Kanîzar 1: Erkên herfa E di kurdî de

Zinarê Melleyî

zinar

Dengê “e”yê gelek wezîfe di zimanê kurdî de hene. Dema em hêşta li qûnaxa amadeyî anku lîsê bûn, seydayên me neh wezîfeyên wê ji bo me digotin. Ew wezîfe ev bûn;

  1. “e” wekî lêkera netimam ji bo dema niha rolê xwe digêrit. Ew jî bi du mercan dibit. Yek; heker çi lêkerên serekî di hevokê da nebin. Du; heker “e” bikevit dawiya hevokê. Nimûne; Azad seydayê min e.
  1. “e” wekî cihnavê nîsek ji bo kesê duyê yê kit di rolê kirdeyî anku bikerî da rolê xwe digêrit. Ew jî heker bikevit dawî ya lêkera daxwaziyê. Nimûne; wê kitêbê bixwîne.
  2. “e” wekî nîşana bangkirinê di zaravaya Soraniyê da rolê xwe digêrit. Ew jî bi du mercan dibit. Yek; heker li dû navekî biêt. Du; heker lêkera hevokê di rewşa daxwaziyê da bit û daxwazî ji wî navî hatibit kirin. Nimûne; Kurde bixwêne.
  3. “e” wekî pêrebest anku daçek (=amrazî peywendî, herf cer, pirîpozîşin) rolê xwe digêrit. Ew jî heker li dû lêkereka “dema borî” an jî “dema neborî” biêt. Nimûne; ez çûme malê, ez diçime malê …
  4. “e” wekî amrazî xistineser (=danepal, xistinepal) di zarava ya Soraniyê da rolê xwe digêrit. Ew jî heker li navbera navdêrekê û rengdêrekê biêt. Nimûne; golle ciwaneke mebire, yariye besûdeke dekem…
  5. “e” wekî paşpirtik (=paşqertaf, paşgir) jî di dema çêkirina peyveka darêştî anku darêjraw da di zarava ya Soraniyê da rolê xwe digêrit. Ev jî bi du awayan diêt çêkirin.

Yek; rengdêr + e : çake, xirape, pake, germe…

Du; riha çavîka dengî + e : koxe, nalle, pijme, teqe…

  1. “e” wekî navbend ji bo çêkirina peyveka lêkdayî rolê xwe digêrit. Nimûne; reşeba, serereş…
  2. “e” wekî cihnavê nîsek ji bo sêyem kesê kit di kurmanciya bakûrî da rolê xwe digêrit. Ew jî heker li dû lêkera dema neborî biêt. Nimûne; ew serdikeve, ew diçe…
  3. “e” wekî nîşana berniyasiyê (=nasraw) di zarava ya soraniyê da rolê xwe digêrit. Ew jî heker kurtbirrî ya “eke”yê bit. Nimûne; qotabiye derçû. Eslê wê “qotabiyeke derçû” ye.

Wezîfeyên “e”yê bitir in, lê ez dê carê hindek ronahiyê berbidim ser xala yekê. Wekî diktor Fazilê Emerî di kitêba xwe ya bi navê “Wexerek li nav Pêrebestên Zimanê Kurdî” da gotî, ev bi dehan salane zimanzanên Kurd negehiştine biryareka vebir ka ev “e” û yên wekî wê çi ne. Hindek zimanzan wan bi lêker dadinin (wekî “verb to be”yan di zimanê Ingilîziyê da), hindek zimanzan wan tenê wekî paşbendên cihnavan dadinin, hindek zimanzan jî wan wekî lêkerên kêm (=fi’il naqis) dibînin, û htd. Diktor Fazl dibêjit, “dibit vê “e”yê bi kêmî du jêder hebin. Yek; dibit ew ji “es”ê yan “est”ê sivik bûbit.* du; dibit ew paşbendê cihnavê “ew”ê bit.”

