Himm, was für ein reifes Äpfelchen,
bleibt wohl sein Geschmack auf Zunge und Mündchen?
Bestimmt schmeckt es besser als gegrilltes Würstchen.

Me di vê wergerê de di cihê peyva  “lêv” de peyva “ziman (Zunge)” di cihê goşt de jî, peyva “bimbar / sucuq (Wurst)” bikaranîn. Lew re bi almanî wisa baştir dihat têgihîştin.

Mamoste Mahmut Aydin di vî warî de xwediyê azmûn e. Wî ev ji almanî wiha wergerandiye:

“Madeya min ji birçîna dike qure qur.
Divê li vira kîjan mêwe hebûya?
Çiqas xweş dibû, ger li vira dareke sêvê bi sevên sor û zer hebûya.
Minê çawa xwe bi van mêweyan têr bikira.

Himm sêveke çawa gihîştî,
wê tama wê ya xweş li ser ziman û di dev de bimîne.
Bêguman, tama wê ji sicuqê biraştî çêtir e. „

Birêz Helîm Yusif jî ev ji almanî wiha wergerandiye.

„Ez birçî me, qurequra zikê min e.
Hemû mêweyên kêfa min ji wan re tê, wê li vir hebin?
Ofyan, mirov dikare li vir bibe xwedî dareke sêvên zer û sor.
Ez ê ji xwe re bi van mêweyan kêf bikim.

Himm, ev çi sêvên teze ne.
Ew tama wan a xweş wê di bin zimanê min de bimîne?
Teqez tama wan ji tama goştê biraştî xweştir e.“

Min di hevoka yekem ya orjînal de lêkera « bûn » bikaraniye. Di wergera almanî de lêkera « hebûn » hatiye bikaranîn. Mehmût di cihê wê de lêkera « kirin » bi kar aniye, Helîm jî lêkera « bûn » bi kar aniye.

Di hevoka duduyan de min bi peyva pirsê “gelo” bi alîkariya lêkera bûnê pirsiye. Me di almanî de lêkara alman “möge = dibe” û “geben = dayîn /hebûn” bikaranî. Mehmûd di wergera xwe de lêkera “vîn û forma rawe ya lêkera “hebûnê” bikaraniye. Helîm Yusiv jî lêkera hevgîn “kêf vê re hatin” û lêkera “hebûn” ê bikaraniye.

Gelek zelal xuya dike ku bi metoda wergerê nirxandina zimanekî, nirxandineke gelek seqet û ne zanisti ye. Evana wek referenz, yan jî wek belgeyên zanistî girtin, di warê zanyariyê de kêm û seqet dimîne.

  1. c) Mîsyoner û lêkolînerên biyanî; berê têzên xwe datînin, li pey jî dixebitin ku bi mînakên li gor wê têzê, têza xwe bidin pejirandin. Ango armanc tenê îspatkirina têz û angașta wan e, ne rastiya ziman e, lema ew mînakên xwe jî li gor wê hildibijêrin. Angaștên akademîk ew e ku mirov bikane bide pejirandin, ne ku rastiyê bêje. Wek mînak, em bêjin kesekî doktora xwe li ser rengê mast çêdike, ku bikane îspat bike û belgeyên xwe bide pejirandin, têza wî jî tê pejirandin. Ji ber ku em ne dewletin herkes li ser her tiștê me dilîzin. Wekî mînak almanekî cesaret nake ku zaravayekî almanî wek zimanekî serbixwe ji angașta xwe re têke babeta bingeh, ji ber ku dewleta alman rê nade, lê dikane zimanê bêxwedî hilbijêre.

Em di vir de jî mînaka Prof. Dr. Jost Gippert bidin.

Min ji hin dostên wek Prof Dr. Newzat Gedîk di mafê wî camêrî de û kesên li der û dora wî dihatin, diçûn û dixwestin navê wî ji bo armancên xwe bi kar bînin, bihîstibû. Hin ji wan kesan dinasim, tirkîhez lê dijminên kurmancî bûn. Min gelek xwest ku ez bi J. Gippert re têkevim têkiliyê, lê nebû.

