Muhemmed Teqevî
Cînavk
Cînavk ev peyv in ku cihê navdêran digirin ku ew dîsan nayên gotin. Cînavk li deh beşên sereke kom dibin:
Cînavkên kesane (ضمایر شخصی)
Cînavkên şanîdane (ضمایر اشاره)
Cînavkên pirsiyarî (ضمایر پرسشی)
Cînavka qertafî (شناسه های شخصی)
Cînavka vegerok (انعکاسی)
Cînavkên berbihevîn (ضمایر دو سویه)
Cînavkên lihevxistî (ضمایر ترکیبی)
Cînavkên xwedîtiyê (ضمایر ملکی)
Cînavkên girêkî (ضمایر موصولی)
Cînavkên nebinavkirî (ضمایر مبهم)
✅Cînavkên kesane (ضمایر شخصی
Li şûna navdêrên mirovan digirin an cihê kesan digirin. Cînavkên kesane du beş in: Yên xwerû netewandî û yên tewandî.
- Yên xwerû an netewandî (غیر صرفی) li henek deran wan re dibêjin cînavkên direct an ضمایر مستقیم
- Yên tewandî (an صرفی)
…………………………..
- Cînavkên xwerû:
Ez (من), tu (تو), ew (او), em (ما), hûn (شما), ew (ewna) (آنها)
❇️Cînavkên xwerû li çend deran tên bikaranîn:
- Kirdeya lêkerên peywendî an qertafên kesane (فاعل فعلهای ربطی)
Mînak:
Ez Kurd im
Tu Kurd î
Ew Kurd e
Em Kurd in
Hûn Kurd in
Ewna Kurd in
Li hevokên jor qertafên kesane an lêkerên peywendî vina ne: ✅im/me (هستم)
Ez Berdan im, Ez Gulê me
✅î/yî (هستی)
Tu Zozan î, Tu zînê yî
✅e/ye (است)
Ew xwendekar e, Ew mamost e ye
✅in/ne (هستیم)
Em xwendekar in, Em mamoste ne
✅in/ne (هستید)
Hûn xwendekar in, Hûn mamoste ne
✅in/ne (هستند)
Ew xwendekar in, ew mamoste ne
- Kirdeya lêkerên negerguhêz (لازم)
Ez têm, ez çûm
Tu têyî, tu çûyî
Ew tê, ew çû
Em tên (ê), em çûn (ê)
Hûn tên, hûn çûn
Ew (na) tên, ew (na) çûn
- Kirdeya lêkerên gerguhêz (متعدی) ên dema niha
Ez nên dixwem.
Tu nên dixwî.
Ew nên dixwe.
Em nên dixwen (ê).
Hûn nên dixwen.
Ew nên dixwen.
- Kirdeya hevokên dema bê (آینده)
Ez ê bi-k-im.
Tu ê bi-bêj-î.
Ew ê bi-ç-e.
Em ê bi-ajo-n.
Hûn ê bi-kirr-in.
Ew ê bi-stîn-in.
- Biresera lêkerên gerguhêz ên dema borî
Mamosteyê ez dîm.
Mamosteyê tu dîtî.
Mamosteyê ew dît.
Mamosteyê em dîtin (ê).
Mamosteyê hûn dîtin.
Mamosteyê ew (na) dîtin.
- Cînvkên tewandî
Min, te, wî (nêr)/wê (mê), me, we, wan
❇️Cînavkên tewandî li çend deran tên bikaranîn:
- Kirdeya lêkerên gerguhêz ên dema borî
Min got…
Te got…
Wî/wê got…
Me got…
We got…
Wan got…
- Biresera lêkerên gerguhêz ên dema niha
Kiyan min dibîne.
Kiyan te dibîne.
Kiyan wî/wê dibîne.
Kiyan me dibîne.
Kiyan we dibîne.
Kiyan wan dibîne.
- Paşkoya navdêran (وابسته های اسمی)
Bavê min mamoste ye.
Xalê te ajokar e.
Apê wî/wê hunermend e.
Karê me baş e.
Hevalê we parêzer in.
Ev xwîşka wan e.
Cînavên nîşander ev dema tên bikaranîn ku tiştek/kesek tê nîşandan. Mirov dikayni bi alîkariya wan Cînavan, tiştan li kesek nîşan bide. An jî ew cur Cînav tiştekê yan jî kesekî nîşane mirovan didin. Cînavên nîşander di Kurmancî de wekî Cînavên kesan du kom in: Cînavên nîşander tewandî (oblique) û Cînavên nîşander netewandî (casus rectuus, nominative).
- A) Cînavên nîşander ku sa nîşan dan navên nêzik yekjimar her du zayendan nêr û mê tên bikaranîn:
- Va(Yekjimar; netewandî; This)
Va bi refş e.
(This is beautiful.)
Va bi refş bû.
(This was beautiful.)
Va dikevi.
(This falls.)
Va ket.
(This fell.)
Va serê min dişkêni.
(This breaks my head.)
Min va xwar.
(I ate this.)