Ez bi xwe jî li wê bawerê me ku ew wekî “verb to be” yên Ingilîzanin. Min berî niha li ser hevokên bê lêker ên Kurdiyê nivîsîbû. Çi hevokên Kurdî yên bê lêker nînin. Hindek hevokên Kurdî hene (wekî “roj baş”ê) ku lêkerên wan naên gotin, lê mana ya wê ew nîne ku ew bê lêkern. Dema em dibêjin, “pêşmerge qaremane”, ne wekî wê ye ku Ereb dibêjin, “Eccindiyo şucaon”. Di Nimûne ya Erebiyê da, çi lêkerek nîne. Lê di Nimûne ya Kurdiyê da, “e” lêkera netimam a hevokê ye. Ingilîz jî dibêjin, “he is clever” anku “ew zîreke”. “Is” a Ingilîzyê her “e” ya Kurdiyê ye.

  • malpera elektronî ya Wîkîferheng dibêjit: ev “e” ji proto-hindûewropayî *hes, têkildarî heye, est/hest a Farisî, “ê” ya Ermenî, “estî” ya Sansikrîtî, “est” a Latînî, “îst” a Elmanî û “îz” a Ingilîzî hemî ji wê ne.
  • hindek Kirmanc li şûna “e”yê “ê”yê dibêjin. Li şûna “pêşmerge qareman e”, dibêjin, “pêşmerge qareman ê”. Rast e ku Faris niha jî “est”ê dinivîsin, lê ew jî dibêjin, “ê”. Em jî dibê “e”yê binivîsin, û her kesek azad e wê çawa bixwînit.

Ez dê vê carê tenê li ser xala çwarê rabiwestim. Xala çwarê ev bû; “”e” wekî pêrebest anku daçek (=amrazî peywendî, herif cer, pirîpozîşin) rolê xwe digêrit. Ew jî heker li dû lêkereka “dema borî” an jî “dema neborî” biêt. Nimûne; ez çûme malê, ez diçime malê, …” helbet ew ji bo dema paşerojê jî wesa ye. Nimûne; ez dê çime malê. Lê dema mirov li nav Kirmancan digerit, mirov dibînit ku ev “e” di nav hemî Kirmancan da nîne. Hindek Kirmanc dibêjin, “ez çûm malê, ez diçim malê, …” yanî ew wê “e”yê nabêjin. Ez bi xwe li wê bawerê me ku niha pirranî ya Kirmancan wê “e”yê nabêjin. Gotin û negotina wê ne tenê di nav Kurmancî da wekî zarava, lê di nav devokên Kurmancî jî da heye. Ez dê behsa devera me ya Behdînanê bikim. Li vê qama Metînî ku Doskî ne; xelkê hindek gundan wê “e”yê dibêjit, xelkê hindek gundan jî nabêjit. Lê li qama dî ya Metînî ku