Birêz Seyidxan Kurij di heman nivîsa xwe de li ser Jost Gippert wiha dinivîse:

“Yek jî Prof. Dr. Gippert e, ev zilam hê dijî. Heta salên dawiyê tu xebateke vî zilamî li ser zazakî tunebû. Birêz Gîppertê li zanîngeha Frankfurtê dixebite, bi bijandina hin peyayên zazacî, yanê bi teșvîka hin kesên zazaciyên ji wî re asîstanî dikirin, dest bi nivisandina hin gotaran kir û semîneran dide. Birêz Gîppert li gor xwe șemayekî jî derxistiye. Lê mirov di xebatên wî de jî têdigihîje ku ew zazakî û zaravayên kurdî yên din nizane. Gîpert di gotareke xwe yê dirêj de bi mînakan dixebite îspat bike ku zazakî nêzîkê Farisî ye.

 Çawa ku tê zanîn; Di xebatên akademîk de hîle û zexeliyekê ku pirr tê bikaranîn heye. Eger hûn bixebitin ku têzekî we di serî de destnîșan kiriye îspat bikin, hûn mînakên xwe jî li gor wê hildibijêrin. Lê kesê din jî dikanin heman mijarê bi mînakê din tam tersê wê têzê îspat bikin. Ji ber vê mijarê, divê mirov babetê bi awayeke giștî bigire û binirxîne.

Lê di rastiyê de Gîpert nihane bi wan mînakên xwe jî têza xwe îspat bike. Ew mînakana gelek baș nîșan dide ku zazakî ji farisî bêtir nêzîkê kurdî ye. (wergerandin ji tirkî: Fêrgîn Melîk Aykoç)”

  1. d) Mîsyonerên li ser zarava û zimanê kurdan xebitîne, yek jî zaravayên kurdî, devokên wan zaravayan, peyvên sînonîm yên di nava zarav û devokan, guhertin û ketina dengan di nava zaravayan de nizanin.

Wek mînak ev peyvên dijberiyekê nîșan didin, di warê wateyê de sînonîmin.

“Çewt, ters, berovajî, belovacî, dij, șaș” dibe di devokekê de gișt werin bikaranîn, lî di devokekê de tenê yek were bikaranîn. Mîsyoner dema di devokekê de ji vana yekî dibihîse û di devokeke din de yeka din dibîhîse, “dibêje aha ev cudahiye.”

Wek mînak Oskar Man di warê pașgîna “ewe” ku di zaravayên bașûrê rojhilat de gelek tê bikaranîn hempîșeyên xwe bi ne têgihiștinê tewanbar dike:

“Ew pașgîna (suffix) “ewe” ku bi aliyê F. Justî û H. Schindler ve wek tiștekî nayê têgihîștin tê dîtin, mirov dikane di hemû formên lêkeran de bibîne, ew dișibe “baza” farisî…”

Ango di her warî de metodên mîsyoner û biyaniyan seket in. Heryek tenê aliyekî rastiyê dibînin, ji ber ku zaravayên kurdî, peșketinên di pêvajoya dîrokê de di nava ziman û zaravayên kurdî de, bi taybetî di warê dengzanî, peyvzanî, û ristesaziyê û deman de pêkhatî, li gel wan bandorên dagirkeran bi giștî nagirin (jixwe armanca têz û angașta wan jî ne ev e, tenê fikra xwe qebûlkirin dayîne.) tiștê ew dinivisînin jî ji rastiya ziman û zaravayên kurdî gelek dûr in.

Lê dîsa jî hin ji van zimanzan û mîsyonerên ewropî li ser zaravayên kurdî hin tișt gotine. Ji ber ku mirovên me wisa hînbûne, hetanê navê ewropiyek di nvisekê de nebîne, wê nivîsê wek nivîseke zanyarî nanirxîne, em dîsa jî dîtinên hin biyaniyan yên li ser zarava û zimanên kurdan li vir pêș bikin.

Advertisements

One thought on “Kanîzar 1: Çend gotin li ser xebat û metodên mîsyoneran

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s