Va tê xwarin.
(This is eaten.)
Va hate xwarin.
(This was eaten.)
- Viya(Yekjimar; tewandî; This)
Viya/Viya serê min işkand.
(This broke my head.)
Ez viya dixwem.
(I eats this.)
Ez ji viya/viya naxwem.
(I don’t eat from this.)
- B) Cînavên nîşander jî ku sa nîşan dan kesekê an tiştekê dûr tên bi karanîn:
- Ew(Yekjimar; netewandî; That)
Ew bi refş e.
(That is beautiful.)
Ew bi refş bû.
(That was beautiful.)
Ew dikevi.
(That falls.)
Ew ket.
(That fell.)
Ew serê min dişkêni.
(That breaks my head.)
Min ew xwar.
(I ate that.)
Ew tê xwarin.
(That was eaten.)
Ew hate xwarin.
(That is eaten.)
- Wê/wî(Yekjimar; tewandî; That)
Wî/wê serê min işkand.
(That broke my head.)
Ez wê/wî dixwem.
(I eats that.)
Ez ji wê/wî naxwem.
(I don’t eat from that.)
Hindek ji cînavên nîşander jî hene ku sa nîşan dan navên pirjimar, her du zayendan nêr û mê tên bi karanîn.
- A) Cînavên nîşander ku kes an tiştên nêzik nîşan diden:
- Vina(Pirrjimar; netewandî; These)
Vina bi refş in.
(These are beautiful.)
Vina bi refş bûn.
(These were beautiful.)
Vina dikevin.
(These fall.)
Vina ketin.
(These fell.)
Vina serê min dişkênin.
(These break my head.)
Vina serê min işkandin.
(These broke my head.)
Ez vina dixwem.
(I eat These.)
Min vina xwar.
(I ate these.)
Vina tên xwarin.
(These are eaten.)
Vina hatin xwarin.
(These were eaten.)
Ez ji vina naxwem.
(I don’t eat from these.)
- B) Cînavên nîşander ku kes an tiştên dûr nîşan diden:
- Ewna(Pirrjimar; netewandî; Those)
Ewna bi refş in.
(Those are beautiful.)
Ewna bi refş bûn.
(Those bi refş bûn.)
Ewna dikevin.
(Those fall.)
Ewna ketin.
(Those fell.)
Ewna serê min dişkênin.
(Those break my head.)
Min ewna xwarin.
(I ate those.)
Ewna hatin xwarin.
(Those were eaten.)
Ewna tên xwarin.
(Those are eaten.)
- Wan(Pirrjimar; tewandî; Those)
Wan serê min işkandin.
(Those broke my head.)
Ez wan dixwem.
(I eat those.)
Ez ji wan naxwem.
(I don’t eat from those.)
صفات اشاره در کرمانجی خراسان
- Ew (That-yekjimar/pirjimar-nominative)
Wî/Wê (That-yekjimar- Oblique)
Wan (Those-Pirjimar-Oblique)
Ew lawik-a çû. (آن پسر رفت)
“That boy went.”
Ew Keçik-a çû. (آن دختر رفت)
“That girl went.”
Wê Lawik-ê ez dîm.(آن پسر من را دید)
“That boy saw me.”
Wî keçik-ê ez dîm.(آن دختر من را دید)
“That girl saw me.”
Ew lawik-ana çûn.(آن پسرها رفتند)
“Those boys went.”
Ew keçik-ana çûn.(آن دخترها رفتند)
“Those girls went.”
Min ew lawik-ana dîn.(من آن پسرها را دیدم)
“I saw those boys.”
Min ew kaçik-ana dîn.(من آن دخترها را دیدم)
“I saw those girls.”
Wan lawik-an ez dîm.(آن پسرها من را دیدند)
“Those boys saw me.”
Wan kaçik-an ez dîm.(آن دخترها من را دیدند)
“Those girls saw me.”
- Va(That-yekjimar/pirjimar-nominative)
Wî (This- yekjimar -Oblique)
Vina(These- pirjimar – Oblique)
Va lawik-a hat.(این پسر آمد)
“this boy came.”
Va Keçik-a hat.(این دختر آمد)
“this girl came.”
Wî lawik-a ez dîm.(این پسر من را دید)
“This boy saw me.”
Wî kaçik-a ez dîm.(این دختر من را دید)
“This girl saw me.”
Va lawik-ana hatin.(این پسرها آمدند)
“These boys came.”
Va keçik-ana hatin.(این دخترها آمدند)
“These girls came.”
Min va lawik-ana dîn.(من این دخترها را دیدم)
“I saw these boys.”
Min va keçik-ana dîn.(من این دخترها را دیدم)
“I saw these girls.”
Vina lawik-ana ez dîm.(این پسرها من را دیدند)
“These boys saw me.”
Vina keçik-ana ez dîm.(این دخترها من را دیدند)
“These girls saw me.
[…] Muhemmed Teqevî: Cînav û rengdêrên nîşander di kurmanciya Xorasanê de […]
LikeLike