Berwarî ne; xelkê çi gundan wê “e”yê nabêjit. Ez gelek li dû wê “e”yê geryam. Wekî min gotî; ew “e” li hindek deveran diêt gotin, li hindek deveran jî naêt gotin. Lê çima?! Bi rastî, min çi bersiveka wicê bi dest xwe neêxist. Ez li nav kitêban jî geryam, û min pirsyara wê ji gelek kesan jî kir. Lê heta niha çi kesek bi temamî bi ser wê “e”yê hilnebûye ka gelo serekanî ya wê ji kî derê ye û çawa gehiştiye vê derê. Seyda yê min, diktor Lezgînê Çalî, yek ji wan kesan bû ku min bitir ji carekê û duyan pirsyara wê “e”yê jê kirî. Wî got ku ev çend salin ew jî li bingehê wê digerit û hêşta bi ser wê hilnebûye. Ez li berahiyê bi hizrên xwe bi ser tiştekî hilbûm; ew “e” di nav Soranan jî da heye; min derûme malê (Hewlêrî) / min erûme malewe (Silêmanî). Lewma ez li pêşiyê weha fikirîm ku ew “e” ji Soraniyê bi nav Kurmancî kevtbit. Heker ne, pa çima hemî Kirmanc wê nabêjin? Lê dema min ev pirsyar ji seydayê xwe yê Çalî kirî, wî got min ku ew “e” ji Soraniyê nehatiye. Wî got, “ew “e” wekî pêrebestekê ye û ji tesîra Soraniyê li ser Kurmancî ya Dihokê kevintire û li hindek deverên dî jî li kare. Melayê Cizîrî jî ew bi kar înaye.” Ez piştî gotina wî dîsa vegeryam dîwana Cizîrî. Min “e” li nav baxê helbestên wî mişe dît. Cizîrî dibêjit, “newa ya mutrib û cengê fexan avête xercengê”. Cizîrî jî negotiye, “avêt”. Wî gotiye, “avête”. Cizîrî yên niha jî wê “e”yê dibêjin. Lê Kirmancên Amedê, Muşê, Rihayê, û gelek bajarên dî ji her çar aliyên Kurdistanê wê nabêjin. Zaxoyî jî, ku Botanî ne, wê nabêjin. Diktor Fazilê Emerî di kitêbeka xwe da dibêjit ku ew “e” hindek caran cihê “bo”yê (=îla ya Erebî, to ya Ingilîzî) digirit, hindek caran jî cihê “li”yê digirit. Ev rast e; “ez çûme malê” her “ez çûm bo malê” ye. “Ez rûniştime ser erdî” jî her “ez li ser erdî rûniştim” e. Ew dibêjit ku dibit ev “e” ji bo xweşxwaniyê hatbit. Lê hevîrê vê “e”yê pêdivî hêşta avê ye.

Encam;

  1. Ev “e” kevn e, lê li hemî deverên Kirmancan naêt gotin.
  2. Reng e ew “e” kurtbirî ya peyvekê, an jî hindek peyvên dî bit.
  3. Ew “e” pêdivî gelek vekolînên dûr û kûre.
  4. Nivîsîn û nenivîsîna wê ji bo zimanekê pîvankî niha arêşe nîne. Ew birryar dibê piştî vekolînên dûr û kûr biêt dan.

Min berî niha got ku seyda yên me yên xwandin a berheviyê (= lîsê) neh wezîfe yên “e”yê ji bo me digotin. Herwesa min got jî ku wezîfe yên “e”yê di ziman ê me da ji nehan bitir in. Helbet ew bitir in. Hema mirov kêmekê bifikirit jî dê bibînit ku “e”yê gelek wezîfe yên dî jî hene. Ferhenga eliktironî ya Wîkîferhengê ku girêdayî malper a Wîkîpedyayê ye jî hindek wezîfe yên “e”yê bi rêz kirine. Ez jî dê wan xalan bi hindek destkarî û zêdehiyan ve li vê derê bi rêz bikim.

  1. “e” yek ji pît ên elîfbêtk ên ziman ê Kurdiyê ye. Seyda yên me qet amaje bi vê xalê nedida. Xelk di kitêb ên xwe da, nemaze di ferhengan da, berî hemî tiştan amajeyê bi vê xalê didin. Wekî ferheng a Oksfordê ya ziman ê Ingilîzyê; her ji pît a “A”yê heta “Z”ê, wan berî hemî tiştan gotiye ku ew pêt ên elîfbêtk ên ziman ê Ingilîzyê ne. Yek bi yek jî diyarkirine ka di rêzbendî ya elîfbêtkên wan da dibin pît ên çendê. “e” di rêzbendî ya pît ên elîfbêtk ên Kurdî-Latînî da dibit pît a şeşê, û di rêzbendî ya pît ên elîfbêtk ên Kurdî-Aramî da dibit pît a 23ê. Dibit hûn bibêjn ku ev ne wezîfe ye, belkî nasandine. Lê hemî pît ên her elîfbêtkekê di nivîsînê da bi wezîfe yên xwe radibin.
  2. “e” bi reng ê “e”yê sivikgotin a “erê”yê ye. Ew hevmana ya “erê”, “belê”, “a” û “ba”yê û dijmana ya “na”, “no”, “ne”, “nexê” û “nexêr”ê ye. Rast e ku em wê weha nanivîsin. Lê em weha dibêjin û dibê amaje bi wê jî biêt kirin. Ev yek di zanistê zimanvaniyê da dikevit xan a bişavtinê (=helyanê, esîmîlasyonê).
  3. “e” bi reng ê “e”yê sivikgotin a “ez”ê jî ye. Nimûne; e nizanim. (=Ez nizanim), e dibêm. (=Ez dibêjim), … Ev jî herwesa dikevit xan a bişavtinê.
  4. “e” bi reng ê “e” ya Latînî wekî kurtenav ji bo enerciyê û eliktironan diêt xebitandin. Herwesa ew ji bo kurte ya eliktironî jî diêt xebitandin. Wekî e-poste, e-mail, e-peyam, û htd.
  5. “e” mîna Soraniyê di Kurmancî jî da wekî paşpirtikek bi ser peyv ên heyî ve ji bo çêkirin a hindek peyv ên nû diêt xebitandin. Wekî nexşe (=nexş+e), deste (=dest+e), sere (=ser+e) û htd.
  6. “e” herwesa wekî paşpirtikekê bi mana ya “ê/a ku gelek dikit an dikarit” bi ser lêkeran ve jî diêt gotin. Wekî xwere (=xwer+e), beze (=bez+e), qebe (qeb+e), û htd.
  7. “e” wekî pêşpirtikekê jî ji bo çêkirn a hindek peyv ên nû ji hindek peyv ên heyî diêt xebitandin. Wekî evîn (e+vîn), eware (e+war+e), û htd.
  8. “e” di devok a Enadolya ya navînê da cihê “d” ya ku li pêşî ya riha lêkeran di dema neborî ya berdewam da diêt xebitandin digirit. Wekî ekim (=dikim), ekî (=dikî), ekin (=dikin).
  9. “e” herwesa di zarava ya Soraniyê jî da li hindek dever ên wekî Silêmaniyê her bi mana ya “de” ya Soraniyê û “di” ya Kurmancî diêt. Wekî min eçim (= min deçim, ez diçim), ewan ne-ewut (= ewan nedewut, wan nedigot), û htd.
  10. “e” paşpirtikek e ku peyv ên zayendmê yên kithejmar û nediyar bi diyarker ên wan ve girê didit. Wekî pirtûkeke kevin, jineke spehî, û htd.

Ez dê ji nû li ser vî navnîşanî biaxivim. Ez dê behsa wê bandorê bikim a ku ji “e” û “ewe”/”eve” yên Soraniyê kevtî ser Kurmancî ya Dihokê. Wekî xweya bûyî, “e”yê gelek wezîfe di ziman ê Kurdiyê da hene. Yek ji wan wezîfeyan ew bû ku “e” di zarava ya Soraniyê da ji bo berniyasiyê diêt. Nimûne; şare gewreke, htd. Lê ew “e” di Soraniyê da li ser wan navan jî zêde dibit ên ku li dû bernav ên “em”ê û “ew”ê diên. Wekî em/ew jine ciwan e, em/ew piyawe aza ye, em/ew korre be cerg e, em/ew kiçe nazik e, htd. Lê ev tişt di Kurmancî da nîne. Di Kurmancî da, ew “e” li dû wan navan naêt. Kirmanc dibêjin, “ev/ew jin, ev/ew mêr, ev/ew korr, ev/ew kiç, htd”. Lê ew “e” ya Soraniyê bi nav Kurmancî ya Dihokê jî kevtiye. Sedem jî hevtixûbî ya Dihokê û Hevlêrê ye. Pirranî ya Kirmancan dibêjin, “îşev”. “Îşev” ji “ev şev”ê kurt bûye. Lê ew li Dihokê kurt nebûye. Lewma Dihokî dibêjin, “ev şeve”. “Ev roj” jî li nav Kirmancan bûye “îro”. “Ev roj” li Dihokê jî bûye “evro”. Heker ew kurt nebûba, ew jî dê li Dihokê bûba “ev roje”. Tiştê ecêb ewe ku Dihokî her ji bo wan navan hindek caran wê “e”yê dibêjin, hindek caran jî nabêjin. Dema ew nav li dû bernav ê “ev”ê diên, Dihokî wê “e”yê li dû wan dibêjin. Lê dema her ew nav li dû bernavê “ew”ê biên, Dihokî wê “e”yê nabêjin. Dihokî dibêjin, “ev dare ya dirêj e”. Lê dema bernav ê “ev”ê bi “ew”ê diêt guhertin, Dihokî wê “e”yê li dû navî nabêjin. Hîngê “ev dare ya dirêj e” dibit “ew dar ya dirêj e”. “Ev” û “ew” herdu jî bernavên kesê sêyê yê kitin. Dihokî xwe “ev” a tirsî jî dikin “eve”. Hemî Kirmanc dibêjin, “azad ev e”. Tenê em Behdînî dibêjin, “azad eve ye”. Hîngê alozî dikevit destûr a zimanî jî. Televizyon û rojname yên Dihokê jî vê “e”yê li dû wan navan dinivîsin. Ev jî devok a Behdîniyê ji devok ên dî yên Kurmancî dûr dikit. Lewma ez wê wekî zererekê dibînim.  Televizyon a Warê jî ji bo rîklam ên bername yên xwe dinivîsit, “ev şeve”. Lê ew “e” zêde ye. Ji bo xwenêzîkkirin a li Kirmanc ên dî, dibê em xwe ji bandor a Soraniyê û zarava yên dî biparêzin.

Herwesa Soran li dû lêkeran jî “ewe”yê dibêjin. Wekî min dêmewe, tu dêyewe, ew dêtewe, htd. Ev tişt jî di Kurmancî da nîne. Kirmanc dibêjin, “ez diêm, tu diêyî, ew diêt, …” ev “ewe” ya Soraniyê ye. Lê vê dawiyê hindek rewşenbîr ên Dihokê “eve”yekê li ser qiyas ê “ewe” ya Soraniyê li ser lêker ên Kurmancî zêde dikin. Ew dibêjin, “me kar ê xo yê kiriyeve, me çi tiştek li ser xo nehêlayeve, …” ev jî aloziyê diêxit destûr a Kurmancî, û Behdînyê ji devokên dî yên Kurmancî dûr dikit. Ev “ewe” hindek caran di Kurmancî da diyar dibit, lê bi rengek ê cida. Ew wekî “ve” dikevit pêşî ya lêkeran. Nimûne; “dozînewe” ya Soranî di Kurmancî da “vedîtin”e, “geranewe” jî “vegeryan”e. Herwesa “ve” di Kurmancî da li dû lêkeran jî heye, lê bi mana ya “tîkrar” a Erebiyê û “rî” ya Igilîziyê. Dema Kirmancek bibêjit, “min karê xwe kiriye ve”. Yanî wî bertir ji bo car a yekê kar ê xwe kirbû, û niha ji bo car a duyê kar ê xwe kir ve. Yanî wî kar ê xwe dubare anku “tîkrar” kir. Lewma jî zêdekirin a “ewe” ya Soraniyê bi reng ê “eve”yek a xolk Kurmancî zererek û têkdaneka destûr û rêziman û taybetmendiyên Kurmancî û dûrkirina devoka Dihokê ji devok ên dî yên Kurmancî ye.

Advertisements

One thought on “Kanîzar 1: Erkên herfa E di kurdî de

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s